2. Petrûs
2 Çawa ku di nav xelkê Îsraîl de pêxemberên sexte hebûn, di nav we de jî mamosteyên sexte wê hebin. Ewê bi dizîka mezhebên ku baweriyê xera dikin bixin hundir. Ewê xwediyê ku ew kirîne înkar bikin, û ji ber ku ew wisa dikin, ewê zû helak bibin. 2 Wekî din, gelek kes wê çav bidin hereketên wan ên bêedeb, û ji ber van kesan mirov wê bi xerabî di heqê rêya rastiyê de xeber bidin. 3 Û ji ber çavbirçîtiya xwe ewê we bi gotinên xapînok ji bo xêra xwe bi kar bînin. Cezayê wan ji berê ve hat qerardayîn û ewê dereng nemîne, û bê guman ewê bên helakkirin.
4 Xwedê melekên ku guneh kiribû efû nekirin, lê wî ew ceza kirin û avêtin Tartarusê*. Wî ew bi zincîran girêdan* ku ew di kûrahiya tarîstanê de li benda hukmê xwe bin. 5 Wekî din, Xwedê dinyaya berê jî efû nekir, lê ceza kir û tofan anî serê dinyaya ku tijî mirovên ku ji Xwedê natirsin bû. Lê wî mizgînvanê rastdariyê Nûh bi heft kesên din re xelas kirin. 6 Xwedê bajarên Sodom û Gomorayê mehkûm kirin û ew kirin xwelî. Bi vî awayî, Xwedê nîşan da ku çi wê bê serê kesên ku ji wî natirsin. 7 Û wî mirovê rast Lût, ê ku ji ber jiyana bêedeb a kesên xerab pir xemgîn dibû, xelas kir. 8 Çimkî ev mirovê rast di nav wan mirovên xerab de dijiya, û ew her roj ji ber tiştên ku wî didîtin û dibihîstin, dilê wî pir diêşiya. 9 Erê, Yehowa dizane ku ew çawa kesên ku ji wî re dilsoz in ji ceribandinê xelas bike. Û ew dizane ku çawa mirovên neheq ji bo roja hukim bihêle, 10 bi xisûsî mirovên ku dixwazin bi kesên din re bêexlaqiya cinsî bikin, da ku wan pîs bikin, û mirovên ku serweriyê kêm dibînin.
Ev mamosteyên sexte bêşerm* û qure ne, û ew natirsin ku bi xerabî li ser kesên ku rûmet ji Xwedê standine, xeber bidin. 11 Her çi qas hêz û qudreta melekan ji ya van kesan mezintir e jî, melek ji ber ku ew qedrê Yehowa digirin van kesan bi heqaret sûcdar nakin. 12 Lê mirovên wisa bi xerabî li ser tiştên ku ew fehm nakin xeber didin. Ewê li gor rêya xwe ya xerab wek heywanên bêfehm, ên ku hatin dinyayê ku bên girtin û kuştin, bên helakkirin. 13 Ewê ji ber kirinên xwe yên xerab bên cezakirin.
Heta di nava rojê de jî, ew ji jiyana dewlemend* kêfê distînin. Ew wek leke ne ku civatê qirêj dikin, û gava ew bi we re kêf dikin, ew hez dikin ku kesên din bi hîndariyên sexte bixapînin. 14 Çavên wan ji zinayê têr nabin, û ew nikarin dev ji guneh berdin. Ew kesên ku di baweriyê de sist in dixapînin. Dilê wan hînî çavbirçîtiyê bûye. Ew zarokên lanetkirî ne. 15 Wan dev ji rêya rast berdaye û ew jê dûr ketine. Ew ketin pey rêya Balamê kurê Beor, ê ku hez dikir ji bo kirinên xwe yên xerab xelatê bistîne. 16 Lê ew ji ber gunehê xwe hat serrastkirin. Kerê bê zar û ziman bi dengê mirovan xeber da û rê li ber pêxember girt ku ew tiştên bêaqil neke.
17 Ew wek kaniyên bêav in û wek ewr in, ên ku li ber ba diçin. Tarîstana reş li benda wan e. 18 Ew wisa xeber didin qey gotinên wan muhîm in, lê bi eslê xwe gotinên wan pûç û betal in. Ew bi xwestekên xwe yên gunehkar û bi hereketên bêedeb mirovên ku nû ji van tiştên xerab dûr ketine, dixapînin. 19 Ev mamosteyên sexte ji kesên din re soz didin ku ewê azad bibin, lê ew bi xwe xulamên helakê ne. Çimkî mirov dibe xulamê kesê ku wî bindest dike. 20 Eger wan zanîna rast a li ser Efendî û Xelaskarê me Îsa Mesîh bi dest xist û dev ji kirinên pîs ên vê dinyayê berda, lê paşê dîsa vegeriyan û ketin bin destê van tiştan, hingê halê wan ji dema ku wan hîndariyên rast nedizanîn, xerabtir e. 21 Li şûna ku ew emrê pîroz bistînin û dev jê berdin, wê çêtir bûya ku wan rêya rastdariyê qet nizanibûya. 22 Tiştê ku hat serê wan li gor vê gotina pêşiyan bû: “Kûçik vegeriya vereşîna xwe û xenzîr* piştî şûştinê dîsa xwe di nav heriyê de digevizîne.”