Nameya ji Galatiyan re
1 Ez Pawlos, ne bi destê mirovan, lê bi destê Îsa Mesîh û Bavê me Xwedê, yê ku Mesîh ji mirinê rakiriye, wek şandî hatime hilbijartin. 2 Ez û hemû birayên ku bi min re ne silavan ji civatên Galatyayê re dişînin.
3 Bila kerem û aştiya Bavê me Xwedê û Efendiyê me Îsa Mesîh li ser we be. 4 Mesîh xwe ji bo gunehên me kir qurban, da ku me ji vê dinyaya xerab xelas bike. Ev yek li gor daxwaza Bavê me Xwedê bû, 5 yê ku her û her hêjayî rûmetê ye. Amîn.
6 Ez şaş dimînim ku hûn ew qas zû dev ji Xwedê, yê ku bi kerema Mesîh gazî we kiriye, berdidin û mizgîniyeke din qebûl dikin. 7 Bi rastî, mizgîniyeke din tune ye. Lê hin kes hene ku dixwazin we tevlihev bikin û mizgîniya li ser Mesîh xera bikin. 8 Eger kesek ji me yan melekek ji ezmanan ji we re ne mizgîniya ku me belav kiriye, lê mizgîniyeke din belav bike, bila lanet li wî kesî be. 9 Wek me berê got, ez dîsa dibêjim: Eger kesek ji xeynî mizgîniya ku we qebûl kiriye, mizgîniyeke din belav bike, bila lanet li wî kesî be.
10 Ma ez dixwazim dilê mirovan yan jî dilê Xwedê razî bikim? Eger ez dixwazim dilê mirovan razî bikim, ez ne xulamê Mesîh im. 11 Birano, bizanin ku mizgîniya ku min ji we re belav kiriye, ne ji mirovan e. 12 Çimkî min ev mizgînî ne ji mirovan stand, û ne jî wan ez hîn kirim, lê min ev mizgînî ji Îsa Mesîh stand.
13 Wek hûn dizanin, gava ez berê di dînê Cihûyan de bûm, min gelek zilm û zordarî li civatên Xwedê dikir û min gelek tiştên xerab anîn serê wan. 14 Ez di nav miletê xwe de ji gelek kesên ku di emrê min de bûn zêdetir di dînê Cihûyan de bi pêş ve diçûm. Çimkî ez ji bo adetên bav û kalên xwe zêdetir xîretkêş bûm. 15 Lê Xwedê, yê ku îzin da ku ez bêm dinyayê, bi kerema xwe gazî min kir. Wî dixwest 16 min bi kar bîne ku ez mizgîniyê bidim miletên din, da ku ew Kurê wî nas bikin. Gava wî ez hilbijartim ku vêya bikim, ez bi tu kesî re neşêwirîm. 17 Û ez neçûm Orşelîmê ba kesên ku berî min bûbûn şandî. Lê belê ez çûm Erebistanê û paşê vegeriyam Şamê.
18 Paşê, piştî sê salan, ji bo ku ez Kîfas* ziyaret bikim, ez hilkişiyam Orşelîmê û 15 roj li ba wî mam. 19 Lê ji xeynî Aqûbê birayê Efendiyê me, min tu şandiyên din nedîtin. 20 Xwedê şahid e: Hemû tiştên ku ez dinivîsim rast in.
21 Paşê ez çûm herêmên Sûriye û Kîlîkyayê. 22 Lê şagirtên Mesîh ên li civatên Cihûstanê ez bi şexsî nas nedikirim. 23 Wan bi tenê ev yek dibihîst: “Zilamê ku berê zilm û zordarî li me dikir, niha mizgîniya li ser baweriya ku wî berê dixwest ji holê rake, belav dike.” 24 Gava wan li ser min bihîst, wan dest pê kir ku rûmetê bidin Xwedê.