KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • 2. Tîmotêyos 1
  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

2. Tîmotêyos bi Kurtasî

      • Silavên Pawlos (1, 2)

      • Pawlos ji bo baweriya Tîmotêyos ji Xwedê re şikir dike (3-5)

      • “Dayîna xwe wek agir gur bike” (6-11)

      • ‘Xwe li peyvên saxlem û bifeyde bigire’ (12-14)

      • Dost û dijminên Pawlos (15-18)

2. Tîmotêyos 1:2

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    12/2020, r. 28

2. Tîmotêyos 1:5

Jêrenot

  • *

    Yan “nedurû”.

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    4/2022, r. 19-20

2. Tîmotêyos 1:6

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    12/2020, r. 28-29

2. Tîmotêyos 1:7

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 47

2. Tîmotêyos 1:14

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    12/2020, r. 29

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    4/2018, r. 14

  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
  • 17
  • 18
Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
2. Tîmotêyos 1:1-18

2. Tîmotêyos

1 Ez Pawlos, ê ku li gor daxwaza Xwedê û li gor soza jiyana ku bi saya Mesîh Îsa mumkin e, bûme şandiyê Mesîh Îsa, 2 vê nameyê ji kurê xweyî delal Tîmotêyos re dinivîsim:

Bila qenciya mezin, dilovanî û aştiya Bavê me Xwedê û Efendiyê me Mesîh Îsa li ser te be!

3 Şikir ji Xwedê re, yê ku ez mîna bav û kalên xwe jê re xizmeta pîroz dikim. Û ez vê yekê bi wijdanekî paqij dikim. Bi şev û roj ez te di dua û lavayên xwe de tînim zimên. 4 Gava ez hêstirên çavên te tînim bîra xwe, ez bi hesreta wê rojê me ku ezê te bibînim, da ku dilê min bi kêfxweşiyê ve tije bibe. 5 Ez baweriya te ya jidil* tînim bîra xwe. Ev bawerî ji destpêkê ve li ba dapîra te Loîs û diya te Evnîkeyê hebû, û ez ji dil bawer im ku ev bawerî li ba te jî heye.

6 Ji ber vê yekê ez tînim bira te, gava min destê xwe danî ser serê te, te ji Xwedê dayînek stand. Vê dayîna xwe wek agir gur bike. 7 Çimkî ruhê pîroz, ê ku Xwedê dide me, me nake kesên tirsonek, lê ew qewet, hezkirin û maqûliyê dide me. 8 Loma şerm neke ku tu ji bo Efendiyê me şahidiyê bikî. Û ji ber min jî şerm neke ku ez ji bo xatirê Efendiyê me di hebsê de me. Lê hazir be ku tu ji bo xatirê mizgîniyê tengasiyê bikişînî, û di vê yekê de xwe bispêre qudreta Xwedê. 9 Xwedê em xelas kirin û gazî me kir ku em bibin kesên pîroz. Wî ne ji ber kirinên me, lê ji ber daxwaz û qenciya xwe ya mezin gazî me kir. Wî ev qenciya mezin bi saya Mesîh Îsa ji demên berê ve li me kir. 10 Lê ev qenciya mezin bi xuyabûna Xelaskarê me Mesîh Îsa niha eşkere bûye. Îsa mirin ji holê rakir, û wî bi destê mizgîniyê ji me re eşkere kir ku em çawa dikarin jiyan û bedeneke ku narize bistînin. 11 Ji bo vê mizgîniyê, ez wek mizgînvan, şandî û mamoste hatime tayînkirin.

12 Ji ber vê yekê ez tengasiyan dikişînim, lê ez şerm nakim. Çimkî ez kesê ku min pê bawer kiriye nas dikim. Û ez bawer im ku ewê tiştê ku min emanetî wî kiriye heta Roja Hukim biparêze. 13 Xwe li nimûneya peyvên saxlem û bifeyde, yên ku te ji min bihîstine, bigire. Û vê bawerî û hezkirina ku te bi saya yekîtiya bi Mesîh Îsa re bi dest xistiye, nîşan bide. 14 Van tiştên biqîmet, ên ku li te hatine emanetkirin, bi alîkariya ruhê pîroz, ê ku di hundirê me de heye, biparêze.

15 Wek tu dizanî, hemû kesên li herêma Asyayê dev ji min berda. Fîgelos û Hêrmogênês jî dev ji min berda. 16 Bila Xudan rehma xwe li maliyên Onîsîforûs bike, çimkî wî gelek caran dilê min xurt kir û wî ji ber halê min ê girtî şerm nekir. 17 Û gava ez li Romayê bûm, ew bê rawestin li min geriya heta ku wî ez dîtim. 18 Bila Xudanê me Yehowa di Roja Hukim de rehmê li Onîsîforûs bike. Tu jî baş dizanî ku wî li Efesê çi qas tişt ji bo min kirine.

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne