KARÊN ŞANDIYAN
1 Ya Têofîlosê hêja, min di kitêba xwe ya pêşîn de hemû tiştên ku Îsa dikirin û hîn dikirin 2 heta roja ku ew hat hilkişandin ezmên, nivîsîn. Berî vê yekê, wî bi destê ruhê pîroz rêberî da şandiyên ku wî hilbijartine. 3 Piştî ku Îsa cefa kişand, wî bi gelek îsbatên pêbawer nîşanî wan da ku ew sax e. Wan ew di nav 40 rojî de didît, û wî li ser Hukimdariya Xwedê xeber dida. 4 Carek gava Îsa bi wan re bû, wî li wan emir kir: “Ji Orşelîmê dernekevin, lê li benda soza Bav bimînin, soza ku we ji min bihîst. 5 Çimkî Yehya* bi avê vaftîz dikir*, lê hûnê piştî çend rojan bi ruhê pîroz bên vaftîzkirin*.”
6 Gava ew li hev top bûn, wan jê pirsî: “Efendiyê me, ma tuyê padîşahiyê ji Îsraîlê re niha vegerînî?” 7 Wî ji wan re got: “Ev ne karê we ye ku hûn wext û demên ku Bav bi heqê xwe danîne, bizanin. 8 Lê gava ruhê pîroz dakeve ser we, hûnê qewetê bistînin, û hûnê li Orşelîmê, li temamiya Cihûstan û Sameriyayê û li seranserê dinyayê* bibin şahidên min.” 9 Piştî ku wî ev yek got, wan dît ku ew hat hilkişandin ezmên, û ewrekî ew li ber çavê wan stand. 10 Dema ew hildikişiya û wan hê li ezmên dinêrî, ji nişka ve du zilam bi kincên spî li ba wan sekinîn, 11 û wan got: “Gelî zilamên Celîleyê, hûn çima li ezmên dinêrin? Îsayê ku hat hilkişandin ezmên, çawa ku we dît ku ew hilkişiya ezmên, ewê bi eynî awayî vegere.”
12 Hingê ew ji Çiyayê Zeytûnê vegeriyan Orşelîmê. Ew çiya nêzîkî yek kîlometre* ji Orşelîmê dûr bû. 13 Gava ew hatin, ew çûn odeya jorîn, cihê ku ew lê diman. Petrûs û Yûhena, Aqûb û Andreas, Filîpos û Tomas, Bartolomeyos û Meta, Aqûbê kurê Alfayos û Şîmûnê bixîret, û Cihûdayê kurê Aqûb li wê derê bûn. 14 Wan hemûyan bi hev re bi hin jinan û Meryema diya Îsa û birayên wî re bi dewamî dua dikir.
15 Di wan rojan de, Petrûs di nav xwişk û birayan de rabû (hejmara kesên ku li hev top bûn weke 120 kes bû) û got: 16 “Birano, lazim bû ku tiştên ku ruhê pîroz bi devê Dawid ji berê ve li ser Cihûda gotibûn, bên cih. Wî rêberiya kesên ku Îsa girtin, kir. 17 Çimkî Cihûda yek ji me bû, û di vê xizmetê de pareke wî jî hebû. 18 (Vî zilamî bi pereyên ku wî ji ber xerabiya xwe standibû, zeviyek kirî. Piştî ku ew ket ser serê xwe, zikê wî qelişî û hemû roviyên wî derketin derve. 19 Temamiya xelkê Orşelîmê bi vê yekê hesiya, loma bi zimanê wan ji vê zeviyê re Akeldama tê gotin, a ku tê maneya “Zeviya Xwînê”.) 20 Di kitêba Zebûran de wisa hatiye nivîsîn: ‘Bila mala wî wêran be, û bila tu kes tê de rûnene’, û ‘Mesûliyeta wî wek çavdêr ji kesekî din re bê dayîn.’ 21 Ji ber vê yekê, gerek em yek ji zilamên ku di hemû dema xizmeta Efendiyê me Îsa de bi me re bûn, hilbijêrin, 22 yanî ji roja ku Yehya* ew vaftîz kir* heta roja ku ew ji nav me hat hilkişandin ezmên. Yek ji van zilaman gerek bi me re bibe şahidê rabûna wî.”
23 Hingê wan du kes, Ûsivê ku jê re Barsabas û Yûstos tê gotin, û Matiyas tewsiye kirin. 24 Îcar wan wisa dua kir: “Ya Yehowa, tu bi dilê her kesî dizanî. Nîşanî me bide ku ji van du zilaman, te kîjan hilbijartiye, 25 da ku ew vê xizmet û şandîtiyê pêk bîne, ya ku Cihûda dev jê berda ku here cihê xwe.” 26 Wan pişk avêtin û pişk li Matiyas ket, û ew li 11 şandiyan hat zêdekirin.
2 Di roja Cejna Pentîkostê de, ew hemû bi hev re li cihekî top bûn. 2 Ji nişka ve, dengek wek bayekî xurt ji ezmên hat û temamiya mala ku ew lê rûniştî bûn, tije kir. 3 Pêtên agir ku wek ziman xuya dikir ji wan re xuya bûn, û ew belav dibûn û li ser her yekî ji wan danîn. 4 Hemû bi ruhê pîroz ve tije bûn, û wan dest pê kir ku bi cure cure zimanan xeber bidin, her yek bi zimanê ku ruhê pîroz dabû wî.
5 Wê demê Cihûyên dîndar ji her welatî li Orşelîmê bûn. 6 Gava ev deng hat bihîstin, xelk li hev top bû. Ew pir şaş man, çimkî her yekî ji wan bihîst ku şagirt bi zimanê wan xeber didin. 7 Ew pir heyran man û gotin: “Ka binêrin, ma hemû kesên ku xeber didin, ne ji Celîleyê ne? 8 Îcar çawa çêdibe ku her yek ji me zimanê dayika xwe dibihîze? 9 Em, Part, Med, Elamî, xelkê Mezopotamyayê, Cihûstanê, Kapadokyayê, Pontosê û Asyayê*, 10 Frîgyayê, Pamfîlyayê, Misrê û xelkên herêmên Lîbyayê yên nêzîkî Kirênê, ziyaretkarên ji Romayê yên Cihû û kesên ku bûn Cihû, 11 Girîtî û Ereb – em hemû dibihîzin ku ew bi zimanên me li ser karên mezin en Xwedê xeber didin.” 12 Her kes heyran û şaş ma û ji hevdû dipirsî: “Ev çi ye?” 13 Lê hin kesan qerfên xwe bi wan dikirin û digotin: “Ew bi şeraba şîrîn serxweş bûne.”
14 Hingê Petrûs bi Yanzdehan* re rabû û bi dengekî bilind got: “Zilamên Cihûstanê û hemû xelkê Orşelîmê, rind guh bidin gotinên min. 15 Nefikirin ku ev mirov serxweş in, çimkî niha saet nehê sibehê ye*. 16 Lê belê, ev gotinên Yoêl pêxember li ber çavên we tên cih: 17 ‘Xwedê dibêje: “Di rojên dawîn de, ezê ruhê xwe li ser her cureyê mirovan birijînim. Kur û keçên we wê pêxembertiyê bikin, û xortên we wê dîtiniyan bibînin, û kal û pîrên we wê xewnan bibînin. 18 Û di wan rojan de, ezê ruhê xwe li ser hemû xulamên xwe, hem jin, hem mêr, birijînim, û ewê pêxembertiyê bikin. 19 Ezê li jor li ezmên nîşanan û li jêr jî li ser rûyê erdê mucîzeyan çêkim – xwîn, agir, mij û dûman. 20 Berî hatina roja Yehowa ya mezin û taybet, roj* wê tarî bibe û heyv wê mîna xwînê sor bibe. 21 Hingê her kesê ku gazî navê Yehowa bike, ewê xelas bibe.”’
22 Gelî zilamên Îsraîlê, guh bidin van gotinan: Çawa ku hûn bi xwe dizanin, Xwedê bi zelalî nîşan da ku Îsayê Nasirayî* ji aliyê wî ve hatiye şandin, û wî bi navgîniya Îsa mucîze û karên mezin çêkirin. 23 Ev zilam li gor armanc û pêşzanîna Xwedê ket destê we, we ew bi destê gunehkaran li ser dar girêda û kuşt. 24 Lê Xwedê ew ji mirinê rakir, û ew ji zincîrên mirinê* azad kir, çimkî hukmê mirinê li ser wî tunebû ku wî bigire. 25 Dawid li ser wî wisa gotibû: ‘Yehowa her tim li ber çavê min e, çimkî ew li milê min ê rastê ye, da ku ez ji tu tiştî netirsim. 26 Ji ber vê yekê dilê min geş e, û ez bi kêfxweşî peyivîm. Û ezê* bi hêviyê bijîm, 27 çimkî tuyê canê min di gorê* de nehêlî, û tuyê nehêlî ku xizmetkarê teyî dilsoz birize. 28 Te rêyên jiyanê nîşanî min dan. Tuyê min li ber xwe* bi kêfxweşiyeke mezin ve tije bikî.’
29 Birano, îznê bidin min ku ez bi eşkereyî di heqê bapîrê me Dawid de ji we re bibêjim. Ew mir, hat defnkirin* û mezelê wî heta îro jî li ba me ye. 30 Ew pêxember bû û wî dizanibû ku Xwedê ji wî re sond xwaribû ku ewê yekî ji zuriyeta wî li ser textê wî bide rûniştin. 31 Dawid ji berê ve dît ku Mesîh wê ji mirinê rabe û got ku ewê di gorê* de nemîne, û bedena wî wê nerize. 32 Xwedê ev Îsa ji mirinê rakir, û em hemû şahidên vê yekê ne. 33 Ew jixwe hatiye bilindkirin û li milê Xwedê yê rastê rûniştiye, û ruhê pîroz ê ku Bav jê re soz da, standiye. Ji ber vê yekê Îsa ruhê pîroz rijandiye, û niha hûn vê yekê dibînin û dibihîzin. 34 Dawid hilnekişiya ezmên, lê ew bi xwe dibêje: ‘Yehowa ji Efendiyê min re got: “Li milê minî rastê rûne 35 heta ku ez dijminên te bixim bin lingên te.”’ 36 Îcar, bila temamiya mala Îsraîlê rind bizane ku ev Îsayê ku we li ser dar îdam kir, Xwedê ew hem kir Efendî hem jî kir Mesîh.”
37 Ev gotin kûr ket dilê wan, û wan ji Petrûs û şandiyên din re got: “Birano, îcar em çi bikin?” 38 Petrûs ji wan re got: “Tobe bikin, û bila her yek ji we bi navê Îsa Mesîh bê vaftîzkirin*, da ku gunehên we bên efûkirin. Hingê hûnê ruhê pîroz wek xelat bistînin. 39 Çimkî ev soz ji bo we, zarokên we û hemû kesên ku dûr in, ji bo hemû kesên ku Xwedayê me Yehowa gazî ba xwe bike, hatiye dayîn.” 40 Wî bi gelek gotinên din jî şahidî kir, ew tembîh kirin û got: “Xwe ji vî neslê* xerab xelas bikin.” 41 Hingê kesên ku bi dil û can gotinên wî qebûl kirin, vaftîz bûn*. Wê rojê weke 3.000 mirovî beşdarî şagirtan bûn. 42 Ew bi dewamî ji şandiyan hîn dibûn, bi hev re wext derbas dikirin*, xwarin dixwarin û dua dikirin.
43 Şandiyan gelek nîşan û mucîze çêkirin, û tirsa Xwedê ket dilê her kesê ku ev tişt dîtin. 44 Hemû kesên ku bûn bawermend bi hev re bûn, û wan her tiştê xwe di nav xwe de parve dikir. 45 Wan mal û milkê xwe difirot û pereyên ku wan qezenc dikirin li gor hewcedariya her kesî parve dikirin. 46 Her roj ew li îbadetgehê top dibûn, û ew diçûn malên hev û bi hev re xwarin dixwarin, û wan bi kêfxweşî û ji dil xwarina xwe parve dikir. 47 Wan pesnê Xwedê dida û hemû mirov bi wan razî bûn. Di eynî zeman de, Yehowa roj bi roj hejmara kesên ku dihatin ser rêya xelasbûnê li wan zêde dikir.
3 Rojekê, Petrûs û Yûhena piştî nîvro li dora saet sisê* hilkişiyan îbadetgehê, ew wexta duayê bû. 2 Zilamekî ku ji bûyîna xwe ve seqet bû, dianîn wê derê. Her roj wan ew nêzîkî deriyê îbadetgehê, yê ku jê re Deriyê Bedew dihat gotin, didanîn. Bi vî awayî, wî dikaribû ji xelkê ku diket îbadetgehê pere bixwaze. 3 Gava wî dît ku Petrûs û Yûhena dixwazin bikevin îbadetgehê, wî ji wan pere xwest. 4 Lê Petrûs û Yûhena bala xwe da wî û got: “Li me binêre.” 5 Bi hêviya ku ewê tiştekî bidin wî, çavê wî li wan bû. 6 Lê belê, Petrûs got: “Ne zêrê min û ne jî zîvê min heye, lê tiştê ku li ba min heye ezê bidim te. Bi navê Îsa Mesîh ê Nasirayî*, rabe û bimeşe!” 7 Petrûs destê wî yê rastê girt û ew rakir ser lingan. Di cih de lingên wî qenc bûn, 8 û ew rabû ser xwe. Ew bi wan re ket îbadetgehê û rêve diçû, baz dida û pesnê Xwedê dida. 9 Û hemû mirovan dît ku ew dimeşe û pesnê Xwedê dide. 10 Wan ev zilamê ku li ber Deriyê Bedew ê îbadetgehê rûniştî bû û ji mirovan pere dixwest, nas kir. Mirov şaş û heyran man ku ew dikare bimeşe.
11 Gava wî zilamî hê destê Petrûs û Yûhena digirt, hemû mirov ecêbmayî man û li cihê ku jê re Eywana* Silêman dihat gotin, li hev top bûn. 12 Gava Petrûs ev yek dît, wî ji xelkê re got: “Ya zilamên Îsraîlê, hûn çima bi vê yekê ecêbmayî dimînin? Hûn çima li me wisa dinêrin, qey me bi qeweta xwe yan bi dîndariya xwe ev yek kir ku ew bikare bimeşe? 13 Xwedayê Birahîm, Îshaq û Aqûb, Xwedayê bav û kalên me, Xizmetkarê xwe Îsa birûmet kiriye, yê ku we da dest û li ber Pîlatos înkar kir, her çi qas Pîlatos xwest ku wî azad bike jî. 14 Belê, we yê pîroz û rast înkar kir û we xwest ku mêrkujek bê berdan, 15 lê we Serokê jiyanê kuşt. Lê belê, Xwedê ew ji nav miriyan rakir, û em şahidên vê yekê ne. 16 Lingên vî zilamê ku hûn niha dibînin û nas dikin, bi saya navê Îsa û bi saya baweriya me ya bi navê wî qenc bûne. Ji ber ku em bi Îsa bawer dikin, ev zilam li ber çavê we hemûyan qenc bûye. 17 Û niha birano, ez dizanim ku we jî wek serokên xwe ev yek bi nezanî kir. 18 Bi vî awayî, Xwedê ev tiştên ku wî ji berê ve bi devê pêxemberan gotibûn, yanî ev yek ku Mesîhê wî wê cefayê bikişîne, anî cih.
19 Loma tobe bikin û vegerin ba Xwedê, da ku gunehên we bên paqijkirin*, û hûnê ji aliyê Yehowa ve dilrihetiyê bistînin. 20 Û ewê Mesîhê ku wî ji bo we hilbijartiye, yanî Îsa bişîne. 21 Çawa ku Xwedê bi devê pêxemberên xwe yên pîroz, ên ku berê dijiyan, gotibû, lazim e ku Îsa Mesîh li ezmên li bendê bimîne heta ku hemû tişt bibin wek di destpêkê de bû. 22 Mûsa wisa got: ‘Xwedayê we Yehowa wê ji nav birayên we pêxemberekî wek min bide we. Gerek hûn guh bidin her tiştê ku ew ji we re dibêje. 23 Her kesê ku guh nade wî Pêxemberî, ewê bê tunekirin.’ 24 Û hemû pêxemberan ji Samûêl bigire heta yên ku piştî wî hatin, wan jî bi eşkereyî xebera li ser van rojan dan bihîstin. 25 Kurên pêxemberan û vê peymanê, ya ku Xwedê bi bav û kalên we re girêdabû, hûn in. Xwedê ji Birahîm re got: ‘Bi destê zuriyeta te, hemû miletên li ser rûyê erdê wê bên bibereketkirin.’ 26 Piştî ku Xwedê Xizmetkarê xwe ji mirinê rakir, wî ew pêşî şand ba we ku we bibereket bike û alî her yekî ji we bike ku hûn dev ji kirinên xwe yên xerab berdin.”
4 Hê Petrûs û Yûhena bi xelkê re xeber dida, kahîn, fermandarê îbadetgehê û Sadûqî hatin ba wan. 2 Ew pir aciz bûn, çimkî şandiyan xelk hîn dikir û bi eşkereyî behsa vê yekê dikir ku Îsa ji nav miriyan hatiye rakirin. 3 Loma wan ew girtin û ji ber ku êvar bû, wan ew heta roja din di hebsê de hiştin. 4 Lê belê, gelek kesên ku gotinên wan bihîstin bawerî anîn, û hejmara zilaman weke 5.000 bû.
5 Roja din, serok, rîspî û qanûnzanên Cihûyan li Orşelîmê li hev top bûn. 6 Wekî din, serokê kahînan Henan, Kayafas, Yûhena, Îskender û hemû merivên serokê kahînan jî li wê derê bûn. 7 Wan Petrûs û Yûhena di nav xwe de danîn û dest pê kirin ku pirsan ji wan bipirsin: “We ev yek bi qudreta kê yan bi navê kê kir?” 8 Hingê Petrûs bi ruhê pîroz ve tije bû û ji wan re got:
“Gelî serokên xelkê û rîspîno! 9 Eger îro em ji bo qenciyeke ku me li zilamekî seqet kiriye, tên pirsyarkirin, û hûn dixwazin bizanin ku kê ew zilam qenc kiriye, 10 bila hûn û temamiya xelkê Îsraîlê bizanin ku bi navê Îsa Mesîh ê Nasirayî*, yê ku we li ser dar îdam kiriye, lê Xwedê ew ji nav miriyan rakiriye, ev zilam qenc bûye û li ber we disekine. 11 ‘Kevirê ku avakaran red kir, lê bûye kevirê sereke*’ ew e. 12 Wekî din, xelasî ji tu kesekî din nayê, çimkî di bin ezmên de navekî din tune ye, yê ku ji mirovan re hat dayîn ku em bikarin bi saya wî xelas bibin.”
13 Gava wan dît ku Petrûs û Yûhena bi eşkereyî* xeber didin, wan fehm kir ku ew mirovên sade û nexwendî ne*, û ew ecêbmayî man. Wan tê derxist ku ew bi Îsa re bûn. 14 Wan zilamê ku hatiye qenckirin li ber wan du şagirtan sekinî dît, û ji ber vê yekê wan nikaribû qet tiştekî jî li ser vê bibêjin. 15 Loma wan li her sisêyan emir kir ku ew ji Mehkemeya Bilind a Cihûyan derkevin, û wan dest pê kir ku bi hev re bişêwirin, 16 û wan got: “Em bi van mirovan çi bikin? Çimkî bi rastî wan mucîzeyek çêkir, a ku ji temamiya xelkê Orşelîmê re eşkere ye, û em nikarin vê yekê înkar bikin. 17 Bila em wan bitirsînin û ji wan re qedexe bikin ku ew bi vî navî* bi kesekî re xeber bidin, da ku ev yek di nav xelkê de zêdetir belav nebe.”
18 Wan gazî van du şagirtan kir û li wan emir kir ku ew bi navê Îsa tu tiştî nebêjin û hîn nekin. 19 Lê Petrûs û Yûhena ji wan re got: “Gelo di çavê Xwedê de çi rast e, em guh bidin Xwedê yan em guh bidin we? Ka hûn bibêjin. 20 Lê belê, em nikarin li ser tiştên ku me dîtine û bihîstine, bêdeng bimînin.” 21 Piştî ku wan ew dîsa tirsandin, wan ew berdan, çimkî wan tu sebeb nedît ku wan ceza bikin. Û ew ji xelkê jî ditirsiyan, çimkî xelkê ji bo tiştên çêbûyî rûmet dida Xwedê. 22 Emrê zilamê ku bi vê mucîzeyê qenc bû di ser 40 salî re bû.
23 Piştî ku ew hatin berdan, ew çûn ba şagirtên din û ji wan re behsa tiştên ku serokên kahînan û rîspiyan ji wan re gotibûn, kirin. 24 Gava wan ev yek bihîst, wan bi hev re ji Xwedê re wisa dua kir:
“Ya Rebê Mezin, ê ku erd û ezman, behr û hemû tiştên di wan de çêkirine, 25 û yê ku bi saya ruhê pîroz bi devê xizmetkarê xwe û bavê me Dawid gotibû: ‘Çima xezeba miletan radibe û xelk li ser tiştên pûç difikirin? 26 Padîşahên dinyayê bûn yek û hikumdar li hev top bûn ku li dijî Yehowa û Mesîhê wî* rabin.’ 27 Bi rastî, hem Hêrodês hem Pontiyos Pîlatos bi mirovên ji miletên din û bi xelkê Îsraîlê re li vî bajarî li dijî xizmetkarê teyî pîroz Îsa, yê ku te hilbijartiye, top bûn. 28 Bi vî awayî, tiştên ku bi qudreta te* û daxwaza te ji berê ve hatibûn qerardayîn, wê bên cih. 29 Û niha, ya Yehowa, bala xwe bide tehdîdên wan û alî xulamên xwe bike, da ku em bi dilekî xurt li ser peyva te xeber bidin. 30 Bi dewamî destê xwe ji bo qenckirinê dirêj bike û bila bi saya navê xizmetkarê teyî pîroz Îsa nîşan û mucîze çêbin.”
31 Piştî ku wan dua kir, cihê ku ew lê top bûn hejiya, û ew hemû bi ruhê pîroz ve tije bûn û bi dilekî xurt li ser peyva Xwedê xeber didan.
32 Wekî din, kesên ku bawer dikir hemfikir bûn û hîsên wan wek hev bûn*, û tu kesî ji wan ji bo milkê xwe nedigot “Ev ê min e”, lê wan her tiştê xwe di nav xwe de parve dikir. 33 Û şandiyan bi dewamî bi awayekî tesîrdar li ser vê şahidî dikir ku Efendiyê me Îsa ji mirinê hat rakirin, û Xwedê qenciya xwe ya mezin têr û tije li ser wan dirijand. 34 Bi rastî, di nav wan de tu kesê hewcedar tunebû, çimkî hemû xwediyên erd û malan ew difirotin, û ev pere dianîn 35 û li ber lingên şandiyan danîn. Ev pere li gor hewcedariyên her kesî dihat belavkirin. 36 Ûsivê ku jê re Barnabas (tê maneya “Kurê Teseliyê”) dihat gotin, ji eşîra Lêwiyan bû û bi eslê xwe ji Qibrisê bû, 37 xwediyê erdekî bû. Wî ev erd firot û pereyê wî danî ber lingên şandiyan.
