Li gor Lûqa
9 Paşê Îsa gazî Diwanzdehan* kir û qudreta li ser hemû cinan û qeweta ku nexweşiyan qenc bikin da wan. 2 Wî ew şandin ku ew Hukimdariya Xwedê bidin bihîstin û nexweşan qenc bikin, 3 û wî ji wan re got: “Ji bo rêwîtiyê tu tiştî bi xwe re nebin, ne gopal, ne tûrikê xwarinê, ne nan, ne pere* û ne jî du dest kiras. 4 Gava hûn bikevin malekê, li wê derê bimînin heta ku hûn ji wî cihî herin. 5 Û li cihê ku mirov we qebûl nekin, gava hûn ji wî bajarî derkevin, toza lingên xwe biweşînin, da ku ji wan re bibe şahidî.” 6 Hingê ew derketin û di nav herêmê de gund bi gund li her derê mizgînî belav dikirin û kesên nexweş qenc dikirin.
7 Serokê herêmê* Hêrodês* her tiştê ku çêbûbû bihîst, û ew pir şaş ma, çimkî hin kesan digot ku Yehya* ji nav miriyan hatiye rakirin, 8 kesên din digot ku Êlyas xuya bûye, û yên din jî digot ku yek ji pêxemberên berê ji nav miriyan rabûye. 9 Hêrodês got: “Min serê Yehya* da jêkirin. Îcar zilamê ku ez van tiştan li ser wî dibihîzim, kî ye?” Loma Hêrodês dixwest wî bibîne.
10 Gava şandî vegeriyan, wan hemû tiştên ku wan kiribûn ji Îsa re gotin. Piştî vê yekê, wî ew bi xwe re birin bajarê Beytsaydayê, da ku ew bi tenê bin. 11 Lê gava xelk bi vê yekê hesiyan, ew li pey wî çûn. Wî ew bi dilgermî qebûl kirin û ji wan re li ser Hukimdariya Xwedê xeber da û kesên nexweş qenc kirin. 12 Gava roj diçû ava, Diwanzdeh hatin ba Îsa û ji wî re gotin: “Xelkê bişîne, bila ew herin gund û sûkên derdorê, da ku ew ji xwe re xwarin û cihê razanê bibînin, çimkî em li cihekî tenha ne.” 13 Lê wî ji wan re got: “Hûn xwarinê bidin wan.” Wan jî got: “Li ba me ji xeynî pênc nan û du masiyan tiştek tune ye. Ma em bi xwe herin û ji bo wan hemû mirovan xwarinê bikirin?” 14 Çimkî li wê derê weke 5.000 mêr bûn. Lê wî ji şagirtên xwe re got: “Wan kom bi kom bi 50 kesî bidin rûniştin.” 15 Wan jî wisa kir, û hemû dan rûniştin. 16 Îsa ew pênc nan û du masî hildan, li ezmên nêrî û dua kir*. Paşê wî ew şikandin û dan şagirtên xwe, da ku ew wan bidin mirovan. 17 Hemûyan xwar û têr bûn. Û wan 12 selik pariyên ku zêde mabûn dan ber hev.
18 Paşê, gava Îsa bi tena serê xwe dua dikir, şagirt hatin ba wî, û wî ji wan pirsî: “Bi dîtina xelkê ez kî me?” 19 Wan cewab da: “Dibêjin Yehyayê* Vaftîzkar*, lê hin kes dibêjin Êlyas, û hin kesên din jî dibêjin ku yek ji pêxemberên berê ji mirinê rabûye.” 20 Hingê wî ji wan pirsî: “Lê hûn çi dibêjin? Bi dîtina we ez kî me?” Petrûs cewab da: “Tu Mesîhê Xwedê yî.” 21 Hingê wî ew tembîh kirin ku ew vê yekê ji tu kesî re nebêjin, 22 û wî got: “Gerek Kurê Mirov cefayê bikişîne, ji aliyê rîspiyan, serokên kahînan û qanûnzanan ve bê redkirin û bê kuştin û di roja sisêyan de ji mirinê bê rakirin.”
23 Paşê wî ji hemûyan re got: “Eger yek ji we bixwaze li pey min were, gerek ew êdî ne ji bo xwe bijî. Gerek ew her roj darê xweyî îşkenceyê hilgire û bi dewamî li pey min were. 24 Çimkî yê ku dixwaze jiyana* xwe xelas bike, ewê wê winda bike. Lê yê ku jiyana* xwe ji bo xatirê min winda dike, ewê wê xelas bike. 25 Eger mirovek temamiya dinyayê bi dest bixe, lê jiyana* xwe winda bike yan zerarê bide xwe, ma çi feydeya wî heye? 26 Yê ku ji ber min û gotinên min şerm bike, wexta ku Kurê Mirov di rûmeta xwe de û di rûmeta Bavê xwe û melekên pîroz de were, ewê jî ji ber wî kesî şerm bike. 27 Lê bi rastî, li vir di nav we de hin mirov hene, ewê nemirin* heta ku ew Hukimdariya Xwedê bibînin.”
