Li gor Meta
4 Paşê ruh* Îsa bir çolê û ew li wê derê ji aliyê Îblîs ve hat ceribandin. 2 Piştî ku Îsa 40 roj û 40 şev rojî girt, ew birçî bû. 3 Yê ku diceribîne* hat û ji wî re got: “Eger tu kurê Xwedê yî, ji van keviran re bibêje ku bila ew bibin nan.” 4 Lê Îsa cewaba wî da: “Di Nivîsarên Pîroz de hatiye nivîsîn: ‘Mirov ne tenê bi nên, lê bi her peyva ku ji devê Yehowa derdikeve, dijî.’”
5 Piştre Îblîs ew bir bajarê pîroz û danî ser cihê herî bilind ê îbadetgehê, 6 û ji wî re got: “Eger tu kurê Xwedê yî, xwe ji vir bavêje xwarê, çimkî hatiye nivîsîn: ‘Ewê ji bo te emir bide melekên xwe, û ewê te li ser destên xwe hilgirin, da ku lingê te nekeve ser kevirekî.’” 7 Îsa ji wî re got: “Wisa jî hatiye nivîsîn: ‘Xwedayê xwe Yehowa neceribîne.’”
8 Paşê Îblîs ew anî ser çiyayekî gelek bilind û hemû padîşahiyên dinyayê û rûmeta wan nîşanî wî dan 9 û ji wî re got: “Eger tu li ber min bikevî ser çokan û ji min re carekê îbadetê bikî, ezê van hemûyan bidim te.” 10 Wê gavê Îsa ji wî re got: “Ji min dûr bikeve, Şeytan! Çimkî hatiye nivîsîn: ‘Ji Xwedayê xwe Yehowa re îbadetê bike û tenê ji wî re xizmeta pîroz bike.’” 11 Piştî vê yekê Îblîs dev ji Îsa berda, û melek hatin û ji wî re xizmet kirin.
12 Gava Îsa bihîst ku Yehya* hatiye girtin, ew çû Celîleyê. 13 Paşê ew ji Nasirayê* derket û çû Kapernaûma li ber behrê, ya ku li herêma Zebûlon û Nefteliyê ye. Ew li wê derê cihwar bû, 14 da ku ev gotinên ku bi devê Îşaya pêxember ji berê ve hatibûn gotin, bên cih: 15 “Ey welatê Zebûlonê û welatê Nefteliyê, li rêya li ber behrê, li aliyê din a Çemê Urdunê, Celîleya miletan! 16 Xelkê ku di tariyê de rûniştî ye ronahiyeke mezin dît, û li ser xelkê ku di herêma siya mirinê de rûniştî ye, ronahî derket.” 17 Ji wê demê û pê ve, Îsa dest bi belavkirina mizgîniyê kir û got: “Tobe bikin, çimkî Hukimdariya ezmanan* nêzîk bûye!”
18 Gava Îsa li ber behra Celîleyê dimeşiya, wî du bira dîtin, Şîmûnê ku jê re Petrûs tê gotin û birayê wî Andreas. Wan tor diavêtin behrê, çimkî ew masîgir bûn. 19 Wî ji wan re got: “Li pey min werin, û ezê we bikim masîgirên mirovan*.” 20 Wan di cih de torên xwe hiştin û li pey wî çûn. 21 Gava Îsa hinek pêşve çû, wî du birayên din jî dîtin, Aqûbê kurê Zebedî û birayê wî Yûhena. Ew di qeyîkê* de bûn û bi bavê xwe Zebedî re torên xwe didirûtin, û wî gazî wan kir. 22 Wan di cih de qeyîk û bavê xwe hişt û li pey wî çûn.
23 Îsa li temamiya Celîleyê digeriya, di sînagogan* de mirov hîn dikirin, mizgîniya Padîşahiyê* belav dikir û mirov ji hemû cureyên êş û nexweşiyan qenc dikirin. 24 Nav û dengê wî li nav temamiya Sûriyeyê belav bû. Û xelkê hemû kesên ku bi cure cure nexweşiyan û êşên giran ketibûn, kesên ku bi cinan ketibûn, kesên bi nexweşiya epîlepsî û kesên felcbûyî* dianîn ba Îsa, û wî hemû kes qenc dikirin. 25 Îcar xelkê ji Celîleyê, ji Dêkapolîsê*, ji Orşelîmê, ji Cihûstanê û ji aliyê din ê Çemê Urdunê li pey wî çûn.