KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • nwt 1. Korîntî 1:1-16:24
  • 1. Korîntî

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • 1. Korîntî
  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
1. Korîntî

NAMEYA PÊŞÎN A JI KORÎNTIYAN RE

1 Ez, Pawlos, ê ku bi daxwaza Xwedê wek şandiyê Mesîh Îsa hatime gazîkirin, bi birayê me Sostênîs re vê nameyê dinivîsim. 2 Ev name ji civata Xwedê ya li Korîntê re hatiye nivîsîn. Yanî ji bo we, yên ku wek şagirtên Mesîh Îsa hatine pîrozkirin*. Hûn bi hemû kesên ku li her derê gazî navê Efendiyê me Îsa Mesîh dikin re, wek kesên pîroz hatine gazîkirin. Ew Efendiyê wan û Efendiyê me ye:

3 Bila aştî û qenciya mezin ji Bavê me Xwedê û ji Efendiyê me Îsa Mesîh bi we re be!

4 Ez her tim ji Xwedayê xwe re şikir dikim ji ber ku wî qenciya xwe ya mezin li we şagirtên Mesîh Îsa kiriye. 5 Ji ber ku hûn bi Mesîh re di yekîtiyê de ne, we têr û tije bereket standine. Hûn xebera Xwedê bi awayekî baş belav dikin û peyva wî baş fehm dikin. 6 Û xebera di heqê Mesîh de di nav we de kûr rûniştî ye. 7 Ji ber vê yekê, heta ku hûn li benda eşkerebûna Efendiyê me Îsa Mesîh in, her tiştê ku ji we re lazim e li ba we heye. 8 Xwedê wê alî we bike ku hûn her tim xurt bibin, ji bo ku di roja Efendiyê me Îsa Mesîh de tu kes nikaribe we ji ber tiştekî sûcdar bike. 9 Xwedê dilsoz e, û ji aliyê wî ve hûn hatine gazîkirin ku bi Kurê wî, Efendiyê me Îsa Mesîh re di yekîtiyê de bin.

10 Birano, ez bi navê Efendiyê me Îsa Mesîh ji we rica dikim ku bila gotinên we ne li dijî hev bin. Bila di nav we de cudahî çênebe; lê bila fikir û nêrîna we yek be. 11 Birayên min, ez ji hin maliyên Xloêyê pê hesiyam ku di nav we de minaqeşe çêdibin. 12 Min bihîstiye ku hûn wisa dibêjin: “Ez li pey Pawlos diçim”, yan “Ez li pey Apolos diçim”, yan “Ez li pey Kîfas* diçim” yan jî “Ez li pey Mesîh diçim.” 13 Ma Mesîh hatiye parvekirin? Ma Pawlos ji bo we li ser dar hat îdamkirin? Yan jî, ma hûn bi navê Pawlos hatine vaftîzkirin*? 14 Şikir ji Xwedê re ku ji xeynî Krîspos û Gayos, min tu kes ji we vaftîz nekiriye. 15 Bi vî awayî tu kes ji we nikare bibêje ku hûn bi navê min hatine vaftîzkirin. 16 Belê, min maliyên Steyfanas jî vaftîz kirin. Ji xeynî vê, nayê bîra min ka min kesekî din vaftîz kiriye yan na. 17 Çimkî Mesîh ez neşandime ku ez vaftîz bikim, lê wî ez şandime ku ez mizgîniyê belav bikim. Min ev yek bi gotinên biaqil nekir, ji bo ku mirina Mesîh a li ser darê îşkenceyê bêfeyde nebe.

18 Hînkirina li ser darê îşkenceyê ji bo yên ku helak dibin bêaqilî ye. Lê ji bo me, yên ku xelas dibin, ev xeber qudreta Xwedê ye. 19 Çimkî di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Ezê hîkmeta kesên bihîkmet tune bikim û zanîna kesên zana red bikim.” 20 Em dikarin li ser kesên bihîkmet, qanûnzan yan fîlozofên* vê dinyayê çi bibêjin? Xwedê wisa kiriye ku hîkmeta vê dinyayê bêaqil bê dîtin. 21 Ji ber ku mirovên vê dinyayê baweriya xwe bi hîkmeta xwe tînin, ew Xwedê nas nakin. Xwedê bi vî awayî hîkmeta xwe nîşan da ku ew bi destê xebera ku em belav dikin kesên ku bawer dikin xelas bike. Lê belê, ev xeber ji bo mirovên vê dinyayê bêaqilî ye.

22 Cihû nîşanan dixwazin, û Yûnan li hîkmetê digerin. 23 Lê em didin bihîstin ku Mesîh li ser dar hat kuştin. Ev xeber ji bo Cihûyan wek kevirekî ku dibe sebebê ketina wan e, lê ji bo miletên din bêaqilî ye. 24 Lê ji bo kesên ku ji aliyê Xwedê ve hatine gazîkirin, hem Cihû hem jî Yûnan, Mesîh qudret û hîkmeta Xwedê ye. 25 Tiştên ji Xwedê, yên ku mirov bêaqil dibînin, ji mirovan bihîkmettir in. Û tiştên ji Xwedê, yên ku mirov sist dibînin, ji mirovan biqewettir in.

26 Birano, binêrin ku çi cure mirov hatine gazîkirin. Li gor nêrîna mirovan ne gelek ji wan bihîkmet in, ne gelek ji wan biqewet in, û ne gelek ji wan ji malbatên bi nav û deng in. 27 Lê belê Xwedê tiştên dinyayê yên bêaqil hilbijartin ku yên bihîkmet bide şermkirin. Û Xwedê tiştên dinyayê yên sist hilbijartin ku yên biqewet bide şermkirin. 28 Xwedê tiştên dinyayê yên bêqîmet, tiştên ku kêm tên dîtin, û tiştên ku mirov wek tu tişt nabînin hilbijartin, da ku tiştên ku muhîm tên dîtin, tune bike. 29 Wî ev yek kir ku tu kes li ber Xwedê pesnê xwe nede. 30 Bi saya Xwedê hûn niha bi Mesîh Îsa re di yekîtiyê de ne, yê ku ji aliyê Xwedê ve ji me re hîkmet anî. Xwedê me bi saya Mesîh wek kesên rast û pîroz hesab dike, û ew me bi saya fîdyeyê azad dike. 31 Çawa ku di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Yê ku pesnê xwe dide, bila ji ber Yehowa pesnê xwe bide.”

2 Birano, gava ez hatim ku ji we re behsa sira pîroz a Xwedê bikim, ez nehatim ku bi gotinên xwe li ser we tesîr bikim yan xwe wek kesekî bihîkmet nîşan bidim. 2 Min qerar da ku li ser tu tiştê din bi we re xeber nedim, bi tenê li ser Îsa Mesîh û vê yekê ku ew li ser dar hat kuştin. 3 Û gava ez hatim ba we, ez sist bûm û ji tirsan dilerizîm. 4 Xeberdan û hînkirinên min ne bi peyvên hîkmet bûn, ên ku mirovan îqna dikin. Lê gotinên min qudreta ruhê Xwedê nîşan da. 5 Min ev yek kir ku hûn baweriya xwe ne bi hîkmeta mirovan, lê bi ruhê Xwedê bînin.

6 Em bi kesên gihîştî re li ser hîkmetê xeber didin. Ev hîkmet, ne hîkmeta vê dinyayê yan hîkmeta serokên vê dinyayê ye, yên ku wê helak bibin. 7 Lê em behsa hîkmeta Xwedê dikin, a ku di sira pîroz de veşartî ye. Xwedê ji demên borî ve ji bo rûmeta me qerar da ku li gor vê hîkmetê hereket bike. 8 Tu serokên vê dinyayê bi vê hîkmetê nizanin. Eger wan bi vê hîkmetê bizanibûya, wanê Efendiyê meyî birûmet nedaya kuştin. 9 Lê wek ku di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Tiştên ku çav nedîtine û guh nebihîstine û tiştên ku tu mirov nikare bîne ber çavê xwe, Xwedê ji bo kesên ku ji wî hez dikin, hazir kirine.” 10 Xwedê bi destê ruhê xwe ev tişt ji me re eşkere kirine. Ruhê pîroz her tiştî, heta fikrên kûr ên Xwedê jî eşkere dike.

11 Ma kîjan mirov bi fikrên mirovekî din dizane? Ew bi tenê tiştên ku di dilê wî de ne, dizane. Bi eynî awayî, bêyî ku ruhê Xwedê fikrên Xwedê eşkere bike, tu kes nikare wan bizane. 12 Îcar, me ne ruhê vê dinyayê, lê ruhê ku ji Xwedê tê, standiye. Bi vî awayî em dikarin tiştên ku Xwedê bi dilovanî hînî me kirine, fehm bikin. 13 Û em jî li ser van tiştan xeber didin, lê em peyvên bihîkmet, ên ku mirov hîn dikin, bi kar naynin. Lê em peyvên ku ruhê pîroz hînî me kirine, bi kar tînin, ji bo ku rastiyên ku ji Xwedê tên, şîrove bikin.

14 Lê mirovekî nefsî* nikare tiştên ku ruhê Xwedê eşkere kirine, qebûl bike, çimkî ew ji bo wî bêaqilî ne. Ew nikare van tiştan fehm bike, ji ber ku ev tişt bi tenê bi alîkariya ruhê Xwedê tên fehmkirin. 15 Lê belê, mirovekî ruhî* her tiştî fehm dike, lê tu mirov wî fehm nake. 16 Çawa ku di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Ma kî bi fikra Yehowa dizane ku wî hîn bike?” Lê em wek Mesîh difikirin.

3 Birano, min nikaribû bi we re wek bi mirovên ruhî re* xeber bidim. Lazim bû ku ez bi we re wek bi mirovên nefsî re* xeber bidim, wek zarokên li ber şîr di baweriya Mesîhiyan de. 2 Min ne xwarina giran, lê şîr da we. Hûn ji bo xwarina giran ne hazir bûn, û niha jî hûn ne hazir in. 3 Nêrîna we hê wek nêrîna mirovên nefsî ye. Ji ber vê yekê ku di nav we de hesûdî û şer* heye, eşkere ye ku hûn wek mirovên vê dinyayê hereket dikin. 4 Gava kesek dibêje: “Ez li pey Pawlos diçim”, lê kesekî din dibêje: “Ez li pey Apolos diçim”, ma hûn wek mirovên vê dinyayê hereket nakin?

5 Îcar Apolos kî ye? Yan Pawlos kî ye? Em bi tenê xizmetkar in, ên ku alî we kirine ku hûn bibin bawermend. Me bi tenê wezîfeya ku Efendiyê me daye me, anî cih. 6 Min toxim çand, Apolos av da, lê belê, yê ku mezin kir Xwedê ye. 7 Ne yê ku diçîne, ne jî yê ku av dide, lê Xwedê, yê ku mezin dike, hêjayî pesnan e. 8 Yê ku diçîne û yê ku av dide di yekîtiyê de îş dikin, û her yek wê li gor îşê xwe xelatê bistîne. 9 Em hevalkarên Xwedê ne. Hûn zeviya Xwedê, avahiya Xwedê ne.

10 Li gor hediyeya ku Xwedê daye min, min wek avakarekî jîr û jêhatî bingeh danî. Niha yekî din li ser ava dike. Lê lazim e ku her kes bala xwe bide wê ku ew çawa li ser bingehê ava dike. 11 Xwedê Îsa Mesîh wek bingeh danî, û tu kes nikare bingeheke din deyne. 12 Kesek dikare li ser vê bingehê bi zêr, zîv, kevirên giranbiha, dar, ka yan qirş ava bike. 13 Lê li dawiyê îşê her kesî wê eşkere bibe, çimkî roj wê nîşan bide ku îşê her yekî çi ye. Ewê bi êgir bê eşkerekirin, û agir wê nîşan bide ku her kesî çi cure îş kiriye. 14 Eger tiştê ku kesekî li ser bingehê ava kiriye bimîne, ew kes wê xelatê bistîne. 15 Eger îşê yekî bişewite, ewê zerarê bibîne. Her çi qas ew bifilite jî, ewê bibe wek kesekî ku ji êgir xelas bûye.

16 Ma hûn nizanin ku hûn îbadetgeha Xwedê ne, û ruhê Xwedê di hundirê we de ye? 17 Eger kesek îbadetgeha Xwedê wêran bike, Xwedê wê wî wêran bike. Çimkî îbadetgeha Xwedê pîroz e, û ew îbadetgeh hûn in.

18 Xwe nexapînin: Eger kesek di vê dinyayê de xwe bihîkmet hesab dike, bila bibe yekî bêaqil. Bi vî awayî, ewê bibe yekî bihîkmet. 19 Çimkî hîkmeta vê dinyayê di çavê Xwedê de bêaqilî ye. Wek ku di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Ew kesên bihîkmet di hîleyên wan de digire.” 20 Wekî din, wisa jî tê gotin: “Yehowa dizane ku fikrên kesên bihîkmet pûç in.” 21 Loma bila tu kes pesnê xwe bi mirovan nede. Çimkî her tişt aîdî we ye: 22 Pawlos, Apolos, Kîfas*, dinya, jiyan, mirin, tiştên niha, tiştên ku wê bên, her tişt aîdî we ye. 23 Lê hûn aîdî Mesîh in, û Mesîh aîdî Xwedê ye.

4 Bila mirov me wek xizmetkarên Mesîh bibînin, ên ku sirên pîroz ên Xwedê ji wan re hatine emanetkirin. 2 Ji van xizmetkarên* pêbawer tê xwestin ku ew dilsoz bin. 3 Eger hukmê min ji aliyê we yan ji aliyê hakiman ve bê dayîn, ev ji bo min qet ne muhîm e. Ez bi xwe jî hukmê xwe nadim. 4 Wijdanê min rehet e. Lê belê, ev îsbat nake ku ez mirovekî rast im. Hakimê min Yehowa ye. 5 Ji ber vê yekê, berî wexta rast hukmê tu tiştî nedin. Gava Efendiyê me bê, ewê tiştên ku di tariyê de veşartî ne derxe ber ronahiyê. Û ewê eşkere bike ku di dilê her mirovî de çi heye. Hingê her kes wê li gor îşê xwe pesnê ji Xwedê bistîne.

6 Birano, min ev tişt li ser xwe û Apolos ji bo xêra we gotin. Ji mînaka me vê yekê hîn bibin: “Ji ya nivîsandî dernekevin derve.” Eger hûn xwe li vê yekê bigirin, hûnê nebin mirovên pozbilind û hûnê tu kesî ji kesekî din mezintir nebînin. 7 Ma ferqa te ji kesekî din çi ye? Ma tiştekî te heye, yê ku te nestandiye? Madem ku te ji Xwedê standiye, îcar tu çima pesnê xwe didî, qey te bi xwe standiye?

8 Ma hûn difikirin ku li ba we her tiştê ku ji we re lazim e heye? Ma hûn difikirin ku hûn dewlemend bûne? Ma hûn difikirin ku we bêyî me dest pê kir ku wek hukimdar hukim bajon? Xwezî ku we bi rastî jî dest bi hukimajotinê bikira. Hingê meyê jî bi we re hukim bajota. 9 Wisa xuya dike qey em ji bo dinyayê, mirovan û melekan bûne temaşe. Xwedê ez û şandiyên din wek kesên dawîn, ên ku hukmê mirinê standine, danîn ser sehneyê. 10 Ji ber Mesîh em wek kesên bêaqil tên dîtin, lê ji ber ku hûn li pey Mesîh diçin, hûn xwe wek kesên bihîkmet dibînin. Em wek kesên sist xuya dikin, lê hûn xurt xuya dikin. Hûn tên birûmetkirin, lê em tên bêrûmetkirin. 11 Heta vê saetê em tî û birçî ne, li me tê xistin, kincên me tune ne û em bê cih û war in. 12 Em bi xîret îş dikin. Gava heqaret li me tê kirin, em xêrê dixwazin. Gava zilm li me tê kirin, em sebir* dikin. 13 Gava buxtan* li me tê kirin, em bi nermî cewab didin. Heta niha em hê wek zibilê dinyayê û xweliya erdê tên dîtin.

14 Ez van tiştan ne ji bo vê yekê ku we bidim şermkirin, lê ji bo vê yekê ku we wek zarokên xwe yên delal bi awayekî rast perwerde bikim, dinivîsim. 15 Eger di rêya Mesîh de 10.000 mamosteyên* we hebin jî, ew qas bavên we tune ne. Lê ez bi saya mizgîniyê di baweriya Mesîh Îsa de bûme bavê we. 16 Loma ez ji we rica dikim ku hûn min ji xwe re bikin mînak. 17 Ji ber vê yekê, ez Tîmotêyos dişînim ba we. Ew di baweriya Efendiyê me de zarokê minî dilsoz û ezîz e. Ewê rêyên ku ez wek xizmetkarê Mesîh Îsa bi kar tînim bîne bîra we. Û ewê bîne bîra we ku ez li her derê di hemû civatan de çi hîn dikim.

18 Hin kes ji we difikirin qey ez venagerim ba we, û pozbilind bûne. 19 Lê eger Yehowa bixwaze, ezê di wexteke nêzîk de bêm ba we. Li şûna ku ez gotinên wan kesên zimandirêj û pozbilind bibihîzim, ez dixwazim bibînim ka qudreta Xwedê bi wan re ye yan na. 20 Çimkî esasê Hukimdariya Xwedê ne gotin e, lê qudreta ji Xwedê ye. 21 Hûn çi dixwazin? Ma hûn dixwazin ku ez bêm û we ceza bikim, yan jî ez bi hezkirin û ruhekî nerm bêm ba we?

5 Min bihîst ku di nav we de bêexlaqiya cinsî heye. Û ew bêexlaqiyeke ew qas xerab e ku di nav nebawermendan* de jî tiştekî wisa qet tune ye. Ji min re hatiye gotin ku zilamek bi jina bavê xwe re dijî. 2 Gelo hûn bi vê yekê serbilind in? Ma ne lazim e ku hûn xemgîn bin û vî kesê ku van tiştan dike ji nav xwe derxin? 3 Her çi qas ez ne li ba we bim jî, hişê* min li ba we ye. Min ev zilamê ku ev tişt kirin jixwe mehkûm kiriye, qey ez bi we re bûm. 4 Gava hûn bi hev re bi navê Efendiyê me Îsa top dibin, bizanin ku hişê* min û qeweta Efendiyê me Îsa jî bi we re ye. 5 Gerek hûn zilamekî wisa bidin destê Şeytan, ji bo ku ev tesîra gunehkar ji holê bê rakirin. Bi vî awayî, halê ruhî yê civatê wê di roja Efendiyê me de bê parastin.

6 Ne baş e ku hûn bi vê yekê serbilind in. Ma hûn nizanin ku hinek hevîrtirş dikare temamiya hevîr tirş bike? 7 Hevîrtirşê kevn bavêjin, da ku hûn bibin hevîrê nû yê bê hevîrtirş û wisa bimînin. Çimkî berxê me yê Cejna Derbasbûnê Mesîh hatiye qurbankirin. 8 Loma bila em Cejna Derbasbûnê ne bi hevîrtirşê kevn û ne bi hevîrtirşê guneh û xerabiyê pîroz bikin, lê bila em vê cejnê bi nanê bêhevîrtirş, yanî bi nanê duristî û rastiyê, pîroz bikin.

9 Min di nameya xwe de ji we re nivîsî ku gerek hûn bi kesên ku bêexlaqiya cinsî dikin re, hevaltiyê nekin. 10 Lê belê, min behsa mirovên vê dinyayê nekir, ên ku bêexlaqiya cinsî dikin, yan çavbirçî ne, yan rêbir in, yan jî pûtperest in. Eger wisa bûya, gerek hûn ji vê dinyayê derkevin. 11 Lê niha ez ji we re dinivîsim ku hûn bi kesê ku jê re bira tê gotin, lê bêexlaqiya cinsî dike, yan çavbirçî ye, yan ji pûtan re îbadet dike, yan çêrî* kesên din dike, yan bi zêdeyî vedixwe*, yan rêbir e hevaltiyê nekin. Gerek hûn bi kesekî wisa re xwarinê jî nexwin. 12 Ma ev îşê min e ku ez hukmê kesekî ku ji derveyî civatê ye, bidim? Ma ev ne îşê we ye ku hûn hukmê kesên ku di hundirê civatê de ne, bidin? 13 Lê Xwedê hukmê kesên ku ji derveyî civatê ne, dide. “Kesên ku xerabiyê dikin ji nav xwe derxin.”

6 Eger doza te bi birayekî re hebe, ma tu diwêrî ku herî mehkemeyê, li ber nebawermendan? Ma tu çima naçî ba yên pîroz* di civatê de? 2 Hûn helbet dizanin ku yên pîroz wê hukmê dinyayê bidin. Lê madem ku hûnê hukmê dinyayê bidin, ma hûn nikarin meseleyên biçûk safî bikin? 3 Ma hûn nizanin ku emê hukmê melekan bidin? Îcar hûn çima nikarin meseleyên biçûk ên vê jiyanê safî bikin? 4 Madem ku gerek hûn meseleyên vê jiyanê safî bikin, hûn çima dozên xwe dibin ba hakimên ku ne pareke civatê ne? 5 Ji bo ku hûn şerm bikin, ez wisa dibêjim. Ma di nav we de qet zilamekî bihîkmet tune ye ku bikare meseleyên di nav birayan de safî bike? 6 Li şûna vê, birayek birayê xwe dibe ber mehkemeyê û wî li ber nebawermendan sûcdar dike!

7 Bi rastî, ev yek ku di nav we de doz çêdibin, ji bo we binketin e. Ma ne çêtir e ku neheqî li we bê kirin? Ma ne çêtir e ku hûn zerarê bibînin? 8 Li şûna vê, hûn neheqiyê dikin û zerarê didin birayên xwe!

9 Ma hûn nizanin ku kesên ku xerabiyê dikin wê Hukimdariya Xwedê mîras nestînin? Neyên xapandin! Kesên ku bêexlaqiya cinsî dikin, yan ji pûtan re îbadetê dikin, yan zinayê dikin, yan zilamên ku xwe didin zilamên din, yan zilamên ku bi zilaman re radikevin*, 10 yan diz, yan kesên çavbirçî, yan kesên ku bi zêdeyî vedixwin*, yan çêrker*, yan rêbir wê Hukimdariya Xwedê mîras nestînin. 11 Dîsa jî, hin ji we kesên wisa bûn. Lê Xwedê bi navê Efendiyê me Îsa Mesîh û ruhê xwe hûn paqij kirin, pîroz kirin û wek kesên rast derxistin.

12 Îzna min heye ku ez her tiştî bikim, lê belê, her tişt ne bifeyde ye. Îzna min heye ku ez her tiştî bikim, lê belê, ezê nehêlim ku tiştek min bindest bike. 13 Xwarin ji bo zik e, û zik ji bo xwarin e. Lê Xwedê wê hem xwarin hem jî zik tune bike. Beden ne ji bo bêexlaqiya cinsî ye. Beden ji bo îşê Efendiyê me ye, û Efendiyê me li bedena me xwedî derdikeve. 14 Xwedê bi qudreta xwe Efendiyê me ji mirinê rakir, û ewê me jî ji mirinê rake.

15 Ma hûn nizanin ku bedenên we aîdî Mesîh in? Ma rast e ku hûn tiştê ku aîdî Mesîh e bistînin û bidin fahîşeyekê? Na! 16 Ma hûn nizanin ku eger kesek xwe bide fahîşeyekê ew bi wê re dibe yek beden? Çimkî Xwedê dibêje: “Her du wê bibin yek*.” 17 Lê yê ku bi Efendiyê me re di yekîtiyê de ye, ew bi wî re di ruh de dibe yek. 18 Ji bêexlaqiya cinsî birevin! Çimkî tu gunehekî din li ser bedenê wisa tesîr nake. Lê kesê ku bêexlaqiya cinsî dike, ew li dijî bedena xwe guneh dike. 19 Ma hûn nizanin ku bedena we îbadetgeha ruhê pîroz e, yê ku di hundirê we de ye? Û ev ruh ji Xwedê ye. Hûn ne aîdî xwe ne, 20 çimkî Xwedê bihayekî mezin ji bo we daye. Îcar bi bedena xwe wî birûmet bikin.

7 Niha ez dixwazim li ser tiştên ku we nivîsiye xeber bidim: Ji bo zilamekî çêtir e ku ew nezewice û eleqeya wî ya cinsî bi jinikekê re tune be*. 2 Lê ji ber ku bêexlaqiya cinsî ew qas belav bûye, bila jina her mêrekî hebe û bila mêrê her jinekê hebe. 3 Gerek mêr hewcedariyên* jina xwe têr bike, û gerek jin eynî tiştî ji bo mêrê xwe bike. 4 Hukmê jinê bi temamî li ser bedena wê tune ye, lê hukmê mêrê wê heye. Bi eynî awayî, hukmê mêr bi temamî li ser bedena wî tune ye, lê hukmê jina wî heye. 5 Bila kesek rê li ber yê din negire ku pê re rakeve*. Lê eger jin û mêr qebûl dikin ku ew ji bo wextekê bi hev re ranekevin, da ku bala xwe bidin duayê, ev tiştekî baş e. Paşê bila ew dîsa bi hev re rakevin, çimkî eger xwegirtina wan kêm be, Şeytan dikare vê yekê bi kar bîne ku ew dilsoz nemînin. 6 Tiştên ku min ji we re gotin, hûn dikarin bikin, lê belê, ev ne emir e. 7 Xwezî ku hemû mirov wek min nezewicî bûna. Lê her yek ji me hediyeya* xwe ji Xwedê standiye. Ji ber vê yekê, kesên ku dizewicin hene, û kesên ku nazewicin jî hene.

8 Ez ji kesên nezewicî û ji jinebiyan re vê yekê dibêjim: Eger ew wek min bimînin, ev ji bo wan çêtir e. 9 Lê eger ew nikarin xwe bigirin, bila ew bizewicin. Li şûna ku ew di şehweta xwe de bişewitin, çêtir e ku ew bizewicin.

10 Ji kesên zewicî re ez vê rêberiyê didim: Gerek jin ji mêrê xwe veneqete. Ev rêberî ji Efendiyê me tê. 11 Lê eger ew ji mêrê xwe veqete, bila ew bê mêr bimîne, yan jî bi mêrê xwe re li hev were. Gerek mêr jî dev ji jina xwe bernede.

12 Lê ji kesên din re ez vê yekê dibêjim (vê yekê ne Efendiyê me dibêje, lê ez dibêjim): Eger birayek bi jineke nebawermend re zewicî be û jin razî be ku bi wî re bimîne, bila ew dev ji wê bernede. 13 Û eger jin bi mêrekî nebawermend re zewicî be û mêr razî be ku bi wê re bimîne, bila ew dev ji mêrê xwe bernede. 14 Çimkî zewaca mêrê nebawermend ji ber jina wî pîroz tê dîtin, û zewaca jina nebawermend ji ber birayê me pîroz tê dîtin. Yan na, zarokên we wê ne pîroz bûna*, lê belê ew pîroz in. 15 Lê eger yê nebawermend qerar dide ku ew here, bila here. Di hal û rewşeke wisa de xwişk yan bira ne mecbûr e ku bi wî kesî re bimîne. Xwedê gazî we kiriye ku hûn di aştiyê de bin. 16 Jinikê, tu ji ku dizanî, belkî tuyê mêrê xwe xelas bikî? Yan mêro, tu ji ku dizanî, belkî tuyê jina xwe xelas bikî?

17 Bila her kes li gor halê xwe, gava ew ji aliyê Yehowa Xwedê ve hat gazîkirin, bi dewamî bijî. Ez vê rêberiyê didim hemû civatan. 18 Eger zilamek wek yekî sinetkirî hatibû gazîkirin, bila di vî halî de bimîne. Eger zilamek wek yekî nesinetkirî hatibû gazîkirin, bila ew neyê sinetkirin. 19 Ne muhîm e ku kesek sinetkirî be yan na. Ya muhîm ev e ku mirov xwe li qanûnên Xwedê bigire. 20 Bila her kes wek ku ew hatiye gazîkirin, eynî wisa bimîne. 21 Eger tu xulam bûyî, gava ku tu hatibûyî gazîkirin, qet xem neke. Lê eger tu dikarî azad bibî, vê fersendê winda neke. 22 Çimkî xulamê ku ji aliyê Efendiyê me ve hat gazîkirin, dibe xizmetkarekî azad ê Efendiyê me. Û kesê azad, ê ku ji aliyê Efendiyê me ve hat gazîkirin, dibe xulamekî Mesîh. 23 Hûn bi bihayekî mezin hatine kirîn. Nebin xulamên mirovan. 24 Birano, wek ku hûn ji aliyê Xwedê ve hatine gazîkirin, eynî wisa bimînin.

25 Ji bo keç û xortên nezewicî* tu emrê min ji Efendiyê me tune ye. Lê ez wek kesekî dilsoz, ê ku ji aliyê Efendiyê me ve rehm standiye, dixwazim nêrîna xwe ji we re bibêjim: 26 Di van rojên zor û zehmet de, ez difikirim ku ya herî baş ev e ku mirov di halê xwe de bimîne. 27 Tu bi jinekê re zewicî yî? Li rêyekê negere ku tu ji wê azad bibî. Jina te tune ye? Îcar ji xwe re li jinekê negere. 28 Lê eger tu bizewicî jî, tu guneh nakî. Û eger keç yan xortekî nezewicî* qerar dide ku bizewice, ew jî guneh nake. Lê belê, yên ku dizewicin, tengasiyên wan wê hebin. Lê ez dixwazim alî we bikim ku we ji van tengasiyan biparêzim.

29 Birano, ez vê yekê ji we re dibêjim: Wext hindik maye. Ji niha û pê ve, yên ku jina wan heye, bila wisa bijîn qey jina wan tune ye. 30 Kesên ku digirîn bila bibin wek kesên ku nagirîn. Kesên ku kêfxweş in bila bibin wek kesên ku ne kêfxweş in. Kesên ku dikirin bila bibin wek kesên ku mal û milkê wan tune ye. 31 Û kesên ku tiştên vê dinyayê bi kar tînin, bila bi temamî bi kar neynin, çimkî halê vê dinyayê diguhere. 32 Ez dixwazim ku hûn ji xeman xelas bin. Kesê nezewicî bi tenê ji bo vê xeman dixwe ku ewê çawa îşê Efendiyê me pêk bîne, çimkî ew dixwaze dilê wî razî bike. 33 Lê kesê zewicî ji bo tiştên vê dinyayê xeman dixwe, û ji bo vê yekê ku ew çawa dikare dilê jina xwe razî bike. 34 Û bi vê yekê ew bûye du par. Bi eynî awayî, jinikeke nezewicî yan keçikek xeman dixwe ku ewê çawa îşê Efendiyê me pêk bîne, da ku hem beden hem jî aqlê wê pîroz be. Lê jinikeke zewicî ji bo tiştên vê dinyayê xeman dixwe, û ji bo vê yekê ku ew çawa dikare dilê mêrê xwe razî bike. 35 Ez vê yekê ne ji bo ku we bisînor bikim, lê ji bo xêra we dibêjim. Ez dixwazim ku hûn bi awayekî rêk û pêk hereket bikin, da ku hûn bikarin her tim ji dil û bê asteng ji Efendiyê me re xizmet bikin.

