Îbranî
3 Loma, ey birayên pîroz, ên ku hatine gazîkirin* ku herin ezmanan, bala xwe bidin şandî û kahînê mezin, yanî Îsa, yê ku em qebûl dikin. 2 Çawa ku Mûsa, gava wî di mala Xwedê de xizmet dikir, ji Xwedê re dilsoz bû, Îsa jî ji Xwedayê ku ew tayîn kiriye re dilsoz e. 3 Lê Îsa ji Mûsa hê zêdetir hêjayî rûmetê ye, çimkî yê ku malekê ava dike, ji malê zêdetir hêjayî rûmetê ye. 4 Helbet her mal bi destê kesekî tê avakirin, lê yê ku her tişt çêkiriye*, Xwedê ye. 5 Mûsa di mala Xwedê de xizmetkarekî dilsoz bû. Xizmeta wî ji bo tiştên ku wê paşê eşkere bibin, şahidî kir. 6 Lê Mesîh wek kurekî dilsoz li ser mala Xwedê mesûl bû. Eger em bi dewamî bi dilekî xurt xeber bidin û xwe heta dawiyê li hêviya xwe qayîm bigirin, em mala Xwedê ne.
7 Loma, wek ku ruhê pîroz dibêje: “Îro, eger hûn dengê wî bibihîzin, 8 dilê xwe wek bav û kalên xwe hişk nekin, çimkî wan bi vê yekê hêrsa Xwedê radikir. Li roja ku wan li çolê Xwedê ceriband, wan ev yek kir. 9 Her çi qas bav û kalên we 40 sal karên min didîtin jî, wan ez li wê derê ceribandim. 10 Ji ber vê yekê, ev nesil* di çavê min de pîs bû û min got: ‘Ew her tim di dilê xwe de ji rê derdikevin, û wan rêyên min nas nekirin.’ 11 Loma min di hêrsa xwe de sond xwar: ‘Ewê nekevin nav warê rehetiya min.’”
12 Birano, hay ji xwe hebin ku dilê we ji ber ku hûn ji Xwedayê herheyî dûr dikevin, xerab û bêbawer nebe. 13 Lê hûn bi dewamî her roj heta ku jê re roja “Îro” tê gotin dilê hevdû xurt bikin, da ku dilê tu kesî ji we ji ber xapandina guneh hişk nebe. 14 Eger em xwe heta dawiyê li baweriya ku me ji destpêkê ve bi Mesîh aniye bigirin, bi tenê hingê emê bibin hevparên wî. 15 Çawa ku hatiye gotin: “Îro, gava hûn dengê wî bibihîzin, dilê xwe wek bav û kalên xwe hişk nekin, çimkî wan bi vê yekê hêrsa Xwedê rakir.”
16 Ma kê dengê Xwedê bihîst û dîsa jî hêrsa wî rakir? Ma ne ew hemû kes bûn, ên ku bi rêberiya Mûsa ji Misrê derketin? 17 Û kî 40 sal di çavê Xwedê de pîs bû? Ma ne ew kes bûn, ên ku guneh dikirin û cesedên wan li çolê riziyan? 18 Û wî ji kê re sond xwar ku ewê nekevin nav warê rehetiya wî? Ma wî ne ji kesên ku ne guhdar bûn re sond xwar? 19 Îcar em dibînin ku wan ji ber bêbaweriya xwe nikaribû bikevin nav warê rehetiya wî.