KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Karên Şandiyan 5
  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

Karên Şandiyan bi Kurtasî

      • Hananya û Safîra (1-11)

      • Şandî gelek mucîzeyan çêdikin (12-16)

      • Şandî tên avêtin hebsê û berdan (17-21a)

      • Dîsa li ber Mehkemeya Bilind a Cihûyan (21b-32)

        • “Gerek em ne guhdariya mirovan, lê guhdariya Xwedê bikin” (29)

      • Şîreta Gamalîêl (33-40)

      • Mizgîniyê mal bi mal belav dikin (41, 42)

Karên Şandiyan 5:2

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 5:6

Jêrenot

  • *

    Yan “veşartin; bin ax kirin”.

Karên Şandiyan 5:12

Jêrenot

  • *

    Rê yan korîdora bi stûn û banî.

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 5:16

Jêrenot

  • *

    Bi herfî “ruhên nepak”.

Karên Şandiyan 5:17

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 5:20

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 5:22

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    3/2020, r. 31

Karên Şandiyan 5:26

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    3/2020, r. 31

Karên Şandiyan 5:27

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 5:28

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

    Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 21

Karên Şandiyan 5:29

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

    Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 21

Karên Şandiyan 5:34

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 5:38

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

    Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 21

Karên Şandiyan 5:39

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

    Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 21

Karên Şandiyan 5:41

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 5:42

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

    Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 18

  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
  • 17
  • 18
  • 19
  • 20
  • 21
  • 22
  • 23
  • 24
  • 25
  • 26
  • 27
  • 28
  • 29
  • 30
  • 31
  • 32
  • 33
  • 34
  • 35
  • 36
  • 37
  • 38
  • 39
  • 40
  • 41
  • 42
Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
Karên Şandiyan 5:1-42

Karên Şandiyan

5 Zilamekî bi navê Hananya bi jina xwe Safîrayê re erdekî xwe firot. 2 Lê belê, wî hinek ji pereyan ji xwe re veşart, û qismê mayî anî û li ber lingên şandiyan danî, û haya jina wî jî bi vê yekê hebû. 3 Lê Petrûs ji Hananya re got: “Hananya, te çima hişt ku Şeytan li ser dilê te tesîr bike ku tu li ruhê pîroz derewan bikî û hinek pereyê erd ji xwe re veşêrî? 4 Berî ku te ew erd firot, ma her tişt ne yê te bû? Û piştî ku te ew firot, ma ne di destê te de bû ku tu bi vî pereyî çi bixwazî bikî? Îcar te çima fikreke wisa xist dilê xwe? Te ne li mirovan, lê li Xwedê derew kir.” 5 Gava ku Hananya ev gotin bihîstin, ew ket erdê û mir. Û tirseke mezin ket dilê hemû kesên ku ev yek bihîst. 6 Hingê çend xort hatin, ew bi kitan pêçandin, birin derve û ew defn kirin*.

7 Weke sê saet bi şûn de jina wî hat, lê haya wê jê tunebû ku çi çêbûye. 8 Petrûs ji wê pirsî: “Ka bibêje, we erdê xwe bi ev qas pereyan firot?” Wê jî got: “Belê, bi ew qasî.” 9 Hingê Petrûs jê re got: “Çima we her duyan li hev kir ku ruhê Yehowa biceribînin? Va ye, kesên ku mêrê te defn kir, li ber derî ne, û ew tên ku te jî bibin derve.” 10 Di cih de ew li ber lingên wî ket erdê û mir. Gava xort ketin hundir û dîtin ku ew miriye, wan ew jî bir û li kêleka mêrê wê defn kir. 11 Hingê tirseke mezin ket dilê temamiya civatê û her kesê ku ev tişt bihîstin.

12 Bi destê şandiyan gelek mucîze û nîşan di nav xelkê de dihatin çêkirin. Ew hemû bi hev re li Eywana* Silêman top dibûn. 13 Rast e, kesên din newêrî bi wan re bin, lê dîsa jî mirovan pesnê wan dida. 14 Û her ku diçû zêdetir jin û zilaman bawerî bi Efendiyê me dianîn û bûn şagirtên wî. 15 Mirovan gelek kesên nexweş dianîn kolanên sereke û ew li wê derê li ser doşekan danîn, da ku gava Petrûs derbas bibe, herî kêm siya wî bikeve ser wan. 16 Wekî din, gelek mirov ji bajarên li derdora Orşelîmê dihatin. Wan kesên nexweş û kesên ku bi cinan* ketibûn dianîn, û ew hemû qenc dibûn.

17 Kahînê mezin û kesên ji mezheba Sadûqiyan, ên ku bi wî re bûn bi hesûdî ve tije bûn. 18 Wan şandî girtin û avêtin hebsa bajêr. 19 Lê belê, melekê Yehowa bi şev hat û deriyên hebsê vekirin, ew derxistin û got: 20 “Herin îbadetgehê û bi dewamî ji mirovan re behsa jiyana ku wê bê, bikin.” 21 Piştî ku wan ev yek bihîst, ew serê sibehê ketin îbadetgehê û dest bi hînkirinê kirin.

Wexta ku kahînê mezin û kesên ku bi wî re bûn hatin, wan Mehkemeya Bilind a Cihûyan û rîspiyên Îsraîlê top kirin û nobedar şandin hebsê ku şandiyan bînin. 22 Lê gava ew gihîştin wê derê, wan şandî li hebsê nedîtin. Hingê ew vegeriyan û gotin: 23 “Me dît ku deriyê hebsê girtî ye û nobedar li ber derî sekinî ne, lê wexta ku me derî vekir, me tu kes li hundir nedît.” 24 Wexta ku fermandarê îbadetgehê û serokên kahînan ev xeber bihîst, ew şaş û metal man û meraq kirin ku netîce wê bibe çi. 25 Wê demê kesek hat û ji wan re got: “Va ye, zilamên ku we avêtin hebsê di îbadetgehê de sekinî ne û xelkê hîn dikin.” 26 Hingê fermandarê îbadetgehê û nobedar çûn ku şandiyan bînin, lê ne bi destê zorê, çimkî ew ditirsiyan ku xelk wan bide ber keviran.

27 Îcar wan şandî anîn ber Mehkemeya Bilind a Cihûyan. Kahînê mezin ji wan pirsî 28 û got: “Me li we emir kir ku hûn bi wî navî hîn nekin, lê we dîsa jî Orşelîm bi hînkirinên xwe ve tije kiriye, û hûn dixwazin sûcê mirina wî mirovî bixin stûyê me.” 29 Lê Petrûs û şandiyên din gotin: “Gerek em ne guhdariya mirovan, lê guhdariya Xwedê bikin. 30 Xwedayê bav û kalên me, Îsayê ku we li dar xistiye û kuştiye, ji mirinê rakiriye. 31 Xwedê ew bilind kiriye û wek Serok û Xelaskar li milê xwe yê rastê daniye, da ku Îsraîl tobe bike û gunehên wan bên efûkirin. 32 Em û ruhê pîroz jî şahidên van tiştan in. Xwedê ev ruhê pîroz daye kesên ku wî wek serok qebûl dikin û guhdariya wî dikin.”

33 Gava wan ev yek bihîst, ew pir hêrs ketin û dixwestin wan bikujin. 34 Lê yekî Fêrisî yê bi navê Gamalîêl, ê ku mamosteyê Qanûnê bû û temamiya xelkê qedrê wî digirt, li Mehkemeya Bilind a Cihûyan rabû û emir da ku şandî ji bo wexteke kin bên derxistin derve. 35 Hingê wî got: “Ya zilamên Îsraîlê, berî ku hûn tiştekî li van mirovan bikin, baş bifikirin. 36 Mesela, berî demekê, zilamekî bi navê Tewdas hebû, yê ku xwe wek kesekî mezin nîşan dida. Û weke 400 zilam bûn piştgirên wî. Lê gava ew hat kuştin, hemû piştgirên wî belav bûn. 37 Piştî wî, di dema navnivîsandinê de, Cihûdayê Celîleyî hat û mirov li pey xwe birin. Lê ew zilam mir, û hemû kesên ku li pey wî diçûn, belav bûn. 38 Ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim, dev ji van mirovan berdin û wan bihêlin, bila ew herin. Çimkî eger ev niyet û îş ji mirovan e, ewê xera bibe. 39 Lê eger ji Xwedê ye, hûnê nikarin wê xera bike. Lê hay ji xwe hebin, da ku hûn nebin kesên ku li dijî Xwedê şer dikin.” 40 Wan guh da wî û gazî şandiyan kir, ew dan ber qamçiyan û li wan emir kir ku ew bi navê Îsa Mesîh xeber nedin, û paşê ew berdan.

41 Gava şandî ji Mehkemeya Bilind a Cihûyan derketin, ew pir kêfxweş bûn, çimkî ji bo wan şerefeke mezin bû ku ew ji ber navê Îsa hatine bêhurmetkirin. 42 Û wan dev jê berneda ku her roj di îbadetgehê de û mal bi mal hîn bikin û mizgîniya li ser Îsa Mesîh belav bikin.

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne