1. Petrûs
3 Bi eynî awayî, hûn jinno, bi ya mêrê xwe bikin. Hingê kesên ku guhdariya peyva Xwedê nakin jî, belkî ne ji ber gotin, lê ji ber rabûn û rûniştina we bibin kesên bawermend, 2 ji ber ku ew rabûn û rûniştina we ya qenc* û vê yekê ku hûn gelek qedrê wan digirin, dibînin. 3 Bila xemla we ne bi tiştên berbiçav, yanî ne bi honandina* poran, ne bi zêran, ne jî bi kincên biha ve girêdayî be. 4 Lê bila xemla we di vê yekê de bê dîtin ku hûn di dilê xwe de kesên çawa ne. Ji ber vê yekê, xwe bi aramî û sernermî* bixemilînin. Xemleke wisa narize, çimkî ew di çavê Xwedê de pir biqîmet e. 5 Di demên berê de jî, jinên pîroz, ên ku baweriya xwe bi Xwedê dianîn, xwe wisa dixemiland. Wan bi ya zilamên xwe dikir. 6 Mesela, Sarayê bi ya Birahîm dikir û ji wî re digot “Axayê min”. Eger hûn bi dewamî qenciyê bikin û netirsin, hûn keçên wê ne.
7 Bi eynî awayî, hûn mêrno, ji jinên xwe baş fehm bikin û li gor vê yekê bi wan re hereket bikin. Hurmetê bidin jinan, çimkî ew ji we sisttir in û wek firaqeke nazik in, û Xwedê li gor qenciya xwe ya mezin ji we re û ji wan re jî hediyeya jiyanê mîras daye. Eger hûn wisa nekin, Xwedê wê duayên we qebûl neke.
8 Xwişk û birano, hûn hemû hemfikir bin, dilşewat bin, ji hevdû hez bikin, dilrehm bin û dilnizm bin. 9 Gava kesên din xerabiyê li we dikin, hûn xerabiyê li wan nekin. Gava kesên din heqaretê li we dikin, hûn heqaretê li wan nekin. Li şûna vê, qenciyê li kesên din bikin, çimkî Xwedê ji bo vê yekê gazî we kiriye, û ewê qenciyê li we bike.
10 Çimkî nivîsî ye: “Yê ku ji jiyanê hez dike û dixwaze rojên xweş bibîne, gerek hay ji xwe hebe ku zimanê wî tiştekî xerab nebêje û peyveke bi hîle ji devê wî dernekeve. 11 Bila ew xwe ji xerabiyê dûr bixe û qenciyê bike. Bila ew li aştiyê bigere û bikeve pey wê. 12 Çimkî çavên Yehowa li ser kesên rast in, û guhên wî hawara wan dibihîzin. Lê Yehowa ji kesên ku xerabiyê dikin nefret dike.”
13 Eger hûn bi xîret qenciyê bikin, kî wê zerarê bide we? 14 Lê eger hûn ji ber ku hûn ya rast dikin, cefayê bikişînin jî, hûn dilxweş in. Ji ber tiştên ku ew ji wan ditirsin*, hûn netirsin û xeman nexwin. 15 Lê Mesîh di dilê xwe de wek Efendiyê xwe pîroz bikin. Her tim hazir bin ku hûn hêviya xwe li ber kesên ku pirsan ji we dipirsin, biparêzin. Lê vê yekê bi nermî û bi qedrekî mezin bikin.
16 Bila wijdanê we paqij be, da ku eger kesek li dijî we tiştekî xerab bibêje, ew bê şermezarkirin ji ber ku rabûn û rûniştina we wek şagirtên Mesîh qenc e. 17 Eger ev daxwaza Xwedê be, çêtir e ku hûn ne ji ber kirinên xerab, lê ji ber kirinên qenc cefayê bikişînin. 18 Çimkî heta kesekî rast, yanî Mesîh, ji bo kesên nerast bi tenê carek ji bo her û her mir, da ku wan ji gunehan azad bike. Wî wisa kir ku hûn bi Xwedê re li hev werin. Ew wek mirov hat kuştin, lê wek ruh ji mirinê hat rakirin. 19 Ew di bedeneke ruhî de çû ku xebera hukim bide ruhên* ku di hebsê de bûn, 20 ên ku di rojên Nûh de neguhdar bûn. Di wan rojan de, dema ku gemiya Nûh dihat çêkirin Xwedê bi sebir li hêviyê bû, û di wê gemiyê de tenê çend kes, yanî heşt kes di avê de xelas bûn.
21 Em dikarin tiştên ku di van rojan de çêbûn bişibînin vaftîza* ku me niha bi destê rabûna Îsa Mesîh xelas dike. (Vaftîz qirêja bedenê paqij nake, lê ew ricayeke ji bo wijdanekî paqij li ber Xwedê ye.) 22 Gava Mesîh hilkişiya ezmanan, ew li aliyê rastê yê Xwedê rûnişt. Û Xwedê melek û qudret xistin bin destê wî.