Ji Filîmon re
1 Ez Pawlos, ê ku ji bo xatirê Mesîh Îsa girtî me, û birayê me Tîmotêyos vê nameyê ji hevalkarê meyî delal Filîmon, 2 ji xwişka me Afiya, ji Arxîposê ku wek min eskerê Mesîh e û ji civata ku di mala te de top dibe re dinivîsin:
3 Bila qenciya mezin û aştiya Bavê me Xwedê û Efendiyê me Îsa Mesîh bi we re be!
4 Gava ez te di duayên xwe de tînim zimên, ez her tim ji Xwedayê xwe re şikir dikim. 5 Çimkî min bihîstiye ku baweriya te bi Efendiyê me Mesîh çi qas xurt e û tu ji wî û ji hemû pîrozan çi qas hez dikî. 6 Ez dua dikim ku baweriya te, ya ku li ba me jî heye, alî te bike ku tu fehm bikî ku her tiştê qenc ê ku li ba me heye, me bi saya Mesîh standiye. 7 Birayê min, gava min di heqê hezkirina te de bihîst, ez pir kêfxweş bûm û dilê min rehet bû, çimkî dilê pîrozan bi destê te hatiye xurtkirin.
8 Loma, wek şandiyê Mesîh ez dikarim bi eşkereyî li te emir bikim ku tu tiştê lazim bikî. 9 Lê ez dixwazim ji bo xatirê hezkirina te tiştekî ji te rica bikim, çimkî ez Pawlos, êdî extiyar bûme û ji bo xatirê Mesîh Îsa niha girtî me. 10 Ricaya min bi kurê min Onîsîmûs ve girêdayî ye. Dema ez girtî bûm*, ez ji wî re bûm bav. 11 Berê ew ji bo te ne bifeyde bû, lê niha ew hem ji bo min hem jî ji bo te bifeyde ye. 12 Ez wî, yanî yê ku ez gelek jê hez dikim*, vedigerînim ba te.
13 Min dixwest ku ew li ba min bimîne, da ku ew cihê te bigire û heta ku ez ji bo xatirê mizgîniyê girtî bim, ji min re xizmetê bike. 14 Lê belê, ez naxwazim tu tiştî bê destûra te bikim, da ku qenciya te ne bi mecbûrî, lê bi dilxwazî be. 15 Belkî ji ber vê yekê Onîsîmûs ji bo demeke kin ji ba te çû, da ku ew her û her bibe yê te. 16 Lê belê, êdî ne wek xulamê te, lê ji xulamekî zêdetir ewê bibe wek birayê teyî delal. Ez ji wî gelek hez dikim, û tuyê ji wî gelek hez bikî, ne bi tenê wek xulam, lê wek birayekî delal ê di xizmeta Efendiyê me de. 17 Îcar, eger tu dostê min î, çawa ku teyê ez bi dilgermî qebûl bikirama, wî bi dilgermî qebûl bike. 18 Eger wî di tiştekî de neheqî li te kiribe yan deyndarê te be, vê yekê li ser hesabê min binivîse. 19 Ez Pawlos, vê yekê bi destê xwe dinivîsim: Onîsîmûs bi çi qas deyndarê te ye, ezê li te vegerînim. Ne hewce ye ku ez ji te re bibêjim ku tu bi xwe deyndarê min î. 20 Ji ber vê yekê, birayê min, ji kerema xwe re di vê yekî de alî min bike, çimkî em bi Efendiyê me re di yekîtiyê de ne. Ji bo xatirê Mesîh dilê min xurt bike.
21 Ez ji te re dinivîsim, çimkî şik û gumanên min tune ne ku tuyê ricaya min pêk bînî. Û ez dizanim ku tuyê ji gotinên min zêdetir jî ji bo min bikî. 22 Wekî din, ji bo min cihekî ku ez dikarim lê bimînim hazir bike, çimkî ez hêvî dikim ku ez bi alîkariya duayên we vegerim* ba we.
23 Êpafras, ê ku wek min ji ber baweriya xwe ya bi Mesîh Îsa girtî ye, silavan li te dike. 24 Wekî din, hevalkarên min Marqos, Arîstarxos, Dîmas û Lûqa jî silavan li te dikin.
25 Bila qenciya mezin a Efendiyê me Îsa Mesîh ji ber sifetên* baş, ên ku hûn nîşan didin, bi we re be!