KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • nwt Yûhena 1:1-21:25
  • Yûhena

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Yûhena
  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
Yûhena

LI GOR YÛHENA

1 Di destpêkê de Peyv* hebû. Peyv li cem Xwedê bû û Peyv wek Xwedê bû*. 2 Ew ji destpêkê ve li cem Xwedê bû. 3 Her tişt bi navgîniya wî çêbû, û tu tişt bêyî wî çênebû.

4 Bi navgîniya wî jiyan çêbû, û jiyan ji bo mirovan ronahî bû. 5 Ronahî di tariyê de şewq dide, lê tariyê ew bin dest nekiriye.

6 Zilamek hat, ê ku ji aliyê Xwedê ve hatibû şandin. Navê wî Yehya* bû. 7 Ev zilam wek şahid hat. Ew hat ku şahidiya ronahiyê bike, da ku hemû cureyên mirovan bi navgîniya wî bawer bikin. 8 Ew ne ev ronahî bû, lê lazim bû ku ew şahidiya vê ronahiyê bike.

9 Ronahiya rastîn, a ku ronahiyê dide hemû cureyên mirovan, gerek di nêz de bihata dinyayê. 10 Ew li dinyayê bû û dinya bi navgîniya wî çêbû, lê belê dinyayê ew nas nekir. 11 Ew hat ba xelkê xwe, lê xelkê wî ew qebûl nekir. 12 Lê belê, hemûyên ku ew qebûl kir, wî heq da wan ku ew bibin zarokên Xwedê, çimkî wan baweriya xwe bi wî* anî. 13 Bûyîna wan ne ji xwîn yan bedenê, ne jî ji xwestina mirov, lê ji Xwedê çêbû.

14 Peyv bû mirov û di nav me de dijiya. Me rûmeta wî dît – rûmeta ku kurekî yekta* ji bavê xwe standiye – û wî tim rastî digot, û Xwedê ji wî razî bû*. 15 (Yehya* di heqê wî de şahidî dikir û bi dengekî bilind digot: “Li ser vî kesî min gotibû: ‘Yê ku piştî min tê, niha ji min mezintir e, çimkî ew berî min hebû.’”) 16 Ji ber ku ew bi qenciya mezin ve tije ye, me hemûyan têr û tije qenciya mezin ji wî standiye. 17 Çimkî Xwedê bi destê Mûsa Qanûn da me, lê wî bi destê Îsa Mesîh qenciya mezin û rastî da me. 18 Tu car tu mirovî Xwedê nedîtiye. Lê yê yekta ku xwedayek e û li aliyê Bav e*, wî ew ji me re daye zanîn.

19 Gava Cihûyan kahîn û Lêwî ji Orşelîmê şandin ba Yehya*, da ku ji wî bipirsin: “Tu kî yî?”, 20 ew ji pirsa wan nereviya, lê bi eşkereyî got: “Ez ne Mesîh im.” 21 Wan jê pirsî: “Îcar tu kî yî? Ma tu Êlyas î?” Wî got: “Na, ez ne ew im.” Wan pirsî: “Ma tu ew Pêxember î?” Wî got: “Na!” 22 Hingê wan ji wî pirsî: “Tu kî yî? Ji me re bibêje, da ku em cewaba yên ku em şandine bidin. Tu li ser xwe çi dibêjî?” 23 Wî got: “Ez ew im, ê ku li çolê bi dengekî bilind dibêje: ‘Rêya Yehowa rast bikin’ wek ku Îşaya pêxember gotiye.” 24 Ev mirov ji aliyê Fêrisiyan ve hatibûn şandin. 25 Wan ji wî pirsî: “Eger tu ne Mesîh î, ne Êlyas î û ne jî ew Pêxember î, îcar tu çima vaftîz dikî*?” 26 Yehya* cewaba wan da: “Ez di avê de vaftîz dikim*. Lê di nav we de kesek heye, hûn wî nas nakin, 27 ew piştî min tê, û ez ne hêja me ku benikên solên* wî vekim.” 28 Ev tişt li aliyê din ê Çemê Urdunê, li Beytanyayê, li cihê ku Yehya* vaftîz dikir* çêbûn.

29 Roja din, wî dît ku Îsa nêzîkî wî dibe, û wî got: “Va ye, Berxê Xwedê yê ku gunehên dinyayê radike! 30 Ew e, yê ku min li ser wî gotibû: ‘Piştî min zilamek tê, yê ku niha ji min mezintir e, çimkî ew berî min hebû.’ 31 Min jî ew nas nedikir, lê ez hatim ku di avê de vaftîz bikim*, da ku ew ji Îsraîlê re bê eşkerekirin.” 32 Wekî din, Yehya* şahidî kir: “Min dît ku ruhê Xwedê wek kevokek ji ezmên daket ser wî û li ser wî ma. 33 Min jî ew nas nedikir, lê yê ku ez şandim ku di avê de vaftîz bikim*, ji min re got: ‘Gava tu bibînî ku ruh dadikeve ser kesekî û li ser wî dimîne, tuyê bizanî ku yê ku bi ruhê pîroz vaftîz dike*, ew e.’ 34 Min ev yek dît, û min şahidî kir ku Kurê Xwedê ew e.”

35 Roja din, Yehya* dîsa li wê derê sekinî bû û du şagirtên wî jî bi wî re bûn, 36 û gava wî dît ku Îsa derbas dibe, wî got: “Va ye, Berxê Xwedê!” 37 Van du şagirtan ev gotin bihîstin û li pey Îsa çûn. 38 Îsa zivirî, dît ku ew li pey wî tên û ji wan re got: “Hûn çi dixwazin?” Wan ji wî re got: “Rebî, tu li ku derê dimînî?” (peyva “Rebî” tê maneya “Mamoste”). 39 Wî ji wan re got: “Werin, û hûnê bibînin.” Li dora saeta dehan bû*. Ew jî bi wî re çûn û wan dît ku ew li ku derê dimîne. Wê rojê ew li ba wî man. 40 Yek ji wan her duyan, ên ku gotinên Yehya* bihîstin û li pey Îsa çûbûn, Andreas birayê Şîmûn Petrûs bû. 41 Wî pêşî birayê xwe Şîmûn dît û ji wî re got: “Me Mesîh dîtiye” (ev nav tê maneya “Yê Hilbijartî”), 42 û wî ew bir ba Îsa. Îsa li wî nêrî û got: “Tu kurê Yûhena, Şîmûn î. Ji te re Kîfas wê bê gotin” (wergera vî navî “Petrûs” e).

43 Roja din, Îsa dixwest here Celîleyê. Wî Filîpos dît û ji wî re got: “Li pey min were.” 44 Filîpos ji Beytsaydayê, bajarê Andreas û Petrûs bû. 45 Filîpos Natanaêl dît û ji wî re got: “Me yê ku di Qanûna Mûsa de û di Nivîsarên Pêxemberan de li ser wî nivîsîbû, Îsayê Nasirayî kurê Ûsiv dît.” 46 Lê Natanaêl got: “Ma tiştekî qenc dikare ji Nasirayê* derkeve?” Filîpos jî got: “Were û bi çavê xwe bibîne.” 47 Îsa dît ku Natanaêl ber bi wî ve tê û li ser wî got: “Va ye, Îsraîliyekî rast ku hîle li ba wî tune ye.” 48 Natanaêl ji wî pirsî: “Tu ji ku derê min nas dikî?” Îsa jê re got: “Berî ku Filîpos gazî te kir, min tu di bin dara hêjîrê de dîtî.” 49 Natanaêl got: “Mamoste*, tu Kurê Xwedê yî, tu Padîşahê Îsraîlê yî.” 50 Îsa ji wî re got: “Ma ji ber ku min ji te re got ku min tu di bin dara hêjîrê de dîtî, tu bawer dikî? Tuyê tiştên hê mezintir bibînî.” 51 Wekî din, Îsa got: “Bi rastî, hûnê ezmanê vekirî û melekên Xwedê ku tên xwarê ba Kurê Mirov û diçin jor, bibînin.”

2 Piştî du rojan, li Kanaya Celîleyê dawetek hebû, û diya Îsa li wê derê bû. 2 Ji bo vê dawetê, Îsa û şagirtên wî jî hatibûn gazîkirin.

3 Gava şerab êdî xelas dibû, diya Îsa jê re got: “Şeraba wan nemaye.” 4 Lê Îsa ji wê re got: “Îcar tu çi ji min dixwazî?* Saeta min hê nehatiye.” 5 Diya wî ji xizmetkaran re got: “Ew ji we re çi bibêje, bikin.” 6 Li wê derê, 6 kûpên kevirîn ji bo avê hebûn, ên ku li gor adeta Cihûyan ji bo paqijkirinê dihatin bikaranîn. Di her kûpekê de weke 2 yan 3 pîvan* av bi cih dibû. 7 Îsa ji wan re got: “Van kûpan bi avê tije bikin.” Û wan ew heta ber dev tije kirin. 8 Paşê wî ji wan re got: “Niha hinek derxin û ji berpirsiyarê şahiyê re bibin.” Û wan jî wisa kir. 9 Gava berpirsiyarê şahiyê ava ku bûbû şerab tehm kir (lê wî nizanibû ku ew ji ku derê hatiye, tenê xizmetkarên ku av derxist dizanibûn), wî gazî zavê kir, 10 û jê re got: “Her kes pêşî şeraba xweş pêşkêş dike, û gava mêvan serxweş dibin, ew şeraba nexweş pêşkêş dike. Lê te heta niha şeraba xweş veşartiye.” 11 Ev mucîzeya ku Îsa li Kanaya Celîleyê çêkir, mucîzeya wî ya pêşîn bû. Bi vî awayî wî rûmeta xwe eşkere kir, û şagirtên wî baweriya xwe bi wî anî.

12 Piştî vê yekê, ew bi diya xwe, birayên xwe û şagirtên xwe re çû Kapernaûmê, lê ew li wê derê gelek roj neman.

13 Cejna Derbasbûnê ya Cihûyan nêzîk dibû, û Îsa hilkişiya Orşelîmê. 14 Di îbadetgehê de wî mirovên ku dewar, mî û kevok difirotin, û kesên ku rûniştibûn û pere hûr dikirin, dîtin. 15 Hingê wî ji benan qamçiyek çêkir, û hemû kesên bi mî û dewaran avêtin derveyî îbadetgehê, û qurişên kesên ku pere diguherandin, rijandin û maseyên wan avêtin erdê. 16 Û wî ji kevokfiroşan re got: “Van ji vir rakin! Êdî mala Bavê min nekin cihê bazarê.” 17 Şagirtên wî anî bîra xwe ku hatiye nivîsîn: “Xîreta ji bo mala te wê agir bixe dilê min*.”

18 Hingê Cihûyan ji wî pirsî: “Bi çi nîşanê tu dikarî ji me re îsbat bikî ku heqê te heye ku tu van tiştan bikî?” 19 Îsa cewaba wan da: “Vê îbadetgehê hilweşînin, û ezê wê di nav sê rojan de ava bikim.” 20 Hingê Cihûyan ji wî re got: “Ev îbadetgeh di nav 46 salan de hat avakirin, û tu dixwazî wê di nav sê rojan de ava bikî?” 21 Lê belê, gava wî îbadetgeh anî zimên, wî behsa bedena xwe kir. 22 Dema ku Îsa ji mirinê hat rakirin, şagirtên wî anî bîra xwe ku wî ev yek çend caran gotibû, û wan baweriya xwe bi Nivîsarên Pîroz û bi tiştên ku Îsa gotibûn anî.

23 Wexta ku Îsa di Cejna Derbasbûnê de li Orşelîmê bû, gelek mirovan mucîzeyên ku wî çêdikirin dîtin û baweriya xwe bi wî* anîn. 24 Lê Îsa bi temamî baweriya xwe li wan nedianî, çimkî wî ew hemû nas dikirin, 25 û hewcedariya wî tunebû ku kesek ji wî re di heqê mirovan de tiştekî bibêje, ji ber ku wî dizanibû ku di dilê mirovan de çi heye.

3 Fêrisiyekî bi navê Nîkodêmos hebû. Ew serokekî Cihûyan bû. 2 Ew bi şev hat cem Îsa û ji wî re got: “Mamoste, em dizanin ku Xwedê tu wek mamoste şandî, çimkî ev mucîzeyên ku tu çêdikî, mirov bê alîkariya Xwedê nikare çêke.” 3 Îsa ji wî re got: “Bi rastî, eger kesek ji nû ve* çênebe, ewê nikaribe Hukimdariya Xwedê bibîne.” 4 Nîkodêmos jê pirsî: “Ma kesekî kal çawa dikare ji nû ve çêbe? Ma ew dikare dîsa bikeve zikê diya xwe û çêbe?” 5 Îsa cewab da: “Bi rastî, eger kesek ji av û ruh* çênebe, ewê nikaribe bikeve Hukimdariya Xwedê. 6 Ji bedenê, beden çêdibe û ji ruh, ruh çêdibe. 7 Ji ber ku min ji te re got: ‘Gerek hûn ji nû ve çêbin’, şaş nemîne. 8 Ba li ku derê bixwaze lê dixe. Hûn dengê ba dibihîzin, lê hûn nizanin ku ew ji ku derê tê, yan diçe ku. Halê kesê ku ji ruh çêdibe jî wisa ye.”

9 Nîkodêmos ji Îsa pirsî: “Ev tişt çawa mumkin in?” 10 Îsa got: “Tu mamosteyê Îsraîlê yî û van tiştan nizanî? 11 Bi rastî, tiştê ku em dizanin em dibêjin, û tiştê ku me dîtiye em şahidiya wî dikin. Lê hûn şahidiya me qebûl nakin. 12 Min behsa tiştên ku li ser erdê ne kir, lê hûn bawer nakin. Îcar, eger ez behsa tiştên ezmanî bikim, hûnê çawa bawer bikin? 13 Wekî din, tu mirov hilnekişiya ezmên, ji xeynî Kurê Mirov, ê ku ji ezmên hatiye xwarê. 14 Çawa ku Mûsa li çolê mar rakir, wisa jî gerek Kurê Mirov bê rakirin, 15 da ku her kesê ku bi wî bawer bike jiyana herheyî bi dest bixe.

16 Xwedê ji dinyayê ew qas hez kir ku wî Kurê xweyî yekta da, da ku her kesê ku baweriya xwe bi wî tîne, helak nebe, lê jiyana herheyî bi dest bixe. 17 Xwedê Kurê xwe neşand dinyayê, da ku ew dinyayê hukim bike, lê da ku dinya bi navgîniya wî xelas bibe. 18 Yê ku baweriya xwe bi wî tîne, wê neyê mehkûmkirin. Lê yê ku baweriya xwe bi wî nayne, êdî hatiye mehkûmkirin, çimkî wî baweriya xwe bi* Kurê yekta yê Xwedê neaniye. 19 Esasê hukimkirinê ev e: Ronahî hatiye dinyayê, lê mirovan ne ji ronahiyê, lê ji tariyê hez kiriye, çimkî kirinên wan xerab bûn. 20 Yê ku tiştên xerab dike, ji ronahiyê nefret dike û naçe ba ronahiyê, da ku kirinên wî eşkere nebin. 21 Lê yê ku tiştên rast dike, ew diçe ba ronahiyê, da ku eşkere bibe ku kirinên wî li gor daxwaza Xwedê bûn.”

22 Piştî vê yekê, Îsa bi şagirtên xwe re çû gundên Cihûstanê, û li wê derê wî wext bi wan re derbas kir û mirov vaftîz dikirin*. 23 Lê li Aynonê, nêzîkî Salîmê, Yehya* jî mirov vaftîz dikirin*, çimkî li wê derê pir av hebû. Mirov dihatin ba wî û vaftîz dibûn*. 24 Hingê Yehya* hê nehatibû avêtin hebsê.

25 Di nav şagirtên Yehya* û Cihûyekî de li ser adeta paqijkirinê minaqeşe çêbû. 26 Îcar ew çûn ba Yehya* û jê re gotin: “Mamoste, zilamê ku bi te re li aliyê din ê Çemê Urdunê bû, yê ku te di heqê wî de şahidî kir, mirovan vaftîz dike*, û her kes diçe ba wî.” 27 Yehya* cewab da: “Heta ku ji ezmên ji mirov re neyê dayîn, ew nikare tiştekî bistîne. 28 Hûn bi xwe şahid in ku min wisa gotibû: ‘Ez ne Mesîh im, lê ez di pêşiya wî de hatime şandin.’ 29 Bûk a kê be, zava ew e. Lê birazavayê ku li wê derê sekinî ye, bi bihîstina dengê wî dilxweş dibe. Loma dilxweşiya min jî temam bûye. 30 Gerek ew bi dewamî mezintir bibe, lê gerek ez bi dewamî biçûktir bibim.”

31 Yê ku ji jor tê, di ser hemûyan re ye. Yê ku li ser erdê ye, di heqê tiştên ku li ser erdê ne xeber dide, çimkî ew ji erdê ye. Yê ku ji ezmên tê, di ser hemûyan re ye. 32 Ew li ser tiştên ku wî dîtine û bihîstine şahidiyê dike, lê tu kes şahidiya wî qebûl nake. 33 Lê yê ku şahidiya wî qebûl dike, îsbat dike* ku Xwedê rast e. 34 Çimkî yê ku Xwedê şandiye, ew gotinên Xwedê dibêje, ji ber ku Xwedê bi awayekî destvekirî ruhê xwe dide. 35 Bav ji Kur hez dike û her tişt daye destê wî. 36 Yê ku bi Kur bawer dike, ewê jiyana herheyî bi dest bixe. Lê yê ku guhdariya Kur nake, ewê jiyanê nebîne, lê xezaba Xwedê wê li ser wî bimîne.

4 Fêrisiyan bihîstibû ku Îsa ji Yehya* zêdetir mirovan dike şagirt û vaftîz dike*. 2 Lê belê, Îsa ne bi xwe, lê şagirtên wî ew vaftîz dikirin*. 3 Gava Efendiyê me bi vê yekê hesiya, ew ji Cihûstanê derket û dîsa çû Celîleyê. 4 Lê lazim bû ku ew di nav Sameriyayê re derbas bibe. 5 Hingê ew hat bajarekî Samerî yê bi navê Sîxar, nêzîkî zeviya ku Aqûb dabû kurê xwe Ûsiv. 6 Bîra Aqûb li wê derê bû. Îsa li ber vê bîrê rûnişt, çimkî ew ji rêwîtiyê westiyayî bû. Nêzîkî saeta şeşan* bû.

7 Jinikeke Samerî hat ku avê bikişîne. Îsa ji wê re got: “Avê bide min.” 8 (Şagirtên wî çûbûn bajêr ku xwarinê bikirin.) 9 Hingê jinika Samerî ji wî re got: “Tu çawa dikarî avê ji min bixwazî? Tu Cihû yî û ez jî jinikeke Samerî me.” (Çimkî Cihû bi Sameriyan re xeber nadin.) 10 Îsa cewaba wê da û got: “Eger te bizanibûya ku dayîna Xwedê çi ye û kesê ku ji te re dibêje ‘Avê bide min’ kî ye, îcar teyê ji wî rica bikira û wiyê ava jiyanê bidaya te.” 11 Jinikê ji wî re got: “Ezbenî, tiştekî ku tu avê pê bikişînî li ba te tune ye, û bîr jî kûr e. Îcar tuyê vê ava jiyanê ji ku derê bînî? 12 Ma tu ji bavê me Aqûb, ê ku ev bîr daye me û bi kur û dewarên xwe re jê vedixwar, mezintir î?” 13 Îsa cewaba wê da: “Her kesê ku ji vê avê vexwe, ewê dîsa tî bibe. 14 Lê yê ku ji ava ku ezê bidimê vexwe, ewê tu car tî nebe. Ev av wê di nav wî de bibe kaniyeke ku jiyana herheyî dide.” 15 Jinikê ji wî re got: “Ezbenî, vê avê bide min, da ku ez êdî tî nebim û êdî neyêm vir ku avê bikişînim.”

16 Wî jê re got: “Here, gazî mêrê xwe bike û vegere.” 17 Jinikê ji wî re got: “Mêrê min tune ye.” Îsa jî got: “Te rast got ku mêrê te tune ye. 18 Çimkî pênc mêrên te hebûn, û zilamê ku tu niha pê re yî, ne mêrê te ye. Te rast got.” 19 Jinikê ji wî re got: “Ezbenî, ez dibînim ku tu pêxember î. 20 Bav û kalên me li ser vî çiyayî ji Xwedê re îbadet dikir, lê hûn dibêjin ku gerek mirov li Orşelîmê ji wî re îbadetê bike.” 21 Îsa ji jinikê re got: “Ji min bawer bike, wext wê bê ku hûnê ne li ser vî çiyayî û ne jî li Orşelîmê ji Bav re îbadetê bikin. 22 Hûn ji yê ku hûn nas nakin re îbadetê dikin, lê em ji yê ku em nas dikin re îbadetê dikin, çimkî xelasbûn ji Cihûyan dest pê dike. 23 Lê belê, wext tê û êdî hatiye ku xizmetkarên rast wê bi ruh û rastiyê ji Bav re îbadetê bikin. Çimkî Bav li xizmetkarên wisa digere. 24 Xwedê Ruh e, û yên ku ji wî re îbadetê dikin, gerek bi ruh û rastiyê ji wî re îbadetê bikin.” 25 Jinikê got: “Ez dizanim ku yê Hilbijartî, yê ku ji wî re Mesîh tê gotin, gerek were. Gava ew were, ewê ji me re her tiştî eşkere bike.” 26 Îsa jê re got: “Ew ez im, ê ku bi te re xeber dide.”

27 Wê demê şagirtên wî hatin. Ew ecêbmayî man ku Îsa bi jinikekê re xeber dide, lê helbet tu kesî negot: “Tu ji wê çi dixwazî?” yan “Çima tu bi wê re xeber didî?” 28 Jinikê cerê xwe yê avê hişt, çû bajêr û ji mirovan re got: 29 “Werin û wî zilamî bibînin, ê ku hemû tiştên ku min berê kiribûn, ji min re gotin. Ma gelo ew Mesîh e?” 30 Mirov ji bajêr derketin û hatin ba wî.

31 Di eynî demê de, şagirtan ji Îsa rica kir: “Mamoste, tiştekî bixwe.” 32 Lê wî ji wan re got: “Xwarineke min, a ku hûn pê nizanin, heye.” 33 Hingê şagirtan ji hevdû pirsî: “Gelo kesekî ji wî re xwarin aniye?” 34 Îsa ji wan re got: “Xwarina min ew e, ku ez daxwaza yê ku ez şandime bînim cih û îşê wî temam bikim. 35 Ma hûn bi xwe nabêjin ku heta dirûnê çar meh hene? Lê ez ji we re dibêjim: Serê xwe bilind bikin û li zeviyan binêrin, ew êdî zer bûne û ji bo dirûnê hazir in. 36 Yê ku didirû heqê xwe distîne û ji bo jiyana herheyî ber top dike, loma yê ku diçîne û yê ku didirû, her du jî bi hev re kêfxweş dibin. 37 Belê, ev gotin rast e: ‘Yek diçîne û yekî din didirû.’ 38 Min hûn şandin, da ku hûn tiştên ku we neçandine bidirûn. Kesên din ew çandine, û hûn feydeyê ji îşê wan distînin.”

39 Ji ber şahidiya jinika ku wisa digot: “Wî hemû tiştên ku min berê kiribûn, ji min re gotin”, gelek Sameriyên ku ji wî bajarî bûn baweriya xwe bi Îsa anî. 40 Îcar, gava ku Samerî hatin ba Îsa, wan ji wî rica kir ku ew li ba wan bimîne, û ew jî du roj li wê derê ma. 41 Di netîceyê de, ji ber gotinên wî gelek kesên din jî baweriya xwe bi wî anî, 42 û wan ji jinikê re got: “Em niha ne bi tenê ji ber tiştên ku te gotine bawer dikin, lê ji ber ku me bi xwe bihîst û em dizanin ku ev zilam bi rastî jî xelaskarê dinyayê ye.”

43 Piştî van du rojan, Îsa ji wê derê çû Celîleyê. 44 Lê belê, Îsa bi xwe got ku qedrê pêxemberekî li welatê wî nayê girtin. 45 Gava ew gihîşt Celîleyê, xelkê Celîleyê bixêrhatina wî kir, çimkî li dema cejnê ew jî li Orşelîmê bûn û wan hemû tiştên ku Îsa li wê derê kiribûn, dîtin.

46 Paşê Îsa dîsa hat Kanaya Celîleyê, cihê ku wî av kiribû şerab. Li Kapernaûmê berdestiyekî padîşah hebû, û kurê wî nexweş bû. 47 Gava ev zilam pê hesiya ku Îsa ji Cihûstanê hatiye Celîleyê, ew çû ba wî û jê rica kir ku ew were û kurê wî, yê ku li ber mirinê bû, qenc bike. 48 Lê Îsa ji wî re got: “Heta ku hûn nîşan û mucîzeyan nebînin, hûn qet bawer nakin.” 49 Berdestiyê padîşah jê re got: “Efendiyê min, berî ku zarokê min bimire bi min re were.” 50 Îsa ji wî re got: “Here malê, kurê te qenc bûye.” Vî zilamî baweriya xwe bi gotinên Îsa anî û çû. 51 Ew hê di rê de bû, xulamên wî hatin û gotin ku kurê wî qenc bûye. 52 Wî ji wan pirsî ka di kîjan saetê de halê kurê wî baştir dibû. Wan jî got: “Duh, di saeta heftan de* tayê ew berda.” 53 Hingê bavê kurik fehm kir ku di eynî saetê de Îsa ji wî re gotibû: “Kurê te qenc bûye.” Îcar wî û temamiya mala wî bi Îsa bawer kir. 54 Ji dema ku Îsa ji Cihûstanê hat Celîleyê, ev mucîzeya wî ya diduyan bû ku wî çêkir.

5 Piştî vê yekê, cejneke Cihûyan hebû, û Îsa hilkişiya Orşelîmê. 2 Li Orşelîmê li ber Dergehê Miyê, hewzeke ku navê wê bi Îbranî Beytzata bû, hebû. Li dora hewzê rêyên bi stûnan hebûn. 3 Li wê derê gelek kesên nexweş, kor, seqet û felcbûyî* hebûn. 4 —— * 5 Û li vê derê zilamek jî hebû, yê ku 38 sal nexweş bû. 6 Îsa ev zilam raketî dît, û ji ber ku wî dizanibû ku ew êdî ji demeke dirêj ve nexweş e, wî jê pirsî: “Tu dixwazî qenc bibî?” 7 Zilamê nexweş ji wî re got: “Ezbenî, gava av diçeliqe, kesekî min tune ye ku min bixe hewzê. Û heta ku ez bigihîjim avê, kesekî din li pêşiya min dikeve wê.” 8 Îsa ji wî re got: “Rabe, doşeka xwe rake û bimeşe.” 9 Di cih de zilam qenc bû, doşeka xwe rakir û meşiya.

Ev yek di roja Sebtê* de çêbû. 10 Loma Cihûyan ji zilamê ku qenc bûbû re got: “Îro roja Sebtê ye. Îzin tune ye ku tu doşeka xwe rakî.” 11 Lê wî ji wan re got: “Zilamê ku ez qenc kirim ji min re got: ‘Doşeka xwe rake û bimeşe.’” 12 Wan jî pirsî: “Ev zilam kî ye ku ji te re got: ‘Doşeka xwe rake û bimeşe’?” 13 Lê zilamê ku qenc bûbû nizanibû ku ew kî ye, çimkî Îsa di nav xelkê de winda bûbû.

14 Paşê Îsa ew zilam di îbadetgehê de dît û jê re got: “Binêre, tu qenc bûyî. Êdî guneh neke, da ku tiştekî xerabtir neyê serê te.” 15 Zilam çû û ji Cihûyan re got ku yê ku ew qenc kiriye Îsa bû. 16 Loma Cihûyan zilm li Îsa dikir, çimkî wî ev tişt di roja Sebtê* de dikirin. 17 Lê Îsa ji wan re got: “Bavê min heta niha dixebite û ez jî dixebitim.” 18 Ji ber vê sebebê Cihûyan hê bêtir dixwest wî bikujin, çimkî li gor wan, wî ne bi tenê qanûna roja Sebtê xera dikir, lê xwe wek Xwedê hesab dikir, çimkî wî Xwedê wek Bavê xwe bi nav kir.

19 Loma Îsa ji wan re got: “Bi rastî, Kur bi xwe nikare tiştekî bike, bi tenê tiştên ku ew dibîne ku Bav dike, ew jî dike. Her tiştê ku Bav dike, Kur jî bi eynî awayî dike. 20 Çimkî Bav ji Kur hez dike, û her tiştê ku ew dike, nîşanî wî dide. Û ewê tiştên hê mezintir nîşanî wî bide ku hûnê ecêbmayî bimînin. 21 Çawa ku Bav miriyan ji mirinê radike, Kur jî wê kesên ku ew dixwaze ji mirinê rake. 22 Bav tu kesî hukim nake, lê wî ev yek bi temamî daye destê Kur ku ew hukim bike, 23 da ku hemû kes hurmetê bidin Kur, çawa ku ew hurmetê didin Bav. Kesê ku hurmetê nade Kur, ew hurmetê nade Bavê ku ew şandiye jî. 24 Bi rastî, kesê ku guh dide gotinên min û ji yê ku ez şandime bawer dike, ewê jiyana herheyî bistîne û neyê mehkûmkirin. Ewê ji mirinê derbasî jiyanê bibe.

25 Bi rastî wext tê, û êdî hatiye ku yên mirî wê dengê Kurê Xwedê bibihîzin, û kesên ku guh didin, wê bijîn. 26 Qudreta Bav heye ku jiyanê bide, û wî qudret daye Kur ku ew jî jiyanê bide. 27 Bav qudret daye destê Kur ku ew hukim bike, çimkî ew Kurê Mirov e. 28 Bi vê yekê şaş nemînin, çimkî wext tê ku hemû kesên di mezelan de wê dengê wî bibihîzin, 29 û derkevin. Kesên ku qencî kiribûn wê bên rakirin ku bijîn, û kesên ku xerabî kiribûn wê bên rakirin ku bên hukimkirin. 30 Ez nikarim tiştekî ji ber xwe bikim. Bav ji min re çi dibêje*, ez mirovan li gor vê yekê hukim dikim. Û hukmê min adil e, çimkî ez ne li gor daxwaza xwe, lê li gor daxwaza yê ku ez şandime dikim.

31 Eger ez bi xwe li ser xwe şahidiyê bikim, şahidiya min nerast e. 32 Kesekî din heye ku li ser min şahidiyê dike, û ez dizanim ku şahidiya wî rast e. 33 We mirov şandin ba Yehya*, û şahidiya wî li ser min rast bû. 34 Ez ne hewceyî şahidiya mirovan im, lê ez van tiştan dibêjim, da ku hûn xelas bibin. 35 Yehya* mîna çirayeke vêxistî û şewqdar bû, û ji bo demeke kin hûn hazir bûn ku bi ronahiya wî dilşad bibin. 36 Lê şahidiya ku ez dikim ji şahidiya Yehya* mezintir e. Çimkî karên ku Bavê min dane min ku ez wan pêk bînim, şahidiyê dikin ku Bav ez şandime. 37 Û Bavê ku ez şandime, bi xwe li ser min şahidî kiriye. Lê we tu caran ne dengê wî bihîstiye û ne jî rûyê wî dîtiye, 38 û gotinên wî di dilê we de namînin, çimkî hûn baweriya xwe bi yê ku wî şandiye naynin.

39 Hûn Nivîsarên Pîroz lêkolîn dikin, çimkî hûn difikirin ku hûnê bi vê yekê jiyana herheyî bistînin, û bi xwe ev Nivîsar li ser min şahidiyê dikin. 40 Lê dîsa jî hûn naxwazin werin ba min ku jiyanê bistînin. 41 Ez rûmetê ji mirovan qebûl nakim, 42 lê ez baş dizanim ku hezkirina Xwedê di dilê we de tune ye. 43 Ez bi navê Bavê xwe hatim, lê hûn min qebûl nakin. Lê eger yekî din bi navê xwe bihata, weyê ew qebûl bikira. 44 Eger hûn rûmetê didin hevdû û li rûmeta ku ji Xwedayê yekane tê nagerin, hûnê çawa bi min bawer bikin? 45 Nefikirin ku ezê we li ber Bav sûcdar bikim. Yê ku we sûcdar dike Mûsa ye ku we hêviya xwe bi wî ve girêdaye. 46 Eger we ji Mûsa bawer bikira, weyê ji min jî bawer bikira, çimkî wî di heqê min de nivîsî. 47 Lê eger hûn bi nivîsarên wî bawer nakin, hûnê çawa bi gotinên min bawer bikin?”

6 Piştî vê yekê, Îsa derbasî aliyê din ê Behra Celîleyê bû, yanî Taberiyayê. 2 Gelek mirov li pey wî diçûn, çimkî wan dît ku wî kesên nexweş çawa bi mucîze qenc dikirin. 3 Hingê Îsa hilkişiya çiyê û bi şagirtên xwe re li wê derê rûnişt. 4 Cejna Derbasbûnê ya Cihûyan nêzîk dibû. 5 Gava Îsa dît ku gelek mirov tên ba wî, wî ji Filîpos re got: “Em ji ku derê nên bikirin, da ku em van mirovan têr bikin?” 6 Wî wisa got, da ku Filîpos biceribîne, çimkî wî bi xwe êdî dizanibû ku ewê çi bike. 7 Filîpos got: “Eger em bi 200 dînarî nên bikirin jî, ewê têra me neke ku em pariyekî bidin her kesî.” 8 Yek ji şagirtên wî, Andreas birayê Şîmûn Petrûs ji Îsa re got: 9 “Li vir kurikek heye ku li ba wî pênc nanên cehî û du masiyên biçûk hene. Lê ev yek wê çawa têra ew qas mirovan bike?”

10 Îsa got: “Mirovan bidin rûniştin.” Li wê derê gelek giya hebû û weke 5.000 mêr rûniştin. 11 Îsa nan hilda, ji Xwedê re şikir kir û li mirovan belav kir. Bi eynî awayî wî masiyên biçûk jî belav kirin û her kesî çi qas dixwest, ew qas distand. 12 Piştî ku her kes têr bû, wî ji şagirtên xwe re got: “Pariyên bermayî bidin ber hev, da ku tiştek neyê avêtin.” 13 Îcar wan jî pariyên bermayî dan ber hev, û ji wan pênc nanên cehî ku mirovan xwaribû 12 selik tije kirin.

14 Gava mirovan ev mucîzeya ku Îsa çêkir dît, wan got: “Bi rastî Pêxemberê ku gerek bihata dinyayê, ev e.” 15 Hingê Îsa fehm kir ku mirov dixwazin wî bi destê zorê bikin padîşah, loma ew dîsa vegeriya çiyê, lê bi tena serê xwe.

16 Gava bû êvar, şagirtên wî daketin jêr ber behrê. 17 Ew li qeyîkê* siwar bûn û ketin rê ji bo ku derbasî Kapernaûmê, li aliyê din ê behrê bibin. Êdî tarî ketibû erdê, lê Îsa hê nehatibû ba wan. 18 Bayekî mezin rabû û pêlên behrê bilind dibûn. 19 Gava wan weke 5 yan 6 kîlometre* bêrik kişandin, wan dît ku Îsa li ser avê dimeşe û nêzîkî qeyîkê dibe. Ew pir tirsiyan, 20 lê Îsa ji wan re got: “Netirsin, ez im!” 21 Îcar ew hazir bûn ku wî bixin qeyîkê û di wexteke kin de qeyîk gihîşt cihê ku ew diçûnê.

22 Roja din, xelkê ku li aliyê din ê behrê mabû, dît ku li wê derê tu qeyîk* tune ye. Qeyîkeke biçûk li wê derê hebû, lê şagirt bêyî Îsa li wê qeyîkê siwar bûbûn û çûbûn. 23 Wê demê, qeyîk ji Taberiyayê hatin û li nêzîkî cihê ku xelkê nan xwaribû piştî ku Efendiyê me ji Xwedê re şikir kiribû, sekinîn. 24 Gava xelkê fehm kir ku Îsa û şagirtên wî ne li wê derê ne, ew li van qeyîkan siwar bûn û çûn Kapernaûmê, da ku li Îsa bigerin.

