Li gor Meta
14 Wê demê, serokê herêmê* Hêrodês xebera li ser Îsa bihîst 2 û ji xizmetkarên xwe re got: “Ev kes Yehyayê* Vaftîzkar* e. Ew ji nav miriyan hatiye rakirin û ji ber vê yekê ew dikare mucîzeyan çêke.” 3 Hêrodês ji ber Hêrodiyasa jina birayê xwe Filîpos, Yehya* bi zincîran girtibû û ew avêtibû hebsê. 4 Çimkî Yehya* ji wî re digot: “Ev yek ku te ew ji xwe re aniye, li dijî qanûnê ye.” 5 Hêrodês dixwest wî bikuje, lê ew ji xelkê ditirsiya, çimkî wan Yehya* wek pêxember didît. 6 Lê di rojbûna Hêrodês de, keça Hêrodiyasê li ber mêvanan reqisî. Ev yek li Hêrodês gelek xweş hat, 7 û wî sond xwar ku her daxwaza keçikê bîne cih. 8 Keçik ji aliyê diya xwe ve hatibû şîretkirin û ji Hêrodês re wisa got: “Serê Yehyayê* Vaftîzkar* li ser sêniyekê bide min.” 9 Padîşah xemgîn bû, lê ji ber sonda xwe û ji ber mêvanên ku li ser sifrê rûniştibûn, wî emir da 10 ku serê Yehya* di hebsê de bê jêkirin. 11 Serê wî li ser sêniyekê anîn û dan keçikê. Wê jî ew bir û da diya xwe. 12 Paşê şagirtên Yehya* hatin, cesedê wî birin û ew defn kirin*. Piştre ew çûn ba Îsa û her tişt ji wî re gotin. 13 Gava Îsa ev yek bihîst, ew bi qeyîkê* çû cihekî tenha, da ku bi tena serê xwe be. Lê xelk ji cure cure bajaran bi vê yekê hesiyan û bi pêyan çûn ku bigihîjin wî.
14 Li ber behrê, Îsa gelek mirov dîtin. Dilê wî bi wan şewitî, û wî kesên nexweş qenc kirin. 15 Gava bû êvar, şagirtên wî hatin ba wî û gotin: “Ev der tenha ye, û êdî dereng e. Xelkê bişîne, bila ew herin gundan û ji xwe re xwarinê bikirin.” 16 Lê Îsa ji wan re got: “Ne lazim e ku ew herin. Hûn xwarinê bidin wan!” 17 Wan ji wî re got: “Ji xeynî pênc nan û du masiyan, li ba me tiştek tune ye.” 18 Îsa got: “Ka nan û masiyan bînin ba min.” 19 Wî ji mirovan re got ku bila ew li ser giya rûnin. Paşê wî ew pênc nan û du masî hildan, li ezman nêrî û dua kir*. Wî nan şikandin û ew dan şagirtên xwe, wan jî ew li mirovan belav kirin. 20 Hemûyan xwar û têr bûn. Û wan 12 selik pariyên ku zêde mabûn dan ber hev. 21 Hejmara yên ku nan xwar, ji xeynî jin û zarokan, weke 5.000 mêrî bû. 22 Hema piştî vê yekê, Îsa ji şagirtên xwe re got ku bila ew li qeyîkê* siwar bin û li pêşiya wî herin aliyê din ê behrê, lê ew li wê derê ma ku xelkê bişîne.
23 Piştî ku Îsa mirov şandin, ew bi tena serê xwe hilkişiya çiyê, da ku dua bike. Gava bû êvar, ew li wê derê bi tenê bû. 24 Lê qeyîk* êdî bi sedan metreyan ji devê behrê dûr ketibû û ber pêlên avê diket, çimkî li hember wan bayek rabû. 25 Nêzîkî serê sibehê*, Îsa li ser avê meşiya û çû ba şagirtên xwe. 26 Gava wan dît ku Îsa li ser avê dimeşe, tirs ket dilê wan, û wan got: “Ev xeyalet e!” Û wan ji tirsan kir qîrîn. 27 Lê Îsa ji wan re got: “Netirsin, ez im!” 28 Petrûs ji wî re got: “Efendiyê min, eger tu yî, emir bide ku ez li ser avê bêm ba te.” 29 Wî got: “Were!” Petrûs ji qeyîkê peya bû, li ser avê meşiya û çû ba Îsa. 30 Lê wexta ku wî firtone dît, tirs ket dilê wî û ew diket bin avê. Îcar wî kir qîrîn: “Efendiyê min, min xelas bike!” 31 Îsa di cih de destê xwe dirêjî wî kir, ew girt û got: “Ka baweriya te?* Tu çima dudilî bûyî?” 32 Gava ew li qeyîkê siwar bûn, firtone sekinî. 33 Îcar kesên ku di qeyîkê de bûn, li ber wî ketin ser çokan û got: “Tu bi rastî jî Kurê Xwedê yî.” 34 Gava ew derbasî aliyê din ê behrê bûn, ew gihîştin erdê Genesaretê.
35 Gava mirovên li wê derê Îsa nas kir, wan ev xeber li her derê belav kir, û wan hemû kesên nexweş anîn ba Îsa. 36 Wan ji wî lava kir ku ew tenê destê xwe bidin rîşiyên kincê wî, û her kesê ku destê xwe dida wî, bi temamî qenc dibû.