NAMEYA JI ROMAYIYAN RE
1 Ez, Pawlos, xulamê Mesîh Îsa, yê ku wek şandî hatime gazîkirin û hilbijartin ku mizgîniya Xwedê belav bikim, vê nameyê dinivîsim. 2 Xwedê ev mizgînî ji berê ve bi destê pêxemberên xwe di Nivîsarên Pîroz de soz dabû. 3 Ev xeber li ser Kurê wî ye, yê ku ji zuriyeta Dawid bû. 4 Eşkere ye ku ew Kurê Xwedê ye, çimkî Xwedê qudreta ruhê xweyî pîroz bi kar anî ku wî ji mirinê rake. Belê, ew Efendiyê me Îsa Mesîh e. 5 Bi destê wî Xwedê qenciya xwe ya mezin li me kir. Îsa ez wek şandî hilbijartime, da ku ez alî mirovên ji hemû miletan bikim ku ew bawer bikin, guhdar bin û rûmetê bidin navê wî. 6 Hûn jî di nav van miletan de ne, yên ku hatine dawetkirin ku li pey Îsa Mesîh herin. 7 Ev name ji bo hemû kesên li Romayê ye, yên ku Xwedê ji wan hez kiriye û wek kesên pîroz gazî wan kiriye:
Bila aştî û qenciya mezin ji Bavê me Xwedê û ji Efendiyê me Îsa Mesîh bi we re be!
8 Berî her tiştî, ez bi navê Îsa Mesîh ji bo we hemûyan ji Xwedayê xwe şikir re dikim, çimkî li seranserê dinyayê behsa baweriya we tê kirin. 9 Ez bi temamiya dilê xwe ji Xwedê re xizmet dikim û mizgîniya li ser Kurê wî didim bihîstin. Xwedê şahid e ku ez her tim di duayên xwe de behsa we dikim. 10 Ez dua dikim ku eger mumkin be û eger Xwedê bixwaze, ezê rojekê bêm ba we. 11 Ez hesreta wê rojê me ku ez we bibînim û pêşkêşeke ruhanî bidim we, da ku baweriya we xurt bikim; 12 yan jî da ku em hevdû xurt bikin, ez bi baweriya we û hûn bi baweriya min xurt bibin.
13 Birano, ez dixwazim ku hûn bizanin ku min gelek caran xîret kiriye ku ez bêm ba we, lê belê ev yek ne mumkin bû. Min dixwest ku xizmeta min wek di nav miletên din de, di nav we de jî netîceyên baş bîne. 14 Ez deyndarê hemû mirovan im: Hem kesên Yûnan û xerîb, hem jî kesên bihîkmet û nezan. 15 Loma ez pir dixwazim li Romayê ji we re jî mizgîniyê belav bikim. 16 Ez ji ber mizgîniyê şerm nakim. Çimkî bi destê mizgîniyê Xwedê qudreta xwe nîşan dide, da ku hemû kesên ku bawer dikin xelas bike, pêşî Cihûyan û paşê jî Yûnanan. 17 Rastdariya Xwedê ji kesên ku bawer dikin re eşkere dibe, û ev yek baweriya wan xurt dike. Wek ku di Nivîsarên Pîroz de hatiye nivîsîn: “Yê rast wê bi saya baweriya xwe bijî.”
18 Xezeba Xwedê ji ezmên li dijî kirinên xerab û nerast, ên ku mirov dikin, tê rijandin*, çimkî ew nahêlin ku rastî eşkere bibe. 19 Hemû tiştên li ser Xwedê ji wan re bi zelalî hatine eşkerekirin, ji ber ku Xwedê xwe bi xwe ev tişt ji wan re eşkere kirine. 20 Eger em hûr û kûr bala xwe bidinê ku dinya çawa hatiye çêkirin, emê sifetên wî yên ku nayên dîtin, bibînin. Eger em li ser tiştên ku wî çêkirine kûr bifikirin, emê hîn bibin ku Xwedê yekî çawa ye. Ev tişt qudreta wî ya bêsînor nîşan didin û îsbat dikin ku ew Xwedê ye. Kesên ku çavên xwe li ser van îsbatan digirin, mehneya wan tune ye. 21 Wan Xwedê her çi qas nas dikir jî, wan ew wek Xwedayê xwe qebûl nekir û jê re şikir nekir. Wan xwe da fikrên pûç, û dilê wan ê nezan tarî bûye. 22 Ew xwe wek kesên bihîkmet nîşan didin, lê bi eslê xwe bêaqil in. 23 Li şûna ku ew rûmetê bidin Xwedayê ku her û her dijî, ew rûmetê didin pûtên ku dişibin mirovên ku dimirin û pûtên ku dişibin teyr, heywanên çarling, mar û xwijokan.
24 Îcar Xwedê dev ji wan berda û îzin da ku ew li gor daxwazên xerab ên dilê xwe hereket bikin û bedena xwe pîs bikin. 25 Li şûna rastiya Xwedê, ew ji derewê hez dikin. Ew ji tiştên ku Xwedê xuliqandine* re îbadetê dikin, li şûna ku ew ji Xaliq* re îbadetê bikin, ê ku gerek her û her pesnê wî bê dayîn. Amîn. 26 Loma Xwedê dev ji wan berda û ew dan destê xwestekên cinsî yên eyb û şerm. Jin dev ji tebîeta xwe berdidin û bi zilam re ranakevin, lê bi jinan re radikevin. 27 Bi eynî awayî, zilam jî dev ji tebîeta xwe berdidin û bi jinan re ranakevin, lê di şehweta xwe de bi zilaman re radikevin û bi hev re tiştên pîs dikin. Ji ber gunehên xwe, ewê temamiya cezayê xwe bistînin.
28 Ji ber ku wan hêja nedidît ku ew Xwedê qebûl bikin, Xwedê hişt ku ew dewam bikin ku li ser tiştên pûç bifikirin û tiştên ku gerek ew nekin, bikin. 29 Mirovên wisa bi van tiştan ve tije ne: Neheqî, xerabî, çavbirçîtî, neqencî, hesûdî, kuştin, şer, derew û hîlebazî. Ew paşgotiniyê dikin, 30 buxtanker in, ji Xwedê nefret dikin, bêedeb in, pozbilind in, qure ne û xerabiyê çêdikin*. Ew guhdariya dê û bavê xwe nakin, 31 serhişk in, li ser soza xwe namînin, hezkirina wan tune ye û ew bêrehm in. 32 Ew baş dizanin ku li gor qanûna Xwedê, mirovên ku tiştên wisa dikin hêjayî mirinê ne. Dîsa jî ew van tiştan dikin û bi kesên ku eynî tiştan dikin razî ne.
2 Îcar, ferq nake ku tu kî yî, eger tu kesên din ji bo tiştên ku tu bi xwe dikî, mehkûm bikî, mehneya te tune ye. Gava tu kesên din mehkûm dikî, tu xwe mehkûm dikî. 2 Lê em dizanin ku gava Xwedê mirovên ku tiştên wisa dikin, mehkûm dike, hukmê wî rast e.
3 Eger tu mirovan ji bo tiştên ku tu bi xwe dikî, mehkûm dikî, ma tu difikirî ku tu dikarî ji hukmê Xwedê birevî? 4 Ma tu nabînî ku ew qencî, bêhnfirehî û sebra xwe bi zêdeyî nîşanî te dide? Ma tu fehm nakî ku Xwedê dixwaze bi qenciya xwe alî te bike ku tu tobe bikî? 5 Lê eger tu serhişk bî û nexwazî tobe bikî, Xwedê wê di roja xezeba xwe de, gava ew hukmê rast bide, te ceza bike. 6 Ewê li gor kirinên her kesî yan xelatê bide wî yan jî wî ceza bike. 7 Xwedê wê jiyana herheyî bide kesên ku bi dewamî qenciyê dikin. Mirovên wisa li rûmet, hurmet û jiyana heta hetayê digerin. 8 Lê belê, Xwedê wê xezeb û hêrsa xwe li ser kesên ku ji minaqeşekirinê hez dikin û guh nadin rastiyê, birijîne. 9 Her mirovê ku xerabiyê dike wê cefayê bikişîne, ferq nake ew Cihû be yan jî Yûnan be. 10 Lê her mirovê ku qenciyê dike wê rûmet, hurmet û aştiyê bistîne, pêşî Cihû û paşê jî Yûnan. 11 Çimkî Xwedê ferq û cudahiyê naxe nav mirovan.
12 Her kesê ku bê Qanûna Mûsa guneh kiriye, ewê bê Qanûnê bimire. Lê her kesê ku di bin Qanûnê de guneh kiriye, ewê li gor Qanûnê hukim bistîne. 13 Ne kesê ku Qanûnê dizane di çavê Xwedê de yekî rast e, lê kesê ku li gor Qanûnê dijî di çavê Xwedê de yekî rast e. 14 Qanûn li ba kesên ku ne Cihû ne tune ye. Lê gava ew tiştên ku ji bo wan xwezayî ne dikin û bi vî awayî li gor Qanûnê dijîn, ew nîşan didin ku Qanûn di dilê wan de ye. 15 Ew îsbat dikin ku tiştên ku Qanûn hîn dike di dilê wan de nivîsî ne, û wijdanê wan jî vê yekê qebûl dike. Û ew ji aliyê fikrên xwe ve yan tên sûcdarkirin yan jî bêsûc tên dîtin. 16 Li gor mizgîniya ku ez belav dikim, roja ku Xwedê wê bi destê Mesîh Îsa mirovan ji bo kirinên wan û fikrên wan ên veşartî mehkûm bike, ev hemû tişt wê çêbin.
17 Tu xwe wek yekî Cihû bi nav dikî, û baweriya xwe bi qanûnê tînî û serbilind î ku tu aîdî miletê Xwedê yî. 18 Tu daxwaza Xwedê dizanî û tiştên rast qebûl dikî, çimkî tu li gor Qanûnê hatiyî perwedekirin. 19 Tu bawer î ku tu ji bo koran rêber î û ji bo kesên ku di nav tariyê de ne ronahî yî. 20 Ji ber ku tu esasê zanîn û rastiya Qanûnê dizanî, tu difikirî ku tu dikarî kesên nezan serrast bikî û zarokan hîn bikî. 21 Ey tu, yê ku kesên din hîn dikî, çima tu xwe hîn nakî? Tu dibêjî “Nedize”, lê çima tu bi xwe didizî? 22 Tu dibêjî “Zinayê neke”, lê çima tu bi xwe zinayê dikî? Tu dibêjî ku tu ji pûtan nefret dikî, îcar tu çima îbadetgehan talan dikî? 23 Tu ji ber zanîna qanûna Xwedê serbilind î, îcar çima tu Qanûnê binpê dikî û bi vê yekê Xwedê bêrûmet dikî? 24 Çawa ku di Nivîsarên Pîroz de hatiye nivîsîn: “Ji ber we di nav mirovên vê dinyayê de navê Xwedê tê reşkirin*.”
25 Eger tu xwe li Qanûnê digirî, feydeya sinetê heye. Lê eger tu xwe li Qanûnê nagirî, îcar sineta te bêfeyde ye. 26 Lê eger mirovekî ku nehatiye sinetkirin xwe li gor qaîdeyên rast ên Qanûnê digire, ma ew di çavê Xwedê de wek kesekî sinetkirî nayê dîtin? 27 Te perwerdeya li ser sinet û Qanûnê standiyê, lê tu li gor Qanûnê najî. Ji ber vê yekê kesê nesinetkirî, yê ku li gor Qanûnê dijî, te mehkûm dike. 28 Çimkî Cihûyekî rast ne tenê bi şeklê xwe Cihû ye, û sinet ne tenê li ser bedenê hatiye kirin. 29 Lê Cihûyekî rast di hundirê xwe de Cihû ye, û sineta wî jî bi ruhê pîroz li ser dilê wî hatiye kirin, û ne bi girtina Qanûnê ve girêdayî ye. Kesekî wisa ne ji mirovan, lê ji Xwedê pesnan distîne.
3 Feydeya vê yekê ku kesek Cihû ye çi ye? Yan jî feydeya sinetê çi ye? 2 Gelek feyde hene: Mesela, Xwedê xeberên xwe yên pîroz emanetî Cihûyan kirine. 3 Lê eger hin ji wan ne dilsoz bin, çi wê çêbe? Ma kêmasiya baweriya wan tê maneya ku Xwedê ne dilsoz e? 4 Helbet na! Eger hemû mirov derewan bikin jî, Xwedê wê her tim rastiyê bibêje. Çawa ku hatiye nivîsîn: “Tuyê di gotinên xwe de rast bêyî derxistin, û gava te sûcdar bikin, tuyê bi ser bikevî.” 5 Neheqiya me baş nîşan dide ku Xwedê heq e. Gava Xwedê hêrsa xwe tîne ser me, ma ew neheq e? (Ez wek hin mirovan dibêjim.) 6 Na! Xwedê ne neheq e! Eger wisa be, Xwedê wê çawa hukmê dinyayê bide?
7 Wekî din, eger derewa min zêdetir nîşan dide ku Xwedê rast e û rûmetê dide wî, hin kes wê bipirsin: “Îcar ez çima wek yekî gunehkar têm sûcdarkirin?” 8 Û em çima van gotinên ku hin kes davêjin ser me, nabêjin: “Bila em xerabiyê bikin, da ku qencî derkeve?” Mirovên ku van gotinan davêjin ser me, ewê li gor edaletê hukim bistînin.
9 Ma em Cihû ji kesên din çêtir in? Helbet na! Çawa ku me êdî gotibû, hem Cihû hem jî Yûnan gunehkar in. 10 Di Nivîsarên Pîroz de hatiye nivîsîn: “Mirovekî rast tune ye, heta yek jî tune ye. 11 Kesê ku fehm dike tune ye. Kesê ku li Xwedê digere tune ye. 12 Hemû mirovan xwe ji Xwedê dûr xist û bêkêr bûn. Kesê ku qenciyê dike tune ye, heta yek jî tune ye.” 13 “Xeberdana wan dikare mirovan bikuje*.” “Ew bi zimanê xwe derewan dikin.” “Jehra maran li ser lêvên wan e.” 14 “Devê wan tijî nifir û tehliyê ye.” 15 “Ew zalim in û xwînê dirijînin*.” 16 “Ew her tim mirovan wêran dikin û dibin sebebê perîşaniya wan, 17 û ew rêya aştiyê nizanin.” 18 “Tirsa Xwedê di dilê wan de tune ye.”
19 Em dizanin ku her tiştê ku di Qanûnê de nivîsî ye, ji bo kesên ku di bin Qanûnê de ne hatiye gotin. Armanca wê ev e ku mirov li mehneyan negerin, û ku eşkere bibe ku temamiya dinyayê li ber Xwedê sûcdar e û hêjayî ceza ye. 20 Loma ev yek ku mirov xwe li Qanûnê digire, nikare wî li ber çavê Xwedê rast derxîne. Qanûn alî me dike ku em fehm bikin ku guneh çi ye.
21 Lê belê niha em fehm dikin ku mirov bêyî Qanûnê dikare di çavê Xwedê de wek yekî rast bê derxistin. Ev yek di Qanûn û Nivîsarên Pêxemberan de jî tê gotin. 22 Rastdariya Xwedê bi saya baweriya bi Îsa Mesîh ji hemû kesên ku bawer dikin re, eşkere bûye. Çimkî Xwedê ferq û cudahiyê naxe nav mirovan. 23 Hemûyan guneh kiriye û tu kes nikare bigihîje rûmeta Xwedê. 24 Xwedê ev hediye daye kesên ku wî bi qenciya xwe ya mezin ew wek kesên rast derxistine. Ji bo vê, Îsa Mesîh bi saya fîdyeyê ew ji guneh xelas kirine. 25 Xwedê Îsa wek qurban pêşkêş kir ku bi saya baweriya bi xwîna wî kefaretê bide mirovan. Xwedê ev yek kir, da ku rastdariya xwe nîşan bide. Bi vê yekê ku wî gunehên berê efû kirin, ew sebra xwe nîşan dide. 26 Wekî din, ew bi vê yekê ku ew kesekî ku bi Îsa bawer dike, rast derdixe, rastdariya xwe nîşan dide.
27 Îcar, ma sebebek heye ku em pesnê xwe bidin? Na, sebebek tune ye. Ma lazim e ku em pesnê xwe bidin ku em guhdariya Qanûnê dikin? Na, gerek em serbilind bin ku em li pey qanûna baweriyê diçin. 28 Çimkî em dizanin ku mirov ne bi vê yekê ku ew xwe li Qanûnê digire, lê bi saya baweriyê wek kesekî rast tê derxistin. 29 Ma Xwedê tenê Xwedayê Cihûyan e? Ma ew ne Xwedayê miletên din e jî? Belê, ew Xwedayê mirovên hemû miletan e. 30 Ji ber ku Xwedê yek e, ewê hem kesên sinetkirî hem jî kesên nesinetkirî bi saya baweriya wan rast derxîne. 31 Madem ku wisa ye, ma em bi baweriya xwe Qanûnê betal dikin? Na! Em destekê didin Qanûnê.
4 Em dikarin li ser bavê me Birahîm çi bibêjin? 2 Eger Birahîm ji ber kirinên xwe rast bihata derxistin, îcar sebebê wî wê hebûya ku ew pesnê xwe bide, lê belê ne li ber Xwedê. 3 Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? “Birahîm baweriya xwe bi Yehowa anî, û ew wek kesekî rast hat hesabkirin.” 4 Mirovê ku kar dike meaşê xwe ne wek hediye, lê wek heqê karê xwe distîne. 5 Lê belê, mirovê ku baweriya xwe ne bi kirinên xwe, lê bi Xwedê tîne, Xwedê, yê ku mirovên xerab rast derdixe, baweriya wî kesî rast hesab dike. 6 Dawid jî li ser mirovê ku Xwedê wî ne ji ber kirinên wî wek kesekî rast hesab dike, dibêje ku ew dilxweş e. Wî wisa got: 7 “Çi qas dilxweş in kesên ku şaşiyên wan hatine efûkirin û gunehên wan hatine jibîrkirin*. 8 Çi qas dilxweş e mirovê ku Yehowa gunehê wî hesab nake.”
9 Ma tenê kesên ku hatine sinetkirin dilxweş in? Yan kesên ku nehatine sinetkirin jî dikarin dilxweş bibin? Ma em nabêjin: “Birahîm bi baweriya xwe wek kesekî rast hat hesabkirin”? 10 Gelo di kîjan halî de ew bi saya baweriya xwe wek kesekî rast hat hesabkirin? Berî ku ew hat sinetkirin yan piştî ku ew hat sinetkirin? Ev yek berî ku ew hat sinetkirin çêbû. 11 Belê, gava Birahîm hê nesinetkirî bû, ew bi saya baweriya xwe wek kesekî rast hat hesabkirin û wî nîşanek, yanî sinetkirin, wek mor stand. Ev yek wisa çêbû, da ku ew bibe bavê hemû kesên ku nesinetkirî bûn, lê bawer dikirin ku ew jî wek kesên rast bên dîtin. 12 Bi vî awayî Birahîm bû bavê kesên sinetkirî. Lê belê, ne bi tenê ji bo kesên ku tên sinetkirin, lê wisa jî ji bo kesên ku li pey şopa baweriya bavê me Birahîm berî ku ew hat sinetkirin, diçin.
13 Çimkî Birahîm soza ku ew û zuriyeta wî wê dinyayê wek mîras bistîne, ne bi pêkanîna Qanûnê, lê bi rastdariya li ser esasê baweriya xwe stand. 14 Eger kesên ku xwe li Qanûnê digirin mîrasgirên vê sozê bin, îcar bawerî pûç e û soza Birahîm bêmane ye. 15 Binpêkirina Qanûnê xezeba Xwedê tîne meydanê, lê eger qanûn tune be, ew nikare bê binpêkirin.
16 Ev e sebeb ku em vê sozê bi destê baweriyê distînin, çimkî ev hediyeya Xwedê ji bo me ye. Temamiya zuriyeta Birahîm dikare vê sozê bistîne, hem kesên ku xwe li Qanûnê digirin hem jî kesên ku baweriya wan wek baweriya Birahîm e, yê ku bavê me hemûyan e. 17 (Wek di Nivîsarên Pîroz de nivîsî ye: “Min tu kirî bavê gelek miletan.”) Birahîm baweriya xwe li ber Xwedê nîşan da, Xwedayê ku miriyan sax dike û behsa tiştên ku hê tune ne dike, qey ew hene. 18 Birahîm di halekî bêhêvî de bû, lê dîsa jî wî hêvî dikir û bawer dikir ku ewê bibe bavê gelek miletan, ji ber ku Xwedê jê re wisa got: “Zuriyeta te jî wê wisa be.” 19 Her çi qas baweriya wî ne sist bû jî, ew difikirî ku zarokên wî wê çênebin (çimkî emrê wî li dora 100 salî bû), û ku Sara êdî pîr e û nikare zarokan bîne. 20 Lê ji ber soza ku Xwedê dabû wî, ew tu caran dudilî nebû, û baweriya wî sist nedibû. Baweriya wî ew xurt dikir, û wî rûmet dida Xwedê. 21 Ew bi temamî bawer bû ku Xwedê dikare soza xwe bîne cih. 22 Bi saya baweriya xwe “ew wek kesekî rast hat hesabkirin”.
23 Lê belê, gotinên “ew wek kesekî rast hat hesabkirin”, ne bi tenê ji bo Birahîm hatine nivîsîn. 24 Ew ji bo me jî hatine nivîsîn. Emê jî wek kesên rast bên hesabkirin, çimkî em bi Xwedayê ku Efendiyê me Îsa ji nav miriyan rakiriye, bawer dikin. 25 Îsa ji bo gunehên me hat kuştin, û ew ji mirinê hat rakirin, da ku em wek kesên rast bên hesabkirin.
5 Îcar, ji ber ku em bi baweriya xwe wek kesên rast hatine derxistin, bila em bi saya Efendiyê me Îsa Mesîh bi Xwedê re di aştiyê de kêfxweş bin*. 2 Baweriya me ya bi Îsa ji bo me rê vedike ku em nêzîkî Xwedê bibin û ku Xwedê ji me razî be*. Bila em dilxweş bin ji ber ku hêviya me heye ku emê rûmetê ji Xwedê bistînin. 3 Wekî din, gava em tengasiyê dikişînin bila em dilxweş bin, çimkî em dizanin ku bi destê tengasiyan sebra me zêde dibe*. 4 Eger em sebir bikin, Xwedê wê ji me razî be, û razîbûna wî wê hêviyê bide me, 5 û hêvî me xeyalşikestî nake. Çimkî hezkirina Xwedê bi destê ruhê pîroz, ê ku ji me re hatiye dayîn, ketiye dilê me.
6 Gava em hê bêçare* bûn, Mesîh di wexta ku Xwedê hilbijartiye de ji bo mirovên gunehkar mir. 7 Ne her kes hazir e ku ji bo mirovekî rast bimire. Lê belê, ji bo mirovekî qenc belkî kesek hazir be ku bimire. 8 Lê gava em hê gunehkar bûn, Xwedê nîşan da ku ew ji me hez dike, çimkî Mesîh ji bo xatirê me mir. 9 Ev yek ku em bi xwîna Îsa wek kesên rast hatine derxistin me zêdetir dide bawerkirin ku em dikarin ji hêrsa Xwedê birevin. 10 Em dijminên Xwedê bûn, lê bi saya mirina Kurê wî em bûne dostên wî*. Madem ku em niha dostên Xwedê ne, şik û gumana me tune ye ku bi saya jiyana Îsa emê xelas bibin. 11 Ji xeynî vê, tiştên ku Xwedê bi destê Efendiyê me Îsa Mesîh kirine me dilxweş dikin, çimkî bi saya wî em niha bûne dostên Xwedê.
12 Lê belê, bi destê yek mirovî guneh ket dinyayê, û ji guneh mirin hat. Bi vî awayî mirin derbasî hemû mirovan bû, çimkî hemûyan guneh kir. 13 Berî Qanûnê guneh ketibû dinyayê, lê belê eger qanûn tune ye, mirov nikare ji ber gunehên xwe bê sûcdarkirin. 14 Ji rojên Adem heta rojên Mûsa mirin wek padîşah hukim ajot. Heta mirin li ser mirovên ku eynî wek Adem guneh nekir jî hukim ajot. Adem mînaka* wî kesê ku wê paşê bihata bû.
15 Lê belê, hediyeya Xwedê ne wek gunehê Adem e. Gelek kes ji ber gunehê Adem mirine. Lê qenciya mezin a Xwedê û hediyeya ku wî bi saya qenciya mirovekî, yanî Îsa Mesîh, daye, pir mezintir e. Bi saya vê hediyeyê, Xwedê bereketên xwe li ser gelek mirovan dirijîne. 16 Wekî din ferqa di nav hediyeya Xwedê û gunehê Adem de ev e: Gunehê vî mirovî bû sebeb ku hemû mirov neheq hatin derxistin, lê hediyeya Xwedê bû sebeb ku gelek mirov wek kesên rast hatin derxistin. 17 Ji ber gunehê Adem, mirin wek padîşah hukim ajot. Îcar em dikarin zêdetir bawer bikin ku qenciya mezin a Xwedê û hediyeya rastdariyê mezintir in. Kesên ku van tiştan distînin wê bi saya Îsa Mesîh bijîn û wek padîşah hukim bajon.
18 Çawa ku gunehê kesekî bû sebeb ku hemû mirov neheq hatin derxistin, bi eynî awayî kirineke rast bû sebeb ku gelek mirov rast tên derxistin ku bijîn. 19 Çawa ku bi neguhdariya yek mirovî gelek kes bûn gunehkar, bi eynî awayî bi guhdarîkirina yek mirovî gelek kes wê rast bên derxistin. 20 Qanûn hatiye dayîn ji bo ku eşkere bibe ku mirov çi qas gunehkar in. Lê gava zelal bû ku çi qas guneh heye, qenciya mezin a Xwedê jî zêde bûye. 21 Çawa ku guneh wek padîşah hukim dajo û mirinê tîne, qenciya mezin a Xwedê jî niha bi saya rastdariyê wek padîşah hukim dajo. Û ev yek wê bi saya Efendiyê me Îsa Mesîh jiyana herheyî bîne.
6 Ma ev yek tê maneya ku gerek em bi dewamî guneh bikin, da ku qenciya mezin a Xwedê zêde bibe? 2 Helbet na! Jiyana me ji aliyê guneh ve miriye, îcar em çawa dikarin guneh bikin? 3 Ma hûn fehm nakin ku em hemû, yên ku di Îsa Mesîh de vaftîz bûne*, di mirina wî de jî vaftîz bûne? 4 Gava em di mirina wî de vaftîz bûn, em bi wî re hatine defnkirin*. Û çawa ku Mesîh bi saya qudreta birûmet a Bav ji mirinê hat rakirin, emê jî bi jiyaneke nû bijîn. 5 Madem ku em wek wî mirine û bi vî awayî bi wî re di yekîtiyê de bûn, emê jî wek wî ji mirinê bên rakirin û bi vî awayî bi wî re di yekîtiyê de bin. 6 Em dizanin ku şexsiyeta me ya berê bi wî re li ser dar hatiye bizmarkirin*, da ku qeweta guneh di bedena me de nemîne û em êdî ji guneh re xulamtiyê nekin. 7 Çimkî gava mirov dimire, ew ji gunehê xwe azad dibe*.
8 Em bi Mesîh re mirine, û em bawer dikin ku emê bi wî re bijîn jî. 9 Em dizanin ku piştî ku Mesîh ji mirinê hat rakirin, ewê dîsa nemire. Qeweta mirinê êdî li ser wî tune ye. 10 Ji bo ku ew mirinê ji holê rake, wî bi tenê carekê mirin tehm kir. Lê jiyana ku ew dijî, ew ji bo pêkanîna daxwaza Xwedê dijî. 11 Bi eynî awayî, hûn xwe ji aliyê guneh ve wek kesên mirî hesab bikin, lê ji bo ku hûn daxwaza Xwedê wek şagirtên Îsa Mesîh pêk bînin xwe wek kesên sax hesab bikin.
12 Nehêlin ku guneh li ser jiyana we hukim bajo. Li gor xwestekên bedena xwe, ya ku dikare bimire, nekin. 13 Bedena xwe wek hacetekî ji bo xerabiyê* pêşkêşî guneh nekin. Lê xwe wek mirovên ku ji mirinê hatine rakirin pêşkêşî Xwedê bikin. Bedena xwe wek hacetekî ji bo qenciyê* pêşkêşî Xwedê bikin. 14 Bila guneh li ser we hukim nejo, çimkî hûn ne di bin Qanûnê de, lê di bin kerema Xwedê de ne.
15 Ji ber ku em ne di bin Qanûnê de, lê di bin kerema Xwedê de ne, ma ev yek tê maneya ku em dikarin guneh bikin? Helbet na! 16 Ma hûn nizanin ku hûn wek xulam guhdariya kê bikin, hûn dibin xulamê wî kesî? Yan hûn xulamên guneh in û hûnê bimirin yan jî hûn xulamên Xwedê ne û guh didin wî, û hûnê bibin kesên rast. 17 Lê şikir ji Xwedê re ku her çi qas hûn xulamên guneh bûn jî, hûn niha ji dil guh didin hîndariya ku we standiye. 18 Piştî ku hûn ji guneh azad bûn, hûn bûne xulamên rastdariyê. 19 Ji ber ku hûn ne kamil in, ez bi zimanekî hêsan bi we re xeber didim. We li gor xwestekên bedena xwe hereket dikir, û hûn xulamên nepakî û xerabiyê bûn. Lê niha gerek hûn li gor wan xwestekan hereket bikin, ên ku we dikin xulamên tiştên rast û pîroz. 20 Çimkî gava hûn xulamên guneh bûn, ne lazim bû ku hûn tiştên rast bikin.
21 Netîceya rabûn û rûniştina we ya berê çi bû? We tiştên wisa dikirin ku hûn niha ji ber wan şerm dikin, û dawiya wan tiştan mirin e. 22 Lê niha ji ber ku hûn ji guneh azad bûne, wek xulamên Xwedê tiştên pîroz bikin, û netîce wê jiyana heta hetayê be. 23 Çimkî meaşê ku guneh dide mirin e, lê hediyeya ku Xwedê bi saya Efendiyê me Îsa Mesîh dide me jiyana herheyî ye.
7 Birano, hûn ên ku Qanûnê dizanin, ez ji we re dibêjim: Ma hûn nizanin ku heta ku mirov sax e Qanûn li ser wî hukim dajo? 2 Mesela, jinikeke zewicî heta ku mêrê wê sax e, li gor qanûnê ew bi wî ve girêdayî ye. Lê eger mêrê wê bimire, jin ji qanûna ku gerek ew bi wî ve girêdayî be, azad dibe. 3 Eger mêrê wê hê sax e û ew bi zilamekî din re bizewice, ew zinayê dike. Lê eger mêrê wê bimire, ew ji qanûna ku gerek ew bi wî ve girêdayî be, azad dibe. Hingê, eger ew bi zilamekî din re bizewice, ew zinayê nake.
4 Bi eynî awayî, birano, bedena Mesîh hûn ji Qanûna Mûsa azad kirine ji bo ku hûn bibin aîdî wî kesê ku ji mirinê hat rakirin. Niha em dikarin ji bo xizmeta Xwedê bên bikaranîn. 5 Gava em li gor halê xweyî gunehkar dijiyan, Qanûnê em li ser xwestekên gunehkar ên di bedena me de hişyar dikirin. Û dawiya van tiştan tenê mirin e. 6 Lê niha em ji Qanûnê azad bûne, û em ji aliyê Qanûnê ve, ya ku em di destê wê de girtî bûn, mirine. Niha em ji Xwedê re bi awayekî nû xizmet dikin, yanî bi ruh û ne bi awayê kevn, ê ku di Qanûnê de nivîsî bû.
