Li gor Meta
25 Hukimdariya ezmanan dişibe deh keçikên ku qendîlên xwe hildan û çûn pêşiya zavê. 2 Ji wan keçikan, pênc bêaqil bûn û pênc jî bihîkmet bûn. 3 Keçikên bêaqil qendîlên xwe hildan, lê rûn bi xwe re nebir, 4 lê keçikên bihîkmet ji xeynî qendîlên xwe zêde rûn jî bi xwe re bir. 5 Ji ber ku zava dereng ket, xewa wan hemûyan hat û ew bi xew re çûn. 6 Nîvê şevê dengek hat: ‘Va ye, zava tê! Derkevin, herin pêşiya wî.’ 7 Hingê hemû keçik rabûn û qendîlên xwe hazir kirin. 8 Keçikên bêaqil ji yên bihîkmet re got: ‘Ka hinek rûnê xwe bidin me, çimkî hindik maye ku qendîlên me bitemirin.’ 9 Keçikên bihîkmet got: ‘Belkî rûnê me têra me hemûyan neke, loma herin ba kesên ku rûn difiroşin û ji xwe re rûn bikirin.’ 10 Gava ew çûn ku rûn bikirin, zava hat. Keçikên ku hazir bûn bi wî re ketin cihê dawetê, û derî hat girtin. 11 Paşê keçikên din jî hatin û gotin: ‘Ezbenî, Ezbenî, derî li me veke!’ 12 Wî ji wan re got: ‘Bi rastî ez we nas nakim.’
13 Loma hişyar bimînin, çimkî hûn ne roj û ne jî saetê dizanin.
14 Wekî din, Hukimdariya ezmanan dişibe zilamekî ku xulamên xwe gazî ba xwe kirin, da ku mal û milkê xwe emanetî wan bike berî ku ew here welatekî din. 15 Wî li gor hunerên xulaman talent* dan wan: 5 talent dan yekî, 2 talent dan yê din û 1 talent jî da yê sisêyan. Piştî vê yekê, ew çû welatekî din. 16 Xulamê ku 5 talent standibûn zû rabû û bi van talentan îşê kirîn û firotinê kir. Bi vî awayî, wî 5 talentên din qezenc kirin. 17 Mîna wî, xulamê diduyan, ê ku 2 talent standibûn, 2 talentên din qezenc kirin. 18 Lê xulamê ku 1 talent standibû çû û erd kola û pereyê* axayê xwe di bin erdê de veşart.
19 Piştî wexteke dirêj, axayê wan xulaman vegeriya û hesabê xwe bi wan re kir. 20 Xulamê ku 5 talent standibûn hat û 5 talentên din jî bi xwe re anîn û got: ‘Axayê min, te 5 talent emanetî min kiribûn. Ka binêre, min 5 talentên din jî qezenc kirin.’ 21 Axayê wî ji wî re got: ‘Aferim, ey xulamê baş û dilsoz! Tu ji bo hindik tiştan dilsoz derketî, loma ezê gelek tiştan emanetî te bikim. Were û bi axayê xwe re dilxweş be.’ 22 Paşê xulamê ku 2 talent standibûn hat û got: ‘Axayê min, te 2 talent emanetî min kiribûn. Ka binêre, min 2 talentên din jî qezenc kirin.’ 23 Axayê wî ji wî re got: ‘Aferim, ey xulamê baş û dilsoz! Tu ji bo hindik tiştan dilsoz derketî, loma ezê gelek tiştan emanetî te bikim. Were û bi axayê xwe re dilxweş be.’
24 Li dawiyê, xulamê ku 1 talent standibû hat û got: ‘Axayê min, min dizanibû ku tu mirovekî sert û hişk î. Li cihê ku te neçandiye tu didirûyî, û li cihê ku te nereşandiye tu didî ber hev. 25 Loma ez tirsiyam û min talenta te di bin erdê de veşart. Ha, bila talenta te ji te re be.’ 26 Axayê wî ji wî re got: ‘Ey xulamê xerab û tembel! Te dizanibû ku li cihê ku min neçandiye ez didirûm, û li cihê ku min nereşandiye ez didim ber hev, ma ne wisa ye? 27 Îcar te gerek pereyê min bidaya bankayê, û wexta ku ez vegerim, minê zêdetir pere bistanda.
28 Loma talentê ji wî bistînin û bidin xulamê ku 10 talentên wî hene. 29 Çimkî li ba kê heye, ewê zêdetir bistîne, û ji destê wî wê kêm nebe. Lê li ba kê tune ye, tiştê ku li ba wî heye jî wê ji wî bê standin. 30 Vî xulamê bêkêr bavêjin derve, nav tariyê. Li wê derê, ewê bike qîrîn û bi diranên xwe qirçeqirçê bike.’
31 Gava Kurê Mirov di rûmeta xwe de bi hemû melekan re were, ewê li ser textê xweyî birûmet rûne. 32 Hemû milet wê li ber wî bên topkirin, û çawa ku şivanek miyan ji bizinan vediqetîne, ewê mirovan ji hevdû veqetîne. 33 Ewê miyan bide aliyê xwe yê rastê û bizinan bide aliyê xwe yê çepê.
34 Hingê Padîşah wê ji wan kesan re, yên ku li aliyê wî yê rastê ne, bibêje: ‘Werin ba min, ey hûn, ên ku ji aliyê Bavê min ve hatine bereketkirin. Û Padîşahiya* ku ji destpêka dinyayê ve ji bo we hatiye hazirkirin, mîras bistînin. 35 Çimkî ez birçî bûm û we xwarin da min. Ez tî bûm û we av da min. Ez kesekî xerîb bûm û we ez wek mêvan anîm mala xwe. 36 Ez tazî bûm û we kinc li min kirin. Ez nexweş bûm û we li min nêrî. Ez di hebsê de bûm û hûn hatin ba min.’ 37 Hingê kesên rast wê bibêjin: ‘Efendiyê me, kengê me tu birçî dîtî û xwarin da te, yan tu tî dîtî û av da te? 38 Kengê me tu wek kesekî xerîb dîtî û tu wek mêvan anî mala xwe, yan tazî dîtî û kinc li te kirin? 39 Kengê me tu nexweş yan di hebsê de dîtî û hatin ba te?’ 40 Padîşah wê ji wan re bibêje: ‘Bi rastî, her tiştê ku we ji bo yek ji birayên min ên herî biçûk kiriye, we ji bo min kiriye.’
41 Hingê ewê ji wan kesan re, yên ku li aliyê wî yê çepê ne, bibêje: ‘Hûn ên lanetkirî, ji min dûr bikevin! Bikevin nav agirê herheyî, yê ku ji bo Îblîs û cinên wî* hatiye hazirkirin. 42 Çimkî ez birçî bûm, lê we xwarin neda min. Ez tî bûm, lê we av neda min. 43 Ez kesekî xerîb bûm, lê we ez wek mêvan neanîm mala xwe. Ez tazî bûm, lê we kinc li min nekirin. Ez nexweş bûm û di hebsê de bûm, lê we li min nenêrî.’ 44 Hingê ewê ji wî re bibêjin: ‘Efendiyê me, kengê me tu birçî, yan tî, yan wek kesekî xerîb, yan tazî, yan nexweş, yan di hebsê de dîtî û em li te xwedî derneketin?’ 45 Îcar ewê ji wan re wisa bibêje: ‘Bi rastî, her tiştê ku we ji bo yek ji birayên min ên herî biçûk nekiriye, we ji bo min jî nekiriye.’ 46 Ewê herin mirina herheyî*, lê yên rast wê jiyana herheyî bistînin.”