28 Weke heşt roj piştî van gotinan, wî Petrûs, Yûhena û Aqûb bi xwe re birin û hilkişiya ser çiyê ku dua bike. 29 Û gava wî dua dikir, xuyabûna rûyê wî hat guhertin û kincên wî spî bûn û dibiriqîn. 30 Ji nişka ve du zilaman bi wî re sohbet kir. Ew Mûsa û Êlyas bûn. 31 Ew di nav rûmetê de xuya bûn, û wan li ser çûyîna wî, ya ku ewê li Orşelîmê pêk bîne, xeber dida. 32 Petrûs û kesên bi wî re bi xew re çûn, lê gava ew hişyar bûn, wan rûmeta wî û her du zilamên ku bi wî re disekinîn, dîtin. 33 Û gava her du zilaman dixwest ji ba wî herin, Petrûs ji Îsa re got: “Mamoste, çi qas baş e ku em li vir in. Were em sê konan deynin, yekî ji bo te, yekî ji bo Mûsa û yekî jî ji bo Êlyas.” Wî fehm nedikir ku ew çi dibêje. 34 Lê gava ew hê dipeyivî, ewrek çêbû û daket ser wan. Wexta ku ew ketin nav ewr, tirs ket dilê wan. 35 Hingê dengek ji ewr hat û got: “Ev e Kurê min, ê ku hatiye hilbijartin. Guh bidin wî.” 36 Gava ew deng hat, wan dît ku Îsa bi tenê ye. Lê şagirtan tiştên ku wan dîtin ji tu kesî re negotin.
37 Gava ew roja din ji çiyê daketin xwarê, gelek mirov hatin pêşiya Îsa. 38 Ji nişka ve zilamekî ji nav xelkê bi dengekî bilind got: “Mamoste, ez ji te rica dikim, ka li kurê min binêre, çimkî ew kurê min ê yekta ye. 39 Cinek* wî digire, û kurik ji nişka ve dike qîrîn, cin wî vedihejîne, û kef ji devê kurik derdikeve. Cin bi hêsanî wî bernade, ancax piştî ku ew wî birîndar dike dev ji wî berdide. 40 Min ji şagirtên te rica kiribû ku ew vî cinî derxin, lê wan nikaribû.” 41 Îsa got: “Ey neslê* bêbawer û gunehkar, heta kengê gerek ez bi we re bim û li we sebir bikim? Kurê xwe bîne vir.” 42 Heta ku kurik nêzîk dibû jî, cin ew avêt erdê û pir vehejand. Lê Îsa ferman da cin* û kurik qenc kir û da bavê wî. 43 Û her kes bi mezinahiya qudreta Xwedê ecêbmayî ma.
Gava mirov bi hemû kirinên wî hê ecêbmayî diman, wî ji şagirtên xwe re got: 44 “Rind guh bidin û van gotinan ji bîr nekin, çimkî Kurê Mirov wê bê dayîn destê mirovan.” 45 Lê wan fehm nekir ku ew çi dibêje. Ev yek ji wan veşartî bû, da ku ew fehm nekin, û ew ditirsiyan ku li ser vê yekê ji wî bipirsin.
46 Paşê şagirtan di nav xwe de minaqeşe kir ku kî ji wan ê herî mezin e. 47 Îsa, yê ku niyeta dilê wan dizanibû, zarokek anî û li kêleka xwe danî, 48 û ji wan re got: “Kî vî zarokî ji bo xatirê navê min qebûl bike, ew min jî qebûl dike. Û yê ku min qebûl dike, yê ku ez şandime jî qebûl dike. Çimkî yê ku di nav we de xwe biçûk bike, yê mezin ew e.”
49 Yûhena got: “Mamoste, me dît ku kesek bi navê te cinan derdixe. Me xwest ku wî bidin sekinandin, çimkî ew li pey me nayê.” 50 Lê Îsa ji wî re got: “Rê li ber wî negirin, çimkî kî ne li dijî we be, bi we re ye.”
51 Gava roj nêzîk dibûn ku ew hilkişe ezmên, wî berê xwe da Orşelîmê ku here wê derê. 52 Wî xeberbêj di pêşiya xwe de şandin, û ew çûn gundekî Sameriyan ku ji bo wî haziriyê bikin. 53 Lê gava xelkê bihîst ku ew dixwaze here Orşelîmê, wan ew qebûl nekir. 54 Gava şagirtên wî Aqûb û Yûhena ev yek dît, wan got: “Efendiyê me, gelo tu dixwazî ku em bibêjin, bila agir ji ezmên bibare û wan helak bike?” 55 Lê Îsa li wan zivirî û ew tembîh kirin. 56 Piştî vê ew çûn gundekî din.
57 Gava ew li ser rê dimeşiyan, kesekî ji wî re got: “Tu herî ku derê, ezê li pey te werim.” 58 Lê Îsa ji wî re got: “Qulên rûviyan hene û hêlînên çivîkên ezmanan jî hene, lê qet cihek tune ye ku Kurê Mirov serê xwe lê deyne.” 59 Paşê wî ji yekî din re got: “Li pey min were.” Lê zilam got: “Efendiyê min, destûrê bide min ku ez pêşî herim û bavê xwe defn bikim*.” 60 Lê Îsa ji wî re got: “Bihêle, bila yên mirî miriyên xwe defn bikin*, lê tu here û Hukimdariya Xwedê li her derê bide bihistin.” 61 Û yekî din jî got: “Efendiyê min, ezê li pey te werim, lê belê pêşiyê destûrê bide min ku ez xatirê xwe ji maliyên xwe bixwazim.” 62 Îsa ji wî re got: “Kesê ku erdê xwe cot bike û li paş xwe binêre, ne hêjayî Hukimdariya Xwedê ye.”