Nameya ji Filîpiyan re
2 Çi ji destê we tê bikin ku hûn bi saya Mesîh dilê hevdû xurt bikin. Bi hezkirinê dilê hevdû rehet bikin, xema hevdû bixwin*, ji dil hez bikin û dilşewat bin. 2 Eger hûn wisa bikin, hûnê min gelek dilxweş bikin. Di yekîtiyê de bijîn, ji hevdû hez bikin û di fikir û kirinên xwe de bi temamî bibin yek. 3 Hevrikiya hev nekin* û nebin kesên xwehez, lê dilnizm bin û kesên din ji xwe mezintir bibînin*. 4 Ne bi tenê bala xwe bidin xêra xwe, lê li xêra kesên din jî bigerin.
5 Bila ev nêrîna Mesîh Îsa li ba we hebe: 6 Her çi qas ew di şeklê Xwedê de bû jî, ew qet nedifikirî ku xwe wek Xwedê hesab bike. 7 Lê wî dev ji her tiştî berda û hazir bû ku bibe xulam. Belê, ew bû mirov. 8 Bi ser de, gava ew bû mirov, wî xwe nizm kir û heta mirinê guhdar bû, belê heta mirina li ser darê îşkenceyê. 9 Ji ber vê yekê, Xwedê wezîfeya wî ji ya berê bilindtir kir û navekî ku di ser her navî re ye da wî. 10 Xwedê wisa kir, da ku her kes – kesên li ezmanan, kesên li ser rûyê erdê û kesên di bin erdê de – hurmetê bidin navê wî. 11 Gerek her kes* bi eşkereyî bibêje ku Îsa Mesîh ji bo rûmeta Bavê me Xwedê, Efendiyê me ye.
12 Delalên min, hûn her tim guhdar in, ne bi tenê gava ez li ba we me, lê hê jî zêdetir gava ez ne li ba we me. Loma ez ji we rica dikim ku hûn vê yekê bi tirs û lerizînê dewam bikin, da ku hûn xelas bibin. 13 Yê ku we xurt dike Xwedê ye, û ew hem daxwaz hem jî qewetê dide we ku hûn dilê wî xweş bikin. 14 Her tiştî bê gazin û bê minaqeşe bikin, 15 da ku hûn bibin zarokên Xwedê yên bêsûc û pak. Eger hûn bêleke bimînin, hûnê di nav vî neslê* xerab û jirêderketî de wek ronahiyeke qewî şewq bidin. 16 Xwe qayîm li peyva jiyanê bigirin. Hingê li roja Mesîh sebebekî min wê hebe ku ez kêfxweş bim, çimkî ezê bizanim ku ked û xîreta min ne badîhewa bû. 17 Û eger ez wek pêşkêşa rijandinê li ser qurbana ku hûn ji ber baweriya xwe tînin, bêm rijandin jî, ez dilşad im û bi we hemûyan re kêfxweş im. 18 Ez ji we rica dikim ku hûn jî bi min re kêfxweş bin.
19 Ez hêvî dikim ku Efendiyê me Îsa îznê bide ku ez di nêzîk de Tîmotêyos bişînim ba we. Bi vî awayî, gava ez li ser halê we bibihîzim, dilê min wê rehet bibe. 20 Çimkî tu kesê min wek wî tune ye, yê ku bi dil û can xema we bixwe. 21 Çimkî hemû kesên din ne li feydeya Îsa Mesîh, lê bi tenê li feydeya xwe digerin. 22 Lê hûn dizanin ku Tîmotêyos baş îsbat kir ku ew ne yekî wisa ye. Wî wek zarokekî bi bavê xwe re, bi min re bi dil û can xizmet kir ku mizgîniyê belav bike. 23 Loma gava ez bizanim ku halê min wê çi be, ez hêvî dikim ku ez wî bişînim ba we. 24 Lê belê, ez bawer im ku Efendiyê me wê îznê bide min ku ez bi xwe jî di demeke nêzîk de bêm.
25 Lê niha lazim e ku ez Êpafrodîtos bişînim ba we. Ew birayê min, hevalkarê min û wek min eskerê Mesîh e. Wî wek xeberbêj û xizmetkarê we xizmet kiriye ku alî we bike. 26 Ez wî dişînim, çimkî ew gelek dixwaze we hemûyan bibîne. Ew pir xemgîn e ji ber ku we bihîstibû ku ew nexweş ketibû. 27 Nexweşiya wî ew qas xerab bû ku hindik mabû ew bimire. Lê Xwedê ne bi tenê li wî, lê li min jî hat rehmê, da ku li ser derdên min derdekî din zêde nebe. 28 Loma ezê wî zû bişînim ba we, da ku hûn bi dîtina wî dîsa kêfxweş bin. Hingê xemên min wê kêmtir bin. 29 Çawa ku hûn şagirtên Efendiyê me qebûl dikin, wî jî bi dilekî xweş qebûl bikin û qîmetê bidin zilamên wek wî. 30 Hindik mabû ku ew ji ber îşê Mesîh bimire. Û ji ber ku hûn ne li ba min bûn û we nikaribû alî min bikin, wî jiyana xwe ji bo min xist talûkeyê.