1. Selanîkî
4 Birano, we ji me rêberî stand ku gerek hûn çawa bijîn, da ku hûn dilê Xwedê razî bikin, û hûn eynî wisa jî dikin. Lê niha em bi navê Efendiyê me Îsa ji we rica dikin ku hûn di vê yekê de hê jî zêdetir bi pêş ve herin. 2 Çimkî hûn dizanin ku bi destê Efendiyê me Îsa me çi rêberî daye we.
3 Daxwaza Xwedê ev e ku hûn pîroz bin û xwe ji bêexlaqiya cinsî dûr bigirin. 4 Gerek her yek ji we bizane ku ew çawa bi namûs û bi awayekî pîroz bibe hakimê bedena xwe. 5 Nebin wek kesên ku Xwedê nas nakin û ji xwestekên cinsî yên eyb û şerm têr nabin. 6 Gerek tu kes ji sînorê exlaq dernekeve û zerarê nede birayê xwe. Wek ku me berê hûn tembîh kiribûn, Yehowa kesên ku van tiştan dikin, ceza dike. 7 Belê, Xwedê em ne ji bo mirdariyê, lê ji bo pîroziyê gazî kirine. 8 Îcar, kesê ku vê yekê red dike, ew ne mirovan, lê Xwedayê ku ruhê xweyî pîroz dide we, red dike.
9 Lê belê, ne lazim e ku em di heqê biraheziyê de ji we re tiştekî binivîsin, çimkî hûn ji aliyê Xwedê ve hatine hînkirin ku ji hevdû hez bikin. 10 Hûn jixwe ji birayên li temamiya Makedonyayê hez dikin. Lê birano, em ji we rica dikin ku hûn di vê yekê de hê jî zêdetir bi pêş ve herin. 11 Xîret bikin ku hûn jiyaneke bihizûr bajon û pozê xwe nexin îşên kesên din. Wekî din, çawa ku me li we emir kir bi destê xwe kar bikin. 12 Eger hûn wisa bikin, kesên din wê qedrê we bigirin û hewcedariya we wê bi tiştekî tune be.
13 Birano, em dixwazin ku hûn bizanin ku çi li benda wan kesan e, yên ku di xewa mirinê de ne, da ku hûn wek kesên ku hêviya wan tune ye xeman nexwin. 14 Çimkî eger em bawer dikin ku Îsa mir û ji mirinê hat rakirin, îcar em bawer dikin ku Xwedê wê şagirtên Îsa yên mirî* jî ji mirinê rake ku ew bi wî re bin. 15 Em vê yekê li ser esasê peyva Yehowa ji we re dibêjin: Em, ên ku heta dema hazirbûna Efendiyê me sax dimînin, emê nekevin pêşiya kesên ku di xewa mirinê de ne. 16 Çimkî Efendiyê me wê ji ezmanan dakeve jêr û boriya Xwedê wê di destê wî de be. Ewê li boriyê bixe, û fermana wî bi dengê wî yê serokê melekan wê bê bihîstin. Hingê şagirtên wî yên mirî wê pêşî rabin. 17 Piştre em, ên ku dijîn û sax mane, emê bi wan re di ewran de bên rahiştin ku herin ezmanan ba Efendiyê xwe. Û emê her û her bi Efendiyê xwe re bin. 18 Loma dilê hevdû her tim bi van gotinan rehet bikin.