KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • 1. Yûhena 5
  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

1. Yûhena bi Kurtasî

      • Kesê ku bi Îsa bawer dike li hember dinyayê bi ser dikeve (1-12)

        • “Hezkirina Xwedê ev e ku em emrên wî bînin cih” (3)

      • Dua biqewet e (13-17)

      • Li vê dinyaya xerab hay ji xwe hebin (18-21)

        • Temamiya dinyayê di destê Îblîs de ye (19)

1. Yûhena 5:3

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 8

1. Yûhena 5:6

Jêrenot

  • *

    Li vir “av” behsa vaftîzbûna Îsa dike û “xwîn” behsa qurbanbûna wî dike.

  • *

    Bi herfî “ruh rastî ye”.

1. Yûhena 5:14

Jêrenot

  • *

    Yan “Em dikarin bi serbestî bi Xwedê re xeber bidin”.

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 9

1. Yûhena 5:18

Jêrenot

  • *

    Bi herfî “yê xerab”.

1. Yûhena 5:19

Jêrenot

  • *

    Bi herfî “yê xerab”.

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 26

1. Yûhena 5:21

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 45

  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
  • 17
  • 18
  • 19
  • 20
  • 21
Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
1. Yûhena 5:1-21

1. Yûhena

5 Her kesê ku bawer dike ku Îsa Mesîh e, ew zarokê Xwedê ye. Û her kesê ku ji Bav hez dike, ji zarokên wî jî hez dike. 2 Eger em ji Xwedê hez dikin û emrên wî tînin cih, em dizanin ku em ji zarokên Xwedê hez dikin. 3 Hezkirina Xwedê ev e ku em emrên wî bînin cih, û emrên wî ne zehmet in. 4 Çimkî her zarokê Xwedê li hember dinyayê bi ser dikeve. Em bi destê baweriya xwe li hember dinyayê bi ser ketine.

5 Kî dikare li hember dinyayê bi ser bikeve? Ma ne kesê ku bawer dike ku Îsa Kurê Xwedê ye? 6 Îsa Mesîh bi av û xwînê* hat. Ew ne tenê bi avê, lê bi av û xwînê hat. Ruh şahidê vê yekê ye, çimkî ruh rastiyê eşkere dike*. 7 Sê tişt hene, yên ku şahidiyê dikin ku Îsa kî ye: 8 Ruh, av û xwîn. Şahidiya van her sisêyan yek e.

9 Bêguman şahidiya Xwedê ji şahidiya mirovan, a ku em qebûl dikin, mezintir e, çimkî Xwedê bi xwe li ser Kurê xwe şahidiyê dike. 10 Kesê ku baweriya xwe bi Kurê Xwedê tîne, her tiştê ku Xwedê jê re gotiye di dilê wî de ye. Lê kesê ku bi Xwedê bawer nake, Xwedê dike derewkar, çimkî ew baweriya xwe bi şahidiya Xwedê ya li ser Kurê wî nayne. 11 Şahidî ev e: Xwedê jiyana herheyî daye me, û em vê jiyanê bi destê Kurê wî distînin. 12 Kesê ku Kur qebûl dike, hêviya jiyana herheyî li ba wî heye. Lê kesê ku Kur qebûl nake, hêviya jiyana herheyî li ba wî tune ye.

13 Ez van tiştan ji we re, yên ku baweriya xwe bi navê Kurê Xwedê tînin, dinivîsim, da ku hûn bizanin ku hêviya jiyana herheyî li ba we heye. 14 Em bawer dikin* ku gava em tiştekî li gor daxwaza Xwedê ji wî bixwazin, ew guh dide me. 15 Û madem ku em dizanin ku ew guh dide her tiştê ku em ji wî dixwazin, em dizanin ku emê van tiştan bistînin, çimkî me ew ji wî xwestine.

16 Eger kesek bibîne ku birayê wî guneh dike, û ev ne gunehekî wisa ye ku hêjayî mirinê ye, bila ew ji bo wî dua bike, û Xwedê wê jiyanê bide vî birayî. Erê, Xwedê wê jiyanê bide wan kesan, ên ku gunehên wan ne hêjayî mirine ne. Lê gunehek heye ku hêjayî mirinê ye. Ez nabêjim ku gerek ev kes ji bo kesên ku gunehekî wisa dikin, dua bike. 17 Her neheqî guneh e, lê gunehek heye ku ne hêjayî mirinê ye.

18 Em dizanin ku her kesê ku zarokê Xwedê ye guneh nake, lê Kurê Xwedê wî diparêze, û Îblîs* nikare zerarê bide wî. 19 Em dizanin ku em ji Xwedê ne, lê temamiya dinyayê di bin destê Îblîs* de ye. 20 Em dizanin ku Kurê Xwedê hatiye ser rûyê erdê, û wî fehmdarî daye me, da ku em bizanin ku Xwedayê rast kî ye. Û em bi destê Kurê wî Îsa Mesîh bi Xwedayê rast re di yekîtiyê de ne. Erê, ew Xwedayê rast e û çavkaniya jiyana herheyî ye. 21 Zarokên min ên delal, xwe ji pûtan dûr bigirin.

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne