Nameya Aqûb
5 Ey hûn, dewlemendno, ji ber felaketên ku wê bên serê we bigirîn û bikin qîrîn. 2 Mal û milkê we riziyane, û kêzikan* kincên we xwarine. 3 Zêr û zîvên we zeng girtine. Ev zeng wê bibe îsbata şaşiyên we û we bixwe*. Tiştên ku we ji xwe re top kirine wê di rojên dawîn de bibin wek êgir. 4 Paleyên ku li zeviyên we îşê dirûnê kirine dikin qîrîn, çimkî we meaşê wan neda wan. Hawara wan gihîştiye guhê Yehowa, Xwedayê ordiyan. 5 Hûn di dewlemendiyê de û li gor xwestekên dilê xwe dijiyan. We xwe* ji bo roja şerjêkirinê qelew kiriye. 6 We kesê ku ya rast dike mehkûm kir û kuşt. Loma ew* li hember we disekine.
7 Îcar birano, heta hazirbûna Efendiyê me sebir bikin. Ka bifikirin: Cotkar bi sebir li benda berê biqîmet ê zeviyê xwe disekine, û li hêviyê ye heta ku barana biharê û ya payîzê bibare. 8 Hûn jî sebir bikin. Dilê xwe xurt bikin, çimkî hazirbûna Efendiyê me nêzîk e.
9 Birano, gazinan ji hev nekin, da ku hukmê we neyê dayîn. Va ye, hakim li ber derî ye. 10 Birano, ka li ser pêxemberên ku bi navê Yehowa xeber dida bifikirin. Cefayên ku wan di gelek tiştan de kişandine û tehemula wan ji xwe re bikin emsal. 11 Em li ser kesên ku tehemul kirine dibêjin: “Ew kesên dilxweş in*.” We bihîstiye ku Eyûb çawa tehemul kir û Yehowa çawa di dawiyê de ew bibereket kir. Bi vê yekê we dît ku Yehowa dilrehm e û tijî hezkirin e*.
12 Birano, ya muhîm ev e ku hûn êdî sond nexwin. Ne bi ezmên, ne bi erdê, ne jî bi tiştekî din sond bixwin. Lê bila peyva we “Erê” bê maneya erê, û bila peyva we “Na” bê maneya na, da ku Xwedê hukmê we nede.
13 Eger kesek di nav we de ji ber tengasiyan êşê dikişîne, bila ew bi dewamî dua bike. Eger kesek dilxweş e, bila ew zebûran bistirê ku pesnê Xwedê bide. 14 Eger kesek di nav we de nexweş e*, bila ew gazî rîspiyên civatê bike, û bila rîspî ji bo wî dua bikin û bi navê Yehowa rûn li wî bidin*. 15 Duaya rîspiyan a ku bi bawerî tê kirin wê kesê nexweş* qenc bike, û Yehowa wê wî rake ser lingan. Û eger wî guneh kiribe, Xwedê wê wî efû bike.
16 Loma gunehên xwe ji hevdû re eşkere bikin û ji bo hev dua bikin, da ku hûn qenc bibin. Duaya kesê rast bitesîr e û bi rastî dikare alî mirovan bike. 17 Êlyas mirovekî wek me bû*. Lê gava wî jidil dua kir ku baran nebare, baran sê sal û şeş meh nebarî. 18 Paşê wî dîsa dua kir, baran barî û erd ber da.
19 Birano, eger kesek ji we ji rêya rast dûr ketiye û kesekî din wî vegerîne ser rêya rast, 20 vê yekê bizanin: Kesê ku alî gunehkarekî dike ku ew ji rêya xwe ya şaş vegere, ewê wî ji mirinê xelas bike û Xwedê wê gelek gunehên wî kesî efû bike.