Îbranî
13 Bi dewamî wek birayan ji hevdû hez bikin. 2 Mêvanheziyê* ji bîr nekin, çimkî hin kesan bêyî ku bizanin melek kirin mêvanên xwe. 3 Kesên ku di hebsê de ne bînin bîra xwe, qey hûn bi wan re girtî ne. Wekî din, kesên ku xerabî li wan tê kirin jî bînin bîra xwe, qey hûn bi wan re rastî xerabiyê tên*. 4 Bila her kes qedrê zewacê bigire, û bila jin û mêr ji hevdû re dilsoz bimînin*. Çimkî Xwedê wê hukmê zinakaran û kesên ku bêexlaqiya cinsî dikin bide. 5 Ji pereyan hez nekin, lê bi tiştên ku di destê we de hene razî bin. Çimkî Xwedê gotiye: “Ezê tu caran te nehêlim, û ezê tu caran dev ji te bernedim.” 6 Loma em dikarin bê şik û guman bibêjin: “Yehowa alîkarê min e, ezê netirsim. Ma mirov wê çi li min bike?”
7 Kesên ku di nav we de rêberiya we dikin bînin bîra xwe. Çimkî van kesan peyva Xwedê ji we re gotiye. Li ser netîceyên kirinên wan bifikirin û baweriya wan ji xwe re bikin emsal.
8 Îsa Mesîh duh, îro û her û her eynî ye.
9 Bila cure cure hîndariyên xerîb we ji rê dernexînin. Bila em dilê xwe ne bi xwarinê*, lê bi hezkirina Xwedê xurt bikin. Ev xwarin feydeyê nadin kesên ku bi wan mijûl in.
10 Qurbangeheke me heye, û îzna kesên ku di kon de xizmeta pîroz dikin tune ye ku tiştên ku li ser wê tên pêşkêşkirin, bixwin. 11 Çimkî bedenên heywanên ku kahînê mezin xwîna wan wek pêşkêşa ji bo gunehan dibe hundirê cihê pîroz* li derveyî cihê ku mirov lê dijiyan* tên şewitandin. 12 Loma Îsa jî ji bo ku ew bi xwîna xwe xelkê pîroz bike, li derveyî bajêr* cefa kişand. 13 Îcar bila em ji cihê ku em lê dijîn* derkevin û herin ba wî, û şermezariya ku wî hilda ser xwe, em jî hildin ser xwe. 14 Çimkî li vir bajarekî me yê ku dimîne, tune ye. Lê em bi çar çavan li benda vî bajarî ne, yê ku wê bê. 15 Bila em bi saya Îsa her tim pesnê Xwedê bidin. Qurbana me ji bo Xwedê ev e ku em bi devê xwe ji kesên din re behsa navê wî dikin. 16 Wekî din, ji bîr nekin ku hûn qenciyê bikin û tiştên ku li ba we hene bi kesên din re parve bikin, çimkî qurbanên wisa li Xwedê xweş tên.
17 Guh bidin kesên ku di nav we de rêberiyê dikin û bi ya wan bikin. Çimkî ew her tim li we xwedî derdikevin, û ewê ji bo we hesab bidin. Wisa bikin ku ew vê yekê ne bi nalîn, lê bi kêfxweşî bikin. Eger hûn wisa nekin, ev yek wê ji bo zerara we be.
18 Her tim ji bo me dua bikin. Çimkî em dizanin ku wijdanê me paqij e, û em dixwazin di her tiştî de rast û durist bin. 19 Lê ez ji we rica dikim ku hûn bi xisûsî ji bo vê yekê dua bikin ku ez hê zûtir vegerim ba we.
20 Xwedayê aştiyê şivanê mezin ê miyan, yanî Efendiyê me Îsa, bi xwîna peymana herheyî ji mirinê rakiriye. Bila Xwedayê aştiyê 21 her tiştê ku lazim e bide we, da ku hûn daxwaza wî bînin cih. Ew bi destê Îsa Mesîh dilê me xurt dike ku em tiştên ku li wî xweş tên, bikin. Bila ji Xwedê re her û her rûmet bê dayîn! Amîn.
22 Îcar birano, ez ji we rica dikim ku hûn bi sebir guh bidin van gotinên ku dilan xurt dikin, çimkî min ji we re nameyeke kin nivîsî. 23 Ez dixwazim ku hûn bizanin ku birayê me Tîmotêyos hatiye berdan. Eger ew di nêzîk de bê, emê bi hev re bên ba we.
24 Silavên min li hemû kesên ku di nav we de rêberiyê dikin û li hemû pîrozan bikin. Birayên ji Îtalyayê silavan li we dikin.
25 Bila qenciya mezin bi we hemûyan re be.