LI GOR MARQOS
1 Destpêka mizgîniya li ser Îsa Mesîh, Kurê Xwedê: 2 Çawa ku di kitêba Îşaya pêxember de hatiye nivîsîn: “(Ez xeberbêjê xwe li pêşiya te dişînim. Ewê ji bo te rê hazir bike.) 3 Li çolê kesek bi dengekî bilind dibêje: ‘Rêya Yehowa hazir bikin! Rêyên wî rast bikin.’” 4 Yehyayê* Vaftîzkar* li çolê bû. Wî ji mirovan re digot ku ji bo efûkirina gunehan, gerek ew tobe bikin û vê yekê bi vaftîzbûnê nîşan bidin. 5 Temamiya Cihûstanê û hemû xelkê Orşelîmê dihatin ba wî. Wan gunehên xwe îtiraf dikirin û bi destê wî li Çemê Urdunê vaftîz dibûn*. 6 Kincên Yehya* ji pirça deve* bûn û qayîşa ku wî li ser pişta xwe girêdida ji çerm bû. Wî kulî û hingivê çolê dixwarin. 7 Wî wisa digot: “Yê ku piştî min tê ji min biqewettir e, û ez ne hêja me ku xwe bitewînim û benikên solên* wî vekim. 8 Min hûn bi avê vaftîz kirin, lê ewê we bi ruhê pîroz vaftîz bike.”
9 Di wan rojan de, Îsa ji Nasiraya* Celîleyê hat û di Çemê Urdunê de ji aliyê Yehya* ve hat vaftîzkirin*. 10 Gava Îsa ji avê derket, wî dît ku ezman ji nişka ve ji hev vebû û ruhê Xwedê wek kevokekê daket ser wî. 11 Û dengek ji ezmanan hat: “Tu yî Kurê min ê delal, ez ji te razî me.”
12 Di cih de ruh* ew bir çolê. 13 Îsa 40 rojî li çolê ma û ji aliyê Şeytan ve hat ceribandin. Ew di nava heywanên çolê de bû, lê melek li wî xwedî derdiketin.
14 Piştî ku Yehya* hat girtin, Îsa çû Celîleyê ku mizgîniya Xwedê belav bike 15 û wisa digot: “Wext hatiye. Hukimdariya Xwedê nêzîk bûye. Tobe bikin û baweriya xwe bi mizgîniyê bînin.”
16 Gava Îsa li ber behra Celîleyê dimeşiya, wî Şîmûn û birayê wî Andreas dîtin, ên ku torên xwe diavêtin behrê, çimkî ew masîgir bûn. 17 Îsa ji wan re got: “Li pey min werin, û ezê we bikim masîgirên mirovan*.” 18 Wan di cih de torên xwe hiştin û li pey wî çûn. 19 Gava Îsa hinek pêşve çû, wî Aqûbê kurê Zebedî û birayê wî Yûhena dîtin. Ew di qeyîkê* de bûn û torên xwe didirûtin. 20 Di cih de wî gazî wan kir. Û wan jî bavê xwe Zebedî bi xebatkaran re di qeyîkê de hişt û li pey Îsa çûn. 21 Û ew çûn Kapernaûmê.
Gava bû roja Sebtê*, Îsa ket sînagogê* û dest bi hînkirinê kir. 22 Xelk bi hînkirina wî heyran ma, çimkî wî ne wek qanûnzanan, lê wek kesekî ku qudret ji Xwedê standiye, ew hîn dikirin. 23 Hingê di sînagogê* de zilamekî ku bi cin* ketibû, hebû. Wî kir qîrîn: 24 “Ya Îsayê Nasirayî, tu çi ji me dixwazî? Ma tu hatî ku me helak bikî? Ez baş dizanim ku tu kî yî. Tu yê Pîroz î, yê ku Xwedê şandiye!” 25 Lê Îsa li wî emir kir: “Hiş be û ji wî derkeve!” 26 Cin zilam vehejand û bi dengekî bilind kir qîrîn û ji wî derket. 27 Xelk pir ecêbmayî ma û wan bi hev re dest bi şêwirînê kir. Wan got: “Ev çi ye? Ev hînkirineke nû ye! Ew bi qudreta Xwedê emir dide cinan, û heta ew jî bi ya wî dikin.” 28 Nav û dengê wî li temamiya herêma Celîleyê zû belav bû.
29 Gava ew ji sînagogê* derketin, ew bi Aqûb û Yûhena re çûn mala Şîmûn û Andreas. 30 Xesûya Şîmûn ta girtibû û di nav nivînan de bû. Di cih de wan ev xeber ji Îsa re got. 31 Îsa çû ba wê, destê wê girt û ew rakir. Tayê ew berda, û wê xwarin ji wan re çêkir.
32 Gava bû êvar, piştî ku roj çû ava, mirovan hemû kesên nexweş û kesên ku bi cinan ketibûn anîn ba wî. 33 Hemû xelkê bajêr li ber derî top bû. 34 Îsa gelek mirov ji her cureyên nexweşiyan qenc kirin, û wî gelek cin jî derxistin. Lê wî nedihişt ku cin tiştekî bibêjin, çimkî wan dizanibû ku ew Mesîh e*.
35 Serê sibehê, wexta ku hê tarî bû, Îsa rabû û çû cihekî tenha, û dest pê kir ku dua bike. 36 Şîmûn û kesên ku bi wî re bûn li her derê li Îsa digeriyan. 37 Gava wan ew dît, wan ji wî re got: “Her kes li te digere.” 38 Lê wî ji wan re got: “Bila em herin cihekî din, nav bajarên derdorê, da ku ez li wê derê jî mizgîniyê belav bikim, çimkî ez ji bo vê yekê hatime.” 39 Îsa çû û mizgînî li temamiya Celîleyê di sînagogan* de belav dikir û cin derdixistin.
40 Zilamekî bi nexweşiya cuzamê* hat ba wî. Ew ket ser çokan û rica kir: “Eger tu bixwazî, tu dikarî min qenc* bikî.” 41 Dilê Îsa bi wî şewitî, û wî destê xwe dirêj kir, dest li wî da û got: “Ez dixwazim! Qenc* bibe.” 42 Di cih de nexweşiya cuzamê jê çû û ew qenc* bû. 43 Berî ku Îsa ew şand, wî ew tembih kir 44 û ji wî re got: “Vêya ji tu kesî re nebêje, lê here, xwe nîşanî kahîn bide û tiştên ku Mûsa emir kirine pêşkêş bike, da ku ew îsbata qencbûna te bibînin*.” 45 Lê ew zilam ji wê derê çû û li her derê digot ku çi qewimî. Ji ber vê yekê Îsa nikaribû bi eşkereyî here bajarekî, loma ew li derveyî bajêr li cihên tenha dima. Dîsa jî xelk ji her derê dihatin ba wî.
2 Piştî çend rojan, Îsa vegeriya Kapernaûmê, û xelk pê hesiya ku ew li malê ye. 2 Ew qas mirov top bûn ku heta li ber deriyê malê jî cih nemabû. Û Îsa ji wan re behsa mizgîniyê kir. 3 Çar zilaman kesekî felcbûyî* hilgirt û anî ba wî. 4 Lê ji ber xelkê, wan nikaribû wî rasterast bibin ba Îsa. Loma wan banê malê qul kir û zilamê felcbûyî li ser darbestekê daxistin jêr. 5 Gava Îsa baweriya wan dît, wî ji zilamê felcbûyî re got: “Kurê min, gunehên te hatine efûkirin.” 6 Li wê derê hin qanûnzan jî rûniştî bûn, û wan di dilê xwe de digot: 7 “Ev zilam çima wisa dibêje? Ew kufir dike. Ji xeynî Xwedê tu kes nikare gunehan efû bike.” 8 Di cih de Îsa di dilê xwe de* pê hesiya ku ew çi difikirin û ji wan pirsî: “Hûn çima di dilê xwe de tiştekî wisa difikirin? 9 Ma çi hêsantir e? Ku ez ji zilamê felcbûyî re bibêjim ‘Gunehên te hatine efûkirin’, yan ‘Rabe, darbesta xwe hilde û bimeşe’? 10 Lê da ku hûn bizanin ku heqê Kurê Mirov heye ku li ser rûyê erdê gunehan efû bike...” wî ji zilamê felcbûyî re got: 11 “Ez ji te re dibêjim, rabe, darbesta xwe hilde û here mala xwe.” 12 Zilam rabû, di cih de darbesta xwe hilda û li ber çavê hemûyan derket derve. Xelk heyran ma, wan pesnê Xwedê da û got: “Me qet tiştekî wisa nedîtiye!”
13 Îsa dîsa li ber behrê dimeşiya. Gelek mirov hatin ba wî, û wî dest pê kir ku wan hîn bike. 14 Gava ew derbas dibû, çavê wî bi Lêwiyê kurê Alfayos ket, ê ku li cihê ku bac dihatin topkirin rûniştî bû. Îsa ji wî re got: “Li pey min were!” Lêwî rabû û li pey wî çû. 15 Paşê Îsa li mala wî li ser sifrê rûniştibû. Gelek bacgir û gunehkar bi wî û şagirtên wî re li ser sifrê rûniştin, çimkî gelek ji wan li pey wî diçûn. 16 Lê gava qanûnzan û Fêrisiyan dît ku ew bi gunehkar û bacgiran re xwarinê dixwe, wan ji şagirtên wî re got: “Ew çima bi bacgir û gunehkaran re xwarinê dixwe?” 17 Îsa ev yek bihîst û ji wan re got: “Ne kesên saxlem, lê kesên nexweş hewceyî hekîm in. Ez hatim, ne ku gazî kesên rast, lê gazî gunehkaran bikim.”
18 Şagirtên Yehya* û Fêrisiyan rojî digirt. Loma ew hatin ba Îsa û jê pirsîn: “Şagirtên Yehya û şagirtên Fêrisiyan rojiyê digirin, lê şagirtên te çima rojiyê nagirin?” 19 Îsa cewaba wan da: “Heta ku zava bi wan re be, ma sebeb heye ku birazava rojiyê bigirin? Heta ku zava li ba wan be, ew nikarin rojiyê bigirin. 20 Lê belê ew roj wê bên ku zava ji wan bê standin, û wê çaxê ewê rojiyê bigirin. 21 Tu kes li ser kincekî kevn pîneyekî qumaşê nû nadirû. Eger ew wisa bike, parçeyê nû wê xwe ji parçeyê kevn bikişîne, û cihê qetiyayî wê hê jî xerabtir bibe. 22 Wekî din, tu kes şeraba nû nake meşkên kevn. Eger ew wisa bike, şerab wê meşkê biteqîne û bi meşkan ve ji dest here. Lê şeraba nû dikin meşkên nû.”
23 Gava di roja Sebtê* de Îsa di nav dexlan re derbas dibû, şagirtên wî li ser rê dest pê kir ku simbilên genim biçinin. 24 Hingê Fêrisiyan ji wî re got: “Binêre! Çima ew di roja Sebtê de tiştekî qedexe dikin?” 25 Lê wî ji wan re got: “Ma we nexwendiye ku gava Dawid di tengasiyê de bû û ew û zilamên wî birçî bûn, wî çi kir? 26 Çawa ew li gor serpêhatiya li ser serokê kahînan Abiyatar ket mala Xwedê û nanê pîroz*, ê ku ji xeynî kahînan ji kesên din re qedexe bû, xwar? Û wî çawa ew nan da zilamên xwe jî?” 27 Paşê wî ji wan re got: “Ne mirov ji bo xatirê roja Sebtê, lê roja Sebtê ji bo xatirê mirov hatiye danîn. 28 Loma Kurê Mirov Efendiyê roja Sebtê ye jî.”
3 Îsa dîsa ket sînagogekê*, û li wê derê zilamekî destseqet* hebû. 2 Çavê Fêrisiyan li ser Îsa bû, ka ewê di roja Sebtê* de wî zilamî qenc bike, da ku ew wî sûcdar bikin. 3 Îsa ji zilamê destseqet re got: “Rabe û were li ortê bisekine.” 4 Paşê Îsa ji wan pirsî: “Îzin heye ku mirov di roja Sebtê de qencî yan xerabiyê bike, canekî* xelas bike yan bide helakkirin?” Lê ew bêdeng man. 5 Îsa ji ber dilhişkiya wan pir xemgîn bû û bi hêrs li wan nêrî. Wî ji zilam re got: “Destê xwe dirêj bike.” Zilam jî destê xwe dirêj kir, û destê wî qenc bû. 6 Hingê Fêrisî derketin derve, û di cih de bi piştgirên Hêrodês re şêwirîn ku wî çawa bidin kuştin.
7 Lê Îsa bi şagirtên xwe re çû ber behrê, û gelek mirov ji Celîle û Cihûstanê li pey wî çûn. 8 Gava mirovan di heqê hemû kirinên wî de bihîst, gelek kes heta ji Orşelîmê, ji Îdûmeayê, ji aliyê din ê Çemê Urdunê û ji derdora Sûr û Saydayê hatin ba wî. 9 Ji bo ku mirov derdora Îsa bi zêdeyî teng nekin, wî ji şagirtên xwe re got ku bila ew ji wî re qeyîkeke* biçûk hazir bikin. 10 Ji ber ku Îsa gelek mirov qenc kirin, hemû kesên bi nexweşiyên giran li dora wî top bûn, da ku destê xwe bidin wî. 11 Heta cinan* jî wexta ku wan Îsa didît, xwe li ber wî diavêt erdê û diqiriyan: “Tu Kurê Xwedê yî!” 12 Lê wî gelek caran tembîh li wan kir û emir da wan ku ew ji kesên din re behsa wî nekin.
13 Îsa hilkişiya çiyê, û wî hin şagirtên xwe gazî ba xwe kirin, û ew jî hatin ba wî. 14 Wî 12 kes wek komek hilbijartin* û ew wek şandî bi nav kirin. Îsa ew hilbijartin ku ew bi wî re bimînin û ku ew wan ji bo belavkirina mizgîniyê bişîne 15 û qudretê bide wan ku ew cinan derxin.
16 Navên 12 kesên ku Îsa hilbijartin* ev bûn: Şîmûnê ku Îsa navê Petrûs jî li wî danî, 17 Aqûbê kurê Zebedî û Yûhenayê birayê Aqûb (Îsa navê Boanerges jî li wan danî ku tê maneya “Kurên Gurîna Ezmên”), 18 Andreas, Filîpos, Bartolomeyos, Meta, Tomas, Aqûbê kurê Alfayos, Tadeyos, Şîmûnê bixîret, 19 û Cihûdayê Îsxeryot, ê ku paşê Îsa da dest.
Paşê Îsa ket malekê, 20 û dîsa ew qas mirov li hev top bûn ku wan nikaribû nên jî bixwin. 21 Gava merivên wî ev yek bihîst, ew çûn ku wî bi destê zorê ji wê derê bibin, ji ber ku wan digot: “Wî aqlê xwe winda kiriye!” 22 Û qanûnzanên ku ji Orşelîmê daketibûn, digot: “Ew bi Belzebûb* ketiye û cinan bi destê serokê cinan derdixe.” 23 Piştî ku Îsa ew gazî ba xwe kirin, wî bi destê mîsalan ji wan re got: “Îcar Şeytan çawa dikare Şeytan derxe?” 24 Eger hukimdariyek li dijî xwe hatiye parçekirin, ev hukimdarî nikare bimîne. 25 Û eger malbatek li dijî xwe hatiye parçekirin, ev malbat wê nikaribe bimîne. 26 Bi eynî awayî, eger Şeytan li dijî xwe rabûye û hatiye parçekirin, ew nikare bimîne, lê dawiya wî nêzîk bûye. 27 Tu kes nikare bikeve mala zilamekî xurt û mala wî talan bike bêyî ku ew wî girêde. Bi tenê eger ew wî girêde, ew dikare mala wî talan bike. 28 Bi rastî, hemû cureyên guneh û kufrên ku kurên mirovan dikin wê bên efûkirin. 29 Lê yê ku li dijî ruhê Xwedê kufir dike, ewê tu caran neyê efûkirin, lê ew bi gunehê herheyî sûcdar e.” 30 Îsa wisa got, çimkî wan digot: “Ew bi cin* ketiye.”
31 Îcar diya wî û birayên wî hatin û li derve sekinîn. Wan kesek şand ku gazî Îsa bikin. 32 Ji ber ku gelek kes li derdora wî rûniştî bûn, wan ji wî re got: “Diya te û birayên te li derve ne û li te digerin.” 33 Lê Îsa cewab da: “Diya min kî ye, û birayên min kî ne?” 34 Hingê wî li mirovên li derdora xwe nêrî û got: “Diya min û birayên min ew in! 35 Her kesê ku li gor daxwaza Xwedê dike, birayê min, xwişka min û diya min ew e.”
4 Îsa dîsa dest pê kir ku li ber behrê hîn bike, û li dora wî gelek mirov top bûn. Loma ew li qeyîkê* siwar bû û rûnişt. Ew ji devê behrê hinekî dûr ket, lê xelk li ber devê behrê sekinî ma. 2 Wî gelek tişt bi destê mîsalan hînî wan kirin û wisa got: 3 “Guh bidin! Cotkar derket ku toxim biçîne. 4 Gava wî toxim direşandin, hin toxim ketin ser rê, û çivîk hatin û ew xwarin. 5 Hin toxim ketin ser erdê kevirî, yê ku axa wî kêm bû. Ji ber ku axa li wê derê ne kûr bû, toxim zû şîn bûn. 6 Lê gava roj derket, ew şewitîn, û ji ber ku kokên wan tunebûn, ew hişk bûn. 7 Hin toxim ketin nav striyan, strî derketin û nebat fetisandin, û wan ber neda. 8 Lê belê, hin toxim ketin ser erdê baş. Ew şîn bûn, mezin bûn û ber dan. Wan 30, 60 û 100 qat ber da.” 9 Hingê wî ji wan re got: “Guhên kê hene, bila baş guh bide.”
10 Gava Îsa bi tenê ma, Diwanzdehan* û kesên li derdora wî li ser mîsalan ji wî pirsî. 11 Wî ji wan re got: “Sira pîroz a Hukimdariya Xwedê ji we re hatiye vekirin, lê ji kesên din re her tişt tenê bi destê mîsalan tê gotin. 12 Çimkî ew dinêrin, lê dîsa jî nabînin, û guh didin, lê dîsa jî fehm nakin. Ewê tu caran venegerin ba Xwedê, û ewê neyên efûkirin. 13 Paşê Îsa ji wan re got: “Eger hûn ji van mîsalan fehm nakin, hûnê çawa ji hemû mîsalên din fehm bikin?
14 Cotkar Peyva Xwedê diçîne. 15 Toximên ku dikevin ser rê dişibin Peyva Xwedê ku di dilê mirovan de hatiye çandin. Hema piştî ku wan Peyva Xwedê bihîst, Şeytan tê û peyva ku di dilê wan de hatiye çandin, derdixe û dibe. 16 Bi eynî awayî, toximên ku dikevin ser erdê kevirî, dişibin vê yekê ku mirov Peyva Xwedê dibihîzin û wê di cih de bi kêfxweşî qebûl dikin. 17 Lê ji ber ku kokên wan tune ne, ev xeber bi tenê ji bo demekê mezin dibe. Û gava ew ji ber Peyva Xwedê tengasî û zilmê dikişînin, ew ji rê derdikevin. 18 Toximên din jî hene, yên ku ketine nav striyan. Ew dişibin vê yekê ku mirov Peyva Xwedê bihîstin, 19 lê xemên vê dinyayê, xapandina dewlemendiyê û xwestina tiştên din dikevin dilê wan û Peyva Xwedê difetisînin, û ew bê ber dimînin. 20 Li dawiyê, toximên ku li erdê baş hatine çandin, dişibin vê yekê ku mirov Peyva Xwedê dibihîzin, bi dil û can qebûl dikin û bi 30, 60 û 100 qat ber didin.”
21 Îsa bi van gotinan dewam kir: “Ma kî qendîlê tîne û dixê bin zembîlê yan bin nivînan? Ma ew qendîlê nayne ku deyne ser mûmdankê*? 22 Tu tiştê veşartî tune ye ku neyê xuyakirin, û tu tiştê nixumandî tune ye ku neyê eşkerekirin. 23 Guhên kê hene, bila baş guh bide.”
24 Îsa wisa jî got: “Bala xwe bidin tiştên ku hûn dibihîzin. Hûn bi kesên din re çawa bin, ewê jî bi we re wisa bin. Erê, li gor vê hûnê zêdetir bistînin. 25 Çimkî li ba kê heye, ewê zêdetir bistîne. Lê li ba kê tune ye, tiştê ku li ba wî heye jî wê ji wî bê standin.”
26 Paşê Îsa got: “Hukimdariya Xwedê dişibe zilamekî ku toxim li erdê xwe direşîne. 27 Dibe şev ew radize û dibe roj ew radibe. Toxim şîn dibe û mezin dibe, lê ew nizane ku ev çawa dibe. 28 Gav bi gav erd bi xwe ber dide, pêşî zîl, paşê simbil û li dawiyê di simbilê de genimê gihîştî dide. 29 Gava ber digihîje, zilam bi dasê jêdike, çimkî dema dirûnê hatiye.”
30 Îsa dewam kir: “Gelo em dikarin Hukimdariya Xwedê bişibînin çi? Yan em dikarin bi kîjan mîsalê bidin fehmkirin? 31 Ew dişibe toximê xerdelê. Gava ew tê reşandin, ew ji hemû toximên li ser rûyê erdê yê herî biçûk e. 32 Lê piştî ku ew tê çandin, ew şîn dibe û ji hemû nebatan mezintir dibe, û çiqilên wê mezin dibin, wisa ku çivîkên ezmanan di bin siya wê de bi cih dibin.”
33 Îsa bi gelek mîsalan ji mirovan re behsa Peyva Xwedê dikir, bi qasî ku wan dikaribû baş jê fehm bikin. 34 Wî bê mîsal tu tişt ji wan re nedigot. Lê gava ew bi şagirtên xwe re bi tenê dima, wî her tişt ji wan re şirove dikir.
35 Di eynî rojê de, gava bû êvar, Îsa ji şagirtên xwe re got: “Werin em derbasî aliyê din ê behrê bibin.” 36 Piştî ku wan xelk şand, ew di qeyîkê* de bi Îsa re çûn, û qeyîkên din jî bi wan re bûn. 37 Ji nişka ve bayekî qewî rabû, û pêlên avê wisa li qeyîkê* xist ku hindik mabû qeyîk bi avê tije bibe. 38 Lê Îsa di paşiya qeyîke* de serê xwe danîbû ser balgehê û razayî bû. Îcar wan ew ji xewê rakir û got: “Mamoste, emê bimirin, ma ne xema te ye?” 39 Ew rabû, ferman li ba kir, û ji behrê re got: “Bêdeng be! Bisekine!” Û ba sekinî û bêdengiyeke mezin çêbû. 40 Îsa ji wan re got: “Hûn çima ew qas ditirsin? Ma baweriya we heta niha qet tune ye?” 41 Lê tirseke mezin ket dilê wan û wan ji hevdû re got: “Gelo ev kî ye? Heta ku ba û behr jî bi ya wî dikin.”
5 Hingê ew derbasî aliyê din ê behrê bûn û gihîştin herêma xelkê Gerasînayê. 2 Gava Îsa ji qeyîkê* peya bû, di cih de zilamekî ku bi cin* ketibû ji nav goristanê derket û hat pêşiya wî. 3 Ew di nav goristanê de dijiya, û heta wê demê tu kesî nikaribû wî bi zincîran girêde. 4 Dest û lingên wî gelek caran bi zincîran hatibûn girêdan, lê wî her car zincîr qetandibûn. Û tu kesî nikaribû ew zeft bikira. 5 Ew bi şev û roj her tim di nav goristanê de û li ser çiyayan diqîriya û xwe bi keviran birîndar dikir. 6 Lê gava wî Îsa ji dûr ve dît, ew bi lez hat û li ber wî ket ser çokan 7 û bi dengekî bilind qîriya: “Ya Îsa, Kurê Xwedayê Jorîn, tu ji min çi dixwazî? Bi Xwedê sond bixwe ku tuyê ezabê nedî min!” 8 Çimkî Îsa ji cin* re gotibû: “Ji vî zilamî derkeve!” 9 Îsa ji wî pirsî: “Navê te çi ye?” Wî cewab da: “Navê min Lejyon* e, çimkî em gelek in.” 10 Û wî bi dewamî ji Îsa rica dikir ku ew cinan* neşîne derveyî herêmê.
11 Li wê derê, li ser çiyê gelek xenzîr* diçêriyan. 12 Îcar cinan* ji wî rica kir: “Me bişîne nav xenzîran û bihêle ku em bikevin nav wan.” 13 Îsa jî îzin da wan. Hingê cin* ji zilam derketin û ketin nav xenzîran. Kerî weke 2.000 xenzîr bû, û wan xwe ji kendalê avêt behrê û di avê de xeniqîn. 14 Şivanên wan reviyan û ev xeber li bajar û gundan belav kirin. Îcar mirov hatin ku bi çavê xwe bibînin ku çi qewimî. 15 Gava mirov hatin ba Îsa, wan zilamê ku bi lejyoneke* cinan ketibû rûniştî dît. Kincên wî lêkirî bûn, û ew li ser hişê xwe bû. Hingê ew pir tirsiyan. 16 Wekî din, şahidên vê serpêhatiyê ji mirovan re got ku çi hatibû serê zilamê ku bi cinan ketibû û serê xenzîran. 17 Loma wan ji Îsa rica kir ku ew ji herêma wan here.
18 Gava Îsa li qeyîkê* siwar dibû, zilamê ku bi cinan ketibû rica kir ku bi wî re here. 19 Lê Îsa nehişt ku ew bi wî re here û jê re got: “Vegere mala xwe, cem merivên xwe. Ji wan re behsa hemû tiştên ku Yehowa ji bo te kirine û rehma ku wî li te kiriye, bike.” 20 Zilam jî çû û di Dêkapolîsê* de dest pê kir ku behsa hemû tiştên ku Îsa ji bo wî kirine bike, û her kes ecêbmayî ma.
21 Îsa bi qeyîkê* dîsa derbasî aliyê din ê behrê bû. Gava ew hê li ber behrê sekinî bû, gelek mirov li dora wî top bûn. 22 Yek ji serokên sînagogê* jî, yê ku navê wî Yaîros bû, hat û dema ku wî Îsa dît, xwe avêt ber lingên wî. 23 Wî gelek caran ji Îsa rica kir û got: “Keçika mine biçûk li ber mirinê ye. Ji kerema xwe re were û destên xwe deyne ser wê, da ku ew qenc bibe û bijî.” 24 Îcar Îsa bi wî re çû. Gelek mirov jî li pey wî diçûn û derdora wî teng dikir.
25 Li wê derê jinikek hebû, ya ku 12 salan xwîn jê diçû. 26 Wê ji destê gelek hekîman pir êş kişandibû û hemû hebûna xwe xerc kiribû. Dîsa jî halê wê ne baştir, lê hê jî xerabtir bû. 27 Gava wê xeberên li ser Îsa bihîstin, ew di nav xelkê de ji pişt ve hat û dest da kincên wî. 28 Çimkî wê ji xwe re digot: “Eger ez tenê dest bidim kincên wî, ezê qenc bibim.” 29 Di cih de xwîna ku jê diçû sekinî, û wê hîs kir ku ew ji vê nexweşiya giran qenc bûye.
30 Îsa di cih de fehm kir ku qewet ji wî çû. Ew li pişt xwe zivirî, li xelkê nêrî û pirsî: “Kê destê xwe da kincên min?” 31 Lê şagirtan ji wî re got: “Ma tu nabînî ku li derdora te tijî xelk e, û tu hê jî dipirsî: ‘Kê destê xwe da min?’” 32 Lê Îsa li derdora xwe nêrî, da ku bibîne kê ev yek kir. 33 Jinika ku fehm kiribû ku ew qenc bûye, ji tirsan lerizî. Loma ew hat û xwe avêt ber lingên wî û hemû tişt bi eşkereyî ji wî re gotin. 34 Îsa ji wê re got: “Keça min, baweriya te tu qenc kirî. Bi selametî here û ji derdê vê nexweşiya giran qenc be.”
35 Îsa hê dipeyivî, hin zilam ji mala vî serokê sînagogê* hatin û gotin: “Keçika te mir! Êdî zehmetê nede mamoste.” 36 Lê Îsa pê hesiya û ji vî serokê sînagogê* re got: “Netirse, bi tenê bawer bike!” 37 Ji xeynî Petrûs, Aqûb û Yûhenayê birayê Aqûb, wî nehişt ku tu kes bi wî re here.
