KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • nwt 2. Korîntî 1:1-13:14
  • 2. Korîntî

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • 2. Korîntî
  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
2. Korîntî

NAMEYA DIDUYAN A JI KORÎNTIYAN RE

1 Ez, Pawlos, yê ku bi daxwaza Xwedê bûme şandiyê Mesîh Îsa, bi birayê me Tîmotêyos re ji civata Xwedê ya li Korîntê re vê nameyê dinivîsim. Ev name ji bo hemû pîrozan e jî, yên ku li temamiya Axayayê ne.

2 Bila aştî û qenciya mezin ji Bavê me Xwedê û ji Efendiyê me Îsa Mesîh li ser we be!

3 Bila pesn ji Xwedê re bê dayîn, yê ku Bav û Xwedayê Efendiyê me Îsa Mesîh e. Ew Bavê dilovaniyê û Xwedayê dilrehetiyê ye. 4 Ew di hemû tengasiyên me de dilê me rehet dike*, da ku em jî bikarin bi vê dilrehetiya ku em ji Xwedê distînin di her cureyê tengasiyê de dilê kesên din rehet bikin. 5 Em ji bo Mesîh gelek cefayan dikişînin, lê bi saya Mesîh em bi zêdeyî dilrehetiyê jî distînin. 6 Gava em rastî tengasiyan tên, ev yek ji bo dilrehetî û xelasbûna we ye. Û gava dilê me tê rehetkirin, ev yek ji bo dilrehetiya we ye. Bi alîkariya vê dilrehetiyê hûn dikarin li eynî cefayên ku em jî dikişînin, tehemul bikin. 7 Em bi temamî bi we bawer in, çimkî em dizanin ku çawa ku hûn bi me re cefayê dikişînin, hûnê bi me re dilrehetiyê jî bistînin.

8 Birano, em dixwazin ku haya we ji vê yekê hebe ku li Asyayê* çi tengasî hatin serê me. Em ketin bin barekî giran, ê ku ji qeweta me zêdetir bû, û me nizanibû ka emê sax bimînin yan na. 9 Bi rastî, em difikirîn ku emê bimirin. Lê di vî halî de em hîn bûn ku em baweriya xwe ne bi xwe, lê bi Xwedayê ku miriyan radike, bînin. 10 Wî em ji mirinê xelas kirin, û ewê me di pêşerojê de jî xelas bike. Û em hêviya xwe bi wî tînin û bawer dikin ku ewê me bi dewamî xelas bike. 11 Hûn dikarin bi dua û hawarên xwe destekê bidin me. Eger gelek kes ji bo xatirê me ji Xwedê re dua bikin, ewê guh bide û alî me bike, û ji ber vê yekê gelek kes wê ji Xwedê re şikir bikin.

12 Wijdanê me paqij e, çimkî em di nav mirovên vê dinyayê de û bi xisûsî di nav we de bi awayekî pîroz û bi duristiya ku ji Xwedê tê, dijîn. Ji xeynî vê, em ne li gor hîkmeta dinyayê, lê li gor qenciya mezin a Xwedê dijîn. Em bi vê yekê serbilind in. 13 Em ji we re tiştên ku hûn dikarin bi hêsanî bixwînin û fehm bikin*, dinivîsin. Ez hêvî dikim ku hûn bi dewamî dikarin van tiştan bi temamî fehm bikin. 14 Wek ku hin ji we êdî fehm kiriye, hûn dikarin bi me serbilind bin. Bi eynî awayî, emê jî di roja Efendiyê me Îsa de bi we serbilind bin.

15 Ji ber ku ez bi vê yekê bawer bûm, min dixwest cara diduyan bêm ba we, da ku hûn dîsa kêfxweş bibin. 16 Min dixwest di rêya xwe ya ber bi Makedonyayê ve we ziyaret bikim. Paşê ji Makedonyayê dîsa vegerim ba we ku hûn min ber bi Cihûstanê ve hinekî bi rê bikin. 17 Gava min ev qerar da, ma min ev bi sivikî kir? Yan jî, ma min li gor mirovan* kir û pêşî got “Erê, erê”, lê paşê “Na, na”? 18 Çawa ku Xwedê pêbawer e, gotinên me jî pêbawer in. Em pêşî nabêjin “erê”, lê paşê “na”. 19 Wisa jî Kurê Xwedê Îsa Mesîh, ê ku min, Sîlvanos* û Tîmotêyos di nav we de mizgîniya li ser wî dida bihîstin, pêşî negot “erê”, lê paşê “na”. Lê belê peyva wî ya “erê” wê her tim bibe “erê”. 20 Çimkî çi qas sozên Xwedê hebin jî, ew hemû bi saya Îsa bûne “erê”. Ji ber vê yekê em bi navê wî ji Xwedê re “Amîn” dibêjin û bi vê yekê rûmetê didin Xwedê. 21 Xwedê soz dide ku em û hûn aîdî Mesîh in, û yê ku em hilbijartine Xwedê ye. 22 Wî mora xwe li ser me daniye, û ji bo tiştê ku wê bê, wî ruhê pîroz wek soz kiriye dilê me.

23 Xwedê şahid e, ez heta niha nehatim Korîntê, ji bo ku hûn hê zêdetir xemgîn nebin. 24 Ev nayê maneya ku em axayên baweriya we ne, çimkî hûn bi saya baweriya xwe disekinin. Em ji bo dilxweşiya we hevalkarên we ne.

2 Min qerar da ku gava ez bêm, ezê we xemgîn nekim. 2 Çimkî eger ez we xemgîn bikim, îcar kî wê min dilxweş bike? Ma kesên ku min ew xemgîn kirin wê min dilxweş bikin? 3 Min ev tişt nivîsî, da ku gava ez bêm, ez ji ber mirovên ku gerek min dilxweş bikin, xemgîn nebim. Çimkî ez bawer im ku tiştên ku min dilxweş dikin, we jî dilxweş dikin. 4 Min bi derdekî giran û bi êşa dil û hêstiran ji we re nivîsî, ne ji bo ku we xemgîn bikim, lê ji bo ku hûn bizanin ku ez ji we gelek hez dikim.

5 Eger kesek bûye sebebê xemgîniyê, wî ne dilê min, lê heta dereceyekê dilê we hemûyan êşand. Lê belê, ez naxwazim bi gotinên xwe sert xuya bikim. 6 Tembîha ku piraniya we daye mirovekî wisa, bes e. 7 Niha gerek hûn wî bi dilovanî efû bikin û dilê wî rehet bikin ku ew di nav xemgîniya xwe de nefetise. 8 Loma ez ji we rica dikim ku hûn wî bidin bawerkirin ku hûn ji wî hez dikin. 9 Ji ber vê yekê, min ev yek jî ji we re nivîsî, da ku ez bibînim ka hûn di her tiştî de guhdar in yan na. 10 Eger hûn kesekî efû bikin, ez jî efû dikim. Bi eslê xwe, her tiştê ku min efû kiriye (eger min tiştek efû kiribe), Mesîh şahid e ku min ev yek ji bo xatirê we kiriye, 11 da ku em ji aliyê Şeytan ve neyên xapandin. Çimkî em niyeta* wî dizanin.

12 Gava ez ji bo belavkirina mizgîniya li ser Mesîh gihîştim Troasê û fersend ket destê min* ku ez di îşê Efendiyê me de xizmet bikim, 13 dilê min ne rehet bû, ji ber ku min birayê xwe Tîtos nedît. Loma min xatirê xwe ji wan xwest û ez çûm Makedonyayê.

14 Şikir ji Xwedê re! Ew her tim li meşa serkeftinê bi Mesîh re di yekîtiyê de rêberiya me dike, û bi destê me ew bêhna xweş a zanîna li ser xwe belav dike. 15 Çimkî em hem di nav kesên ku wê xelas bibin de hem jî di nav kesên ku wê helak bibin de ji bo Xwedê bêhna şîrîn a Mesîh in. 16 Ji bo kesên ku wê helak bibin em bêhna mirinê ne, lê ji bo kesên ku wê xelas bibin em bêhna jiyanê ne. Ma kî ji bo xizmeteke wisa têra xwe zana ye? 17 Em in. Çimkî em wek gelek kesên din peyva Xwedê nafiroşin. Lê em wek mirovên ku ji aliyê Xwedê ve hatine şandin li ber Xwedê, yê ku bi Mesîh re di yekîtiyê de ye, bi duristî xeber didin.

3 Ma em dîsa dest pê dikin ku xwe tewsiye bikin? Ma wek ji hin mirovan re ji me re nameyên tewsiyeyê lazim in? Ma lazim e ku hûn ji me re nameyên wisa binivîsin? Na. 2 Nameya ku li ser dilên me hatiye nivîsîn û hemû kes dizanin û dixwînin, hûn in. 3 Eşkere ye ku hûn nameya Mesîh in, a ku ji aliyê me xizmetkaran ve hatiye nivîsîn. Ev name ne bi hibrê, lê bi ruhê Xwedayê jîndar, û ne li ser lewheyên ji kevir, lê li ser dilan hatiye nivîsîn.

4 Bi saya Mesîh em vê yekê li ber Xwedê bi bawerî dibêjin. 5 Em nabêjin ku em vî îşî bi qeweta xwe dikin, lê em dikarin vî îşî bi alîkariya Xwedê bikin. 6 Belê, yê ku em kirin xizmetkarên peymana nû, Xwedê ye. Em ne xizmetkarên qanûna nivîskî, lê em xizmetkarên ruh* in. Qanûna nivîskî cezayê mirinê dide, lê ruh jiyanê dide.

7 Qanûna ku mirinê tîne û li ser keviran hatibû nivîsîn bi rûmet hatibû dayîn. Ji ber rûmeta ku li ser rûyê Mûsa şewq dida, Îsraîliyan nikaribû li rûyê wî binêrin. Madem ku qanûn bi rûmet hatibû dayîn, 8 ma gerek ruh bi rûmeteke hê jî mezintir neyê dayîn? 9 Eger qanûna ku mirovan mehkûm dike birûmet bû, îcar îşê ku dibe rastdariyê çi qas birûmettir e! 10 Erê, tiştê ku hatiye birûmetkirin ji ber rûmeta ku hê jî mezintir e rûmeta xwe winda kiriye. 11 Eger tiştê ku gerek tune bibe birûmet bû, îcar rûmeta tiştê ku wê bimîne çi qas mezintir e!

12 Ji ber ku baweriya me mezin e, em bi eşkereyî xeber didin. 13 Em wek Mûsa nakin. Wî rûyê xwe bi xêliyê vedişart, da ku Îsraîl dawiya qanûna ku gerek tune bibe, nebînin. 14 Lê hişê wan girtî bû. Û heta roja îro, gava peymana kevn tê xwendin, eynî xêlî li ser hişê wan dimîne, çimkî ew tenê bi saya Mesîh dikare bê rakirin. 15 Erê, heta roja îro, gava nivîsarên Mûsa tên xwendin, xêliyek li ser dilê wan dimîne. 16 Lê gava kesek rêya xwe rast dike ku ji Yehowa re îbadetê bike, ev xêlî tê rakirin. 17 Yehowa ruh e, û ruhê Yehowa li ku derê be, li wê derê azadî heye. 18 Me hemûyan xêlî li ser rûyê xwe rakiriye û em wek neynikan rûmeta Yehowa nîşan didin. Em tên guhertin, da ku em hê zêdetir bişibin sûretê Xwedê û rûmeta wî hê jî baştir nîşan bidin, wek ku Yehowa, yê ku Ruh e*, dixwaze.

4 Ji ber ku Xwedê ev xizmet bi dilovanî daye destê me, em nawestin. 2 Me tiştên veşartî yên ku eyb e ku mirov bikin, red kirin. Em hîlebaziyê nakin û peyva Xwedê naguherînin. Bi vê yekê ku em rastiyê eşkere dikin, em li ber Xwedê ji her mirovî* re dibin emsaleke baş. 3 Eger mizgîniya ku em belav dikin veşartî be*, ew ji bo kesên ku helak dibin veşartî ye. 4 Çimkî xwedayê vê dinyayê hişê kesên nebawermend kor kiriye, da ku ronahiya mizgîniya gelek xweş a li ser Mesîh, ê ku di sûretê Xwedê de ye, li ser wan şewq nede. 5 Gava em mizgîniyê belav dikin, em ne behsa xwe, lê em behsa vê yekê dikin ku Îsa Mesîh Efendiyê me ye û em ji bo xatirê Îsa xulamên we ne. 6 Çimkî Xwedê bi xwe wisa got: “Bila ji nav tariyê ronahî şewq bide”, û wî dilê me bi zanîna xweş a li ser xwe, ya ku ji rûyê Îsa şewq dide, ronahî kir.

7 Her çi qas em wek firaqên herî ne, ev xezîne di hundirê me de ye, da ku eşkere bibe ku hêza ku ji sînorê mirovan zêdetir e, ne ji me, lê ji Xwedê tê. 8 Derdora me ji her aliyî ve bi gelek tengasiyan ve girtî ye, lê em ne di halekî wisa de ne ku em nikarin hereket bikin. Em şaş dimînin, lê em ne bêçare ne. 9 Zilm li me tê kirin, lê Xwedê dev ji me bernedaye. Em li erdê hatine xistin, lê em helak nebûne. 10 Wek Îsa, em her tim rastî mirinê tên*, da ku jiyana Îsa di bedena me de jî eşkere bibe. 11 Çimkî em ên ku dijîn, ji bo xatirê Îsa rastî mirinê tên, da ku jiyana Îsa di bedena me ya ku dimire de jî eşkere bibe. 12 Her çi qas em rastî mirinê tên jî, ev yek rêya jiyanê ji bo we vedike.

13 Wek ku hatiye nivîsîn: “Min bawer kir, loma min xeber da”. Em ên ku xwediyê eynî ruhê baweriyê ne, em jî bawer dikin û loma em xeber didin. 14 Çimkî em dizanin ku Xwedayê ku Îsa ji mirinê rakir, ewê me jî ji mirinê rake, ji bo ku em bi Îsa re bin. 15 Ev hemû tişt ji bo xêra we ne, da ku zêdetir mirov qenciya mezin a Xwedê bistînin. Bi vî awayî, zêdetir mirov wê ji Xwedê re şikir bikin û rûmetê bidin wî.

16 Ji ber vê yekê em nawestin. Eger bedena me birize jî, dilê me roj bi roj nû dibe. 17 Her çi qas tengasiyên me sivik û ji bo demekê bin jî, ew rûmeteke mezintir, a ku herheyî ye, tînin pêş. 18 Îcar em bala xwe nadin tiştên ku tên dîtin, lê em bala xwe didin tiştên ku nayên dîtin. Çimkî tiştên ku tên dîtin ji bo demekê ne, lê tiştên ku nayên dîtin herheyî ne.

5 Em dizanin ku mala me, yanî ev konê li ser rûyê erdê, wê bê hilweşandin. Emê li ezmanan li ba Xwedê maleke herheyî ya ku ne bi destan hatiye avakirin, bistînin. 2 Em di mala xwe ya li ser rûyê erdê de dinalin û bi hesreta vê yekê ne ku em mala xwe ya nû li ezmên wek kinc li xwe bikin. 3 Bi vî awayî, gava em wê malê li xwe bikin, emê tazî nemînin. 4 Bi rastî, em ên ku di vê malê de* ne, di bin barekî giran de dinalin. Ne ji ber ku em dixwazin vê malê wek kinc ji xwe bikin, lê ji ber ku em dixwazin mala ezmanî bistînin, da ku bedena ku dimire ji aliyê jiyanê ve bê daqurtandin. 5 Yê ku em ji bo jiyaneke wisa hazir kirine, Xwedê ye. Wî ruhê xwe wek soz ji bo bereketên ku wê bên, daye me.

6 Loma em bawer in û dizanin heta ku em di vê bedenê de dijîn, em ji Efendiyê xwe dûr in. 7 Çimkî em ne li gor tiştên ku em dibînin, lê li gor baweriyê dijîn. 8 Erê, em dilxurtiya xwe winda nakin, û li şûna ku em di vê bedenê de bin, daxwaza me ev e ku em bi Efendiyê xwe re bijîn. 9 Em bi wî re bijîn yan ji wî dûr bin jî, armanca me ev e ku em dilê wî razî bikin. 10 Çimkî gerek em hemû li ber kursiyê hakim ê Mesîh bisekinin. Her kes wê li gor tiştên baş yan xerab, ên ku wî di bedena xwe de kiribûn, heqê xwe bistîne.

11 Îcar, ji ber ku em dizanin ku tirsa Efendiyê me çi ye, em her tim mirovan îqna dikin ku ew bi gotinên me bawer bikin. Lê belê, Xwedê me baş nas dike, û ez hêvî dikim ku hûn* jî me baş nas dikin. 12 Em naxwazin dîsa xwe tewsiye bikin, lê em fersendê didin we ku hûn bi me serbilind bin. Hingê hûn dikarin cewabê bidin kesên ku ne bi tiştên ku di dil de ne, lê bi tiştên ku çav dibîne, serbilind in. 13 Eger me hişê xwe winda kiriye, me ev yek ji bo xatirê Xwedê kiriye. Lê eger em li ser hişê xwe ne, ev yek ji bo xatirê we ye. 14 Hezkirina Mesîh dilê me xurt dike ku em hereket bikin, çimkî em gihîştin vê netîceyê: Yek mirov ji bo hemûyan mir, ji ber ku hemû bi eslê xwe miribûn. 15 Ew ji bo xatirê hemûyan mir, da ku kesên ku dijîn êdî ne ji bo xwe, lê ji bo wî, yê ku ji bo wan mir û ji mirinê hat rakirin, bijîn.

16 Loma nêrîna me ya li ser mirovan êdî ne bi tiştên ku em dibînin ve girêdayî ye. Eger hin ji me berê Mesîh bi tiştên ku tên dîtin, didît jî, niha em wisa nakin. 17 Ji ber vê yekê, eger kesek bi Mesîh re di yekîtiyê de ye, ew xuliqandinekî* nû ye. Tiştên kevn derbas bûn, û va ye, tiştên nû çêbûne. 18 Lê hemû tişt ji Xwedê ne. Wî em bi saya Mesîh kirine dostên xwe*, û wî ev xizmet daye destê me ku em alî kesên din bikin ku ew bi wî re li hev bên. 19 Yanî Xwedê bi saya Mesîh bi dinyayê re li hev hat, û wî gunehên wan hesab nekirin. Û Xwedê ev îş emanetî me kiriye ku em xebera aştiyê belav bikin.

20 Îcar, li şûna Mesîh em qasidên* Xwedê ne, qey Xwedê me bi kar tîne ku em gazî mirovan bikin. Em bi navê Mesîh rica dikin: “Bi Xwedê re li hev werin.” 21 Xwedê kesê ku bê guneh bû ji bo xatirê me kir qurbanê gunehên me, da ku em bi saya wî li ber çavê Xwedê rast bên dîtin.

6 Wek hevalkarên Xwedê, em vê yekê jî ji we rica dikin ku hûn qenciya mezin a Xwedê qebûl bikin û armanca wê ji bîr nekin. 2 Çimkî Xwedê dibêje: “Di wexta minasib de min tu bihîstî, û di roja xelasiyê de min alî te kir.” Va ye, wexta minasib niha ye! Va ye, roja xelasiyê niha ye!

3 Em di tu tiştî de nabin sebebê ketina kesekî, da ku lome li xizmeta me neyê kirin. 4 Lê belê, em di her tiştî de xwe wek xizmetkarên Xwedê tewsiye dikin: Gava em di gelek tiştan de tehemul dikin, di tengasiyan de, di rojên zor û zehmet de, 5 di lêxistinê de, di hebsê de, di tevliheviyan de, di îşên giran de, di şevên bêxew de, di birçîbûnê de; 6 di paqijiyê de, di zanînê de, di sebrê de, di qenciyê de, di ruhê pîroz de, di hezkirina bêdurûtî de, 7 di gotinên rast de, di qudreta Xwedê de, bi çekên rastdariyê yên di destê rastê û çepê de*, 8 di hurmet yan bêhurmetiyê de, di xeberên baş yan xeberên xerab de. Em wek kesên xapînok tên dîtin, lê em kesên rast in. 9 Em wek kesên nenas tên dîtin, lê em kesên nas in, em wek kesên mirî* tên dîtin, lê em kesên sax in, me fermana mirinê nestandiye, lê em tên cezakirin, 10 em xemgîn in, lê her gav kêfxweş in, em feqîr in, lê gelekan dewlemend dikin, em wek kesên ku tu tiştê wan tune ne, lê xwediyê her tiştî ne.

11 Gelî Korîntiyan, me bi eşkereyî bi we re xeber daye, û me dilê xwe ji we re vekiriye. 12 Dilê me ji bo we teng nebûye, lê ka hezkirina we ji bo me? 13 Loma ez ji we re wek ji zarokên xwe re dibêjim: Hûn jî dilê xwe fireh bikin.

14 Bi kesên nebawermend re nekevin bin eynî nîrî. Ma çi eleqeya rastdariyê bi neheqiyê re heye? Ma ronahî û tarî çawa bi hev ve girêdayî ne? 15 Ma di navbera Mesîh û Belîal* de çi hevparî heye? Yan ma çi para kesekî bawermend bi kesekî nebawermend re heye? 16 Ma çi îşê pûtan di îbadetgeha Xwedê de heye? Çimkî em îbadetgeha Xwedayê jîndar in. Wek ku Xwedê got: “Ezê di nav wan de bijîm, û di nav wan de bim. Ezê bibim Xwedayê wan û ewê bibin xelkê min.” 17 “Yehowa dibêje: ‘Loma ji nav wan derkevin û veqetin. Dest nedin tiştê pîs’, ‘û ezê we qebûl bikim.’” 18 “Yehowa, yê ku qudreta wî bêsînor e wisa dibêje: ‘Ezê ji we re bibim Bav, û hûnê ji min re bibin kur û keç.’”

7 Îcar delalên min, madem ku em xwediyê van sozan in, bila em xwe ji her tiştê ku beden yan ruh mirdar dike, paqij bikin, û em bi tirsa Xwedê bigihîjin pîroziya kamil.

2 Bila di dilê we de ji bo me cih hebe. Me neheqî li tu kesî nekiriye, me tu kes ji rê dernexistiye, me heqê tu kesî nexwariye. 3 Ez vê yekê nabêjim ku we mehkûm bikim. Çimkî wek ku min berê gotibû, em bi hev re bijîn yan bi hev re bimirin jî, hûn di dilê me de ne. 4 Ez dikarim bi eşkereyî bi we re xeber bidim. Ez bi we gelek serbilind im. Dilê min hatiye rehetkirin. Di nav hemû tengasiyên me de ez bi kêfxweşiyê ve tije me.

5 Belê, gava em gihîştin Makedonyayê, bedenên me ne rehet bûn, û em ji her aliyê ve di tengasiyê de bûn: Li derve mirovan zilm li me dikir û di hundirê me de tirs hebû. 6 Lê Xwedayê ku kesên dilşikestî dilrehet dike, bi ziyareta* Tîtos dilê me rehet kir. 7 Lê belê, ne tenê bi ziyareta wî, lê bi vê yekê ku we dilê wî xurt kir, dilê me jî xurt bû. Wî xebera ku hûn hesreta dîtina min in û ku hûn pir xemgîn in û bi rastî xema min dixwin* gihand min. Bi vê yekê ez hê zêdetir kêfxweş bûm.

8 Eger min bi nameya xwe hûn xemgîn kiribin jî, ez ne poşman im. Eger ez di destpêkê de poşman bûm jî (ez dibînim ku nameya min hûn xemgîn kirin, lê tenê ji bo demeke kin), 9 niha ez kêfxweş im. Ez ne ji ber ku hûn xemgîn bûn, lê ji ber ku vê xemgîniyê alî we kir ku hûn tobe bikin, kêfxweş im. Xemgîniya we li gor daxwaza Xwedê ye, û ji ber vê yekê we ji gotinên me zerar nedît. 10 Çimkî xemgîniya li gor daxwaza Xwedê rê li ber mirovan vedike ku ew gunehên xwe tobe bikin û xelasiyê bi dest bixin. Lê xemgîniya li gor vê dinyayê mirinê tîne. 11 Ka binêrin ku xemgîniya li gor daxwaza Xwedê çawa li ser we tesîr kiriye: Navê we hatiye paqijkirin, hûn ji ber tiştên xerab aciz dibin, hûn ji Xwedê ditirsin, hûn hazir bûn ku tobe bikin, hûn ji dil ji Xwedê re xizmet dikin û we tiştên şaş serrast kirin! Di vê yekê de we ji her aliyî ve nîşan da ku hûn pak* in. 12 Gava min ev name ji we re nivîsî, min ev yek ne ji bo kesê ku guneh kir yan kesê ku neheqî lê hat kirin, nivîsî. Lê min ev name nivîsî, da ku hûn li ber Xwedê nîşan bidin ku hûn xîret dikin ku guh bidin me. 13 Ji ber vê yekê dilê me hatiye rehetkirin.

Lê em ji ber dilxweşiya Tîtos hê zêdetir kêfxweş in, çimkî we hemûyan dilê wî xurt kir. 14 Eger min ji wî re got ku ez bi we serbilind im, ez ji ber vê yekê şerm nakim. Çawa ku her tiştê ku me ji we re got rast bû, bi eynî awayî tiştê ku me bi serbilindî ji Tîtos re got jî rast derket. 15 Wekî din, gava ew li ser vê yekê difikire ku hûn hemû guhdar in û we ew çawa bi tirs û lerizîn qebûl kir, hezkirina wî ji bo we zêdetir dibe. 16 Ez kêfxweş im ji ber ku ez bi we dilxurt dibim.

