Li gor Meta
13 Wê rojê, Îsa ji malê derket û çû li ber behrê rûnişt. 2 Li dora wî gelek mirov top bûn, loma ew li qeyîkê* siwar bû û rûnişt, û xelk li ber devê behrê sekinî bû. 3 Îsa gelek tişt bi mîsalan ji wan re gotin: “Cotkarek derket ku toxim biçîne. 4 Gava wî toxim direşand, hin toxim ketin ser rê, û çivîk hatin û ew xwarin. 5 Hin toxim ketin ser erdê kevirî, yê ku axa wî kêm bû. Ji ber ku axa li wê derê ne kûr bû, toxim zû şîn bûn. 6 Lê gava roj derket, ew nebat şewitîn û ji ber ku kokên wan tunebûn, ew hişk bûn. 7 Hin toxim ketin nav striyan, strî derketin û nebat fetisandin. 8 Lê belê, hin toxim ketin ser erdê baş, yekî 100, yê din 60 û yê din jî 30 qat ber da. 9 Guhên kê hene, bila baş guh bide.”
10 Şagirtên Îsa hatin ba wî û jê pirsîn: “Tu çima bi destê mîsalan bi wan re xeber didî?” 11 Wî ji wan re got: “Sirên pîroz ên Hukimdariya ezmanan ji we re hatine vekirin, lê ji wan re nehatine vekirin. 12 Çimkî li ba kê heye, ewê zêdetir bistîne, û ji destê wî wê kêm nebe. Lê li ba kê tune ye, tiştê ku li ba wî heye jî wê ji wî bê standin. 13 Loma ez bi destê mîsalan bi wan re xeber didim. Çimkî ew dinêrin, lê nabînin, ew guh didin, lê nabihîzin û fehm nakin. 14 Li ser wan, gotinên Îşaya pêxember tên cih: ‘Hûn bibihîzin jî, hûnê tu caran fehm nekin. Hûn binêrin jî, hûnê tu caran nebînin. 15 Çimkî dilê vî miletî hişk bûye, wan bi guhên xwe bihîst, lê hereket nekir, û wan çavên xwe girtin, da ku ew bi çavên xwe nebînin, û bi guhên xwe nebihîzin û bi dilê xwe fehm nekin û venegerin ba min ku ez wan qenc bikim.’
16 Lê hûn dilxweş in, çimkî çavên we dibînin û guhên we dibihîzin. 17 Bi rastî, hesreta gelek pêxemberan û gelek mirovên rast ew bû ku tiştên ku hûn dibînin, bibînin, lê wan nedît û tiştên ku hûn dibihîzin, bibihîzin, lê wan nebihîst.
18 Niha rind guh bidin mîsala cotkar. 19 Maneya toximên ku ketine ser rê ev e: Gava kesek xebera di heqê Hukimdariyê de dibihîze, lê maneya wê fehm nake, Îblîs* tê û tiştên ku di dilê wî de hatine çandin, derdixe. 20 Maneya toximên ku ketine ser erdê kevirî ev e: Kesek vê xeberê dibihîze û di cih de bi kêfxweşî qebûl dike, 21 lê ji ber ku di dilê wî de kok tune ye, ev xeber bi tenê ji bo demekê mezin dibe. Û paşê, gava ew ji ber vê xeberê tengasî û zilmê dikişîne, ew di cih de ji rê derdikeve. 22 Maneya toximên ku ketine nav striyan ev e: Kesek vê xeberê dibihîze, lê ev xeber di nav xemên vê dinyayê û xapandina dewlemendiyê de difetise û ew bê ber dimîne. 23 Û maneya toximên ku li erdê baş hatine çandin ev e: Kesek vê xeberê dibihîze, maneya wê fehm dike û ber dide. Yekî 100, yê din 60 û yê din jî 30 qat ber dide.”
24 Îsa behsa mîsaleke din jî kir û got: “Hukimdariya ezmanan dişibe zilamekî ku toximê baş li erdê xwe diçand. 25 Lê dema ku her kes razayî bû, dijminê wî hat, di nav genim de zîwan çandin û çû. 26 Gava genim şîn bû û ber da, zîwan jî xuya bûn. 27 Xulamên xwediyê malê hatin ba wî û ji wî re got: ‘Axayê me, ma te toximên baş di zeviya xwe de neçandibûn? Îcar ev zîwan ji ku derê hatin?’ 28 Wî ji wan re got: ‘Dijminekî ev yek kir.’ Xulam ji wî pirsî: ‘Gelo tu dixwazî ku em herin û wan bikişînin?’ 29 Wî got: ‘Na, çimkî gava hûn zîwanê bikişînin, dibe ku hûn genim jî pê re bikişînin. 30 Bihêlin, bila heta dema dirûnê her du bi hev re mezin bibin. Wê çaxê ezê ji paleyan re bibêjim: Pêşî zîwanê bidin ber hev û ji bo şewitandinê girêdin. Piştre, genim bidin ber hev û bixin embarên min.’”
31 Îsa behsa mîsaleke din jî kir û got: “Hukimdariya ezmanan dişibe toximê xerdelê, yê ku zilamekî li zeviya xwe çand. 32 Rast e, ew ji hemû toximan yê herî biçûk e, lê gava ew mezin dibe, ew ji nebatên baxçe mezintir dibe. Ew dibe dareke wisa ku çivîkên ezmanan li ser çiqilên wê bi cih dibin.”
33 Wî ji wan re mîsaleke din jî got: “Hukimdariya ezmanan dişibe hevîrtirşê ku jinekê hilda, xist nav 3 çapên ar* û hevîr strand heta ku temamiya hevîr tirş bû.”
34 Îsa ev hemû tişt bi destê mîsalan ji xelkê re digotin. Wî bê mîsal tu tişt ji wan re nedigot, 35 da ku ev gotinên pêxember bên cih: “Ezê devê xwe vekim û bi mîsalan xeber bidim. Ezê tiştên ku ji destpêkê ve* veşartî bûn, eşkere bikim.”
36 Piştî ku Îsa xelk şand, ew ket malê. Şagirtên wî hatin ba wî û ji wî re got: “Maneya mîsala zîwanên li zeviyê ji me re şirove bike.” 37 Îsa cewab da: “Yê ku toximê baş çand Kurê Mirov e, 38 zevî dinya ye, û toximên baş jî kurên Hukimdariyê ne, lê zîwan kurên Îblîs* in. 39 Û dijminê ku ew çandine Îblîs e. Dirûn rojên dawîn ên vê dinyayê ne, û pale jî melek in. 40 Îcar çawa ku zîwan tên berhevdan û di nav êgir de tên şewitandin, rojên dawîn ên vê dinyayê jî wê wisa bin. 41 Kurê Mirov wê melekên xwe bişîne, û ewê di Hukimdariya wî de yên ku kesên din dixin guneh û yên ku xerabiyê* dikin, bidin ber hev, 42 û ewê wan bavêjin nav agirekî mezin. Li wê derê, ewê bikin qîrîn û bi diranên xwe qirçeqirçê bikin. 43 Hingê, yên rast wê di Hukimdariya Bavê xwe de wek rojê şewq bidin. Guhên kê hene, bila baş guh bide.
44 Hukimdariya ezmanan dişibe xezîneyeke ku di zeviyekê de hatiye veşartin. Zilamekî ew xezîne dît û dîsa veşart. Ji ber vê yekê, ew bi kêfxweşî çû, hemû mal û milkê xwe firot û ew zevî kirî.
45 Wekî din, Hukimdariya ezmanan dişibe bazirganekî ku li moriyên* xweşik digeriya. 46 Piştî ku wî moriyeke pir giranbiha dît, ew bi lez çû, hemû mal û milkê xwe firot û ew morî kirî.
47 Wekî din, Hukimdariya ezmanan dişibe toreke ku hat avêtin nav behrê, û cure cure masî diketin vê torê. 48 Gava tor tije bû, masîgiran tor kişand ber devê behrê. Paşê ew rûniştin û masiyên baş kirin selikan, lê yên nebaş avêtin. 49 Rojên dawîn ên vê dinyayê wê eynî bibin. Melek wê bên û wê mirovên xerab ji mirovên rast veqetînin. 50 Û yên xerab wê bên avêtin nav agirekî mezin, û li wê derê ewê bikin qîrîn û bi diranên xwe qirçeqirçê bikin.”
51 Îsa ji şagirtên xwe pirsî: “Gelo we maneya van hemû tiştan fehm kir?” Wan got: “Erê.” 52 Paşê wî ji wan re got: “Îcar bizanibin, mamosteyê ku di heqê Hukimdariya ezmanan de hîn dibe, dişibe xwediyê malê, yê ku ji xezîneya* xwe tiştên nû û tiştên kevn derdixe.”
53 Piştî ku Îsa behsa van mîsalan kir, ew ji wê derê çû. 54 Ew gihîşt herêma xwe û mirov di sînagogê* de hîn dikirin. Xelk ecêbmayî ma û got: “Gelo vî zilamî hîkmet û qudreta ku van mucîzeyan çêke ji ku standiye? 55 Ma ew ne kurê xerat e? Ma diya wî ne Meryem e? Ma Aqûb, Ûsiv, Şîmûn û Cihûda ne birayên wî ne? 56 Û ma hemû xwişkên wî di bajarê me de najîn? Îcar kê ev hîkmet û qudreta ku van mucîzeyan çêke, dane wî?” 57 Loma wan nexwest bi wî bawer bikin*. Lê Îsa ji wan re got: “Qedrê pêxemberekî li her derê tê girtin, lê ne li bajar û malbata wî.” 58 Ji ber bêbaweriya wan, wî li wê derê gelek mucîze çênekirin.