5 Zilamekî bi navê Hananya bi jina xwe Safîrayê re erdekî xwe firot. 2 Lê belê, wî hinek ji pereyan ji xwe re veşart, û qismê mayî anî û li ber lingên şandiyan danî, û haya jina wî jî bi vê yekê hebû. 3 Lê Petrûs ji Hananya re got: “Hananya, te çima hişt ku Şeytan li ser dilê te tesîr bike ku tu li ruhê pîroz derewan bikî û hinek pereyê erd ji xwe re veşêrî? 4 Berî ku te ew erd firot, ma her tişt ne yê te bû? Û piştî ku te ew firot, ma ne di destê te de bû ku tu bi vî pereyî çi bixwazî bikî? Îcar te çima fikreke wisa xist dilê xwe? Te ne li mirovan, lê li Xwedê derew kir.” 5 Gava ku Hananya ev gotin bihîstin, ew ket erdê û mir. Û tirseke mezin ket dilê hemû kesên ku ev yek bihîst. 6 Hingê çend xort hatin, ew bi kitan pêçandin, birin derve û ew defn kirin*.
7 Weke sê saet bi şûn de jina wî hat, lê haya wê jê tunebû ku çi çêbûye. 8 Petrûs ji wê pirsî: “Ka bibêje, we erdê xwe bi ev qas pereyan firot?” Wê jî got: “Belê, bi ew qasî.” 9 Hingê Petrûs jê re got: “Çima we her duyan li hev kir ku ruhê Yehowa biceribînin? Va ye, kesên ku mêrê te defn kir, li ber derî ne, û ew tên ku te jî bibin derve.” 10 Di cih de ew li ber lingên wî ket erdê û mir. Gava xort ketin hundir û dîtin ku ew miriye, wan ew jî bir û li kêleka mêrê wê defn kir. 11 Hingê tirseke mezin ket dilê temamiya civatê û her kesê ku ev tişt bihîstin.
12 Bi destê şandiyan gelek mucîze û nîşan di nav xelkê de dihatin çêkirin. Ew hemû bi hev re li Eywana* Silêman top dibûn. 13 Rast e, kesên din newêrî bi wan re bin, lê dîsa jî mirovan pesnê wan dida. 14 Û her ku diçû zêdetir jin û zilaman bawerî bi Efendiyê me dianîn û bûn şagirtên wî. 15 Mirovan gelek kesên nexweş dianîn kolanên sereke û ew li wê derê li ser doşekan danîn, da ku gava Petrûs derbas bibe, herî kêm siya wî bikeve ser wan. 16 Wekî din, gelek mirov ji bajarên li derdora Orşelîmê dihatin. Wan kesên nexweş û kesên ku bi cinan* ketibûn dianîn, û ew hemû qenc dibûn.
17 Kahînê mezin û kesên ji mezheba Sadûqiyan, ên ku bi wî re bûn bi hesûdî ve tije bûn. 18 Wan şandî girtin û avêtin hebsa bajêr. 19 Lê belê, melekê Yehowa bi şev hat û deriyên hebsê vekirin, ew derxistin û got: 20 “Herin îbadetgehê û bi dewamî ji mirovan re behsa jiyana ku wê bê, bikin.” 21 Piştî ku wan ev yek bihîst, ew serê sibehê ketin îbadetgehê û dest bi hînkirinê kirin.
Wexta ku kahînê mezin û kesên ku bi wî re bûn hatin, wan Mehkemeya Bilind a Cihûyan û rîspiyên Îsraîlê top kirin û nobedar şandin hebsê ku şandiyan bînin. 22 Lê gava ew gihîştin wê derê, wan şandî li hebsê nedîtin. Hingê ew vegeriyan û gotin: 23 “Me dît ku deriyê hebsê girtî ye û nobedar li ber derî sekinî ne, lê wexta ku me derî vekir, me tu kes li hundir nedît.” 24 Wexta ku fermandarê îbadetgehê û serokên kahînan ev xeber bihîst, ew şaş û metal man û meraq kirin ku netîce wê bibe çi. 25 Wê demê kesek hat û ji wan re got: “Va ye, zilamên ku we avêtin hebsê di îbadetgehê de sekinî ne û xelkê hîn dikin.” 26 Hingê fermandarê îbadetgehê û nobedar çûn ku şandiyan bînin, lê ne bi destê zorê, çimkî ew ditirsiyan ku xelk wan bide ber keviran.
27 Îcar wan şandî anîn ber Mehkemeya Bilind a Cihûyan. Kahînê mezin ji wan pirsî 28 û got: “Me li we emir kir ku hûn bi wî navî hîn nekin, lê we dîsa jî Orşelîm bi hînkirinên xwe ve tije kiriye, û hûn dixwazin sûcê mirina wî mirovî bixin stûyê me.” 29 Lê Petrûs û şandiyên din gotin: “Gerek em ne guhdariya mirovan, lê guhdariya Xwedê bikin. 30 Xwedayê bav û kalên me, Îsayê ku we li dar xistiye û kuştiye, ji mirinê rakiriye. 31 Xwedê ew bilind kiriye û wek Serok û Xelaskar li milê xwe yê rastê daniye, da ku Îsraîl tobe bike û gunehên wan bên efûkirin. 32 Em û ruhê pîroz jî şahidên van tiştan in. Xwedê ev ruhê pîroz daye kesên ku wî wek serok qebûl dikin û guhdariya wî dikin.”
33 Gava wan ev yek bihîst, ew pir hêrs ketin û dixwestin wan bikujin. 34 Lê yekî Fêrisî yê bi navê Gamalîêl, ê ku mamosteyê Qanûnê bû û temamiya xelkê qedrê wî digirt, li Mehkemeya Bilind a Cihûyan rabû û emir da ku şandî ji bo wexteke kin bên derxistin derve. 35 Hingê wî got: “Ya zilamên Îsraîlê, berî ku hûn tiştekî li van mirovan bikin, baş bifikirin. 36 Mesela, berî demekê, zilamekî bi navê Tewdas hebû, yê ku xwe wek kesekî mezin nîşan dida. Û weke 400 zilam bûn piştgirên wî. Lê gava ew hat kuştin, hemû piştgirên wî belav bûn. 37 Piştî wî, di dema navnivîsandinê de, Cihûdayê Celîleyî hat û mirov li pey xwe birin. Lê ew zilam mir, û hemû kesên ku li pey wî diçûn, belav bûn. 38 Ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim, dev ji van mirovan berdin û wan bihêlin, bila ew herin. Çimkî eger ev niyet û îş ji mirovan e, ewê xera bibe. 39 Lê eger ji Xwedê ye, hûnê nikarin wê xera bike. Lê hay ji xwe hebin, da ku hûn nebin kesên ku li dijî Xwedê şer dikin.” 40 Wan guh da wî û gazî şandiyan kir, ew dan ber qamçiyan û li wan emir kir ku ew bi navê Îsa Mesîh xeber nedin, û paşê ew berdan.
41 Gava şandî ji Mehkemeya Bilind a Cihûyan derketin, ew pir kêfxweş bûn, çimkî ji bo wan şerefeke mezin bû ku ew ji ber navê Îsa hatine bêhurmetkirin. 42 Û wan dev jê berneda ku her roj di îbadetgehê de û mal bi mal hîn bikin û mizgîniya li ser Îsa Mesîh belav bikin.
6 Di wan rojan de, hejmara şagirtan zêde dibû. Hingê Cihûyên ku bi zimanê Yûnanî xeber dida ji Cihûyên ku bi zimanê Îbranî xeber dida gazin kir, çimkî di dema belavkirina xwarinê de jinebiyên wan dihatin jibîrkirin. 2 Îcar Diwanzdehan* gazî hemû şagirtan kir û ji wan re got: “Çênabe ku em dev ji hînkirina peyva Xwedê berdin ku xwarinê belav bikin. 3 Loma birano, di nav xwe de heft birayên ku xwediyê navekî baş in û bi ruhê pîroz û hîkmet ve tije ne, hilbijêrin, da ku em vê wezîfeya muhîm bidin destê wan. 4 Lê emê bala xwe bidin duayê û hînkirina peyva Xwedê.” 5 Ev gotin li hemûyan xweş hat, û wan Steyfan, zilamekî ku baweriya wî xurt bû û tijî ruhê pîroz bû, hilbijart. Wekî din, wan Filîpos, Prokoros, Nîkanor, Tîmon, Parmênas û Nîkolaosê Entakyayî, yê ku bû Cihû, hilbijartin. 6 Wan ew birin ba şandiyan, û piştî ku wan dua kir, wan destên xwe danîn ser wan.
7 Peyva Xwedê bi dewamî belav dibû, û hejmara şagirtan li Orşelîmê gelek zêde dibû. Û gelek kahîn jî bûn şagirt*.
8 Steyfanê ku bi kerem û qeweta Xwedê ve tije bû, di nav xelkê de nîşan û mucîzeyên mezin çêdikirin. 9 Lê hin zilamên ji Sînagoga Azadiyan bi çend kesên Kirênî, Îskenderî, Kîlîkî û Asyayî bi Steyfan re dest bi minaqeşeyê kir. 10 Lê belê, wan nikaribû li hemberî hîkmet û ruhê ku Steyfan pê xeber dida, bi ser bikevin. 11 Hingê wan bi dizîka serê mirovan tije kir ku ew wisa bibêjin: “Me bihîst ku ew li Xwedê û li Mûsa kufir dike.” 12 Wan xelk, rîspî û qanûnzan li dijî wî rakir ser lingan. Ew hatin, bi destê zorê Steyfan girt û ew bir Mehkemeya Bilind a Cihûyan. 13 Û wan şahidên derewîn derxistin pêş, da ku ew wisa bibêjin: “Ev zilam bi dewamî li dijî vî cihê pîroz û li dijî Qanûnê xeber dide. 14 Mesela, me bihîst ku wî got ku ev Îsayê Nasirayî* wê vî cihî hilweşîne û adetên ku Mûsa dane me, biguherîne.”
15 Hemû kesên ku li Mehkemeya Bilind a Cihûyan rûniştî bûn, li wî nêrî û dît ku rûyê wî wek rûyê melekekî bû.
7 Hingê kahînê mezin pirsî: “Ma ev tişt rast in?” 2 Steyfan cewab da: “Zilamno, birano û bavno, guh bidin min! Gava bavê me Birahîm li Mezopotamyayê bû, berî ku ew derbasî Heranê bibe, Xwedayê birûmet ji wî re xuya bû 3 û ji wî re got: ‘Ji welatê xwe û ji ba merivên xwe derkeve û here welatê ku ezê nîşanî te bidim.’ 4 Hingê ew ji welatê Kildaniyan derket û li Heranê cihwar bû. Piştî ku bavê wî mir, Xwedê rêberiya wî kir ku ew derbasî welatê ku hûn niha lê dijîn, bibe. 5 Li vî welatî Xwedê heta bi qasî pîvana lingekî jî, tu mîras neda wî. Lê Xwedê soz da ku ewê vî welatî bide destê wî û zuriyeta wî, her çi qas zarokên wî hê tune bûn jî. 6 Û Xwedê ji wî re got ku zuriyeta wî wê di welatekî xerîb de bijî, û ewê bibe xulam û 400 sal bê bindestkirin. 7 Xwedê got: ‘Ezê miletê ku hûn ji wî re xulamtiyê bikin, ceza bikim. Û paşê, ewê ji wê derê derkevin û li vî cihî ji min re xizmeta pîroz bikin.’
8 Xwedê bi Birahîm re peymana sinetê girêda, û ew bû bavê Îshaq û di roja heştan de ew sinet kir. Îshaq bû bavê Aqûb, û Aqûb bû bavê diwanzdeh eşîran. 9 Birayên Ûsiv çavnebariya wî kir û ew firot Misrê. Lê Xwedê bi wî re bû 10 û ew ji hemû tengasiyên wî xelas kir. Xwedê hîkmet da wî û alî wî kir ku Padîşahê Misrê Fîrawûn ji wî razî be. Û Fîrawûn ew li ser Misrê û temamiya mala xwe kir hukimdar. 11 Lê li temamiya Misrê û Kenanê xela rabû, û ew wexteke pir zehmet bû. Xwarina bav û kalên me qet tunebû. 12 Lê Aqûb bihîst ku li Misrê xwarin* heye, û wî cara pêşîn bav û kalên me şandin wê derê. 13 Gava birayên Ûsiv cara diduyan hatin, wî xwe bi eşkereyî nîşanî wan da, û Fîrawûn di heqê malbata wî de pê hesiya. 14 Hingê Ûsiv gazî bavê xwe Aqûb û merivên xwe kir ku ew derbasî Misrê bibin. Ew bi temamî 75 kes bûn. 15 Wisa Aqûb derbasî Misrê bû. Li wê derê ew û bav û kalên me mirin. 16 Hestiyên wan birin Şekemê û xistin tirbeya ku Birahîm bi zîv ji kurên Hamorê Şekemî kirîbû.
17 Gava wexta bicihanîna soza ku Xwedê dabû Birahîm hat, zuriyeta Aqûb di Misrê de gelek zêde dibû. 18 Hingê li Misrê Fîrawûnekî nû dest bi hukimdariyê kir, ê ku Ûsiv nas nedikir. 19 Ew bi hîlebazî li dijî xelkê me rabû, û zor li bavên me kir ku ew zarokên xwe yên nûbûyî terk bikin, da ku ew bimirin. 20 Wê demê, Mûsa hat dinyayê û ew di çavê Xwedê de pir bedew bû. Sê meh ew di mala bavê xwe de hat xwedîkirin. 21 Lê gava wext hat ku terka wî bê dayîn, keça Fîrawûn ew anî ba xwe û wek kurê xwe mezin kir. 22 Bi vî awayî, Mûsa di hemû hîkmeta Misrê de hat perwerdekirin. Ew di gotin û kirinên xwe de yekî jêhatî bû.
23 Gava Mûsa 40 salî bû , daxwaz ket dilê wî ku ew li halê birayên xwe*, yanî li halê Îsraîliyan binêre. 24 Gava wî dît ku neheqî li yek ji wan tê kirin, wî ew parast û heyfa wî hilda û zilamê Misrî kuşt. 25 Mûsa difikirî ku birayên wî wê fehm bikin ku Xwedê dixwaze wan bi destê wî xelas bike, lê wan ev yek fehm nekir. 26 Roja din, gava ew hat ba wan û dît ku ew li hev dixin, wî dixwest ku ew li hev bên û wisa got: ‘Camêrno, ma hûn ne birayên hev in? Hûn çima xerabiyê li hev dikin?’ 27 Lê yê ku xerabî li birayê xwe dikir, Mûsa dehf da û got: ‘Kê tu li ser me kiriye serok û hakim? 28 Çawa ku te duh zilamê Misrî kuşt, ma tu dixwazî min jî bikujî?’ 29 Gava Mûsa ev yek bihîst, ew reviya û çû welatê Mîdyanê. Li wê derê ew wek yekî xerîb dijiya û bû bavê du kuran.
30 Piştî 40 salî, li çola Çiyayê Sînayê, melekek di nav pêta agirê deviyê de ji Mûsa re xuya bû. 31 Gava Mûsa ev yek dît, ew pir şaş ma. Û gava ew nêzîk dibû ku baş bibîne, dengê Yehowa hat bihîstin: 32 ‘Ez Xwedayê bav û kalên te me, Xwedayê Birahîm, Îshaq û Aqûb.’ Hingê Mûsa lerizî û newêrî ku baştir lê binêre. 33 Yehowa ji wî re got: ‘Solên* xwe ji lingên xwe bixe, çimkî cihê ku tu lê sekinî yî, erdê pîroz e. 34 Bi rastî min dît ku miletê min çawa li Misrê tê bindestkirin. Û min hawara wan bihîst û ez hatim jêr ku wan azad bikim. Ezê te bişînim Misrê.’ 35 Îsraîliyan bi van gotinan Mûsa red kir: ‘Kê tu li ser me kiriye serok û hakim?’, lê belê, Xwedê ev Mûsa bi destê melekê ku di nav deviyê de ji wî re xuya bû, wek serok û xelaskar şand. 36 Vî zilamî ew ji wê derê derxistin, û li Misrê, li ber Behra Sor û 40 sal li çolê nîşan û mucîze çêkirin.
37 Ev Mûsa bû, yê ku ji Îsraîliyan re got: ‘Xwedê wê ji nav birayên we pêxemberekî wek min ji we re hilbijêre.’ 38 Mûsa ew kes bû, yê ku bi Îsraîliyan re, bi bav û kalên me re di çolê de bû, û yê ku melek li ser çiyayê Sînayê bi wî re xeber dida. Û wî ji Xwedê gotinên jîndar û pîroz standin ku bigihîne me. 39 Bav û kalên me nedixwest guhdariya wî bikin, û wan ew red kir, û di dilê xwe de vegeriyan Misrê. 40 Wan ji Harûn re got: ‘Ji me re îlahên ku rêberiya me bikin, çêke. Çimkî em nizanin ku çi hat serê vî Mûsayê ku em ji welatê Misrê derxistin.’ 41 Hingê wan golikek çêkir û qurban pêşkêşî vî pûtî kirin, û li ber tiştên ku wan bi destê xwe çêkiribûn, kêf dikirin. 42 Loma Xwedê berê xwe ji wan zivirand û hişt ku ew ji stêrên ezmên re îbadetê bikin, wek ku di kitêba Pêxemberan de hatiye nivîsîn: ‘Ya mala Îsraîl, ma we ji min re 40 sal li çolê qurban pêşkêş dikirin? 43 Na, we konê Molox û stêra Reyfanê îlah hilgirt. We ew pût ji bo îbadetê çêkirin. Loma ezê we wek êsîr bişînim cihên ku ji Babîlê dûrtir in.’
44 Li çolê konê şahidiyê* yê bav û kalên me hebû. Xwedê ji Mûsa re nîşan da ku ew vî konî çawa çêke, û kon li gor rêberiya Xwedê hat çêkirin. 45 Bav û kalên me ev kon stand û bi Yêşû re bir welatê ku Xwedê ji bo xatirê bav û kalên me miletên din jê derxistin. Ev kon heta rojên Dawid li wê derê ma. 46 Xwedê ji Dawid razî bû, û wî dixwest ji Xwedayê Aqûb re malekê ava bike. 47 Lê yê ku ji wî re malek çêkir, Silêman bû. 48 Lê Xwedayê Jorîn li malên ku bi destê mirovan hatine çêkirin, najî. Wek ku pêxember dibêje: 49 ‘Yehowa dibêje: “Ezman textê min e û erd binlingê min e. Hûnê maleke çawa ji min re çêkin? Yan cihê ku ez lê îstirihetê bikim li ku ye? 50 Ma ne bi destê min ev hemû tişt hatine çêkirin?”’
51 Ey serhişkno, dil û guhên we girtî ne! Hûn her tim li dijî ruhê pîroz radibin. Çawa ku bavên we dikir, hûn jî eynî wisa dikin. 52 Ma bav û kalên we zilm li kîjan pêxember nedikir? Wan kesên ku ji berê ve behsa hatina yê rast* dikir, kuştin. Û hûn bûn xayîn û mêrkujên vî kesî. 53 Xwedê bi destê melekan Qanûn da we, lê we ew avêt pişt guhê xwe.”
54 Gava wan ev yek bihîst, ew li ser Steyfan pir hêrs ketin û bi diranên xwe qirçeqirç dikirin. 55 Lê Steyfan bi ruhê pîroz ve tije bû, çavê xwe ber bi ezmên ve hilda û rûmeta Xwedê û Îsayê ku li aliyê Xwedê yê rastê sekinî bû, dît. 56 Û wî got: “Va ye, ez ezmên vekirî û Kurê Mirov li aliyê Xwedê yê rastê sekinî, dibînim.” 57 Lê wan guhên xwe girtin û bi qîrîn hicûmî wî kirin. 58 Piştî ku wan ew ji bajêr derxist, wan ew da ber keviran. Şahidên ku ew sûcdar dikir kincên xwe danîn ber lingên xortekî bi navê Saûl. 59 Gava wan Steyfan dida ber keviran, wî ji Îsa rica kir: “Efendiyê min, ez jiyana* xwe didim destê te.” 60 Hingê ew ket ser çokan û bi dengekî bilind got: “Yehowa, li gunehê wan nenêre.” Piştî ku wî ev yek got, ew mir.
8 Saûl bi kuştina Steyfan razî bû.
Wê rojê li hemberî civata Orşelîmê zilmeke mezin dest pê kir. Ji xeynî şandiyan, hemû kes li herêmên Cihûstan û Sameriyayê belav bûn. 2 Zilamên ku ji Xwedê ditirsiyan Steyfan defn kir* û şîneke mezin li ser wî girtin. 3 Lê Saûl bi xezebeke mezin li dijî civatê rabû. Ew ji malekê diket maleke din, bi destê zorê zilam û jin derdixistin û diavêtin hebsê.
4 Şagirtên ku belav bûbûn mizgîniya Xwedê li her derê belav dikir. 5 Filîpos ket bajarê Sameriyayê*, û li wê derê dest pê kir ku behsa Mesîh bike. 6 Hemû mirovan guh dida Filîpos û rind bala xwe dida tiştên ku wî digotin û mucîzeyên ku wî çêdikirin. 7 Gelek kesên ku bi cin* diketibûn, cin bi dengekî bilind diqîriyan û ji wan derdiketin. Wekî din, gelek kesên felcbûyî* û seqet qenc dibûn. 8 Ji ber vê yekê, mirovên wî bajarî pir dilxweş bûn.
9 Li Sameriyayê zilamekî bi navê Şîmûn hebû, yê ku sêrbazî dikir. Wî xwe wek kesekî mezin nîşan dida, û xelkê Sameriyayê bi kirinên wî ecêbmayî dima. 10 Her kesî, ji biçûkan bigire heta mezinan, bala xwe dida wî û digot: “Qudreta Xwedê ya mezin di vî zilamî de ye.” 11 Wan bala xwe dida wî, çimkî wî ji bo wexteke dirêj bi sêrbaziya xwe xelk ecêbmayî dihişt. 12 Lê gava wan bi Filîpos bawer dikir, ê ku mizgîniya li ser Hukimdariya Xwedê û li ser navê Îsa Mesîh belav dikir, hem jin hem jî mêr hatin vaftîzkirin*. 13 Şîmûn jî bawer kir, û piştî ku ew vaftîz bû, wî dev ji Filîpos berneda, û bi nîşan û karên mezin, ên ku wî çêdikirin, ecêbmayî dima.
14 Gava şandiyên li Orşelîmê bihîst ku mirovên Sameriyayê peyva Xwedê qebûl kiriye, wan Petrûs û Yûhena şandin ba wan. 15 Ew hatin ba wan û ji bo wan dua kirin, da ku ew ruhê pîroz bistînin. 16 Çimkî hê ruhê pîroz daneketibû ser yekî ji wan, lê ew bi tenê bi navê Efendiyê me Îsa hatibûn vaftîzkirin. 17 Petrûs û Yûhena destên xwe danîn ser wan, û wan ruhê pîroz stand.
18 Gava Şîmûn dît ku mirovan ruhê pîroz bi vê yekê distand ku şandiyan destên xwe danîn ser wan, wî dixwest pere bide wan 19 û got: “Vê qudretê bidin min jî, da ku ez destên xwe deynim ser kê, ew ruhê pîroz bistîne.” 20 Lê Petrûs jê re got: “Bila zîvê te bi te re helak bibe, çimkî tu difikirî ku tu dikarî hediyeya Xwedê bi pereyan bikirî! 21 Heqê te bi vê yekê tune ye, çimkî Xwedê dilê teyî xerab dibîne. 22 Loma tobe bike û hawara xwe bigihîne Yehowa, û eger mumkin be ewê ji ber niyeta xerab a dilê te, te efû bike. 23 Çimkî ez dibînim ku tu jehreke tehl î, û xulamê neheqiyê yî.” 24 Şîmûn got: “Ji bo min ji Yehowa re dua bikin, da ku tiştên ku we ji min re gotine neyên serê min.”
25 Piştî ku wan bi awayekî baş şahidî kir û li ser peyva Yehowa xeber dida, ew vegeriyan Orşelîmê û di rê de li gelek gundên Sameriyayê mizgînî belav kirin.
26 Melekê Yehowa ji Filîpos re got: “Rabe, û bi aliyê başûr ve here rêya ku ji Orşelîmê diçe Gazayê.” (Ev rê di çolê de ye.) 27 Ew jî rabû û ket rê. Li wê derê memûrekî* Etyopyayî hebû. Ew wezîrê melîkeya* Etyopyayê bû, û wî çavdêriya hemû xezîneya wê dikir. Ew çûbû Orşelîmê, da ku ji Xwedê re îbadetê bike, 28 û niha ew vedigeriya malê. Ew di erebeya xwe de rûniştî bû û bi dengekî bilind nivîsara Îşaya pêxember dixwend. 29 Hingê Xwedê bi destê ruhê xwe ji Filîpos re got: “Here, bigihîje wê erebeyê.” 30 Filîpos ber bi wî re bezî û bihîst ku ew bi dengekî bilind nivîsara Îşaya pêxember dixwîne, û ji wî pirsî: “Gelo tu tiştên ku tu dixwînî fehm dikî?” 31 Wî got: “Heta ku kesek ji min re şirove neke, ez çawa fehm bikim?” Û wî ji Filîpos rica kir ku ew siwar be û bi wî re rûne. 32 Qismê nivîsara ku wî dixwend ev bû: “Mîna miyekê, ew ji bo şerjêkirinê hat birin, û wek berxekî ku li wexta birîna hiriyê dengê xwe dernaxe, ew devê xwe venake. 33 Dema ku ew dihat nizmkirin, neheqî li wî hat kirin. Kî wê hûr û kûr behsa bav û kalên wî bike? Çimkî jiyana wî ji ser erdê hat standin.”
34 Memûr* ji Filîpos re got: “Ez ji te rica dikim, bibêje, pêxember van tiştan li ser kê dibêje? Li ser xwe yan li ser kesekî din?” 35 Filîpos dest bi xeberdanê kir û ji vê nivîsarê ve behsa mizgîniya li ser Îsa Mesîh kir. 36 Gava ew hê di rê de bûn, ew gihîştin çemekî, û memûr* got: “Ka binêre, li vir av heye. Çi rêya min digire ku ez vaftîz bibim*?” 37 ——* 38 Piştî ku wî emir da ku erebe bê sekinandin, ew û Filîpos çûn û ketin nav avê, û wî ew vaftîz kir*. 39 Gava ew ji avê derketin, ruhê Yehowa di cih de Filîpos ji wê derê bir. Memûr* bi kêfxweşiyeke mezin rêya xwe dewam kir û êdî Filîpos nedît. 40 Filîpos gihîşt Aşdodê û li wan deran digeriya û bi dewamî li hemû bajaran mizgînî belav dikir heta ku ew gihîşt Qeyseriyayê.
9 Lê Saûl, ê ku bi xezebeke mezin li dijî şagirtên Efendiyê me rabû û dixwest wan bikuje, çû ba kahînê mezin. 2 Saûl ji wî rica kir ku ji bo sînagogên* Şamê destûrnameyan bide wî, da ku ew hemû kesên ku aîdî Rêya Rastiyê ne, hem jin hem jî mêr, bigire û bîne Orşelîmê.
3 Gava ew hê di rê de bû û nêzîkî Şamê bû, ji nişka ve ji ezmên ronahiyekê li dora wî şewq da. 4 Ew ket erdê û dengek bihîst, ê ku ji wî re got: “Saûl, Saûl, tu çima zilmê li min dikî?” 5 Saûl pirsî: “Efendiyê min, tu kî yî?” Wî got: “Ez Îsa me, yê ku tu zilmê li wî dikî. 6 Rabe û bikeve bajêr, û li wê derê wê ji te re bê gotin ku gerek tu çi bikî.” 7 Zilamên ku bi Saûl re rêwîtî dikir, bê deng man û sekinîn, çimkî wan dengek bihîst, lê wan tu kes nedidît. 8 Saûl ji erdê rabû, û çavên wî vekirî bûn, lê wî nikaribû bibîne. Hingê wan destê wî girt û ew anî Şamê. 9 Û sê roj wî tiştek nedidît, û wî ne dixwar û ne jî vedixwar.
10 Li Şamê şagirtekî bi navê Hananya hebû. Efendiyê me di dîtiniyekê de ji wî re got: “Hananya!” Wî got: “Kerem ke, Efendiyê min.” 11 Efendiyê me ji wî re got: “Rabe û here kolana ku jê re Ya Rast tê gotin, û li mala Cihûda li zilamekî Tarsûsî yê bi navê Saûl bigere. Çimkî ew niha dua dike, 12 û wî di dîtiniyekê de dîtiye ku zilamekî bi navê Hananya hatiye û destên xwe danîn ser wî, da ku ew dîsa bibîne.” 13 Lê Hananya cewab da: “Efendiyê min, min ji gelekan bihîstiye ku vî zilamî li Orşelîmê çi qas xerabî li xizmetkarên te* kiriye. 14 Û wî ji serokên kahînan îzin standiye ku ew hemû kesên ku li vir jî gazî navê te dikin, bigire.” 15 Lê Efendiyê me ji wî re got: “Here, çimkî min ev zilam hilbijartiye ku ew navê min bigihîne hem miletên din, hem padîşahan, hem jî xelkê Îsraîlê. 16 Ezê bi eşkereyî nîşanî wî bidim ku ewê ji ber navê min çi qas cefayê bikişîne.”
17 Hingê Hananya çû û ket wê malê, destên xwe danîn ser Saûl û got: “Saûl, birayê min, Efendiyê me Îsa, yê ku di rê de ji te re xuya bû, ez şandime ba te, da ku tu dîsa bibînî û bi ruhê pîroz ve tije bibî.” 18 Di cih de tiştek ji çavê wî ket û wî dîsa dikaribû bibîne. Paşê ew rabû û hat vaftîzkirin*, 19 û wî xwarin xwar û qeweta wî vegeriya.
Saûl çend roj li Şamê li ba şagirtan ma, 20 û wî di cih de dest pê kir ku di sînagogan de mizgîniyê belav bike ku Îsa Kurê Xwedê ye. 21 Lê hemû kesên ku ew bihîst, şaş man û gotin: “Ma ev ne ew zilam e, yê ku li Orşelîmê bi xezebeke mezin li dijî şagirtên Îsa* rabû? Ma ew nehatiye vir, da ku wan bigire û bibe ba serokên kahînan?” 22 Lê Saûl hê jî zêdetir bi awayekî jêhatî hîn dikir û îsbat dikir ku Îsa Mesîh e, û bi vê yekê Cihûyên Şamê şaş û metal dihîştin.
23 Piştî ku gelek roj derbas bûn, Cihû li rêyekê digeriyan ku wî bikujin. 24 Lê belê, Saûl bi vê yekê hesiya. Wan bi şev û roj nobedariya dergehên bajêr dikir, da ku wî bikujin. 25 Loma şagirtên wî ew bi şev kir zembîlekê, û ji pencereyeke ku di dîwarê bajêr de bû, daxist jêr.
26 Gava ew hat Orşelîmê, wî xîret kir ku beşdarî şagirtan bibe, lê hemû ji wî ditirsiyan, çimkî wan bawer nedikir ku ew jî bûye şagirt. 27 Hingê Barnabas hat ku alî wî bike. Wî ew bir ba şandiyan û ji wan re hûr û kûr behsa vê yekê kir ku çawa Saûl di rê de Efendiyê me dît û wî çawa bi Saûl re xeber da. Wekî din, wî got ku Saûl çawa li Şamê bi dilxurtî li ser navê Îsa xeber dida. 28 Saûl bi wan re ma, ew li Orşelîmê bi serbestî diçû û dihat û bi dilxurtî li ser navê Efendiyê me xeber dida. 29 Wî bi Cihûyên ku bi Yûnanî xeber dida, sohbet dikir û minaqeşe dikir, lê wan dixwest wî bikujin. 30 Gava bira bi vê yekê hesiyan, wan ew anî Qeyseriyayê û ji wê derê ew şand Tarsûsê.
31 Civatên li temamiya Cihûstan, Celîle û Sameriyayê di aştiyê de bûn. Ew xurt dibûn, û ji ber ku ew ji Yehowa ditirsiyan û ruhê pîroz qewet dida wan, hejmara wan zêde dibû.
32 Gava Petrûs li derdora wê herêmê digeriya, ew hat ba şagirtên* ku li Lîdayê dijiyan. 33 Li wê derê wî zilamekî bi navê Eynêyas dît, ê ku heşt sal di nav nivînan de bû, çimkî ew felc* bû. 34 Petrûs ji wî re got: “Eynêyas, Îsa Mesîh te qenc dike. Rabe û nivîna xwe bide hev.” Û ew di cih de rabû. 35 Gava xelkê Lîdayê û deşta Şaronê dît ku ew zilam qenc bûye, wan jî bi Efendiyê me bawer kir.
36 Li Yafayê şagirteke bi navê Tabîta hebû (ev nav tê maneya “Dorkas”*). Wê gelek tiştên qenc dikirin û xêr li feqîran dikir. 37 Lê ew nexweş ket û mir. Piştî ku wan ew şûşt, wan ew li odeya jorîn danî. 38 Ji ber ku bajarê Lîdayê nêzîkî Yafayê bû, şagirt pê hesiyan ku Petrûs li wê derê ye. Loma wan du zilam şandin ba wî û ji wî rica kirin: “Ji kerema xwe re zû were ba me.” 39 Petrûs jî rabû û bi wan re çû. Gava ew gihîşt wê derê, wan ew bir odeya jorîn. Li wê derê hemû jinebî li dora Petrûs sekinîn, giriyan û kinc û kirasên ku Dorkasê ji wan re çêkiribûn, nîşanî wî dan. 40 Petrûs hemû derxistin derve, ket ser çokan û dua kir. Paşê ew zivirî, li jinika mirî nêrî û got: “Tabîta, rabe!” Wê çavên xwe vekirin, û gava wê Petrûs dît, ew rabû û rûnişt. 41 Petrûs destê xwe dirêjî wê kir û ew rakir. Paşê wî gazî şagirtan* û jinebiyan kir, û wan dît ku ew sax e. 42 Ev yek li temamiya Yafayê belav bû, û gelekan bi Efendiyê me bawer kir. 43 Petrûs gelek roj li Yafayê li mala Şîmûnê çermker ma.
10 Li Qeyseriyê zilamekî bi navê Kornêlyos hebû, ew fermandarekî* di koma Îtalî de bû. 2 Wî bi hemû maliyên xwe re ji Xwedê re îbadet dikir. Wî gelek caran xêr li feqîran dikir û her gav ji Xwedê re dua dikir. 3 Piştî nîvro li dora saet sisê*, wî bi zelalî di dîtiniyekê de dît ku melekê Xwedê hat ba wî û ji wî re got: “Kornêlyos!” 4 Kornêlyos bi tirs li wî nêrî û got: “Efendiyê min, tu çi dixwazî?” Wî got: “Xwedê duayên te bihîstin û xêrên ku te li feqîran kirine, dîtin û ji bîr nake. 5 Zilaman bişîne Yafayê û gazî Şîmûnê ku jê re Petrûs tê gotin, bike. 6 Ew mêvanê Şîmûnê çermker e, yê ku mala wî li ber behrê ye.” 7 Piştî ku melekê ku bi wî re xeber da, çû, Kornêlyos gazî du xizmetkarên xwe û eskerekî dîndar, ê ku di bin destê wî de bû, kir. 8 Wî her tişt ji wan re got û ew şandin Yafayê.
9 Roja din, gava ew nêzîkî bajêr bûn, nîvro li dora saet diwanzdeh* Petrûs derket ser banê xanî ku dua bike. 10 Lê ew gelek birçî bû û xwest tiştekî bixwe. Dema ku wan xwarin hazir dikir, wî dîtiniyek dît. 11 Wî ezman vekirî û tiştekî* wek çarşeveke mezin a kitanî ku ji her çar doran ve girtî bû û dadiket erdê, dît. 12 Di hundirê wê de her cureyê heywanên çarling, heywanên wek mar û xwijok, û teyrên ezmên hebûn. 13 Hingê wî dengek bihîst, ê ku ji wî re got: “Petrûs, rabe, heywanekî şerjê bike û bixwe!” 14 Lê Petrûs got: “Ez nikarim, Efendiyê min, çimkî min tu car tiştekî mirdar yan heram nexwariye.” 15 Wî cara diduyan ev deng bihîst, ê ku got: “Tiştên ku Xwedê helal kirine, wek tiştên heram nehesibîne.” 16 Ev yek cara sisêyan jî çêbû, û di cih de tiştê* ku Petrûs dît hilkişiya ezmên.
17 Petrûs şaş ma, û hê ew li ser maneya vê dîtiniyê difikirî, zilamên ku ji aliyê Kornêlyos ve hatin şandin, mala Şîmûn dîtin û li ber dergeh sekinîn. 18 Wan gazî kir û pirsî ka Şîmûnê ku jê re Petrûs tê gotin mêvanê vê malê ye. 19 Dema ku Petrûs li ser vê dîtiniyê difikirî, ruh* ji wî re got: “Sê mirov li te digerin. 20 Loma rabe, here jêr û bi wan re here. Dudilî nebe, çimkî min ew şandine.” 21 Hingê Petrûs daket jêr ba wan mirovan û got: “Kesê ku hûn lê digerin, ez im. Hûn çima hatin?” 22 Wan got: “Kornêlyosê fermandar em şandin. Ew zilamekî rast e û ji Xwedê ditirse, û hemû Cihû qedrê wî digirin. Wî bi destê melekekî pîroz ji Xwedê rêberî stand ku bişîne pey te ku tu werî mala wî, da ku ew guh bide gotinên te.” 23 Îcar Petrûs ew gazî hundir kirin û ew kirin mêvan.
Roja din, ew rabû û bi wan re çû. Çend birayên ji Yafayê jî bi wî re çûn. 24 Rojek bi şûn de ew gihîştin Qeyseriyê. Kornêlyos li benda wan bû, û wî dost û merivên xwe li hev top kiribûn. 25 Gava Petrûs ket hundir, Kornêlyos hat pêşiya wî, xwe avêt ber lingên wî û hurmet da wî. 26 Lê Petrûs ew rakir û got: “Rabe, ez jî wek te mirov im.” 27 Hê wî bi Kornêlyos re sohbet dikir, ew ket hundirê malê û dît ku gelek mirov top bûne. 28 Petrûs ji wan re got: “Hûn baş dizanin ku ev yek li dijî Qanûnê ye ku yekî Cihû bi kesekî ji miletekî din re eleqedar bibe yan jî ku ew here ba wî. Lê belê, Xwedê nîşanî min da ku gerek ez tu mirovî wek yekî mirdar yan heram nehesibînim. 29 Loma gava wan ez anîm, min gazin nekirin û hatim. Niha ez dixwazim bizanim ka we çima gazî min kiriye.”
30 Hingê Kornêlyos got: “Berî çar rojan di eynî demê de, min piştî nîvro li dora saet sisê* di mala xwe de dua dikir. Ji nişka ve zilamekî bi kincên spî li ber min sekinî 31 û got: ‘Kornêlyos, Xwedê duayên te bihîstin û xêrên ku te li feqîran kirine dîtin û ji bîr nake. 32 Zilaman bişîne Yafayê û gazî Şîmûnê ku jê re Petrûs tê gotin, bike. Ew mêvanê Şîmûnê çermker e, yê ku mala wî li ber behrê ye.’ 33 Hingê min di cih de zilam şandin pey te, û em bi hatina te kêfxweş bûn. Niha em li vir li ber Xwedê sekinî ne û hazir in ku guh bidin hemû tiştên ku Yehowa li te emir kirine.”
34 Hingê Petrûs got: “Niha ez bi rastî fehm dikim ku Xwedê ferq û cudahiyê naxe nav mirovan. 35 Lê di nav her miletî de kesê ku ji wî ditirse û ya rast dike, Xwedê wî qebûl dike. 36 Xwedê mizgîniya aştiyê bi destê Îsa Mesîh, ê ku Efendiyê me hemûyan e, şand Îsraîlê. 37 Piştî ku Yehya* xebera li ser vaftîzbûnê* belav dikir, hûn dizanin ku pêşî di Celîleyê de û paşê di temamiya Cihûstanê de hatibû gotin 38 ku çawa Xwedê Îsayê ji Nasirayê* bi ruhê pîroz hilbijart û qudret da wî. Wekî din, çawa Îsa li welêt digeriya, tiştên qenc dikirin û kesên ku di bin tesîra Îblîs de êş dikişand, qenc dikirin, çimkî Xwedê bi wî re bû. 39 Em şahidên van hemû tiştan in, ên ku wî li welatê Cihûyan û li Orşelîmê kirin. Lê wan ew li dar xist û kuşt. 40 Xwedê ew di roja sisêyan de ji mirinê rakir û îzin da ku ew bê dîtin. 41 Wî îzin neda ku her kes wî bibîne, lê tenê îzin da me, yên ku bi wî re xwar û vexwar piştî ku ew ji mirinê hatibû rakirin. Em ji berê ve ji aliyê Xwedê ve hatin hilbijartin ku wî bibînin û behsa wî bikin. 42 Wekî din, Îsa li me emir kir ku em mizgîniyê bidin xelkê û bi awayekî baş şahidiyê bikin ku Xwedê ew hilbijartiye ku li ser kesên sax û mirî bibe hakim. 43 Hemû pêxember li ser wî şahidiyê dikin, û dibêjin ku bi saya navê wî gunehên her kesê ku baweriya xwe bi wî tîne wê bên efûkirin.”
44 Hê Petrûs li ser van tiştan xeber dida, ruhê pîroz ket ser hemû kesên ku xebera Xwedê bihîst. 45 Şagirtên Cihû*, yên ku bi Petrûs re hatibûn, ecêbmayî man, çimkî ruhê pîroz, yanî hediyeya ji Xwedê, li ser mirovên ji miletên din jî hatiye rijandin. 46 Û wan bihîst ku ew bi zimanên xerîb xeber didin û rûmetê didin Xwedê. Hingê Petrûs got: 47 “Ma wan jî wek me ruhê pîroz nestandiye? Îcar kî dikare rêya wan bigire ku ew di avê de vaftîz bibin*?” 48 Hingê Petrûs emir da ku ew bi navê Îsa Mesîh bên vaftîzkirin. Piştre wan ji wî rica kir ku ew çend rojan li cem wan bimîne.
11 Şandî û birayên li Cihûstanê bihîst ku mirovên ji miletên din xebera Xwedê qebûl kirine. 2 Îcar, gava Petrûs hilkişiya Orşelîmê, kesên ku difikirîn ku bê sinet çênabe, bi wî re minaqeşe kir. 3 Wan got: “Çima tu ketî mala zilamên ku nehatine sinetkirin û bi wan re xwarin xwar?” 4 Hingê Petrûs her tişt hûr û kûr ji wan re got:
5 “Li Yafayê, gava min dua dikir, min di dîtiniyekê de dît ku ji ezmên tiştekî* mîna çarşeveke mezin a kitanî, ya ku ji çar aliyan ve girtî bû, ber min dadiket. 6 Gava min li hundirê wê baş nêrî, min heywanên çarling, heywanên wehşî, heywanên wek mar û xwijok, û teyrên ezmanan dîtin. 7 Wekî din, min dengek jî bihîst, ê ku ji min re got: ‘Petrûs, rabe, heywanekî şerjê bike û bixwe!’ 8 Lê min got: ‘Ez nikarim Efendiyê min, çimkî tu car tiştekî mirdar yan heram neketiye devê min.’ 9 Min cara diduyan dengek ji ezmên bihîst, ê ku got: ‘Tiştên ku Xwedê helal kirine, wek tiştên heram nehesibîne.’ 10 Ev yek cara sisêyan jî çêbû, û paşê her tişt hilkişiya ezmên. 11 Û di eynî demê de, sê zilam li ber mala ku em lê bûn, sekinî bûn. Ew ji Qeyseriyê li pey min hatibûn şandin. 12 Hingê ruh* ji min re got ku bila ez bi wan re herim û qet dudilî nebim. Û ev şeş bira jî bi min re hatin, û em ketin mala wî zilamî.
13 Wî ji me re got ku wî di mala xwe de melekek dît, ê ku ji wî re got: ‘Zilaman bişîne Yafayê, û bila ew Şîmûnê ku jê re Petrûs tê gotin, bi xwe re bînin. 14 Ewê ji te re bibêje ku tu û maliyên te, hûn çawa dikarin xelas bibin.’ 15 Lê gava min dest bi xeberdanê kir, ruhê pîroz daket ser wan, çawa ku ew di destpêkê de daketibû ser me. 16 Hingê ev gotinên Efendiyê me hatin bîra min: ‘Yehya* bi avê vaftîz dikir*, lê hûnê bi ruhê pîroz bên vaftîzkirin.’ 17 Loma, madem ku Xwedê eynî hediyeya ku wî daye me, daye wan, ên ku baweriya xwe bi Efendiyê me Îsa Mesîh aniye, îcar ez kî me ku rê li ber Xwedê bigirim?”
18 Gava wan ev yek bihîst, wan êdî bi Petrûs re minaqeşe nekir. Wan pesnê Xwedê da û got: “Îcar Xwedê fersend da mirovên ji miletên din jî ku ew tobe bikin û jiyanê bistînin.”
19 Şagirtên ku ji ber zilma ku li Steyfan hatibû kirin, ji hev belav bûbûn, û ew heta Finîkya, Qibris û Entakyayê çûbûn. Wan bi tenê ji Cihûyan re behsa mizgîniyê kir. 20 Lê hin ji zilamên Qibrisî û Kirênî hatin Entakyayê, û wan mizgîniya li ser Efendiyê me Îsa dida mirovên ku bi zimanê Yûnanî xeber dida. 21 Destê Yehowa li ser wan bû, û gelek kes bûn bawermend û li pey Efendiyê me meşiyan.
22 Xebera li ser vê yekê gihîşt civata Orşelîmê, û wan Barnabas şand heta Entakyayê. 23 Gava ew gihîşt wê derê û wî qenciya mezin a Xwedê dît, ew gelek kêfxweş bû. Wî dilê wan hemûyan ava kir ku ew bi temamiya dilê xwe ji Efendiyê me re dilsoz bimînin. 24 Barnabas zilamekî qenc bû, ew bi ruhê pîroz ve tije bû, û baweriya wî xurt bû. Û gelek mirovan baweriya xwe bi Efendiyê me anî. 25 Piştî vê Barnabas çû Tarsûsê ku li Saûl bigere. 26 Gava wî ew dît, wî ew anî Entakyayê. Ew salek bi civatê re top dibûn û gelek mirov hîn dikirin. Li Entakyayê cara pêşîn bi rêberiya Xwedê ji şagirtan re “Mesîhî” hat gotin.
27 Di wan rojan de, pêxember ji Orşelîmê hatin Entakyayê. 28 Yekî ji wan, ê bi navê Agabos bi rêberiya ruhê pîroz ji berê ve got ku di nêzîk de xelayeke mezin wê li seranserê dinyayê rabe. Ev yek di rojên Qeyser* Klawdyos de çêbû. 29 Hingê şagirtan qerar da ku her kes li gor hal û rewşa xwe destekê bide birayên li Cihûstanê. 30 Wan eynî wisa kir û hemû tişt bi destê Barnabas û Saûl ji rîspiyan re şandin.