8 Îcar birano, em dixwazin ji we re behsa qenciya mezin a Xwedê, ya ku li civatên Makedonyayê hatiye kirin, bikin. 2 Wan di nav ceribandina tengasiyeke mezin de êş dikişand. Her çi qas ew feqîr bûn jî, ew bi dilxweşiyeke mezin destvekirî bûn. 3 Ez şahidiya vê yekê dikim ku çi ji destê wan dihat, wan dikir. Erê, heta ew ji îmkana xwe zêdetir destvekirî bûn. 4 Wan xwe bi xwe ji me rica dikir ku em îznê bidin wan ku ew jî destekê bidin pîrozan. 5 Wan ji tiştên ku me hêvî dikir zêdetir kir. Belê, li gor daxwaza Xwedê, wan xwe bi dil û can da xizmeta Efendiyê me û destek da me jî. 6 Loma me dilê Tîtos xurt kir ku ew îşê ku wî li ba we dest pê kir, yanî topkirina bexşên we, xelas bike. 7 Hûn di her tiştî de îşekî baş dikin. Baweriya we xurt e, hûn baş xeber didin, zanîna we tije ye, hûn di her tiştî de xîretkêş in, û wek ku em ji we hez dikin hûn jî ji kesên din hez dikin. Bi eynî awayî bi dewamî destvekirî bin.

8 Ez vê yekê ne wek emir ji we re dibêjim, lê belê ez dixwazim bala we bikişînim ser xîretkêşiya kesên din û tê derxim ka hûn bi rastî ji kesên din hez dikin yan na. 9 Hûn qenciya mezin a Efendiyê me Îsa Mesîh dizanin: Her çi qas ew dewlemend bû jî, ew ji bo xatirê we bû feqîr, da ku hûn bi saya feqîriya wî dewlemend bibin.

10 Di vê yekê de ez dixwazim fikra xwe bibêjim: Ev yek ji bo feydeya we ye ku hûn vî îşî xelas bikin, çimkî berî salek we ne tenê dest bi vî îşî kir, lê we nîşan da ku hûn dixwazin vê yekê bikin. 11 Loma îşê ku we dest pê kiriye, xelas bikin. Gava hûn li gor îmkana xwe bidin, hûnê dilxwaziya xwe nîşan bidin. 12 Tiştên ku ji dil tên li Xwedê xweş tên. Çimkî Xwedê dixwaze ku mirov ne tiştê ku ew nikare, lê tiştê ku ew dikare, bide. 13 Ez naxwazim barê kesên din sivik bikim û barê we giran bikim. 14 Lê ez dixwazim ku zêdehiya di destê we de kêmasiya kesên din tije bike, û zêdehiya kesên din jî kêmasiya we tije bike, da ku wekhevî çêbe. 15 Çawa ku hatiye nivîsîn: “Kesê ku li ba wî gelek hebû, ew ne zêde bû, û kesê ku li ba wî hindik hebû, ew ne kêm bû.”

16 Şikir ji Xwedê re ku Tîtos jî wek ku em xema we dixwin, bi eynî awayî xema we dixwe. 17 Wî ne tenê daxwaza me qebûl kir, lê ji ber ku ew pir dixwaze alî we bike, ew bi daxwaza xwe tê ba we. 18 Em birayekî din jî bi wî re dişînin. Hemû civat ji ber tiştên ku ew ji bo belavkirina mizgîniyê dike, pesnê wî didin. 19 Wekî din, ev bira ji aliyê civatan ve hat hilbijartin ku bi me re rêwîtiyê bike û van hemû bexşan bîne. Ev bexş wê ji bo rûmeta Efendiyê me* bên bikaranîn û nîşan bidin ku em hazir in alî kesên din bikin. 20 Bi vî awayî, tu kes nikare ji ber vê yekê ku em çawa bexşan bi kar tînin, gazinan ji me bike. 21 Çimkî em ‘xîret dikin ku em ne tenê li ber çavê Yehowa, lê li ber çavê mirovan jî ya rast û durist bikin’.

22 Ji xeynî vê, em bi wan re birayekî xwe yê din dişînin. Me ew gelek caran ceriband, û me dît ku ew di gelek tiştan de xîretkêş e. Lê niha, ji ber ku ew baweriya xwe bi we tîne, ewê hê jî zêdetir xîretkêş be. 23 Eger pirsên we li ser Tîtos hebin, bizanin ku ew hevpar û hevalkarê min e û ji bo xêra we xizmet dike. Û eger pirsên we li ser birayên me hebin, bizanin ku ew şandiyên civatan in û rûmetê didin Mesîh. 24 Loma îsbat bikin ku hûn ji van birayan hez dikin, û ji civatan re nîşan bidin ku em çima pesnê we didin.

9 Belê, li ser xizmeta ku ji pîrozan re tê kirin, ne hewce ye ku ez ji we re binivîsim. 2 Çimkî ez dilxwaziya we dizanim û li ser vê yekê li ber Makedoniyan pesnê we didim. Ez ji wan re dibêjim ku êdî salek e ku hûn li Axayayê hazir in alî wan bikin, û ji ber xîreta we dilê gelek ji wan xurt bûye ku eynî tiştî bikin. 3 Lê ez birayan dişînim ba we ji bo ku pesndayîna me ya ji bo we vala dernekeve, û wek ku min gotibû hûn bi rastî hazir bin. 4 Yan na, eger birayên ji Makedonyayê bi min re bên û bibînin ku hûn ne hazir in, emê ji ber we şerm bikin, çimkî me baweriya xwe bi we anî, û hûnê bikevin şermê. 5 Loma ez fikirîm ku lazim e ez dilê birayan xurt bikim ku ew berî me bên ba we û bexşên ku we soz dane û hazir kirine, top bikin. Bi vî awayî, wê zelal be ku ev bexş ne bi mecbûrî, lê bi dilxwazî hatine dayîn.

6 Lê vê yekê bizanin: Yê ku hindik diçîne wê hindik bidirû. Û yê ku gelek diçîne wê gelek bidirû. 7 Bila her kes ne bi bêdilî yan bi mecbûrî, lê wek ku wî di dilê xwe de qerar daye, bike, çimkî Xwedê ji yê ku bi kêfxweşî dide, hez dike.

8 Wekî din, Xwedê dikare hemû kerema xwe ya mezin li ser we birijîne ku di tu tiştî de hewcedariya we tune be û ji bo her karê qenc li ba we her tişt bi zêdeyî hebe. 9 (Çawa ku hatiye nivîsîn: “Wî bi destvekirî belav kir û da belengazan. Rastdariya wî her û her dimîne.” 10 Xwedê, yê ku bi comerdî ji cotkar re toxim dide û nên ji bo xwarinê dide, ewê bi zêdeyî toximan ji bo çandinê bide we. Û ewê berê rastdariya we zêde bike.) 11 Xwedê we di her tiştî de bibereket dike, da ku hûn destvekirî bin, û bi vê yekê kesên din wê ji Xwedê re şikir bikin. 12 Çimkî ev xizmeta destekdayînê ne tenê ji bo vê yekê ye ku hûn hewcedariyên pîrozan baş têr bikin, lê ji bo vê ye jî ku gelek kes ji Xwedê re şikir bikin. 13 Çimkî tiştên ku hûn dikin îsbat dikin ku hûn li gor mizgîniya li ser Mesîh hereket dikin. Ji ber vê yekê û ji ber ku hûn ji wan re û ji hemû kesên din re destvekirî ne, mirov rûmetê didin Xwedê. 14 Ji ber ku kerema mezin a Xwedê li ser we ye, ew ji bo we dua dikin û ji we hez dikin.

15 Şikir ji Xwedê re ji bo hediyeya wî ya bêemsal, a ku em nikarin bi gotinekê bînin zimên.

10 Ez, Pawlos, ji ber nermî û dilovaniya Mesîh dixwazim tiştekî ji we re bibêjim: Hin ji we dibêjin ku gava ez bi we re me ez sist xuya dikim, lê gava ez ne bi we re me ez dilxurt xuya dikim. 2 Lê belê, ez hêvî dikim ku gava ez bêm ba we, nêrîna kesên ku difikirin ku em li gor mirovên nefsî hereket dikin, hatiye guhertin, da ku ez mecbûr nebim ku wan bi sertî tembîh bikim. 3 Her çi qas em wek mirovên din dijîn jî, em wek wan şer nakin. 4 Em ne bi çekên mirovan, lê bi çekên ku Xwedê dane me, yên ku dikarin bircên saxlem hilweşînin, şer dikin. 5 Em her fikra şaş red dikin û astengên ku rêya mirovan digirin ku ew Xwedê nas bikin, tune dikin. Em her fikrê bindest dikin ku ew ji Mesîh re guhdar be. 6 Gava hûn nîşan bidin ku hûn bi temamî guhdar in, em hazir in ku her kesê neguhdar ceza bikin.

7 Hûn tiştan wek ku çavê we dibîne, dibînin. Eger kesek bawer be ku ew aîdî Mesîh e, bila ew dîsa li ser vê yekê bifikire: Çawa ku ew aîdî Mesîh e, em jî aîdî Mesîh in. 8 Efendiyê me ev qudret daye destê me, ne ji bo ku em baweriya we tune bikin, lê ji bo ku em baweriya we xurt bikin. Eger ez ji bo vê yekê hinek bi zêdeyî pesnê xwe bidim jî, ne lazim e ku ez şerm bikim. 9 Nefikirin ku ez dixwazim we bi nameyên xwe bitirsînim. 10 Çimkî hin kes dibêjin: “Nameyên wî giran û hêzdar in, lê gava ew li vir e, ew wek kesekî sist xuya dike, û gotinên wî ne tiştek in.” 11 Yê ku wisa dibêje, bila bizane ku gava em bên, emê li gor tiştên ku em di nameyan de dinivîsin, bikin. 12 Em naxwazin xwe bişibînin yan bibin wek kesên ku pesnê xwe didin. Ew bi xwe nîşan didin ku ew tiştekî fehm nakin. Çimkî ew xwe, li gor tiştên ku di çavê wan de rast in, dipîvin.

13 Em ji bo îşên ku me nekirine pesnê xwe nadin. Lê em tenê ji bo îşê ku me ji Xwedê standiye pesnê xwe didin, û hûn jî pareke vî îşî ne. 14 Gava em hatin cem we, me tu îşê ku Xwedê nedaye me, nekir. Lê em kesên pêşîn bûn, ên ku mizgîniya li ser Mesîh ji we re belav kir. 15 Em ji bo îşên ku me nestandine, lê kesekî din kirine, pesnê xwe nadin. Lê hêviya me ev e ku çawa baweriya we bi dewamî mezin dibe, tiştên ku me di nav we de kirine jî, bi dewamî mezin bibin. Hingê emê bikarin zêdetir bikin, 16 û mizgîniyê li cihên ku ji we dûrtir in jî belav bikin. Bi vî awayî, emê ji bo tiştên ku kesekî din di nav we de kirine, pesnê xwe nedin. 17 “Lê yê ku pesnê xwe dide, bila ji ber Yehowa pesnê xwe bide.” 18 Çimkî ne kesê ku xwe tewsiye dike, lê kesê ku Yehowa wî tewsiye dike, tê qebûlkirin.

11 Eger ez carinan nemaqûl xuya bikim jî, ez hêvî dikim ku hûn li min sebir bikin. Lê belê, hûn jixwe li min sebir dikin. 2 Wek ku Xwedê dixwaze we biparêze, ez jî dixwazim we biparêzim. Çimkî min bi xwe hûn ji Mesîh re soz dan û ez dixwazim we wek keçikeke pak pêşkêşî wî bikim. 3 Lê tirsa min ev e ku çawa mar bi hîleyî Hawa xapand, hişê we jî xera bibe û hûn ji duristî û dilpakiya ku Mesîh hêjayî wan e, dûr bikevin. 4 Çimkî gava mirov ne behsa eynî Îsayê ku me behsa wî kiriye, dikin, yan hûn ne eynî ruh ê ku we standiye, distînin, yan jî ji we re behsa ne eynî mizgîniya ku we qebûl kiriye, dikin, hûn gotinên wan qebûl dikin. 5 Lê ez difikirim ku ez ji şandiyên ku wisa hereket dikin qey ew yên herî baş in, di tu tiştî de ne kêmtir im. 6 Eger ez di xeberdanê de ne jêhatî bim jî, zanîna min li ser Xwedê heye. Me ev yek bi her awayî û di her tiştî de ji we re eşkere kir.

7 Min mizgîniya Xwedê belaş û ji dil da we, û ji bo ku hûn bilind bibin min xwe nizm kir. Ma min bi vê yekê guneh kir? 8 Min alîkarî ji civatên din distand, qey min ew talan kirin, da ku ez ji we re xizmet bikim. 9 Gava ez li ba we bûm û hewcedariyên min hebûn, ez ji tu kesî re nebûm bar. Çimkî gava birayên ji Makedonyayê hatin, wan hewcedariyên min bi zêdeyî têr kirin. Belê, min di her tiştî de xîret kir ku ez ji we re nebim bar, û ezê bi dewamî wisa bikim. 10 Heta ku ez şagirtê Mesîh bim, tu tişt nikare rêya min bigire ku ez li herêmên Axayayê ji ber vê yekê pesnê xwe bidim. 11 Çima min barê we giran nekir? Ma ji ber ku ez ji we hez nakim? Xwedê dizane ku ez ji we hez dikim.

12 Hin kes pesnê xwe didin û dibêjin ku ew jî wek me şandî ne. Loma tiştê ku ez dikim, ezê bi dewamî bikim, ji bo ku ez tu fersendê nedim wan ku ew pesnê xwe bidin. 13 Çimkî mirovên wisa şandiyên sexte ne, ew kesên din dixapînin û ew xwe wek şandiyên Mesîh nîşan didin. 14 Ez bi vê yekê ecêbmayî namînin, çimkî Şeytan bi xwe jî xwe wisa nîşan dide qey ew melekê ronahiyê ye. 15 Loma ez şaş namînim ku xizmetkarên wî jî xwe wek xizmetkarên rastdariyê nîşan didin. Lê belê, dawiya wan wê li gor kirinên wan be.

16 Ez dîsa dibêjim: Bila tu kes nefikire ku ez yekî nemaqûl im. Lê eger hûn wisa bifikirin jî, îcar min wek yekî nemaqûl qebûl bikin, da ku ez jî hinekî pesnê xwe bidim. 17 Tiştê ku ez niha dibêjim, ez ne li gor emsala Efendiyê me, lê wek yekî nemaqûl, ê ku bi xwe bawer e, dibêjim. 18 Madem ku gelek kes bi tiştên vê dinyayê pesnê xwe didin, ezê jî pesnê xwe bidim. 19 Ji ber ku hûn ew qas “maqûl” in, hûn ji dil li kesên nemaqûl sebir dikin. 20 Eger yek we bike xulam, eger yek ji hebûna we bixwe, eger yek we talan bike, eger yek xwe li ser we bigire, yan eger yek li rûyê we bixe, hûn bi van tiştan sebir dikin.

21 Çi qas şerm e ku em vêya dibêjin, çimkî ji bo hin ji we em wek kesên sist xuya dikin.

Lê eger hin kes şerm nakin ku pesnê xwe bidin, îcar eger kesek min wek yekî nemaqûl dibîne jî, ez jî şerm nakim ku pesnê xwe bidim. 22 Ma ew Îbranî ne? Ez jî Îbranî me. Ma ew Îsraîlî ne? Ez jî Îsraîlî me. Ma ew ji zuriyeta Birahîm in? Ez jî ji zuriyeta Birahîm im. 23 Ma ew xizmetkarên Mesîh in? Ez wek kesekî ku aqlê xwe winda kiriye dibêjim: Ez hê zêdetir im. Min zêdetir îş kiriye, ez zêdetir di hebsê de bûm, li min zêdetir hatiye xistin, û ez gelek caran li ber mirinê bûm. 24 Cihûyan pênc caran 40 kêm yek li min xistin. 25 Sê caran bi daran li min hat xistin, carekê ez hatim dayîn ber keviran, sê caran qezaya gemiyê hat serê min, şev û rojekê ez di behra* vekirî de mam. 26 Min gelek caran rêwîtî kir, ez ketim talûkeyên çeman, talûkeyên rêbiran, talûkeyên ji aliyê xelkê xwe ve, talûkeyên ji aliyê miletên din ve, talûkeyên di nav bajêr de, talûkeyên di nav çolê de, talûkeyên behrê, talûkeyên di nav birayên sexte de. 27 Min ked û zehmet kişand, gelek caran bi şev xew neket çavê min, ez tî û birçî mam, gelek caran bê xwarin mam, û di nav sermayê de bê kinc dimam.

28 Ji xeynî van derdên ji derveyî ve, derdekî min heye, yê ku her roj min aciz dike: Xema ji bo hemû civatan. 29 Ma kî sist e û ez sist nabim? Ma kî ji rê tê derxistin û hêrsa min ranabe?

30 Eger ez pesnê xwe bidim, ezê bi tiştên ku halê min î sist nîşan didin pesnê xwe bidim. 31 Bav û Xwedayê Efendiyê me Îsa, yê ku her û her hêjayî rûmetê ye, dizane ku ez derewan nakim. 32 Li Şamê, waliyê Arêtas padîşah ji bo ku min bigire, nobedar li ber dergehên bajêr danîn. 33 Lê ez di pencereyê dîwarê bajêr de di nav selikê de hatim daxistin û ez ji destê wî filitîm.

12 Gerek ez pesnê xwe bidim. Ev yek bi eslê xwe ne bifeyde ye, lê ez dixwazim behsa dîtinî û gotinên Efendiyê me bikim. 2 Ez mirovekî nas dikim, ew şagirtekî Mesîh e*. Berî 14 salan, ew zilam heta ezmanê sisêyan hat hildan. Ez nizanim ka ew di bedena xwe de bû yan na, Xwedê dizane. 3 Erê, ez zilamekî wisa nas dikim, ew hat hildan cenetê. Ez nizanim ka ew di bedena xwe de bû yan na, Xwedê dizane. 4 Û gava ew di cenetê de bû, wî gotinên wisa bihîstin ku îzin tune ye ew bên gotin. 5 Erê, ez dixwazim pesnê mirovekî wisa bidim. Lê ezê pesnê xwe nedim, ezê tenê pesnê kêmasiyên xwe bidim. 6 Eger ez pesnê xwe bidim jî, ez tiştekî nemaqûl nakim, çimkî ezê rastiyê bibêjim. Lê ez pesnê xwe nadim. We dît ku min çi kir û çi got, loma bila tu kes nefikire ku min ji wan tiştan zêdetir kir. 7 Gelek tiştên mezin ji min re hatin eşkerekirin, lê bila tu kes min ji ber vê yekê mezintir nehesibîne.

Ji bo ku ez pozbilind nebim, di bedena min de striyek hat dayîn, ew wek melekekî Şeytan e. Ji bo ku ez pozbilind nebim, ew tim li min dixe. 8 Min sê caran ji Xudan rica kir ku ez ji wê xelas bim. 9 Lê wî wisa ji min re got: “Kerema min besî te ye, çimkî qudreta min di kêmasiyê de kamil dibe.” Ji ber vê ez bi kêfxweşiyeke mezin pesnê kêmasiyên xwe didim. Bi vî awayî, qeweta Mesîh wek konekî li ser min dimîne. 10 Ji ber vê yekê, ji bo xatirê Mesîh, ez bi kêmasiyan, bi heqaretan, di rojên zor û zehmet de û bi zilm û zordariyê kêfxweş im. Çimkî gava ez sist im, ez biqewet im.

11 Ez tiştên bêaqil dibêjim. We ez mecbûr kirim, ji ber ku we ez tewsiye nekirim. Her çi qas ez ne tiştek im, ez ji şandiyên we, yên ku qey ew yên herî baş in, qet ne kêmtir im. 12 We bi çavê xwe îsbat dîtin ku ez şandî me. We tehemul, nîşan, mucîze û kirinên mezin dîtin. 13 Sebebê ku hûn ji civatên din biçûktir hatin dîtin tenê ev bû ku ez ji we re nebûm barekî giran. Ji kerema xwe re li vê qisûra min nenêrin.

14 Ev cara sisêyan e ku ez hazir im bêm ba we, û ezê ji we re nebim barekî giran. Ez ne li mal û milkê we, lê ez li xêra we digerim. Çimkî gerek ne zarok ji bo dê û bavê xwe, lê dê û bav ji bo zarokên xwe mal û milk bidin ber hev. 15 Ez bi dilxweşî ji bo we her tiştî, heta canê xwe jî feda dikim. Madem ku ez ji we ew qas hez dikim, ma gerek hûn ji min kêmtir hez bikin? 16 Her çi be jî, ez ji we re nebûm barekî giran. Lê dîsa jî, hûn dibêjin ku ez “kesekî biaqil” bûm û min hûn bi “hîle” xapandin. 17 Ma min bi destê kesên ku min şandin cem we, keda we xwariye? 18 Min dilê Tîtos xurt kir û birayek bi wî re şand ba we. Ma Tîtos qet keda we xwariye? Ma em ne di yekîtiyê de bûn? Ma em li ser eynî rê nediçûn?

19 Gelo hûn difikirin ku em dixwazin xwe li ber we rast derxin? Na, em wek şagirtên Mesîh li ber Xwedê rastiyê dibêjin. Xwişk û birayên ezîz, her tiştê ku em dikin, em dikin ku we xurt bikin. 20 Tirsa min ev e ku gava ez bigihîjim cem we, rabûn û rûniştina we ne li gor dilê min be û belkî rabûn û rûniştina min jî ne li gor dilê we be. Çimkî ez ditirsim ku di nav we de şer*, hesûdî, hêrs, minaqeşe, buxtan*, paşgotinî, quretî û tevlihevî hebe. 21 Gava ez bêm ba we, Xwedê wê belkî min li ber we bide şermê, û belkî ezê ji ber gelekan şînê bigirim, çimkî wan guneh kir, lê wan ji ber mirdarî û bêexlaqiya cinsî û hereketên xwe yên bêedeb tobe nekiriye.

13 Ev cara sisêyan e ku ez têm ba we. “Bila her tişt bi devê du yan sê şahidan bê îsbatkirin.” 2 Her çi qas ez ne li ba we me jî, qey ev cara diduyan e ku ez hatim ba we. Eger ez dîsa bêm, ez ji berê ve dixwazim ji yên ku berê guneh kirine re û ji hemû kesên mayî re bibêjim ku ezê hemûyan terbiye bikim. 3 Bi vî awayî, ezê nîşan bidim ku Mesîh bi devê min xeber dide. Û Mesîh di nav we de ne sist e, lê ew qudreta xwe nîşanî we dide. 4 Rast e, gava ew sist bû, ew li ser dar hat îdamkirin, lê ew bi qudreta Xwedê dijî. Û çawa ku ew sist bû em jî sist in, lê bi qudreta Xwedê ya ku li ser me ye, emê bi wî re bijîn.

5 Bi dewamî tê derxin ka hûn di baweriyê de ne yan na. Xwe bi dewamî biceribînin. Ma hûn nizanin ku Mesîh bi we re di yekîtiyê de ye? Eger na, Xwedê wê we red bike. 6 Ez hêvî dikim ku hûnê fehm bikin ku em nehatine redkirin.

7 Em ji Xwedê re dua dikin ku hûn tiştekî xerab nekin. Eger em wek kesên ku hatine redkirin xuya bikin jî, armanca me ne ev e ku em wek kesên ku nehatine redkirin xuya bikin, lê armanca me ev e ku hûn a rast bikin. 8 Çimkî em nikarin tiştekî li dijî rastiyê bikin, lê em tenê dikarin tiştekî ji bo rastiyê bikin. 9 Eger em sist in, lê hûn xurt in, em her tim kêfxweş in. Û em ji bo vê yekê dua dikin ku hûn bên serrastkirin. 10 Ji ber vê yekê, berî ku ez bêm ba we, ez van tiştan dinivîsim, da ku gava ez li ba we bim, ez bi qudreta ku Efendiyê me daye min bi we re ne sert bim, lê dilê we ava bikim û ne hilweşînim.

11 Birano, li dawiyê ez ji we re dibêjim: Bi dewamî kêfxweş bin, bihêlin ku hûn bên serrastkirin û dilê we bê rehetkirin, hemfikir bin, di aştiyê de bijîn, û hingê Xwedayê hezkirin û aştiyê wê bi we re be. 12 Bi hezkirinê* silavan li hevdû bikin. 13 Hemû kesên pîroz silavan li we dikin.

14 Bila qenciya mezin a Efendiyê me Îsa Mesîh, hezkirina Xwedê û ruhê pîroz, ê ku li ba me ye, bi we re be.

Yan “xurt dike”.

Li vir “Asya” tê maneya eyaleta li Împaratoriya Romayê.

Yan belkî “tiştên ku hûn jixwe dizanin û fehm dikin”.

Bi herfî “li gor bedenê”.

Jê re Sîlas jî tê gotin.

Yan “plan û kirinên”.

Bi herfî “li ber min deriyek vebû”.

Yanî ruhê Xwedê.

Yan belkî “ruhê Yehowa”.

Bi herfî “wijdanê her mirovî”.

Bi herfî “nixumandî be”.

Yan “di bedena xwe de li zilm û zordariyê tehemul dikin”.

Bi herfî “di vî konî de”.

Bi herfî “wijdanê we”.

Yan “afirînekî”.

Bi herfî “bi me re li hev hat”.

Yan “şandiyên”.

Belkî destê rastê ji bo şerkirinê û destê çepê ji bo parastinê.

Yan “ku hêjayî mirinê ne”.

Ji peyva Yûnanî ya ku tê maneya “Bêkêr”. Li vir behsa Şeytan tê kirin.

Bi herfî “hazirbûna”.

Bi herfî “xîretkêşiya we ji bo min”.

Yan “bêsûc”.

Bi Yûnanî peyva “Kûrîos” tê maneya “Efendî” yan “Xudan”. Di vê ayetê de behsa Xwedê jî dikare bê kirin.

Yan “deryaya”.

Bi herfî “bi Mesîh re di yekîtiyê de ye”.

Yan “pevçûn”.

Yan “îftira”.

Bi herfî “Bi maçeke pîroz”.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne