KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • nwt Lûqa 1:1-24:53
  • Lûqa

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Lûqa
  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
Lûqa

LI GOR LÛQA

1 Gelek kesan xîret kiriye ku melûmatên li ser bûyerên ku em bi temamî baweriya xwe bi wan tînin, ber hev bikin. 2 Me jî ew bûyer ji kesên ku ji destpêkê ve şahidên wan tiştan bûn û mizgînvanên xebera Xwedê bûn, bihîstine. 3 Ji ber ku min her tişt ji destpêkê ve hûr û kûr lêkolîn kir, min qerar da ku van tiştan li gor rêzeke bimantiq ji te re binivîsim, ya Têyofîlosê qedirgiran. 4 Bi vî awayî tuyê bizanî, tiştên ku bi devkî ji te re hatine gotin, rast û pêbawer in.

5 Di rojên padîşahê Cihûstanê Hêrodês de, kahînekî ji koma Abiya yê bi navê Zekerya hebû. Jina wî ji keçên Harûn bû û navê wê Êlîzabêt bû. 6 Ew her du li ber Xwedê kesên rast bûn, û ew bê kêmasî li gor hemû emir û qanûnên Yehowa dimeşiyan. 7 Lê zarokên wan tunebûn, çimkî ji Êlîzabêtê re zarok çênedibûn û her du jî êdî kal û pîr bûn.

8 Gava dora koma Zekerya hat, wî li ber Xwedê wezîfeya kahînan anî cih. 9 Li gor adetên kahînan, ew hat hilbijartin ku bikeve cihê pîroz ê îbadetgeha Yehowa û bixûrê bişewitîne. 10 Li dema şewitandina bixûrê, temamiya xelkê li derve dua dikir. 11 Hingê melekê Yehowa ji wî re xuya bû; ew li aliyê rastê yê qurbangeha bixûrê sekinî bû. 12 Gava Zekerya melek dît, ew şaş ma û tirs ket dilê wî. 13 Lê melek ji wî re got: “Netirse Zekerya, çimkî duaya te hatiye bihîstin, û jina te Êlîzabêt wê ji te re kurekî bîne, û gerek tu navê wî bikî Yehya*. 14 Tuyê pir dilxweş û dilgeş bî, û gelek kes wê li ser bûyîna wî kêfxweş bin. 15 Çimkî di çavê Yehowa de ewê yekî mezin be. Lê gerek ew qet şerab yan tiştekî bialkol venexwe. Û hê di zikê diya xwe de ewê bi ruhê pîroz ve tije bibe. 16 Ewê gelek Îsraîliyan vegerîne cem Xwedayê wan Yehowa. 17 Wekî din, ewê bi ruh û qeweta Êlyas li pêşiya Xwedê bimeşe, da ku dilê bavan dîsa bike wek dilê zarokan û kesên neguhdar bike wek kesên rast û bihîkmet. Bi vî awayî ewê miletekî layiqî Yehowa hazir bike.”

18 Zekerya ji melek re got: “Ez çawa dikarim bizanim ku ev yek rast e? Ez êdî kal im, û jina min jî emirmezin e.” 19 Melek cewaba wî da: “Ez Cibrayîl im, ê ku li ber Xwedê disekine. Ez hatim şandin ku bi te re xeber bidim û vê mizgîniyê bidim te. 20 Lê ji ber ku te bi gotinên min, ên ku wê di wexta xwe de bên cih, bawer nekir, tuyê heta roja ku ew hemû tişt çêbin lal bimînî û nikaribî xeber bidî.” 21 Di wê demê de, xelk li benda Zekerya bû û şaş ma ku ew êdî ew qas wext di îbadetgehê de bû. 22 Gava ew derket derve, wî nikaribû xeber bide, û wan fehm kir ku wî di cihê pîroz de tiştekî ecêb* dît. Ji ber ku ew lal ma, wî bi îşaretan xeber dida. 23 Gava rojên xizmeta wî ya pîroz xelas bûn, ew vegeriya mala xwe.

24 Piştî çend rojan, jina wî Êlîzabêt bihemle bû û pênc meh ji malê dernediket. Wê digot: 25 “Va ye, di van rojan de Yehowa ev yek ji bo min kiriye. Wî bala xwe daye min, da ku min ji vê şermê xelas bike.”

26 Gava Êlîzabêt di meha şeşan de bihemle bû, melek Cibrayîl ji aliyê Xwedê ve hat şandin bajarekî li Celîleyê yê bi navê Nasira*, 27 ba keçikeke ku bi zilamekî ji mala Dawid ê bi navê Ûsiv re nîşankirî bû. Navê wê keçikê Meryem bû. 28 Melek hat ba wê û ji wê re got: “Silav li te, keçika ku keremeke mezin li ser e. Yehowa bi te re ye.” 29 Meryem ji ber gotinên wî pir nerihet bû û li ser maneya silava wî fikirî. 30 Loma melek ji wê re got: “Netirse Meryem, çimkî Xwedê ji te razî ye. 31 Tuyê bihemle bibî û kurekî bînî dinyayê, û gerek tu navê wî bikî Îsa. 32 Ewê bibe yekî mezin û ji wî re Kurê Xwedayê Jorîn wê bê gotin, û Yehowa Xwedê wê textê bavê wî Dawid bide wî. 33 Ewê heta hetayê li ser temamiya mala Aqûb hukimdariyê bike, û dawiya Hukimdariya wî wê qet neyê.”

34 Lê Meryemê ji melek re got: “Ev yek wê çawa bibe? Ez bi zilamekî re qet raneketime.” 35 Melek ji wê re got: “Ruhê pîroz wê were ser te, û tuyê bikevî bin siya qudreta Xwedayê Jorîn. Ji ber vê yekê, zarokê ku wê were dinyayê, ji wî re pîroz û Kurê Xwedê wê bê gotin. 36 Meriva te Êlîzabêt di emrê xwe yê mezin de, ew jî bi kurekî bihemle bûye. Ji wê re digotin ya bêzaro, lê ew êdî di meha şeşan de bihemle ye, 37 çimkî ji bo Xwedê her tişt mumkin e.” 38 Hingê Meryemê got: “Ez xulama Yehowa me! Bila li gor gotina te be.” Piştî vê melek çû.

39 Îcar Meryem rabû û bi lez çû bajarekî di nav çiyayên herêma Cihûdayê de. 40 Ew ket hundirê mala Zekerya û silav da Êlîzabêtê. 41 Gava Êlîzabêtê silava Meryemê bihîst, zarokê di zikê wê de xwe livand û Êlîzabêt bi ruhê pîroz ve tije bû, 42 û wê bi dengekî bilind got: “Di nav hemû jinan de tu bikerem î, û zarokê di zikê te de bikerem e! 43 Çi hurmeteke mezin e ku diya Efendiyê min hatiye ba min! 44 Gava min silava te bihîst, zarokê di zikê min de xwe ji kêfan livand. 45 Çi qas dilxweş e jinika ku bawer kir, çimkî hemû tiştên ku Yehowa ji wê re gotibûn wê bên cih.”

46 Hingê Meryemê got: “Canê min pesnê Yehowa dide, 47 û ruhê min bi Xelaskarê min Xwedê pir kêfxweş dibe. 48 Çimkî wî bala xwe daye nizmahiya xulama xwe. Ji niha û pê ve hemû nesil wê ji min re bibêjin ya dilxweş. 49 Çimkî Xwedayê biqudret ji bo min tiştên mezin kirine. Navê wî pîroz e. 50 Û nesil bi nesil dilovaniya wî li ser kesên ku ji wî ditirsin e. 51 Wî bi qudreta destê xwe tiştên mezin kirine, û wî kesên ku di dilê xwe de pozbilind in ji hev belav kirin. 52 Wî hukimdar ji textên wan avêtin û kesên nizm bilind kirin. 53 Wî kesên birçî bi tiştên baş têr kirin û kesên dewlemend destvala şandin. 54 Wî dilovaniya xwe her tim aniye bîra xwe û hatiye hawara xulamê xwe Îsraîl, 55 wek ku wî ji bav û kalên me re, ji Birahîm û zuriyeta wî re soz dabû.” 56 Meryem weke sê mehan li cem Êlîzabêtê ma û paşê vegeriya mala xwe.

57 Êdî wext hat ku Êlîzabêt zarok bîne dinyayê, û wê kurikek anî. 58 Cîran û merivên wê bihîst ku Yehowa dilovaniyeke pir mezin li wê kir, û ew bi wê re kêfxweş bûn. 59 Di roja heştan de ew hatin sineta kurik û wan dixwest navê bavê wî Zekerya li wî bikin. 60 Lê diya wî got: “Na! Gerek navê wî bibe Yehya*.” 61 Hingê wan ji wê re got: “Lê ev nav di nav merivên te de tune ye.” 62 Îcar wan bi îşaretan ji bavê wî pirsî ku ew dixwaze navê zarok bike çi. 63 Zekerya lewheyek xwest û li ser wê wisa nivîsî: “Navê wî Yehya* ye.” Hemû ecêbmayî man. 64 Di cih de dev û zimanê wî vebûn, û wî dest bi xeberdanê kir û pesnê Xwedê da. 65 Tirs ket dilê hemû cîranên wan, û xebera li ser van hemû tiştan di nav çiyayên li herêma Cihûstanê de hat belavkirin. 66 Her kesê ku ev yek bihîst di dilê xwe de wisa got: “Gelo ev zarok wê bibe çi?” Çimkî destê Yehowa bêguman li ser wî bû.

67 Bavê zarok Zekerya bi ruhê pîroz ve tije bû û wî ev gotinên ji Xwedê gotin: 68 “Şikir ji Xwedayê Îsraîl Yehowa re, çimkî wî bala xwe daye xelkê xwe û ew xelas kirine. 69 Û wî ji mala xulamê xwe Dawid xelaskarekî biqudret* daye me, 70 çawa ku wî bi devê pêxemberên xwe yên pîroz, ên ku berê dijiyan, gotibû 71 ku ewê me ji dijminan û ji destê hemû kesên ku ji me nefret dikin, xelas bike. 72 Ewê li gor soza ku wî dabû bav û kalên me, rehmê li me bike û peymana xwe ya pîroz bîne bîra xwe, 73 erê, sonda ku wî ji bavê me Birahîm re xwaribû, 74 ku emê, piştî ku em ji destê dijminan hatine xelaskirin, bê tirs ji wî re xizmeta pîroz bikin 75 û vêya bi dilsozî û rastdarî di hemû jiyana xwe de bikin. 76 Lê tu, kurê min, tuyê ji bo Xwedayê Jorîn bibî pêxember, çimkî tuyê li pêşiya Yehowa herî, da ku rêyên wî hazir bikî, 77 û ji xelkê wî re bidî fehmkirin ku bi destê efûkirina gunehan ewê bên xelaskirin. 78 Çimkî Xwedayê me pir dilşewat e. Ev dilşewatî wê mîna rojhilatê ji ezmanan dakeve ser me, 79 ku ronahiyê bide kesên ku di tarî û siya mirinê de ne, û berê lingên me bide ser rêya aştiyê.”

80 Zarok mezin bû û bi alîkariya ruhê Xwedê* xurt bû. Heta roja ku ew derket pêş xelkê Îsraîlê, ew li çolê dijiya.

2 Di wan rojan de Qeyser* Augustus emir da ku dinya alem navê xwe bide nivîsandin. 2 (Ev navnivîsandina pêşîn li dema ku Kûrêniyos waliyê Sûriyê bû derbas bû.) 3 Her kes çû û di bajarê xwe de navê xwe da nivîsandin. 4 Helbet Ûsiv jî ji Nasiraya* Celîleyê çû bajarê Dawid ê li Cihûstanê, ku jê re Beytlehem tê gotin, çimkî ew ji mal û zuriyeta Dawid bû. 5 Ew bi jina xwe Meryemê re çû ku navê xwe bide nivîsandin. Wê demê Meryem bihemle bû. 6 Gava ew li wê derê bûn, wext hat ku ew zarok bîne dinyayê. 7 Û wê kurê xwe anî dinyayê, ew zarokê wê yê pêşîn bû. Wê ew di pêçekê de pêçand û di afirekî de danî, çimkî di mêvanxaneyê de ji bo wan cih tunebû.

8 Li eynî herêmê şivanan li derve bi şev nobedariya keriyên xwe dikir. 9 Ji nişka ve melekê Yehowa ji wan re xuya bû û rûmeta Yehowa li dora wan şewq da, û tirseke mezin ket dilê wan. 10 Lê melek ji wan re got: “Netirsin! Ez hatim ku mizgîniyê bidim we, ya ku wê ji bo hemû xelkê dilxweşiyeke mezin bîne. 11 Ji ber ku îro li bajarê Dawid xelaskarek ji we re hat dinyayê. Ew Mesîh û Efendî ye. 12 Bila ev yek ji we re bibe nîşan: Hûnê zarokekî nûbûyî di pêçekê de pêçayî û di afirekî de raketî bibînin.” 13 Ji nişka ve gelek melekên din* jî xuya bûn, wan pesnê Xwedê dida û digot: 14 “Ji Xwedayê Jorîn re rûmet be, û li ser rûyê erdê li nav mirovên ku Xwedê ji wan razî ye aştî be.”

15 Gava melek vegeriyan ezmên, şivanan ji hev re got: “Rabin, em herin Beytlehemê û tiştên çêbûyî, yên ku Yehowa bi me dan zanîn, bibînin.” 16 Ew bi lez çûn wê derê û wan Meryem, Ûsiv û zarokê di afir de dîtin. 17 Gava şivanan zarok dît, wan behsa xebera ku li ser zarok ji wan re hatibû gotin, kir. 18 Her kesê ku gotinên şivanan bihîstin, şaş ma. 19 Lê belê, Meryemê ev hemû gotin di dilê xwe de xwedî kirin û li ser wan kûr difikirî ku maneya wan fehm bike. 20 Paşê şivan vegeriyan û ji bo hemû tiştên ku wan dîtin û bihîstin, pesn û rûmet didan Xwedê. Çawa ku ji wan re hatibû gotin, her tişt eynî wisa çêbû.

21 Di roja heştan de, gava wext hat ku zarok bê sinetkirin, wan navê wî kir Îsa. Berî ku Meryem bihemle bibe, melek ev nav ji wê re gotibû.

22 Gava wexta paqijbûna li gor Qanûna Mûsa hat, Ûsiv û Meryemê zarok bir Orşelîmê, da ku wî pêşkêşî Yehowa bikin. 23 Wek ku di Qanûna Yehowa de hatiye nivîsîn: “Her kurê pêşîn gerek ji Yehowa re bê dayîn.” 24 Û li gor Qanûna Yehowa, ya ku dibêje: “du qumrî yan jî du têjikên kevokan”, wan qurbanek pêşkêş kir.

25 Wê demê li Orşelîmê zilamekî bi navê Şîmeon hebû. Ew yekî rast bû û ji Xwedê ditirsiya, û li benda wê wextê bû ku Xwedê dilrihetiyê bide Îsraîlê, û ruhê pîroz li ser wî bû. 26 Wekî din, Xwedê bi destê ruhê pîroz ji wî re eşkere kiribû ku ewê mirinê nebîne heta ku ew Mesîhê Yehowa bibîne. 27 Di bin rêberiya ruhê pîroz de ew hat îbadetgehê. Gava Ûsiv û Meryemê Îsayê biçûk li gor adetê anî îbadetgehê ku Qanûnê bînin cih, 28 Şîmeon zarok xist hembêza xwe, pesnê Xwedê da û got: 29 “Ya Rebê Mezin, wek ku te soz daye, tu niha îznê didî xulamê xwe ku ew bi xêr û selametî here. 30 Çimkî çavê min rêya xelaskirinê dît, 31 a ku te hazir kiriye, da ku hemû milet bibînin, 32 ew e ronahiya ku perdeya li ser çavê mirovan radike û rûmeta xelkê te Îsraîlê.” 33 Dê û bavê zarok ji ber tiştên ku li ser wî hatin gotin, ecêbmayî man. 34 Şîmeon pesnê wan da û ji diya zarok Meryemê re got: “Ev zarok wê bibe sebebê rabûn û ketina gelek kesên li Îsraîlê. Û ewê bibe nîşaneke ku mirov li dijî wê xeber bidin, 35 da ku fikrên gelek dilan bên eşkerekirin (erê, şûrekî dirêj wê di canê te re here).”

36 Li wê derê pêxembereke pîr a bi navê Hana hebû. Ew keça Fanowêl bû û ji eşîra Aşer bû. Piştî zewaca xwe ew heft sal bi mêrê xwe re jiyabû. 37 Ew jinebî bû û êdî 84 salî bû. Wê qet dev ji îbadetgehê bernedida, û bi rojîgirtin û lavayê şev û roj xizmeta pîroz dikir. 38 Ew di eynî saetê de hat û wê ji Xwedê re şikir dikir. Û wê bi hemûyan re ku li benda xelaskirina Orşelîmê bûn li ser zarok xeber dida.

39 Û gava wan her tişt li gor Qanûna Yehowa pêk anî, ew vegeriyan bajarê xwe Nasiraya* Celîleyê. 40 Zarok mezin û xurt dibû û hîkmeta wî zêde dibû. Û Xwedê ji wî razî bû.

41 Dê û bavê Îsa her sal ji bo Cejna Derbasbûnê diçûn Orşelîmê. 42 Gava Îsa 12 salî bû, ew li gor adeta cejnê hilkişiyan Orşelîmê. 43 Piştî ku rojên cejnê derbas bûn, ew vegeriyan mala xwe. Lê Îsa li Orşelîmê ma, û dê û bavê wî bi vê yekê nehesiyan. 44 Ew fikirîn ku ew di nav rêwiyan de ye, loma ew rêya rojekê meşiyan. Paşê wan dest pê kir ku di nav meriv û hevalên xwe de li wî bigerin. 45 Lê gava wan ew nedît, ew vegeriyan Orşelîmê û li her derê li wî geriyan. 46 Piştî sê rojan, wan ew di îbadetgehê de dît. Ew di nav mamosteyan de rûniştî bû, guh dida wan û pirs dipirsîn. 47 Her kesê ku guh dida wî bi fehmdariya wî û cewabên wî ecêbmayî dima. 48 Gava dê û bavê wî ew li wê derê dît, ew şaş man û diya wî ji wî re got: “Kurê min, te çi anî serê me? Ez û bavê te, em pir xemgîn bûn, û em li her derê li te digeriyan.” 49 Lê wî ji wan re got: “Hûn çima li min digeriyan? Ma we nizanibû ku gerek ez li mala Bavê xwe bim?” 50 Lê belê, wan ji gotinên wî fehm nekir.

51 Îcar ew bi wan re vegeriya Nasirayê* û guhdariya wan dikir*. Lê diya wî ev hemû gotin di dilê xwe de xwedî kirin. 52 Îsa mezin dibû û hîkmeta wî zêde dibû, û hem Xwedê, hem jî mirov ji wî razî bûn.

3 Di sala 15an a hukimdariya Qeyser* Tîberyos de, Pontiyos Pîlatos waliyê Cihûstanê bû, Hêrodês* serokê herêma* Celîleyê bû, birayê wî Filîpos serokê herêma Îtûreya û Traxonîtîsê bû û Lûsaniyas serokê herêma Abîlênêyê bû. 2 Di rojên Kayafas û serokê kahînan Henan de, Yehyayê* kurê Zekerya li çolê ji Xwedê xeberek stand.

3 Îcar Yehya* çû û li temamiya derdora Çemê Urdunê ji mirovan re digot ku ji bo efûkirina gunehan, gerek ew tobe bikin û vê yekê bi vaftîzbûnê* nîşan bidin. 4 Çawa ku di kitêba Îşaya pêxember de hatiye nivîsîn: “Li çolê kesek bi dengekî bilind dibêje: ‘Rêya Yehowa hazir bikin! Rêyên wî rast bikin. 5 Gerek her newal bê tijekirin û her çiya û gir bê nizmkirin. Gerek rêyên xwar bên rastkirin û rêyên kevirî bên dûzkirin. 6 Û hemû mirov wê bibînin ku Xwedê çawa xelas dike.’”

7 Gava mirov dihatin ba Yehya*, da ku ew wan vaftîz bike*, wî ji wan re digot: “Ey hûn, zuriyeta marên bijehr, kê ji we re gotiye ku hûn dikarin ji xezeba Xwedê bifilitin? 8 Îcar bi kirinên xwe nîşan bidin ku hûn tobe dikin*. Ji xwe re nebêjin: ‘Bavê me Birahîm e.’ Ez ji we re dibêjim ku Xwedê dikare ji van keviran jî ji Birahîm re zarokan çêke. 9 Erê, bivir li ber koka daran hazir e. Her dara ku mêweyên baş nede wê bê birîn û avêtin nav êgir.”

10 Û xelkê ji wî dipirsî: “Gerek em çi bikin?” 11 Wî ji wan re digot: “Bila kesê ku du dest kirasê wî hene, bi kesê ku dest kirasê wî tune ye, parve bike. Bila kesê ku xwarina wî heye jî wisa bike.” 12 Heta bacgir jî dihatin ku vaftîz bibin, û ji wî re digotin: “Mamoste, gerek em çi bikin?” 13 Wî ji wan re digot: “Ji baca ku tê xwestin zêdetir nestînin.” 14 Eskeran jî ji wî dipirsî: “Gerek em çi bikin?” Û wî ji wan re got: “Zordariyê li tu kesî nekin û tu kesî bi derewkî sûcdar nekin, lê bi meaşê xwe razî bin.”

15 Ji ber ku xelk li bendê bûn, wan di dilê xwe de li ser Yehya* wisa digot: “Gelo Mesîh ew e?” 16 Yehya* cewab da û ji hemûyan re got: “Ez we bi avê vaftîz dikim, lê yê ku piştî min tê ji min biqewettir e, û ez ne hêja me ku benikên solên* wî vekim. Ewê we bi ruhê pîroz û bi êgir vaftîz bike*. 17 Hacetek di destê wî de ye ku bêdera* xwe bi temamî paqij bike û genim li embara xwe kom bike. Lê ewê kayê bi agirê ku nayê vemirandin, bişewitîne.”

18 Wekî din, wî gelek şîret didan xelkê û bi dewamî mizgînî belav dikir. 19 Lê Hêrodês serokê herêmê ji ber Hêrodiyasa jina birayê xwe û ji ber hemû kirinên xwe yên xerab ji aliyê Yehya* ve hat tembîhkirin. 20 Loma Hêrodês xerabiyeke din jî kir û Yehya avêt hebsê.

21 Gava hemû xelk hat vaftîzkirin, Îsa jî hat vaftîzkirin. Dema ku wî dua dikir, ezman vebû 22 û ruhê pîroz bi şeklê kevokekê daket ser wî û dengek ji ezmên hat: “Tu yî Kurê min ê delal, ez ji te razî me.”

23 Gava Îsa dest bi xizmeta xwe kir, ew weke 30 salî bû. Ew dihat naskirin wek

kurê Ûsiv,

kurê Helî,

24 kurê Metat,

kurê Lêwî,

kurê Melkî,

kurê Yanay,

kurê Ûsiv,

25 kurê Metatiya,

kurê Amos,

kurê Nahûm,

kurê Êslî,

kurê Negay,

26 kurê Meat,

kurê Metatiya,

kurê Şemeyîn,

kurê Yosêx,

kurê Yoda,

27 kurê Yoanan,

kurê Rêsa,

kurê Zerûbabel,

kurê Şealtîêl,

kurê Nerî,

28 kurê Melkî,

kurê Adî,

kurê Kosam,

kurê Êlmadam,

kurê Er,

29 kurê Îsa,

kurê Êlîezer,

kurê Yorîm,

kurê Metat,

kurê Lêwî,

30 kurê Şîmeon,

kurê Cihûda,

kurê Ûsiv,

kurê Yonam,

kurê Êlyaqîm,

31 kurê Melea,

kurê Mena,

kurê Metata,

kurê Natan,

kurê Dawid,

32 kurê Yêşay,

kurê Obêd,

kurê Boaz,

kurê Salmon,

kurê Nehşon,

33 kurê Amînadab,

kurê Arnî,

kurê Hesron,

kurê Perez,

kurê Cihûda,

34 kurê Aqûb,

kurê Îshaq,

kurê Birahîm,

kurê Terah,

kurê Nahor,

35 kurê Serûx,

kurê Reû,

kurê Peleg,

kurê Eber,

kurê Şelah,

36 kurê Kenan,

kurê Arpaxşad,

kurê Sam,

kurê Nûh,

kurê Lamex,

37 kurê Metûşelah,

kurê Henox,

kurê Yared,

kurê Mahalalêl,

kurê Kenan,

38 kurê Enoş,

kurê Sêt,

kurê Adem,

kurê Xwedê.

4 Îsa bi ruhê pîroz ve tije bû û ji Çemê Urdunê derket û çû. Ruh* ew li çolê gerand, 2 û ew 40 roj li wê derê bû û ji aliyê Îblîs ve hat ceribandin. Di nav wan hemû rojan de Îsa tu tişt nexwar, loma li dawiyê ew birçî bû. 3 Hingê Îblîs ji wî re got: “Eger tu kurê Xwedê yî, ji vî kevirî re bibêje ku bila ew bibe nan.” 4 Lê Îsa ji wî re got: “Hatiye nivîsîn: ‘Mirov ne tenê bi nên dijî.’”

5 Îcar Îblîs ew anî ser çiyayekî, û di saniyeyekê de hemû padîşahiyên dinyayê nîşanî wî dan. 6 Û Îblîs ji wî re got: “Ezê qudret û rûmeta wan hemûyan bidim te, çimkî ew ji min re hatine dayîn, û ez dikarim wan bidim kesê ku ez dixwazim. 7 Eger tu ji min re carekê îbadetê bikî, ew hemû wê bibin yên te.” 8 Îsa ji wî re got: “Hatiye nivîsîn: ‘Ji Xwedayê xwe Yehowa re îbadetê bike û tenê ji wî re xizmeta pîroz bike.’”

9 Piştre wî ew bir Orşelîmê û danî ser cihê herî bilind ê îbadetgehê, û jê re got: “Eger tu kurê Xwedê yî, xwe ji vir bavêje xwarê, 10 çimkî hatiye nivîsîn: ‘Ewê ji bo te emir bide melekên xwe, da ku ew te biparêzin,’ 11 û ‘Ewê te li ser destên xwe hilgirin, da ku lingê te nekeve ser kevirekî.’” 12 Îsa cewaba wî da: “Hatiye gotin: ‘Xwedayê xwe Yehowa neceribîne.’” 13 Gava Îblîs hemû ceribandinên xwe xelas kirin, wî heta demeke çêtir dev ji wî berda.

14 Îsa bi qeweta ruhê pîroz vegeriya Celîleyê. Xebera li ser kirinên wî yên baş li temamiya herêmê belav bû. 15 Û wî di sînagogan* de hîn dikir, û hemûyan pesnê wî dida.

16 Paşê ew hat Nasirayê*, cihê ku ew mezin bûbû, û wek her gav ew di roja Sebtê* de çû sînagogê*. Ew rabû ku bixwîne. 17 Destnivîsa Îşaya pêxember dan wî, û wî ew vekir û cihê ku wisa hatibû nivîsîn dît: 18 “Ruhê Yehowa li ser min e, çimkî wî ez hilbijartime, da ku mizgîniyê bidim belengazan. Wî ez şandime ku ez ji girtiyan azadiyê îlan bikim, ji koran re bibêjim ku ewê dîsa bibînin û kesên dilşikestî azad bikim, 19 û behsa sala razîbûna Yehowa bikim.” 20 Piştî vê, Îsa destnivîs li hev pêça, da destê xizmetkarê sînagogê, û çû rûnişt. Çavên hemû kesên ku di sînagogê de bûn li ser wî bûn. 21 Hingê wî ji wan re got: “Ev nivîsara ku we bihîst îro hat cih.”

22 Wan hemûyan dest pê kir ku li ser wî tiştên qenc bibêjin, û ew bi gotinên ku ji devê wî derdiketin, heyran diman. Û wan digot: “Ma ev ne yek ji kurên Ûsiv e?” 23 Hingê wî ji wan re got: “Helbet hûnê vê gotinê li ser min bibêjin: ‘Hekîmo, xwe qenc bike. Me bihîst ku te li Kapernaûmê çi kiriye. Ka li vir li herêma xwe jî wan tiştan bike.’” 24 Û wî got: “Bi rastî tu pêxemberek li bajarê xwe nayê qebûlkirin. 25 Lê ez ji we re rastiyê dibêjim: Di rojên Êlyas de, gava ezman sê sal û şeş mehan hat girtin û li temamiya welêt xelayeke giran çêbû, li Îsraîlê gelek jinebî hebûn. 26 Lê ji xeynî jinebiya ji Sarefata li welatê Saydayê, Êlyas nehat şandin ba tu jinebiyekê. 27 Wekî din, di rojên Êlîşa pêxember de li Îsraîlê gelek kesên bi nexweşiya cuzamê* hebûn. Lê ji xeynî Nemanê Sûrî, tu kes ji wan nehat qenckirin*.” 28 Hemûyên di sînagogê* de, yên ku ev yek bihîst, hêrs ketin. 29 Ew rabûn ser xwe û wan Îsa derxist derveyî bajêr û bir ser kendalê çiyê, yê ku bajarê wan li ser hatibû avakirin, da ku wî bavêjin xwarê. 30 Lê ew di nav wan re derbas bû û çû.

31 Hingê ew hat Kapernaûmê, bajarekî li Celîleyê. Û wî xelk di rojên Sebtê* de hîn dikir. 32 Xelk bi hînkirina wî heyran ma, çimkî wî wek kesekî biqudret xeber dida. 33 Di sînagogê* de zilamekî ku bi cin, bi ruhekî nepak ketibû, hebû. Wî bi dengekî bilind kir qîrîn: 34 “Ey Îsayê Nasirayî! Tu çi ji me dixwazî? Ma tu hatî ku me helak bikî? Ez baş dizanim ku tu kî yî. Tu yê Pîroz î, yê ku Xwedê şandiye.” 35 Lê Îsa li wî emir kir: “Hiş be û ji wî derkeve.” Piştî ku cin ew zilam di nav wan hemûyan de avêt erdê, ew ji wî derket bêyî ku zerarê bide wî. 36 Hemû ecêbmayî man û ji hevdû re gotin: “Ev çi gotin e! Bi qudret û bi qewet ew emir dide cinan* û ew jî derdikevin!” 37 Û wisa xebera li ser wî li temamiya herêmê li her derê belav bû.

38 Piştî ku Îsa ji sînagogê* derket, ew çû mala Şîmûn. Tayeke giran xesûya Şîmûn girtibû, û wan ji Îsa rica kir ku ew alî wê bike. 39 Îsa nêzîkî wê bû û ew ji taya wê qenc kir. Ew di cih de rabû û xwarin ji wan re çêkir.

40 Lê gava roj çû ava, xelkê nexweşên xwe, yên ku bi cure cure nexweşiyan êş dikişand, anîn ba wî. Wî destê xwe danî ser her yekî ji wan û ew qenc kirin. 41 Wekî din, wî gelek cin derxistin. Wan dikir qîrîn û digot: “Tu Kurê Xwedê yî!” Lê Îsa qedexe kir û nehîşt ku ew xeber bidin, çimkî wan dizanibû ku ew Mesîh e.

42 Gava roj hilat, ew ji wê derê derket û çû cihekî tenha. Lê xelkê dest pê kir ku li wî bigerin û hatin cihê ku ew lê bû; û wan rêya wî digirt ku ew neçe. 43 Lê wî ji wan re got: “Gerek ez mizgîniya Hukimdariya Xwedê li bajarên din jî belav bikim, çimkî ji bo vê ez hatime şandin.” 44 Û ew çû ku di sînagogên Cihûstanê de mizgîniyê belav bike.

5 Carekê, gava Îsa li ber behra Genesaretê Peyva Xwedê hîn dikir, gelek mirov hatin û derdora wî teng dikirin, da ku guh bidin wî. 2 Wî du qeyîkên* girêdayî li ber behrê dîtin. Masîgir ji wan peya bûbûn û torên xwe dişûştin. 3 Îsa li yek ji wan qeyîkan, li qeyîka Şîmûn siwar bû, û ji wî xwest ku ew qeyîkê hinekî dûr bixe. Paşê ew rûnişt û ji qeyîkê dest pê kir ku mirovan hîn bike. 4 Gava wî xeberdana xwe xelas kir, wî ji Şîmûn re got: “Qeyîkê bibe cihekî kûr û torên xwe bavêje avê.” 5 Lê Şîmûn got: “Mamoste, me temamiya şevê xîret kir, lê me tu tişt negirt. Lê madem ku tu dibêjî, ezê toran bavêjim avê.” 6 Gava wan wisa kir, wan ew qas masî girtin ku torên wan dest pê kir ku bidirin. 7 Îcar wan bi îşaretan gazî hevalên xwe yên li qeyîka din kir, da ku ew werin û alî wan bikin. Ew hatin, her du qeyîk tijî masî kirin, wisa ku hindik ma ku qeyîk noq bibin. 8 Gava Şîmûn Petrûs ev yek dît, wî xwe li ber Îsa avêt ser çokan û got: “Dûrî min be, Efendiyê min, ez mirovekî gunehkar im.” 9 Çimkî ew û zilamên bi wî re bi girtina ew qas masiyan ecêbmayî man. 10 Bi eynî awayî, kurên Zebedî Aqûb û Yûhena, yên ku şirîkên Şîmûn bûn, ecêbmayî man. Lê Îsa ji Şîmûn re got: “Netirse. Ji niha û pê ve tuyê mirovan bigirî.” 11 Wan qeyîkên xwe kişandin ber devê behrê, dev ji her tiştî berdan û li pey wî çûn.

12 Careke din, gava Îsa li bajarekî bû, ew rastî zilamekî ku ji serî heta binî bi cuzamê* ketibû, hat. Gava wî Îsa dît, wî xwe avêt erdê û ji wî rica kir: “Efendiyê min, eger tu bixwazî, tu dikarî min qenc* bikî.” 13 Îsa destê xwe dirêj kir, dest li wî da û got: “Ez dixwazim! Qenc* bibe.” Di cih de nexweşiya cuzamê jê çû. 14 Îsa li wî emir kir ku ew ji tu kesî re tiştekî nebêje, û got: “Lê here û xwe nîşanî kahîn bide û wek ku Mûsa emir kiriye pêşkêşa ji bo qencbûna xwe bide, da ku kahîn bibînin* ku tu qenc bûyî.” 15 Lê belê, xebera li ser wî bi dewamî belav dibû û gelek mirov li hev top dibûn, da ku guh bidin wî û ji nexweşiyên xwe bên qenckirin. 16 Lê Îsa gelek caran diçû cihên tenha, da ku dua bike.

17 Rojekê, gava ku wî li malekê hîn dikir, Fêrisî û mamosteyên Qanûnê, yên ku ji her gundê Celîle û Cihûstanê û ji Orşelîmê hatibûn, li wê derê rûniştî bûn. Yehowa qudret da Îsa ku mirovan qenc bike. 18 Hingê hin mirovan zilamekî felcbûyî* li ser darbestekê* anî. Wan dixwest wî bînin hundirê malê û li ber Îsa deynin. 19 Lê ji ber ku xelk pir bû, wan nikaribû wî bînin hundir, loma ew hilkişiyan ser banî û di nav qula ku wan li banî çêkir de, zilam daxistin jêr ber Îsa. 20 Gava wî baweriya wan dît, wî ji zilamê felcbûyî re got: “Gunehên te hatine efûkirin.” 21 Hingê qanûnzan û Fêrisî fikirîn û gotin: “Ew kî ye ku ew kufir dike? Ma ji xeynî Xwedê kî dikare gunehan efû bike?” 22 Îsa pê hesiya ku ew çi difikirin û ji wan re got: “Hûn çima di dilê xwe de wisa difikirin? 23 Ma çi hêsantir e? Ku ez bibêjim ‘Gunehên te hatine efûkirin’, yan ku ez bibêjim ‘Rabe û bimeşe’? 24 Lê da ku hûn bizanin ku heqê Kurê Mirov heye ku li ser rûyê erdê gunehan efû bike ...” Wî ji zilamê felcbûyî re got: “Ez ji te re dibêjim, rabe, darbesta xwe hilde û here mala xwe.” 25 Hingê ew li ber wan rabû, darbesta xwe hilda, çû mala xwe û pesnê Xwedê da. 26 Her kes heyran ma û wan dest pê kir ku pesnê Xwedê bidin. Ew bi tirs ve tije bûn û digotin: “Me tiştên wisa qet nedîtine!”

27 Piştî vê, Îsa derket derve û bacgirekî bi navê Lêwî dît, ê ku li cihê ku bac dihatin topkirin rûniştî bû. Îsa ji wî re got: “Li pey min were!” 28 Wî jî dev ji her tiştî berda, rabû û li pey wî çû. 29 Paşê Lêwî li mala xwe ziyafeteke mezin ji bo Îsa çêkir. Li wê derê, gelek bacgir û kesên din bi wan re xwarin dixwar*. 30 Hingê Fêrisî û qanûnzanên wan dest bi gazinan kir û ji şagirtên wî re got: “Hûn çima bi bacgir û gunehkaran re dixwin û vedixwin?” 31 Îsa ji wan re got: “Ne kesên ku siheta wan baş e, lê kesên nexweş hewceyî hekîm in. 32 Ez hatime, ne ku gazî kesên rast bikim, lê gazî gunehkaran bikim, da ku ew tobe bikin.”

33 Wan ji wî re got: “Şagirtên Yehya* gelek caran rojî digirin û dua dikin, û Fêrisî jî wisa dikin. Lê yên te dixwin û vedixwin.” 34 Îsa ji wan re got: “Heta ku zava bi wan re be, ma hûn dikarin zorê li birazavayan bikin ku ew rojiyê bigirin? 35 Lê belê ew roj wê bên ku zava wê ji wan bê standin, û wê çaxê ewê rojiyê bigirin.”

36 Wekî din, wî mîsalek da wan: “Tu kes pîneyekî ji kincekî nû jê nake ku wî li ser kincekî kevn bidirû. Eger ew wisa bike, îcar hem pîneyê nû wê biçire, hem jî pîneyê ji kincê nû li ser kincê kevn li hev nayê. 37 Wekî din, tu kes şeraba nû nake meşkên kevn. Eger ew wisa bike, şeraba nû wê meşkan biteqîne û şerab wê birije, û meşk jî wê xera bibin. 38 Lê gerek şeraba nû bikin meşkên nû. 39 Kesê ku şeraba kevn vedixwe, wê şeraba nû nexwaze, çimkî ewê bibêje: ‘Ya kevn xweş e.’”

6 Carekê, di roja Sebtê* de Îsa di nav dexlan re derbas dibû, û şagirtên wî simbilên genim diçinîn, di nav destên xwe de difirikandin û dixwarin. 2 Hingê hin Fêrisiyan got: “Çima hûn di roja Sebtê de tiştekî qedexe dikin?” 3 Îsa ji wan re got: “Ma we tu car nexwendiye ku gava Dawid û zilamên wî birçî bûn, wî çi kir? 4 Ku ew çawa ket mala Xwedê û nanê pîroz*, ê ku ji xeynî kahînan ji kesên din re qedexe bû, stand, xwar û da zilamên xwe?” 5 Paşê wî ji wan re got: “Kurê Mirov Efendiyê roja Sebtê ye.”

6 Dîsa di rojeke Sebtê de, Îsa ket sînagogekê* û dest bi hînkirinê kir. Li wê derê zilamek hebû ku destê wî yê rastê seqet* bû. 7 Çavê qanûnzan û Fêrisiyan li ser Îsa bû, ka ewê di roja Sebtê de kesekî qenc bike, çimkî ew li rêyekê digeriyan, da ku wî sûcdar bikin. 8 Wî dizanibû ku ew çi difikirin, loma wî ji zilamê destseqet re got: “Rabe û li orteyê bisekine.” Ew jî rabû û li wê derê sekinî. 9 Hingê Îsa ji wan re got: “Ez ji we dipirsim: Îzin heye ku mirov di roja Sebtê de qencî yan xerabiyê bike, canekî* xelas bike yan bide helakkirin?” 10 Îsa li hemûyên li derdora xwe nêrî û ji zilam re got: “Destê xwe dirêj bike.” Wî jî wisa kir, û destê wî qenc bû. 11 Lê pir hêrsa wan rabû û wan dest pê kir ku di nav xwe de şêwir bikin ku ew çi li Îsa bikin.

12 Rojekê, Îsa hilkişiya çiyê, da ku dua bike, û wî temamiya şevê ji Xwedê re dua kir. 13 Gava bû roj, wî gazî şagirtên xwe kir û ji nav wan 12 kes hilbijartin û wek şandî bi nav kirin: 14 Şîmûnê ku Îsa jê re digot Petrûs, birayê wî Andreas, Aqûb, Yûhena, Filîpos, Bartolomeyos, 15 Meta, Tomas, Aqûbê kurê Alfayos, Şîmûnê ku jê re digotin “yê bixîret”, 16 Cihûdayê kurê Aqûb, û Cihûdayê Îsxeryot, ê ku xayîn derket.

17 Îsa bi wan re ji çiyê daket û li cihekî dûz sekinî. Li wê derê gelek şagirtên wî û gelek gelek mirovên ji temamiya Cihûstanê, ji Orşelîmê, ji herêma perava Sûr û Saydayê li hev top bûbûn. Ew hatin, da ku guh bidin wî û ji nexweşiyên xwe qenc bibin. 18 Heta kesên ku bi cinan* ketibûn, dihatin qenckirin. 19 Hemû mirovan dixwest destê xwe bidin Îsa, çimkî qewet ji wî derdiket û hemû qenc dikirin.

20 Wî li şagirtên xwe nêrî û got:

“Çi qas dilxweş in hûn ên ku belengaz in, çimkî Hukimdariya Xwedê ya we ye.

21 Çi qas dilxweş in hûn ên ku niha birçî ne, çimkî hûnê têr bibin.

Çi qas dilxweş in hûn ên ku niha digirîn, çimkî hûnê bikenin.

22 Çi qas dilxweş in hûn gava xelk ji ber Kurê Mirov ji we nefret dike, we ji nav xwe derdixin, we bêhurmet dikin û navê we reş dikin. 23 Di wê rojê de şa bin û ji kêfan bifirin, çimkî Xwedê wê xelateke mezin bide we. Bav û kalên wan jî bi eynî awayî wisa li pêxemberan dikir.

24 Lê wey li we hûn ên ku dewlemend in, çimkî we dilrihetiya xwe bi temamî standiye.

25 Wey li we hûn ên ku niha têr in, çimkî hûnê birçî bibin.

Wey li we hûn ên ku niha dikenin, çimkî hûnê şînê bigirin û bigirîn.

26 Wey li we gava xelk bi qencî li ser we dipeyive, çimkî bav û kalên wan eynî tişt li pêxemberên sexte dikir.

27 Lê hûn ên ku guh didin min, ez ji we re dibêjim: Bi dewamî ji dijminên xwe hez bikin û li kesên ku ji we nefret dikin, qenciyê bikin, 28 li ser kesên ku nifiran li we dikin tiştên baş bibêjin û ji bo kesên ku heqaretê li we dikin dua bikin. 29 Eger kesek sîleyekê li rûyê te bide, aliyê din jî bide ber. Û eger kesek serkirasê te ji te bistîne, binkirasê xwe jî bide wî. 30 Her kesê ku tiştekî ji te bixwaze, bide wî. Û ji kesê ku tiştên te ji te distîne, êdî paş ve nexwaze.

31 Wekî din, hûn çi dixwazin ku mirov ji we re bikin, hûn jî eynî wisa ji wan re bikin.

32 Eger hûn tenê ji kesên ku ji we hez dikin, hez bikin, ma hûn li benda çi pesnan in? Gunehkar jî ji kesên ku ji wan hez dikin, hez dikin. 33 Eger hûn tenê li kesên ku qenciyê li we dikin, qenciyê bikin, ma hûn li benda çi pesnan in? Gunehkar jî eynî wisa dikin. 34 Û eger hûn deyn* bidin kesên ku wê dîsa li we vegerînin, ma hûn li benda çi pesnan in? Gunehkar jî deyn didin gunehkaran û li bendê ne ku bi temamî bistînin. 35 Lê belê hûn bi dewamî ji dijminên xwe hez bikin, qenciyê bikin û deyn bidin bêyî ku hûn li benda tiştekî bin. Hingê xelata we wê mezin be û hûnê bibin kurên Xwedayê Jorîn, çimkî ew bi kesên nankor û xerab re qenc e. 36 Çawa ku Bavê we dilrehm e, hûn jî bi dewamî dilrehm bin.

37 Ji xeynî vê, kesên din hukim nekin* û hûnê jî neyên hukimkirin. Kesên din sûcdar dernexin û hûnê jî sûcdar neyên derxistin. Bi dewamî efû bikin û hûnê jî bên efûkirin. 38 Bi dewamî bidin û ji we re jî wê bê dayîn. Pîvaneke qenc, dawesandî, hejandî û têr û tije wê li serkirasê we bê rijandin. Çimkî hûn bi kesên din re çawa bin, ewê jî bi we re wisa bin.”

39 Wekî din, wî mîsalek ji wan re got: “Ma yekî kor dikare rêberiya yekî kor bike? Her du jî wê bikevin çalê, ne wisa ye? 40 Şagirtek ne di ser mamosteyê xwe re ye; lê belê, her kesê ku baş* hatiye perwerdekirin wê bibe wek mamosteyê xwe. 41 Tu çima qirşika di çavê birayê xwe de dibînî, lê darê* di çavê xwe de nabînî? 42 Tu çawa dikarî ji birayê xwe re bibêjî: ‘Birayê min, were ez qirşika di çavê te de derxim’, eger tu bi xwe darê di çavê xwe de nabînî? Ey durûyo! Pêşî dar ji çavê xwe derxe, û paşê tuyê bi zelalî bibînî ku tu çawa dikarî qirşikê ji çavê birayê xwe derxî.

43 Tu dara baş mêweyên xerab nade, û tu dara xerab mêweyên baş nade. 44 Her dar bi mêweyên xwe tê naskirin. Mesela, mirov ne ji striyan hêjîran ne jî ji deviyê tiriyan diçinin. 45 Mirovekî qenc tiştên qenc dibêje, çimkî dilê wî bi tiştên qenc ve tije ye. Lê mirovekî xerab tiştên xerab dibêje, çimkî dilê wî bi tiştên xerab ve tije ye. Di dilê mirov de çi heye, ew vê yekê dibêje*.

46 Çima hûn ji min re dibêjin ‘Ya Efendî, ya Efendî!’, lê tiştên ku ez dibêjim, nakin? 47 Her kesê ku tê ba min û gotinên min dibihîze, ezê nîşanî we bidim ku ew mîna kê ye: 48 Ew mîna zilamekî ye, yê ku li dema avakirina malê, erd kûr kola û bingeha wê li ser kevir ava kir. Gava ava çem rabû, pêlên wê li malê xist, lê nikaribû malê bihejîne, çimkî ew baş hatibû avakirin. 49 Lê yê ku gotinên min dibihîze û tiştekî nake, ew mîna zilamekî ye, yê ku mal bê bingeh ava kiriye. Pêlên çem li malê xist, û ew di cih de hilweşiya. Wêranbûna wê malê pir xerab bû.”

7 Gava Îsa gotinên xwe ji xelkê re gotin û xelas kirin, ew ket Kapernaûmê. 2 Li wê derê, xulamê fermandarekî* hebû, yê ku pir nexweş ketibû û li ber mirinê bû. Fermandar ji wî xulamî pir hez dikir. 3 Gava wî di heqê Îsa de bihîst, wî çend rîspiyên Cihûyan şandin ba wî, da ku ji wî rica bikin ku ew were û xulamê wî qenc bike. 4 Ew hatin ba Îsa û jê lava kirin û gotin: “Ew hêja ye ku tu vê yekê ji bo wî bikî, 5 çimkî ew ji miletê me hez dike û wî bi xwe sînagoga* me ava kiriye.” 6 Hingê Îsa bi wan re çû. Lê gava ew nêzîkî malê bû, fermandar dostên xwe şandin pêşiya wî ku ji wî re bibêjin: “Ezbenî, zehmetê nekişîne, çimkî ez ne hêja me ku tu werî mala min. 7 Loma min xwe hêja nedît ku ez werim ba te. Bi tenê yek peyv ji devê te derkeve bes e, da ku xulamê min qenc bibe. 8 Çimkî ez jî di bin hukmê kesên din de me, û esker di bin destê min de ne, û gava ez ji yekî re dibêjim ‘Here!’, ew diçe, ji yekî din re dibêjim ‘Were!’, ew tê, û gava ez ji xulamê xwe re dibêjim ‘Vêya bike!’, ew wisa dike.” 9 Gava Îsa ev gotin bihîstin, ew bi wî ecêbmayî ma. Wî berê xwe da xelkê ku li pey wî diçû û got: “Ez ji we re dibêjim, di nav Îsraîlê de jî min baweriyeke ew qas mezin qet nedîtiye.” 10 Û gava yên ku hatibûn şandin vegeriyan malê, wan dît ku xulam qenc bûye.

11 Hinek wext piştî vê, Îsa çû bajarekî bi navê Nayîn, û şagirtên wî û gelek mirov bi wî re çûn. 12 Gava ew nêzîkî dergehê bajêr bû, wî dît ku cenazeyê zilamekî ji bajêr dihat birin. Ew kurê yekta yê jinebiyekê bû û gelek kesên ji bajêr bi wê re diçûn. 13 Gava Efendiyê me ew dît, dilê wî pê şewitî, û wî jê re got: “Negirî.” 14 Îsa nêzîk bû, destê xwe da darbestê û yên ku ew hilgirtibû, sekinîn. Hingê wî got: “Xorto, ez ji te re dibêjim: Rabe!” 15 Û zilamê mirî rabû, rûnişt û dest bi xeberdanê kir, û Îsa ew da diya wî. 16 Her kes heyran ma, dest pê kir ku pesnê Xwedê bide û got: “Di nav me de pêxemberekî mezin rabûye” û “Xwedê bala xwe daye xelkê xwe.” 17 Û ev xebera li ser wî li temamiya Cihûstanê û li temamiya herêmê belav bû.

18 Şagirtên Yehya* ev hemû tişt ji wî re gotin. 19 Hingê Yehya* du şagirtên xwe şandin ku ew ji Efendiyê me bipirsin: “Gelo yê ku wê bihata tu yî, yan gerek em li benda kesekî din bin?” 20 Gava ew hatin ba Îsa, wan got: “Yehyayê* Vaftîzkar* em şandin ba te, da ku bipirsin: ‘Gelo yê ku wê bihata tu yî, yan gerek em li benda kesekî din bin?’” 21 Wê gavê Îsa gelek mirov ji nexweşî û êşên giran qenc kirin, cin* derxistin, û çavên gelek koran vekirin. 22 Îsa cewab da wan: “Herin û tiştên ku we bihîstine û dîtine ji Yehya* re bibêjin: Yên kor êdî dibînin, yên seqet baş dimeşin, yên bi nexweşiya cuzamê* qenc dibin*, yên ker dibihîzin, yên mirî tên rakirin û ji belengazan re mizgînî tê dayîn. 23 Çi qas dilxweş in kesên ku ji ber min nakevin şik û gumanan*.”

24 Gava şagirtên Yehya* çûn, Îsa dest pê kir ku ji xelkê re li ser Yehya xeber bide: “Gava hûn çûn çolê, we dixwest çi bibînin? Ma we dixwest qamîşekî ku li ber ba diheje, bibînin? 25 Îcar we dixwest li wê derê çi bibînin? Ma hûn çûn ku mirovekî ku kincên giranbiha li xwe kirine, bibînin? Jixwe, kesên ku kincên biqîmet li xwe dikin û di dewlemendiyê de dijîn, di qesrên padîşahan de ne. 26 Ka bibêjin, hûn çûn wê derê ku çi bibînin? Ku pêxemberekî bibînin? Erê, ez ji we re dibêjim, ew ne tenê pêxember e, lê ew ji pêxemberan mezintir e. 27 Yê ku di Nivîsarên Pîroz de li ser wî wisa hatiye nivîsîn, ew e: ‘Ez xeberbêjê xwe li pêşiya te dişînim. Ewê li pêşiya te rê hazir bike.’ 28 Ez ji we re dibêjim, di nav hemû mirovên ku hatine dinyayê de, kesekî ku ji Yehya* mezintir e, tune ye. Lê belê, di Hukimdariya Xwedê de, yekî biçûk jî ji wî mezintir e.” 29 (Gava temamiya xelkê û bacgiran ev yek bihîst, wan qebûl kir ku Xwedê adil e, çimkî ew bi destê Yehya* hatibûn vaftîzkirin*. 30 Lê Fêrisî û yên ku Qanûn baş dizanî rêberiya ku Xwedê dabû wan qebûl nekir, çimkî ew bi destê Yehya* nehatibûn vaftîzkirin*.)

31 Îsa xeberdana xwe dewam kir: “Ez mirovên vî neslî bişibînim kê û ew mîna kê ne? 32 Ew mîna wan zarokan in, ên ku di sûkê de rûniştî ne û gazî hevdû dikin û dibêjin: ‘Me ji bo we li bilûrê xist, lê hûn nereqisîn. Me stranên şînê gotin, lê hûn negiriyan.’ 33 Mîna vê, Yehyayê Vaftîzkar hat, ne nan dixwar û ne jî şerab vedixwar, lê hûn dibêjin: ‘Ew bi cin ketiye.’ 34 Kurê Mirov hat, dixwe û vedixwe, lê hûn dibêjin: ‘Ka li wî binêrin! Ew li pey xwarin û vexwarinê ketiye, û dostê bacgir û gunehkaran e.’ 35 Çawa tê gotin: Hîkmet bi netîceyên xwe eşkere dibe*.”

36 Yekî ji Fêrisiyan çend caran Îsa ji bo xwarinê dawet kir. Ew jî çû mala yê Fêrisî û li ser sifrê rûnişt. 37 Li wî bajarî jinikek hebû, ya ku wek keseke gunehkar dihat naskirin. Ew pê hesiya ku Îsa li mala yê Fêrisî şîvê* dixwe, û wê şîşeyeke biçûk ji mermerê bi rûnê bêhnxweş bi xwe re anî. 38 Ew li ber lingên wî ket ser çokan û giriya. Hêstirên wê diketin ser lingên wî û wê bi porê xwe ew ziwa kirin. Wê lingên wî bi nermî maç kirin û rûnê bêhnxweş li wan da. 39 Fêrisiyê ku ew gazî mala xwe kiribû ev yek dît û ji xwe re got: “ Eger ev zilam bi rastî pêxember bûya, wiyê zanibûya ku ev jinika ku destê xwe dida wî kî ye û çi jin e. Çimkî ew yeke gunehkar e.” 40 Lê Îsa ji wî re got: “Şîmûn, ez dixwazim tiştekî ji te re bibêjim.” Wî got: “Kerem ke, Mamoste!”

41 Îsa got: “Du zilam deyndarê kesekî bûn. Yek bi 500 dînarî û yê din jî bi 50 dînarî deyndar bû. 42 Ji ber ku tiştekî wan tunebû ku deynê xwe bidin, wî kesî bi comerdî deynê her duyan efû kir. Îcar kî ji wan her duyan wê zêdetir ji wî hez bike?” 43 Şîmûn got: “Ez texmîn dikim, yê ku jê re zêdetir deyn hat efûkirin.” Îsa ji wî re got: “Te rast got.” 44 Paşê wî berê xwe da jinikê û ji Şîmûn re got: “Tu vê jinikê dibînî? Ez hatim mala te, lê te ji bo şûştina lingên min av neda min. Lê vê jinikê lingên min bi hêstirên xwe şil kirin û bi porê xwe ziwa kirin. 45 Te ez maç nekirim, lê vê jinikê ji wexta ku ez ketim malê, heta niha dev jê berneda ku lingên min bi nermî maç bike. 46 Te rûn li ser serê min nerijand, lê vê jinikê rûne bêhnxweş li lingên min da. 47 Loma ez ji te re dibêjim, gunehên wê her çi qas gelek* bin jî, hatine efûkirin, çimkî wê hezkirineke mezin nîşan da. Lê ji kesê ku hindik tê efûkirin, ew hindik hez dike.” 48 Paşê wî ji wê re got: “Gunehên te hatine efûkirin.” 49 Kesên ku bi wî re li ser sifrê rûniştibûn ji hevdû re gotin: “Gelo ev zilam kî ye ku heta gunehan jî efû dike?” 50 Lê wî ji jinikê re got: “Baweriya te tu xelas kirî. Bi selametî here.”

8 Piştî demekê, Îsa bajar bi bajar û gund bi gund digeriya û mizgîniya Hukimdariya Xwedê belav dikir. Diwanzdeh* bi wî re bûn, 2 û wekî din çend jin jî bi wî re bûn, ên ku ji cinan xelas bûbûn û ji nexweşiyan qenc bûbûn: Meryema Mejdelanî, ya ku heft cin jê derketibûn, 3 Yohana jina Xûzayê rêveberê mala Hêrodês, Sûsana û gelek jinên din, ên ku bi mal û milkê xwe destek dida wan.

4 Gava gelek mirov û kesên ku bi wî re bajar bi bajar digeriyan li hev top bûn, wî mîsalek ji wan re got: 5 “Cotkarek derket ku toxim biçîne. Gava wî toxim direşandin, hin ji wan ketin ser rê, û xelkê pê lê kir û çivîkên ezmanan ew xwarin. 6 Hin ji wan ketin ser erdê kevirî, û piştî ku ew şîn bûn ew hişk bûn, çimkî ew bê av bûn. 7 Hin toxim ketin nav striyan, strî bi wan re mezin bûn û ew fetisandin. 8 Lê hin toxim ketin ser erdê baş, û piştî ku ew şîn bûn, wan 100 qat zêdetir ber da.” Piştî ku wî ev yek got, wî bi dengekî bilind gazî kir: “Guhên kê hene, bila baş guh bide.”

9 Lê şagirtan ji wî pirsî ka maneya vê mîsalê çi ye. 10 Wî got: “Sirên pîroz ên Hukimdariya Xwedê ji we re hatine vekirin, lê ji kesên din re ew bi destê mîsalan tên gotin. Çimkî ew dinêrin, lê dîsa jî nabînin, û guh didin, lê dîsa jî fehm nakin. 11 Maneya vê mîsalê ev e: Toxim Peyva Xwedê ye. 12 Maneya toximên ku ketine ser rê ev e ku mirovan Peyva Xwedê bihîst, paşê Îblîs tê û peyvê ji dilê wan derdixe, da ku ew bawer nekin û xelas nebin. 13 Maneya toximên ku ketine ser erdê kevirî ev e ku mirov Peyva Xwedê dibihîzin, bi kêfxweşî qebûl dikin, lê koka wan tune ye. Ew ji bo wextekê bawer dikin, lê gava ew tên ceribandin, ew ji rê derdikevin. 14 Maneya toximên ku ketine nav striyan ev e ku mirovan Peyva Xwedê bihîst, lê ji ber xem, dewlemendî û kêfên vê jiyanê, ew bi temamî tên fetisandin û berê gihîştî nadin. 15 Maneya toximên ku ketine ser erdê baş ev e ku mirov Peyva Xwedê bi dilekî baş û pak dibihîzin, xwedî dikin û bi bêhnfirehî ber didin.

16 Tu kes qendîlê vênaxe û naxe bin firaqekê yan bin nivînan, lê ew wê datîne ser mûmdankê, da ku kesên ku dikevin hundir ronahiyê bibînin. 17 Tu tiştê veşartî tune ye ku neyê dîtin, û tu tiştê nixumandî tune ye ku tu car neyê eşkerekirin û heta hetayê veşartî bimîne. 18 Ji ber vê yekê, bala xwe bidinê ku hûn çawa guh didin, çimkî li ba kê heye, ji wî re zêdetir wê bê dayîn. Lê li ba kê tune ye, tiştê ku ew difikire ku li ba wî heye jî, wê ji wî bê standin.”

19 Dê û birayên Îsa hatin cem wî, lê ji ber xelkê wan nikaribû nêzîkî wî bibin. 20 Loma ji wî re hat gotin: “Diya te û birayên te li derve sekinî ne, ew dixwazin te bibînin.” 21 Îsa jî got: “Yên ku guh didin gotinên Xwedê û wan pêk tînin, diya min û birayên min ew in.”

22 Rojek ji rojan, ew û şagirtên wî li qeyîkê* siwar bûn, û wî ji wan re got: “Werin em derbasî aliyê din ê behrê bibin.” Û ew bi rê ketin. 23 Gava ew bi qeyîkê diçûn, Îsa bi xew re çû. Li behrê bayekî qewî rabû, qeyîka wan tijî av dibû û ew ketin talûkeyê. 24 Şagirt çûn ba wî, ew hişyar kir û got: “Mamoste, Mamoste, emê bimirin!” Hingê ew rabû, ferman da ba û pêlên avê. Ba û bager sekinî û bêdengiyek çêbû. 25 Hingê wî ji wan re got: “Ka baweriya we?” Lê ew gelek tirsiyan, heyran man û ji hevdû re gotin: “Gelo ev kî ye? Ew heta ferman dide ba û avê, û ew jî bi ya wî dikin.”

26 Ew gihîştin herêma xelkê Gerasînayê, ya ku li aliyê din ê Celîleyê bû. 27 Gava Îsa ji qeyîkê* peya bû, zilamekî ji bajêr, ê ku bi cin ketibû, rastî wî hat. Wî ji demeke dirêj ve kinc li xwe nekiribûn, û ew ne li malê, lê di nav goristanê de dijiya. 28 Gava wî Îsa dît, wî kir qîrîn, xwe li ber wî avêt erdê û bi dengekî bilind got: “Ya Îsa, Kurê Xwedayê Jorîn, tu ji min çi dixwazî? Ez ji te lava dikim, ezabê nede min.” 29 (Çimkî Îsa li cin* emir kiribû ku ew ji wî zilamî derkeve. Zilam gelek caran ji aliyê cin ve dihat girtin*, û dest û lingên wî bi zincîran dihatin girêdan û ew di bin nobedariyê de bû jî, lê wî her car zincîr diqetandin û cin ew dibir cihên tenha.) 30 Îsa ji wî pirsî: “Navê te çi ye?” Wî got: “Lejyon*”, çimkî ew bi gelek cinan ketibû. 31 Û wan gelek caran ji wî rica kir ku ew emir nede wan ku ew bikevin çala bêbinî. 32 Li wê derê, li ser çiyê gelek xenzîr* diçêriyan, û wan ji wî rica kir ku ew bihêle ku ew bikevin nav xenzîran, û wî jî îzin da wan. 33 Hingê cin ji wî zilamî derketin û ketin nav xenzîran, û keriyê xenzîran xwe ji kendalê avêt behrê û xeniqîn. 34 Lê gava şivanên xenzîran dît ku çi qewimî, ew reviyan û ev xeber li gund û bajaran belav kirin.

35 Îcar mirov derketin, da ku bibînin ku çi qewimiye. Gava ew hatin ba Îsa, wan zilamê ku cin ji wî derketibûn dît. Kincên wî lêkirî bûn, ew li ser hişê xwe bû û li ber lingên Îsa rûniştî bû. Tirs ket dilê xelkê. 36 Şahidên vê serpêhatiyê ji mirovan re behsa vê yekê kir ku zilamê ku bi cinan ketibû çawa qenc bû. 37 Hingê gelek mirovên ji herêma xelkê Gerasînayê ji Îsa xwest ku ew ji wê derê here, çimkî tirseke mezin ketibû dilê wan. Îcar ew li qeyîkê siwar bû û çû. 38 Lê belê, zilamê ku cin ji wî derketibûn bi dewamî ji wî lava dikir ku ew li ba wî bimîne, lê Îsa ew şand û got: 39 “Vegere mala xwe û ji her kesî re behsa vê yekê bike ku Xwedê ji bo te çi kiriye.” Ew jî çû û hemû tiştên ku Îsa ji bo wî kiribûn li temamiya bajêr belav kirin.

40 Gava Îsa vegeriya Celîleyê, mirovan ew bi kêfxweşî qebûl kir, çimkî ew li benda wî bûn. 41 Wê demê zilamekî bi navê Yaîros hat. Ew zilam serokekî sînagogê* bû. Wî xwe avêt ber lingên Îsa û jê lava kir ku ew were mala wî, 42 çimkî keça wî ya yekta, ya ku weke 12 salî bû, li ber mirinê bû.

Gava Îsa di rê de bû, gelek mirov li pey wî çûn û derdora wî teng kir. 43 Li wê derê jinikek hebû, ya ku 12 salan xwîn jê diçû, û tu kesî nikaribû wê qenc bike. 44 Ew ji pişt ve hat û dest da rîşiyên kincê wî, û di cih de xwîna ku jê diçû sekinî. 45 Hingê Îsa got: “Kê destê xwe da min?” Gava hemûyan înkar kir, Petrûs got: “Mamoste, xelk ji her aliyê ve derdora te teng dike.” 46 Lê Îsa got: “Kesekî destê xwe da min, çimkî ez pê hesiyam ku qewet ji min çû.” 47 Gava jinikê fehm kir ku ew veşartî nema, ew bi lerizîn hat û xwe li ber wî avêt erdê. Wê li ber hemûyan got ku wê çima destê xwe da wî û ew çawa di cih de qenc bû. 48 Îsa jî ji wê re got: “Keça min, baweriya te tu qenc kirî. Bi selametî here.”

49 Gava Îsa hê dipeyivî, zilamekî ji mala vî serokê sînagogê* hat û got: “Keçika te mir! Êdî zehmetê nede Mamoste.” 50 Gava Îsa ev yek bihîst, wî got: “Netirse, bi tenê bawer bike, û ewê xelas bibe.” 51 Gava ew gihîşt malê, wî nehişt ku ji xeynî Petrûs, Yûhena, Aqûb û dê û bavê keçikê kesek bikeve hundir. 52 Her kes digiriya û li singê xwe dixist ji ber ku wan şîna keçikê digirt. Loma wî got: “Negirîn, çimkî ew nemiriye, lê razayî ye.” 53 Hingê ew bi wî keniyan, çimkî wan dizanibû ku keçik miriye. 54 Lê wî destê wê girt û bi dengekî bilind got: “Keçikê, rabe!” 55 Hingê ew vegeriya jiyanê* û di cih de rabû ser xwe. Îsa got ku bila xwarinê bidin wê. 56 Dilê dê û bavê wê bi kêf û şahiyê ve tije bû, lê Îsa ew tembîh kirin ku vê yekê ji tu kesî re nebêjin.

9 Paşê Îsa gazî Diwanzdehan* kir û qudreta li ser hemû cinan û qeweta ku nexweşiyan qenc bikin da wan. 2 Wî ew şandin ku ew Hukimdariya Xwedê bidin bihîstin û nexweşan qenc bikin, 3 û wî ji wan re got: “Ji bo rêwîtiyê tu tiştî bi xwe re nebin, ne gopal, ne tûrikê xwarinê, ne nan, ne pere* û ne jî du dest kiras. 4 Gava hûn bikevin malekê, li wê derê bimînin heta ku hûn ji wî cihî herin. 5 Û li cihê ku mirov we qebûl nekin, gava hûn ji wî bajarî derkevin, toza lingên xwe biweşînin, da ku ji wan re bibe şahidî.” 6 Hingê ew derketin û di nav herêmê de gund bi gund li her derê mizgînî belav dikirin û kesên nexweş qenc dikirin.

7 Serokê herêmê* Hêrodês* her tiştê ku çêbûbû bihîst, û ew pir şaş ma, çimkî hin kesan digot ku Yehya* ji nav miriyan hatiye rakirin, 8 kesên din digot ku Êlyas xuya bûye, û yên din jî digot ku yek ji pêxemberên berê ji nav miriyan rabûye. 9 Hêrodês got: “Min serê Yehya* da jêkirin. Îcar zilamê ku ez van tiştan li ser wî dibihîzim, kî ye?” Loma Hêrodês dixwest wî bibîne.

10 Gava şandî vegeriyan, wan hemû tiştên ku wan kiribûn ji Îsa re gotin. Piştî vê yekê, wî ew bi xwe re birin bajarê Beytsaydayê, da ku ew bi tenê bin. 11 Lê gava xelk bi vê yekê hesiyan, ew li pey wî çûn. Wî ew bi dilgermî qebûl kirin û ji wan re li ser Hukimdariya Xwedê xeber da û kesên nexweş qenc kirin. 12 Gava roj diçû ava, Diwanzdeh hatin ba Îsa û ji wî re gotin: “Xelkê bişîne, bila ew herin gund û sûkên derdorê, da ku ew ji xwe re xwarin û cihê razanê bibînin, çimkî em li cihekî tenha ne.” 13 Lê wî ji wan re got: “Hûn xwarinê bidin wan.” Wan jî got: “Li ba me ji xeynî pênc nan û du masiyan tiştek tune ye. Ma em bi xwe herin û ji bo wan hemû mirovan xwarinê bikirin?” 14 Çimkî li wê derê weke 5.000 mêr bûn. Lê wî ji şagirtên xwe re got: “Wan kom bi kom bi 50 kesî bidin rûniştin.” 15 Wan jî wisa kir, û hemû dan rûniştin. 16 Îsa ew pênc nan û du masî hildan, li ezmên nêrî û dua kir*. Paşê wî ew şikandin û dan şagirtên xwe, da ku ew wan bidin mirovan. 17 Hemûyan xwar û têr bûn. Û wan 12 selik pariyên ku zêde mabûn dan ber hev.

18 Paşê, gava Îsa bi tena serê xwe dua dikir, şagirt hatin ba wî, û wî ji wan pirsî: “Bi dîtina xelkê ez kî me?” 19 Wan cewab da: “Dibêjin Yehyayê* Vaftîzkar*, lê hin kes dibêjin Êlyas, û hin kesên din jî dibêjin ku yek ji pêxemberên berê ji mirinê rabûye.” 20 Hingê wî ji wan pirsî: “Lê hûn çi dibêjin? Bi dîtina we ez kî me?” Petrûs cewab da: “Tu Mesîhê Xwedê yî.” 21 Hingê wî ew tembîh kirin ku ew vê yekê ji tu kesî re nebêjin, 22 û wî got: “Gerek Kurê Mirov cefayê bikişîne, ji aliyê rîspiyan, serokên kahînan û qanûnzanan ve bê redkirin û bê kuştin û di roja sisêyan de ji mirinê bê rakirin.”

23 Paşê wî ji hemûyan re got: “Eger yek ji we bixwaze li pey min were, gerek ew êdî ne ji bo xwe bijî. Gerek ew her roj darê xweyî îşkenceyê hilgire û bi dewamî li pey min were. 24 Çimkî yê ku dixwaze jiyana* xwe xelas bike, ewê wê winda bike. Lê yê ku jiyana* xwe ji bo xatirê min winda dike, ewê wê xelas bike. 25 Eger mirovek temamiya dinyayê bi dest bixe, lê jiyana* xwe winda bike yan zerarê bide xwe, ma çi feydeya wî heye? 26 Yê ku ji ber min û gotinên min şerm bike, wexta ku Kurê Mirov di rûmeta xwe de û di rûmeta Bavê xwe û melekên pîroz de were, ewê jî ji ber wî kesî şerm bike. 27 Lê bi rastî, li vir di nav we de hin mirov hene, ewê nemirin* heta ku ew Hukimdariya Xwedê bibînin.”

28 Weke heşt roj piştî van gotinan, wî Petrûs, Yûhena û Aqûb bi xwe re birin û hilkişiya ser çiyê ku dua bike. 29 Û gava wî dua dikir, xuyabûna rûyê wî hat guhertin û kincên wî spî bûn û dibiriqîn. 30 Ji nişka ve du zilaman bi wî re sohbet kir. Ew Mûsa û Êlyas bûn. 31 Ew di nav rûmetê de xuya bûn, û wan li ser çûyîna wî, ya ku ewê li Orşelîmê pêk bîne, xeber dida. 32 Petrûs û kesên bi wî re bi xew re çûn, lê gava ew hişyar bûn, wan rûmeta wî û her du zilamên ku bi wî re disekinîn, dîtin. 33 Û gava her du zilaman dixwest ji ba wî herin, Petrûs ji Îsa re got: “Mamoste, çi qas baş e ku em li vir in. Were em sê konan deynin, yekî ji bo te, yekî ji bo Mûsa û yekî jî ji bo Êlyas.” Wî fehm nedikir ku ew çi dibêje. 34 Lê gava ew hê dipeyivî, ewrek çêbû û daket ser wan. Wexta ku ew ketin nav ewr, tirs ket dilê wan. 35 Hingê dengek ji ewr hat û got: “Ev e Kurê min, ê ku hatiye hilbijartin. Guh bidin wî.” 36 Gava ew deng hat, wan dît ku Îsa bi tenê ye. Lê şagirtan tiştên ku wan dîtin ji tu kesî re negotin.

37 Gava ew roja din ji çiyê daketin xwarê, gelek mirov hatin pêşiya Îsa. 38 Ji nişka ve zilamekî ji nav xelkê bi dengekî bilind got: “Mamoste, ez ji te rica dikim, ka li kurê min binêre, çimkî ew kurê min ê yekta ye. 39 Cinek* wî digire, û kurik ji nişka ve dike qîrîn, cin wî vedihejîne, û kef ji devê kurik derdikeve. Cin bi hêsanî wî bernade, ancax piştî ku ew wî birîndar dike dev ji wî berdide. 40 Min ji şagirtên te rica kiribû ku ew vî cinî derxin, lê wan nikaribû.” 41 Îsa got: “Ey neslê* bêbawer û gunehkar, heta kengê gerek ez bi we re bim û li we sebir bikim? Kurê xwe bîne vir.” 42 Heta ku kurik nêzîk dibû jî, cin ew avêt erdê û pir vehejand. Lê Îsa ferman da cin* û kurik qenc kir û da bavê wî. 43 Û her kes bi mezinahiya qudreta Xwedê ecêbmayî ma.

Gava mirov bi hemû kirinên wî hê ecêbmayî diman, wî ji şagirtên xwe re got: 44 “Rind guh bidin û van gotinan ji bîr nekin, çimkî Kurê Mirov wê bê dayîn destê mirovan.” 45 Lê wan fehm nekir ku ew çi dibêje. Ev yek ji wan veşartî bû, da ku ew fehm nekin, û ew ditirsiyan ku li ser vê yekê ji wî bipirsin.

46 Paşê şagirtan di nav xwe de minaqeşe kir ku kî ji wan ê herî mezin e. 47 Îsa, yê ku niyeta dilê wan dizanibû, zarokek anî û li kêleka xwe danî, 48 û ji wan re got: “Kî vî zarokî ji bo xatirê navê min qebûl bike, ew min jî qebûl dike. Û yê ku min qebûl dike, yê ku ez şandime jî qebûl dike. Çimkî yê ku di nav we de xwe biçûk bike, yê mezin ew e.”

49 Yûhena got: “Mamoste, me dît ku kesek bi navê te cinan derdixe. Me xwest ku wî bidin sekinandin, çimkî ew li pey me nayê.” 50 Lê Îsa ji wî re got: “Rê li ber wî negirin, çimkî kî ne li dijî we be, bi we re ye.”

51 Gava roj nêzîk dibûn ku ew hilkişe ezmên, wî berê xwe da Orşelîmê ku here wê derê. 52 Wî xeberbêj di pêşiya xwe de şandin, û ew çûn gundekî Sameriyan ku ji bo wî haziriyê bikin. 53 Lê gava xelkê bihîst ku ew dixwaze here Orşelîmê, wan ew qebûl nekir. 54 Gava şagirtên wî Aqûb û Yûhena ev yek dît, wan got: “Efendiyê me, gelo tu dixwazî ku em bibêjin, bila agir ji ezmên bibare û wan helak bike?” 55 Lê Îsa li wan zivirî û ew tembîh kirin. 56 Piştî vê ew çûn gundekî din.

57 Gava ew li ser rê dimeşiyan, kesekî ji wî re got: “Tu herî ku derê, ezê li pey te werim.” 58 Lê Îsa ji wî re got: “Qulên rûviyan hene û hêlînên çivîkên ezmanan jî hene, lê qet cihek tune ye ku Kurê Mirov serê xwe lê deyne.” 59 Paşê wî ji yekî din re got: “Li pey min were.” Lê zilam got: “Efendiyê min, destûrê bide min ku ez pêşî herim û bavê xwe defn bikim*.” 60 Lê Îsa ji wî re got: “Bihêle, bila yên mirî miriyên xwe defn bikin*, lê tu here û Hukimdariya Xwedê li her derê bide bihistin.” 61 Û yekî din jî got: “Efendiyê min, ezê li pey te werim, lê belê pêşiyê destûrê bide min ku ez xatirê xwe ji maliyên xwe bixwazim.” 62 Îsa ji wî re got: “Kesê ku erdê xwe cot bike û li paş xwe binêre, ne hêjayî Hukimdariya Xwedê ye.”

10 Piştî vê, Efendiyê me 70 şagirtên din hilbijartin û ew didu didu di pêşiya xwe de şandin her bajar û cihê ku wî bi xwe dixwest here. 2 Paşê wî ji wan re got: “Belê, şixulê dirûnê gelek e, lê pale hindik in. Loma, ji Xwediyê dirûnê rica bikin ku ew paleyan bişîne şixulê xweyî dirûnê. 3 Herin! Lê hay ji xwe hebin, ez we wek miyan dişînim nav guran. 4 Bi xwe re ne kîsik, ne tûrikê xwarinê, ne jî sol* bibin. Û di rê de silavê* li tu kesî nekin. 5 Li ku derê hûn bikevin malekê, pêşî bibêjin: ‘Bila aştî li ser vê malê be.’ 6 Û eger aştîhezek li wê derê hebe, aştiya we wê li ba wî bimîne. Lê eger tune be, aştiya we wê vegere ba we. 7 Li wê malê bimînin û tiştên ku ew li ber we datînin, bixwin û vexwin, çimkî pale hêjayî meaşê xwe ye. Bi dewamî ji malekê derbasî maleke din nebin.

8 Û gava hûn bikevin bajarekî û ew we qebûl bikin, tiştên ku ew li ber we datînin, bixwin 9 û li wê derê kesên nexweş qenc bikin û ji wan re bibêjin: ‘Hukimdariya Xwedê nêzîkî we bûye.’ 10 Lê gava hûn bikevin bajarekî û ew we qebûl nekin, derkevin kolanên sereke û bibêjin: 11 ‘Em heta toza ku di bajarê we de bi lingên me ve zeliqî ye, diweşînin. Lê bizanin ku Hukimdariya Xwedê nêzîk bûye.’ 12 Ez ji we re dibêjim, wê rojê* halê Sodomê wê ji halê wî bajarî hêsantir bibe.

13 Wey li te, Xorazîn! Wey li te, Beytsayda! Eger mucîzeyên ku di nav we de çêbûn, li Sûr û Saydayê çêbûna, wanê ji zû ve bi kincên şîngirtinê di nav xweliyê de rûniştî tobe bikira. 14 Loma di dema hukim de, halê Sûr û Saydayê wê ji halê we hêsantir bibe. 15 Û tu, Kapernaûm, ma tu difikirî ku tuyê bigihîjî ezmanan? Na, tuyê bikevî gorê*!

16 Yê ku guh dide we, guh dide min. Û yê ku we red dike, min jî red dike. Wekî din, yê ku min red dike, yê ku ez şandime jî red dike.”

17 Paşê 70 şagirt bi dilxweşî vegeriyan û gotin: “Efendiyê me, wexta ku em navê te bi kar tînin, heta cin jî bi ya me dikin.” 18 Hingê wî ji wan re got: “Ez dibînim ku Şeytan çawa wek birûskê ji ezmên ket. 19 Min qudret daye we ku hûn mar û dûpişkan bin pê bikin û qeweta dijmin bin dest bikin, û tu tişt wê zerarê nede we. 20 Lê belê, li ser vê ku cin* bi ya we dikin, dilxweş nebin, lê dilxweş bin ji ber ku navên we li ezmanan hatine nivîsin.” 21 Wê gavê Îsa bi destê ruhê pîroz gelek dilxweş bû û got: “Ey Bavo, Xudanê erd û ezmanan, ez li ber hemûyan rûmetê didim te, çimkî te ev tişt ji kesên bihîkmet û zana veşartine û ji zarokên biçûk re eşkere kirine. Erê Bavo, çimkî ev yek daxwaza dilê te bû. 22 Her tişt ji aliyê Bavê min ve ji min re hatiye dayîn. Ji xeynî Bav, tu kes Kur nas nake. Û ji xeynî Kur û kesên ku Kur dixwaze ji wan re rastiya di heqê Bav de eşkere bike, tu kes Bav nas nake.”

23 Piştî vê, gava ew bi şagirtên xwe re bi tenê bû, wî ji wan re got: “Çi qas dilxweş in çavên ku tiştên ku hûn dibînin, dibînin. 24 Çimkî ez ji we re dibêjim, hesreta gelek pêxember û padîşahan ew bû ku tiştên ku hûn dibînin, bibînin, lê wan nedît û tiştên ku hûn dibihîzin, bibihîzin, lê wan nebihîst.”

25 Zilamekî ku Qanûn baş dizanî rabû û ji bo ku Îsa biceribîne wisa got: “Mamoste, gerek ez çi bikim, da ku ez jiyana herheyî bi dest bixim?” 26 Îsa ji wî pirsî: “Gelo di Qanûnê de çi nivîsî ye? Tu çawa fehm dikî?” 27 Wî cewab da: “‘Gerek tu ji Xwedayê xwe Yehowa bi temamiya dilê xwe, bi temamiya canê xwe, bi temamiya qeweta xwe û bi temamiya hişê* xwe hez bikî’ û ‘Wek ku tu ji xwe hez dikî, gerek tu ji cîranê xwe hez bikî’.” 28 Îsa ji wî re got: “Cewaba te rast e. Îcar bi dewamî wisa bike, û tuyê jiyanê* bistînî.”

29 Ji ber ku wî zilamî dixwest xwe wek kesekî rast derxe, wî ji Îsa re got: “Ma cîranê min kî ye?” 30 Îsa cewab da: “Zilamekî ku ji Orşelîmê dadiket xwarê û diçû Erîhayê ket destê dizan*. Wan hemû tiştên wî jê standin, li wî xistin û ew nîvkuştî hiştin û çûn. 31 Wê demê, kahînek di wê rêyê re derbas dibû, lê gava wî ew zilam dît, ew derbasî aliyê din bû. 32 Bi eynî awayî, Lêwiyek jî hat wê derê û ew zilam dît, û derbasî aliyê din bû. 33 Lê gava yekî Samerî di eynî rêyê re derbas dibû û ew zilam dît, dilê wî pê şewitî. 34 Ew çû ba wî zilamî, rûn û şerab li birînên wî dan û birînên wî pêçandin. Wî ew li kerê xwe siwar kir, bir mêvanxaneyekê û li wî xwedî derket. 35 Roja din, wî 2 dînar dan xwediyê mêvanxaneyê û got: ‘Li wî zilamî xwedî derkeve, eger ev pere têra te neke, gava ez vegerim ezê bidim te.’ 36 Bi dîtina te, ji van sisêyan kê wek cîranê zilamê ku ketibû destê dizan*, hereket kir?” 37 Wî got: “Yê ku bi wî re bi dilrehmî hereket kir.” Îcar Îsa ji wî re got: “Tu jî here û wisa bike.”

38 Gava Îsa û şagirtên wî di rê de diçûn, ew ket gundekî. Li wê derê jinikeke bi navê Marta ew li mala xwe kir mêvan. 39 Xwişkeke wê ya bi navê Meryem hebû. Ew li ber lingên Efendiyê me rûnişt û guh dida gotinên wî. 40 Lê Marta bi gelek tiştan mijûl bû. Îcar ew hat ba Îsa û got: “Efendiyê min, ma qet ne xema te ye ku xwişka min hemû îş li ser stûyê min hiştiye? Jê re bêje ku bila ew were û alî min bike.” 41 Efendiyê me cewab da: “Marta, Marta, tu bi gelek tiştan mijûl î û xema wan dixwî. 42 Lê ji me re gelek tişt ne lazim in, tenê yek jî bes e. Meryemê ya herî baş hilbijartiye, û ewê ji wê neyê standin.”

11 Carekê Îsa li cihekî dua dikir. Gava wî duaya xwe xelas kir, yekî ji şagirtên wî jê re got: “Efendiyê min, me hîn bike ku em çawa dua bikin, wek ku Yehya* şagirtên xwe hîn kiribûn.”

2 Hingê Îsa ji wan re got: “Wexta ku hûn dua dikin, wisa bibêjin: Bavo, bila navê te pîroz be*. Bila Hukimdariya te bê. 3 Her roj nanê me li gor hewcedariyên me yên rojane bide me. 4 Û şaşiyên me efû bike, wek ku em jî şaşiyên kesên din* efû dikin, û nehêle ku em bikevin ceribandinê*.”

5 Paşê wî ji wan re got: “Bînin ber çavê xwe ku yek ji we nîvê şevê diçe cem hevalekî xwe û jê rica dike: ‘Hevalo, ka sê nanan bi deyn bide min, 6 çimkî hevalekî min ji rêyeke dûr hatiye cem min, û tiştekî min tune ku ez deynim ber wî.’ 7 Lê ew ji hundirê malê cewab dide: ‘Min aciz neke. Êdî derî girtî ye û zarokên min li ba min di nav nivînan de ne. Ez nikarim rabim û tiştekî bidim te.’ 8 Ez ji we re dibêjim, eger ew ji bo xatirê hevaltiyê ranebe û tiştekî nede wî jî, ewê rabe û çi jê re lazim be bide wî, ji ber ku ew dev ji wî bernade. 9 Loma ez ji we re dibêjim, bi dewamî bixwazin û wê ji we re bê dayîn, bi dewamî lê bigerin û hûnê bibînin, bi dewamî li derî bixin û wê ji we re bê vekirin. 10 Çimkî her kesê ku dixwaze, distîne. Her kesê ku lê digere, dibîne, û her kesê ku li derî dixe, ji wî re tê vekirin. 11 Gelo di nav we de kîjan bav, eger kurê wî masiyekî ji wî bixwaze, ewê li şûna masî marekî bide wî? 12 Yan gava ew hêkekê bixwaze, ma ewê dûpişkekî bide wî? 13 Hûn her çi qas gunehkar bin jî, hûn dîsa jî dizanin ku çawa tiştên baş bidin zarokên xwe. Îcar Bavê we yê li ezmanan wê çi qas zêdetir ruhê pîroz bide wan, ên ku ji wî dixwazin!”

14 Paşê Îsa cinekî ku lal dikir, derxist. Gava cin derket, zilamê lal dest bi xeberdanê kir, û xelk ecêbmayî ma. 15 Lê hinekan got: “Ew cinan bi destê serokê cinan Belzebûb*, derdixe.” 16 Û kesên din ji bo ku wî biceribînin, ji wî nîşaneke ji ezmên xwest. 17 Lê Îsa dizanibû ku ew çi difikirin û ji wan re got: “Her hukimdariya ku li dijî xwe hatiye parçekirin, wêran dibe, û malbata ku li dijî xwe hatiye parçekirin, dikeve. 18 Eger Şeytan jî li dijî xwe hatiye parçekirin, hukimdariya wî wê çawa bimîne? Çimkî hûn dibêjin ku ez cinan bi destê Belzebûb derdixim. 19 Eger ez cinan bi destê Belzebûb derdixim, gelo şagirtên we* cinan bi destê kê derdixin? Loma ewê bibin hakimên we. 20 Lê eger ez cinan bi tiliya Xwedê derdixim, îcar Hukimdariya Xwedê hatiye* bêyî ku haya we jê hebe. 21 Eger zilamekî xurt û çekdar nobedariya qesra xwe bike, mal û milkê wî di emniyetê de ne. 22 Lê eger yekî ji wî xurttir li dijî wî rabe û wî bin dest bike, ewê hemû çekên wî zilamî, yên ku wî bawer dikir ku ew mal û milkê wî diparêzin, jê bistîne û tiştên ku wî jê standine, belav bike. 23 Yê ku ne bi min re ye, li dijî min e. Û yê ku bi min re top nake, belav dike.

24 Gava cinek* ji mirovekî derdikeve, ew li çolê digere ku cihekî rihet bibîne, lê gava ew cihekî wisa nabîne, ew ji xwe re dibêje: ‘Ka ez vegerim mala xwe, ya ku ez jê derketime.’ 25 Gava ew tê, ew dibîne ku mal maliştî û xemilandî ye. 26 Paşê ew diçe û heft cinên din, ên ku ji wî xerabtir in, bi xwe re tîne, û ew dikevin hundir û li wê derê dijîn. Êdî halê wî mirovî ji halê berê xerabtir dibe.”

27 Gava wî ev tişt gotin, jinikekê ji nav xelkê gazî kir: “Çi qas dilxweş e dayika ku tu anî dinyayê û şîr daye te!” 28 Wî jî got: “Na, hê dilxweştir in kesên ku guh didin gotinên Xwedê û li gor wan dijîn!”

29 Gava xelk li hev top dibû, wî dest bi xeberdanê kir: “Ew nesil* neslekî xerab e. Ew li nîşanekê digere, lê ji xeynî nîşana Ûnis, ji wan re tu nîşan wê neyê dayîn. 30 Çawa ku Ûnis ji bo xelkê Nînewayê bû nîşan, Kurê Mirov jî wê ji bo vî neslî bibe nîşan. 31 Melîkeya* başûr wê di Roja Hukim de bi mirovên vî neslî re rabe û wan sûcdar derxe, çimkî ew ji cihekî dûr hat, da ku guh bide hîkmeta Silêman. Û va ye, yekî ji Silêman mezintir li vir e. 32 Xelkê Nînewayê wê di Roja Hukim de bi vî neslî re rabe û wî sûcdar derxe, çimkî xelkê Nînewayê guh da xebera Ûnis û tobe kir. Û va ye, yekî ji Ûnis mezintir li vir e. 33 Gava qendîlek tê vêxistin, mirov wê danayne cihekî veşartî yan jî bin zembîlê, lê datîne ser mûmdankê*, da ku kesên ku dikevin hundir ronahiyê bibînin. 34 Çiraya bedenê çav e. Eger çavê te zelal dibîne*, temamiya bedena te bi ronahiyê* ve tije ye, lê eger çavê te hesûd* e, bedena te jî tarî ye. 35 Loma hay ji xwe hebe ku ronahiya di dilê te de nebe tarî. 36 Eger bedena te bi temamî ronahî be û tu tarî tê de tune be, hingê ewê ew qas ronahî be, mîna ku qendîlek bi ronahiya xwe şewq dide.”

37 Gava wî ev tişt gotin, yek ji Fêrisiyan ew ji bo xwarinê li mala xwe kir mêvan. Ew jî çû mala wî û li ser sifrê rûnişt. 38 Lê gava yê Fêrisî dît ku Îsa berî xwarinê destê xwe neşûşt*, ew şaş ma. 39 Lê Efendiyê me ji wî re got: “Ey Fêrisîno, hûn derveyî tas û firaqan dişon, lê hundirê we tijî çavbirçîtî û xerabî ye. 40 Bêaqilno! Ma yê ku derveyî tasê çêkiriye, hundir jî çênekiriye? 41 Lê gava hûn xêrê li belengazan dikin, gerek ew ji dil bê, û hingê hûnê di her tiştî de paqij bin. 42 Lê wey li we, Fêrisîno! Çimkî hûn dehyeka* nane, peganon* û her cureyê nebatên baxçe* didin, lê hûn edalet û hezkirina Xwedê davêjin pişt guhê xwe. Rast e, ev mesûliyeta we bû ku hûn van tiştan bikin, lê lazim bû ku we tiştên din di pişt guhê xwe re neavêtana. 43 Wey li we, Fêrisîno! Çimkî hûn hez dikin ku di sînagogan* de li cihên pêşîn rûnin, û hez dikin ku mirov li sûkan silavê li we bikin. 44 Wey li we! Çimkî hûn wek mezel in, ên ku bi zelalî nayên dîtin*, û mirov bi nezanî li ser wan digerin..”

45 Hingê yekî ji kesên ku Qanûn baş dizanî ji wî re got: “Mamoste, bi van gotinan tu heqaretê li me jî dikî.” 46 Îcar wî got: “Wey li we jî, hûn ên ku Qanûnê baş dizanin! Çimkî hûn barê mirovan ew qas giran dikin ku ew nikarin hilgirin, lê hûn bi xwe vî barî bi tiliyekê jî ranakin.

47 Wey li we! Çimkî hûn ji bo pêxemberan tirbeyan ava dikin, lê bav û kalên we ew kuştin. 48 Hûn bûne şahidên kirinên bav û kalên xwe, lê dîsa jî hûn bi kirinên wan razî ne. Wan pêxember kuştin, lê hûn tirbeyên wan ava dikin. 49 Ji ber vê yekê, Xwedê di hîkmeta xwe de* wisa gotiye: ‘Ezê pêxember û şandiyan bişînim ba wan, hin ji wan wê bên kuştin yan zilmê bibînin. 50 Da ku xwîna hemû pêxemberên ku ji destpêka dinyayê ve hatiye rijandin, ji vî neslî bê xwestin*. 51 Ji xwîna Habîl, heta xwîna Zekerya, yê ku di navbera qurbangeh û mala Xwedê* de hat kuştin.’ Belê, ez ji we re dibêjim, ji vî neslî hesab wê bê standin.

52 Wey li we, hûn ên ku Qanûnê baş dizanin! Çimkî hûn kilîda zanînê ji mirovan distînin. Hûn bi xwe neketine hundir, û hûn rêya kesên ku dixwazin bikevinê, digirin.”

53 Gava Îsa ji wê derê derket, qanûnzan û Fêrisiyan dora wî girt û bi pirsan dest pê kir ku wî aciz bikin, 54 çimkî ew li bendê bûn ku wî bi gotinên wî bigirin.

12 Wê demê, gava xelk bi hezaran li hev top bûn, ew qas ku wan pêlî lingên hev dikir, Îsa pêşî ji şagirtên xwe re got: “Xwe ji hevîrtirşê Fêrisiyan, yanî ji durûtiya wan biparêzin. 2 Lê tu tiştê nixumandî tune ye ku neyê xuyakirin, û tu sirek tune ye ku neyê eşkerekirin. 3 Ji ber vê yekê tiştê ku hûn di tariyê de dibêjin wê di ronahiyê de bê bihîstin. Tiştên ku hûn di hundirê odeyan de bi dengekî nizm dibêjin, wê bi eşkereyî ji kesên din re bê belavkirin. 4 Lê dostên min, ez ji we re dibêjim: Ji kesên ku dikarin bedenê bikujin û piştre nikarin tu tiştî bikin, netirsin. 5 Lê ezê ji we re bibêjim ku gerek hûn ji kê bitirsin: Ji wî kesî bitirsin, ê ku qudreta wî heye ku bikuje û paşê bavêje Gehenayê*. Erê, ez ji we re dibêjim ji wî bitirsin. 6 Ma pênc çivîkên biçûk bi du qurişan nayên firotin? Dîsa jî, Xwedê yek ji wan ji bîr nake. 7 Û heta hemû porên serê we jî hatine hejmartin. Netirsin, hûn ji çivîkan biqîmettir in.

8 Ez ji we re dibêjim, her kesê ku li ber mirovan dibêje ku ew bi min re ye, Kurê Mirov jî wê li ber melekên Xwedê bibêje ku ew bi wî re ye. 9 Lê her kesê ku min li ber mirovan înkar dike, ewê jî li ber melekên Xwedê bê înkarkirin. 10 Û her kesê ku tiştekî li dijî Kurê Mirov dibêje, ewê bê efûkirin. Lê yê ku li dijî ruhê pîroz kufir dike, ewê neyê efûkirin. 11 Wexta ku we bibin ber civînên umûmî*, memûrên dewletê û hukimdaran, xeman nexwin ka hûnê xwe çawa biparêzin û çi bibêjin, 12 çimkî ruhê pîroz wê di eynî demê de we hîn bike ku gerek hûn çi bibêjin.”

13 Yekî ji nav mirovan ji wî re got: “Mamoste, ji birayê min re bibêje ku bila ew mîrasa xwe bi min re parve bike.” 14 Îsa ji wî re got: “Kê ez di navbera we de kirime hakim?” 15 Hingê wî ji wan re got: “Hay ji xwe hebin û xwe ji her cureyê çavbirçîtiyê biparêzin, çimkî eger gelek mal û milkê kesekî hebe jî, ew jiyanê nadin wî.” 16 Û wî ji wan re mîsalek got: “Zeviya zilamekî dewlemend pir berdar bû. 17 Loma wî ji xwe re got: ‘Gelo ez çi bikim? Çimkî cih tune ye ku ez dexla xwe biximê.’ 18 Hingê wî got: ‘Ezê wisa bikim: Ezê embarên xwe hilweşînim û embarên hê mezintir ava bikim, û temamiya dexl û malê xwe li wê derê top bikim, 19 û ezê ji canê xwe re bibêjim: “Te ji xwe re têra gelek salan tişt top kirine, li rihetiya xwe binêre, bixwe, vexwe û kêf bike.”’ 20 Lê Xwedê ji wî re got: ‘Bêaqilo, îşev canê te ji te tê standin. Îcar her tiştê ku te top kiriye wê ji kê re bimîne?’ 21 Halê kesê ku ji xwe re xezîneyan top dike, lê li ber çavê Xwedê ne dewlemend e, wisa ye.”

22 Paşê wî ji şagirtên xwe re got: “Ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim, êdî ji bo jiyana* xwe xeman nexwin, ka hûnê çi bixwin, yan jî ji bo bedena xwe, ka hûnê çi li xwe bikin. 23 Çimkî jiyan ji xwarinê û beden ji kincan biqîmettir e. 24 Li qijikan binêrin: Ew ne diçînin, ne didirûn, û ne jî embarên wan hene, lê dîsa jî Xwedê wan têr dike. Ma hûn ji çivîkan ne biqîmettir in? 25 Kî ji we, eger ew xeman bixwe, dikare emrê xwe tenê deqeyek dirêjtir bike? 26 Loma, madem ku hûn nikarin tiştekî biçûk jî bikin, çima hûn ji bo tiştên din xeman dixwin? 27 Bala xwe bidin sosinan ku ew çawa mezin dibin: Ew ne dixebitin, ne jî kincan didirûn. Lê belê, ez ji we re dibêjim, heta Silêman Padîşah jî di hemû rûmeta xwe de wek yek ji wan kinc li xwe nekirin. 28 Îcar, madem ku Xwedê nebatên çolê, yên ku îro hene û sibê tên avêtin tendûrê, ew qas dixemilîne, ewê çi qas zêdetir we bi kinc bike, ey hûn kêmbawerno! 29 Êdî xeman nexwin ka hûnê çi bixwin û çi vexwin, û êdî bi zêdeyî li ber xwe nekevin. 30 Çimkî mirovên ku Xwedê nas nakin* ji bo van tiştan xeman dixwin. Lê bavê we dizane ku hûn hewceyî van tiştan in. 31 Li şûna vê, Hukimdariya wî di jiyana xwe de bikin tiştê herî muhîm, û ev tişt wê ji we re bên dayîn.

32 Netirse, keriyê biçûk, çimkî Bavê we razî ye ku Hukimdariyê bide we. 33 Mal û milkê xwe bifiroşin û xêrê li belengazan bikin. Ji xwe re kîsikên pereyan ku xera nabin çêkin, yanî xezîneya li ezmanan top bikin a ku qet xelas nabe û diz nikare bikevê, û kêzik nikare bixwe. 34 Çimkî xezîneya we li ku derê be, dilê we jî wê li wê derê be.

35 Hazir bin* û bila qendîlên we vêxistî bin. 36 Wek wan xulaman bin, ên ku li hêviya axayê xwe ne, da ku gava ew ji dawetê vegere û li derî bixe, ew di cih de derî ji wî re vekin. 37 Çi qas dilxweş in ew xulam, gava axayê wan were û wan hişyar bibîne! Bi rastî, ewê xwe ji bo xizmetkirinê hazir bike*, wan li ser sifrê bide rûniştin û ji wan re xizmetê bike. 38 Û eger ew êvarê dereng* yan piştî nîvê şevê* were û bibîne ku ew hazir in, ewê çi qas dilxweş bin! 39 Bawer bin, eger xwediyê malê bizane ku di kîjan saetê de diz wê bikeve mala wî, ewê nehêle ku diz bikeve malê. 40 Hûn jî hazir bimînin, çimkî Kurê Mirov di saetekê wisa de tê ku hûn ne li bendê ne.”

41 Hingê Petrûs pirsî: “Efendiyê min, tu vê mîsalê tenê ji me re yan ji her kesî re dibêjî?” 42 Efendiyê me cewab da: “Çavdêrê dilsoz ê bihîkmet bi rastî kî ye, yê ku axayê wî wê li ser xizmetkarên xwe wî bike mesûl, da ku ew di wexta rast de bi têra wan xwarinê bide wan? 43 Çi qas dilxweş e ew xulam, gava axayê wî were û bibîne ku ew hema wisa dike! 44 Ez rast ji we re dibêjim, ewê wî li ser hemû mal û milkê xwe bike mesûl. 45 Lê eger ew xulam di dilê xwe de bibêje, ‘Axayê min dereng dikeve’ û dest pê bike ku li xulamên din bixe, û bixwe û vexwe û serxweş bibe, 46 axayê wî wê di rojeke wisa de were ku ew xulam ne li benda wî ye, û di saetekê de ku ew pê nizane, û ewê cezayekî bide wî û wî bixe nav kesên nedilsoz. 47 Û ew xulamê ku daxwaza axayê xwe fehm kir, lê ne hazir bû û ne jî li gor daxwaza wî kir, li wî wê gelek bê xistin. 48 Lê yê ku fehm nekir û tiştên ku hêjayî lêdanê ne, kirin, li wî wê hinek bê xistin. Ji her kesê ku jê re gelek hatiye dayîn, wê gelek bê xwestin. Û yê ku jê re gelek tişt hatine emanetkirin, ji wî wê zêdetir bê xwestin.

49 Ez hatime ku li ser erdê agirekî vêxim. Êdî agir pêketiye, ma ji vê zêdetir ez çi dixwazim? 50 Lê belê vaftîzek* heye, ku gerek ez pê vaftîz bibim*, û heta ew xelas bibe, ez çi qas xeman dixwim! 51 Gelo hûn difikirin ku ez hatime ku aştiyê bînim ser rûyê erdê? Na, ez ji we re dibêjim, ez hatime ku mirovan ji hev veqetînim. 52 Ji niha û pê ve, di malê de pênc kes wê ji hev bên parçekirin, sê kes li dijî du kesan û du kes li dijî sê kesan. 53 Bav wê li dijî kur û kur wê li dijî bav rabe, dayik wê li dijî keçê û keç wê li dijî dayikê rabe, xesû wê li dijî bûkê û bûk wê li dijî xesûyê rabe.”

54 Paşê Îsa ji mirovan re got: “Gava hûn dibînin ku ewrek ji rojavayê bilind dibe, di cih de hûn dibêjin, ‘Bayekî mezin radibe’, û wisa jî çêdibe. 55 Û gava hûn dibînin ku bayê başûr tê, hûn dibêjin, ‘Wê gelek germ bibe’, û wisa jî dibe. 56 Durûno! Hûn li erd û ezmên dinêrin û fehm dikin ku hewa wê çawa be, lê çima hûn fehm nakin ku niha çi diqewime? 57 Hûn çima bi xwe qerar nadin ku çi rast e? 58 Mesela, gava tu bi kesê ku te sûcdar dike re diçî ba serokekî, di rê de çi ji destê te tê bike ku hûn li hev werin, da ku ew te nede destê hakim, û hakim te nede destê memûrê mehkemeyê, û ew te neavêje hebsê. 59 Ez ji te re dibêjim, heta ku tu qurişê xwe yê dawîn nedî, tuyê ji hebsê dernekevî.”

13 Wê demê hin mirovên ku li wê derê bûn, ji Îsa re behsa vê yekê kir ku Pîlatos xwîna Celîleyan bi xwîna qurbanên wan tevlihev kiribû. 2 Wî ji wan re got: “Ma hûn difikirin ku ev tişt hatin serê wan Celîleyan ji ber ku ew ji Celîleyên din gunehkartir bûn? 3 Helbet na! Lê eger hûn tobe nekin, hûnê hemû jî wisa helak bibin. 4 Yan hûn difikirin ku sûcên wan 18 kesên ku birca li Sîloamê bi ser wan de ket û ew kuştin, ji sûcên xelkê Orşelîmê zêdetir bûn? 5 Helbet na! Lê eger hûn tobe nekin, hûnê hemû jî wisa helak bibin.”

6 Paşê wî ev mîsal ji wan re got: “Zilamekî di nav rezê xwe de dareke hêjîrê çandibû. Ew hat ku bibîne ka darê ber daye, lê wî tiştek nedît. 7 Hingê wî ji rezvan re got: ‘Êdî ev sê sal e ku ez têm ku bibînim ka ev dara hêjîrê ber dide, lê min tiştek nedîtiye. Wê bibire! Çima gerek erd ji ber vê darê neyê bikaranîn?’ 8 Rezvan jî ji wî re got: ‘Axayê min, vê darê salekê bihêle. Ezê li derdora wê bikolim û zibil bikim. 9 Eger ew ber bide, baş e, lê eger ber nede, hingê wê bibire.’”

10 Îsa roja Sebtê* di sînagogekê* de hîn dikir. 11 Li wê derê jinikek hebû, ya ku 18 sal nexweş bû, çimkî ew bi cin* ketibû. Ew qop bûbû û qet nikaribû pişta xwe rast bike. 12 Gava Îsa ew dît, wî jê re got: “Tu ji nexweşiya xwe qenc bûyî.” 13 Wî destê xwe danî ser wê, û jinikê di cih de pişta xwe rast kir û dest pê kir ku pesnê Xwedê bide. 14 Lê serokê sînagogê ne razî bû, çimkî Îsa di roja Sebtê de jinik qenc kir, û wî ji xelkê re got: “Ji bo îş şeş roj hene. Loma di wan rojan de werin û xwe bidin qenckirin, lê ne di roja Sebtê de.” 15 Lê Efendiyê me got: “Durûno! Ma her kes ji we di roja Sebtê de ga yan kerê xwe ji afir venake û nabe ku avê bidê? 16 Lê belê, ma gerek ev jinika ku keça Birahîm e, û Şeytan ew 18 sal girêdabû, di roja Sebtê de ji vê qeydê neyê vekirin?” 17 Gava wî ev tişt gotin, hemû neyarên wî şerm kir. Lê temamiya xelkê bi kirinên wî yên biqudret kêfxweş bûn.

18 Wî dewam kir û got: “Hukimdariya Xwedê mîna çi ye û em dikarin wê bişibînin çi? 19 Ew dişibe toximê xerdelê, yê ku zilamekî li baxçeyê xwe çand. Ew mezin bû û bû darek, û çivîkên ezmanan di nav çiqilên wê de hêlînên xwe çêkirin.”

20 Û wî dîsa got: “Gelo ez dikarim Hukimdariya Xwedê bişibînim çi? 21 Ew dişibe hevîrtirşê ku jinikekê hilda, xist nav 3 çapên ar* û hevîr strand heta ku temamiya hevîr tirş bû.”

22 Gava Îsa diçû Orşelîmê, wî di rê de gund bi gund û bajêr bi bajêr hîn dikir. 23 Zilamekî ji wî re got: “Efendiyê min, gelo kesên ku wê xelas bibin, hindik in?” Wî got: 24 “Bi hemû qeweta xwe xîret bikin ku hûn di deriyê teng re derbas bibin. Ez ji we re dibêjim, gelek kes wê xîret bikin ku têkevin, lê ewê nikaribin. 25 Gava xwediyê malê rabe û derî bigire, hûnê li derve bisekinin, li derî bixin û bibêjin: ‘Efendiyê me, derî li me veke.’ Lê ewê ji we re bibêje: ‘Ez nizanim hûn ji ku derê ne.’ 26 Hingê hûnê bibêjin: ‘Me li ber te dixwar û vedixwar, û te li kolanên me yên sereke hîn dikir.’ 27 Lê ewê ji we re bibêje: ‘Ez nizanim hûn ji ku derê ne. Ey hûn, ên ku neheqiyê dikin, ji min dûr bikevin!’ 28 Gava hûn Birahîm, Îshaq, Aqûb û hemû pêxemberan di Hukimdariya Xwedê de bibînin, lê hûn li derve bin, hûnê bikin qîrîn û bi diranên xwe qirçeqirçê bikin. 29 Mirov wê ji rojhilat û rojavayê û ji bakur û başûr jî werin û di Hukimdariya Xwedê de li ser sifrê rûnin. 30 Hin kesên dawîn wê bibin kesên pêşîn û hin kesên pêşîn wê bibin kesên dawîn.”

31 Di eynî saetê de hin Fêrisî hatin ba Îsa û ji wî re gotin: “Rabe û ji vir here, çimkî Hêrodês dixwaze te bikuje.” 32 Wî ji wan re got: “Herin û ji wî rûviyî re bibêjin: ‘Îro û sibê ez cinan derdixim û nexweşan qenc dikim, û di roja sisêyan de îşê min wê temam bibe.’ 33 Lê gerek ez îro, sibê û dusibe îşê xwe dewam bikim, çimkî qet çênabe ku pêxemberek li derveyî Orşelîmê bê kuştin. 34 Wax Orşelîm, Orşelîm, a ku pêxemberan dikuje û yên ku hatine şandin ba wê dide ber keviran. Çend caran min dixwest zarokên te li hev top bikim, mîna ku mirîşk cûcikên xwe di bin baskên xwe de top dike! Lê we nexwest. 35 Loma mala we wê ji we re wêran bimîne*. Ez ji we re dibêjim, hûnê min êdî nebînin heta ku hûn nebêjin: ‘Yê ku bi navê Yehowa tê bikerem e!’”

14 Careke din di roja Sebtê* de, Îsa çû mala serokekî Fêrisiyan ku xwarinê bixwe. Û çavê mirovan li ser wî bû. 2 Li wê derê zilamekî nexweş hebû ku bedena wî diwerimî*. 3 Îsa ji yên ku Qanûn baş dizanî û ji Fêrisiyan pirsî: “Ma îzin heye ku mirov di roja Sebtê de nexweşan qenc bike, yan na?” 4 Lê ew bêdeng man. Hingê wî dest da wî zilamî, ew qenc kir û şand. 5 Paşê wî ji wan pirsî: “Kî ji nav we, eger kur yan gayê wî di roja Sebtê de bikeve bîrekê, wî di cih de dernaxe?” 6 Wan nikaribû cewabê bidin.

7 Gava çavê wî ket ser mêvanên ku li cihên pêşîn digeriyan, wî mîsalek da û ji wan re got: 8 “Gava tu ji bo dawetekê bêyî gazîkirin, li cihê pêşîn rûnene. Belkî di nav mêvanan de yekî ji te biqîmettir hatiye gazîkirin. 9 Hingê kesê ku gazî we her duyan kiriye wê were û ji te re bibêje: ‘Bila ev zilam li cihê te rûne.’ Wê demê tuyê bi şermezarî rabî û derbasî cihê dawîn bibî. 10 Lê gava tu bêyî gazîkirin, li cihê dawîn rûne, û hingê kesê ku tu gazî kirî wê were û ji te re bibêje: ‘Hevalo, kerem ke, derbasî cihekî baştir bibe.’ Û tuyê li ber çavê hemû mêvanan bêyî qîmetkirin. 11 Çimkî her kesê ku xwe bilind dike wê bê nizmkirin. Û kesê ku xwe nizm dike wê bê bilindkirin.”

12 Paşê Îsa ji zilamê ku ew gazî mala xwe kir re got: “Gava tu xwarina nîvro yan şîvê çêkî, gazî heval, bira, merivên xwe yan cîranên xwe yên dewlemend neke. Belkî ewê jî te ji bo xwarinê gazî mala xwe bikin û qenciya te li te vegerînin. 13 Lê gava tu ziyafetekê çêkî, gazî kesên feqîr, seqet û kesên kor bike. 14 Hingê tuyê dilxweş bibî, çimkî tiştekî wan tune ye ku ew li te vegerînin. Û tuyê li dema rabûna kesên rast xelata xwe bistînî.”

15 Mêvanekî ku ev tişt bihîstin ji wî re got: “Çi qas dilxweş e kesê ku di Hukimdariya Xwedê de nên dixwe.”

16 Îsa ji wî re got: “Zilamekî şîveke mezin çêkir û gazî gelek kesan kir. 17 Gava wexta şîvê hat, wî xulamê xwe şand ku ji mêvanan re bibêje: ‘Werin, her tişt hazir e.’ 18 Lê ew hemû li mehneyan digeriyan. Yê pêşî ji wî re got: ‘Min ji xwe re zeviyek kiriye, gerek ez herim û lê binêrim. Ji kerema xwe re min bibore.’ 19 Yekî din got: ‘Min ji xwe re pênc cot ga kirîne, û ez dixwazim wan biceribînim. Ji kerema xwe re min bibore.’ 20 Û yekî din jî got: ‘Ez nû zewicî me, loma ez nikarim werim.’ 21 Xulam vegeriya û her tişt ji axayê xwe re got. Hingê xwediyê malê bi hêrs ket û ji xulamê xwe re got: ‘Bi lez here kolanên sereke û goşeyên kolanên bajêr, û kesên feqîr, seqet û kesên kor bîne vir.’ 22 Gava xulam vegeriya wî got: ‘Axayê min, min emrê te pêk aniye, lê hê jî cih heye.’ 23 Û axa jî ji xulam re got: ‘Derkeve ser rêyên derveyî bajêr, û zorê li xelkê bide ku ew werin, da ku mala min tije bibe. 24 Ez ji we re dibêjim, ji yên ku hatibûn gazîkirin, tu kes wê şîva min tehm neke.’”

25 Gelek mirov bi Îsa re diçûn. Ew zivirî û ji wan re got: 26 “Eger kesek were ba min û ji min zêdetir ji bavê xwe, dayika xwe, jina xwe, zarokên xwe û xwişk û birayên xwe hez bike*, erê heta ku ew ji min zêdetir ji jiyana* xwe hez bike, ew nikare bibe şagirtê min. 27 Kesê ku darê xweyî îşkenceyê hilnegire û li pey min neyê nikare bibe şagirtê min. 28 Mesela, kî ji we, eger ew dixwaze bircekê ava bike, pêşî rûnane û mesrefa wê hesab nake, da ku bibîne ka pereyên wî têra xelasbûna avakirinê dike? 29 Nebe ku ew bingehê deyne, lê nikaribe heta dawiyê ava bike. Û hemû kesên derdora wî wê bi wî bikenin, 30 û bibêjin: ‘Vî zilamî dest bi avakirinê kir, lê nikaribû heta dawiyê ava bike.’ 31 Yan ma kîjan padîşah, berî ku ew li dijî padîşahekî din şer bike, rûnane û bi kesên din re naşêwire, ka ew dikare bi 10.000 eskerî li dijî 20.000î bi ser bikeve? 32 Eger ew nikaribe, ewê heta ku padîşahê din hê dûr e qasidan bişîne ku aştiyê bixwaze. 33 Bi eynî awayî hûn dikarin bawer bin, eger kesek dev ji mal û milkê xwe bernede, ew nikare bibe şagirtê min.

34 Bi rastî, xwê tiştekî baş e. Lê eger xwê tehma xwe winda bike, ewê çawa dîsa şor bibe? 35 Ew êdî ne kêrî erdê, ne jî kêrî zibil tê. Ew tê avêtin. Guhên kê hene, bila baş guh bide.”

15 Îcar hemû bacgir û gunehkar li derdora Îsa top dibûn ku guh bidin wî. 2 Lê hem Fêrisiyan û hem qanûnzanan pitepit dikir û digot: “Ev zilam gunehkaran qebûl dike û bi wan re xwarinê dixwe.” 3 Hingê Îsa ji wan re ev mîsal got: 4 “Kî ji we, yê ku 100 miyên wî hene û eger ew yekê ji wan winda bike, wê 99 miyên din li çolê nehêle û li miya windabûyî negere heta ku ew wê bibîne? 5 Û gava ew wê bibîne, ewê wê deyne ser milê xwe û kêfxweş be. 6 Û dema ew vegere malê, ew gazî heval û cîranên xwe bike û ji wan re bibêje: ‘Bi min re kêfxweş bin, çimkî min miya xwe ya windabûyî dîtiye.’ 7 Ez ji we re dibêjim, bi eynî awayî, li ezmên kêfxweşiya li ser gunehkarekî ku tobe kiriye, wê ji kêfxweşiya li ser 99 kesên rast, ên ku ne lazim e ku ew tobe bikin, zêdetir bibe.

8 Yan jî kîjan jinika ku 10 draxmayên* wê hene û yekî winda bike, qendîlê vênaxe, mala xwe paqij nake û baş lê nagere heta ku ew wê bibîne? 9 Û gava ew wê dibîne, ew gazî heval û cîranên xwe dike û dibêje: ‘Bi min re kêfxweş bin, çimkî min draxmaya windabûyî dîtiye.’ 10 Ez ji we re dibêjim, bi eynî awayî gava gunehkarek tobe dike, melekên Xwedê jî dilxweş dibin.”

11 Paşê Îsa got: “Du kurên zilamekî hebûn. 12 Kurê biçûk ji bavê xwe re got: ‘Bavo, para mîrasa min bide min.’ Hingê bav mal û milk di nav zarokên xwe de parve kir. 13 Piştî çend rojan kurê biçûk hemû tiştên xwe li hev top kirin û çû welatekî dûr. Û li wê derê wî bi jiyaneke bêedeb hemû mîrasa xwe beredayî xerc kir. 14 Gava wî her tiştê xwe xerc kir, li wê derê li temamiya welêt xelayeke mezin çêbû, û ew ket tengasiyê. 15 Heta wisa çêbû ku ew çû ba yekî ji xelkê wî welatî, û wî kesî ew şand nav erdê xwe ku şivantiya xenzîran* bike. 16 Hesreta dilê wî ew bû ku ew xwe bi xwarina xenzîran* têr bike. Lê tu kesî tiştek neda wî.

17 Gava hişê wî hat serê wî, wî got: ‘Ew qas paleyên bavê min hene ku bi zêdeyî nanê wan heye, lê ez li vir ji birçan dimirim! 18 Ezê rabim û herim ba bavê xwe û ji wî re bibêjim: “Bavo, min li dijî Xwedê* û li dijî te guneh kiriye. 19 Êdî ez ne hêja me ku ji min re kurê te bê gotin. Min wek yekî ji paleyên xwe qebûl bike.”’ 20 Hingê ew rabû û çû ba bavê xwe. Gava ew hê di rê de bû, bavê wî ew ji dûr ve dît û dilê wî pê şewitî. Ew bi lez çû pêşiya wî û xwe avêt stûyê wî û ew bi nermî maç kir. 21 Hingê kur ji bavê xwe re got: ‘Bavo, min li dijî Xwedê* û li dijî te guneh kiriye. Êdî ez ne hêja me ku ji min re kurê te bê gotin.’ 22 Lê bav ji xulamên xwe re got: ‘Zû herin û kincê herî baş bînin û li wî bikin. Gustîlekê têxin tiliya wî, û solan* bixin lingên wî. 23 Golikê qelew bînin û şerjê bikin, û em bixwin û kêfxweş bin, 24 çimkî kurê min mirî bû û vegeriya jiyanê, ew windabûyî bû û hatiye dîtin.’ Û wan dest bi şahiyê kir.

25 Wê demê kurê wî yê mezin li zeviyê bû. Gava ew vegeriya û nêzîkî malê bû, wî dengê stran û govendê bihîst. 26 Wî gazî xizmetkarekî kir û jê pirsî ka çi çêbûye. 27 Xizmetkar jî got: ‘Birayê te hatiye û bavê te golikê qelew şerjê kir, çimkî birayê te sax û selamet vegeriya.’ 28 Lê ew hêrs ket û nexwest bikeve hundir. Hingê bavê wî derket û jê rica kir ku ew bikeve hundir. 29 Lê wî ji bavê xwe re got: ‘Ew qas sal e ku ez wek xulam xizmeta te dikim, û min tu car emrên te di pişt guhê xwe re neavêtin. Lê te tu car karikek neda min, da ku ez bi hevalên xwe re kêf bikim. 30 Lê gava ev kurê te, yê ku mal û milkê te bi fahîşeyan re xerc kir, hat, te ji bo wî golikê qelew şerjê kir.’ 31 Hingê bav jê re got: ‘Kurê min, tu her tim bi min re bûyî, û her tiştê min, ê te ye. 32 Lê gerek em şa û kêfxweş bibin, çimkî birayê te mirî bû û vegeriya jiyanê, ew windabûyî bû û hatiye dîtin.’”

16 Paşê Îsa ji şagirtên xwe re jî got: “Zilamekî dewlemend hebû. Çavdêrê mala wî hat sûcdarkirin ku ew mal û milkê wî xerc dike. 2 Zilamê dewlemend gazî wî kir û got: ‘Ev çi ye ku ez li ser te dibihîzim? Ka hesabê îşê xwe bide, çimkî tu êdî nikarî çavdêriya malê bikî.’ 3 Hingê çavdêr ji xwe re got: ‘Ez çi bikim? Axayê min îşê çavdêriyê ji min distîne. Ji bo îşê kolanê qeweta min têra min nake, û ez şerm dikim ku parsê bikim. 4 Gava ez ji îşê çavdêriyê bêm derxistin, ez dizanim ezê çi bikim, da ku xelk min qebûlî malên xwe bikin.’ 5 Û wî gazî her kesê ku deyndarê axayê wî bû kir. Wî ji yê pêşîn re got: ‘Tu çi qas deyndarê axayê min î?’ 6 Wî got: ‘100 pîvan* zeyt.’ Çavdêr jê re got: ‘Peymana xwe ya nivîsî hilde, rûne û bi lez li ser 50yî binivîse.’ 7 Paşê wî ji yê din re got: ‘Lê tu çi qas deyndar î?’ Wî got: ‘100 pîvanên mezin* genim.’ Çavdêr jê re got: ‘Peymana xwe ya nivîsî hilde û li ser 80î binivîse.’ 8 Û axa pesnê çavdêrê neheq da, çimkî wî bi aqilmendî hereket kir. Ji ber ku mirovên vê dinyayê, di îşên xwe de bi neslê* xwe re, ji xizmetkarên Xwedê biaqiltir hereket dikin.

9 Û ez ji we re dibêjim: Bi destê dewlemendiya neheq a vê dinyayê ji xwe re hevalan çêkin, ji ber ku gava ew dewlemendî nemîne, ew heval wê we li cihên herheyî qebûl bikin. 10 Yê ku di tiştên biçûk de dilsoz e di tiştên mezin de jî dilsoz e, û yê ku di tiştên biçûk de nedilsoz e di tiştên mezin de jî nedilsoz e. 11 Îcar, eger hûn bi dewlemendiya neheq, a vê dinyayê re nedilsoz bin, kî wê rastiyê emanetî we bike? 12 Û eger hûn bi tiştên kesên din nedilsoz bin, kî wê tiştê ku ji bo we hatiye hazirkirin bide we? 13 Tu xizmetkar nikare ji du axayan re xulamtiyê bike. Çimkî ewê yan ji yekî nefret bike û ji yê din hez bike, yan jî ewê ji yekî re dilsoz bimîne û qedrê yê din negire. Hûn nikarin hem xulamên Xwedê hem jî xulamên dewlemendiyê bin.”

14 Fêrisiyên perehez ev yek bihîstin û dest pê kirin ku henekên xwe bi wî bikin. 15 Hingê wî ji wan re got: “Hûn xwe li ber çavê xelkê wek kesên rast derdixin, lê Xwedê bi dilê we dizane. Tiştê ku di nav mirovan de biqîmet e li ber çavê Xwedê pîs e.

16 Heta dema Yehya*, Qanûn û Nivîsarên Pêxemberan hebûn. Ji wê demê û pê ve, Hukimdariya Xwedê wek mizgînî tê belavkirin, û her cureyê mirov xîret dike ku bikeve wê. 17 Ev yek ku erd û ezman winda bibin, ji vê yekê ku xêzeke herfeke ji Qanûnê neyê cih, hêsantir e.

18 Her kesê ku jina xwe berde û bi jineke din re bizewice, zinayê dike. Û her kesê ku bi jineke ku ji mêrê xwe hatiye berdan re bizewice, zinayê dike.

19 Zilamekî dewlemend hebû, yê ku kincên binefşî û kitanî li xwe dikirin, û roj bi roj bi kêf û şahî di dewlemendiyê de dijiya. 20 Û zilamekî belengaz bi navê Lazar dianîn ber deriyê wî. Bedena wî tijî kunêr bû, 21 û wî dixwest xwe bi tiştên ku ji sifra zilamê dewlemend diketin erdê, têr bike. Û kûçik dihatin û kunêrên wî dialastin. 22 Piştî demekê, zilamê belengaz mir. Melekan ew bir cem Birahîm*.

Zilamê dewlemend jî mir û hat defnkirin*. 23 Gava wî di gorê* de ezab dikişand, wî çavê xwe bilind kir û ji dûr ve Birahîm û li kêleka wî* Lazar dît. 24 Hingê wî gazî kir: ‘Ya bavo Birahîm, rehmê li min bike û Lazar bişîne, da ku ew tiliya xwe bixe nav avê û zimanê min hênik bike, çimkî ez di nav agirê gur de ezabê dikişînim.’ 25 Lê Birahîm got: ‘Kuro, bîne bîra xwe ku di emrê te de li ba te gelek tiştên baş hebûn, lê li ba Lazar tiştên xerab hebûn. Niha li vir dilê wî tê rihetkirin, lê tu ezabê dikişînî. 26 Ji xeynî vê, di navbera me de newaleke mezin hatiye danîn, da ku kesên ku dixwazin ji vir derbasî cem we bin, nikarin, û kesên ku dixwazin ji wê derê derbasî cem me bin, nikarin.’ 27 Hingê yê dewlemend got: ‘Madem ku wisa ye, bavo, ez ji te rica dikim, wî bişîne mala bavê min. 28 Pênc birayên min hene, bila ew wan hişyar bike, da ku ew jî neyên vî cihê ezabê.’ 29 Lê Birahîm got: ‘Mûsa û pêxemberên wan hene, bila ew guh bidin wan.’ 30 Hingê wî got: ‘Na, bavo Birahîm, lê eger yek ji nav miriyan here ba wan, ewê tobe bikin.’ 31 Lê Birahîm got: ‘Madem ku ew guh nadin Mûsa û pêxemberan, yek ji nav miriyan rabe jî, ewê îqna nebin.’”

17 Hingê wî ji şagirtên xwe re got: “Sebebên ku mirov dixin guneh wê her tim hebin. Lê wey li wî, yê ku dibe sebeb! 2 Li şûna ku ew yekî ji van biçûkan ji rê derxe, ji bo wî kesî baştir e ku kevirekî mezin* li stûyê wî bê girêdan û ew bê avêtin nav behrê. 3 Hay ji xwe hebin. Eger birayê te li dijî te guneh bike, gunehê wî ji wî re eşkere bike, û eger ew tobe bike, wî efû bike. 4 Heta eger ew di rojekê de heft caran li dijî te guneh bike û heft caran vegere ba te û bibêje, ‘Ez tobe dikim’, gerek tu wî efû bikî.”

5 Şandiyan ji Efendiyê me re got: “Baweriya me zêde bike.” 6 Hingê Efendiyê me got: “Eger baweriya we wek toximekî xerdelê jî biçûk bibûya, weyê ji vê dara tûyê re bigota, ‘Ji kokê ve rabe û xwe di behrê de biçikîne!’, û wêyê guhdariya we bikira.

7 Eger xulamekî we, yê ku cotkariyê yan şivantiyê dike, hebe, û ew ji nav zeviyê vegere malê, ma kî ji we wê jê re bibêje, ‘Bi lez were û li ser sifrê rûne’? 8 Ma ewê jê re nebêje ‘Ji bo min şîvê hazir bike, pêşmalê li pişta xwe girêde û xizmeta min bike heta ku ez dixwim û vedixwim, û paşê tu dikarî bixwî û vexwî’? 9 Ma ewê spasdariya xulam bike ji ber ku wî tiştên ku ji wî re hatin emirkirin, anîn cih? 10 Hûn jî, gava hûn hemû tiştên ku ji we re hatine emirkirin, bînin cih, bibêjin: ‘Em xulamên bêkêr in. Me wezîfeya xwe pêk anî.’”

11 Gava Îsa diçû Orşelîmê, ew di nav Sameriya û Celîleyê re derbas dibû. 12 Gava ew diket gundekî, deh kesên ku bi nexweşiya cuzamê* ketibûn, rastî wî hatin, lê ew dûrî wî sekinîn. 13 Û wan bi dengekî bilind got: “Ya Îsa, Mamoste, rehmê li me bike!” 14 Gava wî ew dîtin, wî ji wan re got: “Herin û xwe nîşanî kahînan bidin.” Wexta ku ew hê di rê de bûn, ew qenc* bûn. 15 Yek ji wan, gava wî dît ku ew qenc bûye, vegeriya û bi dengekî bilind pesnê Xwedê da. 16 Wî xwe avêt ber lingên Îsa û spasiya wî kir. Ew yekî Samerî bû. 17 Hingê Îsa got: “Ma ne her deh kes qenc bûn? Ka neh kesên din li ku derê ne? 18 Ji xeynî vî zilamê ji miletekî din, ma tu kes venegeriya, da ku pesnê Xwedê bide?” 19 Piştre wî jê re got: “Rabe û here. Baweriya te tu qenc kirî.”

20 Gava Fêrisiyan ji Îsa pirsî ka Hukimdariya Xwedê wê kengê bê, wî ji wan re got: “Hukimdariya Xwedê wê ne bi awayekî eşkere bê, 21 û ne jî mirov wê bibêjin, ‘Li vir binêrin!’ yan ‘Li wê derê binêrin!’. Çimkî Hukimdariya Xwedê di nav we de ye.”

22 Paşê wî ji şagirtên xwe re got: “Roj wê bên ku hûnê bixwazin yek ji rojên Kurê Mirov bibînin, lê hûnê wê rojê nebînin. 23 Û mirov wê ji we re bibêjin, ‘Li wê derê binêrin!’ yan ‘Li vir binêrin!’. Dernekevin û li pey wan neçin. 24 Çimkî çawa ku birûsk ji aliyekî ezmên ve heta aliyê din ronahiyê dide, Kurê Mirov jî wê di roja xwe de wisa be. 25 Lê pêşî, gerek ew gelek êşê bikişîne û ji aliyê vî neslî* ve bê redkirin. 26 Di rojên Nûh de çawa bû, di rojên Kurê Mirov de jî wê wisa bin: 27 Mirovan dixwar, vedixwar, dizewicîn û mêr dikirin heta roja ku Nûh ket gemiyê, û tofan rabû û hemû helak kirin. 28 Di rojên Lût de jî wisa bû: Mirovan dixwar, vedixwar, dikirîn, difrotin, diçandin û ava dikirin. 29 Lê roja ku Lût ji Sodomê derket, ji ezmên agir û kewkurd barî û hemû helak kirin. 30 Li roja ku Kurê Mirov wê eşkere bibe jî, wê wisa be.

31 Di wê rojê de, yê ku li ser banî be, lê tiştên wî di malê de bin, bila neyê xwarê, da ku wan hilde. Û wisa jî, yê ku li derve li nav zeviyê be, gerek venegere. 32 Jina Lût bînin bîra xwe. 33 Yê ku dixwaze jiyana* xwe xelas bike, ewê wê winda bike. Lê yê ku jiyana* xwe winda dike, ewê wê xelas bike. 34 Ez ji we re dibêjim, wê şevê du kes wê di nav nivînekê de bin, yek wê bê birin, lê yê din wê bê hiştin. 35 Du jin wê bi hev re genim bihêrin, yek wê bê birin, lê ya din wê bê hiştin.” 36 ——* 37 Şagirtan ji wî pirsî: “Li ku derê, ya Efendiyê me?” Wî ji wan re got: “Laş* li ku derê be, qertel* jî wê li wê derê kom bibin.”

18 Paşê Îsa ji wan re mîsalek li ser vê got ku çi qas muhîm e ku ew her tim dua bikin û newestin. 2 Wî got: “Di bajarekî de hakimek hebû, yê ku ne ji Xwedê ditirsiya û ne jî qedrê mirovan digirt. 3 Di eynî bajarî de jinebiyek jî hebû, ya ku bi dewamî diçû ba hakim û ji wî re digot: ‘Heqê min ji neyarê min bistîne.’ 4 Ji bo demekê wî nedixwest, lê paşê wî ji xwe re got: ‘Ez ne ji Xwedê ditirsim, û ne jî qedrê mirovan digirim, 5 lê ji ber ku ev jinebî dev jê bernade ku min aciz bike, ezê heqê wê bidim wê, da ku ew her gav neyê û bi daxwaza xwe serê min neêşîne.’” 6 Paşê Efendiyê me got: “Gelo we bala xwe da ku hakimê neheq çi got? 7 Gelo Xwedê wê heqê hilbijartiyên xwe, yên ku bi şev û roj hawara xwe digihînin wî, nede wan, û di eynî demê de bi wan re bisebir e? 8 Ez ji we re dibêjim, ewê zû heqê wan bide wan. Gava Kurê Mirov were, gelo ewê baweriyeke* wisa li ser rûyê erdê bibîne?”

9 Wekî din, Îsa ev mîsal ji hin kesên ku baweriya xwe bi rastdariya xwe dianî û kesên din bêqîmet didîtin, got: 10 “Du zilam hilkişiyan îbadetgehê, da ku dua bikin. Yek ji wan Fêrisî bû û yê din bacgir bû. 11 Yê Fêrisî sekinî bû û di dilê xwe de wisa dua kir: ‘Ya Xwedê, ez şikir ji te re dikim ku ez ne wek kesên din – rêbir, neheq, zinakar – im, û ne jî wek vî bacgirî me. 12 Ez di hefteyê de du caran rojiyê digirim û dehyeka* her tiştê ku ez distînim, didim.’ 13 Lê bacgir, ê ku li cihekî dûr disekinî, nedixwest çavên xwe ber bi ezmên ve rake jî, lê wî li singê xwe dixist û digot: ‘Ya Xwedê, ez gunehkar im, rehmê li min bike.’ 14 Ez ji we re dibêjim, gava ev zilam vegeriya malê, ew di çavê Xwedê de ji yê Fêrisî rastdartir derket. Çimkî her kesê ku xwe bilind dike, wê bê nizmkirin. Lê kesê ku xwe nizm dike, wê bê bilindkirin.”

15 Mirovan zarokên biçûk dianîn ba Îsa, da ku ew destên xwe deyne ser wan. Lê gava şagirtan ev yek dît, wan nehişt ku ew vêya bikin. 16 Lê Îsa gazî zarokên biçûk kir û got: “Bihêlin, bila zarok werin ba min. Rê li ber wan negirin, çimkî Hukimdariya Xwedê aîdî kesên wek wan e. 17 Bi rastî, kesê ku Hukimdariya Xwedê mîna zarokekî qebûl neke, ewê tu caran nekeve wê.”

18 Serokekî ji wî pirsî: “Mamosteyê qenc, gerek ez çi bikim, da ku ez jiyana herheyî bi dest bixim?” 19 Îsa ji wî re got: “Tu çima ji min re dibêjî Mamosteyê qenc? Ji xeynî Xwedê tu kes ne qenc e. 20 Tu emiran dizanî: ‘Zinayê neke, nekuje, nedize, şahidiya derewîn neke, qedrê dê û bavê xwe bigire.’” 21 Hingê wî got: “Ji zaroktiya xwe ve ez xwe li van hemû emran digirim.” 22 Gava Îsa ev yek bihîst, wî jê re got, “Tiştek ji te kêm e: Her tiştê xwe bifiroşe û pereyan li feqîran belav bike. Hingê li ezmanan xezîneya te wê hebe. Û li pey min were.” 23 Gava wî ev yek bihîst, ew pir xemgîn bû, çimkî ew gelek zengîn bû.

24 Îsa li wî nêrî û got: “Ji bo kesên zengîn wê çi qas zehmet be ku bikevin Hukimdariya Xwedê! 25 Bi rastî, ev yek ku deveyek di qula derziyekê re derbas bibe, hêsantir e ji vê yekê ku mirovekî zengîn bikeve Hukimdariya Xwedê.” 26 Kesên ku ev yek bihîst, got: “Îcar kî dikare xelas bibe?” 27 Wî got: “Tiştên ku ji bo mirovan nemumkin in ji bo Xwedê mumkin in.” 28 Lê Petrûs got: “Ka binêre, di destê me de çi hebû, me hişt û em li pey te hatin.” 29 Wî ji wan re got: “Bi rastî, her kesê ku ji bo xatirê Hukimdariya Xwedê mal, yan jin, yan bira, yan dê û bav, yan zarok hiştibe, 30 ewê niha di vê demê de gelek qat zêdetir bistîne, û di dinyaya nû de jiyana herheyî bistîne.”

31 Paşê wî Diwanzdeh* dan aliyekî û ji wan re got: “Ka binêrin, em niha hildikişin Orşelîmê, û her tiştê ku bi destê pêxemberan li ser Kurê Mirov hatibû nivîsîn, wê bê cih. 32 Ewê bê dayîn destê mirovên miletên din, ewê qerfên xwe bi wî bikin, wî rezîl bikin û tif li wî bikin. 33 Û piştî ku ew wî bidin ber qamçiyan, ewê wî bikujin. Lê di roja sisêyan de ewê bê rakirin.” 34 Ji ber ku ev gotin ji wan veşartî bûn, wan maneya tiştên ku hatin gotin fehm nekirin.

35 Gava Îsa nêzîkî Erîhayê bû, zilamekî kor li kêleka rê rûniştî bû û pars dikir. 36 Ji ber ku wî bihîst ku gelek mirov derbas dibin, wî dipirsî ka çi diqewime. 37 Ji wî re gotin: “Îsayê Nasirayî derbas dibe!” 38 Hingê wî bi dengekî bilind gazî kir: “Îsa, Kurê Dawid, rehmê li min bike!” 39 Mirovên ku di pêşiyê de diçûn aciz bûn û ji wî re gotin ku bila ew hiş be. Lê wî bi dengekî hê jî bilindtir gazî kir: “Kurê Dawid, rehmê li min bike!” 40 Hingê Îsa sekinî û got ku bila wî zilamî bînin ba wî. Gava zilamê kor nêzîkî wî bû, Îsa jê pirsî: 41 “Tu çi dixwazî ku ez ji bo te bikim?” Wî got: “Efendiyê min, xwezî ku çavên min dîsa bibînin.” 42 Îsa ji wî re got: “Bila çavên te dîsa bibînin. Baweriya te tu qenc kirî.” 43 Di cih de çavên wî vebûn, ew li pey Îsa çû û pesnê Xwedê da. Û hemû kesên ku ev yek dît jî pesnê Xwedê da.

19 Paşê Îsa ket Erîhayê û di bajêr re derbas dibû. 2 Li wê derê zilamekî bi navê Zaxayos hebû. Ew serokekî bacgiran bû û yekî zengîn bû. 3 Wî dixwest Îsa bibîne, lê ji ber ku mirov pir bûn wî nikaribû, çimkî bejna wî kin bû. 4 Loma ew bezî pêş û hilkişiya ser dareke hêjîrê, da ku Îsa bibîne, çimkî ew ber bi wê derê re diçû. 5 Gava Îsa hat wê derê, wî li jor nêrî û ji wî re got: “Zaxayos, zû were xwarê, çimkî gerek ez îro li mala te bibim mêvan.” 6 Hingê ew zû hat xwarê û bi kêfxweşî Îsa kir mêvanê mala xwe. 7 Hemû kesên ku ev yek dît, kir pitepit û got: “Ew bû mêvanê zilamekî gunehkar.” 8 Lê Zaxayos rabû û ji wî re got: “Efendiyê min, ezê nîvê mal û milkê xwe bidim feqîran û tiştê ku min bi zordarî* ji kesekî standibe, ezê çar qat lê vegerînim.” 9 Hingê Îsa got: “Îro bereketa Xwedê ketiye mala vî zilamî, çimkî ew jî kurekî Birahîm e. 10 Kurê Mirov ji bo vê yekê hatiye ku li yên windabûyî bigere û wan xelas bike.”

11 Îsa ji bo kesên ku guh didan wî, dîsa mîsalek got. Çimkî ew nêzîkî Orşelîmê bû, û ew difikirîn ku Hukimdariya Xwedê wê hema niha xuya bibe. 12 Wî got: “Zilamekî ji malbata padîşah çû welatekî dûr, da ku padîşahiyê bistîne û vegere. 13 Wî gazî deh xulamên xwe kir, gelek pere* dan wan û ji wan re got: ‘Heta ku ez bêm, bi van pereyan ticaretê bikin.’ 14 Lê xelkê welatê wî ji wî nefret dikir û qasid li pey wî şandin ku bibêjin: ‘Em naxwazin ku ev zilam bibe padîşahê me.’

15 Gava wî zilamî padîşahî stand û vegeriya, wî gazî xulamên ku wî pere* dabûn wan, kir, da ku bizane ku wan çi bi dest xistiye. 16 Yê pêşî hat û got: ‘Efendiyê min, pereyên* te deh car zêde bûn.’ 17 Wî jê re got: ‘Aferim, ey xulamê baş! Çimkî tu di tiştekî gelek biçûk de dilsoz bûyî, ezê te bikim serokê deh bajaran.’ 18 Paşê yê diduyan hat û got: ‘Efendiyê min, pereyên* te pênc car zêde bûn.’ 19 Wî ji wî re jî got: ‘Ezê te bikim serokê pênc bajaran.’ 20 Lê yekî din hat û got: ‘Efendiyê min, va ye pereyê* te, min ew di nav destmalekê de veşartibû. 21 Ez ji te ditirsiyam, çimkî tu mirovekî sert û hişk î. Tiştê ku te nedaniye tu hildidî, û tiştê ku te neçandiye tu didirûyî.’ 22 Wî jê re got: ‘Ey xulamê xerab, ez te bi gotinên te hukim dikim. Madem ku te dizanibû ku ez mirovekî sert û hişk im, tiştê ku min nedaniye hildidim, û tiştê ku min neçandiye didirûm, 23 îcar te çima pereyê min neda bankayê? Wexta ku ez vegerim, minê zêdetir bistanda.’

24 Hingê wî ji yên ku li ba wî sekinî bûn re got: ‘Pere* ji wî bistînin û bidin kesê ku pereyên wî deh car zêdetir bû*.’ 25 Lê wan ji wî re got: ‘Efendiyê me, êdî gelek pereyên* wî hene!’ 26 Wî jî got: ‘Ez ji we re dibêjim, li ba kê heye, ewê zêdetir bistîne, lê li ba kê tune ye, tiştê ku li ba wî heye jî wê ji wî bê standin. 27 Lê belê, wan dijminên min, ên ku nedixwest ku ez bibim padîşah, bînin vir û wan li ber çavê min bikujin.’”

28 Piştî ku Îsa ev yek got, ew ber bi Orşelîmê ve çû. 29 Û gava ew nêzîkî Beytface û Beytanyayê, yên ku li ser Çiyayê Zeytûnê ne, bû wî du şagirtên xwe şandin 30 û got: “Herin gundê ku hûn ji vir dibînin. Piştî ku hûn bikevin hundirê gund, hûnê dehşikeke girêdayî bibînin, a ku hê tu kes lê siwar nebûye. Wê dehşikê vekin û bînin vir. 31 Lê eger kesek ji we bipirse ‘Hûn çima dehşikê vedikin?’ wisa bibêjin: ‘Ew ji Efendiyê me re lazim e.’” 32 Yên ku hatibûn şandin çûn, û wan her tişt wek ku wî ji wan re gotibû, dîtin. 33 Lê gava wan dehşik vedikir, xwediyên dehşikê ji wan re gotin: “Hûn çima dehşikê vedikin?” 34 Wan got: “Ew ji Efendiyê me re lazim e.” 35 Wan dehşik anî ba Îsa, kincên xwe danîn ser pişta dehşik û Îsa lê siwar kirin.

36 Gava ew li ser dehşikê derbas dibû, mirovan kincên xwe radixistin ser kolanê. 37 Gava ew nêzîkî rêya ku ji Çiyayê Zeytûnê dadiket jêr bû, hemû şagirtên wî dilxweş bûn û ji ber hemû mucîzeyên ku wan dîtibûn bi dengekî bilind pesnê Xwedê da 38 û got: “Hukimdarê ku bi navê Yehowa tê bikerem e! Aştî li ezmên û rûmet li Yê Jorîn!” 39 Hin ji Fêrisiyan, ên ku di nav xelkê de bûn, gotin: “Mamoste, ji şagirtên xwe re bibêje ku bila ew bêdeng bin.” 40 Lê Îsa ji wan re got: “Ez ji we re dibêjim, eger ew bêdeng bimînin, kevir wê bikin qîrîn.”

41 Gava ew nêzîkî bajêr bû û lê nêrî, ew li ser wî giriya 42 û got: “Xwezî te îro fehm bikira ku çi dibe ber bi aştiyê ve … lê niha ev tişt li ber çavê te hatiye veşartin. 43 Çimkî roj wê bi ser te de bên ku dijminên te wê li dora te çeperan çêkin, derdora te bigirin û ji her aliyê ve tengasiyê bidin te. 44 Ewê te û zarokên ku di nav te de ne li erdê bixin, û kevir wê li ser kevir nemîne, çimkî Xwedê hatiye ku te mehkûm bike, lê te ev yek fehm nekir.”

45 Paşê Îsa ket îbadetgehê û dest pê kir ku kesên ku îşê firotinê dikir bavêje derve 46 û ji wan re got: “Wisa hatiye nivîsîn, ‘Ji mala min re wê mala duayê bê gotin,’ lê we ew kiriye şikefta dizan.”

47 Wî her roj bi dewamî di îbadetgehê de hîn dikir. Lê serokên kahînan, qanûnzan û rêberên xelkê li rêyekê digeriyan ku wî bidin kuştin. 48 Lê wan tu rêyek nedît ku vêya bikin, çimkî temamiya xelkê dev jê bernedida ku guh bidin wî.

20 Rojekê, gava Îsa di îbadetgehê de mirov hîn dikirin û mizgînî belav dikir, serokên kahînan û qanûnzan bi rîspiyan re hatin 2 û ji wî re gotin: “Ji me re bibêje, tu van tiştan bi çi heqî dikî? Yan kê îzin daye te?” 3 Wî cewab da wan: “Pirseke min jî heye. Ka cewaba min bidin: 4 Wexta ku Yehya* mirov vaftîz dikirin*, gelo wî ev heq ji Xwedê* yan ji mirovan stand?” 5 Hingê ew di nav xwe de şêwirîn, û wan got: “Eger em bibêjin ‘Ji Xwedê*’, ewê bipirse ‘Îcar we çima ji wî bawer nedikir?’ 6 Lê eger em bibêjin, ‘Ji mirovan’, temamiya xelkê wê me bide ber keviran, çimkî ew bawer dikin ku Yehya* pêxember bû.” 7 Loma wan cewab da ku ew nizanin ku wî ev heq ji ku derê standiye. 8 Îsa jî ji wan re got: “Îcar ez jî ji we re nabêjim ku ez van tiştan bi çi heqî dikim.”

9 Îsa dest pê kir ku vê mîsalê ji xelkê re bibêje: “Zilamekî rezek çand, bi kirê da rezvanan û ji bo demeke dirêj çû cihekî dûr. 10 Wexta ku demsala rez hat, wî xulamek şand ba rezvanan, da ku para wî ya rez bidin wî. Lê rezvanan li wî xist û ew destvala şand. 11 Wî xulamekî din jî şand. Wan li wî jî xist, ew bêhurmet kir û destvala şand. 12 Wî xulamê sisêyan jî şand, wan ew jî birîndar kir û avêt derve. 13 Hingê xwediyê rez got: ‘Gelo ez çi bikim? Ezê kurê xwe yê ezîz bişînim, ewê qedrê wî bigirin.’ 14 Gava rezvanan ew dît, ew şêwirîn û ji hevdû re got: ‘Ew mîrasgir e. Werin em wî bikujin, da ku mîrasa wî ji me re bimîne.’ 15 Hingê wan ew avêt derveyî rez û ew kuşt. Îcar xwediyê rez wê çi li wan bike? 16 Ewê were û van rezvanan bikuje û rez bide kesên din.”

Gava wan ev yek bihîst, wan got: “Xwedê neke!” 17 Lê Îsa li wan nêrî û got: “Îcar ev yek ku hatiye nivîsîn tê çi maneyê: ‘Kevirê ku avakaran red kir, bûye kevirê sereke*’? 18 Her kesê ku bikeve ser wî kevirî, ewê zerareke mezin bibîne. Û kevir bikeve ser kê jî, ewê wî bipelçiqîne.”

19 Qanûnzan û serokên kahînan dixwest di cih de wî bigirin, çimkî wan fehm kir ku wî bi vê mîsalê behsa wan dikir. Lê ew ji xelkê ditirsiyan. 20 Çavê wan li ser Îsa bû, û piştî vê wan bi dizîka pere dan zilaman û şandin ba wî. Wan dixwest ku ev zilam xwe wek kesên durist nîşan bidin û Îsa bi gotinên wî bixin dafikê, da ku wî teslîmî hukûmetê û walî bikin. 21 Wan zilaman ji wî pirsî: “Mamoste, em dizanin ku tu rast dibêjî û rast hîn dikî û tu bêteref î. Û tu li gor rastiyê hîn dikî ku gerek em çawa li ser rêya Xwedê bimeşin. 22 Ma dibe ku bac ji Qeyser* re bê dayîn yan na?” 23 Lê Îsa bi hîleya wan hesiya û ji wan re got: 24 “Ka dînarekê nîşanî min bidin. Sûret û nivîsa kê li ser e?” Wan got: “Ya Qeyser* e.” 25 Wî ji wan re got: “Îcar tiştên Qeyser* bidin Qeyser, lê tiştên Xwedê bidin Xwedê.” 26 Wan nikaribû Îsa bi gotinên wî li ber xelkê bixin dafikê, lê ew bi cewaba wî ecêbmayî man û bêdeng man.

27 Hin ji Sadûqiyan, ên ku bi rabûna miriyan bawer nakin, hatin ba Îsa û ji wî pirsîn: 28 “Mamoste, Mûsa ji me re nivîsand, ‘Eger zilamek bimire û jina xwe bê zarok bihêle, gerek birayê wî bi jinbiraya xwe re bizewice û bi vî awayî zuriyeta birayê xwe dewam bike.’ 29 Îcar heft bira hebûn. Birayê pêşîn zewicî, lê ew bê zarok mir. 30 Paşê birayê diduyan 31 û paşê birayê sisêyan jî bi wê re zewicîn. Wisa her heft bira bi wê re zewicîn û bê zarok mirin. 32 Dawiya dawî, jin jî mir. 33 Di dema rabûna miriyan de, jin wê bibe jina kê? Çimkî her heft bi wê re zewicî bûn.”

34 Îsa ji wan re got: “Zarokên vê dinyayê dizewicin, 35 lê yên ku ji bo dinyaya nû û rabûna miriyan hêja hatine dîtin, ew nazewicin. 36 Ew êdî nikarin bimirin, çimkî ew wek melekan in û ew zarokên Xwedê ne, ji ber ku ew zarokên rabûna miriyan in. 37 Lê ev yek ku mirî tên rakirin, Mûsa jî bi serpêhatiya deviyê nîşan dabû, gava wî Yehowa, ‘Xwedayê Birahîm û Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb’ bi nav kir. 38 Ew ne Xwedayê miriyan, lê Xwedayê saxan e, çimkî ew hemû ji bo wî sax in.” 39 Hingê hin ji qanûnzanan got: “Mamoste, te baş got.” 40 Çimkî êdî wan nediwêrî tiştekî jî ji wî bipirsin.

41 Lê wî ji wan pirsî: “Gelo çima dibêjin ku Mesîh kurê Dawid e? 42 Çimkî Dawid di kitêba Zebûran de bi xwe dibêje: ‘Yehowa ji Efendiyê min re got: “Li milê minî rastê rûne 43 heta ku ez dijminên te bixim bin lingên te.”’ 44 Madem ku Dawid ji wî re dibêje ‘Efendiyê min’, îcar ew çawa dibe kurê wî?”

45 Gava temamiya xelkê guh dida Îsa, wî ji şagirtên xwe re got: 46 “Xwe ji qanûnzanan dûr bigirin, ên ku hez dikin ku bi xeftanên dirêj bigerin û hez dikin ku mirov li sûkan silavê li wan bikin û di sînagogan* de li cihên pêşîn û di wexta şîvê de li cihên herî baş rûnin. 47 Ew mal û milkê jinebiyan ji wan distînin û duayên xwe dirêj dikin, da ku xwe bidin ber çavê xelkê. Hukmê wan wê hê girantir be.”

21 Gava Îsa li derdora xwe dinêrî, wî dît ku kesên dewlemend bexşên xwe diavêtin qutiyên pereyan. 2 Hingê wî bala xwe da jinebiyeke belengaz, a ku 2 qurişên* ku qîmeta wan pir kêm bû avêtin, 3 û wî got: “Bi rastî, vê jinebiya belengaz ji wan hemû kesan zêdetir avêt. 4 Çimkî wan hemûyan ji zêdehiya milkê xwe bexş avêt, lê wê ji belengaziya xwe her tiştê ku ji bo jiyanê li ba wê hebû, avêt.”

5 Paşê gava hin kesan behsa îbadetgehê dikir ku ew çawa bi kevirên bedew û tiştên pêşkêşkirî hatiye xemilandin, 6 wî got: “Ev tiştên ku hûn niha dibînin, roj wê bên ku kevir wê li ser kevir nemîne. Her tişt wê wêran bibe.” 7 Hingê wan ji wî pirsî: “Mamoste, gelo ev tişt wê kengê çêbin? Çi wê bibe nîşana ku ev tişt wê biqewimin?” 8 Wî got: “Hay ji xwe hebin ku hûn neyên xapandin, çimkî gelek kes wê bi navê min werin û bibêjin, ‘Ez im Mesîh’, û ‘Wext nêzîk bûye’. Li pey wan neçin. 9 Û gava hûn di heqê şer û serhildanan de bibihîzin, netirsin. Çimkî gerek pêşî ev tişt çêbin, lê belê dawî hema nayê.”

10 Paşê wî ji wan re got: “Milet wê li hember milet rabe, û hukimdarî wê li hember hukimdariyê rabe. 11 Erdhejên mezin wê çêbin, û li gelek cihan xela û nexweşiyên giran* wê hebin. Tiştên xof û tirs wê çêbin û ji ezmên nîşanên mezin wê bên dîtin.

12 Lê berî ku ev hemû tişt çêbin, mirov wê li dijî we rabin û zilmê li we bikin, ewê we teslîmî sînagogan* bikin û we bavêjin hebsê. Ji ber navê min, ewê we bidin destê padîşah û waliyan. 13 Bi vî awayî hûnê bikarin şahidiyê bidin. 14 Loma di dilê xwe de qerarê bidin ku hûn ji berê ve nefikirin ku hûnê ji bo parastina xwe çi bibêjin, 15 çimkî ezê hîkmetê bidim we û alî we bikim ku hûn bizanin ku gerek hûn çi bibêjin, û dijminên we wê nikaribin cewaba we bidin. 16 Ji xeynî vê, heta dê û bav, bira, meriv û heval wê we bidin dest û hin ji we bikujin. 17 Û ji ber navê min hemû mirov wê ji we nefret bikin. 18 Lê porek jî wê ji serê we winda nebe. 19 Bi sebra* xwe hûnê canê xwe xelas bikin.

20 Gava hûn bibînin ku derdora Orşelîmê bi eskeran hatiye girtin, hingê bizanin ku wêrankirina wê nêzîk bûye. 21 Hingê yên ku li Cihûstanê ne, bila birevin çiyayan, û yên ku di bajêr de ne, bila jê derkevin, û yên ku li gundan bin, bila nekevin hundirê bajêr. 22 Çimkî ew roj wê bibin rojên edaletê*, da ku hemû tiştên ku hatine nivîsîn bên cih. 23 Wey li jinên bihemle û li yên ku di van rojan de zarokê xwe dimêjînin! Çimkî gelek tengasî wê bên serê vî welatî, û xezeb wê bê ser vî miletî. 24 Hin ji wan wê bi şûr bên kuştin, û yên din wê bi êsîrî bên şandin nav hemû miletan. Heta ku wexta ku ji miletan* re hatiye dayîn temam bibe, milet* wê Orşelîmê bi lingên xwe bipelçiqînin.

25 Wekî din, li ser roj, heyv û stêran nîşan wê çêbin, û li ser rûyê erdê milet wê ji ber guregura pêlên behrê pir bitirsin û çareyekê nebînin. 26 Ji ber tirsê û ji ber hêviya tiştên ku wê bên serê dinyayê, serê mirovan wê gêj bibe, çimkî qudretên ezmanan wê bên hejandin. 27 Hingê ewê Kurê Mirov, ê ku di nav ewrekî de bi qudret û rûmeta mezin tê, bibînin. 28 Lê gava pêkhatina van tişt dest pê bike, rabin û serê xwe bilind bikin, çimkî xelasiya we nêzîk e.”

29 Paşê wî mîsalek ji wan re got: “Bala xwe bidin dara hêjîrê û hemû darên din. 30 Gava ew dibişkifin, hûn bi xwe dibînin û fehm dikin ku havîn êdî nêzîk e. 31 Bi eynî awayî, gava hûn dibînin ku ev tişt çêdibin, bizanin ku Hukimdariya Xwedê nêzîk e. 32 Bi rastî, hemû tişt wê bên cih berî ku ev nesil* derbas bibe. 33 Erd û ezman tune bibin jî, peyvên min wê her û her bimînin.

34 Lê hay ji xwe hebin, da ku dilê we bi xwarin û vexwarina zêde û bi xemên vê dinyayê giran nebe û ev roj ji nişka ve mîna dafikekê neyê serê we. 35 Çimkî ewê bê serê hemû kesên ku li ser rûyê erdê dijîn. 36 Loma hişyar bimînin û her tim dua bikin, da ku hûn bikarin ji hemû tiştên ku wê çêbin, birevin, û li ber Kurê Mirov bisekinin.”

37 Îsa bi roj di îbadetgehê de hîn dikir, lê ew bi şev diçû ser Çiyayê Zeytûnê û li wê derê radiket. 38 Û temamiya xelkê sibehê zû dihat îbadetgehê, da ku guh bidin wî.

22 Cejna Nanê Bêhevîrtirş*, a ku wek Cejna Derbasbûnê jî dihat binavkirin, nêzîk dibû. 2 Serokên kahînan û qanûnzan li rêyeke baş digeriyan ku Îsa bidin kuştin, çimkî ew ji xelkê ditirsiyan. 3 Hingê Şeytan li ser dilê Cihûda tesîr kir, ê ku yek ji Diwanzdehan* bû û jê re Îsxeryot dihat gotin. 4 Cihûda çû û bi serokên kahînan û fermandarên îbadetgehê re xeber da ku ewê Îsa çawa bide destê wan. 5 Ew bi vê yekê şa bûn û bi wî re li hev hatin ku pereyên zîvî bidin wî. 6 Wî ev yek qebûl kir, û ji wê demê ve li fersendekê digeriya ku wî bide destê wan bêyî ku xelk li derdora wan be.

7 Roja pêşîn a Cejna Nanê Bêhevîrtirş* hat, dema ku qurbana Cejna Derbasbûnê gerek bê pêşkêşkirin. 8 Îcar Îsa Petrûs û Yûhena şandin û ji wan re got: “Herin û xwarina Cejna Derbasbûnê hazir bikin, da ku em bixwin.” 9 Wan ji wî re got: “Tu dixwazî ku em li ku derê hazir bikin?” 10 Wî ji wan re got: “Gava hûn bikevin bajêr, zilamekî ku cerekî avê hildigire wê rastî we bê. Li pey wî herin mala ku ewê bikeve wê. 11 Û ji xwediyê malê re bibêjin: ‘Mamoste dipirse: “Odeya mêvanan li ku derê ye, da ku ez tê de bi şagirtên xwe re xwarina Cejna Derbasbûnê bixwim?”’ 12 Ew zilam wê li qata jorîn odeyeke mezin û lihevdayî nîşanî we bide. Li wê derê xwarinê hazir bikin.” 13 Ew jî çûn û wan her tiştê ku wî ji wan re gotibû, eynî wisa dît. Û wan hemû tişt ji bo Cejna Derbasbûnê hazir kirin.

14 Gava wexta xwarinê hat, Îsa bi şandiyên xwe re li ser sifrê rûnişt. 15 Û wî ji wan re got: “Hesreta min ev bû ku ez bi we re xwarina Cejna Derbasbûnê bixwim berî ku ez cefayê bikişînim. 16 Ez ji we re dibêjim, ezê dîsa jê nexwim heta ku ev di Hukimdariya Xwedê de bê cih.” 17 Wî tasek hilda, ji Xwedê re şikir kir û got: “Vê bigirin, û di nav xwe de yek bi yek derbas bikin, 18 çimkî ez ji we re dibêjim, ji niha û pê ve, êdî ezê ji vê şerabê venexwim heta ku Hukimdariya Xwedê bê.”

19 Paşê wî nan hilda, ji Xwedê re şikir kir, nan şikand, da wan û got: “Ev bedena min temsîl dike, ya ku ji bo we wê bê dayîn. Vê yekê ji bo bîranîna min bikin.” 20 Wisa jî piştî xwarinê wî tas da wan û got: “Ev tas peymana nû ya li ser esasê xwîna min temsîl dike, ya ku ji bo we wê bê rijandin.

21 Lê va ye, yê ku min dide dest bi min re li ser sifrê ye. 22 Erê, her tiştê ku li ser Kurê Mirov hatiye nivîsîn wê bê cih. Lê wey li wî kesê ku wî dide dest!” 23 Hingê wan di nav xwe de pirsî ka kî ji wan wê tiştekî wisa bike.

24 Wekî din, di nav wan de minaqeşeyeke mezin çêbû ka kî ji wan ê herî mezin e. 25 Lê wî ji wan re got: “Padîşahên miletan xwe di ser mirovan re digirin* û ji kesên ku li ser wan hukim dikin re, xêrxwaz tê gotin. 26 Lê belê gerek hûn ne wisa bin. Bila yê mezin di nav we de bibe wek ê biçûk, û yê ku rêbêriyê dike bibe wek xizmetkarekî. 27 Ma kî mezintir e? Yê ku li ser sifrê rûniştî ye, yan yê ku xizmetê dike? Ma ne yê ku li ser sifrê rûniştî ye? Lê ez di nav we de wek xizmetkarekî me.

28 Lê belê, yên ku di tengasiyên min de bi min re mane, hûn in. 29 Û ez bi we re peymanekê girêdidim, çawa ku Bavê min bi min re peymaneke ji bo hukimdariyekê girêda, 30 da ku hûn di Hukimdariya min de li ser sifra min bixwin û vexwin, û li ser textan rûnin û bibin hakimên 12 eşîrên Îsraîlê.

31 Şîmûn, Şîmûn, Şeytan xwest ku we wek genim li bêjingê bixe. 32 Lê min ji bo te dua kir ku baweriya te sist nebe, û gava ku tu vegerî, birayên xwe xurt bike.” 33 Hingê wî got: “Efendiyê min, ez hazir im ku bi te re bikevim hebsê û bi te re bimirim jî.” 34 Lê Îsa got: “Petrûs, ez ji te re dibêjim, îro dîk wê bang nede heta ku tu sê caran înkar bikî ku tu min nas dikî.”

35 Paşê wî ji wan re got: “Gava min hûn bêyî kîsik, bêyî tûrikên xwarinê û bêyî sol* şandin, ma tiştek ji we kêm bû?” Wan got: “Na!” 36 Hingê wî ji wan re got: “Lê niha, yê ku kîsikê wî heye bila bi xwe re bibe, wisa jî tûrikên xwarinê. Û yê ku şûrê wî tune ye, bila kincê xwe bifiroşe û şûrekî bikire. 37 Çimkî ez ji we re dibêjim, tiştê ku hatiye nivîsîn gerek li ser min bê cih: ‘Ew bi kesên bêqanûn re hat hesabkirin.’ Ev yek li ser min tê cih.” 38 Hingê wan got: “Efendiyê me, li vir du şûr hene.” Wî jî got: “Ev bes e.”

39 Ew ji wê derê derket û wek her gav çû ser Çiyayê Zeytûnê, û şagirt jî li pey wî çûn. 40 Gava ew gihîştin wê derê, wî ji wan re got: “Bi dewamî dua bikin, da ku hûn nekevin ceribandinê.” 41 Ew hinekî* ji wan dûr ket, çû ser çokan û dest pê kir ku dua bike: 42 “Ya Bavo, eger tu bixwazî, vê kasê ji min dûr bixe. Lê bila ne daxwaza min, lê daxwaza te bê cih.” 43 Hingê melekek ji ezmên jê re xuya bû û ew xurt kir. 44 Lê wî ew qas êş dikişand ku wî hê jî zêdetir dua kir. Û xwêdana wî wek dilopên xwînê diket erdê. 45 Piştî duayê, ew çû ba şagirtan û dît ku ew ji xeman westiyayî di xew re çûne. 46 Wî ji wan re got: “Hûn çima razane? Rabin û bi dewamî dua bikin, da ku hûn nekevin ceribandinê.”

47 Gava ew hê dipeyivî, gelek mirov hatin wê derê, û Cihûdayê ku yek ji Diwanzdehan bû li pêşiya wan bû. Ew nêzîkî Îsa bû ku wî maç bike. 48 Lê Îsa ji wî re got: “Cihûda, tu Kurê Mirov bi maçekê didî dest?” 49 Gava kesên li derdora wî fehm kir ku çi wê biqewime, wan got: “Efendiyê me, em bi şûr lêxin?” 50 Heta yek ji wan bi şûr guhê rastê yê xulamê kahînê mezin jêkir. 51 Lê Îsa got: “Bes e.” Wî destê xwe da guhê xulam, û ew qenc kir. 52 Paşê Îsa ji serokên kahînan, fermandarên îbadetgehê û rîspiyên ku hatibûn ku wî bigirin re, got: “Ma ez yekî sûcdar im ku hûn bi şûr û daran hatin? 53 Gava ez her roj di nav we de di îbadetgehê de bûm, we destê xwe dirêj nekir ku min bigirin. Lê niha saeta we ye û wexta ku tarî hukim dike ye.”

54 Hingê wan Îsa girt û bir mala kahînê mezin, lê Petrûs ji dûr ve li pey wan diçû. 55 Gava wan di nava hewşê de agir vêxist û li dorê rûniştin, Petrûs jî bi wan re rûnişt. 56 Lê keçikeke xizmetkar ew li ber êgir rûniştî dît, bi dîqat li wî nêrî û got: “Ev zilam jî bi wî re bû.” 57 Lê wî ev yek înkar kir û got: “Ez wî nas nakim.” 58 Hinek bi şûn de, kesekî din ew dît û got: “Tu jî yek ji wan î.” Lê Petrûs got: “Na, ez ne yek ji wan im.” 59 Weke saetek bi şûn de, zilamekî din bi piştrastî got: “Bi rastî ev zilam jî bi wî re bû. Çimkî ew ji Celîleyê ye.” 60 Lê Petrûs got: “Ez nizanim ku tu behsa çi dikî.” Gava ew hê dipeyivî, dîkekî bang da. 61 Efendiyê me zivirî û li Petrûs nêrî, û Petrûs gotinên Efendiyê me anîn bîra xwe, gava wî gotibû: “Îro berî ku dîk bang bide, tuyê min sê caran înkar bikî.” 62 Û ew derket derve û bi dilekî şewitî giriya.

63 Zilamên ku nobedariya Îsa dikirin qerfên xwe bi wî kirin, li wî xistin, 64 û piştî ku wan ser û çavê wî girêda, wan digot: “Eger tu pêxember î, ka bibêje kê li te xist.” 65 Û wan li dijî wî pir kufir kir.

66 Gava bû roj, koma rîspiyên xelkê, yanî serokên kahînan û qanûnzan, li hev top bûn û wan Îsa anî Mehkemeya Bilind a Cihûyan û got: 67 “Eger tu Mesîh î, ji me re bibêje.” Lê wî ji wan re got: “Eger ez ji we re bibêjim jî, hûnê qet bawer nekin. 68 Û eger ez ji we bipirsim jî, hûnê cewab nedin. 69 Lê belê ji niha û pê ve Kurê Mirov wê li aliyê rastê yê Xwedayê Biqudret rûne.” 70 Hingê wan hemûyan got: “Yanî tu Kurê Xwedê yî?” Wî ji wan re got: “Hûn bi xwe dibêjin ku ez ew im.” 71 Wan got: “Ma hewceya me bi gotinên şahidên din heye? Çimkî me ev yek bi xwe ji devê wî bihîstiye.”

23 Hemû kes rabûn û Îsa birin ba Pîlatos. 2 Wan ew sûcdar kir û got: “Me dît ku ev zilam miletê me li dijî hukûmetê radike, nahêle ku bac ji Qeyser* re bê dayîn û dibêje ku ew Mesîh e, padîşahek e.” 3 Îcar Pîlatos ji wî pirsî: “Gelo Padîşahê Cihûyan tu yî?” Wî cewab da: “Tu bi xwe dibêjî.” 4 Hingê Pîlatos ji serokên kahînan û xelkê re got: “Ez tu sûcê vî zilamî nabînim.” 5 Lê ew li ser ya xwe man û gotin: “Wî xelkê temamiya Cihûstanê, ji Celîleyê heta vir, bi hînkirinên xwe rakiriye ser lingan.” 6 Gava Pîlatos ev yek bihîst, wî pirsî ka ev mirov ji Celîleyê ye. 7 Gava ew pê hesiya ku ew ji herêma ku di bin destê Hêrodês de ye, wî ew şand ba Hêrodês, ê ku wê demê li Orşelîmê bû.

8 Gava Hêrodês Îsa dît, ew pir şa bû. Çimkî wî ji demeke dirêj ve dixwest Îsa bibîne, ji ber ku wî gelek tişt li ser wî bihîstibûn û hêvî dikir ku ew çend mucîzeyan çêke. 9 Wî gelek pirs pirsîn, lê Îsa tu cewab neda wî. 10 Lê serokên kahînan û qanûnzan radibûn ser pêyan û bi hêrs ew sûcdar dikir. 11 Hingê Hêrodês û eskerên wî Îsa nizm kirin, qerfên xwe bi wî kir, kincên biqîmet li wî kirin û vegerandin ba Pîlatos. 12 Di wê rojê de, Pîlatos û Hêrodês, ên ku berê dijminên hev bûn, bûn hevalên hev.

13 Paşê Pîlatos gazî serokên kahînan, serokan û xelkê kir 14 û ji wan re got: “We ev zilam aniye ba min û gotiye ku ew xelkê li dijî hukûmetê radike. Min jî ew li ber we daye ber pirsan, lê min tu sûcê ku hûn dixin stûyê wî nedîtiye. 15 Hêrodês jî tiştek nedît, çimkî wî ew vegerand ba me, yanî vî zilamî tu tiştê ku hêjayî mirinê ye, nekiriye. 16 Loma ezê wî bidim ber qamçiyan û berdim.” 17 ——* 18 Lê hemûyan kir qîrîn û got: “Wî bikuje û Barabas berde!” 19 (Ew zilam ji ber serhildaneke di bajêr de û ji ber mêrkujiyê hatibû avêtin hebsê.) 20 Pîlatos dîsa bi wan re xeber da, çimkî wî dixwest Îsa berde. 21 Hingê wan kir qîrîn: “Wî li darê îşkenceyê bixe*!” 22 Cara sisêyan wî ji wan re got: “Çima? Vî zilamî çi xerabî kiriye? Min tu tiştê hêjayî kuştina wî nedîtiye. Loma ezê wî bidim ber qamçiyan û berdim.” 23 Lê dîsa ew li ser ya xwe man û bi dengekî bilind gotin ku gerek ew bê îdamkirin*, û dengê wan bi ser ket. 24 Û Pîlatos qerar da ku daxwaza wan bê cih. 25 Wî zilamê ku ji ber serhildanê û ji ber mêrkujiyê hatibû avêtin hebsê, ji bo wan berda û li gor daxwaza wan Îsa da îdamkirin.

26 Gava wan ew dibir, wan kesekî bi navê Şîmûnê Kirênî, yê ku ji nav zeviyan hatibû û li wê derê derbas dibû, girt û darê îşkenceyê danî ser pişta wî, da ku ew wî darî li pey Îsa bibe. 27 Gelek mirov li pey wî çûn, û di nav wan de jin jî hebûn, ên ku li singên xwe dixist û li ser wî digiriyan. 28 Îsa li jinan zivirî û got: “Keçên Orşelîmê, li ser min negirîn. Li ser xwe û zarokên xwe bigirîn. 29 Çimkî roj wê bên ku mirov wê bibêjin: ‘Çi qas dilxweş in jinên bêzaro, zikên ku zarok neanîne, û memikên ku şîr nedane!’ 30 Hingê ewê ji çiyayan re bibêjin: ‘Bikevin ser me!’, û ji giran re bibêjin: ‘Me veşêrin!’ 31 Eger ew van tiştan bikin, gava dar hê ter e, çi wê çêbe gava dar hişk bibe?”

32 Du zilamên din jî, yên ku sûcdar bûn, dibirin ku bi wî re îdam bikin. 33 Û gava ew gihîştin cihê bi navê “Qoqê Serî”, wan Îsa li kêleka wan du sûcdaran li ser darê îşkenceyê bizmar kir*. Yek li aliyê çepê û yê din jî li aliyê rastê bû. 34 Lê Îsa got: “Bavo, wan efû bike, çimkî ew nizanin ku ew çi dikin.” Paşê eskeran pişk avêtin, da ku kincên wî di nav xwe de parve bikin. 35 Xelk li wê derê sekinî bû û temaşe dikir. Lê serokan qerfên xwe bi wî dikirin û digotin: “Wî kesên din xelas kirin, eger ew Mesîhê Xwedê, yê Hilbijartî ye, bila ew xwe xelas bike.” 36 Eskeran jî qerfên xwe bi wî dikirin. Ew diçûn ba wî û şeraba tirş pêşkêşî wî dikirin 37 û digotin: “Eger tu Padîşahê Cihûyan î, xwe xelas bike.” 38 Li ser serê wî nivîsek jî hebû: “Ev Padîşahê Cihûyan e.”

39 Yekî ji wan sûcdaran çêrî wî dikir* û digot: “Ma tu ne Mesîh î? Xwe xelas bike û me jî xelas bike!” 40 Lê yê din li wî hilat û got: “Ma tu ji Xwedê natirsî? Te bi xwe jî eynî hukim standiye! 41 Me li gor kirinên xwe yên xerab heqê xwe standiye, lê vî zilamî tu tiştê xerab nekiriye.” 42 Hingê wî got: “Ya Îsa, gava ku tu bikevî Hukimdariya xwe, min bîne bîra xwe.” 43 Îsa ji wî re got: “Ez îro ji te re soz didim: Tuyê bi min re di cenetê de bî.”

44 Wê demê, hê li dora saet şeş* bû, lê tariyek ket ser rûyê erdê û heta saet neh* dewam kir, 45 çimkî rojê ronahî nedida. Hingê perdeya cihê pîroz di nîvî re çiriya. 46 Û Îsa bi dengekî bilind got: “Bavo, ez ruhê xwe didim destê te.” Piştî ku wî ev yek got, ew mir*. 47 Gava fermandar dît ku çi çêbû, wî dest pê kir ku pesnê Xwedê bide û got: “Bi rastî ev zilam mirovekî rast bû.” 48 Û hemû mirovên ku ji bo temaşekirinê li wê derê top bûbûn, dîtin ku çi çêbûye, û ew vedigeriyan malê û li singê xwe dixistin. 49 Hemû nasên Îsa ji dûr ve sekinî bûn. Jinên ku bi wî re ji Celîleyê hatibûn jî li wê derê bûn û ev tişt dîtin.

50 Li wê derê zilamekî bi navê Ûsiv hebû. Ew endamekî Mehkemeya Bilind a Cihûyan bû, û mirovekî qenc û rast bû. 51 (Vî zilamî piştgiriya plan û kirinên wan ên li ser Îsa nedikir.) Ew ji Arîmetyaê, bajarekî Cihûyan bû û li benda Hukimdariya Xwedê bû. 52 Ev zilam çû ba Pîlatos û cesedê Îsa jê xwest. 53 Wî cesed anî xwarê, di nav kitanekî xas de pêçand, û cesed li mezelekî ku li zinar hatibû kolan, danî. Hê kesek li wê derê nehatibû danîn. 54 Ew roj, roja Hazirkirinê* bû, û roja Sebtê* dest pê dikir. 55 Lê jinên ku bi Îsa re ji Celîleyê hatibûn jî diçûn mezel û dîtin ku cesed çawa hat danîn. 56 Paşê ew vegeriyan ku giyayên bêhndar û rûnên bêhnxweş hazir bikin. Lê belê, wan di roja Sebtê de li gor qanûnê îstirihet kir.

24 Lê di roja pêşîn a hefteyê de, ew serê sibehê zû hatin ser mezel û giyayên bêhndar ku wan hazirkiribûn anîn. 2 Lê belê, wan dît ku kevirê li ber mezel ji cihê xwe gêrkirî bû, 3 û gava ew ketin hundir, wan cesedê Efendiyê me Îsa nedît. 4 Gava ew hê li ser vê yekê şaş diman, ji nişka ve du zilam bi kincên ku şewq dida li ber wan sekinîn. 5 Jin tirsiyan û serê xwe kirin ber xwe. Zilaman ji wan re got: “Hûn çima di nav miriyan de li yê sax digerin? 6 Ew ne li vir e, ew ji mirinê hatiye rakirin. Bînin bîra xwe ku wî ji we re çi gotibû, gava ew hê li Celîleyê bû, 7 ku gerek Kurê Mirov bê dayîn destê gunehkaran, li ser darê îşkenceyê bê îdamkirin, û di roja sisêyan de ji mirinê bê rakirin.” 8 Hingê wan gotinên wî anîn bîra xwe, 9 û ew ji mezel vegeriyan, çûn û her tişt ji Yanzdehan* û yên din re gotin. 10 Ew Meryema Mejdelanî, Yohana û Meryema diya Aqûb bûn. Û jinên din jî, ên ku bi wan re bûn, ev hemû tişt ji şandiyan re gotin. 11 Lê belê, gotinên wan ji bo şandiyan bêmantiq xuya kirin, û wan ji jinan bawer nekir.

12 Lê Petrûs rabû û bi lez çû ser mezel. Gava wî serê xwe xwar kir û li hundir nêrî, wî bi tenê kitan dît. Hingê ew ji wê derê çû û meraq kir ka çi qewimîbû.

13 Di eynî rojê de, du şagirt diçûn gundekî bi navê Emaus, ê ku weke 11 kîlometre ji Orşelîmê dûr bû, 14 û wan li ser hemû tiştên ku çêbûn xeber dida.

15 Gava wan li ser van tiştan sohbet dikir, Îsa nêzîkî wan bû û bi wan re meşiya, 16 lê wan ew nas nekir. 17 Wî ji wan re got: “Hûn di rê de li ser çi minaqeşe dikin?” Hingê ew bi xemgînî sekinîn. 18 Yek ji wan bi navê Klêopas ji wî re got: “Ma tu xerîb î û bi tena serê xwe li Orşelîmê dijî ku tu nizanî ku di van rojan de li wê derê çi çêbûye?” 19 Wî ji wan pirsî: “Çi çêbûye?” Wan ji wî re got: “Tiştên ku hatin serê Îsayê Nasirayî, yê ku li ber Xwedê û hemû mirovan bi gotin û kirinên xwe pêxemberekî biqudret bû, 20 û çawa ku serokên kahînan û serokên me ew da dest, da ku ew cezayê mirinê bistîne, û paşê wan ew li ser darê îşkenceyê bizmar kir*. 21 Lê me hêvî dikir ku yê ku wê Îsraîlê xelas bike, ew e. Bi ser de, îro roja sisêyan e ku ev hemû tişt çêbûne. 22 Wekî din, hin jinên di nav me de em şaş kirin. Ew sibehê zû çûn mezel, 23 û gava wan cesedê wî nedît, ew hatin û gotin ku melek li wan xuya bûn, ên ku got ku ew sax e. 24 Paşê hin kes ji nav me çûn ser mezel, û çawa ku jinan gotibû wisa bû, lê wan ew nedît.”

25 Hingê wî ji wan re got: “Ey hûn bêhişno! Hûn çi qas bi derengî baweriya xwe bi hemû gotinên pêxemberan tînin. 26 Ma ne lazim bû ku Mesîh vê cefayê bikişîne û bigihîje rûmeta xwe?” 27 Û wî ji Mûsa û hemû pêxemberan dest pê kir ku ji wan re tiştên ku li ser wî di hemû Nivîsarên Pîroz de hatibûn nivîsîn, şirove bike.

28 Dawiya dawî, ew nêzîkî gundê ku ew diçûnê bûn, û wî wisa kir qey ew rêya xwe dewam dike. 29 Lê wan zor da wî û got: “Li cem me bimîne, çimkî êdî berê êvarê ye û roj diçe ava.” Ew jî bi wan re çû û li cem wan ma. 30 Gava ew bi wan re li ser sifrê bû, wî nan hilda, dua kir*, şikand û da wan. 31 Hingê wan fehm kir, û wan ew nas kir, lê ew ji ber çavên wan winda bû. 32 Û wan ji hev re got: “Gava wî di rê de bi me re xeber dida û Nivîsarên Pîroz bi zelalî şirove dikir, ma agir neket dilê me?” 33 Û di eynî saetê de ew rabûn û vegeriyan Orşelîmê. Wan Yanzdeh û yên din ku bi wan re li hev top bûbûn, dîtin 34 ên ku digot: “Efendiyê me bi rastî jî ji mirinê hatiye rakirin, û ew ji Şîmûn re xuya bûye!” 35 Îcar wan behsa tiştên ku di rê de çêbûn kir, û ku wan çawa ew nas kir, gava wî nan şikand.

36 Gava wan hê li ser van tiştan xeber dida, Îsa di nav wan de xuya bû û got: “Silav* li we.” 37 Lê ji ber ku ew tirsiyan û ziravê wan qetiya, ew fikirîn ku ew ruhekî dibînin. 38 Hingê wî ji wan re got: “Hûn çima şaş mane û çima şik dikevin dilê we? 39 Ka li dest û lingên min binêrin, ez im. Destên xwe bidin min û bibînin; çimkî eger ez ruhek bûma, weyê nikaribûya destê xwe bidaya goşt û hestiyên min.” 40 Gava wî ev yek digot, wî dest û lingên xwe nîşanî wan dan. 41 Lê wan ji şabûnê û ji ecêbmayîbûnê hê bawer nedikir, loma wî ji wan re got: “Ka tiştekî ji bo xwarinê li ba we heye?” 42 Wan jî parçeyek masiyê sorkirî da wî, 43 û wî ew hilda û li ber çavê wan xwar.

44 Paşê wî ji wan re got: “Gava ez hê li ba we bûm, min ji we re got ku hemû tiştên ku di Qanûna Mûsa, Nivîsarên Pêxemberan û Zebûran de li ser min hatine nivîsîn, gerek bên cih.” 45 Hingê wî alî wan kir* ku ew maneya Nivîsarên Pîroz bi temamî fehm bikin, 46 û wî ji wan re got: “Wisa hatiye nivîsîn: Mesîh wê cefayê bikişîne û di roja sisêyan de ji mirinê bê rakirin, 47 û ji Orşelîmê bigire heta hemû miletên din, li ser esasê navê wî, xebera tobekirina ji bo efûkirina gunehan wê bê belavkirin. 48 Hûnê bibin şahidên van tiştan. 49 Û tiştê ku Bavê min soz daye, ezê ji we re bişînim. Lê hûn, di bajêr de bimînin heta ku hûn ji jor qewetê bistînin.”

50 Paşê wî ew derxistin û birin Beytanyayê, û li wê derê wî destên xwe bilind kirin û ji bo wan xêra Xwedê xwest. 51 Gava wî hê xêra Xwedê dixwest, ew ji wan hat standin û Xwedê ew hilkişand nav ezmên. 52 Ew li ber wî çûn ser çokan û bi dilxweşiyeke mezin vegeriyan Orşelîmê. 53 Û ew bi dewamî di îbadetgehê de bûn û pesnê Xwedê didan.

Yan “Yûhena”.

Yan “dîtiniyek”.

Yan “Nisret”.

Yan “Yûhena”.

Yan “Yûhena”.

Bi herfî “strûhê xelasiyê”.

Bi herfî “di ruh de”.

Yan “Sezar”.

Yan “Nisret”.

Bi herfî “ordiyeke mezin a ezmanî”.

Yan “Nisret”.

Yan “Nisret”.

Yan “bi ya wan dikir”.

Yan “Sezar”.

Yanî Hêrodês Antîpas.

Bi herfî “tetrarx”.

Yan “Yûhena”.

Yan “Yûhena”.

Yan “imadbûn”, “binavbûn”.

Yan “Yûhena”.

Yan “imad bike”, “bin av bike”.

Bi herfî “mêweyên hêjayî tobekirinê bînin meydanê”.

Yan “Yûhena”.

Yan “Yûhena”.

Bi herfî “sandal”.

Tê maneya ku hin kes wê bi ruhê pîroz bên hilbijartin û hin kes wê bi êgir bên helakkirin.

Yan “cihê ku genim ji kayê tê veqetandin”.

Yan “Yûhena”.

Yanî qeweta Xwedê.

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.

Yan “Nisret”.

Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.

Nexweşiyeke çerm.

Bi herfî “paqijkirin”.

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.

Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.

Bi herfî “ruhên nepak”.

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.

Yan “belem”.

Nexweşiyeke çerm.

Bi herfî “paqij”.

Bi herfî “paqij”.

Bi herfî “da ku ji wan re bibe şahidî”.

Yan “şel û şeht”.

Nivîneke ji bo hilgirtina kesên nexweş.

Yan “li ser sifrê rûniştîbûn”.

Yan “Yûhena”.

Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.

Yan “nanê pêşkêşkirinê”.

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.

Bi herfî “bi destekî hişkbûyî”.

Yan “jiyan”.

Bi herfî “ruhên nepak”.

Yanî deyn bê selef yan bê faîz.

Yan “rexne nekin”, “mehkûm nekin”.

Bi herfî “bi temamî”.

Yan “şeqle”.

Bi herfî “Dev ji tijebûna dil dipeyive”.

Yan “kesekî ku di ser 100 eskerî re ye”.

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.

Yan “Yûhena”.

Yan “Yûhena”.

Yan “Yûhena”.

Yan “Imadkar”, “Binavkar”.

Bi herfî “ruhên xerab”.

Yan “Yûhena”.

Nexweşiyeke çerm.

Bi herfî “tên paqijkirin”.

Yan “ji ber min naterpilin”.

Yan “Yûhena”.

Yan “Yûhena”.

Yan “Yehya”.

Yan “imadkirin”, “binavkirin”.

Yan “Yûhena”.

Yan “imadkirin”, “binavkirin”.

Yan “tê îsbatkirin”.

Yan “li ser sifrê rûniştiye”.

Yan “mezin”.

Yanî 12 şandî.

Yan “belem”.

Yan “belem”.

Bi herfî “ruhê xerab”.

Yan belkî “Cin ji bo wexteke dirêj ew zeft kiribû”.

Di demên berê de, di Hukimdariya Romayê de lejyonek komeke eskeran bû ku di nav wê de bi qasî 4.000 heta 6.000 esker hebûn. Di Nivîsarên Pîroz de ji bo hejmareke mezin jî peyva lejyon tê bikaranîn.

Yan “beraz”.

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.

Yan “ruhê wê (qeweta jiyanê) vegeriya”.

Yanî 12 şandî.

Bi herfî “zîv”.

Bi herfî “tetrarx”.

Yanî Hêrodês Antîpas.

Yan “Yûhena”.

Yan “Yûhena”.

Yan “xêr û bereket xwest”.

Yan “Yûhena”.

Yan “Imadkar”, “Binavkar”.

Yan “can”.

Yan “can”.

Yan “can”.

Bi herfî “mirinê tehm nekin”.

Bi herfî “ruh”.

Yan “nifş”.

Bi herfî “ruhê nepak”.

Yan “veşêrim”, “bin ax bikim”.

Yan “veşêrin”, “bin ax bikin”.

Bi herfî “sandal”.

Yan “ji bo silavkirinê hembêz nekin”.

Tê maneya Roja Hukim.

Yan “Hades”. Cihekî mecazî ku mirî li wê derê ne.

Bi herfî “ruh”.

Yan “aqil”.

Yanî jiyana herheyî.

Yan “rêbir”.

Yan “rêbir”.

Yan “Yûhena”.

Yan “pîroz bê dîtin”, “bi qedir bê pîrozkirin”.

Bi herfî “her kesê ku deyndarê me ye”.

Bi herfî “me nede ceribandinê”.

Belzebûb ji Şeytan re tê gotin.

Bi herfî “kurên we”.

Bi herfî “gihîştiye we”.

Bi herfî “ruhê nepak”.

Yan “nifş”.

Yan “Qralîçe”.

Yan “şamdank”.

Yan “çavê te li ser tiştekî be”. Bi herfî “sade be”.

Yan “şewqê”.

Bi herfî “xerab”.

Li vir behsa şûştina destên qirêjî nayê kirin, lê behsa şûştina li gor adetên Cihûyan tê kirin.

Para 10an, yan ji 100î 10, a ku wek bac ji bo îbadetê dihat dayîn.

Bi Yûnanî “peganon”. Ev nebat wek derman yan jî ji bo tehma xwarinê tê bikaranîn.

Yan “sebzeyên din”.

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.

Yan “mezelên neîşaretkirî ne”.

Bi herfî “hîkmeta Xwedê”.

Yan “ev nesil wê hesab bide”.

Yan “îbadetgeh”.

Li Meta 5:22 binêre.

Yan belkî “ber sînagogan”.

Yan “can”.

Bi herfî “miletên vê dinyayê”.

Bi herfî “Bila pişta we girêdayî be”.

Bi herfî “pişta xwe girêde”.

Bi herfî “di nobedariya diduyan a şevê de”. Yanî li dora saet neh heta nîvê şevê.

Bi herfî “di nobedariya sisêyan a şevê de”. Yanî ji nîvê şevê heta li dora saet sisê.

Yan “imadek”, “binavbûnek”.

Yan “imad bibim”, “bin av bibim”.

Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.

Bi herfî “ruh”.

Yanî 10 kîlogram ar.

Yan belkî “vala bimîne”.

Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.

Yanî nexweşiyeke ku gelek av di bedenê de top dibe, û ji ber vê yekê beden diwerime.

Yan “nefret neke”.

Yan “can”.

Draxma pereyê zîvî bû ku Yûnanan bi kar dianî.

Yan “beraz”.

Yan “xernûfên ku xenzîran dixwarin”.

Bi herfî “li dijî ezmên”.

Bi herfî “li dijî ezmên”.

Bi herfî “sandal”.

Yan “100 bat”. 1 bat dike 22 lître.

Yan “100 kor”. 1 kor dike 220 lître.

Yan “nifş”.

Yan “Yûhena”.

Bi herfî “ber singê Birahîm”.

Yan “veşartin”, “bin ax kirin”.

Yan “Hades”. Cihekî mecazî ku mirî li wê derê ne.

Bi herfî “ber singê wî”.

Kevirekî ku li ser pişta kerê dihat girêdan, ê ku ji bo hêrandina genim dihat bikaranîn.

Nexweşiyeke çerm.

Bi herfî “paqij”.

Yan “nifş”.

Yan “can”.

Yan “can”.

Ayeta 36an di hin destnivîsên herî kevn ên Yûnanî de nayê dîtin. Lê dîsa jî, ev ayet di hin destnivîsên Kitêba Pîroz de derbas dibe.

Yan “kelaş”.

Yan “eylo”.

Yan “vê baweriyê”.

Para 10an, yan ji 100î 10, a ku wek bac ji bo îbadetê dihat dayîn.

Yanî 12 şandî.

Yan “bi neheqî”.

Bi herfî “10 mina”. Minayeke Yûnanî 340 gram bû û qîmeta wê dikir 100 draxma.

Bi herfî “zîv”.

Bi herfî “mina”.

Bi herfî “mina”.

Bi herfî “mina”.

Bi herfî “mina”.

Bi herfî “bidin wî, yê ku 10 minayên wî hene”.

Bi herfî “10 mina”.

Yan “Yûhena”.

Yan “imad dikirin”, “bin av dikirin”.

Bi herfî “ji ezmên”.

Bi herfî “ji ezmên”.

Yan “Yûhena”.

Bi herfî “serê goşe”. Wisa tê fehmkirin ku vî kevirî du dîwar li qunceya jorîn bi hev ve digirtin, loma ew wek kevirê herî muhîm dihat dîtin.

Yan “Sezar”.

Yan “Sezar”.

Yan “Sezar”.

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.

Bi herfî “2 lepta”.

Yanî nexweşiyên ku zû belav dibin.

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.

Yan “tehemul”.

Yan “heyfhilanîn”.

Yan “pûtperest”.

Yan “pûtperestan”.

Yan “nifş”.

Yan “Nanê Şkeva”.

Yanî 12 şandî.

Yan “Nanê Şkeva”.

Yan “xwe ji mirovan mezintir dikin”.

Bi herfî “sandal”.

Bi herfî “bi qasî dûriya avêtina kevirekî”.

Yan “Sezar”.

Ayeta 17an di hin destnivîsên herî kevn ên Yûnanî de nayê dîtin. Lê dîsa jî, ev ayet di hin destnivîsên Kitêba Pîroz de derbas dibe.

Yan “li ser darê îşkenceyê îdam bike”.

Yan “li ser darê îşkenceyê bê îdamkirin”.

Yan “mix kir”.

Yan “peyvên pîs digotin”.

Nîvro, li dora saet diwanzdeh. Wê demê saet ji şebeqê ve dihat hejmartin.

Piştî nîvro, li dora saet sisê. Wê demê saet ji şebeqê ve dihat hejmartin.

Yan “hilma xwe ya dawîn da”.

Wê rojê, Cihûyan xwe ji bo roja Sebtê hazir dikir.

Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.

Yanî 11 şandî.

Yan “mix kir”.

Yan “xêr û bereket xwest”.

Bi herfî “aştî”, “selamet”.

Bi herfî “hişê wan vekir”.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne