Li gor Marqos
9 Wekî din, wî ji wan re got: “Bi rastî: Li vir di nav we de hin mirov hene, ewê nemirin* heta ku ew bibînin ku Hukimdariya Xwedê bi qudret hatiye.” 2 Piştî şeş rojan, Îsa bi tenê Petrûs, Aqûb û Yûhena bi xwe re birin û hilkişiya serê çiyayekî bilind. Û wan dît ku xuyabûna Îsa hat guhertin. 3 Kincên wî dibiriqîn û ew qas spî bûn ku li ser rûyê erdê tu kes nikare kincan wisa spî bike. 4 Wekî din, Êlyas û Mûsa li wan xuya bûn, û wan bi Îsa re sohbet kir. 5 Petrûs ji Îsa re got: “Mamoste, çi qas baş e ku em li vir in. Were em sê konan deynin, yekî ji bo te, yekî ji bo Mûsa û yekî jî ji bo Êlyas.” 6 Bi rastî wî nizanibû çi bike, çimkî ew pir tirsiyan. 7 Ewrek çêbû û daket ser wan, û dengek ji ewr hat: “Ev e Kurê min ê delal. Guh bidin wî.” 8 Gava wan li derdora xwe nêrî, wan ji xeynî Îsa tu kes nedît.
9 Wexta ku ew ji çiyê daketin xwarê, wî li wan emir kir ku ji tu kesî re tiştên ku wan dîtin nebêjin, heta ku Kurê Mirov ji mirinê bê rakirin. 10 Wan guh da wî*, lê wan di nav xwe de sohbet kir ka maneya vê rabûna ji mirinê çi ye. 11 Û wan ji Îsa pirsî: “Qanûnzan çima dibêjin ku gerek pêşî Êlyas were?” 12 Wî ji wan re got: “Bi rastî pêşî Êlyas tê û her tiştî serrast dike. Lê çima li ser Kurê Mirov hatiye nivîsîn ku gerek ew pir cefayê bikişîne û bê nizmkirin? 13 Lê ez ji we re dibêjim ku Êlyas bi rastî jî hatiye, û wan çi dixwest wisa li wî kir, wek ku li ser wî hatiye nivîsîn.”
14 Gava ew vegeriyan ba şagirtên din, wan dît ku li derdora wan gelek mirov top bûne, û qanûnzanan bi wan re minaqeşe dikir. 15 Lê piştî ku mirovan Îsa dît, ew ecêbmayî man û bi lez çûn pêşiya wî ku silavê bidin wî. 16 Îsa ji wan pirsî: “Hûn bi wan re li ser çi minaqeşe dikin?” 17 Ji nav mirovan yekî cewab da: “Mamoste, min kurê xwe anî ba te, çimkî ew bi cinekî ku lal dike* ketiye. 18 Cin wî li ku derê digire, ew wî li erdê dixe, kef ji devê zarok derdikeve, ew diranên xwe diqirçîne, û qeweta wî namîne. Min ji şagirtên te rica kir ku ew vî cinî derxin, lê wan nikaribû.” 19 Îsa ji wan re got: “Ey neslê* bêbawer, heta kengê gerek ez bi we re bim? Heta kengê ez li we sebir bikim? Wî bînin cem min.” 20 Û wan jî kurik anî ba wî. Lê gava cin Îsa dît, wî di cih de zarok vehejand. Ew ket erdê, xwe dizivirand û kef ji devê wî derket. 21 Îsa ji bavê wî pirsî: “Ji kengê ve halê wî wisa ye?” Wî got: “Ji zaroktiyê ve. 22 Cin ew gelek caran avêt nav avê yan nav êgir, da ku wî bikuje. Eger tu bikarî tiştekî bikî, rehmê li me bike û alî me bike.” 23 Îsa ji wî re got: “Te çima got: ‘Eger tu bikarî’? Baweriya kê hebe, ji bo wî her tişt mumkin e.” 24 Wê gavê bavê zarok bi dengekî bilind got: “Ez bawer dikim! Alî min bike ku baweriya min xurttir bibe!”
25 Gava Îsa dît ku gelek mirov bi lez tên ba wî, wî ferman da cin* û got: “Ey cinê ku ker û lal dike, ez li te emir dikim, ji wî derkeve û careke din nekeve wî!” 26 Cin kir qîrîn, zarok gelek caran vehejand û paşê ji wî derket. Wisa xuya dibû qey zarok miriye. Loma piraniya mirovan digot: “Ew mir!” 27 Lê Îsa destê wî girt û ew rakir, û zarok jî rabû ser xwe. 28 Piştî ku ew ket malekê û bi şagirtên xwe re bi tenê bû, wan ji wî pirsî: “Çima me nikaribû cin derxin?” 29 Wî ji wan re got: “Cinên wisa tenê bi duayê tên derxistin.”
30 Ew ji wê derê çûn û di nav Celîleyê re derbas dibûn, lê Îsa nexwest ku kesek vê yekê bizane. 31 Çimkî wî şagirtên xwe hîn dikir û ji wan re digot: “Kurê Mirov wê bê dayîn destê mirovan, û ewê wî bikujin. Lê sê roj piştî mirina wî, ewê bê rakirin.” 32 Lê belê wan gotinên wî fehm nekirin û ditirsiyan ku ji wî bipirsin.
33 Ew gihîştin Kapernaûmê. Gava Îsa ket malê, wî ji wan pirsî: “We di rê de li ser çi minaqeşe dikir?” 34 Ew bêdeng man, çimkî wan di rê de li ser vê yekê minaqeşe dikir ka kî ji wan yê herî mezin e. 35 Hingê Îsa rûnişt, gazî Diwanzdehan* kir û ji wan re got: “Yê ku dixwaze bibe yê pêşîn, gerek ji hemûyan bibe yê dawîn û xizmetkarê hemûyan.” 36 Paşê wî zarokek anî û di nav wan de danî, zarok hembêz kir û ji wan re got: 37 “Kî yek ji wan zarokan ji bo xatirê navê min qebûl bike, ew min jî qebûl dike. Û yê ku min qebûl dike, ne tenê min, lê yê ku ez şandime jî qebûl dike.”
38 Yûhena ji wî re got: “Mamoste, me dît ku kesek bi navê te cinan derdixe. Me xwest ku wî bidin sekinandin, çimkî ew li pey me nayê.” 39 Lê Îsa got: “Rê li ber wî negirin, çimkî yê ku bi navê min karekî biqudret dike, ewê hema piştî vê tiştekî xerab li ser min nebêje. 40 Çimkî kî ne li dijî me ye, bi me re ye. 41 Û kesê ku tasek av bide we ji ber ku hûn aîdî Mesîh in, bi rastî, ewê xelata xwe tu caran winda neke. 42 Lê kesê ku yekî ji van biçûkan, ên ku baweriya wan heye, ji rê derxe, ji bo wî kesî baştir e ku kevirekî* mezin li stûyê wî bê girêdan û ew bê avêtin nav behrê.
43 Eger destê te te bixe guneh*, wî jêke. Ji bo te baştir e ku tu destekî xwe winda bikî, lê jiyanê* bistînî, li şûna ku tu bi her du destên xwe bikevî Gehenayê*, nav agirê ku nayê temirandin*. 44 ——* 45 Û eger lingê te te bixe guneh, wî jêke. Ji bo te baştir e ku tu lingekî xwe winda bikî, lê jiyanê* bistînî, li şûna ku tu bi her du lingên xwe bikevî Gehenayê*. 46 ——* 47 Û eger çavê te te bixe guneh, wî bavêje. Ji bo te baştir e ku tu çavekî xwe winda bikî, lê bikevî Hukimdariya Xwedê, li şûna ku tu bi her du çavên xwe bikevî Gehenayê*. 48 Li Gehenayê* kurm namirin û agir nayê temirandin.
49 Çawa ku xwê tê reşandin, agir jî wê li ser her kesî bê rijandin. 50 Xwê tiştekî baş e, lê eger xwê tehma xwe winda bike, ewê çawa dîsa şor bibe? Bila di nav we de xwê hebe, û bi hev re di aştiyê de bimînin.”