12 Wê demê Hêrodês Padîşah dest pê kir ku zilmê li hin kesên ji civatê bike. 2 Wî Aqûbê birayê Yûhena bi şûr da kuştin. 3 Gava Hêrodês dît ku ev yek li Cihûyan xweş hat, wî Petrûs jî da girtin. (Ev yek di rojên Cejna Nanê Bêhevîrtirş* de çêbû.) 4 Piştî ku wî ew da girtin û avêt hebsê, wî çar komên ku ji çar eskeran pêk dihatin, danîn ber wî ku dor bi dor nobedariya wî bikin. Hêrodês dixwest wî piştî Cejna Derbasbûnê derxe ber xelkê*. 5 Dema ku Petrûs di hebsê de girtî bû, temamiya civatê ji dil û can ji bo wî ji Xwedê re dua dikir.
6 Şeva berî ku Hêrodês wî derxe ber xelkê, Petrûs bi du zincîran girêdayî di navbera du eskeran de razayî bû, û nobedar li ber derî sekinî bûn. 7 Ji nişka ve melekê Yehowa xuya bû û di hucreyê de ronahiyê şewq da. Melek destê xwe li kêleka Petrûs da, ew hişyar kir û got: “Zû rabe!” Hingê zincîr vebûn û ji destên wî ketin. 8 Melek ji wî re got: “Kincên xwe li xwe bike û solên* xwe bixe lingên xwe.” Petrûs eynî wisa kir. Paşê melek jê re got: “Xeftanê xwe li xwe bike û li pey min were.” 9 Petrûs derket derve û li pey wî çû. Lê wî fehm nekir ku tiştê ku melek kir bi rastî çêbû. Ew difikirî ku ew bi tenê dîtiniyek e. 10 Ew di ber nobedarên pêşîn û yên diduyan re derbas bûn û gihîştin dergehê hesin, ê ku dibir bajêr. Dergeh xwe bi xwe vebû û ew derketin derve. Gava ew di kolanekê re derbas bûn, ji nişka ve melek ji ber çavê Petrûs winda bû. 11 Hingê Petrûs fehm kir ku çi qewimî û wî got: “Niha bi rastî ez dizanim ku Yehowa melekê xwe şand ku min ji destê Hêrodês xelas bike, û wî nehişt ku tiştên ku Cihû li bendê bûn, bên cih.”
12 Piştî ku Petrûs ev yek fehm kir, ew çû mala Meryema diya Yûhenayê ku ji wî re Marqos dihat gotin. Li wê derê gelek kes top bûbûn û dua dikirin. 13 Gava wî li dergeh xist, keçikeke xizmetkar bi navê Roda derket ku bibîne ka ew kî ye. 14 Piştî ku wê dengê Petrûs nas kir, keçik ew qas kêfxweş bû ku wê dergeh venekir, lê bi lez ket hundirê malê û got ku Petrûs li ber dergeh e. 15 Wan ji wê re got: “Te hişê xwe winda kiriye!” Lê ew li ser ya xwe dima. Hingê wan got: “Ew melekê wî ye.” 16 Lê Petrûs hê li ber derî sekinî bû û li derî dixist. Gava wan derî vekir, wan ew dît û ecêbmayî man. 17 Wî bi destê xwe ji wan re îşaret kir ku ew bêdeng bimînin, û wî hûr û kûr behsa vê yekê kir ku Yehowa ew çawa ji hebsê derxistiye. Wî got: “Van hemû tiştan ji Aqûb* û ji birayan re bibêjin.” Paşê ew derket û çû cihekî din.
18 Gava bû sibeh, esker tevlihev bûn, çimkî wan nizanibû ku Petrûs li ku derê ye. 19 Hêrodês li her derê li wî digeriya. Gava wî ew nedît, wî nobedar dan ber pirsan û emir da ku ew bên cezakirin. Lê ew bi xwe ji Cihûstanê çû Qeyseriyê û ji bo demekê li wê derê ma.
20 Hêrodês li ser xelkê Sûr û Saydayê pir hêrs ketibû. Hingê ew bi hev re hatin ba wî, wan Bilastosê çavdêrê mala padîşah kişand aliyê xwe, da ku ew alî wan bike ku ew ji bo aştiyê bi padîşah re xeber bidin. Çimkî welatê wan ji welatê padîşah xwarin distand. 21 Îcar di rojeke xisûsî de, Hêrodês kincên padîşahiyê li xwe kirin, li ser kursiyê hakim rûnişt û li ber xelkê dest bi xeberdanê kir. 22 Hingê xelkê bi dengekî bilind got: “Ev dengê xwedayekî ye, ne dengê mirovekî ye!” 23 Di cih de melekê Yehowa wisa kir ku ew nexweş ket, û bi vî awayî kurman ew xwar û ew mir, çimkî wî rûmet neda Xwedê.
24 Lê xebera Yehowa belav dibû, û hejmara kesên ku bawer dikir, zêde dibû.
25 Piştî ku Barnabas û Saûl îşê destekdayînê li Orşelîmê bi cih anî, ew vegeriyan Entakyayê, û wan Yûhenayê ku jê re Marqos jî dihat gotin, bi xwe re bir.
13 Di civata Entakyayê de ev pêxember û mamoste hebûn: Barnabas û Şîmeonê ku jê re Nîger digotin, Saûl, Lûkyosê Kirênî, û Manayînê ku bi serokê herêmê Hêrodês re hat perwerdekirin. 2 Gava wan ji Yehowa re xizmet dikir û rojî digirt, ruhê pîroz ji wan re got: “Barnabas û Saûl ji bo karê ku min ji bo wan hilbijartiye, tayîn bikin.” 3 Piştî ku wan rojî girt û dua kir, wan destên xwe danîn ser wan û ew şandin.
4 Bi vî awayî, ev zilamên ku ji aliyê ruhê pîroz ve hatin şandin, çûn Selevkyayê û ji wê derê bi gemiyê derbasî Qibrisê bûn. 5 Gava ew gihîştin Salamîsê, wan dest pê kir ku di sînagogên* Cihûyan de xebera Xwedê belav bikin. Yûhena jî bi wan re bû û alî wan dikir.
6 Piştî ku ew li temamiya giravê heta Pafosê geriyan, wan Cihûyekî bi navê Baryêşû dît, ê ku pêxemberekî sexte û sêrbaz bû. 7 Ew xizmetkarê Sergiyos Pawlosê walî bû, yê ku zilamekî aqilmend bû. Wî Barnabas û Saûl gazî ba xwe kirin, çimkî wî pir dixwest guh bide xebera Xwedê. 8 Lê Êlîmasê* sêrbaz (navê wî wisa tê tercûmekirin) li hember wan rabû û nexwest ku walî bi xebera Xwedê bawer bike. 9 Hingê Saûl, ê ku jê re Pawlos jî dihat gotin, bi ruhê pîroz ve tije bû, li wî nêrî 10 û got: “Ey kurê Îblîs! Dilê te bi derew û xerabiyê ve tije ye, û tu dijminê rastiyê yî! Tu çima rêyên rast ên Yehowa xera dikî? 11 Va ye, destê Yehowa wê te ceza bike. Tuyê heta demekê kor bibî û ronahiya rojê* nebînî.” Di cih de mij û tarî bi ser wî de hat, û ew li derdora xwe li kesekî geriya ku destê wî bigire û rêberiya wî bike. 12 Gava walî dît ku çi çêbû, wî baweriya xwe bi xebera Xwedê anî, çimkî ew bi tiştên ku ew li ser Yehowa hîn bû, ecêbmayî ma.
13 Pawlos û zilamên ku bi wî re bûn bi gemiyê ji Pafosê bi rê ketin û çûn Pergêya li Pamfîlyayê. Lê Yûhena ew hiştin û vegeriya Orşelîmê. 14 Lê belê, ew ji Pergêyê derbasî Entakyaya Pisîdyayê bûn. Li wê derê ew di roja Sebtê* de ketin sînagogê* û rûniştin. 15 Piştî xwendina Qanûnê û Nivîsarên Pêxemberan, serokên sînagogê ev xeber ji wan re şand: “Birano, eger gotinên ku dilê xelkê ava dikin li ba we hene, kerem kin, bibêjin.” 16 Hingê Pawlos rabû, bi destan îşaret kir û got:
“Îsraîlîno û kesên din ên ku ji Xwedê ditirsin, guh bidin min! 17 Xwedayê miletê Îsraîlê bav û kalên me hilbijartine. Gava ew li welatê Misrê wek xerîb dijiyan, Xwedê ew kirin miletekî xurt û mezin, û wî ew bi destê xweyî hêzdar ji wê derê derxistin. 18 Weke 40 sal, wî li çolê bêhna xwe li wan fireh kir. 19 Piştî ku wî qira heft miletên li welatê Kenanê anî, wî welatê Kenaniyan wek mîras da Îsraîliyan. 20 Ev hemû tişt weke 450 sal kişand.
Paşê wî heta rojên Samûêl pêxember hakim didan wan. 21 Lê piştre xelkê padîşahek xwest, û Xwedê Saûlê kurê Kîş ji eşîra Benyamîn da wan, û wî 40 sal hukimdarî kir. 22 Piştî ku Xwedê ew ji textê padîşahiyê rakir, wî Dawid li ser wan kir padîşah, û li ser wî wisa got: ‘Min Dawidê kurê Yêşay, zilamekî li gor dilê xwe dît. Ewê hemû tiştên ku ez dixwazim bike.’ 23 Wek ku Xwedê soz dabû, wî ji zuriyeta vî zilamî xelaskarek da Îsraîlê, û ew Îsa bû. 24 Berî hatina wî, Yehya* ji temamiya xelkê Îsraîlê re digot ku gerek ew vaftîz bibin*, da ku ew nîşan bidin ku ew tobe dikin. 25 Li dawiya xizmeta xwe Yehya* wisa got: ‘Hûn difikirin qey ez ew kes im? Na, ez ne ew im. Lê va ye, yê ku piştî min tê, ez ne hêja me ku solên* wî vekim.’
26 Birayên min ên ji zuriyeta Birahîm û kesên din ên ku ji Xwedê ditirsin! Xebera xelasiyê ji me re hatiye şandin. 27 Xelkê Orşelîmê û serokên wan ew* qebûl nekir. Û gava wan ew sûcdar kir, wan gotinên Pêxemberan, ên ku her roja Sebtê bi dengekî bilind tên xwendin, anîn cih. 28 Her çi qas wan ji bo kuştina Îsa sebebek nedît, wan zor li Pîlatos kir ku wî bide îdamkirin. 29 Piştî ku wan hemû tiştên ku li ser wî hatine nivîsîn anîn cih, wan ew ji dar anî xwarê û ew kirin mezel. 30 Lê Xwedê ew ji nav miriyan rakir, 31 û ew gelek roj ji kesên ku bi wî re ji Celîleyê hilkişiyabûn Orşelîmê re xuya bû. Û niha ew kes ji xelkê re li ser wî şahidiyê dikin.
32 Îcar em mizgîniya li ser soza ku ji bav û kalên me re hatibû dayîn, didin we. 33 Bi vê yekê ku Xwedê Îsa ji mirinê rakir, wî ev soz ji zuriyeta wan re, yanî ji me re, bi temamî anî cih. Wek ku di zebûra diduyan de hatiye nivîsîn: ‘Tu kurê min î, îro ez bûm bavê te.’ 34 Xwedê ew ji mirinê rakir, û ewê êdî tu caran nebe mirov û bedena wî wê nerize. Xwedê ev soza xwe bi van gotinan eşkere kir: ‘Ezê hezkirina dilsoz a ku min ji Dawid re soz daye, nîşanî we bidim. Û ev soz pêbawer e.’ 35 Loma di zebûreke din de wisa tê gotin: ‘Tuyê nehêlî ku xizmetkarê teyî dilsoz birize.’ 36 Dawid di jiyana xwe de ji Xwedê re îbadet dikir*. Lê ew mir* û li ba bav û kalên xwe hat danîn, û bedena wî riziya. 37 Lê yê ku Xwedê ji mirinê rakir neriziya.
38 Loma birano, ez ji we re dibêjim ku Xwedê wê bi saya vî kesî gunehên we efû bike. 39 Û her kesê ku bawer dike, ewê ji hemû tiştên ku Qanûna Mûsa nikaribû wan bêsûc derxîne, bi saya Îsa bêsûc bê dîtin. 40 Loma hay ji xwe hebin, da ku tiştên ku di Nivîsarên Pêxemberan de hatine nivîsîn, neyên serê we: 41 ‘Ka binêrin, ey hûn ên ku qerfên xwe bi kesên din dikin, şaş bimînin û helak bibin! Çimkî ezê di rojên we de karekî bînim cih. Ev kar karekî wisa ye, eger kesek hûr û kûr ji we re bibêje jî, hûnê pê bawer nekin.’”
42 Gava Pawlos û Barnabas derketin derve, xelkê ji wan rica kir ku ew Sebta bê dîsa li ser van tiştan xeber bidin. 43 Piştî civîna sînagogê, gelek Cihû û kesên ku bûn Cihû, yên ku ji Xwedê re îbadet dikir, li pey Pawlos û Barnabas çûn. Wan her duyan bi wan re xeber dida û dilê wan xurt dikir ku ew hêjayî qenciya mezin a Xwedê bimînin.
44 Sebta din, weke temamiya bajêr li hev top bû ku guh bide xebera Yehowa. 45 Gava Cihûyan ew qas mirov dîtin, wan hesûdî kir û dest pê kir ku çêrî Pawlos bikin û li dijî wî xeber bidin. 46 Hingê Pawlos û Barnabas bê tirs ji wan re got: “Gerek xebera Xwedê pêşî ji we re bihata gotin. Lê ji ber ku we ev xeber red kir û xwe hêjayî jiyana herheyî nedît, em diçin ba miletên din. 47 Çimkî Yehowa bi van gotinan li me emir kiriye: ‘Min tu kirî ronahî ji bo miletên din, da ku tu heta kûjê dinyayê yê herî dûr xelasiyê bigihînî wan.’”
48 Gava kesên ji miletên din ev gotin bihîst, ew ji kêfan firiyan û wan rûmet da Yehowa ji bo peyva wî, û hemû kesên ku dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir bû, bûn bawermend. 49 Bi vî awayî xebera Yehowa li temamiya welêt belav dibû. 50 Lê Cihûyan jinên bi nav û deng, ên ku ji Xwedê ditirsiyan, û rêberên xelkê bajêr li dijî Pawlos û Barnabas rakirin. Wan zilm li Pawlos û Barnabas kir û ew ji bajêr derxistin. 51 Hingê wan toza lingên xwe daweşand, da ku ji wan re bibe şahidî, û ew çûn Konyayê. 52 Û şagirt bi dewamî bi ruhê pîroz û kêfxweşiyê ve tije dibûn.
14 Li Konyayê ew bi hev re ketin sînagoga* Cihûyan, û wan bi awayekî ew qas tesîrdar xeber dida ku gelek mirovên Cihû û Yûnanî bûn bawermend. 2 Lê Cihûyên ku bawer nedikir bi awayekî xerab li ser mirovên ji miletên din tesîr kir ku ew ji birayan aciz bin. 3 Loma Pawlos û Barnabas çend hefte li wê derê man û wan bi qudreta Yehowa bê tirs xebera li ser qenciya wî ya mezin belav dikir. Û Xwedê jî bi vê yekê ku wî bi destê wan nîşan û mucîze çêdikirin, şahidiya vê yekê dikir. 4 Lê belê xelkê bajêr bû du par, hin kesan pişta Cihûyan digirt, û kesên din jî pişta şandiyan digirt. 5 Gava hem mirovên ji miletên din hem jî Cihû bi serokên xwe ve dixwest hicûmî Pawlos û Barnabas bikin û wan bidin ber keviran, 6 ew bi vê yekê hesiyan û reviyan bajarên Lîkaonyayê Lîstra û Derbeyê û derdora wan. 7 Li wê derê jî wan mizgînî belav dikir.
8 Li Lîstrayê zilamekî lingseqet hebû, yê ku rûniştî bû. Ew ji zaroktiya xwe ve seqet bû û tu caran nemeşiyabû. 9 Gava Pawlos xeber dida, wî zilamî guh dida wî. Pawlos li wî nêrî, û dît ku baweriya wî heye û ew dikare qenc bibe. 10 Wî bi dengekî bilind got: “Rabe û li ser lingên xwe bisekine.” Hingê zilam rabû û dest pê kir ku bimeşe. 11 Gava xelkê dît ku Pawlos çi kir, wan bi zimanê Lîkaonî got: “Îlah di şiklê mirovan de daketine jêr nav me!” 12 Wan ji Barnabas re got Zews, lê ji Pawlos re got Hermês, çimkî bi zêdeyî wî xeber dida. 13 Û kahînê Zews, ê ku îbadetgeha wî li ber bajêr bû, ga û tacegul anîn ber dergehên bajêr, û wî xwest bi mirovan re qurbanan pêşkêş bike.
14 Lê gava şandiyan, yanî Barnabas û Pawlos ev yek bihîst, wan kincên xwe çirandin û bi lez ketin nav xelkê û ji wan re gotin: 15 “Zilamno, hûn çima wisa dikin? Em jî wek we mirov in, û wek we, şaşiyên me jî hene. Em mizgîniyê didin we, da ku hûn dev ji van tiştên pûç berdin û ji Xwedayê jîndar re îbadetê bikin, ê ku erd û ezman, behr û hemû tiştên di wan de çêkirine. 16 Wî di rojên neslên* berê de îzin dida hemû miletan ku ew li ser rêyên xwe bimeşin. 17 Lê dîsa jî wî şahidiya xwe dikir. Mesela, wî qencî dikir, ji we re ji ezmên baran dibarand, zeviyên we di demsalê de berdar dikirin, bi zêdeyî xwarin dida we û dilê we bi kêfxweşiyê ve tije dikir.” 18 Her çi qas wan ev tişt gotin, wan nikaribû xelkê bidin sekinandin, da ku ji wan re qurbanan pêşkêş nekin.
19 Lê ji Entakya û Konyayê Cihû hatin û mirov li dijî Pawlos rakirin. Hingê wan ew da ber keviran, kişand derveyî bajêr û difikirîn qey ew miriye. 20 Lê gava şagirt li dora wî top bûn, ew rabû û ket nav bajêr. Roja din, ew bi Barnabas re çû Derbeyê. 21 Piştî ku wan mizgînî li wî bajarî belav kir û alî gelek kesan kir ku ew bibin şagirt, ew vegeriyan Lîstra, Konya û Entakyayê. 22 Li wê derê wan dilê şagirtan xurt dikir, û alî wan dikir ku ew di baweriyê de bimînin, û ji wan re digot: “Berî ku em bikevin Hukimdariya Xwedê, gerek em di gelek tengasiyan re derbas bibin.” 23 Wekî din, wan di her civatê de rîspî tayîn dikirin. Wan dua dikir, rojî digirt û rîspî dan destê Yehowa, çimkî wan baweriya xwe bi Xwedê dianî.
24 Paşê ew di Pisîdyayê re derbasî Pamfîlyayê bûn. 25 Û piştî ku wan peyva Xwedê li Pergêyê dan bihîstin, ew çûn Antalyayê. 26 Ji wê derê ew bi gemiyê derbasî Entakyayê bûn. Lê wê derê, birayan ew emanetî qenciya mezin a Xwedê kiribûn û şandibûn ku ew karê ku wan niha xelas kiriye, bikin.
27 Gava ew gihîştin wê derê, wan civat li hev top kir û behsa hemû tiştên ku Xwedê bi destê wan kirine, kir. Wan got ku Xwedê ji miletên din re deriyê baweriyê vekiriye. 28 Û wan wexteke dirêj bi şagirtan re derbas kir.
15 Hin şagirt ji Cihûstanê hatin û dest pê kirin ku birayan wisa hîn bikin: “Eger hûn li gor adeta Mûsa neyên sinetkirin, hûnê nikaribin xelas bibin.” 2 Ji ber ku nêrîna wan ji nêrîna Pawlos û Barnabas cuda bû, di nav wan de minaqeşe çêbû. Loma qerar hat dayîn ku Pawlos û Barnabas ji bo vê meseleyê bi çend birayan re herin ba şandî û rîspiyên Orşelîmê.
3 Piştî ku civatê ew hinek bi rê kirin, ew di nav Finîkya û Sameriyê re derbas bûn, û wan ji birayan re hûr û kûr behsa vê yekê dikir ku kesên ji miletên din çawa bûn bawermend. Vê yekê bira dilxweş dikirin. 4 Gava ew gihîştin Orşelîmê, ew bi dilgermî ji aliyê civat, şandî û rîspiyan ve hatin qebûlkirin, û wan hemû tiştên ku Xwedê bi saya wan kirine, ji wan re gotin. 5 Lê hin bawermendên ku berê aîdî mezheba Fêrisiyan bûn, ji cihên xwe rabûn û gotin: “Lazim e ku ew bên sinetkirin û ji wan re emir bê dayîn ku ew xwe li Qanûna Mûsa bigirin.”
6 Hingê şandî û rîspî li hev top bûn ku li ser vê meseleyê xeber bidin. 7 Piştî xeberdan û minaqeşeyeke dirêj, Petrûs rabû û ji wan re got: “Birano, wek hûn dizanin, Xwedê ji rojên berê ve ez di nav we de hilbijartime, da ku mirovên ji miletên din mizgîniyê ji devê min bibihîzin û bawer bikin. 8 Û Xwedayê ku bi dilan dizane, bi vê yekê ku wî ruhê pîroz da wan jî, îsbat kir ku ew wan qebûl dike. 9 Wî dilê wan bi baweriyê paqij kir, û wî tu ferqî nexist nav me û wan. 10 Îcar hûn çima Xwedê diceribînin û nîrekî ku ne bav û kalên me, ne jî em dikarin hilgirin, dixin ser stûyê şagirtan? 11 Lê belê, em bawer in ku bi saya qenciya mezin a Efendiyê me Îsa em hatine xelaskirin, çawa ku ew jî hatine xelaskirin.”
12 Bi van gotinan temamiya komê bêdeng ma. Wan guh da Barnabas û Pawlos, ên ku Xwedê bi destê wan di nav miletên din de gelek nîşan û mucîze çêkiribûn. 13 Piştî xeberdana wan, Aqûb got: “Birano, guh bidin min. 14 Şîmeon hûr û kûr got ku Xwedê çawa cara pêşîn bala xwe da miletên din, da ku ji nav wan miletekî ji bo navê xwe top bike. 15 Ev yek bi gotinên Pêxemberan jî digire, wek ku hatiye nivîsîn: 16 ‘Piştî van tiştan ezê vegerim û mala* Dawid, a ku hilweşiya, dîsa rakim. Ezê parên hilweşiyayî ji nû ve ava bikim. 17 Bi vî awayî kesên mayî û mirovên ji hemû miletan, ên ku navê min li ser wan e, wê bi xîret li Yehowa bigerin. Yehowa vê yekê dibêje, yê ku van tiştan dike 18 ku ji demên borî ve nas in.’ 19 Loma nêrîna min ev e ku gerek em barê mirovên ji miletên din, ên ku tên ser rêya Xwedê, giran nekin. 20 Lê bila em ji wan re binivîsin ku gerek ew xwe ji tiştên pûtperest, bêexlaqiya cinsî, goştê heywanên fetisandî* û xwînê dûr bigirin. 21 Çimkî ji rojên borî ve, di her bajarî de gotinên Mûsa tên belavkirin û di her roja Sebtê* de, ew di sînagogan* de bi dengekî bilind tên xwendin.”
