Îbranî
6 Loma, piştî ku em hîndariyên esasî yên li ser Mesîh hîn bûne, bila em ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin ku bibin kesên gihîştî. Bila em dîsa venegerin hîndariyên esasî, yanî tobekirina ji karên pûç*, baweriya bi Xwedê, 2 hîndariya li ser vaftîzbûnê, maneya danîna destan li ser serê kesekî, rabûna miriyan û hukmê herheyî. 3 Bi alîkariya Xwedê emê bibin kesên gihîştî.
4 Kesên ku ji aliyê Xwedê ve hatibûn ronahîkirin, hediyeya ezmanî tehm kiribû, bûn hevparên ruhê pîroz 5 û peyva Xwedê û bereketên dinyaya ku wê bê tehm kirine, 6 lê paşê ji rêya rastiyê derketine, ji bo wan êdî ne mumkin e ku ew bên vegerandin ku ew tobe bikin, çimkî ew Kurê Xwedê dîsa li ser dar bizmar dikin* û li ber her kesî didin şermezarkirin. 7 Mesela, gava gelek baran li ser erdê dibare û erdê têr dike ku berê baş bide kesê ku erd çandiye, ev yek bereketa Xwedê ye. 8 Lê eger ew stirî û diriyan bide, ew bêqîmet dibe û Xwedê wê li dema nêzîk lanet lê bike, û li dawiyê ewê bê şewitandin.
9 Xwişk û birayên delal, eger em wisa xeber bidin jî, em bawer in ku hal û rewşa we ji ya kesên ku ji rêya rastiyê derketine baştir e, û hûn tiştên wisa dikin ku Xwedê we xelas bike. 10 Xwedê adil e. Ew xizmet û hezkirina ku we ji bo xatirê navê wî nîşan daye, ji bîr nake. Belê, ew xizmeta ku we ji pîrozan re kiriye û hûn heta niha dikin jî, ji bîr nake. 11 Lê em dixwazin ku her yek ji we bi dewamî xîreta ku ji destpêkê ve li ba we hebû, nîşan bide, da ku hêviya we heta dawiyê bê parastin. 12 Em naxwazin ku hûn tembel bin. Lê kesên ku bi sebir û bawerî sozên Xwedê* standine ji xwe re bikin emsal.
13 Gava Xwedê soz da Birahîm ku ewê wî bibereket bike, wî bi navê xwe sond xwar, çimkî ji Xwedê mezintir tu kes tune ye. 14 Wî wisa got: “Ezê te bibereket bikim, û ezê zuriyeta te zêde bikim.” 15 Û piştî ku Birahîm sebir kir, wî ev soz stand. 16 Erê, mirov bi navê yekî ku ji wan mezintir e sond dixwin. Û ev yek rê li ber minaqeşeyan digire, çimkî sonda wan îsbat dike ku gotinên wan rast in. 17 Bi eynî awayî, gava Xwedê qerar da ku ji mîrasgirên sozê re bi zelalî nîşan bide ku armanca wî nikare bê guhertin, wî bi sondekê îsbat kir ku ewê soza xwe bîne cih. 18 Ev soz û sonda wî her du nikarin bên guhertin, çimkî Xwedê nikare derewan bike. Ev tişt dilê me, yanî dilê kesên ku Xwedê kiriye stargeha xwe, xurt dikin û alî me dikin ku em xwe li hêviya ku li pêşiya me ye qewî bigirin. 19 Ev hêviya ku li ba me heye ji bo canê me* wek lenger e. Ev hêvî hem saxlem hem jî qewî ye û me dibe pişt perdeyê. 20 Îsa berî me ket wê derê û rê ji bo me vekir û hazir kir. Ew wek Melkîsedek bûye kahînê mezin, û ew heta hetayê kahînê mezin e.