36 Lê eger kesek di beden û aqlê xwe de gihîştî ye* û difikire ku eger ew nezewice ew êdî nikare xwe bigire, hingê bila ew li gor dilê xwe bike; ew guneh nake. Bila bizewice. 37 Lê eger kesek ne dudilî ye û xwe mecbûr nabîne ku bizewice, û ew dikare xwestekên xwe bindest bike û wî di dilê xwe de qerar daye ku nezewice, ew baş dike. 38 Îcar, kesê ku dizewice baş dike, lê kesê ku nazewice baştir dike.

39 Jinek heta ku mêrê wê sax e, gerek bi wî re bimîne. Lê eger mêrê wê bimire, hingê ew serbest e û dikare bi yê ku ew dixwaze re bizewice, lê gerek ew şagirtê Efendiyê me be. 40 Lê bi dîtina min, eger ew wisa bimîne, ewê dilxweştir be. Bi rastî ez difikirim ku ruhê Xwedê li ser min e.

8 Niha ez dixwazim li ser xwarina ku ji pûtan re tê qurbankirin, binivîsim: Zanîna me hemûyan li ser vê mijarê heye. Zanîn me pozbilind dike, lê hezkirin kesên din ava dike. 2 Eger kesek difikire ku ew hemû cewaban dizane, ew meseleyê baş fehm nake. 3 Lê eger kesek ji Xwedê hez dike, Xwedê wî kesî nas dike.

4 Îcar, ma îzin heye ku em xwarina ku ji pûtan re tê qurbankirin, bixwin? Em dizanin ku pût ne tiştek e, û tenê yek Xwedê heye. 5 Li ezmên be yan li ser rûyê erdê be, yên ku ji wan re “xwedê” tê gotin, hene. Gelek mirov wan wek “xwedê” yan wek “efendî” dibînin. 6 Lê ji bo me tenê yek Xwedê heye, ew jî Bav e. Her tişt ji wî tê, û em ji bo wî dijîn. Û ji bo me tenê yek Efendî heye, ew jî Îsa Mesîh e. Her tişt bi navgîniya wî çêbû, û bi navgîniya wî em dijîn.

7 Lê belê, her kes vêya fehm nake. Hin kesan berê ji pûtan re îbadet dikir. Loma, gava ew tiştekî dixwin, ew difikirin ku ev xwarin ji pûtekî re hatibû qurbankirin, û ji ber ku wijdanê wan sist e, ew wan aciz dike. 8 Xwarin me nêzîkî Xwedê nake. Eger em nexwin, em tiştekî ji dest nadin, û eger em bixwin jî, em tiştekî bi dest naxin. 9 Hay ji xwe hebin ku hûn bi heqê qerardayîna xwe nebin sebebê ketina kesên sist*. 10 Her çi qas hûn dizanin ku pût ne tiştek e, kesekî bi wijdanekî sist dikare bibîne ku hûn xwarinê di îbadetgeha pûtekî de dixwin. Ev yek dikare li ser wî jî tesîr bike ku ew xwarina ku ji pûtan re hatiye qurbankirin, bixwe. 11 Her çi qas tu dizanî ku îzna te heye ku tu vê xwarinê bixwî, tu baweriya kesê sist helak dikî. Ji bîr neke, ew birayê te ye, yê ku Mesîh ji bo wî mir. 12 Eger hûn bi vî awayî li dijî birayên xwe guneh dikin û wijdanê wan ê sist birîndar dikin, hûn li dijî Mesîh guneh dikin. 13 Ji ber vê yekê, eger xwarina ku ez dixwim dibe sebebê sistbûna baweriya birayê min, ezê êdî tu caran goşt nexwim. Ez naxwazim tiştekî wisa bikim ku dikare baweriya birayê min sist bike.

9 Ma ez ne azad im ku tiştê ku ez dixwazim bikim? Ma ez ne şandî me? Ma min Efendiyê me Îsa nedîtiye? Ma hûn di xizmeta Efendiyê me de ne keda destê min in? 2 Eger kesên din min wek şandî nebînin jî, hûn min wek şandî dibînin! Hûn îsbat in ku şandiyê Efendiyê me ez im.

3 Ez ji kesên ku min sûcdar dikin re vê yekê ji bo parastina xwe dibêjim: 4 Ma heqê me tune ye ku em tiştên ku ji me re tên dayîn, bixwin û vexwin? 5 Ma heqê me tune ye ku em bizewicin û jina xwe ya bawermend bi xwe re bibin rêwitiyê? Şandiyên mayîn, birayên Efendiyê me û Kîfas* jî wisa dikin. 6 Ma tenê ez û Barnabas mecbûr in ku ji bo debara xwe îş bikin? 7 Ma kîjan esker bi xwe mesrefa eskeriya xwe dide? Ma kî rezekî diçîne û ji mêweyên wê naxwe? Ma kîjan şivan ji şîrê keriyê xwe venaxwe?

8 Ez van tiştan ne li gor nêrîna mirovan dibêjim. Qanûn jî behsa van tiştan dike. 9 Di Qanûna Mûsa de hatiye nivîsîn: “Devê gayê ku gêre dike girênede.” Ma Xwedê bi tenê xema gayan dixwe? 10 Yan wî ev yek ji bo xêra me gotiye? Belê, ev yek bi rastî jî ji bo feydeya me hatiye nivîsîn. Hem yê ku cot dike hem jî yê ku gêre dike dikare bi hêvî li benda para xwe ya dirûnê be.

11 Madem ku me tiştên ruhî* di nav we de belav kirine*, ma em nikarin desteka madî ji we bistînin? 12 Madem ku heqê kesên din heye ku ew li benda vê desteka we bin, ma hê zêdetir heqê me tune ye ku em li benda vê yekê bin? Lê dîsa jî me ev heqê xwe bi kar neanî. Li şûna vê, me bi hemû cureyên tengasiyan sebir kir ji bo ku em rê li ber tu kesî negirin ku ew baweriya xwe bi mizgîniya li ser Mesîh bîne. 13 Ma hûn nizanin ku zilamên ku di îbadetgehê de xizmet dikin ji tiştên ku mirov tînin îbadetgehê dixwin? Yan jî, ma hûn nizanin ku yên ku li ber qurbangehê xizmet dikin pareke ji tiştên ku li qurbangehê tên qurbankirin distînin? 14 Bi eynî awayî, Efendiyê me emir daye ku kesên ku mizgîniyê belav dikin ji aliyê mizgîniyê ve bên xwedîkirin.

15 Her çi qas heqê min hebû, min dîsa jî tiştek ji we nexwest. Û ez van tiştan nanivîsim ji ber ku ez niha tiştekî ji we dixwazim. Li şûna ku kesek sebebê pesndayîna min ji min bistîne, ji bo min çêtir e ku ez bimirim! 16 Eger ez mizgîniyê belav dikim, sebebê min tune ye ku ez pozbilind bim. Çimkî ev mesûliyeta min e. Wey li min, eger ez mizgîniyê belav nekim! 17 Eger ez bi dilxwazî vêya bikim, xelata min heye. Lê eger ez ne bi daxwaza xwe vê yekê bikim, dîsa jî ev mesûliyet ji min re hatiye dayîn. 18 Îcar xelata min çi ye? Xelata min ev e ku ez mizgîniyê bi dilxwazî û bêpere belav dikim. Bi vî awayî, ez wek mizgînvan qudreta xwe ji bo xêra xwe bi kar naynim.

19 Ez her çi qas mirovekî azad im jî, min xwe kir xulamê her kesî, da ku ez gelek mirovan qezenc bikim. 20 Ji bo Cihûyan ez bûm wek yekî Cihû, da ku ez Cihûyan qezenc bikim. Ji bo kesên ku di bin qanûnê de ne, ez bûm wek kesekî ku di bin qanûnê de ye. Ez her çi qas ne di bin qanûnê de me jî, ez bûm wek kesekî ku di bin qanûnê de ye, da ku ez kesên ku di bin qanûnê de ne qezenc bikim. 21 Ji bo kesên bê qanûn ez bûm wek kesekî bê qanûn, da ku ez kesên bê qanûn qezenc bikim. Ez her çi qas li pey qanûna Xwedê diçim û di bin rêberiya qanûna Mesîh de me jî, ez vêya dikim. 22 Ji bo kesên sist ez bûm yekî sist, da ku ez kesên sist qezenc bikim. Ez ji bo hemû cureyên mirovan bûm her tişt û min her tiştê ku mumkin bû kir, da ku ez herî kêm hin kesan xelas bikim. 23 Ez hemû tiştan ji bo xatirê mizgîniyê dikim, da ku ez vê mizgîniyê bidim kesên din.

24 Wek ku hûn dizanin, di meydana bezê de hemû bezvan dibezin, lê bi tenê yek kes xelatê distîne. Loma wisa bibezin ku hûn xelatê bistînin! 25 Her kesê ku dikeve pêşbaziyê* di her tiştî de xwegirtinê nîşan dide. Ew vê yekê dikin ji bo ku taceke ku dirize* bi dest bixin. Lê em vê yekê dikin ji bo ku em taceke ku heta hetayê narize bi dest bixin. 26 Ji ber vê yekê ez bêarmanc nabezim. Ez badîhewa kulma xwe navêjim hewayê. 27 Ez li bedena xwe dixim û bedena xwe dikim xulam, da ku ez piştî ku min mizgînî da kesên din, bi xwe neyêm redkirin.

10 Birano, ez dixwazim bînim bîra we ku bav û kalên me, hemû di bin ewr de bûn û hemû di behra sor re derbas bûn. 2 Gava ew li pey Mûsa diçûn, ew hemû di bin ewr û behrê de hatin vaftîzkirin. 3 Wan hemûyan eynî xwarina ruhî dixwar, 4 û hemûyan eynî ava ruhî vedixwar. Wan ji zinara ruhanî, ya ku bi wan re diçû, av vedixwar. Vê zinarê Mesîh temsîl dikir. 5 Lê Xwedê ji piraniya wan ne razî bû, û ew di çolê de hatin kuştin.

6 Ev tiştên ku hatin serê wan ji bo me bûne ders, da ku dilê me wek dilê wan neçe tiştên xerab. 7 Wek hin ji wan ji pûtan re îbadet dikir, hûn ji pûtan re îbadetê nekin. Çawa ku di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Xelk rûnişt ku bixwe û vexwe. Paşê ew rabûn ku wexteke xweş derbas bikin.” 8 Wek hin ji wan bêexlaqiya cinsî dikir û di rojekê de 23.000 kes mirin, hûn bêexlaqiya cinsî nekin. 9 Wek hin ji wan Xwedê diceriband û ji aliyê maran ve hatin kuştin, hûn Yehowa neceribînin. 10 Wek hin ji wan gazin dikir û bi destê melekê helakkirinê hatin kuştin, hûn gazinan nekin. 11 Ev tiştên ku hatin serê wan ji bo me bûne ders. Û ev tişt hatin nivîsîn, da ku em, ên ku di dawiya van deman de dijîn, bên hişyarkirin.

12 Îcar, bila yê ku difikire ku ew qayîm disekine hay ji xwe hebe ku ew nekeve. 13 Hemû ceribandinên ku hûn rastî wan tên, hatine serê kesên din jî. Lê Xwedê dilsoz e. Ewê nehêle ku hûn ji qeweta xwe zêdetir* bên ceribandin. Lê gava hûn tên ceribandin, Xwedê wê ji bo we rêyekê veke, da ku hûn bikaribin tehemul bikin.

14 Loma delalên min, ji pûtperestiyê birevin. 15 Ez bi we re wek bi mirovên aqilmend re xeber didim. Hûn bi xwe gotinên min bidin ber hev. 16 Ma kasa keremê, ya ku em ji Xwedê re ji bo wê şikir dikin, me nake hevparên xwîna Mesîh? Ma nanê ku em dişkînin me nake hevparên bedena Mesîh? 17 Madem ku nan yek e, em her çi qas gelek bin jî em yek beden in, çimkî em hemû hevparên yek nanî ne.

18 Ka bala xwe bidin miletê Îsraîl: Gava ew tiştên ku tên qurbankirin dixwin, ma ew nabin hevparên qurbangehê? 19 Ma ez dixwazim bibêjim ku pût yan tiştên ku ji wî re tên qurbankirin, tiştek in? 20 Na, ez wisa nabêjim. Ez dibêjim ku miletên din ne ji Xwedê re, lê ji cinan re qurbanan pêşkêş dikin. Û ez naxwazim ku hûn bibin hevparên cinan. 21 Hûn nikarin hem ji kasa Yehowa hem jî ji kasa cinan vexwin. Hûn nikarin hem ji “sifra Yehowa” û hem jî ji sifra cinan bixwin. 22 Ma em dixwazin ‘hêrsa Yehowa rakin’? Ma em ji wî biqewettir in?

23 Ji bo her tiştî îzin heye, lê belê her tişt ne bifeyde ye. Ji bo her tiştî îzin heye, lê belê her tişt ava nake. 24 Ne bi tenê li xêra xwe, li bi dewamî li xêra kesên din jî bigerin.

25 Her goştê ku li sûka qesaban tê firotin, bixwin. Eger hûn qerar didin ku goşt bixwin, hûn dikarin bi wijdanekî paqij bixwin, 26 çimkî di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Erd û hemû tiştên ku tê de ne aîdî Yehowa ne.” 27 Eger kesekî nebawermend ji bo xwarinê gazî we bike, û hûn qerar didin ku herin, her tiştê ku ew deynin ber we, bixwin. Ji ber wijdanê xwe pirsan nepirsin. 28 Lê eger kesek ji we re bibêje: “Ev goşt ji pûtekî re hat qurbankirin”, hingê ji bo xatirê wî kesî nexwin, da ku wijdanê tu kesî aciz nebe. 29 Ez ne behsa wijdanê we, lê behsa wijdanê yê din dikim. Çimkî ez naxwazim ku wijdanê kesekî din li ser azadiya min bibe hakim. 30 Madem ku ez ji bo xwarinê ji Xwedê re spasdar im û îzna min heye ku ez vê xwarinê bixwim, çima gerek ez vêya bikim û ev yek bibe sebeb ku kesên din min sûcdar bikin?

31 Loma, hûn bixwin yan vexwin yan jî tiştekî din bikin, her tiştî ji bo rûmeta Xwedê bikin. 32 Ji tu kesî re nebin sebebê ketinê, ne ji Cihûyan re, ne ji Yûnanan re, ne jî ji kesên ku aîdî civata Xwedê ne re. 33 Ez jî xîret dikim ku wisa bikim. Ez bi hemû kirinên xwe xîret dikim ku dilê mirovan razî bikim. Ez ne li xêra xwe, lê li xêra gelekan digerim, da ku ew xelas bibin.

11 Çawa ku ez Mesîh ji xwe re dikim mînak, hûn jî min ji xwe re bikin mînak.

2 Ji ber ku hûn her tim min tînin bîra xwe û hûr û kûr li gor rêberiyên* ku min dane we hereket dikin, ez pesnê we didim. 3 Ez dixwazim ku hûn bizanin ku serê her zilamî Mesîh e, serê jinê zilam e, û serê Mesîh jî Xwedê ye. 4 Eger zilamek serê xwe dinixumîne* û dua dike yan jî pêxembertiyê dike, ew serê xwe bêhurmet dike. 5 Lê gava jinek serê xwe nanixumîne û dua dike yan jî pêxembertiyê dike, ew serê xwe bêhurmet dike. Ev yek wisa ye qey porê serê wê hatiye kurkirin. 6 Eger jinek serê xwe nenixumîne, îcar bila porê wê jî bê birîn. Ji ber ku ji bo jinekê ev tiştekî bêhurmet e ku porê wê bê birîn yan porê serê wê bê kurkirin, bila ew serê xwe binixumîne.

7 Gerek zilamek serê xwe nenixumîne, çimkî ew sûret û rûmeta Xwedê ye. Lê belê, jin rûmeta zilam e. 8 Çimkî ne zilam ji jinê çêbû, lê jin ji zilam çêbû. 9 Ji xeynî vê, ne zilam ji bo xatirê jinê hat çêkirin, lê jin ji bo xatirê zilam hat çêkirin. 10 Ji ber vî sebebî û ji ber melekan, gerek jin serê xwe binixumîne, da ku ew nîşan bide ku ew di bin serîtiyê de ye.

11 Wekî din, di nav şagirtên Efendiyê me de, zilam hewceyî jinê ye û jin jî hewceyî zilam e. 12 Çawa ku jin ji zilam çêbû, zilam jî ji jinan tên dinyayê. Lê belê, her tişt ji Xwedê tê. 13 Hûn bi xwe bibêjin: Ma çêdibe ku jin serê xwe nenixumîne û li ber kesên din ji Xwedê re dua bike? 14 Heta em ji tebîetê hîn dibin ku porê dirêj ji bo zilamekî tiştekî bêhurmet e. 15 Lê porê dirêj ji bo jinekê tiştekî bedew e*. Porê wê ji bo nixumandina serê wê hatiye dayîn. 16 Eger kesek dixwaze li dijî vî adetî tiştek bibêje, cewaba me ev e ku hem li ba me û hem jî li ba civatên Xwedê adetekî din tune ye.

17 Lê gava ez van rêberiyan didim we, ez pesnê we nadim. Civînên we ne feydeyê, lê zerarê didin we. 18 A pêşîn, ez dibihîzim ku gava hûn di civatê de li hev top dibin, di nav we de cudahî çêdibin. Û ez bawer dikim ku hin ji tiştên ku ez dibihîzim rast in. 19 Erê, di nav we de mezheb wê hebin, û ev yek wê eşkere bike ku Xwedê kê qebûl dike.

20 Gava hûn li hev top dibin ku Şîva Efendiyê me bixwin, hûn wê bi awayekî nerast derbas dikin. 21 Gava wext tê ku hûn Şîva Efendiyê me bixwin, her kes ji we êdî şîva xwe xwariye. Bi vî awayî yek ji we birçî ye, lê yekî din serxweş e. 22 Ma malên we tune ne ku hûn li wê derê bixwin û vexwin? Ma hûn civata Xwedê biçûk dibînin û dixwazin kesên feqîr bixin şermê? Ma ez ji we re çi bibêjim? Ma ez pesnê we bidim? Di vê yekê de ez pesnê we nadim.

23 Tiştê ku ez ji Efendiyê me hîn bûm, ez hînî we dikim. Li şeva ku Efendiyê me Îsa hat dayîn dest, wî nan hilda, 24 û piştî ku wî ji Xwedê re şikir kir, wî nan şikand û got: “Ev bedena min temsîl dike, ya ku ji bo we wê bê dayîn. Vê yekê ji bo bîranîna min bikin.” 25 Bi eynî awayî, piştî xwarina şîvê wî kas jî hilda û got: “Ev kas peymana nû ya li ser esasê xwîna min temsîl dike. Her tim gava hûn jê vedixwin, vê yekê ji bo bîranîna min bikin.” 26 Heta Efendiyê me bê, gava hûn ji vî nanî dixwin û ji vê kasa şerabê vedixwin, hûn bi dewamî mirina wî îlan dikin.

27 Yê ku bi awayekî nehêja ji nên dixwe û ji kasa şeraba Efendiyê me vedixwe, ew li dijî beden û xwîna Efendiyê me guneh dike. 28 Her kes gerek pêşî tê derxe ka ew hêja ye yan na. Bi tenê hingê ew dikare ji nên bixwe û ji kasa şerabê vexwe. 29 Eger kesek dixwe û vedixwe û fehm nake ku ev yek bedena Efendiyê me temsîl dike, ew dibe sebeb ku Xwedê hukmê wî bide. 30 Loma gelek kes di nav we de sist û nexweş in, û hin jî mirine*. 31 Lê eger me tê derxista ku em kî ne, hukmê me wê nehata dayîn. 32 Lê gava hukmê me tê dayîn, ev yek tê maneya ku em ji aliyê Yehowa ve tên terbiyekirin, da ku em bi dinyayê re neyên mehkûmkirin. 33 Îcar birano, gava hûn ji bo Şîva Efendiyê me li hev top dibin, li benda hev bisekinin. 34 Eger kesek birçî be, bila ew li mala xwe xwarinê bixwe, da ku gava hûn li hev top dibin hukmê we neyê dayîn. Gava ez bêm, ezê meseleyên mayî safî bikim.

12 Birano, ez dixwazim ku hûn dayînên Xwedê fehm bikin. 2 Wek ku hûn dizanin, berî ku hûn bûn bawermend, hûn di bin tesîra pûtên ku qet nikarin xeber bidin de bûn. Hûn li pey wan diçûn, û we bi ya wan dikir. 3 Ez dixwazim ku hûn bizanin ku tu kes di bin rêberiya ruhê Xwedê de wisa nabêje: “Lanet li Îsa be!” Û eger kesek ne di bin rêberiya ruhê pîroz de be, ew nikare bibêje: “Îsa Efendiyê me ye!”

4 Gelek cure dayînên Xwedê hene, lê belê ew hemû ji ruhê Xwedê tên. 5 Gelek cure awayên xizmetê hene, lê em ji eynî Efendiyî re xizmet dikin. 6 Gelek cure îş hene, lê Xwedayê ku qewetê dide ku ev îş bên kirin, eynî ye. 7 Alîkariya ku ruhê pîroz dide her kesî ji bo xêra kesên din e. 8 Bi saya ruh kesek dikare bi hîkmet xeber bide, û bi saya eynî ruhî kesekî din dikare bi zanînê xeber bide. 9 Bi saya eynî ruhî baweriya kesekî heye, û kesekî din jî ev dayîn ji Xwedê standiye ku kesên nexweş qenc bike. 10 Bi saya eynî ruhî kesek dikare mucîzeyan çêke, kesekî din dikare pêxembertiyê bike, kesekî din dikare fehm bike ka xeberek ji Xwedê ye yan na, kesekî din dikare bi zimanên din xeber bide, û kesekî din dikare zimanên din tercûme bike. 11 Ev hemû tişt bi saya eynî ruhî pêk tên. Li gor rêberiya ruhê Xwedê her kes dikare tiştê ku ji wî re hatiye dayîn, bike.

12 Çawa ku di bedena mirov de gelek endam hene, lê beden yek e, û hemû endam aîdî yek bedenê ne, bedena Mesîh jî eynî wisa ye. 13 Em hemû bi eynî ruhî hatin vaftîzkirin* ku bibin yek beden. Em Cihû bin, yan Yûnan bin, yan xulam bin, yan jî kesên azad bin, me hemûyan eynî ruh standiye.

14 Belê, beden ne bi tenê ji yek endamî, lê ji gelek endaman pêk tê. 15 Eger ling bibêje: “Ji ber ku ez ne dest im, ez ne endamekî bedenê me”, dîsa jî ew endamekî bedenê ye. 16 Eger guh bibêje: “Ji ber ku ez ne çav im, ez ne endamekî bedenê me”, dîsa jî ew endamekî bedenê ye. 17 Eger temamiya bedenê çav bûya, îcar mirov wê çawa bibihîsta? Eger temamiya bedenê guh bûya, mirov wê nikaribûya tiştekî bêhn bike. 18 Lê Xwedê her endamê bedenê li gor daxwaza xwe bi cih kir.

19 Eger hemû beden tenê yek endam bûya, ma ewê çi beden bûya? 20 Lê belê, gelek endam hene, lê tenê yek beden heye. 21 Çav nikare ji dest re bibêje: “Hewcedariya min bi te tune ye,” û serî nikare ji ling re bibêje: “Hewcedariya min bi te tune ye.” 22 Endamên bedenê, yên ku sist xuya dikin, bi rastî jî lazim in. 23 Em zêdetir bala xwe didin endamên bedena xwe, yên ku em ne ew qas muhîm dibînin. Û em gelek bi maqûlî bala xwe didin endamên bedena xwe, yên ku gerek neyên dîtin. 24 Lê ne hewce ye ku em bi zêdeyî bala xwe bidin endamên muhîm ên bedena xwe. Xwedê beden wisa çêkiriye ku ji endamên sist re zêdetir hurmet bê dayîn. 25 Wî wisa kir ku di bedenê de cudahî çênebe, lê endamên bedenê li hev xwedî derkevin. 26 Gava endamekî bedenê êşê dikişîne, hemû endamên din jî bi wî re êşê dikişînin. Lê gava endamekî bedenê tê hurmetkirin, hemû endamên din bi wî re kêfxweş dibin.

27 Hûn bedena Mesîh in, û her yek ji we endamekî vê bedenê ye. 28 Xwedê di civatê de her kes ji bo tiştekî tayîn kiriye: A pêşî şandî, a diduyan pêxember, a sisêyan mamoste, paşê kesên ku mucîzeyan çêdikin, paşê kesên ku ev dayîn standine ku mirovan qenc bikin, kesên ku alîkariyê didin, kesên ku rêberiyê dikin, û kesên ku bi gelek zimanên din xeber didin. 29 Ma her kes ji wan şandî, pêxember yan mamoste ye? Ma her kes ji wan mucîzeyan çêdike? 30 Ma her kes ji wan ev dayîn standiye ku mirovan qenc bike? Ma her kes ji wan bi gelek zimanên din xeber dide yan dikare zimanên din tercûme bike? 31 Loma, xîret bikin ku hûn ji Xwedê dayînên mezintir bistînin. Lê niha ezê rêya herî baş nîşanî we bidim.

13 Eger ez bi zimanê mirovan û bi zimanê melekan xeber bidim, lê hezkirina min tune be, ez wek zengilekî dengbilind yan wek sifrekî ku deng derdixe me. 2 Eger min ev dayîn ji Xwedê standiye ku ez pêxembertiyê bikim, yan hemû sirên Xwedê fehm bikim, yan hemû zanîna min hebe, yan baweriya min wisa be ku ez çiyayan ji cihê wan rakim, lê hezkirina min tune be, ez ne tu tişt im. 3 Yan eger ez bi hemû mal û milkê xwe alî belengazan bikim, yan pesnê xwe bidim ku min bedena xwe wek qurban daye, lê hezkirina min tune be, tu feydeya min tune ye.

4 Hezkirin sebir dike* û qenciyê dike. Hezkirin çavnebariyê nake, xwe mezin nake û ne pozbilind e. 5 Hezkirin ne bêedeb e*, li feydeya xwe nagere, zû hêrs nabe, kînê najo*. 6 Hezkirin bi xerabiyê* dilxweş nabe, lê bi rastiyê dilxweş dibe. 7 Hezkirin bêhna xwe di her tiştî de fireh dike, tu car baweriya xwe winda nake*, her tim hêvî dike, li her tiştî tehemul dike.

8 Hezkirin tu car xelas nabe*. Lê ev dayîna Xwedê ku kesek dikare pêxembertiyê bike, yan bi zimanên din xeber bide, yan ku zanîna wî hebe wê winda bibe. 9 Çimkî zanîna me bisînor e û pêxembertiya me ne tam e. 10 Lê gava tiştê tam bê, tiştê bisînor wê xelas bibe. 11 Gava ez zarok bûm, min wek zarokan xeber dida, ez wek zarokan difikirîm, û aqlê min wek aqlê zarokan bû. Lê niha ez bûme zilam, û min dev ji tiştên ku zarok dikin berda. 12 Niha em bi zelalî nabînin qey em di neynika hesin de dinêrin, lê paşê emê bi zelalî bibînin. Niha zanîna min bisînor e, lê paşê ewê tam bibe, çawa ku Xwedê min bi temamî nas dike. 13 Îcar ev her sê dimînin: Bawerî, hêvî û hezkirin. Lê belê, ji nav wan a herî mezin hezkirin e.

14 Berî her tiştî bi dewamî li ser rêya hezkirinê bimeşin, û çi ji destê we tê bikin ku hûn dayînên Xwedê bistînin, bi xisûsî dayîna ku hûn pêxembertiyê bikin. 2 Kesê ku ev dayîn standiye ku bi zimanekî din xeber bide, ne bi mirovan re, lê bi Xwedê re xeber dide. Ew bi qeweta ruh sirên pîroz eşkere dike, loma tu kes ji wî fehm nake. 3 Lê belê, yê ku pêxembertiyê dike, ew bi gotinên xwe dilê kesên din xurt dike, ava dike û rehet dike. 4 Kesê ku bi zimanekî din xeber dide, ew xwe ava dike. Lê belê, yê ku pêxembertiyê dike, ew civatê ava dike. 5 Ez dixwazim ku hûn vê dayînê ku bi zimanekî din xeber bidin bistînin, lê ez hê jî zêdetir dixwazim ku hûn pêxembertiyê bikin. Eger kesek bi zimanên din xeber dide û gotinên xwe tercûme nake ku civatê ava bike, îcar kesê ku pêxembertiyê dike ji wî mezintir e. 6 Birano, eger ez bêm ba we û bi zimanekî din xeber bidim, ma ev yek wê alî we bike? Bi tenê eger ez gotinên ku min ji Xwedê standine, yan zanîn, yan pêxembertî, yan jî hînkirinekê bigihînim we, ez dikarim alî we bikim.

7 Ev yek dişibe tiştên bêcan, ên ku deng derdixin, mesela bilûr yan çeng. Eger di notayan de ferqek tune be, mirov wê çawa tê derxe ka li bilûrê yan jî li çengê tê lêxistin? 8 Eger dengê boriyê ne zelal be, ma kî wê ji bo şer hazir be? 9 Bi eynî awayî, eger hûn gotinên ku bi hêsanî nayên fehmkirin bi kar bînin, ma kî wê ji we fehm bike? Gotinên we wê li ber bayê herin. 10 Di dinyayê de gelek zimanên cuda hene, û qet yek ji wan ne bêmane ye. 11 Eger ez maneya xeberdana kesekî fehm nekim, ez ji bo wî kesî xerîb im, û ew jî ji bo min xerîb e. 12 Ji bo we jî eynî wisa ye: Ji ber ku hûn dayînên Xwedê dixwazin, xîret bikin ku hûn dayînên ku dikarin civatê xurt bikin, bistînin.

13 Ji ber vê yekê, bila kesê ku bi zimanekî din xeber dide dua bike ku ew bikare gotinên xwe tercûme bike. 14 Gava ez bi zimanekî din dua dikim, ez ji ber dayîna ku min ji Xwedê standiye dua dikim, lê hişê min tu tiştî nake. 15 Îcar ez çi bikim? Ezê bi vê dayîna ku min ji Xwedê standiye dua bikim, lê ezê wisa dua bikim ku ez ji gotinên xwe fehm bikim. Ezê bi vê dayîna ku min ji Xwedê standiye bi kilaman pesnê Xwedê bidim, lê ezê van kilaman wisa bistirêm ku ez ji gotinên xwe fehm bikim. 16 Eger tu bi vê dayîna ku te ji Xwedê standiye pesnê Xwedê didî, lê kesek ji gotinên te fehm nake, îcar ewê çawa ji bo şikirkirina te bi te re “Amîn” bibêje? 17 Erê, tu bi awayekî baş ji Xwedê re şikir dikî, lê ev kes jê feydeyê nastîne. 18 Şikir ji Xwedê re ku min ev dayîn standiye ku ez ji we hemûyan bi zêdetir zimanên din xeber didim. 19 Lê belê, li şûna ku ez di civatê de kesên din bi 10.000 peyvên zimanekî xerîb hîn bikim, çêtir e ku ez bi pênc peyvên ku ez fehm dikim, xeber bidim.

20 Birano, di hiş û aqlê xwe de nebin wek zarokan, lê ji bo tiştên xerab bibin wek zarokên biçûk. Di hiş û aqlê xwe de bi temamî gihîştî bin. 21 Di Qanûnê de hatiye nivîsîn: “Yehowa dibêje: ‘Ezê bi ziman û gotinên xerîban bi vî xelkî re xeber bidim, lê dîsa jî ewê guh nedin min.’” 22 Ev dayîna ku kesek dikare bi zimanên din xeber bide, ne ji bo bawermendan, lê ji bo nebawermendan nîşanek e. Lê belê, pêxembertî ne ji bo nebawermendan, lê ji bo bawermendan e. 23 Eger temamiya civatê li hev top bibe û her kes bi zimanekî din xeber bide û kesên sade yan kesên nebawermend bikevin hundir, ewê bibêjin ku we hişê xwe winda kiriye. 24 Lê eger hûn hemû pêxembertiyê bikin, û kesekî nebawermend yan kesekî sade bikeve hundir, gotinên we wê wî tembîh bikin û ewê dilê xwe hûr û kûr lêkolîn bike. 25 Hingê sirên dilê wî wê eşkere bibin, û ewê bikeve ser çokan, ji Xwedê re îbadetê bike û bibêje: “Bi rastî jî, Xwedê di nav we de ye.”

26 Îcar birano, gerek hûn çi bikin? Gava hûn li hev top dibin, kesek zebûrekê distirê, kesek hîn dike, kesek behsa gotinên ku wî ji Xwedê standine dike, kesek bi zimanekî din xeber dide, û kesekî din jî tercûme dike. Van hemû tiştan bikin ku hûn hevdû ava bikin. 27 Eger hin kes bi zimanekî din xeber bidin, bila ew herî zêde du yan sê kes bin. Bila ew dor bi dor xeber bidin, û kesekî din jî gotinên wan tercûme bike. 28 Eger ji bo kesekî tercûmanek tune be, bila ew di civatê de bêdeng bimîne û di dilê xwe de ji Xwedê re xeber bide. 29 Bila du yan sê pêxember xeber bidin, û gerek kesên din xîret bikin ku maneyê fehm bikin. 30 Eger li dema civînê kesek gotinan ji Xwedê bistîne, bila yê ku xeber dide bêdeng bimîne. 31 Hûn dikarin dor bi dor pêxembertiyê bikin, da ku her kes tiştekî hîn bibe û dilê wî bê xurtkirin. 32 Gava pêxember vê dayîna Xwedê bi kar tînin, bila ew hay ji xwe hebin ku ew vêya çawa dikin. 33 Çimkî Xwedê ne Xwedayê tevliheviyê ye, lê Xwedayê aştiyê ye.

Wek di hemû civatên pîrozan de, 34 gerek jin di civatan de bêdeng bimînin. Îzna wan tune ye ku ew xeber bidin. Çawa ku di Qanûnê de jî tê gotin, gerek ew guhdar bin. 35 Eger jin dixwazin tiştekî hîn bibin, bila ew li malê ji mêrên xwe bipirsin. Eger jinek li ber civatê xeber bide, ev yek şerm e.

36 Ma bi eslê xwe peyva Xwedê ji we derket? Yan jî, ma bi tenê we ew standiye?

37 Eger kesek difikire ku ew pêxember e yan dayînek ji Xwedê standiye, gerek ew fehm bike ku tiştê ku ez ji we re dinivîsim emrê Efendiyê me ye. 38 Eger kesek vê yekê red bike, ewê bê redkirin*. 39 Îcar birayên min, xîret bikin ku hûn pêxembertiyê bikin, û rêya kesên din negirin ku ew bi zimanên din xeber bidin. 40 Lê bila her tişt bi awayekî rast û bi rêk û pêk be.

15 Birano, ez dixwazim mizgîniya ku min gihandibû we bînim bîra we. We ev mizgînî qebûl kir û baweriya xwe pê anî. 2 Eger hûn xwe li vê mizgîniyê qayîm bigirin, hûnê bên xelaskirin. Eger hûn xwe qayîm lê negirin, îcar hûn badîhewa bawer dikin.

3 Yek ji tiştên herî muhîm, ên ku min gihandin we û min bi xwe jî standine, ev e ku li gor Nivîsarên Pîroz, Mesîh ji bo gunehên me mir 4 û hat defnkirin*. Erê, li gor Nivîsarên Pîroz ew di roja sisêyan de ji mirinê hat rakirin, 5 û ew ji Kîfas* re xuya bû, û paşê ji Diwanzdehan* re jî. 6 Piştî vê, ew di carekê de ji zêdetirî 500 birayî* re xuya bû; piraniya wan hê di nav me de ne, lê hin ji wan ketine xewa mirinê. 7 Piştre ew ji Aqûb re xuya bû, û paşê ji hemû şandiyan re jî. 8 Dawiya dawî, ew ji min re jî xuya bû, wek ku ji zarokekî re, yê ku berî wexta xwe hatiye dinyayê.

9 Çimkî ji şandiyan ê herî biçûk ez im. Ez ne hêja me ku ji min re şandî bê gotin, çimkî min zilm li civata Xwedê kiriye. 10 Lê belê, ez çi bim, ez bi saya qenciya mezin a Xwedê ew im. Û qenciya wî ya mezin a ku li min hat kirin, ne badîhewa bû, çimkî min di xizmetê de ji hemû kesên din zêdetir xîret kir. Lê min ev yek ne bi qeweta xwe, lê bi saya qenciya mezin a Xwedê kiriye. 11 Ferq nake ku ez yan şandiyên din mizgîniyê belav dikin, em eynî mizgîniyê belav dikin û we baweriya xwe bi wê aniye.

12 Mizgîniya ku em belav dikin ev e ku Mesîh ji mirinê hat rakirin. Îcar çima hin kes ji we dibêjin ku rabûna miriyan tune ye? 13 Eger rabûna miriyan tune be, îcar Mesîh jî ji mirinê nehatiye rakirin. 14 Lê eger Mesîh ji mirinê nehatiye rakirin, hingê mizgîniya me bêmane ye, û baweriya me jî badîhewa ye. 15 Bi ser de, eger yên mirî wê bi rastî neyên rakirin, îcar Xwedê Mesîh jî ji mirinê ranekiriye. Yanî, gava em dibêjin ku wî Mesîh ji mirinê rakiriye, em li ser Xwedê derewan dikin. 16 Eger yên mirî wê neyên rakirin, îcar Mesîh jî ji mirinê nehatiye rakirin. 17 Eger Mesîh ji mirinê nehatiye rakirin, îcar baweriya we bêfeyde ye, û gunehên we hê nehatine efûkirin. 18 Wekî din, şagirtên Mesîh ên ku di xewa mirinê de ne, ew heta hetayê mirî ne. 19 Eger me bi tenê ji bo vê jiyanê hêviya xwe bi Mesîh ve girêdaye, kesên herî belengaz em in.

20 Lê em dizanin ku Mesîh ji nav miriyan hatiye rakirin. Ji nav hemû kesên ku mirine, yê pêşîn, ê ku ji mirinê hat rakirin, ew bû. 21 Madem ku mirin bi destê mirovekî hat, rabûna miriyan jî bi destê mirovekî tê. 22 Çawa ku hemû ji ber Adem dimirin, hemû wê bi destê Mesîh bên saxkirin. 23 Lê her kes wê dor bi dor bê saxkirin: Yê pêşîn Mesîh, paşê di dema hazirbûna Mesîh de kesên ku aîdî wî ne. 24 Piştre dawî wê bê*. Piştî ku Mesîh her hukimdarî, serwerî û qudretê ji holê rake, ewê Hukimdariyê bide destê Bav û Xwedayê xwe. 25 Ewê wek hukimdar hukim bajo heta ku Xwedê hemû dijminên wî bixe bin lingên wî. 26 Hingê dijminê dawîn, yanî mirin, wê ji holê bê rakirin. 27 Li gor Nivîsarên Pîroz, Xwedê “her tişt xist bin lingên wî”. Lê gava Xwedê dibêje ku ‘her tişt hat xistin bin lingên wî’, eşkere ye ku li vir behsa Xwedê, yê ku her tişt xist bin lingên wî, nayê kirin. 28 Lê gava Xwedê her tiştî bixe bin lingên wî, hingê Kur bi xwe wê bi ya Xwedê bike, yê ku her tişt xistiye bin lingên wî. Bi vî awayî, Xwedê wê ji bo her kesî bibe her tişt*.

29 Yan na, yên ku tên vaftîzkirin* ji bo ku ew bibin yên mirî, wê çi bikin? Eger yên mirî qet neyên rakirin, îcar ew çima wisa tên vaftîzkirin? 30 Çima em jî her tim rastî talûkeyan tên? 31 Birano, ez bi we şagirtên Efendiyê me Mesîh Îsa serbilind im, û bi vê yekê ez sond dixwim ku ez her roj rastî mirinê têm. 32 Eger min wek zilamên din li Efesê bi heywanên wehşî re şer bikira, îcar feydeya min wê çi bûya? Eger yên mirî ji bo jiyanê neyên rakirin, îcar “bila em bixwin û vexwin, çimkî emê sibê bimirin.” 33 Neyên xapandin! Hevalên xerab adetên* baş xera dikin. 34 Werin ser hişê xwe û ya rast bikin. Guneh nekin. Di nav we de hin kes bi rastî Xwedê nas nakin. Ez vê yekê dibêjim, da ku hûn şerm bikin.

35 Lê hin kes wê bipirsin: “Yên mirî wê çawa bên rakirin? Bedena wan wê çawa be?” 36 Ev çi pirsên bêmane ne! Gava tu toximekî diçînî, gerek ew pêşî bimire, da ku ew paşê şîn bibe. 37 Û gava tu diçînî, tu nebateke* ku êdî mezin bûye naçînî, lê tu bi tenê toximê genim yan jî toximekî din diçînî. 38 Xwedê li gor daxwaza xwe her nebatê mezin dike, û gava toxim mezin dibin, ew ji hev cuda ne. 39 Wekî din, ne hemû beden* eynî ne. Bedena mirovan cuda ye, bedena dewaran cuda ye, bedena teyran cuda ye, û bedena masiyan jî cuda ye. 40 Bi eynî awayî, bedena yên li ezmên ji bedena yên li ser rûyê erdê cuda ye. Rûmeta yên li ezmên ji rûmeta yên li ser rûyê erdê cuda ye. 41 Rûmeta rojê ji rûmeta heyvê yan ji rûmeta stêran cuda ye. Bi rastî, rûmeta her stêrê ji rûmeta stêrên din cuda ye.

42 Rabûna miriyan jî eynî wisa ye. Tiştê ku tê defnkirin* dirize, lê tiştê ku hatiye rakirin wê qet nerize. 43 Ew di bêrûmetiyê de tê defnkirin, û di rûmetê de tê rakirin. Ew di halekî sist de tê defnkirin, û di qudretê de tê rakirin. 44 Ew bi bedeneke nefsî tê defnkirin, û bi bedeneke ruhî tê rakirin. Eger bedeneke nefsî heye, hingê bedeneke ruhî jî heye. 45 Çawa ku di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Mirovê pêşîn Adem bû canekî jîndar.” Lê Ademê dawîn bû ruhekî ku jiyanê dide. 46 Lê belê, mirovê* ruhî pêşî nehat. Mirovê nefsî pêşî hat û yê ruhî paşê hat. 47 Mirovê pêşîn ji erdê ye û ji axê hat çêkirin. Mirovê diduyan ji ezmanan e. 48 Wek ku mirovê pêşîn ji axê hat çêkirin, yên din jî wisa hatine çêkirin. Yê ezmanî çawa be, yên ezmanî jî wisa ne. 49 Çawa ku em niha di sûretê yê ku ji axê hat çêkirin de ne, emê di sûretê yê ezmanî de jî bibin.

50 Birano, ez vêya ji we re dibêjim: Bedenên ji goşt û xwînê nikarin Hukimdariya Xwedê mîras bistînin. Tiştê ku dirize nikare tiştê ku narize mîras bistîne. 51 Niha ezê ji we re sireke pîroz vekim: Ne hemû ji me wê bimirin, lê belê em hemû wê bên guhertin. 52 Gava boriya dawîn bê lêxistin, ev yek wê di saniyekê de, wek ku çav bê girtin û vekirin, çêbe. Dengê boriyê wê bê, û yên mirî wê bên rakirin ku tu car nerizin, û emê bên guhertin. 53 Bedena ku dirize wê biguhere û bibe bedena ku narize. Û bedena ku dimire wê biguhere û bibe bedena ku tu car namire*. 54 Lê gava tiştê ku dirize bibe tiştê ku narize, û tiştê ku dimire bibe tiştê ku namire, hingê gotinên Nivîsarên Pîroz wê bên cih: “Mirin heta hetayê ji holê hatiye rakirin.” 55 “Ey mirin, ka serkeftina te? Ey mirin, ka derziya te?” 56 Derziya ku dibe sebebê mirinê, guneh e. Guneh qeweta xwe ji Qanûnê distîne. 57 Lê şikir ji Xwedê re, çimkî ew bi destê Efendiyê me Îsa Mesîh serkeftinê dide me!

58 Loma birayên min ên delal, xurt bin û veneleqin. Her tim di îşê Efendiyê me de mijûl bin. Ji bîr nekin ku keda we ya ji bo xizmeta Efendiyê me tu car ne badîhewa* ye.

16 Lê niha, li ser topkirina pereyan ji bo pîrozan, wê baş be ku hûn li gor rêberiyên ku min dane civatên Galatyayê, hereket bikin. 2 Di roja pêşîn a her hefteyê de, bila her yek ji we li gor îmkana xwe tiştekî bide aliyekî. Bi vî awayî, gava ez bêm, wê ne lazim be ku pere bên topkirin. 3 Gava ez bigihîjim ba we, ezê bexşên we bi zilamên ku we di nameyên xwe de tewsiye kirine, bişînim Orşelîmê. 4 Lê belê, eger hewce be ku ez jî herim wê derê, emê bi hev re herin.

5 Gava ez di Makedonyayê re derbas bibim, ezê bêm ba we, çimkî lazim e ku ez di wê derê re derbas bibim. 6 Ezê belkî ji bo demekê li ba we bimînim, yan jî temamiya zivistanê li ba we derbas bikim. Paşê hûn dikarin heta cihê ku gerek ez herim wê derê, min hinek bi rê bikin. 7 Gava ez niha di rêya xwe de derbas dibim, ez naxwazim tenê ji bo demeke kin we bibînim. Eger Yehowa îznê bide, ez hêvî dikim ku ez ji bo demekê li ba we bimînim. 8 Lê heta Cejna Pentîkostê ezê li Efesê bimînim, 9 çimkî fersendeke mezin ketiye destê min* ku ez xizmeta xwe berfirehtir bikim. Lê belê, gelek kes li dijî me ne.

10 Eger Tîmotêyos bê ba we, baş bala xwe bidin wî û bi wî re hevkariyê bikin, da ku ew heta ku ew bi we re be xema tu tiştî nexwe. Ew wek min îşê Yehowa dike. 11 Bila tu kes wî kêm nebîne. Wî bi selametî bişînin, da ku ew bê ba min. Ez û birayên din, em li benda wî ne.

12 Û niha li ser birayê me Apolos: Min ji wî gelek rica kir ku ew bi birayên din re bê ba we. Wî qerar da ku ewê ne niha, lê paşê gava fersend bikeve destê wî, bê ba we.

13 Hişyar bimînin, di baweriyê de qayîm bin, mêrxas û dilxurt bin. 14 Her tiştî bi hezkirinê bikin.

15 Birano, hûn dizanin ku maliyên Steyfanas li Axayayê bawermendên pêşîn bûn. Ew her tim hazir in ku ji pîrozan re xizmet bikin. 16 Ez rica dikim ku hûn bi dewamî bi mirovên wisa re û bi yên ku bixîret îş dikin û xizmet dikin re, hevkariyê bikin. 17 Ez kêfxweş im ku Steyfanas, Fortunatos û Axayîkos li vir bi min re ne. Ew li şûna we alî min dikin. 18 Wan hem dilê min hem jî dilê we xurt kir. Ji ber vê yekê, qîmetê bidin zilamên wisa.

19 Civatên Asyayê silavan li we dikin. Akîlas û Prîska bi civata ku li mala wan top dibe re bi navê Efendiyê me silavên dilgerm ji we re dişînin. 20 Hemû birayên li vir silavan li we dikin. Bi hezkirinê* silavan li hevdû bikin.

21 Ez, Pawlos, bi destê xwe silavên xwe ji we re dinivîsim.

22 Eger kesek ji Efendiyê me hez neke, bila lanet li wî be. Efendiyê me, were! 23 Bila kerema Efendiyê me Îsa bi we re be. 24 Ez ji we hemûyan re, yên ku bi Mesîh Îsa re di yekîtiyê de ne, hezkirina xwe dişînim.

Yan “hilbijartin”.

Jê re Petrûs jî dihat gotin.

Yan “imadkirin; binavkirin”.

Yanî kesekî jîr û jêhatî, yê ku dikare bi aqilmendî minaqeşe bike.

Yan “mirovekî ku li gor nefsa xwe hereket dike”.

Yan “mirovekî ku li gor ruhê Xwedê hereket dike”.

Yan “mirovekî ku li gor ruhê Xwedê hereket dike”.

Yan “mirovekî ku li gor nefsa xwe hereket dike”.

Yan “pevçûn”.

Jê re Petrûs jî dihat gotin.

Yan “çavdêrên”.

Yan “tehemul”.

Yan “îftira”.

Yanî kesekî ku nobedariya zarokan dike û wan diparêze.

Bi herfî “miletên din”.

Bi herfî “ruhê”.

Bi herfî “ruhê”.

Yan “peyvên pîs dibêje”.

Yanî heta ku ew serxweş dibe.

Yan “kesên ku Xwedê hilbijartine”.

Yan “kesên homoseksuel”.

Yanî heta ku ew serxweş dibin.

Yan “kesên ku peyvên pîs dibêjin”.

Yan “bedenek”.

Bi herfî “destê xwe nede jinekê”.

Yan “hewcedariyên cinsî”.

Yan “Hevdû mehrûm nekin”.

Yanî hediyeya azibbûnê.

Bi herfî “nepaqij bûna”.

Peyva Yûnanî li vir behsa keçik yan xortekî dike ku tu caran neketiye eleqeya cinsî.

Li jêrenota ayeta 25an binêre.

Yan “bihara ciwaniyê derbas kiriye”.

Yan “nebin sebeb ku kesên sist guneh bikin”.

Jê re Petrûs jî dihat gotin.

Yan “xebera Xwedê”.

Yan “çandine”.

Yan “musabaqeyê”.

Yan “xelateke pûç”.

Yan “ji zêdetirî ku hûn dikarin tehemul bikin”.

Bi herfî “adetên”.

Yan “girêde”.

Yan “birûmet e”.

Tê maneya ku ew ji aliyê ruhî vê sist û nexweş in, yan jî mirine.

Yan “imadkirin; binavkirin”.

Yan “bêhnfireh e”.

Yan “ne sert e”.

Yan “naxeyîde”.

Yan “neheqiyê”.

Yan “ji her tiştî bawer dike”.

Yan “bin nakeve”.

Yan belkî “eger kesek nezan be, bila nezan bimîne”.

Yan “veşartin; binaxkirin”.

Jê re Petrûs jî tê gotin.

Yanî 12 şandî.

Carinan di Kitêba Pîroz de peyva “bira” hem ji bo zilaman hem jî ji bo jinan tê bikaranîn.

Li vir “dawî” tê maneya dawiya Hukimdariya Hezarsalî.

Yan “di ser her kesî re be”.

Yan “imadkirin; binavkirin”.

Yan “exlaqê”.

Bi herfî “bedeneke”.

Bi herfî “goşt”.

Yan “veşartin; binaxkirin”. Bi herfî “çandin”.

Yan “beden”.

Yan “nemir”.

Yan “bêmane”.

Bi herfî “deriyekî mezin li ber min vebûye”.

Bi herfî “Bi maçeke pîroz”.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne