KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Karên Şandiyan 12
  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

Karên Şandiyan bi Kurtasî

      • Aqûb tê kuştin; Petrûs tê avêtin hebsê (1-5)

      • Petrûs bi mucîzeyê azad dibe (6-19)

      • Melek Hêrodês ceza dike (20-25)

Karên Şandiyan 12:1

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 12:2

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 12:3

Jêrenot

  • *

    Yan “Nanê Şkeva”.

Karên Şandiyan 12:4

Jêrenot

  • *

    Yan “wî li ber xelkê sûcdar bike”.

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 12:5

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 12:6

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 12:8

Jêrenot

  • *

    Bi herfî “sandal”.

Karên Şandiyan 12:10

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 12:12

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 12:13

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 12:14

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 12:15

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 12:17

Jêrenot

  • *

    Yanî Aqûbê birayê Îsa ji aliyê dayikê ve.

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 12:19

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 12:21

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 12:24

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 12:25

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
  • 17
  • 18
  • 19
  • 20
  • 21
  • 22
  • 23
  • 24
  • 25
Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
Karên Şandiyan 12:1-25

Karên Şandiyan

12 Wê demê Hêrodês Padîşah dest pê kir ku zilmê li hin kesên ji civatê bike. 2 Wî Aqûbê birayê Yûhena bi şûr da kuştin. 3 Gava Hêrodês dît ku ev yek li Cihûyan xweş hat, wî Petrûs jî da girtin. (Ev yek di rojên Cejna Nanê Bêhevîrtirş* de çêbû.) 4 Piştî ku wî ew da girtin û avêt hebsê, wî çar komên ku ji çar eskeran pêk dihatin, danîn ber wî ku dor bi dor nobedariya wî bikin. Hêrodês dixwest wî piştî Cejna Derbasbûnê derxe ber xelkê*. 5 Dema ku Petrûs di hebsê de girtî bû, temamiya civatê ji dil û can ji bo wî ji Xwedê re dua dikir.

6 Şeva berî ku Hêrodês wî derxe ber xelkê, Petrûs bi du zincîran girêdayî di navbera du eskeran de razayî bû, û nobedar li ber derî sekinî bûn. 7 Ji nişka ve melekê Yehowa xuya bû û di hucreyê de ronahiyê şewq da. Melek destê xwe li kêleka Petrûs da, ew hişyar kir û got: “Zû rabe!” Hingê zincîr vebûn û ji destên wî ketin. 8 Melek ji wî re got: “Kincên xwe li xwe bike û solên* xwe bixe lingên xwe.” Petrûs eynî wisa kir. Paşê melek jê re got: “Xeftanê xwe li xwe bike û li pey min were.” 9 Petrûs derket derve û li pey wî çû. Lê wî fehm nekir ku tiştê ku melek kir bi rastî çêbû. Ew difikirî ku ew bi tenê dîtiniyek e. 10 Ew di ber nobedarên pêşîn û yên diduyan re derbas bûn û gihîştin dergehê hesin, ê ku dibir bajêr. Dergeh xwe bi xwe vebû û ew derketin derve. Gava ew di kolanekê re derbas bûn, ji nişka ve melek ji ber çavê Petrûs winda bû. 11 Hingê Petrûs fehm kir ku çi qewimî û wî got: “Niha bi rastî ez dizanim ku Yehowa melekê xwe şand ku min ji destê Hêrodês xelas bike, û wî nehişt ku tiştên ku Cihû li bendê bûn, bên cih.”

12 Piştî ku Petrûs ev yek fehm kir, ew çû mala Meryema diya Yûhenayê ku ji wî re Marqos dihat gotin. Li wê derê gelek kes top bûbûn û dua dikirin. 13 Gava wî li dergeh xist, keçikeke xizmetkar bi navê Roda derket ku bibîne ka ew kî ye. 14 Piştî ku wê dengê Petrûs nas kir, keçik ew qas kêfxweş bû ku wê dergeh venekir, lê bi lez ket hundirê malê û got ku Petrûs li ber dergeh e. 15 Wan ji wê re got: “Te hişê xwe winda kiriye!” Lê ew li ser ya xwe dima. Hingê wan got: “Ew melekê wî ye.” 16 Lê Petrûs hê li ber derî sekinî bû û li derî dixist. Gava wan derî vekir, wan ew dît û ecêbmayî man. 17 Wî bi destê xwe ji wan re îşaret kir ku ew bêdeng bimînin, û wî hûr û kûr behsa vê yekê kir ku Yehowa ew çawa ji hebsê derxistiye. Wî got: “Van hemû tiştan ji Aqûb* û ji birayan re bibêjin.” Paşê ew derket û çû cihekî din.

18 Gava bû sibeh, esker tevlihev bûn, çimkî wan nizanibû ku Petrûs li ku derê ye. 19 Hêrodês li her derê li wî digeriya. Gava wî ew nedît, wî nobedar dan ber pirsan û emir da ku ew bên cezakirin. Lê ew bi xwe ji Cihûstanê çû Qeyseriyê û ji bo demekê li wê derê ma.

20 Hêrodês li ser xelkê Sûr û Saydayê pir hêrs ketibû. Hingê ew bi hev re hatin ba wî, wan Bilastosê çavdêrê mala padîşah kişand aliyê xwe, da ku ew alî wan bike ku ew ji bo aştiyê bi padîşah re xeber bidin. Çimkî welatê wan ji welatê padîşah xwarin distand. 21 Îcar di rojeke xisûsî de, Hêrodês kincên padîşahiyê li xwe kirin, li ser kursiyê hakim rûnişt û li ber xelkê dest bi xeberdanê kir. 22 Hingê xelkê bi dengekî bilind got: “Ev dengê xwedayekî ye, ne dengê mirovekî ye!” 23 Di cih de melekê Yehowa wisa kir ku ew nexweş ket, û bi vî awayî kurman ew xwar û ew mir, çimkî wî rûmet neda Xwedê.

24 Lê xebera Yehowa belav dibû, û hejmara kesên ku bawer dikir, zêde dibû.

25 Piştî ku Barnabas û Saûl îşê destekdayînê li Orşelîmê bi cih anî, ew vegeriyan Entakyayê, û wan Yûhenayê ku jê re Marqos jî dihat gotin, bi xwe re bir.

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne