1. Tîmotêyos
6 Bila xulam bi dil û can qedrê axayên xwe bigirin, da ku tu kes bi xerabî li ser navê Xwedê û hîndariya wî xeber nede. 2 Wekî din, bila xulam axayên xwe yên bawermend kêm nebînin, çimkî ew birayên hev in. Loma bila xulam hê jî zêdetir bi dilxwazî ji axayên xwe re xizmet bikin, çimkî yên ku ji xizmeta wan feydeyê distînin kesên bawermend û birayên wan ên delal in.
Bi dewamî li gor van tiştan hîn bike û şîretan bide. 3 Eger kesek hîndariyên sexte hîn dike û hîndariya rast* a Efendiyê me Îsa Mesîh yan hîndariyên ku nîşan didin ku gerek em ji Xwedê re xizmet bikin, qebûl nake, 4 ew kes qure ye û tu tiştî fehm nake. Ew nexweşê vê yekê ye ku minaqeşe bike û li ser peyvan şer bike. Ev tişt dibin sebeb ku çavnebarî, şer*, buxtan*, şik û gumanên xerab 5 û minaqeşeyên li ser meseleyên biçûk derkevin meydanê. Meseleyên wisa ji mirovên ku hişê wan xera bûye û ji rastiyê dûr ketine û yên ku difikirin ku ew dikarin ji xizmeta ji Xwedê re tiştekî bi dest bixin, tên. 6 Helbet, eger em bi dilsozî ji Xwedê re xizmet bikin û bi tiştên ku di destê me de hene razî bin, emê gelek bereketan bistînin. 7 Me tiştek neaniye vê dinyayê û em nikarin tiştekî ji vê dinyayê bi xwe re bibin jî. 8 Loma, eger xwarin û kincên me hebin*, bila em bi wan razî bin.
9 Lê belê, kesên ku dixwazin dewlemend bibin tên ceribandin û dikevin dafikê. Ew dikevin bin tesîra xwestekên bêhiş û bizerar û dawiya vê yekê helakbûn û wêranbûn e. 10 Çimkî perehezî koka her cure xerabiyê ye. Ji ber ku hin kesan ji pere hez kir û ketin pey pereyan, ew ji rastiyê dûr ketine, û wan gelek bela anîne serê xwe.
11 Lê tu, ey xizmetkarê Xwedê*, ji van tiştan bireve. Bikeve pey rastdarî, xizmeta dilsoz, bawerî, hezkirin, tehemul û nermiyê. 12 Bi awayekî hêja ji bo baweriyê micadele bike û hêviya jiyana herheyî bi dest bixe. Çimkî tu ji bo vê hêviyê hatî gazîkirin, û te bi eşkereyî li ber gelek şahidan li ser vê hêviyê xeber daye.
13 Li ber Xwedayê ku jiyanê dide her tiştî, û Mesîh Îsa, yê ku li ber Pontiyos Pîlatos şahidiyeke qenc da, ez li te emir dikim: 14 Heta xuyabûna Efendiyê me Îsa Mesîh vê rêberiyê bi awayekî bêqisûr bîne cih, da ku tu kes nikaribe te sûcdar derxîne. 15 Di wexta ku Xwedê hilbijartiye de, Efendiyê Biqudret, ê ku dilxweş e wê xwe nîşan bide. Ew Hikumdarê hikumdaran û Efendiyê efendiyan e. 16 Ji nav wan bi tenê ew nemir e, yê ku di ronahiyeke wisa de rûdine ku tu kes nikare nêzîk bibe. Û tu mirovî ew nedîtiye û nikare wî bibîne. Bila hurmet û qudreta herheyî ji wî re be. Amîn.
17 Tembîhê li kesên ku di vê dinyayê de dewlemend in bike. Bila ew pozbilind nebin û hêviya xwe bi dewlemendiya ku îro heye û sibê tune ye, neynin. Lê bila ew hêviya xwe bi Xwedê bînin, ê ku bi comerdî tiştên ku me dilxweş dikin dide me. 18 Dilê wan xurt bike ku ew qenciyê bikin, bi kirinên qenc dewlemend bin, destvekirî bin û hazir bin ku bi kesên din re parve bikin. 19 Bi vî awayî ewê ji xwe re xezîneyan, yanî bingeheke baş ji bo pêşerojê, top bikin. Û wisa ewê bikarin jiyana ku Xwedê soz dide* bi dest bixin.
20 Ey Tîmotêyos, tiştên ku emanetî te hatine kirin, biparêze. Xwe ji xeberdanên pûç, ên ku Xwedê bêrûmet dikin û ji derewên ku li dijî rastiyê ne û ji wan re “zanîn” tê gotin, dûr bixe. 21 Hin kesên ku ketin pey zanîneke wisa dev ji baweriya xwe berdan.
Bila qenciya mezin bi we re be!