7 Îcar em çi bibêjin? Ma Qanûn guneh e? Helbet na! Eger Qanûn nebûya, minê fehm nekira ku guneh bi rastî çi ye. Eger di Qanûnê de wisa nehatiba gotin: “Çavê xwe neavêje tiştên kesekî din!”, minê nizanibûya ku nerast e ku mirov tiştên kesekî din bixwaze. 8 Lê guneh ev emir bi kar anî ku her cureyê çavbirçîtiyê di dilê min de hişyar bike. Bêyî vê Qanûnê, guneh mirî bû. 9 Bi rastî jî, berî ku Qanûn hat dayîn, ez sax bûm, lê gava Qanûn hat, guneh sax bû û ez mirim. 10 Û emrê ku gerek min ber bi jiyanê ve bibe, bi eslê xwe ez ber bi mirinê ve birime. 11 Guneh ev emir bi kar anî ku min bixapîne û bikuje. 12 Dîsa jî Qanûn pîroz e û emir jî pîroz e, rast e û baş e.
13 Ma tiştekî baş bû sebebê mirina min? Helbet na! Guneh bû sebebê mirina min. Qanûn baş e, lê ew zelal dike ku guneh bû sebebê mirina min. Bi vî awayî, emir nîşan da ku guneh bi rastî çi qas xerab e. 14 Em dizanin ku Qanûn bi saya ruh ji Xwedê ye, lê ez mirov im* û wek xulam ji guneh re hatime firotin. 15 Ez fehm nakim ku ez çi dikim. Çimkî tiştê ku ez dixwazim bikim ez nakim, lê tiştê ku ez jê nefret dikim ez dikim. 16 Ez qebûl dikim ku Qanûn baş e, lê dîsa jî tiştên ku ez naxwazim bikim ez dikim. 17 Ne ez van tiştên xerab dikim, lê gunehê ku di hundirê min de ye van tiştan dike. 18 Ez dizanim ku di hundirê min de, yanî di bedena min a gunehkar de, tiştekî baş tune ye. Her çi qas ez dixwazim tiştên qenc bikim jî, ji destê min nayê ku ez van bikim. 19 Tiştên baş, ên ku ez dixwazim bikim, ez nakim, lê tiştên xerab, ên ku ez naxwazim bikim, ez dikim. 20 Eger tiştên ku ez naxwazim bikim, ez dikim, îcar yê ku van tiştan dike ne ez im. Gunehê ku di hundirê min de ye van tiştan dike.
21 Ez di hal û rewşa xwe de vê qanûnê dibînim: Gava ez dixwazim tiştê rast bikim, ji hundirê min xerabî derdikeve. 22 Di kûrahiya dilê xwe de ez bi rastî ji qanûna Xwedê hez dikim. 23 Lê di bedena xwe de ez qanûneke din dibînim, a ku li dijî qanûna hişê* min micadele dike. Ev yek min dike girtiyê qanûna guneh, ya ku di bedena min de ye. 24 Ez rebeno! Kî wê min ji bedena ku min ber bi mirinê ve dibe xelas bike? 25 Şikir ji Xwedê re, çimkî ew min bi saya Efendiyê me Îsa Mesîh xelas dike! Belê, bi hişê xwe ez xulamê qanûna Xwedê me, lê bi bedena xwe ez xulamê qanûna guneh im.
8 Kesên ku bi Îsa Mesîh re di yekîtiyê de ne nayên mehkûmkirin. 2 Qanûna ruh, a ku jiyanê dide, tu, yanî şagirtê Îsa Mesîh, ji qanûna guneh û mirinê azad kirî. 3 Qanûna Mûsa nikaribû we azad bike, çimkî mirov gunehkar û sist in. Lê Xwedê ev yek kir. Wî Kurê xwe di şeklê mirovê* gunehkar de şand dinyayê, da ku guneh ji holê rake. Bi vî awayî Xwedê gunehê di hundirê mirovan de mehkûm kir. 4 Eger em ne bi ya bedena xwe ya gunehkar, lê bi ya ruh* bikin, emê qaîdeyên rast ên Qanûnê bînin cih. 5 Kesên ku bi ya bedena xwe dikin li ser tiştên nefsê difikirin, lê kesên ku bi ya ruh dikin li ser tiştên ruhî* difikirin. 6 Çimkî gava hiş* bi tiştên bedenî ve mijûl e, ew ber bi mirinê ve dibe. Lê gava hiş bi tiştên ruhî ve mijûl e, ew ber bi jiyan û aştiyê ve dibe. 7 Gava em îzin didin ku bedena me ya gunehkar li ser hişê me hukim bajo, em dibin dijminên Xwedê. Bedena me ya gunehkar hem bi ya qanûna Xwedê nake hem jî nikare bike. 8 Kesên ku li gor bedena xwe ya gunehkar hereket dikin, nikarin Xwedê razî bikin.
9 Lê hûn, birano, li gor bedena xwe ya gunehkar hereket nekin. Eger ruhê Xwedê bi rastî di hundirê we de heye, hingê hûn li gor ruh hereket dikin. Eger li ba kesekî ruhê Mesîh tune ye, ev kes ne aîdî Mesîh e. 10 Lê eger hûn bi Mesîh re di yekîtiyê de ne, her çi qas bedena we ji ber guneh mirî be jî, ruh ji ber ku hûn wek kesên rast tên hesabkirin, we sax dike. 11 Ruhê Xwedê Îsa ji mirinê rakiriye. Eger ew ruh di hundirê we de heye, îcar yê ku Mesîh Îsa ji mirinê rakiriye, wê bi destê ruhê xwe, yê ku di hundirê we de ye, bedena we ya ku dikare bimire, sax bike.
12 Îcar birano, em ne mecbûr in ku bi ya bedena xwe ya gunehkar bikin. 13 Eger hûn bi ya bedena xwe ya gunehkar bikin, hûnê bimirin. Lê eger hûn îzin bidin ku qeweta ruhê pîroz xwestekên bedena we ya gunehkar bikuje, hûnê bijîn. 14 Çimkî kesên ku di bin rêberiya ruhê Xwedê de ne, kurên Xwedê ne. 15 We ruhê ku we dike xulam û we dîsa ditirsîne, nestandiye. Lê belê, we ruhê ku we dike kurên Xwedê, standiye. Bi vî ruhî em gazî dikin: “Abba*, Bavo!” 16 Ruhê Xwedê ji me re zelal dike ku em zarokên Xwedê ne. 17 Eger em zarokên wî ne, ev tê maneya ku em hem mîrasgirên Xwedê ne hem jî bi Mesîh re mîrasgir in. Lê pêşî, gerek em bi hev re cefayê bikişînin, da ku em bi wî re bên birûmetkirin.
18 Li gor rûmeta ku wê ji me re bê dayîn, cefayên ku em niha dikişînin ji bo min qet ne tiştek e. 19 Hemû tiştên* ku Xwedê xuliqandine* bi çar çavan li bendê ne ku Xwedê kurên xwe eşkere bike. 20 Çimkî tiştên ku Xwedê xuliqandine nedixwest cezayê jiyana bêhêvî bistînin, lê Xwedê îzin da vê yekê. Lê belê, gava Xwedê cezayê wan îlan kir, wî hêvî jî da wan. 21 Xwedê dizanibû ku hemû tiştên ku wî xuliqandine wê ji xulamtiya ku ber bi helakê ve dibe, azad bibin, û azadiya birûmet a zarokên Xwedê wê ji wan re bê dayîn. 22 Çimkî em dizanin ku hemû tiştên ku Xwedê xuliqandine heta niha dinalin û êşê dikişînin. 23 Me ruhê Xwedê, yê ku para pêşîn a xelatê ye, standiye. Lê em jî dinalin û li bendê ne ku Xwedê me wek kurên xwe qebûl bike. Hingê emê bi saya fîdyeyê ji bedenên xwe yên gunehkar azad bibin. 24 Em bi vê hêviyê azad bûne. Lê hêviya ku tê dîtin, ne hêvî ye. Ma mirov dikare bi tiştê ku ew dibîne hêvî bike? 25 Lê gava em bi tiştê ku em nabînin hêvî dikin, em bi hesret û bi sebir* li bendê dimînin.
26 Wekî din, gava em sist in, ruhê pîroz dikare alî me bike. Belkî em dizanin ku gerek em dua bikin, lê nizanin ku ji bo çi dua bikin. Û gava em dinalin û nizanin ku çi bibêjin, ruhê pîroz ji bo me rica dike. 27 Xwedê dilê me dixwîne û dizane ku ruhê pîroz ji bo yên pîroz çi dixwaze, çimkî ev yek li gor daxwaza Xwedê ye.
28 Em dizanin ku Xwedê hemû karên destê xwe bi hev re wisa çêkirine ku ew ji bo xêra kesên ku ji wî hez dikin û li gor armanca wî hatine gazîkirin, bixebitin. 29 Xwedê pêşî ew hilbijartin û ji berê ve qerar da ku şeklê wan wek şeklê Kurê wî be. Bi vî awayî, di nav gelek birayan de Kurê wî wê bibe yê pêşîn. 30 Hingê Xwedê gazî kesên ku wî hilbijartine kir û ew wek kesên rast hesab kirin. Li dawiyê, Xwedê kesên ku wî wek kesên rast hesab kirin, birûmet kirin.
31 Îcar em li ser van tiştan çi bibêjin? Eger Xwedê bi me re ye, kî dikare li dijî me be? 32 Madem ku wî Kurê xwe neda paş, lê ji bo me hemûyan qurban kir, ma ewê bi dilovanî hemû tiştên din jî nede me? 33 Ma kî dikare hilbijartiyên Xwedê sûcdar bike? Yê ku wan wek kesên rast hesab dike Xwedê ye. 34 Ma kî dikare wan mehkûm bike? Tu kes nikare. Mesîh Îsa ev kes e, yê ku ji bo xatirê wan mir û ji nav miriyan hat rakirin. Niha ew li milê Xwedê yê rastê ye û ji bo me rica dike.
35 Ma tiştek dikare me ji hezkirina Mesîh veqetîne? Ma tengasî yan zehmetî yan zilm yan birçitî yan feqîrî* yan talûke yan zordarî dikare me ji hezkirina Mesîh veqetîne? 36 Nivîsarên Pîroz dibêjin: “Ji bo xatirê te em her tim rastî mirinê tên. Mirov me wek miyên ji bo şerjêkirinê dibînin.” 37 Bi saya wî yê ku ji me hez dike, em di van hemû tiştan de bi temamî bi ser dikevin. 38 Çimkî ez bawer im ku tu tişt nikare me ji hezkirina Xwedê veqetîne: Ne mirin, ne jiyan, ne melek, ne hukimdarî, ne tiştên niha, ne tiştên ku wê bên, ne qudret, 39 ne bilindahî, ne kûrahî, ne jî tiştekî din ê ku Xwedê çêkiriye. Qet tu tişt nikare me ji hezkirina Xwedê, ya ku bi saya Efendiyê me Mesîh Îsa hatiye nîşandayîn, veqetîne.
