Îbranî
7 Ev Melkîsedek padîşahê Salêmê û kahînê Xwedayê Jorîn bû. Gava Birahîm ji şerê ku ew li dijî padîşahan bi ser ket vegeriya, ew rastî Melkîsedek hat, û Melkîsedek ji bo wî dua kir û xêra Xwedê xwest. 2 Birahîm ji her tiştî dehyek da wî. Tercûmeya navê wî “Padîşahê Rastdariyê” ye. Wekî din, ew padîşahê Salêmê bû, û ev yek tê maneya “Padîşahê Aştiyê”. 3 Ne bav, ne dayik, ne jî navnameya bav û kalên wî hebû. Wekî din, ne destpêka rojên wî, ne jî dawiya jiyana wî hebû. Û ji ber ku ew di vê yekê de wek kurê Xwedê bû, ewê her û her kahîn bimîne.
4 Binêrin ev zilam çi qas mezin bû! Ji ber vê yekê, bavkalê me Birahîm jî ji tiştên herî baş, ên ku wî di şer de bi dest xistin, dehyek da wî. 5 Li gor Qanûnê lazim bû ku kurên Lêwî, yên ku wek kahîn hatine tayînkirin, ji xelkê, yanî ji birayên xwe, her çi qas ew ji zuriyeta Birahîm bûn jî, dehyekê bistînin. 6 Lê vî zilamî, yê ku ne ji malbata Lêwî bû, ji Birahîm dehyek stand, û wî kesê ku sozên Xwedê standibûn dua kir û xêra Xwedê xwest. 7 Bê guman, yê ku dua dike û xêra Xwedê dixwaze ji yê ku ji bo wî tê duakirin, mezintir e. 8 Zilamên ji eşîra Lêwî dehyek distand, lê ew zilam mirin. Lê Nivîsarên Pîroz dibêjin ku zilamê din, ê ku dehyek stand, sax e. 9 Em dikarin bibêjin ku Lêwiyê ku dehyekê distîne jî, bi destê Birahîm dehyek daye. 10 Çimkî gava Melkîsedek rastî Birahîm hat, Lêwiyê ku ji zuriyeta Birahîm bû hê nehatibû dinyayê.
11 Li gor Qanûna Mûsa, ya ku ji Îsraîliyan re hatibû dayîn, kahîn ji eşîra Lêwî dihatin tayînkirin. Eger kahînên ji nav eşîra Lêwî bikaribûya me bigihînin bêqisûriyê, îcar ma ji me re kahînekî wek Melkîsedek lazim e? Ma kahînekî wek Harûn ne bes bû? 12 Lê ji ber ku kahîntî hat guhertin, gerek Qanûn jî bê guhertin. 13 Çimkî zilamê ku behsa wî tê kirin ji eşîreke din e. Û ji vê eşîrê tu kesî li ber qurbangehê xizmet nekiriye. 14 Eşkere ye ku Efendiyê me ji eşîra Cihûda ye. Lê Mûsa negotiye ku ji vê eşîrê kahîn wê derkevin.
15 Gava kahînekî din, ê ku wek Melkîsedek kahîn e, derdikeve, ev yek hê jî zelaltir dibe. 16 Ew bûye kahîn, ne ji ber ku ew ji vê eşîrê bû ku li gor Qanûnê dikarin kahîntiyê bikin, lê bi saya qeweta ku jiyanê dide wî, ya ku tu kes nikare tune bike. 17 Çimkî li ser wî wisa tê gotin: “Tu her û her kahîn î, wek Melkîsedekê kahîn.”
18 Îcar, ji ber ku emrên berê sist û bêfeyde bûn, ew hatin betalkirin. 19 Çimkî Qanûnê tu tişt negihand bêqisûriyê, lê Xwedê hêviyeke çêtir daye me, ya ku her tiştî digihîne bêqisûriyê. Bi saya vê hêviyê em nêzîkî Xwedê dibin. 20 Ji ber ku Îsa bi sonda Xwedê wek kahîn hat tayînkirin 21 (erê, zilam hene, yên ku bê sond bûne kahîn, lê Îsa bi saya sonda wî, yê ku wisa gotiye, bû kahîn: “Yehowa sond xwar, û ewê fikra xwe neguherîne*: ‘Tu her û her kahîn î’”), 22 Îsa bi xwe bû îsbata vê yekê ku peymaneke çêtir wê bê cih. 23 Wekî din, gelek kes li pey hev dibûn kahîn, çimkî mirinê nehişt ku ew xizmeta xwe dewam bikin. 24 Lê ji ber ku Îsa her û her dijî, xizmeta wî wek kahîn xelas nabe. 25 Û ji ber vê yekê, ew dikare kesên ku bi navê wî ji Xwedê re dua dikin, xelas bike. Çimkî ew her tim dijî û dikare ji bo wan ji Xwedê rica bike ku ew alî wan bike.
26 Ji me re lazim e ku kahînê meyî mezin tam yekî wisa be. Ew dilsoz e, bêsûc e û bêleke ye. Wekî din, ew ne wek kesên gunehkar e, û ew heta ezmanan hatiye bilindkirin. 27 Ne lazim e ku ew wek kahînên mezin ên din her roj pêşî ji bo gunehên xwe û paşê ji bo gunehên xelkê qurbanan pêşkêş bike. Çimkî gava wî canê xwe qurban kir, wî ev yek bi tenê carek kir, û qurbana wî ji bo mirovan her û her bifeyde ye. 28 Li gor Qanûnê, mirovên ku şaşiyên wan hene jî wek kahînên mezin tên tayînkirin. Lê li gor sonda ku piştî Qanûnê hatibû dayîn, Kurekî ku heta hetayê kamil e hatiye tayînkirin.