Li gor Yûhena
2 Piştî du rojan, li Kanaya Celîleyê dawetek hebû, û diya Îsa li wê derê bû. 2 Ji bo vê dawetê, Îsa û şagirtên wî jî hatibûn gazîkirin.
3 Gava şerab êdî xelas dibû, diya Îsa jê re got: “Şeraba wan nemaye.” 4 Lê Îsa ji wê re got: “Îcar tu çi ji min dixwazî?* Saeta min hê nehatiye.” 5 Diya wî ji xizmetkaran re got: “Ew ji we re çi bibêje, bikin.” 6 Li wê derê, 6 kûpên kevirîn ji bo avê hebûn, ên ku li gor adeta Cihûyan ji bo paqijkirinê dihatin bikaranîn. Di her kûpekê de weke 2 yan 3 pîvan* av bi cih dibû. 7 Îsa ji wan re got: “Van kûpan bi avê tije bikin.” Û wan ew heta ber dev tije kirin. 8 Paşê wî ji wan re got: “Niha hinek derxin û ji berpirsiyarê şahiyê re bibin.” Û wan jî wisa kir. 9 Gava berpirsiyarê şahiyê ava ku bûbû şerab tehm kir (lê wî nizanibû ku ew ji ku derê hatiye, tenê xizmetkarên ku av derxist dizanibûn), wî gazî zavê kir, 10 û jê re got: “Her kes pêşî şeraba xweş pêşkêş dike, û gava mêvan serxweş dibin, ew şeraba nexweş pêşkêş dike. Lê te heta niha şeraba xweş veşartiye.” 11 Ev mucîzeya ku Îsa li Kanaya Celîleyê çêkir, mucîzeya wî ya pêşîn bû. Bi vî awayî wî rûmeta xwe eşkere kir, û şagirtên wî baweriya xwe bi wî anî.
12 Piştî vê yekê, ew bi diya xwe, birayên xwe û şagirtên xwe re çû Kapernaûmê, lê ew li wê derê gelek roj neman.
13 Cejna Derbasbûnê ya Cihûyan nêzîk dibû, û Îsa hilkişiya Orşelîmê. 14 Di îbadetgehê de wî mirovên ku dewar, mî û kevok difirotin, û kesên ku rûniştibûn û pere hûr dikirin, dîtin. 15 Hingê wî ji benan qamçiyek çêkir, û hemû kesên bi mî û dewaran avêtin derveyî îbadetgehê, û qurişên kesên ku pere diguherandin, rijandin û maseyên wan avêtin erdê. 16 Û wî ji kevokfiroşan re got: “Van ji vir rakin! Êdî mala Bavê min nekin cihê bazarê.” 17 Şagirtên wî anî bîra xwe ku hatiye nivîsîn: “Xîreta ji bo mala te wê agir bixe dilê min*.”
18 Hingê Cihûyan ji wî pirsî: “Bi çi nîşanê tu dikarî ji me re îsbat bikî ku heqê te heye ku tu van tiştan bikî?” 19 Îsa cewaba wan da: “Vê îbadetgehê hilweşînin, û ezê wê di nav sê rojan de ava bikim.” 20 Hingê Cihûyan ji wî re got: “Ev îbadetgeh di nav 46 salan de hat avakirin, û tu dixwazî wê di nav sê rojan de ava bikî?” 21 Lê belê, gava wî îbadetgeh anî zimên, wî behsa bedena xwe kir. 22 Dema ku Îsa ji mirinê hat rakirin, şagirtên wî anî bîra xwe ku wî ev yek çend caran gotibû, û wan baweriya xwe bi Nivîsarên Pîroz û bi tiştên ku Îsa gotibûn anî.
23 Wexta ku Îsa di Cejna Derbasbûnê de li Orşelîmê bû, gelek mirovan mucîzeyên ku wî çêdikirin dîtin û baweriya xwe bi wî* anîn. 24 Lê Îsa bi temamî baweriya xwe li wan nedianî, çimkî wî ew hemû nas dikirin, 25 û hewcedariya wî tunebû ku kesek ji wî re di heqê mirovan de tiştekî bibêje, ji ber ku wî dizanibû ku di dilê mirovan de çi heye.