9 Ez wek şagirtê Mesîh rastiyê dibêjim û derewan nakim. Wijdanê min, ê ku di bin rêberiya ruhê pîroz de ye, şahidiya vê yekê dike: 2 Di dilê min de derdekî giran û êşeke ku nasekine, heye. 3 Minê bixwesta li şûna birayên xwe, merivên xwe, wek yê lanetkirî û ji Mesîh veqetandî bûma. 4 Ew Îsraîlî ne, û ew hatin hilbijartin ku bibin zarokên Xwedê. Xwedê rûmeta xwe nîşanî wan da, û peyman, Qanûn, soz û xizmeta pîroz jî dabûn wan. 5 Ew zuriyeta bav û kalên me ne, û Mesîh jî ji zuriyeta wan çêbû. Bila pesnê Xwedayê ku li ser hemûyan e, her û her bê dayîn. Amîn.
6 Ev yek nayê maneya ku soza Xwedê vala derketiye. Çimkî ne her kesê ku ji Îsraîl e, bi eslê xwe Îsraîlî ye. 7 Ev yek ku ew ji zuriyeta Birahîm in, nayê maneya ku ew zarokên wî ne. Xwedê ji Birahîm re gotibû: “Zuriyeta te wê ji Îshaq çêbe.” 8 Yanî ne hemû zarokên Birahîm zarokên Xwedê ne. Lê kesên ku bi saya soza Xwedê çêbûne, wek zarokên Birahîm ên eslî tên hesabkirin. 9 Çimkî Xwedê ev soz dabû: “Sala bê, vê demê ezê werim, û kurekî Sarayê wê hebe.” 10 Bi eynî awayî, gava Rebeka ji bavê me Îshaq bi cêwiyan bihemle bû, ev soz dîsa hat dayîn. 11 Berî ku ew çêbûn, û berî ku wan tiştekî qenc yan xerab kiribû, Xwedê nîşan dabû ku ewê kîjanî hilbijêre. Çimkî Xwedê mirovan ne li gor karên wan, lê li gor armanca xwe hildibijêre. 12 Xwedê ji wê re got: “Kurê mezin wê bibe xulamê kurê biçûk.” 13 Çawa ku hatiye nivîsîn: “Min ji Aqûb hez kir, lê ji Esaw nefret kir.”
14 Ma em dibêjin ku Xwedê ne adil e? Helbet na! 15 Çimkî Xwedê ji Mûsa re got: “Kesê ku ezê hilbijêrim, ezê rehmê li wî bikim, û kesê ku ezê bixwazim, ezê ji wî re dilşewat bim.” 16 Îcar, ev ne bi daxwaz yan xîreta mirovekî ve, lê bi dilrehmiya Xwedê ve girêdayî ye. 17 Di ayetekê de Xwedê ji Fîrawûn re got: “Min tu sax hiştî, da ku ez qudreta xwe li ser te nîşan bidim û navê xwe li seranserê dinyayê bidim naskirin.” 18 Xwedê rehmê li kesê ku ew dixwaze, dike, lê kesê ku dixwaze serhişk be, Xwedê dihêle ku ew serhişk be.
19 Kesek dikare ji min bipirse: “Xwedê çima li şaşiyên me digere? Ma kî dikare li hember daxwaza wî rabe?” 20 Ey mirov, çi heqê te heye ku tu li hember gotina Xwedê radibî? Ma cêr dikare ji cêrçêker re bibêje: “Te çima ez wisa çêkirim?” 21 Ma ne di destê cêrçêker de ye ku ew ji eynî heriyê firaqeke ji bo karekî birûmet çêke û firaqeke ji bo karekî bêrûmet çêke? 22 Xwedê jî bi eynî awayî dike. Wî dixwest hêrsa xwe li ser mirovên xerab birijîne û qudreta xwe nîşan bide. Lê dîsa jî ew li hember mirovên ku hêrsa wî radikin û hêjayî helakbûnê ne, gelek sebir dike. 23 Wî ev yek kir, ji bo ku rûmeta xwe ya mezin nîşanî mirovên ku wê dilrehmiya wî bistînin, bide. Wî ew hazir kirine ku ew rûmetê bistînin. 24 Yên ku ne bi tenê ji nav Cihûyan, lê ji nav miletên din jî hatine gazîkirin, em in. 25 Çawa ku Xwedê di kitêba Hoşeya de gotibû: “Yên ku ne miletê min in ezê wek ‘miletê xwe’ bi nav bikim, û ya nehezkirî ezê wek ‘ya hezkirî’ bi nav bikim. 26 Û li cihê ku ji wan re hat gotin, ‘Hûn ne miletê min in’, li wê derê ji wan re ‘kurên Xwedayê jîndar’ wê bê gotin.”
27 Wekî din, Îşaya li ser Îsraîlê got: “Eger hejmara Îsraîliyan bi qasî qûma behrê be jî, bi tenê hin kes wê xelas bibin. 28 Çimkî Yehowa wê hukmê dinyayê bide; ewê fermana xwe zû bîne cih.” 29 Çawa ku Îşaya ji berê ve gotibû: “Eger Yehowa, Xwedayê ordiyan, zuriyetek ji me re nehişta, emê wek Sodomê bibûna, û bişibiyana Gomorayê.”
30 Îcar em dikarin çi bibêjin? Mirovên ji miletên din bawer dikir û her çi qas wan xwe li rastdariyê nedigirt jî, ew wek kesên rast hatin hesabkirin. 31 Îsraîliyan xîret dikir ku xwe li qanûna rastdariyê bigirin, lê dîsa jî wan nikaribû wê qanûnê bînin cih. 32 Çima? Çimkî wan ne bi bawerî, lê bi kirinên xwe xîret dikir ku ew wek kesên rast bên hesabkirin. Ew li “kevir*” ketin. 33 Çawa ku di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Va ye, ezê li Siyonê kevirekî deynim, ê ku wê bibe sebebê ketina mirovan. Û ezê zinarekî deynim ku wan aciz bike, û kesê ku baweriya xwe bi wî tîne, ewê xeyalşikestî nebe.”
10 Birano, daxwaza dilê min û ricaya min ji Xwedê ev e ku miletê min xelas bibe. 2 Ez dikarim şahidiya vê yekê bikim ku xîreta wan ji bo Xwedê heye, lê ew daxwaza Xwedê bi temamî fehm nakin. 3 Ji ber ku wan nizanibû ku di çavê Xwedê de çi rast e, wan li gor nêrîna xwe hereket dikir. Di netîceyê de, wan xwe li rastdariya Xwedê nedigirt. 4 Çimkî Mesîh dawiya Qanûna Mûsa anî. Niha her kesê ku baweriya xwe bi wî tîne wek kesekî rast tê hesabkirin.
5 Mûsa li ser rastdariya li gor Qanûnê wisa nivîsî: “Mirovê ku van tiştan dike wê bi saya wan bijî.” 6 Lê li ser rastdariya ku ji baweriyê tê, Peyva Xwedê wisa dibêje: “Di dilê xwe de nebêje: ‘Kî wê hilkişe ezmên?’ (da ku Mesîh bîne xwarê), 7 yan, ‘Kî wê dakeve çala bêbinî?’ (da ku Mesîh ji mirinê rake).” 8 Lê Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? “Peyv nêzîkî te ye, li ser devê te û di dilê te de ye.” Ev “peyv”, peyva baweriyê ye, ya ku em belav dikin. 9 Eger tu bi eşkereyî bibêjî ku Îsa Efendiyê me ye, û di dilê xwe de bawer bikî ku Xwedê ew ji mirinê rakiriye, tuyê xelas bibî. 10 Çimkî ji bo ku tu wek kesekî rast bêyî hesabkirin, gerek tu bi dilê xwe bawer bikî. Lê ji bo ku tu xelas bibî, gerek tu bi devê xwe bi eşkereyî xeber bidî.
11 Çimkî Nivîsarên Pîroz wisa dibêjin: “Kesê ku bi wî bawer dike wê xeyalşikestî nebe.” 12 Di nav Cihû û Yûnanan de qet ferqek tune ye. Xudanê me* hemûyan yek e. Ew bi comerdî alî hemû kesên ku gazî wî dikin, dike. 13 Çimkî “her kesê ku gazî navê Yehowa bike, ewê xelas bibe.” 14 Lê belê, eger ew bi wî bawer nekin, ewê çawa gazî wî bikin? Û eger wan li ser wî qet nebihîstiye, ewê çawa baweriya xwe bi wî bînin? Û eger kesek nede bihîstin, ewê çawa bibihîzin? 15 Û eger ew neyên şandin, ewê çawa bidin bihîstin? Çawa ku di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Çi qas xweşik in lingên kesên ku mizgîniyê belav dikin!”
16 Lê ne hemûyan mizgînî qebûl kir. Çimkî Îşaya got: “Ya Yehowa, kê bawerî bi gotina ku wan ji me bihîstiye, anî?” 17 Îcar, bawerî ji bihîstinê tê, û ji bo ku mirov bibihîzin, gerek xebera li ser Mesîh bê belavkirin. 18 Lê ez li ser Îsraîlê dipirsim: Ma fersenda wan tune bû ku ew bibihîzin? Belê, fersenda wan hebû. Çimkî Nivîsarên Pîroz wisa dibêjin: “Dengê wan li seranserê dinyayê tê bihîstin, û xebera wan digihîje mirovên heta kujên dinyayê yên herî dûr jî.” 19 Lê ez dipirsim: Ma Îsraîl fehm nekir? Pêşî Mûsa got: “Ezê wisa bikim ku hûn hesûdiya mirovên ku ne milet in, bikin. Ezê hêrsa we ji ber miletekî bêaqil rakim.” 20 Paşê Îşaya bi dilekî xurt got: “Kesên ku li min nedigeriyan ez dîtim; kesên ku li min nedipirsiyan ez nas kirim.” 21 Lê ew li ser Îsraîlê wisa dibêje: “Temamiya rojê min destê xwe dirêjî mirovên neguhdar û serhişk kir.”
11 Îcar ez dipirsim: Ma Xwedê miletê xwe red kir? Helbet na! Ez bi xwe jî Îsraîlî me, ji zuriyeta Birahîm û eşîra Benyamîn im. 2 Xwedê miletê xwe, yê ku wî ji destpêkê ve hilbijartibû, red nekir. Ma hûn nizanin ku Nivîsarên Pîroz li ser Êlyas çi dibêjin ku wî çawa li ser Îsraîliyan ji Xwedê re gazin dikir? 3 Wî got: “Yehowa, wan pêxemberên te kuştin û qurbangehên te hilweşandin. Bi tenê ez mame, û ew niha dixwazin min jî bikujin.” 4 Lê Xwedê çi cewab da wî? Wî got: “Ji miletê min hê 7.000 mirov hene, yên ku ji Baal re îbadet nekiriye*.” 5 Niha jî eynî wisa ye. Komeke biçûk heye, ya ku Xwedê ji ber qenciya xwe ya mezin hilbijartiye. 6 Îcar, ev tê maneya ku Xwedê ew ji ber qenciya xwe ya mezin û ne ji ber kirinên wan hilbijartine. Yan na, qenciya wî ya mezin wê êdî nebe qenciya mezin.
7 Îcar em dikarin çi bibêjin? Tiştê ku xelkê Îsraîlê dixwest, wan nestand. Lê belê, yên ku Xwedê ew hilbijartin, ev yek stand. Yên mayî jî nedixwest guh bidin. 8 Çawa ku di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Xwedê ew kirin xeweke kûr, da ku çavên wan nebînin û guhên wan nebihîzin, û ev yek heta roja îro dewam dike.” 9 Wekî din, Dawid dibêje: “Bila sifreya wan ji wan re bibe dafik û xefik, da ku ew bikevin wê û bên cezakirin. 10 Bila çavên wan tarî bibin, da ku ew nebînin, û bila pişta wan di bin barekî giran de xwar be.”
11 Îcar pirsa min ev e: Ma Cihû terpilîn û ketin, da ku ew êdî ranebin? Helbet na! Lê bi gava xwe ya şaş, wan rê vekir ku mirovên ji miletên din xelasiyê bi dest bixin, û ev bû sebeb ku Cihû hesûdiyê bikin. 12 Ji ber gava wan a şaş bereket ket dinyayê, û bi kêmbûna hejmara wan, mirovên ji miletên din zêdetir bereketan distînin. Îcar, gava hejmara Cihûyan û miletên din temam bibe, ewê çi qas zêdetir bereketan bistînin!
13 Niha ez ji we re, yên ku ji miletên din in re, dibêjim: Madem ku ez wek şandî ji bo miletên din hatime şandin, ez qîmetê didim xizmeta xwe. 14 Wekî din, ez hêvî dikim ku ezê bikarim miletê xwe bi tiştê ku we standiye bihesidînim, da ku ez herî kêm hin kesan xelas bikim. 15 Xwedê ew red kirin, û bi vî awayî rê ji bo hemû mirovên dinyayê vebû ku ew bibin dostên Xwedê*. Eger Xwedê wan niha qebûl bike, ma ev naşibe vê yekê ku ewê ji mirinê vegerin jiyanê? 16 Eger pareke hevîr, a ku wek para pêşîn hatiye standin pîroz be, îcar temamiya hevîr jî pîroz e. Û eger koka darê pîroz be, çiqil jî pîroz in.
17 Lê belê, Xwedê çend çiqil ji darê birîn. Hingê tu, yê ku çiqilê dara zeytûnê ya çolê bûyî, li şûna wan çiqilan bi dara zeytûnê ve hatî tamandin, û tu ji koka dara zeytûnê feydeyê distînî. 18 Lê nefikire ku tu ji çiqilên din çêtir î. Eger tu difikirî ku tu çêtir î, ji bîr neke ku ne tu destekê didî kokê, lê kok destekê dide te. 19 Belkî tuyê bibêjî: “Çiqilên din hatin birîn, da ku ez bi darê ve bêm tamandin.” 20 Erê, rast e! Ji ber ku baweriya wan tune bû, ew hatin birîn, lê tu bi baweriya xwe di cihê xwe de dimînî. Loma pozbilind nebe, lê hay ji xwe hebe. 21 Madem ku Xwedê çiqilên eslî yên darê nedan paş, ma ewê te bide paş? 22 Xwedê hem qenc e hem jî sert e. Ew li hember kesên ku ketine sert e, çimkî baweriya wan tune bû. Lê eger tu di qenciya wî de bimînî, Xwedê wê li hember te qenc be. Yan na, tuyê jî ji darê bêyî birîn. 23 Eger Cihû dev ji bêbaweriya xwe berdin, ewê bi darê ve bên tamandin, çimkî ev yek di destê Xwedê de ye. 24 Tu ji dara zeytûnê ya çolê hatî birîn, û li hember tebîeta xwe bi dara zeytûnê ya baxçe ve hatî tamandin. Îcar wê çi qas hêsantir be ku çiqilên eslî bi dara xwe ve bên tamandin!
25 Birano, ez dixwazim ku haya we ji vê sira pîroz hebe, da ku hûn xwe di çavê xwe de wek kesên bihîkmet nebînin: Heta ku hejmara mirovên ji miletên din ên ku hatin hilbijartin temam nebe, hin Îsraîlî wê serhişk bimînin. 26 Bi vî awayî temamiya Îsraîlê wê xelas bibe. Çawa ku di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Ji Siyonê Xelaskarek wê derkeve, û ewê xerabiyê ji zuriyeta Aqûb dûr bixe. 27 Gava ez gunehên wan ji holê rakim, ezê peymanekê bi wan re girêdim.” 28 Rast e, ev ji bo xêra we ye ku ew dijminên mizgîniyê ne. Lê Xwedê ew hilbijartine, û ew ji ber bav û kalên wan ji wan hez dike. 29 Xwedê wê ji ber hediyeyên ku wî dane û ji ber kesên ku wî gazî wan kiriye, poşman nebe. 30 Çimkî we berê guhdariya Xwedê nedikir, lê niha ji ber neguhdariya Cihûyan, rehm li we hat kirin. 31 Niha ew kesên neguhdar in, û Xwedê rehmê li we dike. Lê wek li we, li wan jî rehm dikare bê kirin. 32 Xwedê ew hemû kirine girtiyên neguhdariyê, da ku ew bikare rehmê li wan hemûyan bike.
33 Çi qas mezin in bereketên Xwedê! Çi qas kûr in hîkmet û zanîna wî! Ma kî dikare hukmên wî fehm bike, û kî dikare rêyên wî bizane? 34 “Ma kî fikra Yehowa dizane, û kî dikare şîretê bide wî?” 35 Yan “Kê pêşî tiştek daye Xwedê ku gerek Xwedê li wî vegerîne?” 36 Çimkî her tişt ji Xwedê ye, bi wî ye û ji bo wî ye. Ew her û her hêjayî rûmetê ye. Amîn.
12 Birano, ji ber dilşewatiya Xwedê ez ji we rica dikim ku hûn bedenên xwe wek qurbaneke sax, pîroz û ku li Xwedê xweş tê, pêşkêşî wî bikin. Bi vî awayî hûn dikarin bi aqlê xwe ji Xwedê re xizmet bikin. 2 Êdî îzin nedin vê dinyayê ku ew li ser we tesîr bike, lê bi nêrîneke nû xwe biguherînin, da ku hûn bi xwe daxwaza Xwedê fehm bikin, a ku qenc, meqbûl û bêkêmasî ye.
3 Ji ber qenciya mezin a ku Xwedê li min kiriye, ez ji we hemûyan rica dikim ku hûn bi awayekî maqûl li ser xwe bifikirin*. Bila her kes ji we li gor baweriya ku Xwedê daye we, bi awayekî maqûl bifikire. 4 Çimkî di bedenekê de gelek endam hene, lê karê wan ji hev cuda ye. 5 Bi eynî awayî, em çi qas gelek bin jî, em yek beden in, çimkî em bi Mesîh re di yekîtiyê de ne û bi hev ve girêdayî ne. 6 Ji ber qenciya mezin a ku Xwedê li me kiriye, her yek ji me cure cure xelat standine. Eger me xelata pêxembertiyê standiye, bila em li gor baweriya xwe pêxembertiyê bikin. 7 Eger me xelata xizmetê standiye, bila em çi ji destê me tê bikin ku xizmetê bikin. Eger me xelata hînkirinê standiye, bila em çi ji destê me tê bikin ku hîn bikin. 8 Eger xelata me ev e ku em dilê kesên din xurt bikin, bila em dilan xurt bikin. Eger xelata me dayîn e, bila em destvekirî bin. Yê ku rêberiyê dike, bila bi xîret rêberiyê bike. Yê ku dilovaniyê nîşan dide, bila vê yekê bi dil û can bike.
9 Bila hezkirina we ji dil be*. Ji xerabiyê nefret bikin û xwe li ya qenc bigirin. 10 Di biraheziyê de bi dilgermî ji hevdû hez bikin. Di qedirgirtinê de gava pêşîn bavêjin. 11 Jîr û jêhatî bin û tembel nebin. Bila ruhê pîroz agirê xîretkêşiyê di dilê we de vêxe. Bi temamiya dilê xwe ji Yehowa re xizmet bikin. 12 Di hêviya xwe de dilxweş bin. Di tengasiyên xwe de sebir* bikin. Dev ji duakirinê bernedin. 13 Bi birayên xwe re* li gor hewcedariyên her yekî parve bikin. Li rêyan bigerin ku hûn mêvanheziyê nîşan bidin. 14 Xêra kesên ku zilmê li we dikin, bixwazin. Xêra wan bixwazin û nifiran li wan nekin. 15 Bi yên kêfxweş re kêfxweş bin; bi yên ku digirîn re bigirîn. 16 Çawa ku hûn li ser xwe difikirin, li ser kesên din jî eynî wisa bifikirin. Bi zêdeyî li ser xwe nefikirin, lê xwediyê nêrîneke dilnizm bin. Nefikirin ku hûn ji hemû kesên din biaqiltir in*.
17 Gava kesên din xerabiyê li we dikin, hûn xerabiyê li wan nekin. Tiştên ku di çavê hemû mirovan de qenc in, bikin. 18 Eger mumkin be, heta ku ji destê we bê, bi hemû mirovan re di aştiyê de bin. 19 Delalno, heyfa xwe nestînin, lê rê bidin xezeba Xwedê, çimkî di Nivîsarên Pîroz de wisa tê gotin: “Yehowa dibêje: ‘Heyfhilanîn îşê min e, ezê berdêla xerabiyê bidim.’” 20 Lê belê, tu wisa bike: “Eger dijminê te birçî ye, xwarinê bide wî. Eger ew tî ye, avê bide wî. Eger tu wisa bikî, tuyê dilê wî nerm bikî*.” 21 Nehêle ku xerabî te bindest bike, lê xerabiyê bi qenciyê bindest bike.
13 Bila her kes guhdariya kesên ku hukim dajon*, bike. Çimkî her qudret ji Xwedê ye. Kesên ku niha hukim dajon, cihên ku Xwedê îzin daye wan, digirin. 2 Eger em li dijî hukûmetê rabin, em li dijî Xwedê hereket dikin. Kesên ku li dijî nîzama Xwedê radibin, ewê bên cezakirin. 3 Ne kesên ku qenciyê dikin, lê kesên ku xerabiyê dikin gerek ji hukimdaran bitirsin. Eger tu dixwazî ji tirsa hukûmetan bifilitî, qenciyê bike, û ewê pesnê te bidin. 4 Çimkî ew xulamên Xwedê ne û ev yek ji bo xêra te ye. Lê eger tu xerabiyê bikî, sebebê te heye ku tu bitirsî. Wan îzin û qudret standine ku kesên ku xerabiyê dikin, ceza bikin. Ew xizmetkarên Xwedê ne, û ew kesên ku xerabiyê dikin, ceza dikin.
5 Ji ber vê yekê, sebebên baş hene ku tu guhdariya wan bikî. Tuyê hem ji hêrsa wan birevî, hem jî wijdanê te wê rehet bibe. 6 Ji ber vê yekê tu bacê jî didî, çimkî ew xizmetkarên Xwedê ne û ji bo vê armancê ew xizmeta xelkê dikin. 7 Heqê kê heye ku tiştekî ji we bixwaze, bidin wî: Kesê ku bacê ji we dixwaze, bacê bidin wî, kesê ku dixwaze ku qedrê wî bê girtin, qedrê wî bigirin, kesê ku rûmetê dixwaze, rûmetê bidin wî.
8 Ji xeynî vê ku hûn ji hevdû hez bikin, nebin deyndarê tu kesî. Kesê ku ji cîranê xwe hez dike, qanûnê pêk tîne. 9 Çimkî emrê ku dibêje: “Zinayê neke, nekuje, nedize, çavê xwe neavêje tiştên kesên din” û hemû emrên din bi kurtasî vî emrî tînin zimên: “Wek ku tu ji xwe hez dikî, gerek tu ji cîranê xwe hez bikî.” 10 Hezkirin xerabiyê li kesên din nake, loma hezkirin pêkanîna Qanûnê ye.
11 Vê yekê bikin, çimkî hûn dizanin ku wext êdî hatiye ku hûn ji xewê hişyar bibin. Niha xelasiya me ji dema ku em bûn bawermend nêzîktir bûye. 12 Şev derbas dibe û roj nêzîk bûye. Bila em dev ji karên tariyê berdin û çekên ronahiyê li xwe bikin. 13 Wek di bin ronahiya rojê de, bila rabûn û rûniştina me baş be. Bila em xwe ji van tiştan dûr bigirin: Ji kêfkirina bêsînor û bêedeb, serxweşî, bênamûsî, hereketên bêedeb, şer* û çavnebariyê. 14 Lê çav bidin mîsala Efendiyê me Îsa Mesîh û nefikirin ku hûn çawa dikarin xwestekên xwe yên nefsê têr bikin.
14 Kesê ku baweriya wî sist e qebûl bikin. Û eger nêrîna kesekî ji nêrîna we cuda be, wî mehkûm nekin. 2 Kesê ku baweriya wî xurt e her tiştî dixwe. Lê kesê ku baweriya wî sist e bi tenê sebzeyan dixwe. 3 Kesê ku her tiştî dixwe, bila kesê ku her tiştî naxwe kêm nebîne. Û kesê ku her tiştî naxwe, bila kesê ku her tiştî dixwe mehkûm neke. Çimkî Xwedê ev mirov qebûl kiriye. 4 Ma tu kî yî ku tu xizmetkarê kesekî din mehkûm dikî? Axayê wî wê qerarê bide ka tiştê ku ew dike rast e yan şaş e. Bi alîkariya Yehowa ev mirov dikare bi ser bikeve.
5 Hin kes difikirin ku rojek ji rojên din muhîmtir e, û hin kesên din difikirin ku hemû roj wek hev in. Bila her mirov bi tiştê ku ew difikire ku rast e, bawer be. 6 Kesên ku rojekê muhîmtir dibînin, ew vê yekê ji bo rûmeta Yehowa dikin. Kesên ku her tiştî dixwin, ew ji bo rûmeta Yehowa dixwin, çimkî ew ji bo xwarinê ji Xwedê re şikir dikin. Û kesên ku xwarinê naxwin, ew jî vê yekê ji bo rûmeta Yehowa dikin û ji Xwedê re şikir dikin. 7 Tu kes ji me ji bo xwe najî, û tu kes ji me ji bo xwe namire. 8 Çimkî eger em bijîn, emê ji bo Yehowa bijîn, û eger em bimirin, emê ji bo Yehowa bimirin. Îcar, ferq nake ku em dijîn yan dimirin, em aîdî Yehowa ne. 9 Bi eslê xwe, Mesîh ji ber vî sebebî mir û vegeriya jiyanê, da ku ew hem li ser kesên mirî hem jî li ser kesên sax bibe Efendî.
10 Lê tu çima birayê xwe mehkûm dikî? Yan tu çima birayê xwe kêm dibînî? Em hemû, emê li ber Xwedê bisekinin, û ewê hukmê me hemûyan bide. 11 Çimkî di Nivîsarên Pîroz de wisa tê gotin: “Yehowa dibêje: ‘Ez bi hebûna xwe sond dixwim, her kes wê li ber min bikeve ser çokan, û her kes wê qebûl bike ku Xwedê ez im.’” 12 Hingê, her yek ji me wê li ber Xwedê ji bo xwe hesab bide.
13 Loma dev jê berdin ku hûn hevdû mehkûm bikin. Lê belê, çi ji destê we tê bikin ku hûn baweriya birayê xwe sist nekin û nebin sebebê ketina wî. 14 Wek şagirtê Efendiyê me Îsa, ez bawer im ku her tiştê ku em dixwin bi xwe ne heram e. Lê eger kesek difikire ku tiştek heram e, îcar ew ji bo wî heram e. 15 Eger tu bi xwarina ku tu dixwî birayê xwe aciz dikî, tu êdî li ser rêya hezkirinê nameşî. Bi xwarina ku tu dixwî, baweriya kesê ku Mesîh ji bo wî mir, tune neke. 16 Sebeb nedin tu kesî ku ew li ser kirinên we yên qenc xerab xeber bidin. 17 Çimkî Hukimdariya Xwedê ne bi xwarin û vexwarinê ve girêdayî ye, lê ew bi rastdarî, aştî û dilxweşiya ku ruhê pîroz dide ve girêdayî ye. 18 Yê ku bi vî awayî ji Mesîh re xizmet dike li dilê Xwedê xweş tê û mirov ji wî razî ne.
19 Îcar, bila em çi ji destê me tê bikin ku di nav me de aştî hebe û em hevdû ava bikin. 20 Dev jê berde ku tu ji bo xatirê xwarinê karê destê Xwedê xera bikî. Rast e, her xwarin helal e, lê gerek tu xwarina ku dikare bibe sebebê ketina mirovekî nexwî. 21 Ya baş ev e ku tu ne goşt bixwî, ne şerabê vexwî û ne jî tiştekî wisa bikî ku dikare bibe sebebê ketina birayê te. 22 Tiştê ku tu pê bawer dikî, bila di nav te û Xwedê de bimîne. Eger tu ji ber tiştên ku li gor te rast in, xwe mehkûm nekî, tuyê dilxweş bî. 23 Eger şik û gumana mirovekî heye ka ew dikare tiştekî bixwe yan na, û ew dîsa jî dixwe, ew jixwe neheq e*, çimkî ew bê bawerî dixwe. Her tiştê ku mirov bê bawerî bike, guneh e.
15 Em, ên ku xurt in, gerek kêmasiyên kesên ku ne xurt in, hilgirin. Gerek em bi tenê li xêra xwe negerin. 2 Her yek ji me gerek xîret bike ku li xêra cîranê xwe bigere û tiştê ku ji bo wî qenc e, bike, da ku wî ava bike. 3 Çimkî Mesîh jî bi tenê li xêra xwe nedigeriya. Çawa ku Nivîsarên Pîroz dibêjin: “Heqaretên kesên ku heqaretê li te dikin, hatin serê min.” 4 Çimkî her tiştê ku ji berê ve di Nivîsarên Pîroz de hatiye nivîsîn, ji bo perwerdeya me hatiye nivîsîn, da ku bi sebir* û dilrehetiya ku Nivîsarên Pîroz didin me, hêviya me hebe. 5 Bila Xwedayê ku sebir û dilrehetiyê dide we, alî we bike ku nêrîna we jî wek nêrîna Mesîh Îsa be. 6 Bi vî awayî, hûnê di yekîtiyê de rûmetê bidin Xwedê, yê ku Bavê Efendiyê me Îsa Mesîh e.
7 Çawa ku Mesîh hûn qebûl kirin, gerek hûn jî hevdû qebûl bikin. Ev yek rûmetê dide Xwedê. 8 Ez ji we re dibêjim: Mesîh bû xizmetkarê Cihûyan*, da ku nîşan bide ku Xwedê rast e û îsbat bike ku sozên ku Xwedê dane bav û kalan pêbawer in, 9 û da ku miletên din ji ber rehma wî rûmetê bidin Xwedê. Çawa ku di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Loma ezê di nav miletan de rûmetê bidim te û bi kilaman pesnê navê te bidim.” 10 Û wisa jî tê gotin: “Ey miletno, bi xelkê wî re dilşad bin.” 11 Wekî din tê gotin: “Ey hûn, hemû miletno, pesnê Yehowa bidin, bila hemû xelk pesnê wî bidin.” 12 Wekî din, Îşaya dibêje: “Koka Yêşay wê derkeve, ewê rabe ku li ser miletan hukim bajo. Û milet wê hêviya xwe bi wî ve girêdin.” 13 Bila Xwedayê ku hêviyê dide, ji ber baweriya we, we bi dilxweşî û aştiyê ve tije bike. Belê, bila bi qeweta ruhê pîroz hêviya we xurt bibe.
14 Birano, ez bawer im ku hûn bi qenciyê ve tije ne û zanîna we heye, û hûn dikarin hevdû hîn bikin*. 15 Lê belê, ji ber qenciya mezin a ku Xwedê li min kiriye, min li ser hin tiştan bi eşkereyî ji we re nivîsî ku ez van tiştan dîsa bînim bîra we. 16 Ez ji bo miletan xizmetkarê Mesîh Îsa me. Ez di îşê pîroz ê belavkirina mizgîniya Xwedê de pir xîret dikim, da ku ev milet bibin qurbaneke ku li Xwedê xweş tê, qurbaneke ku bi ruhê pîroz ji bo wî hatiye pîrozkirin.
17 Ez dilxweş im ji ber ku ez şagirtê Mesîh Îsa me û îşê Xwedê dikim. 18 Ezê li ser tiştên ku min bi xwe kirine, xeber nedim. Lê ezê bi tenê li ser tiştên ku Mesîh bi destê min kirine û gotine, xeber bidim, da ku ez alî mirovên ji miletên din bikim ku ew guhdariya wî bikin. 19 Wan ji ber nîşan û mucîzeyên biqudret, ên ku bi ruhê Xwedê hatin çêkirin, guhdarî kir. Bi vî awayî, ji Orşelîmê bigire heta Îlîriyayê min bi awayekî baş mizgîniya li ser Mesîh belav kir. 20 Min ji xwe re kiriye armanc ku ez mizgîniyê li cihên ku navê Mesîh hatiye bihîstin, belav nekim, çimkî min nedixwest îşê ku mirovekî din dest pê kiriye, dewam bikim*. 21 Çawa ku di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Kesên ku xebera li ser wî ji wan re nehatiye gotin wê wî bibînin, û kesên ku nebihîstine wê fehm bikin.”
22 Ji ber vê yekê, rêya min gelek caran dihat girtin ku ez bêm ba we. 23 Lê niha min xizmeta xwe li van herêman xelas kiriye, û êdî gelek* sal e ku ez dixwazim we ziyaret bikim. 24 Loma, gava ez herim Spanyayê, ez hêvî dikim ku ezê we bibînim. Piştî ku em bi hev re hinek wext derbas bikin, ez hêvî dikim ku hûnê bikarin min hinek bi rê bikin. 25 Lê niha ez dikevim rê ku herim Orşelîmê, da ku destekê bidim birayan*. 26 Birayên li Makedonya û Axayayê dilxweş bûn ku ji bo belengazên di nav birayên* Orşelîmê de bexşan* bidin. 27 Wan birayan ev yek bi dil û can kir. Bi rastî, ew deyndarên wan bûn, çimkî birayên li Orşelîmê bi wan birayan re tiştên ruhanî* parve kiribûn. Loma ew bira deyndarên birayên li Orşelîmê bûn ku tiştên madî bi wan re parve bikin. 28 Piştî ku ez van bexşan bigihînim wan, ezê herim Spanyayê û di rê de ezê serî li we bidim. 29 Ez dizanim ku gava ez bigihîjim we, ezê ji we re têr û tije bereketên Mesîh bînim.
30 Birano, bi saya baweriya we ya bi Efendiyê me Îsa Mesîh û hezkirina ku ruhê pîroz dide, ez ji we rica dikim ku hûn bi min re ji dil ji Xwedê re ji bo min dua bikin. 31 Dua bikin ku ez ji destê nebawermendên li Cihûstanê bifilitim û ku birayên* li Orşelîmê ev bexşên* ku ez bi xwe re tînim bi dilxweşî qebûl bikin. 32 Hingê, eger Xwedê bixwaze, ezê bi kêfxweşî werim ba we û emê dilê hevdû xurt bikin. 33 Bila Xwedayê ku aştiyê dide bi we hemûyan re be. Amîn.
16 Ez dixwazim ku hûn xwişka me Fîbiyê qebûl bikin. Ew destekê dide civata Kênxrêyayê. 2 Ji kerema xwe re wê bi awayekî ku layiqî xizmetkarên* Efendiyê me ye, qebûl bikin. Eger ew hewceyî tiştekî bibe, alîkariya wê bikin, çimkî ew li gelekan û li min jî xwedî derket.
3 Silavên min li Prîskîla û Akîlas bikin. Ew di îşê Mesîh Îsa de hevalkarên min in. 4 Wan ji bo xatirê min jiyana xwe xist talûkeyê. Ez û hemû civatên miletên din ji wan re spasdar in. 5 Silavan li civata ku di mala wan de top dibe jî bikin. Silavan li Epenetûsê delal bikin. Ew yek ji kesên pêşîn bû, yên ku li Asyayê bûn şagirtên Mesîh. 6 Silavan li Meryemê bikin. Wê bi kedeke mezin ji bo we kar kiriye. 7 Silavan li Andronîkos û Yûnîas bikin. Ew merivên min in û bi min re girtî bûn. Şandî wan baş nas dikin, û ew gelek sal berî min bûn şagirtên Mesîh.
8 Silavan li dostê minî delal Ampliyatos bikin. Ew jî şagirtê Efendiyê me ye. 9 Silavan li Ûrbanûs bikin. Ew di îşê Mesîh de hevalkarê me ye, û silavan li dostê minî delal Staxîs jî bikin. 10 Silavan li Apêlês bikin, ê ku Mesîh ji wî razî ye. Silavan li maliyên Arîstobûlos bikin. 11 Silavan li merivê min Hêrodiyon bikin. Silavan li maliyên Narkîsos bikin. Ew şagirtên Mesîh in. 12 Silavan li Trîfîna û Trîfosayê bikin. Ev xwişk bi kedeke mezin ji bo Efendiyê me kar dikin. Silavan li xwişka me ya delal Persîsê bikin, çimkî wê bi kedeke mezin ji bo Efendiyê me kar kiriye. 13 Silavan li Rûfûs bikin, Efendiyê me ew hilbijartiye. Û silavan li diya wî jî bikin, ew ji bo min jî wek dayik bû. 14 Silavan li Asînkrîtos, Flêgon, Hermês, Patrobas, Hermas û birayên bi wan re bikin. 15 Silavan li Fîlologos, Yûlya, Nêreûs û xwişka wî Olîmpas û hemû birayên* bi wan re bikin. 16 Bi dilgermî* silavan li hevdû bikin. Hemû civatên Mesîh silavan li we dikin.
17 Birano, ez ji we rica dikim, bila haya we ji kesên wisa hebe, yên ku cudahiyê bi pêş dixin, baweriya kesên din sist dikin û li dijî hîndariyên ku hûn hîn bûne radibin. Xwe ji kesên wisa dûr bigirin. 18 Çimkî kesên wisa ne xulamên Efendiyê me Mesîh in, lê ew xulamên xwestekên xwe ne. Ew bi gotinên xweş û xeberdana şîrîn mirovên saf dixapînin. 19 Her kes dizane ku hûn kesên guhdar in, û ez bi vê yekê gelek dilxweş im. Ez dixwazim ku hûn bihîkmet bin û tiştên qenc bikin, bêsûc bin û xwe ji xerabiyê dûr bigirin. 20 Xwedayê ku aştiyê dide wê di demeke nêzîk de Şeytan di bin lingên we de biperçiqîne. Bila kerema Efendiyê me Îsa bi we re be.
21 Hevalkarê min Tîmotêyos silavan li we dike. Wekî din, merivên min Lûkyos, Yason û Sosîpatros jî silavan li we dikin.
22 Ez Tertiyos, ê ku ev name nivîsiye, bi navê Efendiyê me silavan li we dikim.
23 Mazûvanê min Gayos jî, yê ku di mala wî de civat top dibe, silavan li we dike. Xezînedarê bajêr Êrastos û birayê wî Kuwartos jî silavan li we dikin. 24 ——*
25 Xwedê dikare bi destê mizgîniya ku ez belav dikim û bi xebera li ser Îsa Mesîh we xurt bike. Ev xeber bi eşkerekirina sira pîroz ve girêdayî ye, ya ku ji bo wexteke dirêj veşartî bû. 26 Lê niha ev sir eşkere bûye. Bi saya nivîsarên pêxemberan hemû milet bi vê sira pîroz hesiyan. Xwedayê meyî herheyî emir da ku ev sir di nav miletan de eşkere bibe, da ku ew bawer bikin û guhdariya wî bikin. 27 Bila ji Xwedê re, yê ku bi tenê ew bihîkmet e, bi navê Îsa Mesîh heta hetayê rûmet bê dayîn. Amîn.
Bi herfî “tê eşkerekirin”.
Yan “çêkirine; afirandine”.
Yan “Afirandêr”.
Yan “plan dikin”.
Bi herfî “kufirkirin”.
Bi herfî “Gewriya wan goreke vekirî ye”.
Bi herfî “Lingên wan ji bo rijandina xwînê bilez in”.
Yan “nixumandin”.
Yan belkî “aştiya me bi Xwedê re heye”.
Yan “ku em di bin qenciya mezin a Xwedê de bin”.
Yan “em tehemul dikin”.
Bi herfî “sist”.
Bi herfî “bi Xwedê re li hev hatine”.
Yan “sûretê”.
Yan “imad bûne; bin av bûne”.
Yan “veşartin; binaxkirin”.
Yan “mixkirin”.
Yan “xelas dibe”.
Bi herfî “çekên neheqiyê”.
Bi herfî “çekên heqiyê”.
Bi herfî “ji xwin û goşt im”.
Yan “aqil”.
Bi herfî “beden”.
Yanî ruhê Xwedê.
Yan “tiştên ku ruh wan teşwîq dike ku ew bikin”.
Yan “aqil”.
Ev peyveke Îbranî yan Aramî ye, ya ku tê maneya “Bavo”.
Di van ayetan de bi xisûsî behsa mirovan tê kirin.
Yan “çêkirine; afirandine”.
Yan “tehemul”.
Bi herfî “tazîtî”.
Bi herfî “kevirê terpilînê”.
Yan “Efendiyê me”.
Bi herfî “li ber Baal neketin ser çokan”.
Bi herfî “bi Xwedê re li hev bên”.
Yan “zêdetir li ser xwe nefikirin”.
Bi herfî “bê durûtî be”.
Yan “tehemul”.
Bi herfî “Bi pîrozan re”.
Yan “bihîkmettir in”.
Bi herfî “pêtên êgir li ser serê wî top bikî”.
Li vir behsa serwerên dewletê tê kirin.
Yan “pevçûn”.
Yan “mehkûm bûye”.
Yan “tehemul”.
Bi herfî “yên ku sinetkirî ne”.
Yan “şîretan bidin hevdû”.
Bi herfî “li ser bingeha mirovekî din ava bikim”.
Yan belkî “çend”.
Bi herfî “pîrozan”.
Bi herfî “pîrozan”.
Yan “hediyeyan”.
Yanî “tiştên li ser Xwedê”.
Bi herfî “pîrozên”.
Yan “hediyeyên”.
Bi herfî “pîrozên”.
Bi herfî “yên pîroz”.
Bi herfî “Bi maçeke pîroz”.
Ayeta 24an di hin destnivîsên herî kevn ên Yûnanî de nayê dîtin. Lê dîsa jî, ev ayet di hin destnivîsên Kitêba Pîroz de derbas dibe.