22 Hingê şandî û rîspiyan bi temamiya civatê re qerar dan ku di nav xwe de hin zilaman hilbijêrin û bi Pawlos û Barnabas re bişînin Entakyayê. Wekî din, wan Cihûdayê ku jê re Barsabas digotin û Sîlas jî şandin, ên ku di nav birayan de rêberiya civatê dikirin. 23 Wan ev name nivîsî û bi birayan re şand:
“Birayên we şandî û rîspî, em ji birayên ji miletên din re, yên li Entakya, Sûriye, û Kîlîkyayê, silavên germ dişînin! 24 Me bihîstiye ku hin kes ji nav me, her çi qas ku me rêberî nedaye wan, bi gotinên xwe dilê we teng kiriye û serê we tevlihev kiriye. 25 Loma me bi hev re qerar daye ku hin birayan hilbijêrin û bi Barnabas û Pawlos re bişînin ba we. 26 Van birayan ji bo xatirê navê Efendiyê me Îsa Mesîh canê xwe xistiye talûkeyê. 27 Em Cihûda û Sîlas dişînin, da ku ew jî eynî tiştan ji we re bibêjin. 28 Çimkî ruhê pîroz alî me kir ku em bigihîjin vê netîceyê ku ji xeynî van tiştên muhîm, barê we girantir nekin: 29 Xwe ji tiştên ku ji pûtan re hatin qurbankirin, ji xwînê, ji goştê heywanên fetisandî û ji bêexlaqiya cinsî dûr bigirin. Eger hûn wisa bikin, hûnê di xweşiyê de bibin. Xwedê sihetê bide we!”
30 Îcar ev bira bi rê ketin û gihîştin Entakyayê. Wan temamiya komê li hev top kir û ev name da wan. 31 Piştî ku wan ev nameya teşwîqdar xwend, ew pir kêfxweş bûn. 32 Û Cihûda û Sîlas, ên ku bi xwe jî pêxember bûn, bi gotarên xwe cesaret da birayan û dilê wan xurt kir. 33 Piştî ku ew demekê li wê derê man, birayan ew bi selametî bi rê kirin û şandin Orşelîmê. 34 ——* 35 Lê belê, Pawlos û Barnabas li Entakyayê man. Wan hîn dikir û bi gelek kesên din re mizgîniya li ser peyva Yehowa belav dikir.
36 Piştî çend rojan, Pawlos ji Barnabas re got: “Were, em vegerin û li her bajarê ku me peyva Yehowa belav kiriye, birayan ziyaret bikin û bibînin ka ew çawa ne.” 37 Barnabas xwest Yûhenayê ku jê re Marqos dihat gotin, bi xwe re bibe. 38 Lê belê, ji ber ku Marqos li Pamfîlyayê ji wan veqetiya û destek neda xizmeta wan, Pawlos nedixwest ku ew bi wan re here. 39 Ji ber vê yekê, di nav Pawlos û Barnabas de minaqeşeyeke pir xerab çêbû, û ew ji hev veqetiyan. Barnabas Marqos bi xwe re bir û bi gemiyê çû Qibrisê. 40 Lê Pawlos Sîlas hilbijart, û piştî ku birayan ew emanetî qenciya mezin a Yehowa kir, ew bi rê ketin. 41 Ew di nav Sûriye û Kîlîkyayê re derbas dibû û civat xurt dikirin.
16 Pawlos hat Derbeyê û paşê çû Lîstrayê jî. Li wê derê şagirtekî bi navê Tîmotêyos hebû. Diya wî jineke Cihû ya bawermend bû, lê bavê wî Yûnan bû. 2 Birayên li Lîstra û Konyayê li ser Tîmotêyos baş xeber dida. 3 Pawlos xwest wî bi xwe re bibe, û ji ber Cihûyên wan deran wî ew da sinetkirin, çimkî hemûyan dizanibû ku bavê wî Yûnan bû. 4 Wexta ku ew bajar bi bajar digeriyan, wan qerarên şandî û rîspiyên Orşelîmê gihandin birayan, da ku ew xwe li wan bigirin. 5 Bi vî awayî civat di baweriyê de xurt dibûn, û her roj hejmara wan zêde dibû.
6 Ew di nav Frîgya û herêma Galatyayê re derbas dibûn, çimkî ruhê pîroz îzin neda wan ku ew li Asyayê* behsa peyva Xwedê bikin. 7 Paşê, gava ew hatin Mîsyayê, wan xîret kir ku bikevin Bîtînyayê, lê belê Îsa bi destê ruh îzin neda wan. 8 Hingê ew di ber Mîsyayê re derbas bûn û hatin Troasê. 9 Bi şev Pawlos dîtiniyek dît: Zilamekî Makedonî li ber wî sekinî û jê lava kir: “Derbasî Makedonyayê bibe û alî me bike.” 10 Piştî vê dîtiniyê me di cih de qerar da ku herin Makedonyayê. Me fehm kir ku Xwedê gazî me dike ku em mizgîniyê bidin wan.
11 Loma, em ji Troasê bi gemiyê derketin û rasterast çûn Samotrakê, û roja din çûn Neapolîsê. 12 Û ji wê derê em çûn Filîpyayê, bajarê sereke yê Makedonyayê û koloniyeke Romayî. Em çend roj li vî bajarî man. 13 Di roja Sebtê de*, em ji bajêr derketin û çûn ber çemekî, çimkî em difikirîn ku li wê derê cihekî duakirinê heye. Em li wê derê rûniştin, û me dest pê kir ku bi jinikên ku li wê derê top bûbûn re xeber bidin. 14 Jinikeke xwedêtirs a bi navê Lîdya jî guh dida. Ew ji bajarê Tîyatîrayê bû û tiştên binefşî* difrotin. Yehowa dilê wê vekir ku ew rind guh bide gotinên Pawlos. 15 Gava ew û hemû maliyên wê vaftîz bûn*, wê ji me rica kir: “Eger hûn min wek keseke ku li ber Yehowa dilsoz e dibînin, kerem kin, werin li mala min bimînin.” Û wê zor li me kir ku em herin mala wê.
16 Rojekê, gava em diçûn cihê duakirinê, keçikeke xizmetkar, a ku bi cinekî falbaziyê ketibû, rastî me hat. Wê bi falvekirinê ji axayên xwe re gelek pere qezenc dikirin. 17 Ew keçik bi dewamî li pey me û Pawlos dihat, û wê bi dengekî bilind digot: “Ev mirov xulamên Xwedayê Jorîn in! Ew rêya ku dibe ber bi xelasiyê ve îlan dikin!” 18 Wê gelek roj wisa dikir, û Pawlos êdî aciz dibû. Loma ew zivirî û ji cin* re got: “Ez bi navê Îsa Mesîh li te emir dikim, ji wê derkeve!” Û di eynî demê de cin ji keçikê derket.
19 Gava axayên wê dît ku ew êdî nikarin pere qezenc bikin, wan Pawlos û Sîlas girtin û kişandin meydanê ba serokan. 20 Wan ew anîn ber memûrên mezin ên bajêr û gotin: “Ev zilam aştiya bajarê me xera dikin. Ew Cihû ne, 21 û ew adetên wisa hîn dikin ku ji bo me Romayiyan çênabe ku em wan qebûl bikin û pêk bînin.” 22 Û xelk li dijî wan rabû, û memûrên mezin ên bajêr kincên wan çirandin û emir da ku ew bi daran li wan bixin. 23 Piştî ku wan li her duyan gelekî xistin, wan ew avêtin hebsê û li nobedarê hebsê emir kirin ku ew baş bala xwe bide wan, da ku ew nerevin. 24 Ji ber ku nobedar emrekî wisa stand, wî ew kirin hucreya hundirîn û lingên wan girêdan*.
25 Nêzîkî nîvê şevê Pawlos û Sîlas dua dikir û bi kilaman pesnê Xwedê dida. Girtiyan jî guhdariya wan dikir. 26 Ji nişka ve erdhejeke mezin çêbû, û temamiya hebsê hejiya. Di cih de hemû deriyên hebsê vebûn, û zincîrên girtiyan vebûn. 27 Gava nobedar hişyar bû û dît ku deriyên hebsê vekirî ne, wî şûrê xwe hilda û xwest xwe bikuje, çimkî ew difikirî ku girtî reviyan. 28 Lê Pawlos bi dengekî bilind got: “Zerarê nede xwe, em gişt li vir in!” 29 Nobedar ji kesekî ronahî xwest û reviya hundir ba Pawlos û Sîlas. Ew ji tirsan lerizî û xwe li ber wan avêt erdê. 30 Wî ew derxistin derve û ji wan re got: “Ezbenî, gerek ez çi bikim, da ku ez xelas bibim?” 31 Wan got: “Baweriya xwe bi Efendiyê me Îsa bîne, û tu û hemû maliyên te, hûnê xelas bibin.” 32 Paşê wan bi wî û hemû kesên ku di mala wî de bûn re li ser peyva Yehowa xeber da. 33 Di eynî şevê de nobedar ew birin û birînên wan şûştin. Piştre ew û hemû maliyên wî di cih de vaftîz bûn*. 34 Nobedar ew anîn mala xwe û li ber wan sifre danî. Ew pir kêfxweş bû ku wî bi Xwedê bawerî anî, û hemû maliyên wî jî pir kêfxweş bûn.
35 Gava bû roj, memûrên mezin ên bajêr nobedarên wezîfedar şandin û gotin: “Wan mirovan berdin.” 36 Nobedar gotinên wan gihandin Pawlos: “Memûrên mezin ên bajêr zilam şandin ku we her duyan berdin. Derkevin û bi selametî herin.” 37 Lê Pawlos ji wan re got: “Em bajarvanên Romayî ne, dîsa jî wan bê mehkemeyê li ber xelkê li me xistin û em avêtin hebsê. Û niha ew dixwazin me bi dizîka berdin? Na, wisa çênabe! Bila ew xwe bi xwe werin û me berdin.” 38 Nobedarên wezîfedar ev gotin ji memûrên mezin ên bajêr re gotin. Gava wan bihîst ku Pawlos û Sîlas bajarvanên Romayî ne, ew pir tirsiyan. 39 Loma ew hatin, ji wan efû xwestin, ew ji hebsê derxistin û ji wan rica kirin ku ew ji bajêr herin. 40 Lê gava ew ji hebsê derketin, ew çûn mala Lîdyayê. Gava wan bira dîtin, wan dilê wan xurt kir û paşê çûn.
17 Pawlos û Sîlas di nav Amfîpolîs û Apolonyayê re derbas bûn û gihîştin Selanîkê. Li wê derê sînagogeke* Cihûyan hebû. 2 Pawlos wek ku wî ji xwe re kiribû adet çû sînagogê. Ji bo sê hefteyan, wî her roja Sebtê* li ser Nivîsarên Pîroz bi wan re xeber dida. 3 Wî bi destê van nivîsaran îsbat dikir û şirove dikir ku gerek Mesîh cefa bikişanda, û ji mirinê bihata rakirin. Wî wisa got: “Ev Îsayê ku ez ji we re didim bihîstin, ew Mesîh e.” 4 Ji ber vê yekê, hin ji wan bûn bawermend û beşdarî Pawlos û Sîlas bûn. Wekî din, gelek Yûnanên ku ji Xwedê re îbadet dikir, û gelek jinên bi nav û deng jî bûn bawermend.
5 Lê belê, Cihûyan çavnebariya wan kir, û wan mirovên xerab ji meydanê top kirin û di bajêr de tevliheviyek çêkirin. Wan hicûmî mala Yason kir û li Pawlos û Sîlas digeriyan ku wan derxin ber xelkê. 6 Lê gava ku wan ew nedîtin, wan Yason û çend bira kişandin ber serokên bajêr. Wan bi dengekî bilind got: “Zilamên ku dinya serobino kirine hatine vir jî. 7 Û Yason ew li mala xwe kirine mêvan. Ev hemû mirov li dijî qanûnên Qeyser* radibin û dibêjin ku hukimdarekî din heye, û navê wî Îsa ye.” 8 Gava xelk û serokên bajêr ev yek bihîst, tirs ket dilê wan. 9 Û piştî ku wan ji Yason û birayan kefalet standin, wan ew berdan.
10 Hema wê şevê birayan Pawlos û Sîlas şandin Beroyayê. Gava ew gihîştin wê derê, ew çûn sînagoga* Cihûyan. 11 Xelkê Beroyayê ji xelkê Selanîkê zêdetir hişvekirî bû. Wan peyva Xwedê bi dil û can qebûl kir û Nivîsarên Pîroz her roj lêkolîn dikirin, da ku bibînin ka tiştên ku ew dibihîzin rast in yan na. 12 Loma gelek ji wan bûn bawermend, û di nav wan de gelek jin û mêrên Yûnanî yên qedirgiran jî hebûn. 13 Lê gava Cihûyên Selanîkê pê hesiyan ku Pawlos li Beroyayê peyva Xwedê belav dike, ew hatin wê derê û xelk li dijî wan rakirin. 14 Hingê birayan Pawlos şand ber behrê, lê Sîlas û Tîmotêyos li wê derê man. 15 Birayên ku bi Pawlos re rêwîtî kir bi wî re heta Atînayê çûn. Piştî ku Pawlos ji wan re got ku bila Sîlas û Tîmotêyos zû werin ba wî, ew vegeriyan.
16 Gava Pawlos li Atînayê li benda wan bû û dît ku bajar bi pûtan ve tije ye, ew aciz bû. 17 Îcar wî di sînagogê de bi Cihûyan û bi mirovên din re, yên ku ji Xwedê re îbadet dikir, xeber dida. Wekî din, wî her roj di sûkê de bi kesên ku rastî wî dihatin re xeber dida. 18 Lê hin fîlozofên Êpîkûrî û Stoayî bi Pawlos re ketin minaqeşeyê. Hin ji wan got: “Ev zilamê ku dike pitepit dixwaze çi bibêje?” Kesên din jî wisa got: “Xuya ye ku ew xeberbêjê îlahên xerîb e.” Wan wisa got ji ber ku Pawlos mizgîniya li ser Îsa û rabûna miriyan belav dikir. 19 Wan ew anî Mehkemeya Bilind a Atînayê* û got: “Ka tu dikarî ji me re bibêjî, ev hînkirina nû, ya ku tu behsa wê dikî, çi ye? 20 Çimkî tu behsa tiştên ku ji bo guhên me xerîb in, dikî. Loma em dixwazin bizanin ku maneya wan tiştan çi ye.” 21 Mirovên Atînayî û xerîbên ku li wê derê diman, di dema xwe ya vala de guh dida tiştên nû û li ser wan xeber dida. 22 Hingê Pawlos di nava Mehkemeya Bilind a Atînayê de sekinî û got:
“Gelî zilamên Atînayî! Ez dibînim ku hûn di her tiştî de ji kesên din zêdetir ji îlahan ditirsin*. 23 Mesela, gava ez li bajêr dimeşiyam, min baş bala xwe dida tiştên ku hûn ji wan re îbadetê dikin, û min qurbangehek dît, a ku li ser wisa nivîsî ye: ‘Ji Xwedayekî Nenas re.’ Loma ez dixwazim Xwedayê ku hûn bi nezanî ji wî re îbadetê dikin ji we re bidim naskirin. 24 Xwedayê ku dinya û hemû tiştên di wê de çêkirine, ew Xudanê erd û ezmên e, û ew di îbadetgehên ku bi destê mirov hatine çêkirin de rûnane. 25 Û hewcedariya wî tune ye ku mirov alî wî bikin, çimkî ew bi xwe jiyan, hilm û hemû tiştên din dide hemû mirovan. 26 Xwedê ji yek mirovî hemû milet çêkirine, da ku ew rûyê erdê tije bikin. Wî ji bo gelek tiştan wext danî û sînor jî danîn ku ew li ku derê bijîn. 27 Wî wisa kir, da ku ew bi xîret li Xwedê bigerin û wî bi rastî bibînin, çimkî ew nêzîkî her yekî ji me ye. 28 Bi saya Xwedê jiyana me heye, em hereket dikin û em hene. Çawa ku hin helbestvanên we jî gotine: ‘Em jî zarokên wî ne.’
29 Ji ber ku em zarokên Xwedê ne, gerek em nefikirin ku Xwedê wek zêr, zîv yan kevir e, yên ku bi hiş û hunerên mirovan hatine çêkirin. 30 Rast e, Xwedê berê çavê xwe li ser nezaniyeke wisa digirt, lê niha ew ji hemû mirovên li her derê re dibêje ku gerek ew tobe bikin. 31 Çimkî wî rojek tayîn kiriye ku bi destê mirovekî ku wî hilbijartiye bi edalet hukmê temamiya erdê bide. Û gava Xwedê ew ji mirinê rakir, wî ji hemû mirovan re îsbat kir ku ev roj wê bê.”
32 Gava mirovan li ser rabûna miriyan bihîst, hin kes pê keniyan, kesên din jî wisa got: “Li ser vê yekê, em dixwazin careke din jî guh bidin te.” 33 Hingê Pawlos ji wê derê çû, 34 û hin zilam bi wî re bûn û bûn bawermend. Di nav wan de Diyonîsiyos, hakimekî Mehkemeya Bilind a Atînayê*, jinikeke bi navê Damarîs û kesên din jî hebûn.
18 Piştî vê yekê, Pawlos ji Atînayê derket û çû Korîntê. 2 Li wê derê, wî Cihûyekî bi navê Akîlas, ê ku bi eslê xwe ji Pontosê bû, nas kir. Ew bi jina xwe Prîskîlayê re ji Îtalyayê nû hatibûn, çimkî Qeyser* Klawdyos ferman dabû ku hemû Cihû ji Romayê derkevin. Îcar Pawlos çû ba wan. 3 Ji ber ku Pawlos wek wan konçêker bû, ew li mala wan dima û bi wan re îş dikir. 4 Pawlos her roja Sebtê* di sînagogê* de gotar pêşkêş dikir, û kesên Cihû û kesên Yûnanî îqna dikirin ku ew bawer bikin.
5 Gava Sîlas û Tîmotêyos ji Makedonyayê hatin, Pawlos dest pê kir ku zêdetir behsa peyva Xwedê bike. Wî ji Cihûyan re îsbat dikir ku Îsa Mesîh e. 6 Lê ji ber ku ew li dijî wî radibûn û li ser wî xerab xeber didan, wî kincên xwe daweşandin û ji wan re got: “Bila xwîna we li ser stûyê we be. Ez bêsûc im*. Ji niha û pê ve ezê herim ba mirovên ji miletên din.” 7 Pawlos ji wê derê çû û ket mala zilamekî bi navê Tîtos Yûstos, ê ku ji Xwedê re îbadet dikir. Mala wî li kêleka sînagogê bû. 8 Serokê sînagogê Krîspos bi hemû maliyên xwe ve bawerî bi Efendiyê me anî. Wekî din, gelek Korîntiyên ku mizgînî bihîst, bawerî anî û vaftîz bûn*. 9 Efendiyê me bi şev di dîtiniyekê de ji Pawlos re got: “Netirse, lê bi dewamî xeber bide û bêdeng nemîne, 10 çimkî ez bi te re me û tu kes wê zerarê nede te, ji ber ku li vî bajarî gelek mirov hene, yên ku aîdî min in.” 11 Îcar Pawlos salek û nîv li wê derê ma û peyva Xwedê hîn dikir.
12 Di rojên waliyê Axayayê Galiyo de, Cihû bûn yek û li dijî Pawlos rabûn û ew birin ber kursiyê hakim. 13 Wan got: “Ev zilam zorê li xelkê dike ku ew bi awayekî ku li dijî qanûnê ye ji Xwedê re îbadetê bikin.” 14 Gava Pawlos dixwest tiştekî bibêje, Galiyo ji Cihûyan re got: “Ey Cihûno, eger vî zilamî neheqî yan sûcekî mezin kiribe, wê çaxê minê bi bêhnfirehî guh bidaya we. 15 Lê eger mesele li ser peyvan, li ser navan yan li ser qanûna we ye, hûn bi xwe safî bikin. Ez naxwazim bibim hakimê van tiştan.” 16 Û wî ew ji wê derê derxistin derve. 17 Hingê wan hemûyan serokê sînagogê Sostênîs girt û li ber kursiyê hakim li wî xist. Lê belê, qet ne xema Galiyo bû.
18 Piştî ku Pawlos demekî li wê derê ma, wî xatirê xwe ji birayan xwest û bi gemiyê ber bi Sûriyeyê ve çû. Prîskîla û Akîlas jî bi wî re bûn. Berî vê yekê, ji ber ku wî sond xwaribû, wî li Kenxrêryayê porê xwe kur kir. 19 Gava ew gihîştin Efesê, wî ew li wê derê hiştin. Ew bi xwe ket sînagogê û bi Cihûyan re ket xeberdanê. 20 Her çi qas wan ji wî rica kir ku ew wexteke dirêj li wê derê bimîne, wî ev yek qebûl nekir. 21 Lê Pawlos bi van gotinan xatirê xwe ji wan xwest: “Eger Yehowa bixwaze, ezê dîsa vegerim ba we.” Ew bi gemiyê ji Efesê 22 derbasî Qeyseriyê bû. Ew hilkişiya Orşelîmê û silav li civatê kir. Paşê ew daket Entakyayê.
23 Piştî ku Pawlos ji bo demekê li wê derê ma, ew bi rê ket û li herêma Galatya û Frîgyayê cih bi cih digeriya û dilê hemû şagirtan xurt dikir.
24 Wê demê Cihûyekî bi navê Apolos, ê ku bi eslê xwe xelkê Îskenderiyê bû, hat Efesê. Ew xeberbêjekî jêhatî bû û Nivîsarên Pîroz baş dizanîn. 25 Apolos di rêya Yehowa de hatibû perwerdekirin*. Bi saya ruhê pîroz, ew pir bixîret bû û wî li ser Îsa rast xeber dida û hîn dikir. Lê belê, zanîna wî tenê li ser vaftîza* ku Yehya* hîn dikir, hebû. 26 Apolos dest pê kir ku di sînagogê de bê tirs xeber bide. Gava Prîskîla û Akîlas xeberdana wî bihîst, wan ew bir ba xwe û rêya Xwedê hê baştir ji wî re zelal kir. 27 Ji ber ku wî dixwest derbasî Axayayê bibe, birayan ji şagirtan re nivîsî û rica kir ku ew wî bi dilgermî qebûl bikin. Gava Apolos gihîşt wê derê, wî destek da kesên ku bi saya qenciya mezin a Xwedê bûn bawermend. 28 Wî bi xîreteke mezin nîşan da ku hîndariyên Cihûyan ne rast in, û wî bi destê Nivîsarên Pîroz ji wan re îsbat kir ku Îsa Mesîh e.
19 Gava Apolos hê li Korîntê bû, Pawlos di herêmên navîn re derbas bû û hat Efesê. Li wê derê wî çend şagirt dîtin 2 û ji wan re got: “Gava hûn bûn bawermend, gelo we ruhê pîroz stand?” Wan jê re got: “Na, me qet nebihîstiye jî ku ruhê pîroz heye.” 3 Hingê Pawlos got: “Îcar hûn çawa hatine vaftîzkirin*?” Wan got: “Bi vaftîza Yehya*.” 4 Pawlos got: “Yehya* mirov vaftîz dikirin, da ku ew nîşan bidin ku wan tobe kiriye. Wî ji mirovan re digot ku gerek ew baweriya xwe bi yê ku wê piştî wî bê, yanî bi Îsa, bînin.” 5 Piştî ku wan ev yek bihîst, ew bi navê Efendiyê me Îsa hatin vaftîzkirin. 6 Û gava Pawlos destên xwe danîn ser wan, ruhê pîroz daket ser wan. Wan dest pê kir ku bi zimanên xerîb xeber bidin û pêxembertiyê bikin. 7 Ew bi temamî weke 12 zilam bûn.
8 Pawlos ji bo sê mehan diçû sînagogê* û bê tirs xeber dida. Wî gotar pêşkêş dikirin û kesên din li ser Hukimdariya Xwedê didan bawerkirin. 9 Lê gava hin kesan bi serhişkî nedixwest bawer bikin* û li ber xelkê bi xerabî li ser Rêya Rastiyê xeber dida, ew ji nav wan çû û şagirt bi xwe re birin û her roj di mekteba Tîranos de gotar pêşkêş dikirin. 10 Vê yekê du sal kişand, bi vî awayî hemû kesên ku li herêma Asyayê dijiyan, hem Cihûyan hem jî Yûnanan, peyva Xudan bihîstin.
11 Xwedê bi dewamî bi destê Pawlos mucîzeyên mezin çêdikirin. 12 Heta mirovan destmal û pêşmalên wî dibirin ba kesên nexweş, û ew qenc dibûn û cin* ji wan derdiketin. 13 Lê hin Cihûyên ku li wan deran digeriyan û cin derdixistin, wan jî dixwest navê Efendiyê me Îsa li ser kesên ku bi cinan ketibûn, bi kar bînin, û digot: “Ez bi navê Îsayê ku Pawlos dide bihîstin li we emir dikim, ji wan derkevin.” 14 Heft kurên serokekî kahînên Cihûyan ê bi navê Skêva jî wisa dikir. 15 Lê cin ji wan re wisa got: “Ez Îsa nas dikim, û Pawlos jî ji min re nas e, lê hûn kî ne?” 16 Hingê zilamê ku bi cin ketibû, hicûmî wan kir û xwe avêt ser wan, wisa ku ew hemû tazî û birîndar ji wê malê reviyan. 17 Hemû mirovên ku li Efesê dijiyan, hem Cihû hem jî Yûnan, bi vê yekê hesiyan. Tirs ket dilê wan hemûyan, û navê Efendiyê me Îsa bi dewamî dihat birûmetkirin. 18 Gelek kesên ku bûn bawermend, hatin û kirinên xwe yên xerab eşkere kirin. 19 Gelek ji wan, ên ku sêrbazî dikir, kitêbên xwe li hev top kirin û li ber çavê her kesî şewitandin. Gava wan bihayê van kitêban hesab kir, qîmeta wan dikir 50.000 zîv. 20 Bi vî awayî, peyva Yehowa bi dewamî belav dibû û tesîra wê mezintir dibû.
21 Piştî ku ev tişt çêbûn, Pawlos qerar da ku di Makedonya û Axayayê re derbas bibe û here Orşelîmê. Wî got: “Piştî ku ez herim wê derê, gerek ez Romayê jî bibînim.” 22 Îcar wî du alîkarên xwe, Tîmotêyos û Êrastûs şandin Makedonyayê, lê ew bi xwe ji bo wextekê li Asyayê* ma.
23 Wê demê ji ber Rêya Rastiyê di nav xelkê de tevlihevî çêbû. 24 Çimkî zilamekî zîvker ê bi navê Dîmîtrîos hebû, yê ku ji zîv îbadetgehên biçûk ên Artemîsê çêdikirin. Bi vê yekê, wî ji hevkarên xwe re gelek pere bi dest dixist. 25 Wî hevkarên xwe û kesên ku eynî îş dikir li hev top kirin û got: “Zilamno, hûn baş dizanin ku dewlemendiya me bi vî îşî ve girêdayî ye. 26 Û çawa ku hûn niha dibînin û dibihîzin, ev Pawlos ne tenê li Efesê, lê hema bêje li temamiya Asyayê nêrîna gelek mirovan guhertiye. Wî ew dan bawerkirin ku îlahên ku bi destan hatine çêkirin, bi rastî ne îlah in. 27 Îcar xeter* ne tenê ev e ku îşê me bêhurmet bê dîtin, lê ev e ku mirov îbadetgeha îlaheya mezin Artemîs wek tiştekî pûç bibînin. Bi vê yekê mezinahiya Artemîsê, ya ku mirov li temamiya Asyayê û li seranserê dinyayê jê re îbadetê dikin, wê bêqedir bibe.” 28 Gava wan ev yek bihîst, ew hêrs ketin û kirin qîrîn: “Artemîsa Efesiyan mezin e!”
29 Di bajêr de tevlihevî çêbû. Hemû bi hev re ketin tiyatroyê, wan Gayos û Arîstarxosê Makedonî, yên ku di rêwîtiya Pawlos de bi wî re bûn, bi xwe re kişandin hundir. 30 Pawlos hazir bû ku bikeve hundir nav xelkê, lê şagirtan nehişt. 31 Heta hin ji endamên komîteya şahî û lîstikan, ên ku qedrê wî digirtin, xeberek ji wî re şand û jê rica kir ku ew xwe nexe xeterê û nekeve tiyatroyê. 32 Li wê derê hin kes ji bo tiştekî û hin kes ji bo tiştekî din diqîrîn. Ew tevlihev bûn, ji ber ku wan nizanibû ku ew çima li hev top bûne. 33 Cihûyan Îskender dehf da pêş û ew derxist ber xelkê. Îskender bi destê xwe îşaret kir ku ew dixwaze li ser halê xwe tiştekî bibêje. 34 Lê gava wan fehm kir ku ew yekî Cihû ye, wan hemûyan bi hev re weke du saet bi dengekî bilind digot: “Artemîsa Efesiyan mezin e!”
35 Piştî ku nivîskarê bajêr xelk bêdeng kir, wî got: “Gelî zilamên Efesê, ma mirovek heye, yê ku nizane ku bajarê Efesê xwediyê îbadetgeha Artemîsa mezin e, ya ku sûretê wê ji ezmên hatiye xwarê? 36 Jixwe ev tişt nayên înkarkirin, loma rihet bin û lez nekevin. 37 Zilamên ku we anîne vir, ne dizên îbadetgehê ne, ne jî kufir li îlaheya me kiriye. 38 Eger Dîmîtrîos û hevkarên wî şikayetê li kesekî bikin, ev îş, îşê mehkemeyê ye û walî jî hene. Bila ew şikayetê li hevdû bikin. 39 Lê eger hûn tiştekî ji vê zêdetir dixwazin, bila qerar di civîneke resmî de bê dayîn. 40 Tiştên ku îro çêbûne dikarin me bixin xeterê û me wek serhildêr nîşan bidin, çimkî qet tiştek tune ye ku em dikarin wek sebebê vê tevliheviyê bidin.” 41 Piştî ku wî ev yek got, wî civîn ji hev belav kir.
20 Gava tevlihevî sekinî, Pawlos şand pey şagirtan. Piştî ku wî dilê wan xurt kir û xatirê xwe ji wan xwest, wî berê xwe da Makedonyayê. 2 Ew li wan herêman geriya û dilê şagirtên li wê derê xurt kir. Paşê ew hat Yûnanistanê 3 û sê meh li wê derê ma. Wî dixwest bi gemiyê derbasî Sûriyeyê bibe, lê ji ber ku Cihûyan dixwest wî bikujin, wî qerar da ku di rêya Makedonyayê re vegere. 4 Ev kes bi wî re bûn: Sopatrosê kurê Pîrûs ji Beroyayê, Arîstarxos û Sêkûndos ji Selanîkê, Gayos ji Derbeyê û Tîmotêyos. Wekî din, Tixîkos û Trofîmos ji Asyayê* bi wî re bûn. 5 Ev zilam li pêşiya me çûn û li Troasê li benda me bûn. 6 Lê em piştî rojên Cejna Nanê Bêhevîrtirş* ji Filîpiyê bi gemiyê bi rê ketin û piştî pênc rojan li Troasê gihîştin ba wan. Em heft roj li wê derê man.
7 Di roja pêşîn a heftiyê de, gava em top bûn ku bi hev re xwarinê bixwin, Pawlos dest bi xeberdanê kir, çimkî lazim bû ku ew roja din here. Xeberdana wî heta nîvê şevê dewam kir. 8 Li odeya jorîn a ku em lê top bûbûn, gelek qendîl vêxistî bûn. 9 Hê Pawlos xeber dida, xortekî bi navê Evtîxos, ê ku di pencereyê de rûniştî bû, ket xeweke giran û ji qata sisêyan ket xwarê, û mirî hat dîtin. 10 Pawlos çû jêr, xwe avêt ser wî, ew hembêz kir û got: “Rihet bin, çimkî ew sax e.” 11 Paşê Pawlos çû jor, nan şikand û xwar. Wî wexteke dirêj, heta berbangê bi wan re sohbet kir û paşê ew ji wê derê çû. 12 Wan xort sax û selamet bi xwe re bir, û ew pir dilxweş bûn.
13 Em li gemiyê siwar bûn û çûn Asosê, lê Pawlos bi pêyan çû wê derê. Wî ji me re gotibû ku gerek em wî ji wê derê bi xwe re bibin. 14 Ew li Asosê rastî me hat, me ew bi xwe re li gemiyê siwar kir û em çûn Mitîlênêyê. 15 Roja din em bi gemiyê ji wê derê çûn Xiyosê. Rojek bi şûn de em çûn Samosê, û roja din em gihîştin Mîletosê. 16 Pawlos qerar da ku di ber Efesê re derbas bibe, da ku li Asyayê* nemîne. Çimkî wî dixwest zû here Orşelîmê ji bo ku ew di roja Cejna Pentîkostê de li wê derê be.
17 Ji Mîletosê wî xeberek şand Efesê ku gazî rîspiyên civatê bike. 18 Gava ew gihîştin ba wî, Pawlos ji wan re got: “Hûn baş dizanin ku ji roja ku ez hatim Asyayê*, rabûn û rûniştina min çawa bû. 19 Min bi dilnizmî û bi hêstirên çavan, li hemberî tengasiyên ku Cihûyan anîn serê min, ji ber ku wan dixwest min bikujin, ji Efendiyê me re xizmet kir. 20 Min xwe neda paş ku her tiştê kêrhatî* ji we re bibêjim. Û min hûn hem li ber xelkê hem mal bi mal hîn dikirin. 21 Min hem ji Cihûyan re hem jî ji Yûnanan re bi awayekî baş şahidî kir ku ew tobe bikin, li Xwedê bigerin û bi Efendiyê me Îsa bawer bikin. 22 Û niha ez bi rêberiya ruhê pîroz diçim Orşelîmê, her çi qas ez nizanim ku li wê derê çi wê bê serê min jî. 23 Ez tenê dizanim ku ruhê pîroz bajar bi bajar ji min re dibêje ku zincîr û tengasî li benda min in. 24 Ez canê* xwe muhîm nabînim. Daxwaza min bi tenê ev e ku ez bigihîjim hedefa jiyana xwe û îşê xizmeta ku min ji Efendiyê me Îsa standiye, bînim cih. Wisa ez dikarim bi awayekî baş şahidiya mizgîniya li ser qenciya mezin a Xwedê bikim.
25 Ez dizanim ku hûn, ên ku min ji we re behsa Hukimdariya Xwedê kiriye, hûnê êdî tu car rûyê min nebînin. 26 Loma ez îro ji we re şahidiyê dikim ku xwîna tu kesî ne li ser stûyê min e. 27 Çimkî min xwe neda paş ku ez ji we re behsa mexseda Xwedê bikim. 28 Hay ji xwe û temamiya keriyê Xwedê hebin. Ruhê pîroz hûn wek çavdêr tayîn kirine ku şivantiya civata Xwedê bikin, a ku wî bi xwîna Kurê xwe kiriye. 29 Ez dizanim ku piştî çûyîna min, gurên har wê bikevin nav we û ewê li hemberî kerî nazik nebin. 30 Û di nav we de hin zilam wê derkevin û ewê hîndariyên netamrast belav bikin, da ku şagirtan li pey xwe bibin.
31 Loma hişyar bimînin û ji bîr nekin ku sê sal min bi şev û roj bi hêstirên çavan dev jê berneda ku her yekî ji we perwerde bikim. 32 Û niha ez we emanetî Xwedê û xebera li ser qenciya wî ya mezin dikim. Ev xeber dikare we ava bike û mîrasa ku ji hemû pîrozan re wê bê dayîn, bide we. 33 Min çav neda ne zîv, ne zêr, ne jî kincên kesekî. 34 Hûn bi xwe dizanin ku min bi destên xwe hem hewcedariyên xwe hem jî hewcedariyên kesên ku bi min re bûn, tedarek kirine. 35 Min bi rabûn û rûniştina xwe nîşanî we da ku gerek hûn çawa destekê bidin kesên sist. Van gotinên Efendiyê me Îsa ji bîr nekin: ‘Dilxweşiya dayînê ji ya standinê mezintir e.’”
36 Piştî ku wî ev tişt gotin, ew bi hemûyan re ket ser çokan û dua kir. 37 Hingê hemû giriyan. Wan xwe avêt stûyê Pawlos û ew bi nermî maç kir. 38 Ew hê zêdetir bi gotinên wî ku ewê êdî tu car rûyê wî nebînin, pir xemgîn bûn. Paşê wan ew heta ber gemiyê bi rê kirin.
21 Gava em ji wan veqetiyan û bi gemiyê bi rê ketin, em rasterast çûn Kosê. Roja din em çûn Rodosê, û ji wê derê çûn heta Patarayê. 2 Gava me gemiyek dît, a ku diçe aliyê Finîkyayê, em lê siwar bûn û bi rê ketin. 3 Gava girava Qibrisê xuya dibû, me ew li aliyê çepê hişt, û em çûn aliyê Sûriyê. Em li Sûrê sekinîn, da ku barê gemiyê li wê derê bê valakirin. 4 Em li şagirtan geriyan û me ew dîtin, û em heft roj li wê derê man. Wan bi saya ruh* bi dewamî ji Pawlos re digot ku bila ew neçe Orşelîmê. 5 Gava wexta me hat, em derketin û bi rê ketin. Ew hemû, bi jin û zarokan re bi me re çûn heta derveyî bajêr. Li ber behrê, em ketin ser çokan, me dua kir 6 û me xatirê hevdû xwest. Paşê em li gemiyê siwar bûn, û ew jî vegeriyan malên xwe.
7 Ji Sûrê em çûn Ptolêmayîsê. Me silav li birayan kir û em rojek bi wan re man. 8 Roja din em ji wê derê derketin û hatin Qeyseriyê. Em çûn mala Filîposê mizgînvan, ê ku yek ji heft birayên ku hatibûn hilbijartin bû, û em li cem wî man. 9 Çar keçikên Filîpos hebûn. Ew nezewicî bûn û pêxembertî dikirin. 10 Piştî ku em gelek roj li wê derê man, pêxemberekî bi navê Agabos ji Cihûstanê daket jêr. 11 Ew hat ba me, û wî qayîşa Pawlos hilda, li ling û destên xwe girêda û got: “Ruhê pîroz wisa dibêje: ‘Xwediyê vê qayîşê wê li Orşelîmê bi eynî awayî ji aliyê Cihûyan ve bê girêdan. Ewê wî bidin destê mirovên ji miletên din.’” 12 Gava me ev yek bihîst, em û birayên ku li wê derê bûn, me ji Pawlos rica kir ku ew neçe Orşelîmê. 13 Hingê Pawlos got: “Hûn çi dikin? Hûn çima digirîn û dilê min sist dikin? Ez hazir im ku ne tenê bêm girêdan, lê ji bo xatirê navê Efendiyê me Îsa li Orşelîmê bimirim jî.” 14 Gava me dît ku em nikarin nêrîna wî biguherînin, me dev ji fikra xwe berda û got: “Bila daxwaza Yehowa bê cih.”
15 Piştî van rojan, me xwe ji bo rêwitiyê hazir kir û berê xwe da Orşelîmê. 16 Hin şagirtên ji Qeyseriyê jî bi me re hatin. Wan em anîn mala Minasonê Qibrisî, yê ku yek ji şagirtên pêşîn bû, û em bûn mêvanên wî. 17 Gava em gihîştin Orşelîmê, birayan em bi dilgermî qebûl kirin. 18 Roja din, Pawlos bi me re çû ba Aqûb, û hemû rîspî jî li wê derê bûn. 19 Pawlos silav li wan kir û ji wan re hûr û kûr got ku Xwedê bi destê xizmeta wî di nav miletên din de çi kiriye.
20 Piştî ku wan ev tişt bihîstin, wan dest pê kir ku rûmetê bidin Xwedê û ji Pawlos re got: “Birayê me, tu dibînî ku di nav Cihûyan de bi hezaran bawermend hene, û ew hemû ji bo Qanûnê bixîret in. 21 Lê wan li ser te bihîstiye ku tu hemû Cihûyên di nav miletên din de hîn dikî ku bila ew dev ji Qanûna Mûsa berdin. Û wan bihîstiye ku tu dibêjî ku bila ew kurên xwe sinet nekin û dev ji adetan berdin. 22 Îcar em çi bikin? Ewê bêguman pê bihesin ku tu hatiyî. 23 Loma wisa bike: Çar zilam li ba me hene, yên ku ji Xwedê re sond xwariye. 24 Van zilaman bi xwe re bibe û li gor adetê xwe bi wan re paqij bike. Mesrefên wan bide, da ku ew bikarin serê xwe traş bikin. Hingê her kes wê bizane ku tiştên ku li ser te hatine gotin, nerast in, û tu jî xwe li Qanûnê digirî. 25 Lê belê, ji bo bawermendên ji miletên din, me jixwe qerara xwe ji wan re nivîsî û şand ku gerek ew xwe ji tiştên ku ji pûtan re hatin qurbankirin, ji xwînê, ji goştê heywanên fetisandî* û ji bêexlaqiya cinsî dûr bigirin.”
26 Roja din, Pawlos ev zilam bi xwe re birin û li gor adetê wan xwe bi hev re paqij kir. Paşê ew ket îbadetgehê ku bibêje ku rojên paqijkirinê li gor adetê wê kengê xelas bibin, da ku qurbanek ji bo her yekî ji wan re bê pêşkêşkirin.
27 Gava hindik mabû ku heft roj temam bibin, Cihûyên ji Asyayê Pawlos di îbadetgehê de dît, û wan xelk li dijî wî rakir. Wan ew girt 28 û bi dengekî bilind got: “Zilamên Îsraîlê, alî me bikin! Ev zilam li her derê di nav xelkê de hîndariyên ku li dijî xelkê me, Qanûna me û vî cihî ne, belav dike. Heta wî kesên Yûnanî jî anîn îbadetgehê û ev cihê pîroz pîs kiriye.” 29 Ji ber ku wan berê Trofîmosê Efesî di bajêr de bi Pawlos re dît, ew fikirîn ku Pawlos ew bi xwe re aniye îbadetgehê. 30 Temamiya bajêr tevlihev bû. Xelk bi hev re bi lez çû, Pawlos girt û kişand derveyî îbadetgehê, û di cih de dergeh hatin girtin. 31 Gava wan dixwest wî bikujin, xebera ku temamiya Orşelîmê tevlihev bûye gihîşt fermandarê eskeran. 32 Di cih de wî esker û sersed bi xwe re birin, û ew çûn ba xelkê. Gava wan fermandar û esker dîtin, wan dev jê berda ku li Pawlos bixin.
33 Hingê fermandarê eskeran nêzîk bû û Pawlos da girtin. Wî emir da ku destên wî bi du zincîran bên girêdan. Paşê wî jê pirsî ku ew kî ye û wî çi kiriye. 34 Lê ji ber ku di nav xelkê de her kesî dikir qîrîn û tiştek digot, fermandar ji ber vê tevliheviyê baş fehm nekir ku çi çêbûye. Loma wî emir da ku Pawlos bibin eskergehê. 35 Gava Pawlos gihîşt ber derenceyan*, ji ber zilma xelkê lazim bû ku esker wî hilgirin. 36 Gelek mirov li pey wan dihatin û bi dengekî bilind digotin: “Wî bikujin!”
37 Wexta ku Pawlos dibirin eskergehê, wî ji fermandarê eskeran pirsî: “Gelo îzin heye ku ez tiştekî ji te re bibêjim?” Wî got: “Tu Yûnanî dizanî? 38 Ma tu ne ev zilamê Misrî yî, yê ku berî wextekê serhildanek rakir û 4.000 mêrkuj derxistin çolê?” 39 Hingê Pawlos got: “Na, ez Cihû me û ji Tarsûsa Kîlîkyayê me. Ez welatiyê bajarekî bi nav û deng im. Loma ez rica dikim, îznê bide min ku ez bi xelkê re bipeyivim.” 40 Piştî ku fermandar îzin da Pawlos, ew li ser derenceyan sekinî, û wî bi destê xwe ji xelkê re îşaret kir ku ew bêdeng bin. Gava xelk bêdeng bû, wî bi zimanê Îbranî ji wan re got:
22 “Birano û bavno, guh bidin min ku ez dixwazim ji bo parastina xwe çi bibêjim.” 2 Gava xelkê bihîst ku Pawlos bi zimanê Îbranî xeber dide, ew zêdetir bêdeng man, û wî got: 3 “Ez zilamekî Cihû me û li Tarsûsa Kîlîkyayê hatime dinyayê. Lê ez li vî bajarî li ber lingên Gamalîêl hatime perwerdekirin. Û ez wisa hatime hînkirin ku xwe hûr û kûr li Qanûna bav û kalan bigirim. Hûn îro çawa bi xîret ji Xwedê re xizmetê dikin, min jî eynî wisa dikir. 4 Min heta bi kuştinê jî zilm li kesên ku li ser Rêya Rastiyê bûn, dikir. Min hem zilam hem jî jin didan girêdan û avêtin hebsê. 5 Kahînê mezin û temamiya civîna rîspiyan dikarin şahidiya vê yekê bikin. Min ji wan destûrnameyên ji bo birayên li Şamê standin û ez ketim rê. Min dixwest kesên ku aîdî Rêya Rastiyê ne bi zincîran bigirim û bibim Orşelîmê, da ku ew bên cezakirin.
6 Lê gava ez hê di rê de bûm û nêzîkî Şamê bûm, li dora nîvro, ji nişka ve ji ezmên ronahiyeke mezin li dora min şewq da. 7 Ez ketim erdê û min dengek bihîst, ê ku ji min re got: ‘Saûl, Saûl, tu çima zilmê li min dikî?’ 8 Min got: ‘Efendiyê min tu kî yî?’ Û wî ji min re got: ‘Ez Îsayê Nasirayî* me, yê ku tu zilmê li wî dikî.’ 9 Zilamên ku bi min re bûn, wan ronahî dît, lê wan dengê ku bi min re xeber dida nebihîst. 10 Hingê min got: ‘Efendiyê min, ez çi bikim?’ Efendiyê me ji min re got: ‘Rabe û bikeve Şamê, û li wê derê wê ji te re bê gotin ku gerek tu çi bikî.’ 11 Lê ji ber rûmeta vê ronahiyê, min nikaribû tiştekî bibînim. Kesên ku bi min re bûn destê min girt û ez anîm Şamê.
12 Li Şamê zilamekî bawermend ê bi navê Hananya hebû, yê ku xwe li Qanûnê digirt, û Cihûyên wê derê li ser wî baş xeber dida. 13 Ew hat ba min, li ber min sekinî û got: ‘Saûl, birayê min, bila çavên te vebin!’ Di cih de çavên min vebûn, û min ew dît. 14 Hananya got: ‘Xwedayê bav û kalên me tu hilbijartî, da ku tu daxwaza wî bizanî û yê Rast* bibînî û dengê wî bibihîzî. 15 Çimkî tuyê bibî şahidê wî, û tiştên ku te dîtine û bihîstine, tuyê ji hemû mirovan re bibêjî. 16 Îcar çi rêya te digire? Rabe, vaftîz bibe* û gazî navê Îsa bike, da ku gunehên te bên şûştin.’
17 Gava ez vegeriyam Orşelîmê û min di sînagogê* de dua dikir, min dîtiniyek dît. 18 Efendiyê me ji min re got: ‘Bi lez bikeve û ji Orşelîmê derkeve, çimkî ewê şahidiya te ya li ser min qebûl nekin.’ 19 Min jî got: ‘Efendiyê min, her kes baş dizane ku min di her sînagogê de li yên ku bi te bawer dikin dan xistin û avêtin hebsê. 20 Û gava xwîna şahidê te Steyfan hat rijandin, ez li wê derê sekinî bûm. Ez bi kuştina wî razî bûm, û min nobedariya kincên kesên ku ew kuşt, dikir.’ 21 Lê dîsa jî Efendiyê me ji min re got: ‘Here, ezê te bişînim cihên dûr ba miletên din.’”
22 Heta van gotinan xelkê guhdariya Pawlos dikir. Paşê wan bi dengekî bilind got: “Mirovekî wisa ji rûyê erdê tune bikin! Ew ne layiqî jiyanê ye!” 23 Ji ber ku wan dikir qîrîn, kincên xwe diavêtin erdê û toz radikirin, 24 fermandarê eskeran emir da ku Pawlos bibin eskergehê, wî bidin ber qamçiyan û bidin ber pirsan. Çimkî wî dixwest fehm bikira ku xelk çima dike qîrîn û mirina Pawlos dixwaze. 25 Lê gava Pawlos hat girêdan ku wî bidin ber qamçiyan, wî ji fermandarê ku li wê derê sekinî bû re got: “Ma îzna we heye ku hûn welatiyekî Romayî bêyî hukmê mehkemeyê bidin ber qamçiyan?” 26 Gava fermandar ev yek bihîst, ew çû ba fermandarê eskeran ku vê xeberê bigihîne wî û jê pirsî: “Tuyê niha çi bikî? Ev zilam welatiyê Romayê ye.” 27 Hingê fermandarê eskeran çû ba Pawlos û jê pirsî: “Ka bibêje, tu welatiyê Romayî yî?” Wî got: “Erê.” 28 Fermandarê eskeran got: “Min ew qas pere dane, da ku vî heqî bi dest bixim.” Pawlos jî got: “Min ev heq ji bûyîna xwe ve standiye.”
29 Di cih de zilamên ku wê ew bi îşkenceyê bidaya ber pirsan, ji wî dûr ketin. Gava fermandarê eskeran fehm kir ku Pawlos welatiyê Romayê ye, û wî ew bi zincîran girêdaye, tirs ket dilê wî.
30 Îcar ji ber ku fermandarê eskeran dixwest bizane ku Cihûyan çima Pawlos sûcdar dikir, wî roja din zincîrên wî dan vekirin û emir da ku serokên kahînan û Mehkemeya Bilind a Cihûyan li hev top bibin. Hingê wî Pawlos anî û li ber wan da sekinandin.
23 Pawlos li endamên Mehkemeya Bilind a Cihûyan nêrî û got: “Birano, heta roja îro wijdanê min li ber Xwedê paqij e.” 2 Hingê kahînê mezin Hananya li yên ku nêzîkî Pawlos sekinî bûn, emir da ku ew li devê wî bixin. 3 Îcar Pawlos ji wî re got: “Ya dîwarê spîkirî*, Xwedê jî wê li te bixe! Tu li vir rûniştî yî ku li gor Qanûnê hukmê min bidî. Lê tu bi xwe li dijî Qanûnê emir dikî ku li min bixin.” 4 Kesên li derdorê gotin: “Ma tu heqaretê li kahînê mezin ê Xwedê dikî?” 5 Û Pawlos got: “Birano, min nizanibû ku ew kahînê mezin e. Wek ku hatiye nivîsîn: ‘Serokê miletê xwe bêhurmet neke.’”
6 Ji ber ku Pawlos dizanibû ku hin ji Mehkemeya Bilind a Cihûyan Sadûqî û hin jî Fêrisî ne, wî bi dengekî bilind got: “Birano, ez yekî Fêrisî me, û kurê Fêrisiyan im. Ez ji ber hêviya bi rabûna miriyan li ber mehkemeyê sekinî me.” 7 Ji ber van gotinan di nav Fêrisî û Sadûqiyan de minaqeşe çêbû û civîn bû du par. 8 Çimkî Sadûqî dibêjin ku ne rabûna miriyan, ne melek, ne jî ruh heye. Lê belê, Fêrisî bi van hemû tiştan bawer dikin. 9 Hingê tevliheviyek çêbû, qanûnzanên Fêrisî rabûn û bi hêrs xeber dan: “Em di vî zilamî de tu sûcekî nabînin, lê eger ruhek yan melekek bi wî re xeber da ...” 10 Gava tevlihevî zêdetir dibû, fermandarê eskeran tirsiya ku Pawlos di bin destê xelkê de bê kuştin. Loma wî emir da eskeran ku ew wî ji nav xelkê derxin û bibin eskergehê.
11 Wê şevê Efendiyê me li ber wî xuya bû û got: “Dilxurt be! Çawa ku te li Orşelîmê bi awayekî baş li ser min şahidî dikir, tuyê li Romayê jî li ser min şahidiyê bikî.”
12 Gava bû roj, Cihûyan di nav xwe de sond xwar ku bila lanet li wan be eger ew tiştekî bixwin yan vexwin berî ku ew Pawlos bikujin. 13 Hejmara kesên ku sond xwaribûn ji 40 zilamî zêdetir bûn. 14 Ev zilam çûn ba serokên kahînan û rîspiyan û gotin: “Me sond xwariye û me got ku bila lanet li me be eger em tiştekî bixwin yan vexwin berî ku em Pawlos bikujin. 15 Loma, lazim e ku hûn bi Mehkemeya Bilind a Cihûyan re ji fermandarê eskeran bixwazin ku ew Pawlos bîne ba we. Bila wisa xuya bibe qey hûn dixwazin baştir bala xwe bidin doza wî. Lê berî ku ew bigihîje vir, emê wî bikujin.”
16 Gava kurê xwişka Pawlos pê hesiya ku wan ji bo kuştina Pawlos dafik daniye, ew çû eskergehê û ev xeber gihand Pawlos. 17 Hingê Pawlos gazî fermandarekî kir û jê re got: “Vî xortî bibe ba fermandarê eskeran, çimkî ew dixwaze xeberekê bigihîne wî.” 18 Îcar wî ew bir ba fermandarê eskeran û got: “Pawlosê girtî gazî min kir û ji min xwest ku ez vî xortî bînim ba te, çimkî ew dixwaze tiştekî ji te re bibêje.” 19 Fermandarê eskeran destê vî xortî girt, ew bir aliyekî û jê pirsî: “Tu dixwazî ji min re çi bibêjî?” 20 Wî got: “Cihûyan di nav xwe de qerar daye ku ji te bixwazin ku tu sibê Pawlos bînî Mehkemeya Bilind a Cihûyan, da ku wisa xuya bibe qey ew dixwazin zêdetir melûmatê li ser doza wî bistînin. 21 Lê bila gotinên wan te nexapînin, çimkî ji nav wan zêdetirî 40 zilamî ji bo Pawlos dafik daniye. Wan sond xwariye ku bila lanet li wan be eger ew tiştekî bixwin yan vexwin berî ku ew Pawlos bikujin. Ew niha hazir in û li benda qerara te ne.” 22 Hingê fermandarê eskeran ji vî xortî re got: “Tiştên ku te ji min re gotine, ji tu kesî re nebêje”, û paşê wî ew berda.
23 Wî gazî du fermandaran kir û ji wan re got: “200 esker, 70 siwarî û 200 rimdaran hazir bikin. Bila ew îşev li dora saet neh* herin Qeyseriyê. 24 Wekî din, hespan ji bo Pawlos hazir bikin, da ku ew sax û selamet bigihîje cem Fêlîksê walî.” 25 Ji xeynî vê, fermandarê eskeran nameyeke wisa nivîsî:
26 “Ez, Klawdyos Lûsyas, silavan li te Waliyê Qedirgiran Fêlîks dikim! 27 Ev zilam ji aliyê Cihûyan ve hat girtin û hindik mabû ku ew bê kuştin. Lê ez bi eskerên xwe ve zû hatim hawara wî, ji ber ku min bihîst ku ew welatiyê Romayê ye. 28 Min dixwest pê bihesim ku Cihûyan ew çima sûcdar kiriye, loma min ew şand ba Mehkemeya Bilind a Cihûyan. 29 Min fehm kir ku ew ji ber pirsên ku bi Qanûna wan ve girêdayî ne, hat sûcdarkirin. Lê ez tu sebebî nabînim ku ew hêjayî kuştin yan girtinê ye. 30 Û ji ber ku ji min re hat gotin ku Cihûyan dafik daniye ku wî bidin kuştin, min ew di cih de şand ba te. Min ji kesên ku wî sûcdar dikin re got ku bila ew doza wî bînin ba te.”
31 Wek ku li eskeran hatibû emirkirin, wan bi şev Pawlos hilda û bir Antîpatrîsê. 32 Roja din wan siwarî bi Pawlos re hiştin ku ew rêya xwe dewam bikin, lê ew bi xwe vegeriyan eskergehê. 33 Piştî ku ew gihîştin Qeyseriyê, siwariyan name gihand walî û Pawlos da destê wî. 34 Walî name xwend û ji Pawlos pirsî ku ew ji kîjan herêmê ye. Gava ew pê hesiya ku Pawlos ji Kîlîkyayê ye, 35 wî got: “Gava kesên ku te sûcdar dikin bigihîjin vir, ezê guh bidim doza te.” Û wî emir da ku Pawlos di qesra Hêrodês de di bin nobedariyê de bimîne.
24 Piştî pênc rojan, kahînê mezin Hananya bi çend rîspiyan û gotarbêjekî* bi navê Tertûlos hat. Wan şikayetên xwe li dijî Pawlos li ber walî vekirin. 2 Gava gazî Tertûlos kirin, wî Pawlos bi van gotinan sûcdar kir:
“Ya Fêlîksê Qedirgiran, bi saya te em di aştiyê de dijîn, û bi destê pêşbîniya te ev milet pêşve diçe! 3 Em her tim û li her derê vê yekê bi şikirdariyeke mezin qebûl dikin. 4 Lê da ku ez serê te zêde neêşînim, ez rica dikim ku tu ji kerema xwe re bi kurtasî guh bidî me. 5 Me fehm kir ku ev zilam bela ye û tevliheviyê dixe nav hemû Cihûyên li seranserê dinyayê. Ew serokê mezheba Nasirayiyan e. 6 Wekî din, wî dixwest îbadetgehê gemar bike, loma me ew girt. 7 ——* 8 Gava tu wî bidî ber pirsan, tuyê hemû tiştên ku em wî bi wan sûcdar dikin, bi xwe bibînî.”
9 Cihû jî bi vê sûcdarkirinê razî bûn û gotin ku ev hemû tişt rast in. 10 Walî îşaretek da Pawlos ku ew xeber bide, û wî got:
“Ji ber ku ez dizanim ku tu bi salan hakimê vî miletî yî, ez şa me ku ezê li ber te ji bo parastina xwe xeber bidim. 11 Çawa ku tu bi xwe dikarî tê derxî, weke 12 roj berê ez ji bo îbadetê hatim Orşelîmê. 12 Tu kesî nedîtiye ku min bi kesekî re di îbadetgehê de minaqeşe kir yan tevliheviyek çêkir – ne di sînagogan* de, ne jî di bajêr de. 13 Ew nikarin tiştên ku ew niha min bi wan sûcdar dikin, îsbat bikin. 14 Lê belê, ez qebûl dikim ku ez li gor hîndariyên ku ew wek mezheb bi nav dikin ji Xwedayê bav û kalên xwe re xizmeta pîroz pêk tînim. Ez bi hemû tiştên ku di Qanûnê û Nivîsarên Pêxemberan de nivîsî ne, bawer dikim. 15 Hêviya min a bi Xwedê ev e ku hem kesên rast hem jî kesên nerast wê ji mirinê rabin. Û hêviya van zilaman jî eynî ye. 16 Ji ber vê yekê ez her tim xîret dikim ku wijdanê min li ber Xwedê û mirovan paqij be. 17 Îcar piştî gelek salan ez vegeriyam Orşelîmê ku xêrê li miletê xwe bikim û ji Xwedê re qurbanan pêşkêş bikim. 18 Gava min ev hemû tişt dikirin, û ez li gor adetê paqij bûm, wan ez di îbadetgehê de dîtim. Ez ne bi xelkê re bûm, û ne jî min tevlihevî çêdikir. Lê belê, çend Cihûyên ji Asyayê* li wê derê hebûn. 19 Eger tiştekî wan li dijî min hebe, gerek ew werin ku min li ber te sûcdar bikin. 20 Yan jî, bila ev zilamên li vir bibêjin ku gava ez li ber Mehkemeya Bilind a Cihûyan sekinî bûm, min çi neheqî kiriye. 21 Ji xeynî vê yekê ku min di nav wan de dengê xwe bilind kir û got: ‘Ji ber hêviya bi rabûna miriyan, ez îro li ber mehkemeyê sekinî me!’, ew nikarin min bi tu tiştî sûcdar bikin.”
22 Lê ji ber ku Fêlîks êdî gelek tişt li ser Rêya Rastiyê dizanibûn, wî ev doz paş xist û got: “Gava fermandarê eskeran Lûsyas were, ezê li ser doza we qerarê bidim.” 23 Wî emir da fermandar ku Pawlos girtî bihêlin, lê dîsa jî hinek serbestiyê bidin wî, û îznê bidin hevalên wî ku ew hewcedariyên wî tedarek bikin.
24 Piştî çend rojan, Fêlîks bi jina xwe Dirûsîlayê re, ya ku Cihû bû, hat. Wî şand pey Pawlos, da ku guh bide gotinên wî yên li ser baweriya bi Mesîh Îsa. 25 Lê gava Pawlos li ser rastdariyê, li ser xwegirtinê û li ser hukmê ku wê bê xeber dida, tirs ket dilê Fêlîks û wî got: “Niha tu dikarî herî, lê eger wexta min hebe, ezê dîsa gazî te bikim.” 26 Ji aliyê din ve, wî hêvî dikir ku Pawlos pereyan bide wî, loma wî gelek caran gazî Pawlos dikir û bi wî re sohbet dikir. 27 Piştî du salan, Porkiyos Fêstos cihê Fêlîks girt. Lê ji ber ku Fêlîks dixwest dilê Cihûyan xweş bike, wî Pawlos girtî hişt.
25 Fêstos gihîşt herêma Cihûstanê û dest pê kir ku mesûliyeta xwe bîne cih. Piştî sê rojan ew ji Qeyseriyê çû Orşelîmê. 2 Serokên kahînan û rêberên xelkê Cihûyan, li ber Fêstos şikayetên xwe li Pawlos kirin. Îcar wan ji Fêstos rica kir 3 ku ew qenciyê li wan bike û Pawlos bîne Orşelîmê. Lê armanca wan ev bû ku di rê de dafikê deynin û Pawlos bikujin. 4 Lê Fêstos ji wan re got ku gerek Pawlos li Qeyseriyê girtî bimîne, û ku ewê di wexteke nêzîk de bi xwe vegere wê derê. 5 Wî got: “Eger vî zilamî bi rastî jî tiştekî neheq kiriye, bila mezinên we bi min re werin û wî sûcdar bikin.”
6 Fêstos heşt heta deh rojan li wê derê ma û çû Qeyseriyê. Roja din, ew li ser kursiyê hakim rûnişt û emir da ku Pawlos bînin ber wî. 7 Dema ku ew hat, Cihûyên ku ji Orşelîmê hatibûn, derdora wî girt û bi gelek sûcên giran, ên ku wan nikaribû îsbat bikin, ew sûcdar kir.
8 Lê Pawlos ji bo parastina xwe wisa got: “Min ne li dijî Qanûna Cihûyan, ne li dijî îbadetgehê, û ne jî li dijî Qeyser* guneh kiriye.” 9 Ji ber ku Fêstos dixwest dilê Cihûyan xweş bike, wî ji Pawlos re got: “Ma tu dixwazî herî Orşelîmê, da ku li wê derê doza te li ber min bê vekirin?” 10 Lê Pawlos got: “Ez li ber kursiyê hakim ê Qeyser sekinî me, û gerek hukmê min li vir bê dayîn. Wek tu bi xwe dizanî, min tu neheqî li Cihûyan nekiriye. 11 Eger ez bi rastî neheq im û min tiştekî ku hêjayî mirinê ye, kiribe, ez hazir im ku bimirim. Lê eger ji bo şikayetên van zilaman îsbat tune ne, heqê tu kesî nîne ku min bide destê wan, da ku dilê wan xweş bike. Ez doza xwe dibim ber Qeyser!” 12 Piştî ku Fêstos bi şîretkarên xwe re xeber da, wî got: “Madem ku tu dixwazî doza xwe bibî ber Qeyser, tuyê herî ba Qeyser.”
13 Piştî çend rojan, Agrîpa Padîşah û Bernîkê hatin Qeyseriyê ku Fêstos ziyaret bikin, da ku qedir û qîmetê ji wî re nîşan bidin. 14 Ji ber ku ew çend roj li wê derê bûn, Fêstos ji padîşah re behsa doza Pawlos kir û got:
“Zilamekî ku Fêlîks wek girtî hiştiye, heye. 15 Gava ez li Orşelîmê bûm, serokên kahînan û rîspiyên Cihûyan şikayet li wî kir û dixwest ku ew bê mehkûmkirin. 16 Lê min ji wan re got ku ev ne li gor adeta Romayiyan e ku yekî li gor dilê wan bidin dest. Zilamê ku tê sûcdarkirin gerek rû bi rû bi kesên ku wî sûcdar dikin re xeber bide, da ku fersenda wî hebe ku ew xwe biparêze. 17 Gava ew gihîştin vir, min dereng nexist û roja din ez li ser kursiyê hakim rûniştim, û min emir da ku vî zilamî bînin vir. 18 Kesên ku ew sûcdar dikir, derketin pêş û tu kesî neheqiyên ku ez li bendê bûm neanîn zimên. 19 Wan tenê li ser meseleyên ku bi baweriya wan ve girêdayî ne û li ser zilamekî bi navê Îsa, yê ku miriye, lê Pawlos digot ku ew sax e, minaqeşe dikir. 20 Ji ber ku min nizanibû ku çawa vê meseleyê safî bikim, min jê pirsî ka ew dixwaze here Orşelîmê ku doza wî li wê derê bê vekirin. 21 Lê Pawlos xwest ku ew girtî bimîne heta ku Augustus* li ser doza wî qerarek bide. Hingê min emir da ku ew girtî bimîne heta ku ez wî bişînim ba Qeyser.”
22 Hingê Agrîpa ji Fêstos re got: “Ez dixwazim guh bidim vî zilamî.” Fêstos got: “Tuyê sibê guh bidî wî.” 23 Roja din Agrîpa û Bernîkê bi xemleke mezin û pozbilindî ketin mehkemeyê. Fermandarên eskeran û zilamên bi nav û deng ên bajêr jî bi wan re bûn. Gava Fêstos emir da, wan Pawlos anî hundir. 24 Fêstos got: “Ya Agrîpa Padîşah û hemû kesên ku li vir in, ka li vî zilamî binêrin! Hemû Cihûyên Orşelîmê û Cihûyên vir bi gazinan hatine ba min û bi dengekî bilind dibêjin ku gerek ew bê kuştin. 25 Lê min fehm kir ku wî tiştekî ku hêjayî mirinê ye, nekiriye. Gava wî dixwest doza xwe bibe ba Augustus*, min qerar da ku ez wî bişînim ba wî. 26 Lê tiştek li ser wî tune ye ku ez ji Efendiyê xwe re binivîsim. Ji ber vê yekê min ew anî ber we hemûyan, bi xisûsî ber te, ya Agrîpa Padîşah, da ku piştî lêkolîna doza wî, ez bikarim tiştekî binivîsim. 27 Çimkî ji bo min bê mane ye ku ez girtiyekî bişînim bêyî ku ez sebebê sûcdarkirina wî zelal bikim.”
26 Agrîpa ji Pawlos re got: “Destûra te heye ku tu ji bo xwe xeber bidî.” Hingê Pawlos destê xwe dirêj kir û ji bo parastina xwe got:
2 “Ya Agrîpa Padîşah, ez dilşad im ku ez îro li ber te dikarim ji ber hemû tiştên ku Cihûyan ez sûcdar kirime, xwe biparêzim. 3 Bi xisûsî ji ber ku tu hemû adet û meseleyên Cihûyan baş dizanî. Loma ez ji te rica dikim, bi sebir guh bide min.
4 Hemû Cihû baş dizanin ku min ji xortaniya xwe ve jiyana xwe çawa di nav xelkê xwe de li Orşelîmê derbas kiriye. 5 Yên ku min nas dikin, eger ew bixwazin, ew dikarin şahidiya vê yekê bikin ku ez wek yekî Fêrisî dijiyam û ez aîdî vê mezheba ku hûr û kûr xwe li Qanûnê digirt, bûm. 6 Lê ji ber hêviya bi soza ku Xwedê dabû bav û kalên me, ez niha li ber mehkemeyê sekinî me. 7 12 eşîrên me jî li benda eynî sozê ne ku bê cih, û ew bi şev û roj bi xîret ji Xwedê re xizmeta pîroz dikin. Ya Padîşah, ji ber vê hêviyê Cihû min sûcdar dikin.
8 Hûn çima bi vê yekê bawer nakin ku Xwedê miriyan radike? 9 Ez bi xwe emîn bûm ku gerek ez çi ji destê min tê bikim, da ku ez li dijî navê Îsayê Nasirayî rabim. 10 Min eynî tişt li Orşelîmê dikir. Min ji serokên kahînan destûr stand û gelek şagirt* avêtin hebsê, û gava ew dihatin îdamkirin, ez razî dibûm. 11 Min gelek caran di hemû sînagogan* de ew ceza dikirin, û min zor li wan dikir, da ku ew dev ji baweriya xwe berdin. Û ji ber ku xezeba min ew qas mezin bû, ez diçûm bajarên din jî ku zilmê li wan bikim.
12 Gava ez bi vê armancê û bi destûr û mesûliyeta ku serokên kahînan dabû min, diçûm Şamê, 13 ya Padîşah, nîvro di rê de min ronahiyek dît. Vê ronahiyê ji ronahiya rojê* zêdetir şewq dida û ji ezmên li dora min û kesên ku bi min re bûn, şewq da. 14 Û gava em hemû ketin erdê, min dengek bihîst, ê ku bi zimanê Îbranî ji min re got: ‘Saûl, Saûl, tu çima zilmê li min dikî? Eger tu li dijî kesê ku şiva sertûj digire rabî, tuyê zerarê bidî xwe.’ 15 Min got: ‘Efendiyê min, tu kî yî?’ Wî got: ‘Ez Îsa me, yê ku tu zilmê li wî dikî. 16 Rabe û li ser lingan bisekine. Ez ji te re xuya bûm ji ber ku min tu hilbijartî. Tuyê hem ji bo tiştên ku te dîtine hem jî ji bo tiştên* ku ezê nîşanî te bidim, bibî xizmetkar û şahidê min. 17 Û ezê te ji vî xelkî û ji miletên ku ezê te bişînim ba wan, biparêzim. 18 Tuyê çavên wan vekî û wan ji tariyê derxî ronahiyê, û ji destê Şeytan derxî û bibî ba Xwedê. Ji ber ku ew bi min bawer dikin, gunehên wan wê bên efûkirin, û ewê bi pîrozan re mîrasê bistînin.’
19 Loma, ya Agrîpa Padîşah, tiştên ku Îsa di vê dîtiniyê de ji min re gotin, min eynî wisa kir. 20 Ez pêşî çûm ba kesên li Şamê, paşê ba kesên li Orşelîmê, ba kesên li temamiya herêma Cihûstanê û ba miletên din jî. Min ji mirovan re got ku gerek ew tobe bikin û werin ser rêya Xwedê û bi kirinên xwe nîşan bidin ku wan tobe kiriye. 21 Ji ber vê yekê, Cihûyan ez di îbadetgehê de girtim û dixwestin min bikujin. 22 Lê bi alîkariya Xwedê, ez heta roja îro mizgîniyê didim kesên biçûk û mezin. Ez ji van tiştên ku Pêxemberan û Mûsa ji berê ve gotibûn, zêdetir tiştekî nabêjim: 23 Lazim bû ku Mesîh cefayê bikişîne, û wek ê pêşîn ji mirinê bê rakirin ku ji vî xelkî û ji miletên din re mizgîniyê belav bike û ronahiyê bîne.”
24 Gava Pawlos ev tişt ji bo parastina xwe digotin, Fêstos bi dengekî bilind got: “Pawlos, te aqlê xwe winda kiriye! Zêdexwendina te tu dîn kirî!” 25 Lê Pawlos got: “Ya Fêstosê Qedirgiran, ez dîn nebûme, lê gotinên min rast û maqûl in. 26 Padîşah bi van hemû tiştan baş dizane, loma ez bi serbestî xeber didim. Ez emîn im ku yek ji van tiştan jî ji wî ne veşartî ye, çimkî ev tişt ne bi sir hatine kirin. 27 Ya Agrîpa Padîşah, gelo tu bi gotinên Pêxemberan bawer dikî? Ez dizanim ku tu bawer dikî.” 28 Hingê Agrîpa ji Pawlos re got: “Hindik maye ku tu min bikî Mesîhî.” 29 Li ser vê yekê Pawlos got: “Ez ji Xwedê re dua dikim ku zû dereng ne bi tenê tu, lê her kesê ku îro guh dide min, wek min bibe Mesîhî, lê bêyî ku ew bi van zincîran girêdayî be.”
30 Hingê padîşah rabû, û walî, Bernîkê û hemû kesên ku bi wan re rûniştî bûn jî rabûn. 31 Gava ew derdiketin, wan ji hevdû re digot: “Vî zilamî tiştekî ku hêjayî girtin yan mirinê ye, nekiriye.” 32 Agrîpa ji Fêstos re got: “Eger vî zilamî doza xwe nebira ba Qeyser*, fersend wê hebûya ku ew bihata berdan.”
27 Gava qerar hat dayîn ku em bi gemiyê herin Îtalyayê, wan Pawlos bi çend girtiyên din re dan destê fermandarekî bi navê Yûlyos, ê ku di koma Augustus* de bû. 2 Em li gemiyekê siwar bûn, a ku ji Edremîtê diçû cure cure cihên li perava herêma Asyayê*, û ketin rê. Arîstarxosê Makedonî yê ku ji Selanîkê bû, bi me re bû. 3 Roja din em li Saydayê peya bûn. Yûlyos qencî li Pawlos kir û îzin da wî ku ew here ba hevalên xwe, da ku ew alî wî bikin.
4 Ji wê derê em bi rê ketin, û ji ber ku ba ber bi gemiya me ve dihat, em di ber aliyê Qibrisê re çûn. 5 Paşê em di behrê re di ber Kîlîkya û Pamfîlyayê re derbas bûn, û gihîştin Mîrayê, bajarekî Lîkyayê. 6 Li wê derê fermandar gemiyeke ku ji Îskenderiyeyê diçû Îtalyayê dît, û wî em li wê siwar kirin. 7 Gelek roj em hêdî hêdî diçûn, û bi zehmet em gihîştin Kinîdosê. Ji ber ku ba rêya me girt, em di ber aliyê Girîtê re di pêşberî Salmoneyê re derbas bûn. 8 Û bi zehmetiyeke mezin em di ber aliyê peravê re çûn û gihîştin cihekî bi navê Lengergeha Bedew, ê ku nêzîkî bajarê Laseyayê bû.
9 Piştî ku çend wext derbas bû û êdî bitalûke bû ku em bi gemiyê bi rê kevin, heta rojîgirtina Roja Kefaretê jî derbas bûbû, loma Pawlos wisa tewsiye kir 10 û got: “Zilamno, ez dibînim ku ev rêwitî dikare bibe sebeb ku em ne tenê bar û gemiya xwe, lê jiyana xwe jî winda bikin.” 11 Lê belê, li şûna ku fermandar guh bide Pawlos, wî guh da gemîvan û xwediyê gemiyê. 12 Ji ber ku ne baş bû ku ew zivistanê li lengergehê derbas bikin, gelekan tewsiye kir ku em herin û xîret bikin ku bigihîjin Finîksê û zivistanê li wê derê derbas bikin. Finîks lengergeha Girîtê bû, ya ku li başûr û li bakurê rojavayê dinêrî.
13 Gava bayekî hênik ji başûr ve hat, ew fikirîn ku ewê bigihîjin armanca xwe. Loma wan lenger kişandin jor û di ber aliyê Girîtê re nêzîkî devê behrê çûn. 14 Piştî wexteke kin, bayekî qewî ji bakurê rojhilatê* rabû. 15 Ji ber ku ba li gemiyê xist û me nikaribû li hember ba herin, me dev jê berda û hişt ku ba me bibe. 16 Em di ber giraveke biçûk a bi navê Kawda re derbas bûn, û me bi zorê destê xwe gihand qeyîka* ku li pişta gemiyê bû. 17 Piştî ku wan qeyîk kişand jor, wan gemî ji binî ve bi kendîran girêda. Ji ber ku gemîvan tirsiyan ku gemî ber bi Sîrtê ve here, wan bavanên gemiyê daxistin jêr û hişt ku ba wan bikişîne. 18 Ji ber ku ba em vir de wê de dibirin, gemîvanan roja din dest pê kir ku barê gemiyê bavêjin behrê. 19 Û di roja sisêyan de wan hacetên gemiyê jî avêtin behrê.
20 Gelek roj ne tev ne jî stêr xuya bûn, û bayekî qewî li gemiyê dixist. Di dawiyê de hêviya ku emê xelas bibin winda dibû. 21 Piştî ku wan wexteke dirêj xwarin nexwar, Pawlos di nav wan de rabû û got: “Zilamno, eger we guh bidaya şîreta min û ji Girîtê derneketana behrê, weyê ew qas zerar nedîta. 22 Lê niha ez ji we rica dikim, dilxurt bin. Çimkî kesek ji we wê nemire, bi tenê gemî wê ji destê me here. 23 Îşev, Xwedayê ku ez xizmetkarê wî me û ez jê re xizmeta pîroz dikim, melekek şand ba min, 24 ê ku wisa got: ‘Netirse Pawlos! Gerek tu herî ber Qeyser*. Va ye, Xwedê wê hem te hem jî hemû kesên ku bi te re ne, xelas bike.’ 25 Loma zilamno, bila dilê we xurt be! Çimkî ez baweriya xwe bi Xwedê tînim û emîn im ku hemû gotinên melek wê bên cih. 26 Lê gerek em gemiya xwe li giravekê bidin sekinandin.”
27 Îcar bû şeva 14an û em hê di Behra Adriyayê de diherikîn. Li dora nîvê şevê gemîvan fikirîn ku em nêzîkî devê behrê bûne. 28 Hingê wan kûrahiya avê pîvand û dîtin ku ew 36 metre kûr e. Ew hinek pêş ve çûn û dîsa pîvand, û wan dît ku av êdî 27 metre kûr e. 29 Ji ber ku ew ditirsiyan ku gemî li zinaran bikeve, wan çar lenger avêtin û hêvî dikirin ku roj derkeve. 30 Lê gava gemîvanan dixwest ji gemiyê birevin, wan wisa kir qey ew lenger diavêjin, lê wan qeyîk xist avê. 31 Wê demê Pawlos ji fermandar û eskeran re got: “Eger ev zilam di gemiyê de nemînin, hûn nikarin xelas bibin.” 32 Hingê eskeran benên qeyîkê jêkirin, û qeyîk ket avê.
33 Nêzîkî serê sibê Pawlos ji hemûyan rica kir ku ew hinek xwarinê bixwin. Wî got: “Îro roja 14an e ku hûn bi tirs li derdora xwe dinêrin, û we qet tiştek nexwariye. 34 Loma ez ji bo xêra we rica dikim ku hûn tiştekî bixwin, çimkî porek jî wê ji serê yekî ji we winda nebe.” 35 Piştî van gotinan, wî nan hilda, li ber wan ji Xwedê re şikir kir, nan şikand û xwar. 36 Hingê dilê hemûyan xurt bû, û wan jî dest pê kir ku tiştekî bixwin. 37 Di gemiyê de em bi temamî 276 kes bûn. 38 Piştî ku wan têr xwar, wan genim avêt behrê û barê gemiyê siviktir kir.
39 Gava bû roj, wan nizanî ku ew digihîjin ku derê, lê wan peraveke vala dît û dixwest gemiyê li wê derê bidin sekinandin. 40 Hingê wan kendîrên lengeran jêkirin ku ew bikevin avê. Di eynî demê de, wan benikên bêrikan sistkirin, bavana pêşiyê li ba vekirin û berê xwe dan peravê. 41 Lê gemî ket nav qûmê* û li wê derê sekinî. Serê gemiyê di qûmê de çikilî û qet neleqiya. Lê pişta gemiyê ji ber hêza pêlên avê ji hev vebû. 42 Hingê eskeran qerar da ku girtiyan bikujin, da ku tu kes avjeniyê neke û nereve. 43 Lê fermandar nehişt ku ew vê yekê bikin, ji ber ku wî dixwest Pawlos xelas bike. Wî emir da kesên ku dikarin avjeniyê bikin ku ew xwe bavêjin avê û pêşî bigihîjin devê behrê. 44 Û yên mayî dikarin yan li ser daran yan jî li ser parçeyên gemiyê piştî wan bên. Bi vî awayî, hemû kes bi selametî gihîştin devê behrê.
28 Piştî ku me xwe di emniyetê de hîs kir, me fehm kir ku navê vê giravê Malta ye. 2 Xelkê giravê* bi me re pir dilovan bûn. Ji ber ku baran dibarî û sar bû, wan agir vêxist û em hemû bi dilgermî qebûl kirin. 3 Lê gava Pawlos çend qirşik dan ber hev û danîn ser êgir, ji ber germê marek derket û destê wî gez kir. 4 Gava xelkê giravê dît ku marekî bijehr bi destê Pawlos ve daleqî ye, wan ji hevdû re got: “Bi rastî ev zilam mêrkuj e. Ew her çi qas sax û selamet ji behrê xelas bû, Edaletê* îzin neda ku ew sax bimîne.” 5 Lê Pawlos destê xwe vehejand, mar avêt nav êgir û tu zerar nedît. 6 Xelk li bendê bû ku destê wî biwerime û ew ji nişka ve bikeve û bimire. Piştî ku ew ji bo wexteke dirêj li bendê man û dîtin ku tiştekî xerab nehat serê wî, wan fikra xwe guherand û digot ku ew îlahek e.
7 Nêzîkî wê derê erdên mezinê giravê hebûn, û navê wî kesî Pûbliyos bû. Wî bixêrhatina me kir û em sê roj li mala xwe kirin mêvan. 8 Wê demê bavê Pûbliyos di nav nivînan de bû, çimkî tayê ew girtibû û ew bi zikêşê ve nexweş ketibû. Pawlos çû ba wî, dua kir, destên xwe danîn ser wî û ew qenc kir. 9 Piştî vê yekê mirovên giravê, yên ku nexweş bûn, hatin ba wî û qenc bûn. 10 Wan qedrê me digirt û gelek hediye dan me. Û gava em hazir bûn ku bikevin rê, wan hemû tiştên ku hewcedariya me bi wan hebû, xistin gemiyê.
11 Piştî sê mehan, em li gemiyeke Îskenderiyeyî siwar bûn, a ku zivistan li vê giravê derbas kiribû. Li ser serê vê gemiyê şiklê “Kurên Zews” hebû. 12 Em gihîştin Sîrakosê û sê roj li wê derê man. 13 Ji wê derê em çûn Rêgiyomê. Rojek bi şûn de bayek ji başûr rabû, û roja diduyan em êdî gihîştin Pûtêoliyê. 14 Li Pûtêoliyê me bira dîtin, û wan ji me rica kir ku em heft roj li ba wan bimînin. Piştre em ber bi Romayê ve çûn. 15 Gava birayên Romayî bihîst ku em hatin, ew heta Meydana Apiyos û cihekî bi navê Sê Mêvanxane hatin pêşiya me. Gava Pawlos ew dîtin, wî ji Xwedê re şikir kir, û dilê wî xurt bû. 16 Dawiya dawî em ketin Romayê, û ji Pawlos re îzin hat dayîn ku ew bi eskerê ku nobedariya wî dikir bi tenê bimîne.
17 Piştî sê rojan Pawlos gazî rêberên xelkê Cihûyan kir. Gava ew li hev top bûn, wî ji wan re got: “Birano, her çi qas min tiştek li dijî xelkê yan li dijî adetên bav û kalên me nekiriye jî , ez li Orşelîmê hatim girtin û dayîn destê Romayiyan. 18 Piştî ku wan ez dam ber pirsan, wan dixwest min berdin, ji ber ku sebebê kuştina min tunebû. 19 Cihû li dijî vê yekê rabûn, û ez mecbûr mam ku doza xwe bibim ber Qeyser*, lê ne ji ber vê yekê ku ez şikayetê li miletê xwe bikim. 20 Loma min rica kir ku ez we bibînim û bi we re xeber bidim. Ez ji ber kesê ku Îsraîl li benda wî ye bi van zincîran hatime girêdan.” 21 Wan ji wî re got: “Me li ser te tu name ji Cihûstanê nestandiye, û ne jî yek ji birayên ku ji wê derê hatine li ser te tiştekî xerab negotiye. 22 Lê em difikirin ku hêja ye ku em nêrîna te li ser vê yekê pê bihesin, çimkî li her derê li dijî vê mezhebê tê xeberdan.”
23 Îcar wan rojek hilbijart ku wî bibînin, û bi zêdetir kesan re hatin cihê ku Pawlos lê dima. Ji sibehê heta êvarê wî bi wan re xeber da û hûr û kûr behsa Hukimdariya Xwedê kir. Wî xîret kir ku hem bi destê Qanûna Mûsa, hem jî bi destê Nivîsarên Pêxemberan wan bi Îsa bide bawerkirin. 24 Hin kesan baweriya xwe bi gotinên wî anî, kesên din jî neanî. 25 Ji ber ku nêrîna wan ji hev cuda bû, ew ji wê derê diçûn, û hingê Pawlos wisa got:
“Ruhê pîroz bi devê Îşaya pêxember çi qas rast ji bav û kalên we re gotibû: 26 ‘Here ba vî miletî û bibêje: “Hûn bibihîzin jî, hûnê tu caran fehm nekin. Hûn binêrin jî, hûnê tu caran nebînin. 27 Çimkî dilê vî miletî hişk bûye, wan bi guhên xwe bihîst, lê tiştek nekir, û wan çavên xwe girtin, da ku ew bi çavên xwe nebînin, û bi guhên xwe nebihîzin û bi dilê xwe fehm nekin û venegerin ba min ku ez wan qenc bikim.”’ 28 Loma bila hûn bizanin ku xebera xelasiyê ya ku ji Xwedê tê, ji miletên din re hatiye şandin û ewê guh bidin vê xeberê.” 29 ——*
30 Pawlos tam du sal li mala ku wî kirê kiribû ma, û her kesê ku dihat ba wî, wî ew bi dilgermî qebûl dikir. 31 Wî ji wan re behsa Hukimdariya Xwedê dikir û ew bê tirs li ser Efendiyê me Îsa Mesîh hîn dikirin, û tu kes rêya wî nedigirt.
Yan “Yûhena”.
Yan “imad dikir; bin av dikir”.
Yan “imadkirin; binavkirin”.
Yan “heta kujê dinyayê yê herî dûr”.
Bi Yûnanî “rêya rojeke Sebtê”. Di roja Sebtê de, îzna Cihûyan hebû ku ew tenê ew qas bimeşin.
Yan “Yûhena”.
Yan “imad kir; bin av kir”.
Li vir “Asya” tê maneya eyaleta li Împaratoriya Romayê.
Yanî 11 şandî.
Bi herfî “saeta sisêyan”. Wê demê saet ji şebeqê ve dihat hejmartin.
Yan “tav”.
Yan “Nisret”.
Bi herfî “ji jana mirinê”.
Bi herfî “bedena min”.
Bi herfî “Hades”. Yanî cihekî mecazî ku mirî li wê derê ne.
Yan “li ber rûyê xwe”.
Yan “veşartin; binaxkirin”.
Yan “Hades”. Cihekî mecazî ku mirî li wê derê ne.
Yan “imadkirin; binavkirin”.
Yan “nifş”.
Yan “imad bûn; bin av bûn”.
Yan “bi hev re parve dikirin”.
Bi herfî “saeta nehan”. Wê demê saet ji şebeqê ve dihatin hejmartin.
Yan “Nisret”.
Rê yan korîdora bi stûn û banî.
Bi herfî “xîşkirin”. Yanî tunekirin.
Yan “Nisret”.
Bi herfî “serê goşe”. Wisa tê fehmkirin ku vî kevirî du dîwar li qunceya jorîn bi hev ve digirtin, loma ew wek kevirê herî muhîm dihat dîtin.
Yan “bi mêrxasî; bi dilekî xurt”.
Yanî wan perwerdeya di mektebên dînî de nestandiye. Ev nayê maneya ku ew kesên bi temamî nexwendî bûn.
Li vir behsa navê Îsa dikin.
Yan “hilbijartiyê wî”.
Bi herfî “destê te”.
Bi herfî “yek dil û can bûn”.
Yan “veşartin; bin ax kirin”.
Rê yan korîdora bi stûn û banî.
Bi herfî “ruhên nepak”.
Yanî 12 şandî.
Yan “ev bawerî qebûl kir”.
Yan “Nisret”.
Yan “genim”.
Yan “miletê xwe”.
Bi herfî “sandal”.
Yan “Konê ku nîşan dida ku Xwedê bi wan re bû”.
Yanî Mesîh.
Bi herfî “ruh”.
Yan “veşartin; bin ax kirin”.
Yan belkî “yek ji bajarên Sameriyê”.
Bi herfî “ruhên nepak”.
Yan “şel û şeht”.
Yan “imadkirin; binavkirin”.
Bi herfî “xadim”.
Yan “qralîçe”.
Bi herfî “Xadim”.
Bi herfî “xadim”.
Yan “imad bibim; bin av bibim”.
Ayeta 37an di hin destnivîsên herî kevn ên Yûnanî de nayê dîtin. Lê dîsa jî, ev ayet di hin destnivîsên Kitêba Pîroz de derbas dibe.
Yan “imad kir; bin av kir”.
Bi herfî “Xadim”.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Bi herfî “li pîrozên te”.
Yan “imadkirin; binavkirin”.
Bi herfî “kesên ku gazî vî navî dikin”.
Bi herfî “yên pîroz”.
Yan “şel û şeht”.
Navê wê bi Aramî Tabîta ye, ya ku tê maneya Xezal.
Bi herfî “yên pîroz”.
Yan “sersed”. Kesekî ku di ser 100 eskerî re ye.
Bi herfî “li dora saeta nehan”. Wê demê saet ji şebeqê ve dihat hejmartin.
Bi herfî “li dora saeta şeşan”. Wê demê saet ji şebeqê ve dihat hejmartin.
Bi herfî “yek ji cureyên firaqan”.
Bi herfî “firaq”.
Yanî ruhê Xwedê.
Bi herfî “saeta nehan”. Wê demê saet ji şebeqê ve dihat hejmartin.
Yan “Yûhena”.
Yan “imadbûn; binavbûn”.
Yan “Nisret”.
Yan “bawermendên ku hatibûn sinetkirin”.
Yan “imad bibin; bin av bibin”.
Bi herfî “yek ji cureyên firaqan”.
Yanî ruhê Xwedê.
Yan “Yûhena”.
Yan “imad dike; bin av dike”.
Yan “Sezar”.
Yan “Nanê Şkeva”.
Yan “wî li ber xelkê sûcdar bike”.
Bi herfî “sandal”.
Yanî Aqûbê birayê Îsa ji aliyê dayikê ve.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Yanî Baryêşû, yê ku di ayeta 6an de derbas dibe.
Yan “tav”.
Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Yan “Yûhena”.
Yan “imad bibin; bin av bibin”.
Yan “Yûhena”.
Bi herfî “sandal”.
Yanî Îsa.
Yan “li gor daxwaza Xwedê xizmet dikir”.
Bi herfî “ket xewa mirinê”.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Yan “nifş”.
Yan “konê”.
Yanî heywanên ku xwîna wan bi awayekî rast nehat rijandin.
Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji bo Cihûyan wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Ayeta 34an di hin destnivîsên herî kevn ên Yûnanî de nayê dîtin. Lê dîsa jî, ev ayet di hin destnivîsên Kitêba Pîroz de derbas dibe.
Li vir “Asya” tê maneya eyaleta li Împaratoriya Romayê.
Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji bo Cihûyan wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.
Yanî qumaşê erxewanî
Yan “imad bûn; bin av bûn”.
Bi herfî “ruh”.
Lingên wan di nav du parçeyên dar de hatin girêdan.
Yan “imad bûn; bin av bûn”.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji bo Cihûyan wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.
Yan “Sezar”.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Bi herfî “Arêopagos”.
Yan “dîndartir in”.
Bi herfî “Arêopagos”.
Yan “Sezar”.
Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji bo Cihûyan wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Bi herfî “Ez paqij im”.
Yan “imad bûn; bin av bûn”.
Yan “bi devkî hatibû hînkirin”.
Yan “imada; binavbûna”.
Yan “Yûhena”.
Yan “imadkirin; binavkirin”.
Yan “Yûhena”.
Yan “Yûhena”.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Yan “dilê xwe hişk dikir û bawer nedikir”.
Bi herfî “ruhên xerab”.
Li vir “Asya” tê maneya eyaleta li Împaratoriya Romayê.
Yan “talûke”.
Li vir “Asya” tê maneya eyaleta li Împaratoriya Romayê.
Yan “Nanê Şkeva”.
Li vir “Asya” tê maneya eyaleta li Împaratoriya Romayê.
Li vir “Asya” tê maneya eyaleta li Împaratoriya Romayê.
Yan “ji bo xêra we”.
Yan “jiyan”.
Yanî ruhê Xwedê.
Yanî heywanên ku xwîna wan bi awayekî rast nehat rijandin.
Yan “merdîwan”.
Yan “Nisret”.
Yanî Mesîh.
Yan “imad bibe; bin av bibe.”
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Ev gotin ji bo kesên durû dihat gotin.
Bi herfî “saeta sisêyan a şevê.” Saet piştî ku roj diçû ava dihat hejmartin.
Yan “avûkat; muhamî”.
Ayeta 7an di hin destnivîsên herî kevn ên Yûnanî de nayê dîtin. Lê dîsa jî, ev ayet di hin destnivîsên Kitêba Pîroz de derbas dibe.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Li vir “Asya” tê maneya eyaleta li Împaratoriya Romayê.
Yan “Sezar”.
Sernavê Împaratorê Romayê.
Sernavê Împaratorê Romayê.
Bi herfî “yên pîroz”.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
Yan “tav”.
Yan “tiştên ku bi min ve girêdayî ne”.
Yan “Sezar”.
Sernavê Împaratorê Romayî.
Li vir “Asya” tê maneya eyaleta li Împaratoriya Romayê.
Ji vî bayî re Evrakîlon dihat gotin.
Yan “belem”.
Yan “Sezar”.
Yan “xîz; remil”.
Yan “Xelkê ku bi zimanê Yûnanî xeber nedida”.
Li vir peyva Yûnanî “Dîkê” derbas dibe, ya ku bi îhtimaleke mezin tê maneya îlaheya edaletê.
Yan “Sezar”.
Ayeta 29an di hin destnivîsên herî kevn ên Yûnanî de nayê dîtin. Lê dîsa jî, ev ayet di hin destnivîsên Kitêba Pîroz de derbas dibe.