38 Gava Îsa gihîşt mala vî serokê sînagogê*, wî kesên ku bi hawar û axîn digirîn û dikir qîrîn, dîtin. 39 Ew ket hundir û ji wan re got: “Hûn çima digirîn û dikin hawar? Zarok nemiriye, lê razayî ye.” 40 Hingê ew bi wî keniyan. Lê piştî ku Îsa ew hemû derxistin derve, wî dê û bavê zarokê û şagirtên ku bi wî re bûn bi xwe re birin û çû cihê ku zarok lê bû. 41 Wî destê zarokê girt û jê re got: “Talîta qûmî”, ya ku tê maneya: “Keçê, ez ji te re dibêjim: ‘Rabe!’” 42 Hema wê gavê keçik rabû û meşiya. (Ew 12 salî bû.) Îcar ew ji kêfan firiyan. 43 Lê Îsa dîsa û dîsa li wan emir kir ku ew vê yekê ji tu kesî re nebêjin. Û wî ji wan re got ku bila ew xwarinê bidin keçikê.
6 Îsa ji wê derê çû û gihîşt herêma xwe, û şagirtên wî li pey wî çûn. 2 Di roja Sebtê* de, wî di sînagogê* de dest bi hînkirinê kir, û piraniya kesên ku guh da wî pir ecêbmayî man û gotin: “Gelo vî zilamî ev tişt ji ku derê anîne? Çima ev hîkmet ji wî re hat dayîn, û çima mucîzeyên wisa bi destê wî tên çêkirin? 3 Ma ew ne xerat e, kurê Meryemê û birayê Aqûb, Ûsiv, Cihûda û Şîmûn, ne wisa ye? Û ma hemû xwişkên wî li ba me najîn? Loma wan nexwest bi wî bawer bikin*. 4 Lê Îsa ji wan re got: “Qedrê pêxemberekî li her derê tê girtin, lê ne li bajarê wî û di nav malbat û merivên wî de.” 5 Ji ber vê yekê, wî li wê derê mucîze çênekirin, wî bi tenê destên xwe danî ser hin kesên nexweş û ew qenc kirin. 6 Îsa ji ber bêbaweriya wan şaş ma. Û ew li gundên derdorê digeriya û hîn dikir.
7 Hingê wî gazî Diwanzdehan* kir, û ew didu didu şandin û qudreta li ser cinan* da wan. 8 Û wî emir da wan ku ew ji bo rêwîtiyê ji xeynî gopal tu tiştî bi xwe re nebin, ne nan, ne tûrikê xwarinê û ne jî di qayîşê de pere*. 9 Wî got ku bila ew solên* xwe û tenê yek dest kiras* li xwe bikin. 10 Paşê wî ji wan re got: “Gava hûn bikevin malekê, li wê derê bimînin, heta ku hûn ji wî cihî herin. 11 Û li cihê ku we qebûl nekin yan guh nedin we, gava hûn ji wê derê derkevin, toza lingên xwe biweşînin, da ku ji wan re bibe şahidî.” 12 Hingê ew bi rê ketin û ji xelkê re gotin ku bila ew tobe bikin. 13 Û wan gelek cin derdixistin û rûn li gelek nexweşan didan û ew qenc dikirin.
14 Hêrodês Padîşah ev yek bihîst, çimkî nav û dengê Îsa belav bûbû û xelkê digot: “Yehyayê* Vaftîzkar* ji nav miriyan hatiye rakirin, û ji ber vê yekê ew dikare mucîzeyan çêke.” 15 Lê hin kesên din digot: “Ew Êlyas e.” Û hin kesên din jî digot: “Ew pêxember e, wek yek ji pêxemberên berê.” 16 Lê gava Hêrodês ev yek bihîst, wî got: “Yehyayê* ku min serê wî jêkir, ji mirinê hat rakirin.” 17 Hêrodês ji ber Hêrodiyasa jina birayê xwe Filîpos, ya ku ew pê re zewicîbû, bi xwe Yehya* bi zincîran dabû girtin û avêtibû hebsê. 18 Çimkî Yehya* ji Hêrodês re digot: “Ev yek ku te jina birayê xwe ji xwe re aniye, li dijî qanûnê ye.” 19 Loma Hêrodiyasê di dilê xwe de kîn girt û dixwest wî bide kuştin, lê wê nikaribû. 20 Ji ber ku Hêrodês ji Yehya* ditirsiya û ew wek mirovekî rast û pîroz didît, wî ew diparast. Her cara ku Hêrodês guh dida wî, wî nizanibû çi bike. Lê dîsa jî wî bi kêfxweşî guh dida wî.
21 Lê rojekê fersend çêbû. Di rojbûna Hêrodês de, wî ji karmendên xwe yên bilind re, ji fermandaran re û ji zilamên herî bi nav û deng ên Celîleyê re sifre danî. 22 Keça Hêrodiyasê ket hundir û reqisî. Ev yek li Hêrodês û mêvanên wî xweş hat, û padîşah ji keçikê re got: “Tu ji min her çi bixwazî, ezê bidim te.” 23 Wî sond xwar: “Her tiştê ku tu bixwazî, ezê bidim te, heta nîvê padîşahiya xwe jî.” 24 Îcar keçik derket û ji diya xwe pirsî: “Ez çi bixwazim?” Wê got: “Serê Yehyayê* Vaftîzkar* bixwaze.” 25 Keçik hema bi lez çû ba padîşah û daxwaza xwe got: “Ez dixwazim ku tu niha serê Yehyayê* Vaftîzkar* li ser sêniyekê bidî min.” 26 Padîşah pir xemgîn bû, lê wî ji ber sonda xwe û mêvanên ku li ser sifrê rûniştî bûn, nexwest daxwaza keçikê red bike. 27 Loma padîşah di cih de nobedarek şand û emir da ku serê Yehya* bîne. Nobedar jî çû, di hebsê de serê wî jêkir 28 û li ser sêniyekê anî û da keçikê. Wê jî ew bir û da diya xwe. 29 Gava şagirtên Yehya* ev yek bihîst, ew hatin, cesedê wî hildan û kirin mezel.
30 Şandî vegeriyan ba Îsa û hemû tiştên ku wan kiribûn û hîn kiribûn ji wî re gotin. 31 Ji ber ku gelek kes dihatin û diçûn, wexta wan tunebû ku xwarinê jî bixwin. Loma Îsa ji wan re got: “Ka werin em herin cihekî tenha, da ku hûn hinekî bêhna xwe vedin.” 32 Îcar ew bi qeyîkê* çûn cihekî tenha, da ku ew bi tena serê xwe bin. 33 Lê xelkê dît ku ew diçin û gelek kes bi vê yekê hesiyan. Mirov ji hemû bajaran bi lez ketin rê û berî wan gihîştin wê derê. 34 Gava Îsa ji qeyîkê peya bû, wî gelek mirov dîtin, û dilê wî bi wan şewitî, çimkî ew wek miyên bê şivan bûn. Û wî dest pê kir ku gelek tiştan hînî wan bike.
35 Ji ber ku êdî dereng bû, şagirtên wî hatin ba wî û gotin: “Ev der tenha ye, û êdî dereng e. 36 Wan bişîne, bila ew herin sûk û gundên derdorê û ji xwe re xwarinê bikirin.” 37 Îsa ji wan re got: “Hûn xwarinê bidin wan.” Wan jî got: “Ma em herin û bi 200 dînarî nên bikirin û bidin wan?” 38 Îsa ji wan pirsî: “Çend nanên we hene? Ka herin binêrin!” Piştî ku wan nêrî, wan got: “Pênc nan û du masî.” 39 Îsa ji mirovan re got ku bila ew kom bi kom li ser giyê rûnin. 40 Ew jî bi 100an û bi 50yan kom bi kom rûniştin. 41 Îsa ew pênc nan û du masî hildan, li ezmên nêrî û dua kir*. Paşê wî nan şikandin û dan şagirtên xwe, da ku ew li mirovan belav bikin. Wî ew du masî jî bi eynî awayî dan belavkirin. 42 Hemûyan xwar û têr bûn. 43 Û wan ji xeynî masiyan, 12 selik pariyên ku zêde mabûn dan ber hev. 44 Kesên ku nan xwar 5.000 mêr bûn.
45 Hema piştî vê yekê, Îsa ji şagirtên xwe re got ku bila ew li qeyîkê* siwar bin û herin aliyê din ê behrê û derbasî Beytsaydayê bibin. Lê ew li wê derê ma ku xelkê bişîne. 46 Piştî ku wî xatir ji xelkê xwest, ew hilkişiya çiyê ji bo ku dua bike. 47 Gava bû êvar, qeyîk di nava behrê de bû, lê Îsa hê li wê derê bi tenê bû. 48 Gava Îsa dît ku li şagirtên wî zor tê ku ew li dijî bayê ku rabû bêrikan bikişînin, ew nêzîkî serê sibehê* li ser avê meşiya û çû ba wan. Lê wisa xuya dibû qey ewê di ber wan re derbas bibe. 49 Gava wan dît ku Îsa li ser avê dimeşe, ew fikirîn: “Ev xeyalet e!” Û wan kir qîrîn. 50 Wan hemûyan ew dît, û tirs ket dilê wan. Lê Îsa di cih de ji wan re got: “Netirsin, ez im!” 51 Hingê ew li ba wan li qeyîkê siwar bû, û ba sekinî. Şagirt bi vê yekê ecêbmayî man, 52 çimkî wan maneya mucîzeya bi nên hê jî fehm nekiribû. Dilê wan ji bo fehmkirinê hê ne hazir bû.
53 Gava ew derbasî aliyê din bûn, ew gihîştin Genesaretê, û wan lenger avêt. 54 Lê wexta ku ew ji qeyîkê* peya bûn, di cih de mirovan Îsa nas kir. 55 Mirov li seranserê herêmê geriyan, û wan kesên nexweş li ser darbestan* dibirin cihê ku wan bihîst Îsa li wê derê ye. 56 Û li her gund, bajar û sûka ku Îsa diçû, mirovan kesên nexweş li meydanê dianîn. Û wan ji wî lava dikir ku tenê destê xwe bidin rîşiyên kincê wî. Û her kesê ku destê xwe dida kincê wî qenc dibû.
7 Fêrisî û hin qanûnzanên ku ji Orşelîmê hatibûn li dora Îsa top bûn. 2 Û wan dît ku hin ji şagirtên wî bi destên nepaqij, yanî bi destên neşûştî* xwarinê dixwin. 3 (Çimkî Fêrisî û hemû Cihû xwe li adetên bav û kalên xwe digirin, û heta ku ew destên xwe heta enîşkê neşon, xwarinê naxwin. 4 Û dema ku ew ji bazarê tên, berî ku xwarinê bixwin, ew pêşî destên xwe dişon. Wekî din, ew xwe li gelek adetên din digirin. Mesela ew tas, şerbik û firaqên sifir noq* dikin.) 5 Hingê Fêrisî û qanûnzanan ji Îsa pirsî: “Çima şagirtên te xwe li adetên bav û kalên me nagirin û bi destên nepaqij xwarinê dixwin?” 6 Wî cewab da: “Ey durûno Îşaya pêxember li ser we çi qas rast got, wek wî nivîsî: ‘Ev milet bi devê xwe rûmetê dide min, lê dilê wan ji min dûr e. 7 Îbadeta wan pûç û betal e, çimkî ew li gor qeyde û qanûnên mirovan hîn dikin.’ 8 Hûn dev ji emrê Xwedê berdidin û xwe li adetên bav û kalên xwe digirin.”
9 Û wî ji wan re got: “Hûn bi hostayî li rêyan digerin ku guh nedin emrê Xwedê, da ku hûn xwe li adetên xwe bigirin. 10 Mesela Mûsa gotibû: ‘Qedrê dê û bavê xwe bigire’ û ‘Yê ku nifir li dê yan bavê xwe dike gerek bê kuştin.’ 11 Lê hûn dibêjin, ‘Eger mirov ji dê yan bavê xwe re bibêje: “Her tiştê ku ez pê dikarim alîkariya te bikim, qurban e (yanî qurbaneke ji bo Xwedê ye),”’ 12 êdî hûn nahêlin ku ew tiştekî ji bo dê yan bavê xwe bike. 13 Bi vî awayî, hûn Peyva Xwedê bi adetên ku we danîne, pûç û betal dikin. Û hûn gelek tiştên wisa dikin.” 14 Hingê Îsa dîsa gazî xelkê kir û ji wan re got: “Guh bidin min û maneyê fehm bikin. 15 Tiştên ku ji derve dikevin hundirê mirov wî pîs nakin, lê tiştên ku ji hundirê mirov derdikevin wî pîs dikin.” 16 ——*
17 Piştî ku Îsa xelk hişt, ew ket malekê. Şagirtan ji wî pirsî ka maneya wê mîsalê çi ye. 18 Îsa ji wan re got: “Ma hûn jî fehm nakin? Ma hûn nizanin, tiştê ku ji derve dikeve hundirê mirov, mirov pîs nake? 19 Çimkî ew tişt nagihîje dil, lê dikeve zik û paşê dîsa derdikeve.” Bi vî awayî, wî zelal kir ku hemû xwarin paqij in. 20 Piştre wî got: “Tiştê ku ji mirov derdikeve, wî pîs dike. 21 Çimkî fikrên xerab ji hundirê mirov, ji dil derdikevin. Fikrên wek bêexlaqiya cinsî, dizî, kuştin, 22 zina, çavbirçîtî, karên xerab, xapandin, hereketên bêedeb, çavnebarî, kufir, pozbilindî û bêaqilî. 23 Ev hemû tiştên xerab ji hundir ve tên û mirov pîs dikin.”
24 Îsa ji wê derê rabû û çû herêma Sûr û Saydayê. Li wê derê, ew ket malekê, û wî nexwest ku kesek pê bihese, lê dîsa jî mirov pê hesiyan. 25 Wê gavê jinikeke ku keça wê ya biçûk bi cin* ketibû, di heqê Îsa de bihîst. Ew hat û xwe avêt ber lingên wî. 26 Ew jinik bi eslê xwe Yûnan bû û ji Finîkyaya Sûriyeyê bû*. Wê bi dewamî ji Îsa rica dikir ku cin ji keça wê derxe. 27 Lê wî ji wê re got: “Pêşî bila zarok têr bibin. Çimkî ne baş e ku mirov nanê zarokan bistîne û bavêje ber kûçikên biçûk.” 28 Wê got: “Belê, ezbenî, lê dîsa jî kûçikên biçûk di bin sifrê de ji hûrikên zarokan dixwin.” 29 Hingê Îsa jê re got: “Ji ber vê gotina te, here, cin ji keça te derketiye.” 30 Gava jinik gihîşt malê, wê dît ku keça wê di nav nivînan de raketî ye, û cin jê derketibû.
31 Gava Îsa ji herêma Sûrê vegeriya, ew di nav Saydayê û herêma Dêkapolîsê* re derbas bû û gihîşt behra Celîleyê. 32 Li wê derê zilamekî ker, ê ku nikarîbû bi zelalî bipeyive, anîn ba wî û ji wî rica kirin ku ew destê xwe deyne ser wî. 33 Îsa ew ji xelkê dûr xist û da aliyekî. Wî tiliyên xwe xistin guhên wî, tif kir û destê xwe da zimanê wî. 34 Paşê wî li ezmên nêrî, axîneke kûr kişand û got: “Efata”, ya ku tê maneya “Vebe”. 35 Hingê guhên wî zilamî vebûn, zimanê wî vebû, û wî dest pê kir ku bi zelalî bipeyive. 36 Îsa li xelkê emir kir ku ew vê yekê ji tu kesî re nebêjin. Lê wî çi qas zêde li wan emir dikir, wan ew qas zêdetir behsa vê yekê dikir. 37 Her kes şaş ma û digot: “Wî her tişt xweş kiriye. Heta ew kesên ker û lal jî qenc dike.”
8 Di wan rojan de, dîsa gelek mirov top bûn, û li ba wan xwarin tunebû. Loma Îsa gazî şagirtên xwe kir û ji wan re got: 2 “Dilê min bi van mirovan dişewite. Êdî sê roj e ku ew bi min re ne, û xwarina wan nemaye. 3 Eger ez wan birçî bişînim malê, ewê di rê de ji birçan bikevin. Hin kes ji wan ji cihên dûr hatine.” 4 Lê şagirtên wî cewab da: “Li vî cihê tenha em ji ku derê dikarin ew qas nên bînin ku van mirovan têr bikin?” 5 Îsa ji wan pirsî: “Çend nanên we hene?” Wan got: “Heft.” 6 Wî ji mirovan re got ku bila ew li erdê rûnin. Paşê wî ew heft nan hildan û ji Xwedê re şikir kir, nan şikandin û dan şagirtên xwe, û wan li mirovan belav kirin. 7 Û çend masiyên biçûk jî li ba wan hebûn. Piştî ku Îsa ji bo wan şikir kir, wî ew jî dan belavkirin. 8 Mirovan xwar û têr bûn. Paşê wan heft selik bi pariyên bermayî ve tije kirin. 9 Li wê derê weke 4.000 mêr hebûn. Paşê wî ew şandin.
10 Îsa di cih de bi şagirtên xwe re li qeyîkê* siwar bû, û ew gihîştin herêma Dalmanûtayê. 11 Li wê derê Fêrisî hatin û dest pê kirin ku bi wî re şer bikin. Ji bo ku wî biceribînin, wan ji wî nîşaneke ji ezmên xwest. 12 Îsa axîneke kûr kişand û got: “Çima ev nesil* li nîşanekê digere? Bi rastî ez dibêjim, ji vî neslî re tu nîşanek wê neyê dayîn.” 13 Hingê wî ew hiştin, li qeyîkê siwar bû û derbasî aliyê din ê behrê bû.
14 Şagirtan ji bîr kir ku nên bi xwe re bibin. Ji xeynî nanekî, di qeyîkê* de li ba wan tiştek tunebû. 15 Îsa tembîh li wan kir û got: “Hay ji xwe hebin û xwe ji hevîrtirşê Fêrisiyan û ji hevîrtirşê Hêrodês biparêzin.” 16 Hingê şagirtan di nav xwe de minaqeşe kir, ji ber ku li ba wan nan tunebû. 17 Îsa bi vê yekê hesiya û ji wan pirsî: “Hûn çima li ser vê ku li ba we nan tune ye, minaqeşe dikin? Ma hûn heta niha fehm nakin? Ma dilê we ji bo fehmkirinê hê ne hazir e? 18 ‘Çavên we hene, ma hûn nabînin? Guhên we hene, ma hûn nabihîzin?’ Ma nayê bîra we, 19 wexta ku min bi pênc nanan 5.000 mêr têr kirin, we çend selikên tijî pariyên bermayî dabûn ber hev?” Wan ji wî re got: “Diwanzdeh.” 20 “Û wexta ku min bi heft nanan 4.000 mêr têr kirin, we çend selikên mezin tijî pariyên bermayî top kirin?” Wan ji wî re got: “Heft.” 21 Hingê Îsa ji wan pirsî: “Ma hûn hê jî fehm nakin?”
22 Ew gihîştin Beytsaydayê. Li wê derê, mirovan zilamekî kor anî ba Îsa û jê rica kir ku destê xwe deyne ser wî. 23 Îsa destê zilamê kor girt û ew ji gund derxist. Paşê tif kir çavên wî, destên xwe danî ser wî û jê pirsî: “Ma tu tiştekî dibînî?” 24 Zilam li derdora xwe nêrî û got: “Ez mirovan dibînim, lê ew wek darên ku dimeşin xuya dikin.” 25 Îsa dîsa destên xwe danî ser çavên wî, û wî êdî bi zelalî dît. Çavên zilam vebûn û wî her tişt baş dît. 26 Îsa ew şand malê û jê re got: “Nekeve nav gund.”
27 Îsa bi şagirtên xwe re çû gundên Qeyseriya Filîpos. Di rê de wî ji wan pirsî: “Bi dîtina xelkê, ez kî me?” 28 Wan cewab da: “Dibêjin Yehyayê* Vaftîzkar*, lê hin kes dibêjin Êlyas, û hin kesên din jî dibêjin yek ji pêxemberan.” 29 Hingê Îsa ji wan pirsî: “Lê hûn çi dibêjin? Bi dîtina we ez kî me?” Petrûs cewaba wî da: “Tu Mesîh î.” 30 Îcar wî şagirtên xwe tembîh kirin ku ew ji tu kesî re tiştekî li ser wî nebêjin. 31 Paşê wî dest pê kir ku şagirtên xwe hîn bike ku gerek Kurê Mirov cefayê bikişîne, ji aliyê rîspiyan, serokên kahînan û qanûnzanan ve bê redkirin û bê kuştin û piştî sê rojan bê rakirin. 32 Wî ev yek bi eşkereyî digot. Lê Petrûs ew da aliyekî û lê hilat. 33 Lê Îsa zivirî, li şagirtên xwe nêrî û bi hişkî ji Petrûs re got: “Dev ji min berde, Şeytan! Çimkî tu ne mîna Xwedê, lê mîna mirovan difikirî.”
34 Piştre Îsa xelk û şagirtên xwe gazî ba xwe kirin û ji wan re got: “Eger yek ji we bixwaze li pey min were, gerek ew êdî ne ji bo xwe bijî. Gerek ew darê xweyî îşkenceyê hilgire û bi dewamî li pey min were. 35 Çimkî yê ku dixwaze jiyana* xwe xelas bike, ewê wê winda bike. Lê yê ku jiyana* xwe ji bo xatirê min û ji bo xatirê mizgîniyê winda dike, ewê wê xelas bike. 36 Eger mirovek temamiya dinyayê bi dest bixe, lê jiyana* xwe winda bike, ma çi feydeya wî heye? 37 Gelo mirov dikare çi bide ku jiyana* xwe bi dest bixe? 38 Yê ku di nav vî neslê* nedilsoz* û gunehkar de ji ber min û gotinên min şerm bike, wexta ku Kurê Mirov di rûmeta Bavê xwe de bi melekên pîroz re were, ewê jî ji ber wî kesî şerm bike.
9 Wekî din, wî ji wan re got: “Bi rastî: Li vir di nav we de hin mirov hene, ewê nemirin* heta ku ew bibînin ku Hukimdariya Xwedê bi qudret hatiye.” 2 Piştî şeş rojan, Îsa bi tenê Petrûs, Aqûb û Yûhena bi xwe re birin û hilkişiya serê çiyayekî bilind. Û wan dît ku xuyabûna Îsa hat guhertin. 3 Kincên wî dibiriqîn û ew qas spî bûn ku li ser rûyê erdê tu kes nikare kincan wisa spî bike. 4 Wekî din, Êlyas û Mûsa li wan xuya bûn, û wan bi Îsa re sohbet kir. 5 Petrûs ji Îsa re got: “Mamoste, çi qas baş e ku em li vir in. Were em sê konan deynin, yekî ji bo te, yekî ji bo Mûsa û yekî jî ji bo Êlyas.” 6 Bi rastî wî nizanibû çi bike, çimkî ew pir tirsiyan. 7 Ewrek çêbû û daket ser wan, û dengek ji ewr hat: “Ev e Kurê min ê delal. Guh bidin wî.” 8 Gava wan li derdora xwe nêrî, wan ji xeynî Îsa tu kes nedît.
9 Wexta ku ew ji çiyê daketin xwarê, wî li wan emir kir ku ji tu kesî re tiştên ku wan dîtin nebêjin, heta ku Kurê Mirov ji mirinê bê rakirin. 10 Wan guh da wî*, lê wan di nav xwe de sohbet kir ka maneya vê rabûna ji mirinê çi ye. 11 Û wan ji Îsa pirsî: “Qanûnzan çima dibêjin ku gerek pêşî Êlyas were?” 12 Wî ji wan re got: “Bi rastî pêşî Êlyas tê û her tiştî serrast dike. Lê çima li ser Kurê Mirov hatiye nivîsîn ku gerek ew pir cefayê bikişîne û bê nizmkirin? 13 Lê ez ji we re dibêjim ku Êlyas bi rastî jî hatiye, û wan çi dixwest wisa li wî kir, wek ku li ser wî hatiye nivîsîn.”
14 Gava ew vegeriyan ba şagirtên din, wan dît ku li derdora wan gelek mirov top bûne, û qanûnzanan bi wan re minaqeşe dikir. 15 Lê piştî ku mirovan Îsa dît, ew ecêbmayî man û bi lez çûn pêşiya wî ku silavê bidin wî. 16 Îsa ji wan pirsî: “Hûn bi wan re li ser çi minaqeşe dikin?” 17 Ji nav mirovan yekî cewab da: “Mamoste, min kurê xwe anî ba te, çimkî ew bi cinekî ku lal dike* ketiye. 18 Cin wî li ku derê digire, ew wî li erdê dixe, kef ji devê zarok derdikeve, ew diranên xwe diqirçîne, û qeweta wî namîne. Min ji şagirtên te rica kir ku ew vî cinî derxin, lê wan nikaribû.” 19 Îsa ji wan re got: “Ey neslê* bêbawer, heta kengê gerek ez bi we re bim? Heta kengê ez li we sebir bikim? Wî bînin cem min.” 20 Û wan jî kurik anî ba wî. Lê gava cin Îsa dît, wî di cih de zarok vehejand. Ew ket erdê, xwe dizivirand û kef ji devê wî derket. 21 Îsa ji bavê wî pirsî: “Ji kengê ve halê wî wisa ye?” Wî got: “Ji zaroktiyê ve. 22 Cin ew gelek caran avêt nav avê yan nav êgir, da ku wî bikuje. Eger tu bikarî tiştekî bikî, rehmê li me bike û alî me bike.” 23 Îsa ji wî re got: “Te çima got: ‘Eger tu bikarî’? Baweriya kê hebe, ji bo wî her tişt mumkin e.” 24 Wê gavê bavê zarok bi dengekî bilind got: “Ez bawer dikim! Alî min bike ku baweriya min xurttir bibe!”
25 Gava Îsa dît ku gelek mirov bi lez tên ba wî, wî ferman da cin* û got: “Ey cinê ku ker û lal dike, ez li te emir dikim, ji wî derkeve û careke din nekeve wî!” 26 Cin kir qîrîn, zarok gelek caran vehejand û paşê ji wî derket. Wisa xuya dibû qey zarok miriye. Loma piraniya mirovan digot: “Ew mir!” 27 Lê Îsa destê wî girt û ew rakir, û zarok jî rabû ser xwe. 28 Piştî ku ew ket malekê û bi şagirtên xwe re bi tenê bû, wan ji wî pirsî: “Çima me nikaribû cin derxin?” 29 Wî ji wan re got: “Cinên wisa tenê bi duayê tên derxistin.”
30 Ew ji wê derê çûn û di nav Celîleyê re derbas dibûn, lê Îsa nexwest ku kesek vê yekê bizane. 31 Çimkî wî şagirtên xwe hîn dikir û ji wan re digot: “Kurê Mirov wê bê dayîn destê mirovan, û ewê wî bikujin. Lê sê roj piştî mirina wî, ewê bê rakirin.” 32 Lê belê wan gotinên wî fehm nekirin û ditirsiyan ku ji wî bipirsin.
33 Ew gihîştin Kapernaûmê. Gava Îsa ket malê, wî ji wan pirsî: “We di rê de li ser çi minaqeşe dikir?” 34 Ew bêdeng man, çimkî wan di rê de li ser vê yekê minaqeşe dikir ka kî ji wan yê herî mezin e. 35 Hingê Îsa rûnişt, gazî Diwanzdehan* kir û ji wan re got: “Yê ku dixwaze bibe yê pêşîn, gerek ji hemûyan bibe yê dawîn û xizmetkarê hemûyan.” 36 Paşê wî zarokek anî û di nav wan de danî, zarok hembêz kir û ji wan re got: 37 “Kî yek ji wan zarokan ji bo xatirê navê min qebûl bike, ew min jî qebûl dike. Û yê ku min qebûl dike, ne tenê min, lê yê ku ez şandime jî qebûl dike.”
38 Yûhena ji wî re got: “Mamoste, me dît ku kesek bi navê te cinan derdixe. Me xwest ku wî bidin sekinandin, çimkî ew li pey me nayê.” 39 Lê Îsa got: “Rê li ber wî negirin, çimkî yê ku bi navê min karekî biqudret dike, ewê hema piştî vê tiştekî xerab li ser min nebêje. 40 Çimkî kî ne li dijî me ye, bi me re ye. 41 Û kesê ku tasek av bide we ji ber ku hûn aîdî Mesîh in, bi rastî, ewê xelata xwe tu caran winda neke. 42 Lê kesê ku yekî ji van biçûkan, ên ku baweriya wan heye, ji rê derxe, ji bo wî kesî baştir e ku kevirekî* mezin li stûyê wî bê girêdan û ew bê avêtin nav behrê.
43 Eger destê te te bixe guneh*, wî jêke. Ji bo te baştir e ku tu destekî xwe winda bikî, lê jiyanê* bistînî, li şûna ku tu bi her du destên xwe bikevî Gehenayê*, nav agirê ku nayê temirandin*. 44 ——* 45 Û eger lingê te te bixe guneh, wî jêke. Ji bo te baştir e ku tu lingekî xwe winda bikî, lê jiyanê* bistînî, li şûna ku tu bi her du lingên xwe bikevî Gehenayê*. 46 ——* 47 Û eger çavê te te bixe guneh, wî bavêje. Ji bo te baştir e ku tu çavekî xwe winda bikî, lê bikevî Hukimdariya Xwedê, li şûna ku tu bi her du çavên xwe bikevî Gehenayê*. 48 Li Gehenayê* kurm namirin û agir nayê temirandin.
49 Çawa ku xwê tê reşandin, agir jî wê li ser her kesî bê rijandin. 50 Xwê tiştekî baş e, lê eger xwê tehma xwe winda bike, ewê çawa dîsa şor bibe? Bila di nav we de xwê hebe, û bi hev re di aştiyê de bimînin.”
10 Îsa ji wê derê çû û gihîşt sînorê Cihûstanê, li aliyê din ê Çemê Urdunê. Dîsa gelek mirov li derdora wî top bûn, û wek her car wî dest pê kir ku wan hîn bike. 2 Fêrisî nêzîkî wî bûn, da ku wî biceribînin. Wan ji wî pirsî ka îzin heye ku mêr jina xwe berde. 3 Wî cewab da: “Mûsa çi emir da we?” 4 Wan got: “Mûsa îzin da ku kaxiza berdanê bê nivîsandin û jin bê berdan.” 5 Lê Îsa ji wan re got: “Ji ber dilhişkiya we, wî ev emir ji bo we nivîsand. 6 Lê belê di destpêkê de ‘Xwedê* ew wek jin û mêr çêkirin. 7 Ji ber vê yekê, mêr wê dev ji dê û bavê xwe berde, 8 û her du wê bibin yek*’, da ku ew êdî ne didu, lê yek* bin. 9 Loma yên ku Xwedê gihandine hev*, bila mirov ji hevdû veneqetîne.” 10 Gava ew dîsa li malê bûn, şagirtan li ser vê yekê ji wî pirsî. 11 Wî ji wan re got: “Her kesê ku jina xwe berde û bi keseke din re bizewice, li hember wê zinayê dike. 12 Û eger jinek mêrê xwe berde û bi kesekî din re bizewice, ew jî zinayê dike.”
13 Hingê mirovan zarok dianîn ba Îsa, da ku ew destên xwe deyne ser wan. Lê şagirtên wî nehişt ku ew vêya bikin. 14 Gava Îsa ev yek dît, ew hêrs bû û ji wan re got: “Bihêlin, bila zarok werin ba min. Rê li ber wan negirin, çimkî Hukimdariya Xwedê aîdî kesên wek wan e. 15 Bi rastî, kesê ku Hukimdariya Xwedê mîna zarokekî qebûl neke, ewê tu caran nekeve wê.” 16 Wî zarok hembêz kirin, destên xwe danîn ser wan û ji bo xêra wan ji Xwedê re dua kir.
17 Gava Îsa di rê de bû, zilamek hat pêşiya wî, xwe li ber wî avêt ser çokan û jê pirsî: “Mamosteyê qenc, gerek ez çi bikim, da ku ez jiyana herheyî bi dest bixim?” 18 Îsa ji wî re got: “Tu çima ji min re dibêjî Mamosteyê qenc? Ji xeynî Xwedê tu kes ne qenc e. 19 Tu emiran dizanî: ‘Nekuje, zinayê neke, nedize, şahidiya derewîn neke, nexapîne, qedrê dê û bavê xwe bigire.’” 20 Wî zilamî got: “Mamoste, ji zaroktiya xwe ve ez xwe li van hemû emran digirim.” 21 Îsa li wî nêrî, jê hez kir û got: “Tenê tiştekî te kêm e: Here, mal û milkê xwe bifiroşe û bide feqîran. Hingê li ezmanan xezîneya te wê hebe. Û li pey min were.” 22 Lê ew bi gotinên wî xemgîn bû û çû, çimkî gelek mal û milkê wî hebû.
23 Piştî ku Îsa li dora xwe nêrî, wî ji şagirtên xwe re got: “Ji bo kesên zengîn wê çi qas zehmet be ku bikevin Hukimdariya Xwedê!” 24 Lê şagirt bi gotinên wî şaş man. Hingê Îsa dîsa got: “Zarokno, çi qas zehmet e ku mirov bikeve Hukimdariya Xwedê! 25 Ev yek ku deveyek* di qula derziyekê re derbas bibe, hêsantir e ji vê yekê ku mirovekî zengîn bikeve Hukimdariya Xwedê.” 26 Şagirt hê zêdetir şaş man û ji wî* pirsî: “Îcar kî dikare xelas bibe?” 27 Îsa li wan nêrî û got: “Ji bo mirovan ev yek nemumkin e, lê ne ji bo Xwedê, çimkî ji bo Xwedê her tişt mumkin e.” 28 Hingê Petrûs ji wî re got: “Ka binêre, me her tişt hişt, û em li pey te hatin.” 29 Îsa got: “Bi rastî, her kesê ku ji bo xatirê navê min û mizgîniyê, mal, yan xwişk, yan bira, yan dê, yan bav, yan zarok, yan erdê xwe hiştibe 30 ewê niha di vê demê de 100 qat zêdetir mal, xwişk, bira, dê, zarok, erd bistîne û di eynî demê de zilmê bibîne, û di dinyaya nû de jiyana herheyî bistîne. 31 Lê gelek kesên pêşîn wê bibin kesên dawîn, û kesên dawîn wê bibin kesên pêşîn.”
32 Ew di rê de bûn û hildikişiyan Orşelîmê. Îsa li pêşiyê diçû, şagirt bi ecêbmayî li pey wî diçûn, lê kesên ku li pey wan dihatin ditirsiyan. Wî dîsa Diwanzdeh* dan aliyekî û behsa tiştên ku gerek bên serê wî kir: 33 “Ka binêrin, em niha hildikişin Orşelîmê, û Kurê Mirov wê bê dayîn destê serokên kahînan û qanûnzanan. Û ewê fermana mirinê bidin wî û wî bidin destê mirovên miletên din. 34 Ewê qerfên xwe bi wî bikin, tif li wî bikin, wî bidin ber qamçiyan û wî bikujin. Lê piştî sê rojan ewê bê rakirin.”
35 Kurên Zebedî Aqûb û Yûhena nêzîkî Îsa bûn û gotin: “Mamoste, em dixwazin tiştekî ji te rica bikin ku tu ji bo me bikî.” 36 Wî ji wan re got: “Hûn çi dixwazin ku ez ji bo we bikim?” 37 Wan got: “Destûrê bide ku em di Hukimdariya* te de li aliyê teyî rastê û li aliyê teyî çepê rûnin.” 38 Lê Îsa ji wan re got: “Hûn nizanin ku hûn çi rica dikin. Kasa ku ez jê vedixwim, gelo hûn dikarin jê vexwin, yan bi awayê ku ezê vaftîz* bibim, hûn dikarin vaftîz bibin?” 39 Wan ji wî re got: “Erê, em dikarin.” Hingê Îsa got: “Kasa ku ez jê vedixwim, hûnê jê vexwin, û bi awayê ku ezê vaftîz* bibim, hûnê vaftîz bibin. 40 Lê ev yek ku kî li aliyê minî rastê yan li aliyê minî çepê rûne, ne qerara min e. Ji bo kê ev cih hatine hazirkirin, ewê li wan cihan rûnin.”
41 Gava deh şagirtên din ev yek bihîst, ew bi Aqûb û Yûhena hêrs bûn. 42 Lê Îsa ew gazî ba xwe kirin û ji wan re got: “Hûn dizanin kesên ku wek hukimdarên miletan tên dîtin xwe di ser mirovan re digirin*, û rêberên mezin bi zordarî li ser wan hukim dikin. 43 Gerek di nav we de ne wisa be. Lê yê ku dixwaze di nav we de bibe yê mezin, gerek xizmetkarê we be. 44 Û yê ku dixwaze di nav we de bibe yê pêşîn, gerek xulamê hemûyan be. 45 Çimkî Kurê Mirov jî nehatiye ku ji wî re xizmet bê kirin, lê ku ji kesên din re xizmetê bike û canê xwe ji bo gelekan wek fîdye bide.”
46 Paşê ew gihîştin Erîhayê. Lê gava Îsa bi şagirtên xwe re û bi gelek mirovan re ji Erîhayê derdiket, zilamekî kor ê bi navê Bartîmeyos (kurê Tîmeyos) li kêleka rê rûniştî bû û pars dikir. 47 Gava wî bihîst ku Îsayê Nasirayî derbas dibe, wî bi dengekî bilind gazî kir: “Îsayê kurê Dawid, rehmê li min bike!” 48 Gelek kes aciz bûn û ji wî re gotin ku bila ew hiş be. Lê wî bi dengekî hê jî bilindtir gazî kir: “Kurê Dawid, rehmê li min bike!” 49 Îcar Îsa sekinî û got: “Gazî wî bikin.” Wan jî gazî zilamê kor kir û jê re got: “Netirse! Rabe, ew gazî te dike.” 50 Wî xeftanê xwe ji xwe avêt, zû rabû ser xwe û çû ba Îsa. 51 Îsa ji wî re got: “Tu çi dixwazî ku ez ji bo te bikim?” Zilamê kor got: “Mamoste*, ez dixwazim ku çavên min dîsa bibînin.” 52 Îsa ji wî re got: “Here, baweriya te tu qenc kirî.” Di cih de çavên wî vebûn, û ew li pey Îsa çû.
11 Gava ew nêzîkî Orşelîmê bûn û hatin Beytface û Beytanyayê li ser Çiyayê Zeytûnê, Îsa du şagirtên xwe şandin 2 û ji wan re got: “Herin gundê ku hûn ji vir dibînin. Gava hûn bikevin hundirê gund, hûnê di cih de dehşikeke girêdayî bibînin, a ku hê kesek lê siwar nebûye. Wê dehşikê vekin û bînin vir. 3 Û eger kesek ji we bipirse: ‘Hûn çima wisa dikin?’, bibêjin: ‘Ew ji Efendiyê me re lazim e, û ewê wê zû vegerîne.’” 4 Hingê şagirt çûn, û wan dehşik li kolanê li ber deriyê malekê girêdayî dît û wan ew vekir. 5 Lê hin kesên ku li wê derê sekinî bûn ji wan re got: “Hûn çi dikin? Hûn çima dehşikê vedikin?” 6 Şagirtan gotinên Îsa dubare kirin, û mirovan dev ji wan berda.
7 Wan dehşik anî ba Îsa, kincên xwe danîn ser pişta wê û ew lê siwar bû. 8 Wekî din, gelek mirovan kincên xwe raxistin ser kolanê. Hin kesên din jî çiqilên ji zeviyan birîn û avêtin ser rê. 9 Kesên ku li pêşiya Îsa diçûn û yên ku li pey wî dihatin gazî dikir: “Xwedê, em rica dikin, wî xelas bike! Yê ku bi navê Yehowa tê bikerem e! 10 Hukimdariya bavê me Dawid, ya ku tê, bikerem e! Yê Jorîn, em rica dikin, wî xelas bike!” 11 Îsa ket Orşelîmê û çû îbadetgehê. Li wê derê, wî li her tiştî nêrî, û ji ber ku êdî dereng bû, ew bi Diwanzdehan* re çû Beytanyayê.
12 Roja din, gava ew ji Beytanyayê derdiketin, Îsa birçî bû. 13 Ji dûr ve wî dareke hêjîrê bi pelan dît û çû ku bibîne ka mêweyên wê hene. Lê gava ew nêzîkî darê bû, wî ji xeynî pelan tu tişt nedît, çimkî ne demsala hêjîran bû. 14 Hingê wî ji darê re got: “Bila êdî tu kes ji te mêwe nexwe.” Û şagirtên wî ev gotin bihîstin.
15 Paşê ew gihîştin Orşelîmê. Îsa ket îbadetgehê û kesên ku li wê derê îşê kirîn û firotinê dikir, avêtin derve. Wekî din, wî maseyên kesên ku pere diguherandin û kursiyên kevokfiroşan avêtin erdê. 16 Wî nehişt ku kesek tiştekî di îbadetgehê re derbas bike. 17 Îsa mirov hîn dikirin û digot: “Ma nehatiye nivîsîn, ‘Ji mala min re wê mala duayê ji bo hemû miletan bê gotin’? Lê we ew kiriye şikefta dizan.” 18 Gava serokên kahînan û qanûnzanan ev yek bihîst, ew li rêyekê digeriyan ku Îsa bidin kuştin, çimkî ew ji wî ditirsiyan, ji ber ku temamiya xelkê bi hînkirina wî ecêbmayî dima.
19 Gava bû êvar, ew bi şagirtên xwe re ji bajêr derket. 20 Serê sibehê, gava ew di ber dara hêjîrê re derbas bûn, wan dît ku dar ji kokê ve hişk bûye. 21 Petrûs ev anî bîra xwe û ji Îsa re got: “Mamoste, binêre! Dara ku te nifir lê kiribû, hişk bûye.” 22 Îsa ji wan re got: “Baweriya xwe bi Xwedê bînin. 23 Bi rastî, eger kesek ji vî çiyayî re bibêje: ‘Rabe û xwe bavêje behrê’, û di dilê xwe de şik neke, lê bawer bike ku gotina wî wê bê cih, ev yek wê çêbe. 24 Ji ber vê yekê, ez ji we re dibêjim, her tiştê ku hûn di duayên xwe de dixwazin, bawer bikin ku we standiye, û hûnê bistînin. 25 Û dema ku hûn sekinî dua dikin, eger li hember kesekî gazineke we hebe, wî efû bikin, da ku Bavê weyî li ezmanan jî sûcên we efû bike.” 26 ——*
27 Ew dîsa hatin Orşelîmê. Gava Îsa di îbadetgehê de digeriya, serokên kahînan, qanûnzan û rîspî hatin 28 û ji wî pirsîn: “Tu van tiştan bi çi heqî dikî? Yan kê îzin daye te ku tu van tiştan bikî?” 29 Îsa ji wan re got: “Pirseke min jî heye. Ka cewaba min bidin, û ezê ji we re bibêjim ku ez van tiştan bi çi heqî dikim. 30 Wexta ku Yehya* mirov vaftîz dikirin*, gelo wî ev heq ji Xwedê* yan ji mirovan stand? Cewaba min bidin.” 31 Hingê ew di nav xwe de şêwirîn, û wan got: “Eger em bibêjin ‘Ji Xwedê*’, ewê bipirse ‘Îcar we çima ji wî bawer nedikir?’ 32 Lê eger em bibêjin ‘Ji mirovan’, çi wê bê serê me?” Ew ji xelkê ditirsiyan, çimkî ew gişt difikirîn ku Yehya* bi rastî pêxember bû. 33 Loma wan ji Îsa re got: “Em nizanin.” Îsa jî ji wan re got: “Îcar ez jî ji we re nabêjim ku ez van tiştan bi çi heqî dikim.”
12 Îsa dest pê kir ku bi mîsalan bi wan re xeber bide: “Zilamekî rezek çand û li dora wê çeperek* danî. Wî hewzeke ji bo pelçiqandina tiriyan û birceke nobedariyê çêkirin. Paşê wî rezê xwe bi kirê da rezvanan û çû cihekî dûr. 2 Wexta ku demsala rez hat, wî xulamek şand ba rezvanan, da ku para xwe ya rez ji wan bistîne. 3 Lê rezvanan ew girt, li wî xist û ew destvala şand. 4 Paşê wî xulamekî din şand ba wan, lê wan serê wî şikand û ew rezîl kir. 5 Wî yekî din jî şand, û wan ew kuşt. Û gelek kesên din hatin şandin, li hinekan xistin û yên din kuştin. 6 Li dawiyê, tenê yek kes mabû, kurê wî yê ezîz. Wî ew şand û ji xwe re got: ‘Ewê qedrê kurê min bigirin.’ 7 Lê rezvanan ji hevdû re got: ‘Ew mîrasgir e. Werin em wî bikujin û mîrasa wî wê ji me re bimîne.’ 8 Hingê wan ew girt, kuşt û avêt derveyî rez. 9 Îcar xwediyê rez wê çi bike? Ewê were û rezvanan bikuje û rez bide kesên din. 10 Ma we ev nivîs qet nexwendiye: ‘Kevirê ku avakaran red kir, bûye kevirê sereke*. 11 Yehowa ev yek kir û ev yek li ber çavê me wek mucîzeyê ye’?”
12 Wan pir dixwest wî bigirin, çimkî wan fehm kir ku wî bi vê mîsalê behsa wan dikir. Lê ew ji xelkê ditirsiyan, loma wan dev ji wî berda û çûn.
13 Paşê wan hin Fêrisî û piştgirên Hêrodês şandin ba wî, da ku ew Îsa bi gotinên wî bixin dafikê. 14 Gava ew hatin, wan ji wî re got: “Mamoste, em dizanin ku tu her tim rastiyê dibêjî, û ji bo te ne muhîm e ku kesên din ji te razî bin, çimkî tu qet ferq û cudahiyê naxî nav mirovan. Lê tu li gor rastiyê hîn dikî ku gerek em çawa li ser rêya Xwedê bimeşin. Ma dibe ku bac ji Qeyser* re bê dayîn yan na? 15 Ma lazim e ku em pere bidin yan na?” Lê Îsa bi durûtiya wan dizanibû û ji wan re got: “Hûn çima min diceribînin? Ka dînarekê nîşanî min bidin.” 16 Wan dînarek anî ba wî, û Îsa ji wan pirsî: “Ev sûret û nivîsa kê ye?” Wan got: “Ya Qeyser* e.” 17 Hingê Îsa got: “Îcar tiştên Qeyser* bidin Qeyser, lê tiştên Xwedê bidin Xwedê.” Û ew bi wî pir şaş man.
18 Paşê Sadûqî, yên ku bi rabûna miriyan bawer nakin, hatin ba Îsa û ji wî pirsîn: 19 “Mamoste, Mûsa ji me re nivîsand, eger zilamek bimire û jina xwe bê zarok bihêle, gerek birayê wî bi jinbiraya xwe re bizewice û bi vî awayî zuriyeta birayê xwe dewam bike. 20 Îcar heft bira hebûn. Birayê pêşîn zewicî, lê ew bê zarok mir. 21 Paşê birayê diduyan bi wê re zewicî, lê ew jî bê zarok mir. Ev tişt hat serê birayê sisêyan jî. 22 Û her heft bira bê zarok mirin. Dawiya dawî, jin jî mir. 23 Di dema rabûna miriyan de, jin wê bibe jina kê? Çimkî her heft bi wê re zewicî bûn.” 24 Îsa ji wan re got: “Hûn ji ber vê yekê şaş in, çimkî hûn ne Nivîsarên Pîroz û ne jî qudreta Xwedê dizanin. 25 Gava ew ji mirinê tên rakirin, jin û mêr nazewicin, lê ew wek melekên ezmanan in. 26 Lê di heqê rabûna miriyan de, ma we di kitêba Mûsa de li serpêhatiya deviyê nexwendiye ku Xwedê ji wî re çi gotibû: ‘Xwedayê Birahîm û Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb ez im’? 27 Ew ne Xwedayê miriyan, lê Xwedayê saxan e. Hûn gelek şaş in.”
28 Qanûnzanek hat û guh da minaqeşeya wan. Wî dît ku Îsa cewabeke xweş da û ji Îsa pirsî: “Di qanûnê de emrê herî pêşîn* çi ye?” 29 Îsa cewab da: “Emrê herî pêşîn ev e: ‘Bibihîze, ya Îsraîl, Xwedayê me Yehowa bi tenê yek Yehowa ye. 30 Gerek tu ji Xwedayê xwe Yehowa bi temamiya dilê xwe, bi temamiya canê xwe, bi temamiya hişê* xwe û bi temamiya qeweta xwe hez bikî.’ 31 Emrê diduyan jî ev e: ‘Wek ku tu ji xwe hez dikî, gerek tu ji cîranê xwe hez bikî.’ Tu emirekî ji van mezintir tune ye.” 32 Qanûnzan ji Îsa re got: “Mamoste, te rast û baş got, ‘Xwedê yek e, û ji xeynî wî xwedayekî din tune ye.’ 33 Û ev yek ku mirov ji wî bi temamiya dilê xwe, bi temamiya hişê* xwe û bi temamiya qeweta xwe hez bike û wek ku ji xwe hez dike ji cîranê xwe hez bike, ji hemû qurbanên şewitandinê û qurbanên din biqîmettir e.” 34 Gava Îsa dît ku wî bi aqilmendî cewab da, wî jê re got: “Tu ji Hukimdariya Xwedê ne dûr î.” Piştî vê tu kes newêribû tiştekî ji wî bipirse.
35 Gava Îsa di îbadetgehê de hîn dikir, wî pirsî: “Gelo qanûnzan çima dibêjin ku Mesîh kurê Dawid e? 36 Dawid bi saya ruhê pîroz bi xwe got, ‘Yehowa ji Efendiyê min re got: “Li milê minî rastê rûne heta ku ez dijminên te bixim bin lingên te.”’ 37 Dawid bi xwe ji wî re dibêje ‘Efendiyê min’. Îcar ew çawa dibe kurê wî?”
Mirovan bi dil û can guh dida wî. 38 Wî dewam kir ku wan hîn bike û got: “Xwe ji qanûnzanan dûr bigirin, ên ku hez dikin bi xeftanên dirêj bigerin û dixwazin ku mirov li sûkan silavê li wan bikin. 39 Ew hez dikin di sînagogan* de li cihên pêşîn û di wexta şîvê de li cihên herî baş rûnin. 40 Ew mal û milkê jinebiyan ji wan distînin û duayên xwe dirêj dikin ku xwe bidin ber çavê xelkê. Hukmê wan wê hê girantir be.”
41 Îsa li cihekî wisa rûnişt ku qutiyên pereyan bibîne û bala xwe da ku xelk çawa pereyan davêjin. Gelek kesên dewlemend pir pere diavêtin qutiyên pereyan. 42 Jinebiyeke belengaz jî hat û 2 qurişên* ku qîmeta wan pir kêm bû, avêtin. 43 Hingê Îsa şagirtên xwe gazî ba xwe kirin û ji wan re got: “Bi rastî, vê jinebiya belengaz ji hemû kesên ku pere avêtin qutiyên pereyan, zêdetir avêt. 44 Çimkî wan hemûyan ji zêdehiya milkê xwe avêt. Lê wê ji belengaziya xwe, her tiştê ku li ba wê hebû ku debara xwe bike, avêt.”
13 Gava Îsa ji îbadetgehê derdiket, yek ji şagirtên wî ji wî re got: “Mamoste, ka li van kevir û avahiyên xweşik binêre!” 2 Lê belê, Îsa ji wî re got: “Tu van avahiyên mezin dibînî? Li vir kevir wê li ser kevir nemîne. Her tişt wê wêran bibe.”
3 Gava Îsa li ser Çiyayê Zeytûnê li pêşberî îbadetgehê rûniştî bû, Petrûs, Aqûb, Yûhena û Andreas bi tena serê xwe çûn ba Îsa û jê pirsîn: 4 “Ka ji me re bibêje, ev tişt wê kengê çêbin? Çi wê bibe nîşan ku dawiya van hemû tiştan nêzîk e?” 5 Îsa dest pê kir ku ji wan re bibêje: “Hay ji xwe hebin ku tu kes we nexapîne. 6 Gelek kes wê bi navê min werin û bibêjin, ‘Ez im Mesîh’ û wê gelekan bixapînin. 7 Wekî din, gava hûn dengê şeran û xeberên li ser şeran bibihîzin, netirsin. Gerek ev tişt çêbin, lê ev hê ne dawî ye.
8 Milet wê li hember milet rabe û hukimdarî wê li hember hukimdariyê rabe. Li gelek cihan erdhej wê çêbin û xela jî wê çêbin. Ev tişt destpêka êş û janan in.
9 Lê hûn hay ji xwe hebin. Mirov wê we teslîmî mehkemeyan bikin, û ewê di sînagogan de li we bixin. Ji ber min hûnê li ber walî û padîşahan bisekinin, da ku ew di heqê baweriya we de bibihîzin. 10 Wekî din, gerek pêşî mizgînî di nav hemû miletan de bê belavkirin. 11 Û wexta ku ew we bigirin û bidin destê wan, ji berê ve xeman nexwin ka hûnê çi bibêjin. Lê di wê demê de çi ji we re bê dayîn, vêya bibêjin, çimkî ne hûn, lê ruhê pîroz wê xeber bide. 12 Bira wê birayê xwe û bav wê zarokê xwe bide kuştin, û zarok wê li hember dê û bavê xwe rabin û wan bidin kuştin. 13 Ji ber navê min hemû mirov wê ji we nefret bikin. Lê yê ku heta dawiyê sebir* bike, ewê xelas bibe.
14 Gava hûn tiştê pîs, ê ku wêran dike, li cihê ku gerek ew li wê derê nebe, sekinî dibînin (bila xwendevan baş fehm bike), hingê yên ku li Cihûstanê ne, bila birevin çiyayan. 15 Yê ku li ser banî be, bila neyê xwarê û nekeve hundirê mala xwe, da ku tiştekî hilde. 16 Û yê ku li nav zeviyê be, bila venegere ku kirasê xwe hilde. 17 Wey li jinên bihemle û li yên ku di van rojan de zarokê xwe dimêjînin! 18 Tim dua bikin ku ew ne li zivistanê be. 19 Çimkî ew roj wê bibin rojên tengasiyê. Ji destpêka ku Xwedê dinya çêkiriye heta niha, tiştekî wisa çênebûye û wê careke din çênebe. 20 Eger Yehowa wan rojan kin neke, tu mirov wê xelas nebe. Lê ji bo xatirê hilbijartiyên xwe, wî ew roj kin kirine.
21 Hingê, eger kesek ji we re bibêje: ‘Ka binêre, Mesîh li vir e!’ yan ‘Binêre, ew li wê derê ye!’, bawer nekin. 22 Çimkî Mesîhên sexte û pêxemberên sexte wê derkevin, û ewê mucîze û nîşanan çêkin, da ku eger mumkin be yên hilbijartî bixapînin. 23 Loma hay ji xwe hebin, min ji berê ve her tişt ji we re got.
24 Di wan rojan de, piştî wê tengasiyê, roj wê tarî bibe û heyv wê ronahiya xwe nede. 25 Stêr wê ji ezmanan bikevin, û qudretên li ezmanan wê bên hejandin. 26 Hingê ewê Kurê Mirov, ê ku di nav ewran de bi qudreta mezin û rûmetê tê, bibînin. 27 Ewê melekên xwe bişîne û ji her çar aliyên dinyayê ve*, ji aliyekî erdê ve heta aliyekî ezmên, hilbijartiyên xwe top bike.
28 Ji dara hêjîrê vê dersê bistînin: Wexta ku çiqilên wê mezin dibin û pelên wê şîn dibin, hûn fehm dikin ku havîn êdî nêzîk bûye. 29 Bi eynî awayî, gava hûn dibînin ku ev tişt çêdibin, bizanin ku ew* nêzîk e, erê, li ber derî ye. 30 Bi rastî, ev hemû tişt wê bên cih berî ku ev nesil* derbas bibe. 31 Erd û ezman tune bibin jî, peyvên min wê her û her bimînin.
32 Lê belê, tu kes nizane ku ew roj yan ew saet wê kengê be, ne melekên li ezmanan, ne jî Kur, bi tenê Bav dizane. 33 Hay ji xwe hebin, hişyar bin, çimkî hûn nizanin ku wexta ku Xwedê hilbijartiye kengê ye. 34 Ev yek dişibe zilamekî ku mala xwe hişt, emanetî xulamên xwe kir û çû cihekî dûr. Wî wezîfeyek da her kesî û emir da nobedar ku hişyar bimîne. 35 Loma hişyar bimînin, çimkî hûn nizanin ku xwediyê malê wê kengê bê, ma êvarê, nîvê şevê, berbangê yan serê sibehê, 36 nebe ku ew ji nişka ve were û we di xewê de bibîne. 37 Lê tiştê ku ez ji we re dibêjim, ez ji her kesî re dibêjim: Hişyar bimînin.”
14 Du roj mabûn ku bibe Cejna Derbasbûnê û Cejna Nanê Bêhevîrtirş*. Serokên kahînan û qanûnzan li rêyekê digeriyan ku Îsa bi hîle bigirin û bikujin, 2 lê wan digot: “Bila em di dema cejnê de vêya nekin, çimkî di nav xelkê de belkî tevlihevî çêbe.”
3 Wexta ku ew li Beytanyayê li mala Şîmûnê ku berê bi nexweşiya cuzamê* ketibû, şîv dixwar, jinikek hat wê derê. Li ba wê şîşeyeke biçûk ji mermerê bi rûnê bêhnxweş û giranbiha ji nardîna saf hebû. Wê serê şîşeyê şikand û rûn li ser serê Îsa rijand. 4 Hingê hin kes aciz bûn, û wan got: “Çima ev rûnê bêhnxweş wisa hat rijandin? 5 Kesekî dikaribû ev rûnê bêhnxweş ji zêdetirî 300 dînarî bifirota û ev pere di nav feqîran de belav bikira.” Û ew li ser jinikê hêrs ketin. 6 Lê Îsa got: “Wê rihet bihêlin. Hûn çima barê wê giran dikin? Wê ji bo min tiştekî qenc kir. 7 Kesên feqîr her tim li ba we ne, û hûn kengê bixwazin dikarin qenciyê li wan bikin, lê ezê ne her tim li ba we bim. 8 Çi ji destê wê hat wê kir. Wê rûnê bêhnxweş ji berê ve ji bo defnkirinê* li ser min rijand. 9 Bi rastî, li temamiya dinyayê, li her cihê ku mizgînî bê belavkirin, ji bo bîranîna vê jinikê behsa kirinên wê jî wê bê kirin.”
10 Hingê Cihûdayê Îsxeryot, yek ji Diwanzdehan*, çû ba serokên kahînan, da ku Îsa bide destê wan. 11 Gava wan ev yek bihîst, ew şa bûn û soz dan ku pereyên zîvî bidin wî. Ji wê demê ve, ew li fersendekê digeriya ku wî bide dest.
12 Di roja pêşîn a Cejna Nanê Bêhevîrtirş* de, gava qurbana Cejna Derbasbûnê li gor adetê dihat pêşkêşkirin, şagirtan ji Îsa pirsî: “Tu dixwazî ku em herin ku derê û haziriyê bikin ku tu xwarina Cejna Derbasbûnê bixwî?” 13 Hingê Îsa du şagirtên xwe şandin û ji wan re got: “Herin bajêr. Zilamekî ku cerekî avê hildigire wê rastî we bê. Li pey wî herin, 14 û ew zilam bikeve kîjan malê, hûn ji xwediyê wê malê re bibêjin: ‘Mamoste dibêje: “Odeya mêvanan li ku derê ye, da ku ez tê de bi şagirtên xwe re xwarina Cejna Derbasbûnê bixwim?”’ 15 Hingê ewê li qata jorîn odeyeke mezin lihevdayî û hazirkirî nîşanî we bide. Li wê derê xwarinê hazir bikin.” 16 Şagirt çûn û ketin bajêr, û wan her tiştê ku Îsa ji wan re gotibû, eynî wisa dît. Û wan hemû tişt ji bo Cejna Derbasbûnê hazir kirin.
17 Gava bû êvar, Îsa bi Diwanzdehan re hat. 18 Wexta ku ew li ser sifrê rûniştibûn û xwarin dixwarin, Îsa got: “Bi rastî, yek ji we, yê ku bi min re xwarinê dixwe, wê min bide dest.” 19 Ew li ber xwe ketin, û wan yek bi yek ji wî pirsî: “Tu behsa min nakî, ne?” 20 Wî ji wan re got: “Ew kes, yek ji Diwanzdehan e, yê ku bi min re nanê xwe dike nav tasê. 21 Çawa ku hatiye nivîsîn, Kurê Mirov wê here. Lê wey li wî kesê ku Kurê Mirov dide dest! Ji bo wî kesî wê çêtir bûya ku ew nehata dinyayê.”
22 Gava wan hê dixwar, Îsa nan hilda, dua kir*, nan şikand, da şagirtên xwe û got: “Kerem kin, vî nanî bixwin. Ev bedena min temsîl dike.” 23 Piştre wî kasek hilda, şikir kir, da wan û hemûyan jê vexwar. 24 Û wî ji wan re got: “Ev kas ‘xwîna min a peymanê’ temsîl dike. Ewê ji bo gelekan bê rijandin. 25 Bi rastî: Êdî ezê qet ji vê şerabê venexwim heta roja ku ez di Hukimdariya Xwedê de şeraba nû vexwim.” 26 Piştî ku wan ji bo pesnê Xwedê stran gotin*, ew derketin û çûn Çiyayê Zeytûnê.
27 Îsa ji wan re got: “Hûnê hemû terka min bikin*. Çimkî wisa hatiye nivîsîn: ‘Ezê li şivên bixim, û mî wê ji hev belav bibin.’ 28 Lê piştî ku ez ji mirinê bêm rakirin, ezê berî we herim Celîleyê.” 29 Lê Petrûs ji wî re got: “Eger hemû kesên din terka te bikin jî, ezê terka te nekim*!” 30 Hingê Îsa ji wî re got: “Bi rastî, îşev, berî ku dîk du caran bang bide, tuyê min sê caran înkar bikî.” 31 Lê Petrûs li ser gotina xwe ma û got: “Eger lazim be ku ez bi te re bimirim jî, ezê te tu caran înkar nekim.” Û hemûyan jî eynî tişt got.
32 Piştre ew hatin cihekî bi navê Gêtsemanî, û Îsa ji şagirtên xwe re got: “Li vir rûnin, ezê herim dua bikim.” 33 Wî Petrûs, Aqûb û Yûhena bi xwe re birin. Îsa bikeser bû, û dilê wî pir teng bû. 34 Wî ji wan re got: “Ezê ji derdê xwe bimirim. Li vir bisekinin û hişyar bimînin.” 35 Îsa çend gav bi pêş ve çû, ket ser çokan û ji bo vê yekê dua kir ku eger bibe, bila ev saet ji wî re derbas bibe. 36 Û wî got: “Abba*, Bavo, ji bo te her tişt mumkin e. Vê kasê ji min dûr bixe. Lê bila ne wek ku ez dixwazim, lê wek ku tu dixwazî, bibe.” 37 Gava ew vegeriya, wî dît ku ew bi xew re çûne. Û wî ji Petrûs re got: “Şîmûn, tu razayî? Ma te nikaribû bi tenê saetekê hişyar bimayayî? 38 Hişyar bimînin û bi dewamî dua bikin, da ku hûn nekevin ceribandinê. Rast e, dil* dixwaze, lê beden sist e.” 39 Îsa dîsa çû û ji bo eynî tiştî dua kir. 40 Gava ew dîsa hat, wî şagirt di xewê de dîtin, çimkî çavên wan ji xewê giran bûbûn, û wan nizanibû ku çi ji wî re bibêjin. 41 Gava Îsa cara sisêyan vegeriya, wî ji wan re got: “Hûn çawa dikarin di zemanekî wisa de razin û îstirihetê bikin! Bes e! Wext hatiye! Kurê Mirov tê dayîn destê gunehkaran. 42 Rabin, em herin. Va ye, yê ku min dide dest nêzîk bûye.”
43 Di eynî demê de, gava ew hê dipeyivî, Cihûdayê ku yek ji Diwanzdehan bû bi gelek mirovan re hat. Ew ji aliyê serokên kahînan, qanûnzan û rîspiyan ve hatibûn şandin, û di destê wan de şûr û dar hebûn. 44 Îcar vî xayînî ji bo ku nîşanekê bide wan wisa got: “Ez kê maç bikim, ew e. Wî kesî bigirin û hay jê hebin ku ew nereve.” 45 Ew rasterast çû ba Îsa, nêzîkî wî bû û got, “Mamoste!”, û wî Îsa bi awayekî nerm maç kir. 46 Hingê wan Îsa girt. 47 Lê yek ji wan, ê ku li wê derê bû, şûrê xwe hilda û guhê xulamê kahînê mezin jêkir. 48 Îsa ji wan re got: “Ma ez yekî sûcdar im ku hûn bi şûr û daran hatin ku min bigirin? 49 Her roj ez di nav we de di îbadetgehê de bûm û min hîn dikir. Lê dîsa jî we ez negirtim. Lê belê her tişt wisa çêbû, da ku Nivîsarên Pîroz bên cih.
50 Hingê hemûyan ew hişt û reviyan. 51 Lê xortekî ciwan ji nêzîk ve li pey wî diçû. Wî bi tenê xeftanekî ji kitanê xas li bedena xwe kiribû. Û gava wan dixwest wî bigirin, 52 wî xeftanê xwe ya kitanî hişt û tazî* reviya.
53 Wan Îsa bir ba kahînê mezin, û hemû serokên kahînan, rîspî û qanûnzan li wê derê li hev top bûn. 54 Lê Petrûs ji dûr ve li pey Îsa diçû, heta hewşa kahînê mezin. Ew bi xulamên malê re rûnişt û xwe li ber êgir germ dikir. 55 Serokên kahînan û temamiya Mehkemeya Bilind a Cihûyan li dijî Îsa li şahidiyê digeriyan, da ku wî bidin kuştin, lê wan tu kes nedît. 56 Gelek kesan li dijî wî şahidiya derewîn dikir, lê gotinên wan hevdû nedigirtin. 57 Wekî din, çend kes rabûn û li dijî wî şahidiya derewîn dikir û digot: 58 “Me bihîst ku wî got: ‘Ezê vê îbadetgeha ku bi destan hatiye avakirin, hilweşînim û di nav sê rojan de ezê yeke din, a ku ne bi destan hatiye çêkirin, ava bikim.’” 59 Lê di vê yekê de jî, gotinên wan ne wek hev bûn.
60 Hingê kahînê mezin di nav wan hemûyan de rabû ser lingan û ji Îsa pirsî: “Ma tu naxwazî cewabê bidî? Ma tu nabihîzî ku ev zilam li dijî te çi dibêjin?” 61 Lê Îsa tu tişt negot û bêdeng ma. Îcar kahînê mezin dîsa ji wî pirsî: “Ma tu Kurê Xwedayê Pîroz, Mesîh î?” 62 Îsa got: “Erê, ez im. Û hûnê bibînin ku Kurê Mirov li aliyê rastê yê Xwedayê Biqudret rûniştî ye û bi ewrên ezmanan tê.” 63 Hingê kahînê mezin kincên xwe çirandin û got: “Ma hewceya me bi şahidên din heye? 64 We bi xwe bihîst ku ew kufir dike. Qerara we li ser vê yekê çi ye?”* Hemûyan ew mehkûm kir û got ku heqê wî mirin e. 65 Hin kesan dest pê kir ku li wî tif bikin, wan ser û çavê wî girêda, bi kulman li wî xist û ji wî re got: “Eger tu pêxember î, ka bibêje kê li te xist.” Nobedaran Îsa girt û bi sîleyan li rûyê wî xist.
66 Gava Petrûs li jêr di hewşê de bû, keçikeke ji xizmetkarên kahînê mezin hat wê derê. 67 Gava wê dît ku Petrûs xwe germ dike, wê li wî nêrî û got: “Tu jî bi yê Nasirayî re, bi Îsa re bûyî.” 68 Lê wî ev yek înkar kir û got: “Ez ne wî nas dikim û ne jî fehm dikim ku tu behsa çi dikî.” Û ew ji wê derê derket û çû ber deriyê hewşê. 69 Gava vê keçika xizmetkar ew dît, wê dîsa ji yên ku li wê derê bûn re got: “Ew yek ji wan e.” 70 Petrûs dîsa înkar kir. Piştî wexteke kin, kesên ku li wê derê sekinî bûn ji Petrûs re got: “Bi rastî tu yek ji wan î. Çimkî tu ji Celîleyê yî.” 71 Lê wî nifir li xwe kir û sond xwar: “Ez zilamê ku hûn behsa wî dikin nas nakim!” 72 Di cih de dîkekî cara diduyan bang da. Wê demê Petrûs anî bîra xwe ku Îsa ji wî re çi gotibû: “Berî ku dîk du caran bang bide, tuyê min sê caran înkar bikî.” Êşeke mezin ket dilê wî, û ew giriya.
15 Serê sibehê zû, serokên kahînan, rîspî û qanûnzan – belê, temamiya Mehkemeya Bilind a Cihûyan – bi hev re şêwirîn. Paşê Îsa girêdan, birin û dan destê Pîlatos. 2 Pîlatos ji wî pirsî: “Gelo Padîşahê Cihûyan tu yî?” Wî cewab da: “Te bi xwe got.” 3 Lê serokên kahînan, Îsa bi gelek tiştan sûcdar kir. 4 Îcar Pîlatos dîsa ji wî pirsî: “Ma tu naxwazî cewabê bidî? Binêre ku ew li dijî te çi qas tişt dibêjin.” 5 Lê Îsa êdî tu cewab neda, û Pîlatos bi vê yekê şaş ma.
6 Li her cejnê, wî li gor dilê xelkê girtiyek berdida. 7 Wê demê, zilamekî bi navê Barabas bi serhildêrên din re di hebsê de bû, çimkî wan li dema serhildanê mirov kuştibûn. 8 Xelk li hev top bû û xwest ku Pîlatos mîna her car tiştekî ji bo wan bike. 9 Wî ji wan re got: “Gelo hûn dixwazin ku ez Padîşahê Cihûyan berdim?” 10 Çimkî Pîlatos dizanibû ku serokên kahînan Îsa ji ber hesûdiya xwe teslîm kiribû. 11 Lê serokên kahînan ji xelkê re got ku bila ew bi dewamî ji Pîlatos bixwazin ku ew li şûna wî Barabas berde. 12 Dîsa Pîlatos ji wan re got: “Îcar yê ku hûn jê re dibêjin Padîşahê Cihûyan, ez çi li wî bikim?” 13 Wan dîsa bi dengekî bilind got: “Wî li darê îşkenceyê bixe*!” 14 Lê Pîlatos pirsî: “Çima? Wî çi xerabî kiriye?” Lê wan bi dengekî hê bilindtir gazî kir: “Wî li darê îşkenceyê bixe!” 15 Ji ber ku Pîlatos dixwest xelkê razî bike, wî Barabas berda. Piştre wî ferman da ku Îsa bidin ber qamçiyan û li ser darê îşkenceyê îdam bikin.
16 Hingê eskeran Îsa bir hewşa qesra walî, û wan temamiya koma eskeran top kir. 17 Wan kincekî binefşî li wî kir û ji striyan tacek çêkir û danî ser serê wî. 18 Û wan bi dengekî bilind jê re got: “Silav li te, ya Padîşahê Cihûyan!” 19 Wekî din, wan bi qamîşekî li serê wî xist, tif li wî kir û ketin ser çokan û xwe li ber wî tewandin. 20 Piştî ku wan qerfên xwe bi wî kirin, wan kincê binefşî ji wî kir û kincên wî dîsa li wî kirin. Û ew birin ku wî li ser darê îşkenceyê bizmar bikin*. 21 Wan zor li zilamekî, yê ku ji nav zeviyan hatibû û li wê derê derbas dibû, kir ku ew darê îşkenceyê yê Îsa hilgire. Navê wî zilamî Şîmûnê Kirênî bû, û ew bavê Îskender û Rûfûs bû.
22 Û wan ew bir cihê bi navê Golgota, ya ku wergera vî navî ev e: “Qoqê Serî.” 23 Li wê derê wan şeraba bi mur* tevlihevkirî dan wî, lê wî venexwar. 24 Wan ew li ser darê îşkenceyê bizmar kir* û pişk avêt, da ku kincên wî di nav xwe de parve bikin û qerar bidin ku kî çi bistîne. 25 Gava wan ew li ser darê îşkenceyê bizmar kir, saet sisê* bû. 26 Li ser nivîsekê sebebê sûcdarkirina wî nivîsî bû: “Padîşahê Cihûyan.” 27 Wekî din, li kêleka wî du dizên zalim* jî li darê îşkenceyê hatin xistin, yek li aliyê çepê û yê din jî li aliyê rastê. 28 ——* 29 Kesên ku di ber wî re derbas dibûn çêrî wî dikir*. Wan serê xwe dihejand û wisa digot: “Ey tu, te dixwest îbadetgehê hilweşînî û di nava sê rojan de dîsa ava bikî. 30 Îcar xwe xelas bike û ji darê îşkenceyê dakeve xwarê!” 31 Bi eynî awayî, serokên kahînan tevî qanûnzanan di nav xwe de qerfên xwe bi wî dikirin û digotin: “Wî kesên din xelas kirin, lê nikare xwe xelas bike! 32 Bila Mesîh, Padîşahê Îsraîlê niha ji darê îşkenceyê dakeve xwarê, da ku em bibînin û bi wî bawer bikin.” Heta zilamên ku li kêleka wî li darê îşkenceyê hatin xistin jî, qerfên xwe bi wî kirin.
33 Gava bû saet şeş*, tariyek ket ser rûyê erdê û heta saet neh* dewam kir. 34 Di saeta nehan de, Îsa bi dengekî bilind kir qîrîn: “Êlî, Êlî, lama sabaxtanî?” ku wergera vê ev e: “Xwedayê min, Xwedayê min, te çima ez terk kirim?” 35 Hin kesên ku nêzîkî wê derê sekinî bûn, ev yek bihîst û wisa got: “Binêrin! Ew gazî Êlyas dike.” 36 Hingê kesek bi lez çû û sungêrek* xist nav şeraba tirş, bi qamîşekî bilind kir û da Îsa ku ew jê vexwe, û wî got: “Dev jê berdin! Ka em bibînin, gelo Êlyas wê bê ku wî bîne xwarê.” 37 Lê Îsa bi dengekî bilind kir qîrîn û mir*. 38 Û perdeya cihê pîroz ji serî heta binî çiriya û bû du parçe. 39 Gava fermandarê ku li pêşberî Îsa sekinî bû, dît ku ew çawa mir, wî got: “Bi rastî ev zilam Kurê Xwedê bû.”
40 Wekî din, hin jinan ji dûr ve mêze dikir. Meryema Mejdelanî, Meryema diya Aqûbê Biçûk û Yosês, û Salome jî di nav wan de bûn. 41 Gava Îsa li Celîleyê bû, ew jin bi wî re bûn û ji wî re xizmet kiribû. Û gelek jinên din jî hebûn, ên ku bi wî re hatibûn Orşelîmê.
42 Êdî berê êvarê bû, û ji ber ku roja Hazirkirinê*, yanî roja berî roja Sebtê* bû, 43 Ûsivê Arîmetyayî, yê ku endamekî qedirgiran ê Mehkemeya Bilind a Cihûyan bû û bi xwe li benda Hukimdariya Xwedê bû, bi dilekî xurt çû ba Pîlatos û cesedê Îsa jê xwest. 44 Pîlatos şaş ma ku Îsa êdî miribû. Wî gazî fermandar kir û jê pirsî ka Îsa bi rastî miriye yan na. 45 Piştî ku Pîlatos ji gotinên fermandar fehm kir ku Îsa miriye, wî cesedê Îsa da Ûsiv. 46 Piştî ku wî kitanekî xas kirî, wî cesedê Îsa anî xwarê, di nav vî kitanî de pêçand û ew li mezelê ku li zinar hatibû kolan, danî. Paşê wî kevirekî mezin danî ber deriyê mezel. 47 Lê Meryema Mejdelanî û Meryema diya Yosês bi dewamî li cihê ku cesedê Îsa hatibû danîn, dinêrî.
16 Piştî ku roja Sebtê* derbas bû, Meryema Mejdelanî û Meryema diya Aqûb, û Salomeyê giyayên bêhnxweş kirîn, da ku herin û li cesedê Îsa bidin. 2 Di roja pêşîn a hefteyê de, serê sibehê zû, gava roj hilat, ew hatin ser mezel. 3 Wan ji hevdû re got: “Kî wê ji bo me kevirê li ber mezel bide aliyekî?” 4 Lê gava wan li jor nêrî, wan dît ku kevir çi qas mezin bû jî, ji cihê xwe hatibû gêrkirin. 5 Gava ew ketin mezel, wan xortekî bi xeftanekî spî dît, ê ku li aliyê rastê rûniştî bû, û ew pir şaş man. 6 Wî ji wan re got: “Şaş nemînin. Hûn li Îsayê Nasirayî, yê ku li ser darê îşkenceyê hatibû îdamkirin, digerin. Ew ji mirinê hatiye rakirin. Ew ne li vir e. Va ye, cihê ku cesedê wî lê bû. 7 Lê herin ba şagirtên wî û ba Petrûs û ji wan re bibêjin: ‘Ew berî we diçe Celîleyê. Hûnê wî li wê derê bibînin, wek ku wî ji we re gotibû.’” 8 Piştî ku ew derketin, ew ji tirsan lerizîn û şaş man û bi lez ji mezel çûn. Wan ji tu kesî re tu tişt negot, çimkî ew ditirsiyan.*
Yan “Yûhenayê”.
Yan “Imadkar”, “Binavkar”.
Yan “imad dibûn”, “binav dibûn”.
Yan “Yûhena”.
Yan “mûyên hêştir”.
Bi herfî “sandal”.
Yan “Nisret”.
Yan “Yûhena”.
Yan “imadkirin”, “binavkirin”.
Yanî ruhê Xwedê.
Yan “Yûhena”.
Yanî alî mirovan bikin ku ew bibin şagirtên Îsa Mesîh.
Yan “belem”.
Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Bi herfî “ruhê nepak”.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Yan belkî “wan dizanibû ku ew kî ye”.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Nexweşiyeke çerm.
Bi herfî “paqij”.
Bi herfî “paqij”.
Bi herfî “paqij”.
Bi herfî “da ku ji wan re bibe şahidî”.
Yan “şel û şeht”.
Bi herfî “bi ruhê xwe”.
Yan “Yûhena”.
Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.
Yan “nanê pêşkêşkirinê”.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Bi herfî “bi destekî hişkbûyî”.
Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.
Yan “jiyan”.
Yan “belem”.
Bi herfî “ruhên nepak”.
Yan “tayînkirin”.
Yan “tayînkirin”.
Belzebûb ji Şeytan re tê gotin.
Bi herfî “ruhê nepak”.
Yan “belem”.
Yanî 12 şandî.
Yan “şamdank”.
Yan “belem”.
Yan “belem”.
Yan “belem”.
Yan “belem”.
Bi herfî “ruhê nepak”.
Bi herfî “ruhê nepak”.
Di demên berê de, lejyonek di Hukimdariya Romayê de komeke eskeran bû ku di nav wê de bi qasî 4000 heta 6000 esker hebûn. Peyva lejyon di Nivîsarên Pîroz de ji bo hejmareke mezin jî tê bikaranîn.
Bi herfî “ruhên nepak”.
Yan “beraz”.
Bi herfî “ruhên nepak”.
Bi herfî “ruhên nepak”.
Di demên berê de, di Hukimdariya Romayê de lejyonek komeke eskeran bû ku di nav wê de bi qasî 4000 heta 6000 esker hebûn. Di Nivîsarên Pîroz de ji bo hejmareke mezin jî peyva lejyon tê bikaranîn.
Yan “belem”.
Yan “Herêma Deh Bajaran”.
Yan “belem”.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Yan “ew bi wî terpilîn”.
Yanî 12 şandî.
Bi herfî “ruhên nepak”.
Bi herfî “sifir”.
Bi herfî “sandal”.
Bi herfî “ne du dest kiras”.
Yan “Yûhena”.
Yan “Imadkar”, “Binavkar”.
Yan “Yûhena”.
Yan “Yûhena”.
Yan “Yûhena”.
Yan “Yûhena”.
Yan “Yûhena”.
Yan “Imadkar”, “Binavkar”.
Yan “Yûhena”.
Yan “Imadkar”, “Binavkar”.
Yan “Yûhena”.
Yan “Yûhena”.
Yan “belem”.
Yan “xêr û bereket xwest”.
Yan “belem”.
Bi herfî “di nobedariya çaran a şevê de”. Yanî serê sibehê saet sisê heta saet şeş.
Yan “belem”.
Nivîneke ji bo hilgirtina kesên nexweş.
Li vir behsa şûştina destên qirêjî nayê kirin, lê behsa şûştina li gor adetên Cihûyan tê kirin.
Bi herfî “vaftîz”.
Ayeta 16an di hin destnivîsên herî kevn ên Yûnanî de nayê dîtin. Lê dîsa jî, ev ayet di hin destnivîsên Kitêba Pîroz de derbas dibe.
Bi herfî “ruhê nepak”.
Belkî ew li Finîkya Sûriyeyê hat dinyayê.
Yan “Herêma Deh Bajaran”.
Yan “belem”.
Yan “nifş”.
Yan “belem”.
Yan “Yûhena”.
Yan “Imadkar”, “Binavkar”.
Yan “can”.
Yan “can”.
Yan “can”.
Yan “can”.
Yan “nifş”.
Bi herfî “zinakar”.
Bi herfî “mirinê tehm nekin”.
Yan belkî “Wan ev mesele di nav xwe de hişt”.
Bi herfî “ruhekî lal”.
Yan “nifş”.
Bi herfî “ruhê nepak”.
Yanî 12 şandî.
Kevirekî ku li ser pişta kerê dihat girêdan, ê ku ji bo hêrandina genim dihat bikaranîn.
Yan “te bide terpilandin”.
Li Meta 5:22 binêre.
Yan “vêsandin”.
Yanî jiyana herheyî.
Ayeta 44an di hin destnivîsên herî kevn ên Yûnanî de nayê dîtin. Lê dîsa jî, ev ayet di hin destnivîsên Kitêba Pîroz de derbas dibe.
Li Meta 5:22 binêre.
Yanî jiyana herheyî.
Ayeta 46an di hin destnivîsên herî kevn ên Yûnanî de nayê dîtin. Lê dîsa jî, ev ayet di hin destnivîsên Kitêba Pîroz de derbas dibe.
Li Meta 5:22 binêre.
Li Meta 5:22 binêre.
Bi herfî “wî”.
Yan “bedenek”.
Yan “bedenek”.
Bi herfî “kirine di bin nîrekî de”.
Yan “hêştir”.
Yan belkî “ji hevdû”.
Yanî 12 şandî.
Bi herfî “rûmet”.
Yan “imad”, “bin av”.
Yan “imad”, “bin av”.
Yan “xwe ji mirovan mezintir dikin”.
Bi herfî “Rebûnî”.
Yanî 12 şandî.
Ayeta 26an di hin destnivîsên herî kevn ên Yûnanî de nayê dîtin. Lê dîsa jî, ev ayet di hin destnivîsên Kitêba Pîroz de derbas dibe.
Yan “Yûhena”.
Yan “imad dikirin”, “bin av dikirin”.
Bi herfî “ji ezmên”.
Bi herfî “ji ezmên”.
Yan “Yûhena”.
Yan “sênc”.
Bi herfî “serê goşe”. Wisa tê fehmkirin ku vî kevirî du dîwar li qunceya jorîn bi hev ve digirtin, loma ew wek kevirê herî muhîm dihat dîtin.
Yan “Sezar”.
Yan “Sezar”.
Yan “Sezar”.
Yan “herî muhîm”.
Yan “aqil”.
Yan “aqil”.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Bi herfî “2 lepta, yanî 1 kodrantes”.
Yan “tehemul”.
Bi herfî “ji çar bayan ve”.
Yanî Kurê Mirov.
Yan “nifş”.
Yan “Nanê Şkeva”.
Nexweşiyeke çerm.
Yan “veşartinê”, “binaxkirinê”.
Yanî 12 şandî.
Yan “Nanê Şkeva”.
Yan “xêr û bereket xwest”.
Yan “zebûr stiriyan”.
Bi herfî “ji ber min bên terpilandin”.
Bi herfî “Eger hemû kesên din ji ber te bên terpilandin jî, ezê neyêm terpilandin”.
Ev peyveke Îbranî yan Aramî ye, ya ku tê maneya “Bavo”.
Bi herfî “ruh”.
Yan “nîv tazî”, “tenê bi binkirasê xwe”.
Yan “Hûn çi difikirin?”.
Yan “li ser darê îşkenceyê îdam bike”.
Yan “mix bikin”.
Maddeyek ku tesîra narkotîk tê de hebû.
Yan “mix kir”.
Sibeh, li dora saet neh. Wê demê saet ji şebeqê ve dihat hejmartin.
Yan “rêbir”.
Ayeta 28an di hin destnivîsên herî kevn ên Yûnanî de nayê dîtin. Lê dîsa jî, ev ayet di hin destnivîsên Kitêba Pîroz de derbas dibe.
Yan “peyvên pîs digotin”.
Nîvro, li dora saet diwanzdeh. Wê demê saet ji şebeqê ve dihat hejmartin.
Piştî nîvro, li dora saet sisê. Wê demê saet ji şebeqê ve dihat hejmartin.
Yan “îsfenc”.
Yan “nefesa xwe ya dawîn berda”.
Wê rojê, Cihûyan xwe ji bo roja Sebtê hazir dikir.
Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.
Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.
Li gor destnivîsên kevin ên pêbawer, Kitêba Marqos bi gotinên ayeta 8an xelas dibe.