Nameya ji Filîpiyan re
4 Birayên min ên hezkirî, hûn dilxweşî û taca serê min in, û ez pir bêriya we dikim. Delalên min, ez ji we rica dikim ku hûn ji Xudan* re dilsoz bimînin.
2 Ez ji Evodyayê û ji Sintîxayê rica dikim ku ew meseleyên di nav xwe de wek xizmetkarên Xudan safî bikin*. 3 Hevalkarê minî dilsoz, ez ji te jî rica dikim ku tu bi dewamî alî van xwişkan bikî. Van xwişkan bi Klêmens û bi hevalkarên min ên din re, mil bi mil mizgînî bi min re belav dikir. Navê wan hemûyan di kitêba jiyanê de ye.
4 Her tim di xizmeta Xudan de* kêfxweş bin. Ez dîsa dibêjim: Kêfxweş bin! 5 Bila maqûliya we ji her kesî re eşkere be. Ji bîr nekin ku Xudan nêzîk e. 6 Ji bo tu tiştî xeman nexwin, lê her tim ji Xwedê re dua bikin û jê lava bikin ku ew di her tiştî de rêberiya we bike. Û her tim ji wî re şikir bikin. 7 Eger hûn wisa bikin, aştiya Xwedê, ya ku di ser her fehmkirinê re ye, wê dil û hişê* we bi saya Mesîh Îsa biparêze.
8 Îcar birano, bi dewamî li ser tiştên ku rast in, muhîm in*, di çavê Xwedê de adil in, pak in, hêjayî hezkirinê ne, hêjayî hurmetê ne, biexlaq in û hêjayî pesndayînê ne, kûr bifikirin. 9 Li gor tiştên ku hûn ji min hîn bûne, yan we ji min standine, yan we ji min bihîstine yan jî we li ba min dîtine, hereket bikin, û Xwedayê aştiyê wê bi we re be.
10 Ez pir kêfxweş im û ji Xudan re şikir dikim ku we dîsa dest pê kir ku xema min bixwin. Rast e, we her tim xema min dixwar, lê fersenda we tune bû ku hûn vêya nîşan bidin. 11 Ez vê yekê nabêjim ji ber ku ez hewceyî tiştekî me. Ez hîn bûme ku di her hal û rewşê de bi tiştên ku di destê min de hene razî bim. 12 Ez hîn bûme ku ez çawa dikarim bi kêm tiştan bijîm û bi gelek tiştan kêfxweş bim. Ferq nake ku di jiyana min de çi diqewime, ez têr bim, ez birçî bim, di destê min de zêde hebe, di destê min de kêm hebe, min ev sira ku ez çawa bi her halê xwe razî bim, hîn bûme. 13 Ez dikarim her tiştî bi destê Xwedê, yê ku qewetê dide min, bikim.
14 Dîsa jî, we qenc kir ku we di tengasiyên min de alî min kir. 15 Ey Filîpîno, bi xwe hûn dizanin, piştî ku we mizgînî bihîst û ez ji Makedonyayê çûm, bi tenê civata we destek dida min. 16 Gava ez li Selanîkê bûm, we ne tenê carek, lê du caran tiştên ku hewcedariya min bi wan hebûn, ji min re şandin. 17 Ez ne li benda hediyeyan im. Ez bi tenê dixwazim ku hûn xelata ku ji dayînê tê, bistînin. 18 Jixwe, her tiştê ku ji min re lazim e bi zêdeyî li ba min heye. Min ji Êpafrodîtos tiştên ku we şandine, standin û êdî ez ne hewceyî tiştekî me. Hediyeya we mîna qurbaneke ji Xwedê re ye, ya ku bêhnxweş e û li dilê wî xweş tê. 19 Û Xwedayê min wê dewlemendiya xwe ya birûmet bi kar bîne ku her hewcedariya we bi destê Mesîh Îsa bi temamî têr bike. 20 Bila ji Bav û Xwedayê me re her û her rûmet bê dayîn. Amîn.
21 Silavên min li hemû pîrozên Xwedê, yên ku aîdî Mesîh Îsa ne, bikin. Birayên ku bi min re ne silavan li we dikin. 22 Hemû kesên pîroz, bi xisûsî yên ji maliyên Qeyser*, silavan li we dikin.
23 Birano, ji ber sifetên* baş, ên ku hûn nîşan didin, bila kerema Efendiyê me Îsa Mesîh li ser we be. Amîn.