25 Gava wan Îsa li aliyê din ê behrê dît, wan ji wî re got: “Mamoste, tu kengê hatî vir?” 26 Îsa ji wan re got: “Bi rastî, ne ji ber ku we nîşan dîtine, lê ji ber ku we nan xwar û hûn têr bûn, hûn li min digerin. 27 Ne ji bo xwarina ku îro heye û sibê tune ye îş bikin, lê ji bo xwarina ku dimîne û jiyana herheyî tîne îş bikin. Kurê Mirov wê vê xwarinê bide we, çimkî Bav, Xwedê bi xwe, mora xwe daniye ser wî ku razîbûna xwe nîşan bide.”

28 Hingê wan ji wî pirsî: “Ji bo ku Xwedê ji me razî be, gerek em çi bikin?” 29 Îsa ji wan re got: “Xwedê dixwaze ku hûn bi yê ku wî şandiye bawer bikin.” 30 Lê wan ji wî re got: “Îcar tuyê kîjan nîşanê çêkî, da ku em bibînin û bi te bawer bikin? Tuyê çi bikî? 31 Mesela, bav û kalên me li çolê mana dixwarin, wek ku hatiye nivîsîn: ‘Wî ji ezmên nan da wan.’” 32 Hingê Îsa ji wan re got: “Bi rastî, yê ku ji ezmên nan da we ne Mûsa bû, lê yê ku nanê rastîn ji ezmên dide we, Bavê min e. 33 Çimkî nanê Xwedê ew e, yê ku ji ezmên tê xwarê û jiyanê dide dinyayê.” 34 Îcar wan jê re got: “Efendiyê me, her tim vî nanî bide me.”

35 Îsa ji wan re got: “Nanê jiyanê ez im. Her kesê ku tê ba min, ewê qet birçî nebe, û yê ku bi min bawer dike, ewê qet tî nebe. 36 Lê wek ku min ji we re got, we ez dîtim, lê hûn dîsa jî bawer nakin. 37 Hemûyên ku Bav dane min wê bên ba min, û yê ku bê ba min, ezê wî tu caran ji xwe dûr nekim. 38 Çimkî ez ji ezmên hatim xwarê, ne ji bo ku daxwaza xwe, lê daxwaza yê ku ez şandime bînim cih. 39 Daxwaza yê ku ez şandime ev e ku ez ji hemûyên ku wî dane min tu kesî winda nekim, lê di roja dawîn de wan ji mirinê rakim. 40 Çimkî daxwaza Bavê min ev e ku her kesê ku Kur qebûl dike û bi wî bawer dike, jiyana herheyî bistîne, û ezê wî di roja dawîn de ji mirinê rakim.”

41 Hingê Cihûyan li ser wî kir pitepit, ji ber ku wî gotibû: “Nanê ku ji ezmên tê xwarê, ez im.” 42 Û wan got: “Ma ev ne Îsayê kurê Ûsiv e? Em diya wî û bavê wî nas dikin. Îcar ew çawa dikare bibêje: ‘Ez ji ezmên hatime xwarê’?” 43 Îsa ji wan re got: “Bes e, di nav xwe de pitepitê nekin! 44 Tu kes nikare bê ba min heta ku Bavê ku ez şandime wî ber bi min ve nekişîne, û ezê wî di roja dawîn de ji mirinê rakim. 45 Di Nivîsarên Pêxemberan de hatiye nivîsîn: ‘Hemû wê ji aliyê Yehowa ve bên perwerdekirin.’ Her kesê ku guh dide Bav û hîn dibe, tê ba min. 46 Ev nayê maneya ku kesekî Bav dîtiye. Bi tenê yê ku Xwedê şandiye, wî Bav dîtiye. 47 Bi rastî, yê ku bawer dike jiyana herheyî distîne.

48 Nanê jiyanê ez im. 49 Bav û kalên we di çolê de mana dixwar, lê dîsa jî ew mirin. 50 Lê yê ku vî nanê ku ji ezmên tê xwarê bixwe, ewê nemire. 51 Nanê ku ji ezmên hatiye xwarê û jiyanê dide, ez im. Eger kesek vî nanî bixwe, ewê heta hetayê bijî. Belê, nanê ku ezê ji bo xatirê dinyayê bidim ku dinya bijî, bedena min e.”

52 Li ser vê yekê di nav Cihûyan de minaqeşe çêbû û wan got: “Ev zilam çawa dikare bedena xwe bide me ku em jê bixwin?” 53 Îsa ji wan re got: “Bi rastî, eger hûn ji bedena Kurê Mirov nexwin û ji xwîna wî venexwin, hûnê jiyanê nestînin*. 54 Yê ku ji bedena min bixwe û ji xwîna min vexwe jiyana herheyî distîne. Û ezê wî di roja dawîn de ji mirinê rakim. 55 Çimkî bedena min xwarina rastîn e û xwîna min jî vexwarina rastîn e. 56 Yê ku ji bedena min bixwe û ji xwîna min vexwe, ew bi min re di yekîtiyê de dimîne, û ez jî bi wî re di yekîtiyê de dimînim. 57 Çawa ku Bavê ku her û her dijî ez şandime û ez bi navgîniya Bav dijîm, bi eynî awayî yê ku ji bedena min bixwe wê bi navgîniya min bijî. 58 Nanê ku ji ezmên hatiye xwarê ev e. Ev ne wek wî nanî ye, yê ku bav û kalên we dixwar û dîsa jî mirin. Lê yê ku ji vî nanî bixwe, ewê heta hetayê bijî.” 59 Gava Îsa li Kapernaûmê di sînagogekê* de hîn dikir, wî ev hemû tişt gotin.

60 Gava şagirtên wî ev yek bihîst, gelekan ji wan got: “Ew gotinên ecêb dibêje! Kî dikare guh bide van gotinan?” 61 Îsa dizanibû ku şagirtên wî li ser vê yekê pitepit dikir, loma wî ji wan re got: “Ma ev yek baweriya we sist dike? 62 Lê eger hûn bibînin ku Kurê Mirov hildikişe cihê ku ew berê lê bû, hingê hûnê çi bikin? 63 Ruh* jiyanê dide; beden qet bi kêrî tiştekî nayê. Gotinên ku min ji we re gotin, ruh û jiyan in. 64 Lê di nav we de hin kesên ku bawer nakin hene.” Îsa ji destpêkê ve dizanibû ku kî bawer nake û kî wê wî bide dest. 65 Û wî ji wan re got: “Ji ber vê yekê min ji we re got, heta ku Bav îzin nede, tu kes nikare bê ba min.”

66 Ji ber vê yekê gelek şagirtên wî vegeriyan karên xwe yên berê, û êdî li pey wî nediçûn. 67 Hingê Îsa ji Diwanzdehan* pirsî: “Ma hûn jî dixwazin herin?” 68 Şîmûn Petrûs cewaba wî da: “Efendiyê min, em herin ba kê? Gotinên jiyana herheyî li ba te ne. 69 Em bawer dikin û em dizanin ku tu yê Pîroz î, yê ku Xwedê şandiye.” 70 Îsa ji wan re got: “Ma min hûn 12 nehilbijartin? Lê belê, yek ji we buxtanker* e.” 71 Wî behsa Cihûdayê kurê Şîmûnê Îsxeryot kir; her çi qas ew yek ji Diwanzdehan bû jî, yê ku wê Îsa bide dest, ew bû.

7 Piştî vê yekê, Îsa li Celîleyê ma, çimkî wî nedixwest here Cihûstanê, ji ber ku Cihûyan dixwest wî bikujin. 2 Lê belê Cejna Konan a Cihûyan nêzîk dibû. 3 Loma birayên wî ji wî re got: “Ji vir here Cihûstanê, da ku şagirtên te jî tiştên ku tu dikî bibînin. 4 Çimkî kesê ku dixwaze bi nav û deng bibe van tiştan veşartî nake. Madem ku tu van tiştan dikî, xwe nîşanî dinyayê bide.” 5 Bi eslê xwe birayên wî bi wî bawer nedikir. 6 Îsa ji wan re got: “Wexta min hê nehatiye, lê ji bo we her wext minasib e. 7 Sebebên dinyayê tune ne ku ji we nefret bike, lê ew ji min nefret dike, çimkî ez li ser kirinên wê yên xerab şahidiyê dikim. 8 Hûn herin vê cejnê, lê ez niha nayêm, çimkî wexta min hê nehatiye.” 9 Piştî ku wî ev tişt ji wan re gotin, ew li Celîleyê ma.

10 Lê piştî ku birayên wî çûn cejnê, ew jî bi dizîka çû wê derê. 11 Cihû di cejnê de li wî digeriyan û dipirsîn: “Ew zilam li ku derê ye?” 12 Di nav xelkê de gelek tişt li ser wî dihatin gotin. Hin kesan digot: “Ew mirovekî baş e.” Kesên din jî digot: “Na, ev ne rast e. Ew xelkê dixapîne.” 13 Lê belê ji ber tirsa Cihûyan*, tu kesî nediwêrî li ser wî bi eşkereyî xeber bide.

14 Gava nîvê cejnê derbas bû, Îsa çû îbadetgehê û dest bi hînkirinê kir. 15 Cihû ecêbmayî diman û digotin: “Vî zilamî li mektebê* nexwendiye, îcar ew ji ku derê ew qas baş Nivîsarên Pîroz dizane?” 16 Îsa ji wan re got: “Tiştê ku ez hîn dikim, ne ji min, lê ji yê ku ez şandime tê. 17 Yê ku bixwaze daxwaza Xwedê bîne cih, ewê fehm bike ka ev hînkirin ji Xwedê ye yan ez ji ber xwe xeber didim. 18 Yê ku ji ber xwe xeber dide, ew li rûmeta xwe digere, lê yê ku li rûmeta yê ku ew şandiye digere, ew rastiyê dibêje û di wî de neheqî tune ye. 19 Mûsa Qanûn daye we, ne wisa ye? Lê tu kes ji we Qanûnê pêk nayne. Îcar hûn çima dixwazin min bikujin?” 20 Xelkê wisa got: “Tu bi cin ketiyî. Kî dixwaze te bikuje?” 21 Îsa ji wan re got: “Min bi tenê yek mucîze çêkir û hûn hemû ecêbmayî man. 22 Ka bifikirin: Mûsa sinet da we – ev ne ji Mûsa, lê ji bav û kalên we bû – û hûn heta di roja Sebtê* de jî sinet dikin. 23 Madem ku hûn di roja Sebtê de sinet dikin, da ku Qanûna Mûsa xera nebe, îcar hûn çima ew qas aciz dibin ji ber ku min di roja Sebtê de mirovek bi temamî qenc kiriye? 24 Ne li gor dîtinê, lê li gor edaletê hukim bikin.”

25 Hingê hin ji xelkê Orşelîmê digot: “Ma ev ne ew zilam e ku wan dixwest wî bikujin? 26 Ka binêrin, ew li vir bi eşkereyî xeber dide û tu kes tiştekî li dijî wî nabêje. Ma serokên me îqna bûne ku ew Mesîh e? 27 Lê belê, em dizanin ku ev zilam ji ku derê ye, lê gava ku Mesîh bê, tu kes wê nizanibe ku ew ji ku derê ye.” 28 Wê demê, gava Îsa di îbadetgehê de hîn dikir, wî bi dengekî bilind got: “Hûn min nas dikin û dizanin ku ez ji ku derê me. Ez ne ji ber xwe hatime. Yê ku ez şandime bi rastî heye, lê hûn wî nas nakin. 29 Ez wî nas dikim, çimkî ez temsîlkarê wî me, û wî ez şandime.” 30 Hingê wan dixwest wî bigirin, lê wan nikaribû dest bavêjin wî, çimkî saeta wî hê nehatibû. 31 Lê dîsa jî, gelek kesên ji nav xelkê bi wî bawer dikir û digot: “Gava Mesîh bê, ma ewê ji vî zilamî zêdetir mucîzeyan çêke?”

32 Fêrisiyan bihîst ku xelk li ser Îsa dike pitepit, loma wan û serokên kahînan nobedar şandin ku wî bigirin. 33 Îcar Îsa ji xelkê re got: “Berî ku ez herim ba yê ku ez şandime, ezê ji bo wexteke kin li ba we bimînim. 34 Hûnê li min bigerin, lê hûnê min nebînin, û hûnê nikaribin bên cihê ku ezê lê bim.” 35 Hingê Cihûyan ji hevdû re got: “Ev zilam wê here ku derê ku emê wî nebînin? Ma ew dixwaze here ba Cihûyên ku di nav Yûnaniyan de belav bûne, û Yûnaniyan jî hîn bike? 36 Gelo ew bi van gotinan dixwaze çi bibêje: ‘Hûnê li min bigerin, lê hûnê min nebînin, û hûnê nikaribin bên cihê ku ezê lê bim’?”

37 Di roja dawîn û mezin a cejnê de, Îsa rabû û bi dengekî bilind got: “Kesê ku tî ye, bila were ba min û vexwe. 38 Yê ku bi min bawer dike, wek di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: ‘Ji dilê wî çemên ava jiyanê wê biherikin.’” 39 Bi van gotinan Îsa behsa ruhê pîroz kir. Kesên ku bi wî bawer dikir, wanê li nêzîk ev ruh bistanda. Wan ev ruh hê nestandibû, çimkî Îsa hê nehatibû birûmetkirin. 40 Hin kesên ji nav xelkê ev gotin bihîstin û gotin: “Bi rastî jî ev ew Pêxember e.” 41 Hin kesên din digot: “Ew Mesîh e.” Lê hin kesên din jî digot: “Ma Mesîh wê ji Celîleyê bê? 42 Ma di Nivîsarên Pîroz de nayê gotin ku Mesîh wê ji zuriyeta Dawid be û ji gundê Dawid Beytlehemê bê?” 43 Ji ber Îsa di nav xelkê de cudahî çêbû. 44 Hin kesan ji wan dixwest wî bigirin, lê tu kesî nikaribû dest bavêje wî.

45 Nobedar vegeriyan ba serokên kahînan û Fêrisiyan. Wan ji nobedaran pirsî: “We çima ew neanî vir?” 46 Nobedaran got: “Tu kesî tu caran mîna vî mirovî xeber nedaye.” 47 Fêrisiyan got: “Ma hûn jî hatin xapandin? 48 Ma ji serokan yan ji Fêrisiyan kesek bawerî bi wî aniye? 49 Lê ev xelkê ku guh dide Îsa, Qanûnê nizane û bilanet e.” 50 Nîkodêmosê ku yek ji Fêrisiyan bû û berê çûbû ba Îsa, ji wan re got: 51 “Li gor Qanûna me, berî ku em kesekî mehkûm bikin, ma ne lazim e ku em pêşî guh bidin wî û bizanin ku wî çi kiriye?” 52 Wan ji wî re got: “Ma tu jî ji Celîleyê yî? Ka baş lêkolînê bike û tuyê bibînî ku tu pêxember wê ji Celîleyê dernekeve.”*

8 12 Îsa dîsa bi wan re xeber da û got: “Ez ronahiya dinyayê me. Kesê ku li pey min tê, ewê tu caran di tariyê de nemeşe, lê ewê bibe xwediyê ronahiya jiyanê.” 13 Li ser vê yekê Fêrisiyan got: “Tu şahidiya xwe dikî; şahidiya te ne rast e.” 14 Îsa cewaba wan da: “Eger ez şahidiya xwe dikim jî, şahidiya min rast e, çimkî ez dizanim ku ez ji ku derê hatime û ezê herim ku derê. Lê hûn nizanin ku ez ji ku derê hatime û ezê herim ku derê. 15 Hûn li gor nêrîna mirovan* hukim dikin, lê ez tu kesî hukim nakim. 16 Lê eger ez hukim bikim jî, hukmê min rast e, çimkî ez ne bi tenê me, lê Bavê ku ez şandime bi min re ye. 17 Ji xeynî vê, di Qanûna we de hatiye nivîsîn: ‘Şahidiya du kesan rast e.’ 18 Ez şahidiya xwe dikim, û Bavê ku ez şandime jî şahidiya min dike.” 19 Wan ji wî pirsî: “Bavê te li ku derê yê?” Îsa got: “Hûn ne min, û ne jî Bavê min nas dikin. Eger we ez nas bikirama, weyê Bavê min jî nas bikira.” 20 Gava wî di îbadetgehê de li cihê qutiyên pereyan hîn dikir, wî ev tişt gotin. Lê tu kesî ew negirt, çimkî saeta wî hê nehatibû.

21 Îsa dîsa ji wan re got: “Ez diçim, û hûnê li min bigerin, lê dîsa jî hûnê di nav gunehê xwe de bimirin. Hûn nikarin bên cihê ku ez diçimê.” 22 Hingê Cihûyan wisa got: “Ma ewê xwe bikuje? Ew çima dibêje: ‘Hûn nikarin bên cihê ku ez diçimê’?” 23 Îsa ji wan re got: “Hûn ji jêr in, ez ji jor im. Hûn ji vê dinyayê ne, ez ne ji vê dinyayê me. 24 Loma min ji we re got: Hûnê di nav gunehên xwe de bimirin. Eger hûn bawer nekin ku ez ew im, hûnê di nav gunehên xwe de bimirin.” 25 Hingê wan jê pirsî: “Tu kî yî?” Îsa ji wan re got: “Madem ku hûn fehm nakin, ez çima bi we re xeber didim? 26 Ez dikarim gelek tiştan li ser we bibêjim û li ser gelek tiştan hukim bidim. Lê belê, yê ku ez şandime rastiyê dibêje, û tiştên ku min ji wî bihîstine ez ji dinyayê re dibêjim.” 27 Wan fehm nekir ku ew ji wan re behsa Bav dike. 28 Îcar Îsa ji wan re got: “Gava hûn Kurê Mirov li ser darê îşkenceyê îdam bikin, hingê hûnê bizanin ku ez ew im û ez tu tiştî ji ber xwe nakim; lê ez tenê tiştên ku Bav hînî min kirine, dibêjim. 29 Û yê ku ez şandime bi min re ye. Wî ez tenê nehiştime, çimkî ez her tim tiştên ku li wî xweş tên, dikim.” 30 Gava wî ev hemû tişt gotin, gelek kesan bawerî bi wî anî.

31 Îsa ji Cihûyên ku bawerî bi wî anîbû re got: “Eger hûn di gotinên min de bimînin, hûn bi rastî jî şagirtên min in. 32 Hûnê rastiyê bizanin û rastî wê we azad bike.” 33 Kesên din ji wî re got: “Em ji zuriyeta Birahîm in, û me tu caran ji kesekî re xulamtî nekiriye. Îcar tu çima ji me re dibêjî: ‘Hûnê azad bibin’?” 34 Îsa ji wan re got: “Bi rastî, her kesê ku guneh dike, xulamê guneh e. 35 Ji xeynî vê, xulam heta hetayê di mala axayê xwe de namîne; lê kur heta hetayê dimîne. 36 Loma eger Kur we azad bike, hûnê bi rastî jî azad bibin. 37 Ez dizanim ku hûn ji zuriyeta Birahîm in. Lê hûn dixwazin min bikujin, çimkî gotinên min nagihîjin dilê we. 38 Tiştên ku min, gava ez li cem Bavê xwe bûm, dîtine, ez dibêjim, lê hûn tiştên ku we ji bavê xwe bihîstine, dikin.” 39 Wan ji wî re got: “Bavê me Birahîm e.” Îsa jî got: “Eger hûn zarokên Birahîm bûna, weyê wek Birahîm bikira. 40 Lê hûn li kuştina min digerin, kuştina mirovê ku rastiya ji Xwedê bihîstiye û ji we re gotiye. Birahîm wisa nedikir. 41 Hûn wek bavê xwe dikin.” Wan jê re got: “Em ne ji bêexlaqiya cinsî çêbûne. Tenê yek Bavê me heye, ew jî Xwedê ye.”

42 Îsa ji wan re got: “Eger Xwedê Bavê we bûya, weyê ji min hez bikira, çimkî ez ji ba Xwedê hatime û bi navgîniya wî ez li vir im. Ez ji ber xwe nehatime, lê wî ez şandime. 43 Çima hûn ji gotinên min fehm nakin? Çimkî hûn nikarin gotinên min qebûl bikin. 44 Hûn ji bavê xwe Îblîs in, û hûn dixwazin xwestekên bavê xwe bînin cih. Gava wî dest pê kir ku li ser rêya xwe bimeşe, ew bû mêrkuj. Ew li ser rêya rastiyê nema, çimkî di dilê wî de rastî tune ye. Gava ew derewan dike, ew li gor şexsiyeta xwe dike, ji ber ku ew derewkar e û bavê derewan e. 45 Lê ez rastiyê dibêjim, loma hûn ji min bawer nakin. 46 Kî ji we dikare îsbat bike ku min guneh kiriye? Madem ku ez rastiyê dibêjim, çima hûn ji min bawer nakin? 47 Zarokên Xwedê guh didin gotinên Xwedê. Lê ji ber ku hûn ne zarokên Xwedê ne, hûn naxwazin guh bidin.”

48 Li ser vê yekê Cihûyan ji wî re got: “Gava em dibêjin ‘tu yekî Samerî yî û tu bi cin ketî’, ma em ne rast in?” 49 Îsa got: “Ez bi cin neketime. Ez rûmetê didim Bavê xwe, lê hûn min bêrûmet dikin. 50 Ez li rûmeta xwe nagerim, lê yê ku dixwaze ku ez bêm birûmetkirin Xwedê ye, û hakim ew e. 51 Bi rastî, kesê ku xwe li gotinên min digire, ewê mirinê qet nebîne.” 52 Cihûyan ji wî re got: “Niha em emîn in ku tu bi cin ketî. Birahîm miriye, û pêxember jî mirine, lê tu dibêjî: ‘Kesê ku xwe li gotinên min digire, ewê qet nemire*.’ 53 Ma tu ji bavê me Birahîm mezintir î? Ew û pêxember jî mirine. Îcar tu kî yî?” 54 Îsa got: “Eger ez rûmetê bidim xwe, rûmeta min ne tiştek e. Yê ku min birûmet dike, Bavê min e, yê ku hûn dibêjin ku ew Xwedayê we ye. 55 Hûn wî qet nas nakin, lê ez wî nas dikim. Eger min bigota ku ez wî nas nakim, ezê jî wek we derewkar bûma. Lê ez wî nas dikim û xwe li gotina wî digirim. 56 Hesreta bavê we Birahîm ev bû ku roja min bibîne, û wî ew dît û kêfxweş bû.” 57 Li ser vê yekê Cihûyan ji wî re got: “Tu hê ne 50 salî yî, û tu dibêjî ku te Birahîm dîtiye?” 58 Îsa ji wan re got: “Bi rastî, berî bûyîna Birahîm, ez êdî hebûm.” 59 Îcar wan kevir hildan, da ku bavêjin wî, lê Îsa xwe veşart û ji îbadetgehê derket.

9 Gava Îsa dimeşiya, wî zilamekî ku ji roja bûyîna xwe ve kor bû, dît. 2 Şagirtan ji wî pirsî: “Mamoste, kê guneh kir ku ev zilam kor hat dinyayê, wî yan dê û bavê wî?” 3 Îsa cewab da: “Ne wî, ne jî dê û bavê wî guneh kir. Lê wisa çêbû, da ku mirov bi halê vî kesî qudreta* Xwedê bibînin. 4 Heta ku hê roj e, gerek em daxwaza* yê ku ez şandime bînin cih. Şev wê bê û hingê tu kes wê nikaribe kar bike. 5 Heta ku ez li dinyayê me, ez ronahiya dinyayê me.” 6 Piştî van gotinan, wî tif kir erdê, herî çêkir û ew li çavên wî da 7 û ji wî re got: “Here, çavên xwe di hewza Sîloamê de bişo” (wergera peyva “Sîloam” ev e: “Yê Şandî”). Ew jî çû û çavên xwe şûştin. Wexta ku ew vegeriya, wî dikaribû bibîne.

8 Cîranên wî û kesên ku berê dîtibû ku wî pars dikir, got: “Ma zilamê ku tim pars dikir ne ev e?” 9 Hin kesan digot: “Erê, ew e.” Lê hin kesên din digot: “Na, lê ew dişibe wî.” Lê wî zilamî digot: “Ez im.” 10 Hingê wan jê pirsî: “Îcar çavên te çawa vebûn?” 11 Wî got: “Zilamê bi navê Îsa herî çêkir û li çavên min da û ji min re got: ‘Here Sîloamê û çavên xwe bişo.’ Loma ez çûm, min çavên xwe şûştin û min dikaribû bibînim.” 12 Wan ji wî pirsî: “Ew zilam li ku derê ye?” Wî got: “Ez nizanim.”

13 Wan zilamê ku berê kor bû bir cem Fêrisiyan. 14 Ew roja ku Îsa herî çêkir û çavên wî vekirin, roja Sebtê* bû. 15 Fêrisiyan jî ji vî zilamî pirsî ka çavên wî çawa vebûne. Wî ji wan re got: “Wî herî li çavên min da, min çavên xwe şûştin û niha ez dikarim bibînim.” 16 Hin ji Fêrisiyan got: “Ev zilam ne ji Xwedê ye, çimkî ew roja Sebtê nagire.” Hin kesên din got: “Kesekî gunehkar çawa dikare mucîzeyên wisa çêke?” Û di nav wan de cudahî çêbû. 17 Hingê wan dîsa ji zilamê ku kor bû pirsî: “Tu li ser zilamê ku çavên te vekirin çi dibêjî?” Wî got: “Ew pêxember e.”

18 Lê belê, heta ku Cihûyan gazî dê û bavê wî zilamî nekir, wan bawer nedikir ku ew berê kor bû û niha çavên wî vebûne. 19 Û wan ji dê û bavê wî pirsî: “Ma kurê we, yê ku hûn dibêjin ku ew ji bûyîna xwe ve kor e, ev e? Îcar çawa dibe ku ew niha dibîne?” 20 Dê û bavê wî got: “Em dizanin ku ew kurê me ye û ku ew ji bûyîna xwe ve kor bû. 21 Lê em nizanin ku ew niha çawa dikare bibîne, û em nizanin ku kê çavên wî vekirine. Ji wî bipirsin. Ew mezin e, bila ew ji bo xwe xeber bide.” 22 Dê û bavê wî wisa got ji ber ku ew ji Cihûyan ditirsiyan, çimkî Cihûyan êdî qerar dabû ku her kesê ku Îsa wek Mesîh qebûl bike, gerek ji sînagogê* bê derxistin. 23 Ji ber vê yekê dê û bavê wî got: “Ew mezin e, ji wî bipirsin.”

24 Îcar wan cara diduyan gazî zilamê ku kor bû kir û ji wî re got: “Li ber Xwedê rastiyê bibêje. Em dizanin ku ev mirov gunehkar e.” 25 Wî cewab da: “Ez nizanim ka ew gunehkar e yan na. Lê ez tiştekî dizanim, berê ez kor bûm, û niha ez dikarim bibînim.” 26 Hingê wan jê pirsî: “Wî çi li te kir? Wî çavên te çawa vekirin?” 27 Wî cewab da wan: “Min ji we re gotibû, lê we guh neda min. Hûn çima dixwazin dîsa bibihîzin? Ma hûn jî dixwazin bibin şagirtên wî?” 28 Wan çêrî wî kir* û got: “Tu şagirtê wî zilamî yî, lê em şagirtên Mûsa ne. 29 Em dizanin ku Xwedê bi Mûsa re xeber dida, lê em nizanin ku ev mirov ji ku derê hatiye.” 30 Wî zilamî ji wan re got: “Pir ecêb e! Wî çavên min vekirine, lê hûn nizanin ku ew ji ku derê hatiye. 31 Em dizanin ku Xwedê guh nade gunehkaran, lê her kesê ku ji Xwedê ditirse û daxwaza wî tîne cih, Xwedê guh dide wî kesî. 32 Qet nehatiye bihîstin ku çavên kesekî ku ji bûyînê ve kor e, hatine vekirin. 33 Eger ev zilam ne ji Xwedê bûya, wiyê nikaribûya tiştekî bike.” 34 Wan ji wî re got: “Tu bi temamî di nav guneh de hatî dinyayê, û tu me hîn dikî?” Û wan ew avêt derve.

35 Îsa bihîst ku wan ev zilam avêt derve, û gava wî ew dît, wî jê re got: “Tu baweriya xwe bi Kurê Mirov tînî?” 36 Wî zilamî got: “Ezbenî, ew kî ye? Bêje, da ku ez baweriya xwe bi wî bînim.” 37 Îsa jê re got: “Te ew dîtiye, û yê ku niha bi te re xeber dide ew e.” 38 Wî got: “Efendiyê min, ez baweriya xwe bi te tînim.” Û ew li ber Îsa ket ser çokan. 39 Hingê Îsa ji wî re got: “Ez ji bo vî hukmî hatime dinyayê, da ku kesên kor dîsa bibînin, û kesên ku dibînin, kor bibin.” 40 Fêrisiyên ku li wê derê bûn ev yek bihîst û ji wî re got: “Ma em jî kor in?” 41 Îsa ji wan re got: “Eger hûn kor bûna, gunehên we wê tune bûna. Lê ji ber ku hûn dibêjin ‘Em dibînin’, hûn di gunehên xwe de dimînin.”

10 Îsa got: “Bi rastî, yê ku ne di derî re dikeve hevşiya miyan, lê hildikişe ser dîwêr û dikeve hundir, ew diz û rêbir e. 2 Lê yê ku di derî re dikeve hundir, ew şivanê miyan e. 3 Nobedar ji wî re derî vedike, û mî guh didin dengê wî. Ew miyên xwe bi navê wan gazî dike û wan derdixe derve. 4 Gava ew hemû miyên xwe derdixe derve, ew li pêşiya wan diçe û mî li pey wî diçin, çimkî ew dengê wî nas dikin. 5 Ewê tu caran li pey yekî xerîb neçin, lê ewê ji wî birevin, çimkî ew dengê xerîban nas nakin.” 6 Îsa ev mîsal ji wan re got, lê wan fehm nekir ku ew ji wan re behsa çi dike.

7 Îsa dewam kir û got: “Bi rastî, deriyê ji bo miyan ez im. 8 Hemû kesên ku xwe kirine cihê min, ew diz û rêbir in, lê miyan guh nedaye wan. 9 Ez derî me. Her kesê ku bi saya min dikeve hundir, ewê xelas bibe. Û ewê bikeve hundir û derkeve û çêreyê bibîne. 10 Diz tenê ji bo dizîn, şerjêkirin û telankirinê tê. Lê ez hatime, da ku mî jiyanê bistînin û jiyana wan bêdawî be. 11 Ez şivanê qenc im. Şivanê qenc canê xwe ji bo xatirê miyan dide. 12 Xebatkarê ku ne şivan û ne jî xwediyê miyan e, gava ew dibîne ku gur tê, ew miyan dihêle û direve. Gur wan digire û ji hev belav dike, 13 çimkî ev zilam tenê xebatkar e û ew xema miyan naxwe. 14 Ez şivanê qenc im. Ez miyên xwe nas dikim û miyên min jî min nas dikin, 15 çawa ku Bav min nas dike û ez jî Bav nas dikim. Û ez canê xwe ji bo xatirê miyan didim.

16 Miyên min ên din jî hene, yên ku ne di vê hevşiyê de ne. Gerek ez wan jî bînim, û ewê guh bidin dengê min. Ewê bibin yek kerî, û yek şivanê wan wê hebe. 17 Bav ji min hez dike, çimkî ez canê xwe didim, da ku ez canê xwe dîsa bistînim. 18 Tu kes canê min ji min nastîne, lê ez bi xwe canê xwe didim. Heqê min heye ku ez canê xwe bidim, û heqê min heye ku ez canê xwe dîsa bistînim. Min ev emir ji Bavê xwe standiye.”

19 Ji ber van gotinan, di nav Cihûyan de dîsa cudahî çêbû. 20 Gelekan ji wan digot: “Ew bi cin ketiye û dîn bûye. Çima hûn guh didin wî?” 21 Hin kesên din digot: “Mirovekî bicinketî wisa xeber nade. Ma cinek dikare çavê kesekî kor veke?”

22 Wê demê li Orşelîmê Cejna Pîrozkirina Îbadetgehê derbas dibû. Hingê zivistan bû, 23 û Îsa li îbadetgehê di eywana* Silêman de digeriya. 24 Hingê Cihûyan derdora wî girt û ji wî re got: “Ma tuyê heta kengê me di şikê de bihêlî? Eger tu Mesîh î, ji me re bi eşkereyî bibêje.” 25 Îsa cewaba wan da: “Min ji we re got, lê hûn bawer nakin. Karên ku ez bi navê Bavê xwe dikim şahidiya min dikin. 26 Lê hûn bawer nakin, çimkî hûn ne miyên min in. 27 Miyên min guh didin dengê min, ez wan nas dikim û ew li pey min tên. 28 Ez jiyana herheyî didim wan, û ewê tu caran helak nebin. Û tu kes nikare wan ji destê min bistîne. 29 Tiştê ku Bavê min daye min, ji hemû tiştên din biqîmettir e, û tu kes nikare wan ji destê Bav bistîne. 30 Ez û Bav yek in*.”

31 Cihûyan dîsa kevir hildan, da ku wî bidin ber keviran. 32 Îsa ji wan re got: “Min gelek karên qenc, ên ku Bav li min emir kirine, nîşanî we dan. Ji ber kîjan ji van karan hûn min didin ber keviran?” 33 Cihûyan cewaba wî da: “Em te ne ji ber karên qenc, lê ji ber ku tu kufir dikî, didin ber keviran. Çimkî tu mirov î, lê xwe dikî Xwedê.” 34 Îsa ji wan re got: “Ma di Qanûna we de ne nivîsî ye ku Xwedê gotiye: ‘Hûn îlah in’? 35 Yên ku peyva Xwedê wan mehkûm dike, Xwedê ji wan re got ‘hûn îlah in’, û tiştên ku Nivîsarên Pîroz dibêjin, mirov nikare betal bike. 36 Lê kesê ku Xwedê pîroz kiriye û şandiye dinyayê, ez im. Îcar hûn çawa dikarin bibêjin, ‘Tu kufir dikî’, ji ber ku min got ‘Ez Kurê Xwedê me’? 37 Eger ez karên Bavê xwe nakim, ji min bawer nekin. 38 Lê eger ez wan dikim, hûn ji min bawer nekin jî, bi karên min bawer bikin, da ku hûn bizanin û fehm bikin ku Bav bi min re di yekîtiyê de ye û ez bi Bav re di yekîtiyê de me.” 39 Hingê wan dîsa dixwest Îsa bigirin, lê ew ji destê wan filitî.

40 Ew dîsa derbasî aliyê din ê Çemê Urdunê bû, cihê ku Yehya* di destpêkê de vaftîz dikir*, û ew li wê derê ma. 41 Gelek mirov hatin ba wî û digotin: “Yehya* mucîzeyek jî çênekiriye, lê her tiştê ku wî di heqê vî zilamî de got rast derketiye.” 42 Û li wê derê gelek kesan bawerî bi wî anî.

11 Zilamekî bi navê Lazar nexweş ketibû. Ew ji Beytanyayê, gundê Meryem û xwişka wê Martayê bû. 2 Lazarê nexweş birayê vê Meryemê bû, ya ku rûnê bêhnxweş li ser lingên Efendiyê me rijandin û bi porê xwe ziwa kiribûn. 3 Xwişkên wî ji Îsa re xeber şand û got: “Efendiyê me, yê ku tu jê hez dikî nexweş e.” 4 Lê gava Îsa ev yek bihîst, wî got: “Dawiya vê nexweşiyê ne mirin e, lê ev e ku Xwedê û Kurê Xwedê bên birûmetkirin.”

5 Îsa ji Martayê, ji xwişka wê û ji Lazar hez dikir. 6 Lê gava wî bihîst ku Lazar nexweş e, ew dîsa jî du rojên din li cihê ku ew lê bû, ma. 7 Paşê wî ji şagirtên xwe re got: “Werin, em dîsa herin Cihûstanê.” 8 Şagirtan ji wî re got: “Mamoste, berî çendek xelkê Cihûstanê dixwest te bidin ber keviran, û niha tu dixwazî dîsa herî wê derê?” 9 Îsa cewab da: “Ma ronahiya rojê ne 12 saet e? Eger kesek bi roj bigere, ew naterpile, çimkî ew ronahiya vê dinyayê dibîne. 10 Lê eger kesek bi şev bigere, ew diterpile, çimkî ronahî di wî de tune ye.”

11 Piştî van gotinan, wî got: “Dostê me Lazar bi xew re çûye, lê ez diçim ba wî ku wî hişyar bikim.” 12 Şagirtan jê re got: “Efendiyê me, eger ew bi xew re çûye, ewê qenc bibe.” 13 Îsa behsa mirina wî dikir, lê ew difikirîn ku ew behsa razanê dike. 14 Hingê Îsa bi zelalî ji wan re got: “Lazar miriye, 15 û ez ji bo we kêfxweş im ku ez ne li wê derê bûm, da ku hûn bawer bikin. Lê niha werin em herin ba wî.” 16 Hingê Tomas, ê ku jê re “Cêwî” digotin, ji şagirtên din re got: “Werin em jî herin û bi wî re bimirin.”

17 Gava Îsa gihîşt wê derê, ew pê hesiya ku Lazar êdî çar roj di mezel de bû. 18 Beytanya nêzîkî Orşelîmê bû, weke 3 kîlometre* jê dûr bû. 19 Gelek Cihû hatibûn ba Marta û Meryemê, da ku ji ber mirina birayê wan di ber dilê wan de bên. 20 Gava Martayê bihîst ku Îsa tê, ew çû pêşiya wî, lê Meryem li malê ma. 21 Martayê ji Îsa re got: “Efendiyê min, eger tu li vir bûyayî, birayê min nedimir. 22 Lê ez niha jî dizanim, tu ji Xwedê çi bixwazî, Xwedê wê bide te.” 23 Îsa ji wê re got: “Birayê te wê ji mirinê rabe.” 24 Martayê ji wî re got: “Ez dizanim ku li roja dawîn, di dema rabûna miriyan de ewê ji mirinê rabe.” 25 Îsa ji wê re got: “Rabûna miriyan û jiyan ez im. Yê ku bawerî bi min tîne, eger ew bimire jî, ewê vegere jiyanê. 26 Û her kesê ku dijî û bi min bawer dike, ewê qet nemire. Tu bi vê yekê bawer dikî?” 27 Wê got: “Erê Efendiyê min, ez bawer dikim ku tu Mesîh î, Kurê Xwedê, yê ku wê bihata dinyayê.” 28 Piştî van gotinan, ew çû gazî xwişka xwe Meryemê kir û bi dizîka jê re got: “Mamoste li vir e û ew gazî te dike.” 29 Gava wê ev yek bihîst, ew zû rabû û çû ba wî.

30 Îsa hê neketibû gund, lê ew li cihê ku Marta hat pêşiya wî mabû. 31 Gava Cihûyên ku li malê bi Meryemê re bûn û di ber dilê wê dihatin, ditîn ku ew zû rabû û derket derve, ew li pey wê çûn, çimkî ew difikirîn ku ewê here ser mezel û li wê derê bigirî. 32 Gava Meryem hat cihê ku Îsa lê bû û ew dît, wê xwe avêt ber lingên wî û got: “Efendiyê min, eger tu li vir bûyayî, birayê min nedimir.” 33 Gava Îsa dît ku ew û Cihûyên ku bi wê re hatibûn digirîn, ew pir dilteng û xemgîn bû. 34 Wî pirsî: “We ew danî ku derê?” Wan cewab da: “Efendiyê me, were û bibîne.” 35 Çavên Îsa bi hêstiran tije bûn. 36 Hingê Cihûyan got: “Binêrin, wî çi qas jê hez dikir!” 37 Lê hin ji wan got: “Ma ev zilamê ku çavên koran vekirin, nikaribû tiştekî bike ku ev kes nemire?”

38 Îsa dîsa ji kûrahiya dil ve naliya û çû ser mezel. Ev mezel şikeftek bû û kevirek li ber deriyê wê bû. 39 Îsa got: “Kevir rakin.” Lê xwişka yê mirî, Marta, ji wî re got: “Efendiyê min, êdî çar roj e ku ew miriye, û bêhn ketiye wî.” 40 Îsa jê re got: “Ma min ji te re negot, eger tu bawer bikî tuyê rûmeta Xwedê bibînî?” 41 Hingê wan kevir rakir. Îsa çavên xwe ber bi ezmên ve hilda û got: “Bavo, ji ber ku te ez bihîstim, ez ji te re şikir dikim. 42 Ez dizanim ku tu min her tim dibihîzî, lê min ev yek ji ber mirovên ku li vir in got, da ku ew bawer bikin ku te ez şandime.” 43 Piştî van gotinan, wî bi dengekî bilind got: “Lazar, derkeve derve!” 44 Zilamê mirî, yê ku dest û lingên wî bi kitan pêçayî bûn, û ser û çavê wî bi destmalekê girtî bû, derket derve. Îsa ji xelkê re got: “Wî vekin, da ku ew here.”

45 Wê demê gelek Cihûyên ku hatibûn ba Meryemê û tiştên ku Îsa kiribûn dîtin, bawerî bi wî anîn. 46 Lê hin ji wan çûn ba Fêrisiyan û hemû tiştên ku Îsa kirine ji wan re gotin. 47 Hingê serokên kahînan û Fêrisiyan Mehkemeya Bilind a Cihûyan li hev top kir û got: “Em çi bikin? Ev zilam gelek mucîzeyan çêdike. 48 Eger em tiştekî nekin, hemû kes wê baweriya xwe bi wî bînin. Û Romayî jî wê bên, û ewê hem cihê me*, hem jî miletê me ji me bistînin.” 49 Lê yek ji wan bi navê Kayafas, ê ku wê salê kahînê mezin bû, ji wan re got: “Hûn qet tiştekî jî fehm nakin. 50 Ma nagihîje hişê we ku ji bo we baştir e, eger yek mirov ji bo xatirê xelkê bimire, li şûna ku temamiya xelkê helak bibe?” 51 Wî ev ji ber xwe negot. Lê ji ber ku ew wê salê kahînê mezin bû, Xwedê ew bi kar anî, da ku ew bibêje ku Îsa wê ji bo xelkê bimire, 52 û ne bi tenê ji bo xelkê, lê da ku zarokên Xwedê yên belavbûyî li hev top bike û bike yek. 53 Ji vê rojê û pê ve, ew li rêyekê digeriyan ku wî bikujin.

54 Ji ber vê yekê, Îsa êdî bi eşkereyî di nav Cihûyan de negeriya, lê ew ji wê derê derket û çû bajarekî bi navê Efraîm a ku li herêma nêzîkî çolê bû, û bi şagirtên xwe re li wê derê ma. 55 Hingê Cejna Derbasbûnê ya Cihûyan nêzîk dibû, û gelek mirov ji gundan ji bo ku xwe berî cejnê li gor adetê paqij bikin, hilkişiyan Orşelîmê. 56 Mirov li Îsa digeriyan, û gava ew li îbadetgehê sekinî bûn, wan ji hevdû re digot: “Hûn çi difikirin? Gelo ewê qet neyê cejnê?” 57 Lê serokên kahînan û Fêrisiyan emir dabû ku eger kesek bizane ku Îsa li ku derê ye, gerek ew xeberê bide wan, da ku ew bikarin wî bigirin.

12 Şeş roj berî Cejna Derbasbûnê, Îsa hat Beytanyayê. Lazarê ku wî ji mirinê rakiribû li wê derê dijiya. 2 Li wê derê wan şîvek ji bo Îsa hazir kir. Martayê xizmet dikir, lê Lazar bi Îsa û bi kesên din re li ser sifrê rûniştî bû. 3 Hingê Meryemê nêzîkî nîv lître rûnê bêhnxweş û giranbiha ji nardîna saf li ser lingên Îsa rijand û bi porê xwe lingên wî ziwa kirin. Temamiya malê bi bêhna rûnê bêhnxweş tije bû. 4 Lê yekî ji şagirtên Îsa, Cihûdayê Îsxeryot, ê ku wê paşê ew bidaya dest, got: 5 “Çima ev rûnê bêhnxweş bi 300 dînarî nehat firotin û di nav feqîran de nehat belav kirin?” 6 Wî ev yek ne ji ber ku wî xema feqîran dixwar, lê ji ber ku ew diz bû, got. Qutiya pereyan li cem wî bû, û wî pere jê didizî. 7 Hingê Îsa got: “Wê rihet bihêlin, bila ew vê adetê pêk bîne, da ku min ji bo roja defnkirinê* hazir bike. 8 Kesên feqîr her tim li ba we ne, lê ezê ne her tim li ba we bim.”

9 Gava gelek Cihû pê hesiyan ku Îsa li wê derê ye, ew hatin, da ku ne bi tenê Îsa, lê Lazarê ku wî ji mirinê rakiribû jî, bibînin. 10 Îcar serokên kahînan li rêyekê digeriyan ku Lazar jî bikujin, 11 çimkî gelek Cihû ji ber wî diçûn wê derê û bawerî bi Îsa dianîn.

12 Roja din, xelkê ku hatibûn cejnê, bihîst ku Îsa tê Orşelîmê. 13 Wan çiqilên xurmeyan hildan, çûn pêşiya wî û bi dengekî bilind digot: “Xwedê, em ji te rica dikin, wî xelas bike! Yê ku bi navê Yehowa tê, Padîşahê Îsraîlê, bikerem e!” 14 Îsa ji xwe re dehşikek dît û lê siwar bû, wek ku hatiye nivîsîn: 15 “Netirse, keça Siyonê. Binêre, Hukimdarê te li ser pişta dehşikê siwar bûye û tê.” 16 Di destpêkê de, şagirtên wî ev tişt fehm nekir, lê gava Îsa hat birûmetkirin, hat bîra wan ku ev hemû tişt li ser wî hatibûn nivîsîn, û eynî wisa çêbû.

17 Ew xelkê ku dît ku Îsa gazî Lazar kiribû ku ew ji mezel derkeve û ji mirinê rakiribû, bi dewamî şahidiya vê yekê dikir. 18 Gelek mirovan di heqê vê mucîzeyê de bihîst, loma ew çûn pêşiya wî. 19 Fêrisiyan di nav xwe de got: “Hûn dibînin, tiştek ji destê me nayê. Dinya alem li pey wî diçe.”

20 Di nav kesên ku hatin cejnê de, da ku îbadetê bikin, hin kesên Yûnanî jî hebûn. 21 Ew hatin ba Filîpos, ê ku ji Beytsaydaya Celîleyê bû, û ji wî rica kir: “Ezbenî, em dixwazin Îsa bibînin.” 22 Filîpos çû û ji Andreas re got. Paşê Andreas û Filîpos jî çûn û ji Îsa re gotin.

23 Îsa ji wan re got: “Saeta ku Kurê Mirov bê birûmetkirin hatiye. 24 Bi rastî, heta ku liba genim* nekeve û nemire, ew bi tenê wek libek dimîne. Lê eger ew bimire, ewê gelek ber bide. 25 Yê ku ji jiyana* xwe hez dike, ewê wê winda bike*. Lê yê ku di vê dinyayê de ji jiyana* xwe nefret dike, ewê wê ji bo jiyana herheyî biparêze. 26 Eger kesek bixwaze xizmeta min bike, bila ew li pey min were, û ez li ku derê bim, xizmetkarê min jî wê li wê derê be. Eger kesek bixwaze xizmeta min bike, Bav wê rûmetê bide wî. 27 Niha dilê min teng bûye, ma ez çi bibêjim? Bavo, min ji vê saetê xelas bike. Lê belê, ez ji bo vê saetê hatime. 28 Bavo, navê xwe birûmet bike.” Hingê dengek ji ezmên hat: “Min ew birûmet kiriye, û ezê dîsa birûmet bikim.”

29 Mirovên ku li wê derê sekinî bûn, ev yek bihîst û got ku ezman guregur kir. Hin kesan got: “Melekek bi wî re xeber da.” 30 Îsa got: “Ev deng ne ji bo min, lê ji bo we hat. 31 Niha ev dinya tê hukimkirin, û serokê vê dinyayê wê bê avêtin derve. 32 Lê gava ku ez ji erdê bêm rakirin*, ezê hemû cureyên mirovan bikişînim ba xwe.” 33 Wî bi van gotinan nîşan da ku ewê li nêzîk bi çi awayî bimire. 34 Hingê xelkê ji wî re got: “Di Qanûnê de tê gotin ku Mesîh wê heta hetayê bijî. Îcar tu çawa dikarî bibêjî ku gerek Kurê Mirov ji erdê bê rakirin*? Ev Kurê Mirov kî ye?” 35 Îsa ji wan re got: “Ronahî wê ji bo demeke kin hê di nav we de bimîne. Heta ronahî hê li ba we ye, di ronahiyê de bimeşin, da ku tarî we bindest neke. Kesê ku di tariyê de dimeşe, nizane ku ew diçe ku derê. 36 Heta ku ronahî li ba we be, bi ronahiyê bawer bikin, da ku hûn bibin kurên ronahiyê.”

Piştî ku Îsa ev tişt gotin, ew çû û xwe ji wan veşart. 37 Her çi qas wî li ber çavê wan gelek mucîze çêkirin jî, wan bawerî bi wî nedianî. 38 Ev yek çêbû, da ku gotinên Îşaya pêxember bên cih: “Yehowa, kê bi xebera me bawer kiriye? Û Yehowa qeweta* xwe ji kê re nîşan daye?” 39 Sebeba ku wan nikaribû baweriya xwe bi wî bînin, Îşaya ev jî gotiye: 40 “Wî çavên wan kor kirine û dilê wan hişk kiriye, da ku ew bi çavên xwe nebînin û bi dilê xwe fehm nekin û venegerin ba min ku ez wan qenc bikim.” 41 Îşaya wisa got, çimkî wî rûmeta Mesîh dît û li ser wî xeber da. 42 Lê belê, dîsa jî gelek serokan bawerî bi wî anî, lê wan ev yek bi eşkereyî qebûl nedikir, da ku Fêrisî wan ji sînagogê* dernexin. 43 Çimkî wan ji razîbûna Xwedê zêdetir ji razîbûna mirovan hez dikir.

44 Îsa bi dengekî bilind got: “Yê ku baweriyê bi min tîne, ne tenê bi min, lê bi yê ku ez şandime jî baweriyê tîne. 45 Û yê ku min dibîne, yê ku ez şandime jî dibîne. 46 Ez wek ronahî hatim dinyayê, da ku her kesê ku baweriyê bi min bîne, di tariyê de nemîne. 47 Ez kesê ku gotinên min dibihîze û li gor wan nake, hukim nakim. Çimkî ez nehatime ku dinyayê hukim bikim, lê ez hatime ku dinyayê xelas bikim. 48 Yê ku min red dike û gotinên min qebûl nake, yekî ku wî hukim bike, heye. Di roja dawîn de peyva ku min gotiye, wê wî hukim bike. 49 Çimkî min ji ber xwe xeber nedaye, lê Bavê ku ez şandime emir daye min ku ez çi bibêjim û çi hîn bikim. 50 Û ez dizanim ku emrê wî dibe ber bi jiyana herheyî ve. Loma her tiştê ku ez dibêjim, Bav çawa ji min re gotiye ez wisa dibêjim.”

13 Berî Cejna Derbasbûnê, Îsa êdî dizanibû ku saeta wî hatiye ku ew vê dinyayê bihêle û here ba Bav. Îsa ji şagirtên xwe, yên ku di vê dinyayê de bûn hez kir, û wî ji wan heta dawiyê hez kir. 2 Wexta şîvê bû. Îblîs êdî ev yek kiribû dilê Cihûdayê kurê Şîmûnê Îsxeryot ku ew Îsa bide dest. 3 Îsa, yê ku dizanibû ku Bav her tişt daye destê wî û ku ew ji ba Bav hatiye û diçe ba Bav, 4 ji ser xwarinê rabû, xeftanê xwe da aliyekî, pêşgîrek hilda û li pişta xwe girêda. 5 Paşê wî av kir teştê û dest bi şûştina lingên şagirtên xwe kir, û bi pêşgîra ku wî li pişta xwe girêdabû, ziwa kirin. 6 Gava dora Şîmûn Petrûs hat, wî ji Îsa re got: “Efendiyê min, ma tuyê lingên min bişoyî?” 7 Îsa ji wî re got: “Tiştê ku ez dikim tu niha fehm nakî, lê paşê tuyê fehm bikî.” 8 Petrûs jê re got: “Ezê tu caran îzin nedim ku tu lingên min bişoyî.” Îsa got: “Eger ez lingên te neşom, tu nikarî bi min re bî.” 9 Hingê Şîmûn Petrûs got: “Efendiyê min, îcar ne tenê lingên min, lê dest û serê min jî bişo.” 10 Îsa ji wî re got: “Yê ku hatiye şûştin, ji xeynî lingên wî, ne hewce ye ku ew bê şûştin, çimkî ew bi temamî paqij e. Hûn paqij in, lê ne hemû ji we.” 11 Wî dizanibû ku kî wê wî bide dest, loma wî got: “Ne hemû ji we paqij in.”

12 Piştî ku wî lingên wan şûştin û xeftanê xwe li xwe kir, ew dîsa li ser sifrê rûnişt û ji wan re got: “Hûn fehm dikin ku min ji bo we çi kiriye? 13 Hûn ji min re dibêjin ‘Mamoste’ û ‘Efendî’, û hûn rast in, çimkî ez ew im. 14 Madem ku ez Efendî û Mamoste me, û min lingên we şûştin, îcar gerek hûn jî lingên hevdû bişon. 15 Min ji we re mînakek hişt, da ku her tiştê ku min ji bo we kiriye, hûn jî eynî wisa bikin. 16 Bi rastî, xulam ji axayê xwe ne mezintir e, û ne jî yê ku hatiye şandin, ji yê ku ew şandiye mezintir e. 17 Madem ku hûn van tiştan dizanin, eger hûn wan dikin, hûn dilxweş in. 18 Ez ne behsa we hemûyan dikim. Yên ku min hilbijartine, ez wan nas dikim. Lê ev yek çêbû, da ku ev nivîs bê cih: ‘Yê ku nanê min dixwar li dijî min rabûye*.’ 19 Berî ku ev tişt çêbin, ez wan ji we re dibêjim, da ku gava ev tişt çêbin, hûn bawer bikin ku ew ez im. 20 Bi rastî, yê ku kesê ku ez dişînim qebûl dike, ew min jî qebûl dike. Û yê ku min qebûl dike, ew yê ku ez şandime jî qebûl dike.”

21 Piştî van gotinan, dilê* Îsa teng bû û wî bi eşkereyî got: “Bi rastî, yek ji we wê min bide dest.” 22 Şagirtan li hev nêrî û meraq kir ka ew behsa kê dike. 23 Yekî ji şagirtan, ê ku Îsa jê hez dikir, li kêleka* Îsa li ser sifrê rûniştî bû. 24 Hingê Şîmûn Petrûs ji wî re îşaret kir û got: “Ji me re bibêje, ka ew behsa kê dike.” 25 Wî kesî xwe nêzîkî singê Îsa kir û jê pirsî: “Efendiyê min, tu behsa kê dikî?” 26 Îsa cewab da: “Ez pariyê nên bixim tasê û bidim kê, ew e.” Piştî ku wî nan xist tasê, wî ew da Cihûdayê kurê Şîmûnê Îsxeryot. 27 Piştî ku Cihûda pariyê nên hilda, Şeytan li ser dilê wî tesîr kir. Îsa ji wî re got: “Tiştê ku tu dikî, zû bike.” 28 Lê tu kesî ji yên ku li ser sifrê rûniştî bûn, fehm nekir ku wî çima wisa got. 29 Ji ber ku qutiya pereyan li ba Cihûda bû, hin kes difikirîn ku Îsa ji wî re gotibû: “Tiştên ku ji bo cejnê ji me re lazim in, bikire”, yan ku gerek ew tiştekî bide feqîran. 30 Piştî ku wî pariyê nên stand, ew di cih de derket derve. Û şev bû.

31 Gava ew derket derve, Îsa got: “Niha Kurê Mirov tê birûmetkirin û Xwedê bi saya wî tê birûmetkirin. 32 Xwedê bi xwe wê wî birûmet bike û ewê wî di cih de birûmet bike. 33 Dostên* min, ez bi tenê wexteke kin bi we re me. Hûnê li min bigerin, wek ku min ji Cihûyan re got, ez ji we re jî dibêjim, ‘Hûn nikarin bên cihê ku ez diçimê.’ 34 Ez emrekî nû didim we: Ji hevdû hez bikin. Wek ku min ji we hez kiriye, hûn jî ji hevdû hez bikin. 35 Eger hûn ji hevdû hez bikin, her kes wê bizane ku hûn şagirtên min in.”

36 Şîmûn Petrûs ji wî pirsî: “Efendiyê min, tuyê herî ku derê?” Îsa cewab da: “Cihê ku ez diçimê, niha tu nikarî li pey min werî, lê tuyê paşê werî.” 37 Petrûs jê re got: “Efendiyê min, çima ez niha nikarim li pey te werim? Ezê canê xwe ji bo te bidim.” 38 Îsa ji wî re got: “Tuyê canê xwe ji bo min bidî? Bi rastî, berî ku dîk bang bide, tuyê min sê caran înkar bikî.”

14 “Bila dilê we teng nebe. Baweriya xwe bi Xwedê bînin û baweriya xwe bi min jî bînin. 2 Di mala Bavê min de gelek cih hene. Eger ne wisa bûya, minê ji we re bigota, çimkî ez diçim ku ji bo we cih hazir bikim. 3 Gava ez herim û ji bo we cih hazir bikim, ezê dîsa werim û we bibim ba xwe, da ku cihê ku ez lê bim, hûn jî li wê derê bin. 4 Hûn rêya cihê ku ez diçimê dizanin.”

5 Tomas ji Îsa re got: “Efendiyê min, em nizanin ku tu diçî ku derê. Emê çawa rêyê bizanin?”

6 Îsa ji wî re got: “Rê, rastî û jiyan ez im. Tu kes bêyî min nikare were cem Bav. 7 Eger we ez nas bikirama, weyê Bavê min jî nas bikira. Ji niha ve hûn wî nas dikin û we ew dîtiye.”

8 Filîpos ji wî re got: “Efendiyê min, Bav nîşanî me bide, û ev ji me re bes e.”

9 Îsa ji wî re got: “Filîpos, ez ew qas wext bi we re me, û hê tu min nas nakî? Yê ku ez dîtime, Bav jî dîtiye. Îcar tu çawa dikarî bibêjî ‘Bav nîşanî me bide’? 10 Ma tu bawer nakî ku ez bi Bav re di yekîtiyê de me, û Bav bi min re di yekîtiyê de ye? Tiştên ku ez ji we re dibêjim, ez ne ji ber xwe dibêjim, lê Bavê ku bi min re di yekîtiyê de ye, karên xwe bi navgîniya min dike. 11 Bawer bin ku ez bi Bav re di yekîtiyê de me, û Bav bi min re di yekîtiyê de ye. Lê eger hûn bi gotinên min bawer nekin, bi karên min bawer bikin. 12 Bi rastî, yê ku baweriyê bi min bîne, ewê eynî karên ku ez dikim, bike. Û ewê karên hê mezintir jî bike, çimkî ez diçim ba Bav. 13 Wekî din, her tiştê ku hûn bi navê min bixwazin, ezê bikim, da ku Bav bi saya Kur bê birûmetkirin. 14 Eger hûn bi navê min tiştekî bixwazin, ezê bikim.

15 Eger hûn ji min hez dikin, hûnê emrên min bînin cih. 16 Û ezê ji Bav bixwazim û ewê alîkarekî din* bide we ku heta hetayê bi we re bimîne. 17 Ew ruhê rastiyê ye, û dinya nikare wî bistîne, çimkî dinya ne wî dibîne û ne jî wî nas dike. Lê hûn wî nas dikin, çimkî ew bi we re ye û di hundirê we de ye. 18 Ezê we sêwî nehêlim. Ezê werim ba we. 19 Di wexteke kin de, dinya wê min êdî nebîne, lê hûnê min bibînin, çimkî ez dijîm û hûnê jî bijîn. 20 Wê rojê hûnê bizanin ku ez bi Bavê xwe re di yekîtiyê de me, hûn bi min re di yekîtiyê de ne, û ez bi we re di yekîtiyê de me. 21 Yê ku emrên min qebûl dike û wan tîne cih, ew ji min hez dike. Û yê ku ji min hez dike, Bavê min wê ji wî hez bike, û ezê jî ji wî hez bikim û xwe ji wî re eşkere bikim.”

22 Cihûda (ne Cihûdayê Îsxeryot) ji Îsa pirsî: “Efendiyê min, çi çêbû ku tu dixwazî xwe ji me re eşkere bikî, lê ne ji dinyayê re?”

23 Îsa cewaba wî da: “Yê ku ji min hez dike, ewê gotinên min bîne cih, û Bavê min wê ji wî hez bike. Emê werin ba wî û bi wî re bijîn. 24 Yê ku ji min hez nake, ew gotinên min nayne cih. Gotinên ku hûn dibihîzin, ne yên min in, lê yên Bavê min in, ê ku ez şandime.

25 Heta ku ez li ba we me, ez van hemû tiştan ji we re dibêjim. 26 Lê alîkar, yanî ruhê pîroz, ê ku Bav wê bi navê min bişîne, ewê hemû tiştan hînî we bike, û hemû tiştên ku min ji we re gotine, bîne bîra we. 27 Ez aştiyê ji we re dihêlim, ez aştiya xwe didim we. Aştiya ku ez didim we, ne mîna vê aştiyê ye, ya ku dinya dide we. Bila dilê we teng nebe û tirs nekeve dilê we. 28 We bihîst ku min ji we re got: ‘Ez diçim, û ezê vegerim ba we.’ Eger hûn ji min hez dikin, hûnê kêfxweş bibin ku ez diçim ba Bav, çimkî Bav ji min mezintir e. 29 Min ev tişt berî ku ew çêbin ji we re gotine, da ku gava ew çêbin, hûn bawer bikin. 30 Êdî ez bi we re gelek xeber nadim, çimkî serokê vê dinyayê tê, lê ew nikare li ser min tesîr bike. 31 Lê da ku dinya bizane ku ez ji Bav hez dikim, her tiştê ku Bav li min emir kiriye, ez eynî wisa dikim. Rabin, bila em ji vir herin.

15 Mêwa rastîn ez im, û Bavê min rezvan e. 2 Her çiqilê min, ê ku ber nade, ew dibire, û ew çiqilên ku ber didin paqij dike, da ku ew zêdetir ber bidin. 3 Ji ber gotinên ku min ji we re gotin, hûn êdî paqij in. 4 Bi min re di yekîtiyê de bimînin, û ezê jî bi we re di yekîtiyê de bimînim. Çawa ku çiqilê ku bi mêwê ve nemîne, nikare bi xwe ber bide, bi eynî awayî, eger hûn bi min re ne di yekîtiyê de bin, hûn jî nikarin ber bidin. 5 Mêw ez im, û hûn çiqil in. Yê ku bi min re di yekîtiyê de dimîne, û yê ku ez bi wî re di yekîtiyê de dimînim, ew gelek ber dide, çimkî bêyî min hûn nikarin tiştekî bikin. 6 Eger kesek bi min re di yekîtiyê de nemîne, ewê wek çiqilekî bê avêtin û hişk bibe. Çiqilên wisa tên topkirin, tên avêtin nav êgir û tên şewitandin. 7 Eger hûn bi min re di yekîtiyê de bimînin û gotinên min di dilê we de bimînin, hûn çi bixwazin jî, wê ji we re bê dayîn. 8 Bi vê yekê ku hûn bi zêdeyî ber didin û îsbat dikin ku hûn şagirtên min in, Bavê min tê birûmetkirin. 9 Wek ku Bav ji min hez dike, ez jî ji we hez dikim. Di hezkirina min de bimînin. 10 Eger hûn emrên min bînin cih, hûnê di hezkirina min de bimînin, wek ku min emrên Bav anîne cih û ez di hezkirina wî de dimînim.

11 Min ev hemû tişt ji we re gotin, da ku dilxweşiya we wek dilxweşiya min be û hûnê bi vê dilxweşiyê ve tije bibin. 12 Emrê min ev e: Wek ku min ji we hez kir, hûn jî ji hevdû hez bikin. 13 Ji hezkirina ku kesek ji bo xatirê dostên xwe canê xwe bide, hezkirineke mezintir tune ye. 14 Eger hûn tiştên ku min li we emir kirine bînin cih, hûn dostên min in. 15 Êdî ez ji we re nabêjim xulam, çimkî xulam nizane ku axayê wî çi dike. Lê ez ji we re dibêjim dostên min, çimkî her tiştê ku min ji Bavê xwe bihîstiye, min ji we re gotiye. 16 Ne we ez hilbijartime, lê min hûn hilbijartine ku hûn herin û bi dewamî ber bidin, û ku berê we bimîne. Hingê hûn bi navê min çi ji Bav bixwazin, ewê bide we.

17 Ez van tiştan li we emir dikim, da ku hûn ji hevdû hez bikin. 18 Eger dinya ji we nefret dike, bizanin ku berî ku ew ji we nefret bike, wê ji min nefret kiriye. 19 Eger hûn wek kesên vê dinyayê bûna, dinyayê wê ji we hez bikira. Lê belê, ji ber ku hûn ne wek kesên vê dinyayê ne, lê min hûn ji dinyayê hilbijartine, dinya ji we nefret dike. 20 Gotina ku min ji we re got, bînin bîra xwe: Xulam ji axayê xwe ne mezintir e. Madem ku wan zilm li min kiriye, ewê zilmê li we jî bikin. Eger wan gotinên min anîne cih, ewê gotinên we jî bînin cih. 21 Lê ewê van hemû tiştan ji ber navê min bînin serê we, çimkî ew yê ku ez şandime nas nakin. 22 Eger ez nehatama û ji wan re negota, gunehê wan wê tunebûya. Lê niha ew nikarin gunehê xwe înkar bikin. 23 Kesê ku ji min nefret dike, ji Bavê min jî nefret dike. 24 Eger min mucîzeyên ku tu kesê din çênekirin, di nav wan de çênekirana, gunehê wan wê tunebûya. Lê niha wan ez dîtime, û ew ji min nefret dikin, û ew ji Bavê min jî nefret dikin. 25 Lê wisa çêbû, da ku gotinên ku di Qanûna wan de hatine nivîsîn, bên cih: ‘Wan bê sebeb ji min nefret kir.’ 26 Gava alîkarê ku ezê ji ba Bav ji we re bişînim were, yanî ruhê rastiyê yê ku ji Bav tê, ewê ji bo min şahidiyê bike. 27 Û gerek hûn jî şahidiyê ji bo min bikin, çimkî hûn ji destpêkê ve bi min re bûne.

16 “Min ev tişt ji we re gotin, da ku hûn ji rê dernekevin. 2 Hûnê ji sînagogê* bên derxistin. Erê, wext tê ku her kesê ku we bikuje wê bifikire ku ew xizmeteke pîroz ji bo Xwedê dike. 3 Lê ewê wisa bikin, çimkî wan ne Bav, ne jî ez nas kirime. 4 Lê belê min ev tişt ji we re gotin, da ku dema ku ew çêbin, hûn wan bînin bîra xwe.

Min di destpêkê de ji we re behsa van tiştan nekir, çimkî ez bi we re bûm. 5 Lê niha ez diçim ba yê ku ez şandime, lê tu kes ji we ji min napirse: ‘Tu diçî ku derê?’ 6 Lê ji ber ku min ev tişt ji we re gotin, hûn pir xemgîn bûne. 7 Lê belê ji min bawer bikin, çûyîna min ji bo xêra we ye. Çimkî eger ez neçim, alîkar wê neyê ba we. Lê eger ez herim, ezê wî ji we re bişînim. 8 Gava ew were, ewê ji dinyayê re di heqê guneh, rastdarî û hukim de îsbatên pêbawer bide. 9 A pêşîn li ser guneh, çimkî ew baweriyê bi min naynin. 10 Paşê li ser rastdarî, çimkî ez diçim ba Bav, û hûnê min êdî nebînin. 11 Piştre li ser hukim, çimkî serokê vê dinyayê hukmê xwe standiye.

12 Hê gelek tişt hene ku ez dikarim ji we re bibêjim, lê niha hûn nikarin wan fehm bikin. 13 Gava ew*, yanî ruhê rastiyê were, ewê rêberiya we bike û alî we bike ku hûn temamiya rastiyê fehm bikin. Çimkî ewê ne ji ber xwe xeber bide, lê tiştê ku wî bihîstiye bibêje, û ewê li ser tiştên ku wê çêbin xeberê bide we. 14 Ewê min birûmet bike, çimkî ewê tiştê ku ew ji min bistîne, bide we. 15 Hemû tiştên ku li ba Bav hene, yên min in. Loma min ji we re got ku ewê tiştê ku ew ji min bistîne, bide we. 16 Piştî wexteke kin, hûnê min êdî nebînin, û dîsa piştî wexteke kin, hûnê min bibînin.”

17 Hingê çend şagirtên wî ji hevdû re got: “Gelo ew bi van gotinan dixwaze çi bibêje: ‘Piştî wexteke kin, hûnê min êdî nebînin, û dîsa piştî wexteke kin, hûnê min bibînin’, û ‘Çimkî ez diçim ba Bav’?” 18 Îcar wan got: “Gelo ‘wexteke kin’ tê çi maneyê? Em fehm nakin ku ew çi dibêje.” 19 Îsa dizanibû ku ew dixwazin ji wî çi bipirsin û ji wan re got: “Ma hûn li ser van gotinên min bi hev re xeber didin: ‘Piştî wexteke kin, hûnê min êdî nebînin, û dîsa piştî wexteke kin, hûnê min bibînin’? 20 Bi rastî, hûnê bigirîn û bikin qîrîn, lê dinya wê kêfxweş bibe. Hûnê xemgîn bibin, lê xemgîniya we wê bibe dilxweşî. 21 Gava jinikek zarokekî tîne dinyayê, ew êşê dikişîne*. Lê piştî ku wê zarok anî, ew ji ber dilxweşiya ku mirovek hatiye dinyayê, êş û tengasiya xwe ji bîr dike. 22 Bi eynî awayî, niha hûn jî xemgîn in, lê ezê we dîsa bibînim û dilê we wê bi kêfxweşiyê ve tije bibe, û tu kes wê nikaribe dilxweşiya we ji we bistîne. 23 Wê rojê, hûnê ji min qet tiştekî nepirsin. Bi rastî, eger hûn ji Bav tiştekî bixwazin, ewê bi navê min bide we. 24 Heta niha we bi navê min tiştek nexwestiye. Bixwazin, û hûnê bistînin, da ku dilxweşiya we temam bibe.

25 Min ji we re ev tişt bi mîsalan gotin. Wext tê ku ezê êdî ne bi mîsalan bi we re xeber bidim, lê ezê bi eşkereyî behsa Bav bikim. 26 Wê rojê, hûnê bi navê min ji Bav bixwazin. Lê ev nayê maneya ku ezê ji bo we bixwazim. 27 Bav bi xwe ji we hez dike, çimkî we ji min hez kiriye û bawer kiriye ku ez wek temsîlkarê Xwedê hatime. 28 Ez wek temsîlkarê Bav hatime dinyayê. Niha ez dinyayê dihêlim û diçim ba Bav.”

29 Şagirtên wî got: “Niha tu bi eşkereyî xeber didî, û tu mîsalan bi kar naynî. 30 Niha em fehm dikin ku tu her tiştî dizanî, û ne lazim e ku kesek ji te tiştekî bipirse, çimkî tu dizanî ku ew çi difikire. Loma em bawer dikin ku tu ji ba Xwedê hatî.” 31 Îsa ji wan re got: “Ma hûn niha bawer dikin? 32 Wext tê û êdî hatiye ku her yek ji we wê bireve mala xwe, û hûnê min bi tenê bihêlin. Lê ez ne bi tenê me, çimkî Bav bi min re ye. 33 Min ev tişt ji we re gotin, da ku bi saya min aştiya we hebe. Di dinyayê de tengasiyên we wê hebin, lê dilxurt bin! Ez li hemberî dinyayê bi ser ketime.”

17 Piştî van gotinan, Îsa çavên xwe ber bi ezmên ve rakirin û got: “Bavo, saet hatiye. Kurê xwe birûmet bike, da ku kurê te, te birûmet bike. 2 Çimkî te qudreta li ser hemû mirovan daye wî, da ku ew jiyana herheyî bide hemû kesên ku te dane wî. 3 Ji bo ku jiyana herheyî bistînin, lazim e ku mirov te, ku tenê tu yî Xwedayê rast, nas bikin* û Îsayê Mesîh ê ku te şandiye jî nas bikin. 4 Min îşê ku te daye min aniye cih û bi vê yekê min tu li ser rûyê erdê birûmet kirî. 5 Û niha Bavo, min li aliyê xwe bi rûmeta ku li ba min hebû, gava ez li aliyê te bûm berî ku dinya çêbû, birûmet bike.

6 Min navê te ji mirovan re, yên ku te ji dinyayê dane min, eşkere kiriye. Ew yên te bûn, û te ew dan min, û wan xwe li peyva te girtiye*. 7 Niha ew dizanin ku hemû tiştên ku te dane min, ji te ne, 8 çimkî gotinên ku te dane min, min dan wan û wan jî ew qebûl kirine. Û ew baş dizanin ku ez wek temsîlkarê te hatime, û wan bawer kiriye ku te ez şandime. 9 Ez ji bo wan rica dikim. Ez ne ji bo dinyayê rica dikim, lê ji bo yên ku te dane min rica dikim, çimkî ew yên te ne. 10 Hemû yên min yên te ne, û hemû yên te yên min in, û ez di nav wan de hatime birûmetkirin.

11 Êdî ez ne li dinyayê me, lê ew li dinyayê ne, û ez têm cem te. Ya Bavê Pîroz, ji bo xatirê navê xwe, yê ku te daye min, li wan xwedî derkeve, da ku ew bibin yek*, wek ku em yek in*. 12 Gava ez bi wan re bûm, ez ji ber navê te, yê ku te daye min, li wan xwedî derketim. Min ew parastin û ji xeynî kurê helakê, yek ji wan helak nebûye, da ku Nivîsarên Pîroz bên cih. 13 Lê niha ez têm cem te, û heta ku ez hê li dinyayê me, ez van tiştan dibêjim, da ku dilxweşiya wan wek dilxweşiya min be û ew bi vê dilxweşiyê ve tije bibin. 14 Min peyva te daye wan, lê dinyayê ji wan nefret kiriye, çimkî ew ne wek mirovên vê dinyayê ne, çawa ku ez jî ne wek mirovên vê dinyayê me.

15 Ez rica nakim ku tu wan ji dinyayê derxî, lê ez rica dikim ku tu ji ber Îblîs* li wan xwedî derkevî. 16 Ew ne wek mirovên vê dinyayê ne, çawa ku ez jî ne wek mirovên vê dinyayê me. 17 Wan bi saya rastiyê pîroz bike. Peyva te rastî ye. 18 Çawa ku te ez şandime dinyayê, min jî ew şandine dinyayê. 19 Ez ji bo wan pîroz dimînim, da ku ew jî bi saya rastiyê pîroz bibin.

20 Ez ne bi tenê ji bo wan, lê ji bo hemûyên ku bi gotinên wan baweriyê bi min tînin, rica dikim. 21 Bavo, wek ku tu bi min re di yekîtiyê de yî û ez bi te re di yekîtiyê de me, bila ew hemû bibin yek û bi me re di yekîtiyê de bin, da ku dinya bawer bike ku te ez şandime. 22 Min rûmeta ku te daye min, daye wan, da ku ew bibin yek, wek ku em jî yek in. 23 Ez bi wan re di yekîtiyê de me, û tu bi min re di yekîtiyê de yî, da ku ew bi temamî di yekîtiyê de bin. Bi vê yekê dinya wê bizane ku te ez şandime û wek ku te ji min hez kir, te ji wan jî hez kir. 24 Ya Bavo, ez dixwazim ku yên ku te dane min li cihê ku ez lê me, bi min re bin, da ku ew rûmeta min, a ku te daye min, bibînin, çimkî te berî destpêka dinyayê ji min hez kir. 25 Ya Bavê Rastdar, bi rastî dinyayê tu nas nekirî, lê ez te nas dikim, û ew dizanin ku te ez şandime. 26 Min navê te ji wan re daye zanîn û ezê bi dewamî bidim zanîn, da ku ew ji kesên din wisa hez bikin, wek ku te ji min hez kiriye, û ez bi wan re di yekîtiyê de bim.”

18 Piştî ku Îsa ev tişt gotin, ew bi şagirtên xwe re derbasî aliyê din ê newala Kîdronê* bû û ew ketin baxçeyekî. 2 Xayînê wî Cihûda jî ev cih dizanibû, çimkî Îsa gelek caran bi şagirtên xwe re li wê derê top dibû. 3 Îcar Cihûda komeke eskeran û nobedarên ku serokên kahînan û Fêrisiyan şandibûn, bi xwe re anîn, û li ba wan pêtal*, qendîl û çek hebûn. 4 Îsa bi tiştên ku wê bihatana serê wî dizanibû, û derket pêş û ji wan pirsî: “Hûn li kê digerin?” 5 Wan ji wî re got: “Îsayê Nasirayî.” Hingê wî ji wan re got: “Ez im.” Xayînê wî Cihûda jî bi wan re sekinî bû.

6 Gava Îsa ji wan re got, “Ez im”, ew paş ve çûn û ketin erdê. 7 Hingê wî dîsa ji wan pirsî: “Hûn li kê digerin?” Wan got: “Îsayê Nasirayî.” 8 Îsa cewab da: “Min ji we re got ku ew ez im. Madem ku hûn li min digerin, bihêlin bila yên din herin.” 9 Wî ev yek got, da ku ev gotin bên cih: “Ji yên ku te dane min, min yek jî winda nekir.”

10 Hingê Şîmûn Petrûs, şûrê ku pê re bû kişand û li xulamê kahînê mezin xist û guhê wî yê rastê jêkir. Navê wî Malxos bû. 11 Îsa ji Petrûs re got: “Şûrê xwe bixe kalanê xwe. Ma ne lazim e ku ez ji kasa ku Bav daye min vexwim?”

12 Hingê esker, fermandar û nobedarên Cihûyan Îsa girt û girêda. 13 Pêşî, wan ew bir ba Henan, çimkî Henan xezûrê Kayafas bû, yê ku wê salê kahînê mezin bû. 14 Kayafas ew kes bû, yê ku ji Cihûyan re gotibû ku eger yek mirov ji bo xatirê xelkê bimire, ev yek wê ji bo wan baştir be.

15 Şîmûn Petrûs û şagirtekî din li pey Îsa diçûn. Ji ber ku ev şagirt nasê kahînê mezin bû, ew bi Îsa re ket hewşa kahînê mezin, 16 lê Petrûs li derve li ber derî sekinî ma. Hingê şagirtê ku nasê kahînê mezin bû, derket û bi nobedara dergehê re xeber da û Petrûs anî hundir. 17 Keçika xizmetkar, a ku nobedara dergehê bû, ji Petrûs pirsî: “Ma tu jî ne yek ji şagirtên vî zilamî yî?” Wî got: “Na.” 18 Xulam û nobedaran agirek vêxistibû, li dora wî sekinî bûn û xwe germ dikirin, çimkî sar bû. Petrûs jî bi wan re sekinî bû û xwe germ dikir.

19 Serokê kahînan ji Îsa li ser şagirtên wî û hînkirinên wî pirs pirsîn. 20 Îsa cewaba wî da: “Min li ber hemû mirovan bi eşkereyî xeber da, û min her tim di sînagog* û îbadetgehê de, li cihê ku hemû Cihû top dibûn, hîn dikir û min tu tişt bi awayekî veşartî negot. 21 Tu çima ji min pirsan dipirsî? Ji kesên ku gotinên min bihîstine bipirse. Ew dizanin ku min çi gotiye.” 22 Gava wî wisa got, yek ji nobedarên ku li wê derê sekinî bû, sîleyekê li Îsa xist û ji wî re got: “Ma cewaba serokê kahînan wisa tê dayîn?” 23 Îsa cewaba wî da: “Eger min tiştekî nerast got, nîşanî min bide ku min çi nerast got. Lê eger min rast got, îcar tu çima li min dixî?” 24 Piştî vê, Henan ew girêdayî şand ba kahînê mezin Kayafas.

25 Gava Şîmûn Petrûs li ber agir sekinî bû û xwe germ dikir, ji wî pirsîn: “Ma tu jî ne yek ji şagirtên wî yî?” Wî ev yek înkar kir û got: “Na.” 26 Li wê derê xulamekî kahînê mezin hebû. Ew merivê wî kesî bû yê ku Petrûs guhê wî jêkiribû, û wî ji Petrûs re got: “Ma min tu di baxçe de bi wî re nedîtî?” 27 Lê Petrûs dîsa ev yek înkar kir, û di cih de dîkekî bang da.

28 Serê sibehê bû û Îsa ji ba Kayafas hat birin qesra walî. Lê yên ku Îsa birin, bi xwe neketin qesra walî, da ku ew mirdar nebin û bikaribin xwarina Cejna Derbasbûnê bixwin. 29 Loma Pîlatos derket derve ba wan û pirsî: “Hûn vî mirovî bi çi sûcdar dikin?” 30 Wan cewab da: “Eger ev zilam sûcdar nebûya, me ew nedida destê te.” 31 Hingê Pîlatos ji wan re got: “Wî bi xwe re bibin û li gor qanûna xwe wî hukim bikin.” Cihûyan ji wî re got: “Îzna me tune ye ku em kesekî bikujin.” 32 Wisa çebû, da ku gotinên Îsa ku ewê bi çi awayî bimire, bên cih.

33 Pîlatos dîsa ket qesra walî, gazî Îsa kir û jê pirsî: “Gelo Padîşahê Cihûyan tu yî?” 34 Îsa cewab da: “Tu vê yekê ji ber xwe dipirsî, yan ji ber ku kesên din li ser min ji te re tiştek got?” 35 Pîlatos got: “Ma ez Cihû me? Xelkê te û serokên kahînan tu dayî destê min. Gelo te çi kiriye?” 36 Îsa got: “Hukimdariya min, ne wek hukimdariya vê dinyayê ye. Eger Hukimdariya min wek hukimdariya vê dinyayê bûya, xizmetkarên min wê şer bikirana, da ku ez nekevim destê Cihûyan. Lê belê, Hukimdariya min ne ji vê dinyayê ye.” 37 Hingê Pîlatos ji wî pirsî: “Îcar tu padîşah î?” Îsa cewab da: “Tu bi xwe dibêjî ku ez padîşah im. Ji bo vê yekê ez çêbûm û hatim dinyayê, da ku ji bo rastiyê şahidiyê bikim. Her kesê ku li aliyê rastiyê ye, guh dide dengê min.” 38 Pîlatos ji wî re got: “Rastî çi ye?”

Piştî vê yekê, ew dîsa derket derve ba Cihûyan û ji wan re got: “Ez tu sûcê wî nabînim. 39 Ji xeynî vê, adeta we heye ku ez di Cejna Derbasbûnê de yekî girtî ji bo we berdim. Ma hûn dixwazin ku ez Padîşahê Cihûyan ji bo we berdim?” 40 Wan kir qîrîn û got: “Ne vî zilamî, lê Barabas berde!” Barabas dizekî zalim* bû.

19 Paşê Pîlatos emir da ku Îsa bidin ber qamçiyan. 2 Eskeran ji striyan tacek çêkir û danî ser serê wî, û xeftanekî binefşî li wî kir. 3 Ew dihatin ber wî û digotin: “Silav li te, ya Padîşahê Cihûyan!” Û wan sîle li wî dixistin. 4 Pîlatos dîsa derket derve û ji wan re got: “Ka binêrin! Ez wî tînim derve cem we, da ku hûn bizanin ku ez tu sûcê wî nabînim.” 5 Hingê Îsa bi taca striyan û xeftana binefşî derket derve. Û Pîlatos ji wan re got: “Va ye, ew mirov!” 6 Lê gava serokên kahînan û nobedaran ew dît, wan kir qîrîn û got: “Wî li darê îşkenceyê bixe! Wî li darê îşkenceyê bixe*!” Pîlatos ji wan re got: “Hûn bi xwe wî bibin û îdam bikin, çimkî ez tu sûcê wî nabînim.” 7 Cihûyan ji wî re got: “Qanûna me heye, û li gor vê qanûnê gerek ew bê kuştin, çimkî wî xwe kiriye kurê Xwedê.”

8 Gava Pîlatos ev yek bihîst, ew hê zêdetir tirsiya. 9 Ew dîsa ket hundirê qesra walî û ji Îsa pirsî: “Tu ji ku derê yî?” Lê Îsa cewab neda. 10 Hingê Pîlatos ji wî re got: “Tu naxwazî bi min re xeber bidî? Ma tu nizanî ku ev yek di destê min de ye ku ez te berdim yan jî îdam bikim?” 11 Îsa cewaba wî da: “Eger ji jor ji te re nehata dayîn, qudreta te wê li ser min tunebûya. Loma gunehê kesê ku ez dame destê te, mezintir e.”

12 Ji ber vê yekê Pîlatos li rêyekê digeriya ku wî berde, lê Cihûyan dikir qîrîn: “Eger tu vî mirovî berdî, tu ne dostê Qeyser î. Her kesê ku xwe bike padîşah, li dijî Qeyser radibe.” 13 Piştî ku Pîlatos ev gotin bihîstin, wî Îsa anî derve û ew bi xwe li ser kursiyê hukim rûnişt, a ku li Meydana Kevirîn bû (navê wî cihî bi Îbranî Gabata bû). 14 Roja Hazirkirinê ya ji bo Cejnê bû, û saet nêzîkî şeşan* bû. Pîlatos ji Cihûyan re got: “Va ye, padîşahê we!” 15 Lê belê, wan kir qîrîn: “Wî ji me dûr bixe! Wî ji me dûr bixe! Wî li darê îşkenceyê bixe*!” Pîlatos ji wan re got: “Ma ez padîşahê we îdam bikim?” Serokên kahînan ji wî re got: “Ji xeynî Qeyser tu padîşahê me tune ye.” 16 Hingê wî Îsa da destê wan, da ku ew wî li ser darê îşkenceyê îdam bikin.

Wan jî Îsa bir. 17 Wî bi xwe darê îşkenceyê hilgirt, û derket cihê ku jê re Qoqê Serî digotin (bi Îbranî Golgota). 18 Li wê derê wan Îsa li kêleka du zilamên din li ser darê îşkenceyê bizmar kir*. Her yek li aliyekî bû, û Îsa di navbera wan de bû. 19 Pîlatos nivîsek nivîsand û li ser darê îşkenceyê danî. Wisa nivîsî bû: “Îsayê Nasirayî, Padîşahê Cihûyan.” 20 Gelek Cihûyan ev nivîs xwend, çimkî cihê ku Îsa li ser darê îşkenceyê hatibû bizmarkirin* nêzîkî bajêr bû û ew bi Îbranî, Latînî û Yûnanî hatibû nivîsîn. 21 Lê serokên kahînên Cihûyan ji Pîlatos re got: “Nenivîse ‘Padîşahê Cihûyan’, lê binivîse ku wî got ‘Ez Padîşahê Cihûyan im.’” 22 Pîlatos cewab da: “Min çi nivîsiye, min nivîsiye.”

23 Piştî ku eskeran Îsa li ser darê îşkenceyê bizmar kir*, wan kincên wî hildan û di nav xwe de kirin çar parçe, ji bo her eskerî yek parçe. Û wan binkirasê wî jî hilda, lê binkirasê wî nedirûtî bû, lê ji serî heta binî honandî bû. 24 Îcar wan ji hevdû re got: “Bila em wî neçirînin, lê bila em pişk bavêjin ka ewê ji kê re bikeve.” Wisa çêbû, da ku ev nivîs bê cih: “Wan kincên min di nav xwe de parve kirin, û ji bo binkirasê min pişk avêtin.” Eskeran jî eynî wisa kir.

25 Diya Îsa û xaltiya wî li ber darê îşkenceyê sekinîbûn. Wekî din, Meryema jina Klopas û Meryema Mejdelanî jî li wê derê bûn. 26 Gava Îsa diya xwe û şagirtê ku wî jê hez dikir li wê derê sekinî dîtin, wî ji diya xwe re got: “Va ye, ewê bibe kurê te!” 27 Paşê wî ji şagirtê xwe re got: “Va ye, ewê bibe diya te!” Ji wê demê û pê ve, şagirt ew anî mala xwe.

28 Îsa dizanibû ku niha her tişt êdî temam bûye, û da ku Nivîsarên Pîroz bên cih, wî got: “Ez tî me.” 29 Li wê derê firaqeke tije şeraba tirş hebû. Îcar wan sungerek* xist şerabê û bi darekî* ve kirin û dirêjî ber devê wî kirin. 30 Gava Îsa ji şeraba tirş tehm kir, wî got: “Temam bû!” Û wî serê xwe xwar kir û jiyana xwe ji dest da*.

31 Ji ber ku roja Hazirkirinê* bû û lazim bû ku di roja Sebtê* de cesed li ser darê îşkenceyê nemînin (çimkî ew roj Sebteke xisûsî bû), Cihûyan ji Pîlatos rica kir ku lingên kesên li ser darê îşkenceyê bên şikandin û cesedên wan bên rakirin. 32 Îcar esker hatin û lingên zilamê pêşîn û lingên zilamê din jî, ê ku li aliyê wî li ser darê îşkenceyê bû, şikandin. 33 Lê gava ew hatin ba Îsa, wan dît ku ew êdî mirî ye, û wan lingên wî neşikandin. 34 Lê yekî ji eskeran bi rimê tenişta wî qul kir, û di cih de av û xwîn jê derket. 35 Yê ku ev yek dîtibû şahidî kiriye, û şahidiya wî rast e. Ew dizane ku ew rastiyê dibêje, û ew vê dibêje, da ku hûn jî bawer bikin. 36 Ev hemû tişt çêbûn, da ku ev nivîs bê cih: “Tu hestiyê wî wê neyê şikandin.” 37 Û nivîseke din jî wisa dibêje: “Ewê li wî, yê ku wan bedena wî qul kiriye binêrin.”

38 Piştî van tiştan, Ûsivê Arîmetyayî, yê ku yek ji şagirtên Îsa bû, lê ji ber tirsa Cihûyan ev yek vedişart, ji Pîlatos rica kir ku ew cesedê Îsa bistîne. Pîlatos destûr da wî û ew jî çû û cesedê Îsa stand. 39 Nîkodêmos jî, yê ku cara pêşîn bi şev hatibû ba Îsa, hat û weke 30 kîlogram rûnê bêhnxweş û ûdê tevlihevkirî anî. 40 Wan cesedê Îsa hilda û li gor adetê defnkirina* Cihûyan bi giyayên bêhndar di nav kitan de pêçand. 41 Li nêzîkî cihê ku Îsa hatibû îdamkirin baxçeyek hebû, û di nav baxçe de mezelekî nû hebû ya ku hê tu kes lê nehatibû danîn. 42 Ji ber ku roja Hazirkirinê* ya Cihûyan bû û mezel nêzîk bû, wan Îsa danî wê derê.

20 Di roja pêşîn a hefteyê de, sibe zû gava hê tarî bû, Meryema Mejdelanî hat ser mezel, û wê dît ku kevir li ber mezel êdî hatiye rakirin. 2 Ew bi lez çû ba Şîmûn Petrûs û şagirtê din, ê ku Îsa jê hez dikir, û ji wan re got: “Wan Efendiyê me ji mezel derxistiye, û em nizanin ku wan ew daniye ku derê.”

3 Hingê Petrûs û şagirtê din ber bi mezel ve çûn. 4 Her du bi hev re dibezîn, lê şagirtê din ji Petrûs zûtir bezî û ew pêşî gihîşt ser mezel. 5 Wî serê xwe xwar kir, li hundir nêrî û kitan raxistî dît, lê ew neket hundir. 6 Paşê Şîmûn Petrûs jî hat, û ew ket hundirê mezel, û wî jî kitan raxistî dît. 7 Destmala ku li serê Îsa hatibû girêdan, ne li cem kitanên din bû, lê pêçayî li cihekî din bû. 8 Hingê şagirtê din jî, yê ku pêşî gihîştibû ser mezel ket hundir û dît û bawer kir. 9 Lê wan hê ev nivîs fehm nedikir ku gerek Îsa ji nav miriyan bê rakirin. 10 Loma şagirt vegeriyan malên xwe.

11 Lê Meryem li derve, li ber mezel sekinî bû û digiriya. Wê bi girîn serê xwe xwar kir ku li hundirê mezel binêre. 12 Û wê du melekên bi kincên spî li cihê ku cesedê Îsa lê hatibû danîn, yek li cihê serê wî û yê din li cihê lingên wî, rûniştî dîtin. 13 Melekan ji wê pirsî: “Tu çima digirî?” Wê cewab da: “Wan Efendiyê min derxistiye, û ez nizanim ku wan ew daniye ku derê.” 14 Piştî ku wê wisa got, ew li pişt xwe zivirî û li wê derê Îsa sekinî dît, lê wê fehm nekir ku ew Îsa ye. 15 Îsa jê pirsî: “Tu çima digirî? Tu li kê digerî?” Meryem fikirî ku ew baxçevan e û ji wî re got: “Ezbenî, eger te cesedê wî rakiriye, ji min re bibêje ka te ew daniye ku derê, û ezê wî bibim.” 16 Îsa ji wê re got: “Meryem!” Ew li wî zivirî û bi Îbranî got: “Rabûnî!” (ya ku tê maneya “Mamoste!”) 17 Îsa jê re got: “Min berde, çimkî ez hê hilnekişiyame ba Bav. Lê here ba birayên min û ji wan re bibêje: ‘Ez hildikişim ba Bavê xwe û Bavê we, ba Xwedayê xwe û Xwedayê we.’” 18 Meryema Mejdelanî hat ba şagirtan û ev xeber gihand wan: “Min Efendiyê me dît!” Û wê behsa tiştên ku wî jê re gotibûn kir.

19 Wê êvarê di eynî roja pêşîn a hefteyê de, şagirt li hev top bûn û ji ber tirsa Cihûyan derî girtin. Îsa ji wan re xuya bû û got: “Silav* li we.” 20 Paşê wî destên xwe û tenişta xwe nîşanî wan dan. Û şagirt bi dîtina Efendiyê xwe kêfxweş bûn. 21 Îsa dîsa ji wan re got: “Silav* li we. Wek ku Bav ez şandime, ez jî we dişînîm.” 22 Paşê wî pif kir wan û got: “Ruhê pîroz bistînin. 23 Eger hûn gunehên kesekî efû bikin, Xwedê ew êdî efû kirine. Lê eger hûn gunehên kesekî efû nekin, Xwedê ew efû nekirine.”

24 Gava Îsa hat, Tomasê ku yek ji Diwanzdehan* bû û jê re “Cêwî” digotin, ne bi wan re bû. 25 Şagirtên din ji wî re got: “Me Efendiyê xwe dît!” Lê wî ji wan re got: “Heta ku ez li ser destên wî birînên ji bizmaran* nebînim û tiliya xwe nedim birîna wî û destê xwe nedim tenişta wî, ezê qet bawer nekim.”

26 Piştî heşt rojan, şagirtên wî dîsa di malekê de bûn, û vê carê Tomas jî bi wan re bû. Her çi qas derî girtî bûn jî, Îsa hat, di nav wan de sekinî û got: “Silav* li we.” 27 Piştre wî ji Tomas re got: “Tiliya xwe bide destê min, û li destên min binêre. Û destê xwe bide tenişta min û êdî dudilî nebe, lê bawer bike.” 28 Tomas ji wî re got: “Efendiyê min, Xwedayê min!” 29 Îsa jê re got: “Ji ber ku te ez dîtim tu bawer dikî? Çi qas dilxweş in kesên ku nedîtine, lê dîsa jî bawer dikin.”

30 Helbet Îsa li ber şagirtan gelek mucîzeyên din jî çêkirin, ên ku di vê destnivîsê de nehatine nivîsîn. 31 Lê ev tişt hatine nivîsîn, da ku hûn bawer bikin ku Îsa Mesîh e, Kurê Xwedê ye, û bi vê baweriyê hûn bi navê wî jiyanê bi dest bixin.

21 Piştî vê yekê, Îsa dîsa ji şagirtan re xuya bû, îcar li ber behra Taberiyayê. Ev wisa çêbû: 2 Şîmûn Petrûs, Tomas (ê ku jê re “Cêwî” digotin), Natanaêlê ji Kanaya Celîleyê, kurên Zebedî û du şagirtên din bi hev re li wê derê bûn. 3 Şîmûn Petrûs ji wan re got: “Ez diçim ku masiyan bigirim.” Wan jê re got: “Em jî bi te re tên.” Ew çûn û li qeyîkê* siwar bûn, lê temamiya şevê wan tu tişt negirt.

4 Lê belê gava roj hilat, Îsa li ber behrê sekinî bû, lê şagirtan ew nas nekir. 5 Hingê Îsa ji wan pirsî: “Zarokno, gelo li ba we xwarin* heye?” Wan cewab da: “Na!” 6 Wî ji wan re got: “Torê bavêjin aliyê rastê yê qeyîkê*, û hûnê masiyan bigirin.” Wan tor avêt, lê ji ber pirbûna masiyan, wan nikaribû torê bikişînin. 7 Hingê şagirtê ku Îsa jê hez dikir ji Petrûs re got: “Ev Efendiyê me ye!” Gava Şîmûn Petrûs ev yek bihîst, wî serkirasê xwe li xwe kir, çimkî ew nîv tazî bû, û xwe avêt avê. 8 Lê şagirtên din bi qeyîka biçûk hatin, û wan tora tije masî li pey xwe kişand, çimkî ew weke 100 metre ji devê behrê dûr bûn.

9 Gava ew derketin ber devê behrê, wan li wê derê masî li ser êgir û nan dîtin. 10 Îsa ji wan re got: “Hinek ji wan masiyên ku we niha girtine bînin.” 11 Hingê Şîmûn Petrûs ket qeyîkê û tora ku bi 153 masiyên mezin tije bû, kişand ber devê behrê. Her çi qas masî gelek bûn jî, tor nediriya. 12 Îsa ji wan re got: “Werin, taştê bixwin.” Ji şagirtan tu kesî newêrî ku jê bipirse: “Tu kî yî?”, çimkî wan dizanibû ku ew Efendiyê wan bû. 13 Îsa nan hilda û da wan, û wî bi eynî awayî masî jî da wan. 14 Piştî ku Îsa ji mirinê hat rakirin, ev cara sisêyan bû ku ew ji şagirtan re xuya bû.

15 Piştî ku wan taştê xwar, Îsa ji Şîmûn Petrûs pirsî: “Şîmûnê kurê Yûhena, gelo tu ji wan zêdetir ji min hez dikî?” Wî cewab da: “Erê, Efendiyê min, tu dizanî ku ez ji te hez dikim.” Hingê Îsa got: “Berxên min biçêrîne.” 16 Îsa cara diduyan jê pirsî: “Şîmûnê kurê Yûhena, gelo tu ji min hez dikî?” Wî got: “Erê, Efendiyê min tu dizanî ku ez ji te hez dikim.” Îsa jê re got: “Şivantiya miyên min bike.” 17 Îsa cara sisêyan jê pirsî: “Şîmûnê kurê Yûhena, gelo tu ji min hez dikî?” Ji ber ku Îsa cara sisêyan jê pirsî: “Gelo tu ji min hez dikî?”, Petrûs xemgîn bû. Wî got: “Efendiyê min, tu her tiştî dizanî. Tu dizanî ku ez ji te hez dikim.” Îsa ji wî re got: “Miyên min biçêrîne. 18 Bi rastî, gava tu xort bûyî, te bi xwe kincên xwe li xwe dikirin û li ku derê te dixwest bigerî, tu digeriyayî. Lê gava tu kal bibî, tuyê destê xwe dirêj bikî, û kesekî din wê kincan li te bike û te bibe cihê ku tu naxwazî.” 19 Wisa wî ev yek da fehmkirin ku Petrûs wê bi çi awayî bimire û rûmetê bide Xwedê. Piştî van gotinan, wî jê re got: “Bi dewamî li pey min were.”

20 Petrûs li pişt xwe zivirî û dît ku ew şagirtê ku Îsa jê hez dikir li pey wan tê. Ev ew şagirt bû, yê ku li dema şîvê pala xwe dabû singê Îsa û wisa pirsîbû: “Efendiyê min, yê ku wê te bide dest, kî ye?” 21 Gava wî ew dît, Petrûs ji Îsa pirsî: “Efendiyê min, çi wê bê serê wî?” 22 Îsa cewab da wî: “Eger ez bixwazim ku ew bimîne heta ku ez bêm, îcar çi îşê te ye? Tu bi dewamî li pey min were.” 23 Loma ev gotin di nav şagirtên Îsa de belav bû ku ev şagirt wê nemire. Lê Îsa negotibû ku ewê nemire, lê gotibû: “Eger ez bixwazim ku ew bimîne heta ku ez bêm, îcar çi îşê te ye?”

24 Ev ew şagirt e, yê ku şahidiya van tiştan dike û ev tişt nivîsandin, û em dizanin ku şahidiya wî rast e.

25 Bi rastî jî, Îsa gelek tiştên din jî kirine. Eger ew hûr û kûr bihatana nivîsîn, ez dibêjim qey di dinyayê de wê ji bo wan hemû destnivîsan cih tunebûya.

Di vê beşê de “Peyv” sernavekî Îsa ye.

Yanî, Peyv wek Xwedê bû, çimkî ew gelek bihêz û bihîkmet bû. Bi herfî “Peyv xwedayek bû”.

Yan “Yûhena”.

Bi herfî “bi navê wî”.

Yan “kurê yekta, yê ku Xwedê bi xwe xuliqandiye”.

Yan “ew tije rastî û qenciya mezin a Xwedê bû”.

Yan “Yûhena”.

Yan “li ber singê Bav e”. Ev gotin tê maneya ku kesek cihekî xisûsî û bikerem digire.

Yan “Yûhena”.

Yan “imad dikî”, “bin av dikî”.

Yan “Yûhena”.

Yan “imad dikim”, “bin av dikim”.

Bi herfî “sandal”.

Yan “Yûhena”.

Yan “imad dikir”, “bin av dikir”.

Yan “imad bikim”, “bin av bikim”.

Yan “Yûhena”.

Yan “imad bikim”, “bin av bikim”.

Yan “imad bike”, “bin av bike”.

Yan “Yûhena”.

Piştî nîvro, li dora saeta çaran. Wê demê saet ji şebeqê ve dihat hejmartin.

Yan “Yûhena”.

Yan “Nisret”.

Bi herfî “Rebî”.

Bi herfî “Jinik, çi ji min û ji te re?”. Gotinek ku îtirazekê nîşan dide. Bikaranîna peyva “jinik” nayê maneya ku wî qedrê wê nedigirt.

Yan “2-3 bat”. 1 bat dikir 22 lître.

Bi herfî “wê min bixwe”.

Bi herfî “bi navê wî”.

Yan belkî “ji jor ve”.

Yanî ruhê Xwedê.

Bi herfî “bi navê”.

Yan “imad dikirin”, “bin av dikirin”. Wisa tê fehmkirin ku vaftîzbûn di bin rêberiya Îsa de dihat kirin. Li Yûhena 4:2 binêre.

Yan “Yûhena”.

Yan “imad dikirin”, “bin av dikirin”.

Yan “imad dibûn”, “bin av dibûn”.

Yan “Yûhena”.

Yan “Yûhena”.

Yan “Yûhena”.

Yan “imad dike”, “bin av dike”.

Yan “Yûhena”.

Bi herfî “mor dike”.

Yan “Yûhena”.

Yan “imad dike”, “bin av dike”.

Yan “imad dikirin”, “bin av dikirin”.

Nîvro, li dora saeta diwanzdehan. Wê demê saet ji şebeqê ve dihat hejmartin.

Piştî nîvro, li dora saeta yekan. Wê demê saet ji şebeqê ve dihat hejmartin.

Bi herfî “dest yan ling hişkbûyî”.

Ayeta 4an di hin destnivîsên herî kevn ên Yûnanî de nayê dîtin. Lê dîsa jî, ev ayet di hin destnivîsên Kitêba Pîroz de derbas dibe.

Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.

Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.

Bi hefî “Ez çi dibihîzim”.

Yan “Yûhena”.

Yan “Yûhena”.

Yan “Yûhena”.

Yan “belem”.

Bi herfî “weke 25 yan 30 stadiyon.” 1 stadiya dikir nêzîkî 185 metre.

Yan “belem”.

Bi herfî “jiyan di we de tune ye”.

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.

Yanî ruhê Xwedê.

Yanî 12 şandî.

Yan “îftiraker”, “îblîs”.

Eşkere ye ku li vir behsa alimên dînî yên Cihû tê kirin.

Yanî mektebên mamosteyên dînî.

Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.

Di çend destnivîsên kevn û pêbawer de, ayetên ji Yûhena 7:53 heta Yûhena 8:11 nayên dîtin.

Bi herfî “li gor beden”.

Bi herfî “mirinê tehm neke”.

Bi herfî “karên”.

Bi herfî “karên”.

Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.

Yan “peyvên pîs got”.

Rê yan korîdora bi stûn û banî.

Yan “di yekîtiyê de ne”.

Yan “Yûhena”.

Yan “imad dikir”, “bin av dikir”.

Yan “Yûhena”.

Bi herfî “nêzîkî 15 stadiya.” 1 stadiya dikir nêzîkî 185 metre.

Yanî îbadetgeh.

Yan “veşartinê”, “bin ax kirinê”.

Yan “tena genim”.

Yan “can”.

Bi herfî “xera bike”.

Yan “can”.

Tê maneya îdamkirina li ser darê îşkenceyê.

Tê maneya îdamkirina li ser darê îşkenceyê.

Bi herfî “dest”.

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.

Bi herfî “pehniya xwe li dijî min bilind kiriye”.

Bi herfî “ruh”.

Bi herfî “ber singê”.

Bi herfî “zarokên biçûk”.

Yan “teselîker”. Li vir behsa ruhê pîroz tê kirin.

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.

Di ayetên 13 û 14an de, peyva “ew” behsa “alîkar”, ê ku di ayeta 7an de derbas dibe, dike. Îsa peyva “alîkar” wek şexsek bi kar anî, da ku ruhê pîroz temsîl bike (lê belê ew qudretek e, ne mirovek e).

Bi herfî “xemê dikişîne”.

Yan “bi dewamî zanînê li ser te bistînin”.

Yan “wan guh daye peyva te”.

Yan “di yekîtiyê de bin”.

Yan “di yekîtiyê de ne”.

Bi herfî “yê xerab”.

Eger li ziwistanê bi zêdeyî baran nedibarî, ev newal ziwa dibû.

Yan “meşale”.

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.

Yan “rêbir”.

Yan “li ser darê îşkenceyê îdam bike”.

Nîvro, li dora saeta diwanzdehan. Wê demê saet ji şebeqê ve dihat hejmartin.

Yan “li ser darê îşkenceyê îdam bike”.

Yan “mix kir”.

Yan “mixkirin”.

Yan “mix kir”.

Yan “îsfenc”.

Bi Yûnanî “hîsopos”. Bi îhtimaleke mezin ev dar li Filistînê şîn dibû û bilindahiya wî kêm zêde digihîşt 1,8 metre.

Bi herfî “ruhê xwe da”.

Wê rojê, Cihûyan xwe ji bo roja Sebtê hazir dikir.

Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.

Yan “veşartina”, “binaxkirina”.

Wê rojê, Cihûyan xwe ji bo roja Sebtê hazir dikir.

Bi herfî “aştî”, “selamet”.

Bi herfî “aştî”, “selamet”.

Yanî 12 şandî.

Yan “mixan”.

Bi herfî “aştî”, “selamet”.

Yan “belem”.

Yan “masî”.

Yan “belem”.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne