NAMEYA JI EFESIYAN RE
1 Ez Pawlos, ê ku bi daxwaza Xwedê bûme şandiyê Mesîh Îsa, vê nameyê ji pîrozan re, yên ku li Efesê ne û şagirtên dilsoz ên Mesîh Îsa ne, dinivîsim:
2 Bila aştî û qenciya mezin ji Bavê me Xwedê û ji Efendiyê me Îsa Mesîh li ser we be!
3 Bila pesn ji Xwedê re bê dayîn, ê ku Bav û Xwedayê Efendiyê me Îsa Mesîh e. Çimkî wî em, şagirtên Mesîh, bi her bereketa ruhî ya li ezmanan bibereket kirine. 4 Wî em berî destpêka dinyayê hilbijartine ku em bi Mesîh re di yekîtiyê de bin. Wî wisa kir, da ku em hezkirinê nîşan bidin û li ber wî pîroz û bêleke bin. 5 Li gor daxwaza xwe, wî em bi saya Îsa Mesîh ji berê ve hilbijartine û em wek kurên xwe qebûl kirin. 6 Xwedê wisa kir ji bo ku mirov pesnê wî bidin, çimkî wî bi saya Kurê xweyî ezîz qenciya xwe ya mezin nîşanî me daye. 7 Bi saya Kurê wî, em bi destê fîdyeyê hatine azadkirin. Belê, Xwedê li ser esasê xwîna wî gunehên me efû kirine, çimkî qenciya wî pir mezin e.
8 Xwedê ev qenciya mezin têr û tije li me kiriye û hemû hîkmet û fehmkirin daye me, 9 û bi vê yekê wî sira pîroz a daxwaza xwe ji me re eşkere kir. Ev sir li gor daxwaza wî ye û armanca wî ev e 10 ku ew li dawiya dema hilbijartî dîsa hemû tiştên li ezmanan û li ser rûyê erdê top bike ku ew bi Mesîh re di yekîtiyê de bin. Belê, bi saya wî hemû tişt tên topkirin. 11 Wekî din, em bi wî re di yekîtiyê de ne û wek mîrasgir hatine tayînkirin. Xwedê em ji berê ve li gor armanca xwe hilbijartine, çimkî ew her tiştî li gor daxwaza xwe dike. 12 Bi vî awayî, bi destê me, yên ku pêşî hêviya xwe bi Mesîh aniye, rûmeta Xwedê wê bê dayîn. 13 Lê gava we peyva rastiyê bihîst, we jî hêviya xwe bi wî aniye. Ev mizgînî li ser xelasbûna we ye. Piştî ku we bawer kir, Xwedê hûn bi ruhê pîroz ê sozdayî mor kirin. 14 Ev ruh soza mîrasa me ye. Xwedê ev yek kir, da ku ji bo rûmeta xwe xelkê xwe bi saya fîdyeyê xelas bike.
15 Loma, ji wexta ku min bihîst ku hûn çawa bi Efendiyê me Îsa bawer dikin û ji hemû pîrozan hez dikin, 16 ez dev jê bernadim ku ji bo we ji Xwedê re şikir bikim. Ez we di duayên xwe de her tim tînim zimên. 17 Bila Bavê birûmet, Xwedayê Efendiyê me Îsa Mesîh, ruhê xwe bide we ku hûn bihîkmet bin û tiştên ku ew eşkere dike fehm bikin. Û bila hûn bi vî awayî zanîna rast a li ser wî bi dest bixin. 18 Wî dilê we* vekiriye, da ku hûn fehm bikin ku hûn ji bo çi hêviyê hatine gazîkirin, çi dewlemendiya mezin ji pîrozan re wek mîras hatiye hazirkirin, 19 û qudreta wî, ya ku di we bawermendan de dixebite, çi qas mezin e. 20 Gava wî Mesîh ji mirinê rakir û li ezmanan li milê xweyî rastê da rûniştandin, wî ev qudret bi kar anî. 21 Wî wisa kir, da ku Mesîh ne tenê li vê dinyayê, lê li dinyaya ku wê bê jî ji her hukûmet, qudret, hêz û serweriyê û ji her navî bilindtir be. 22 Xwedê her tişt xist bin lingên Mesîh û ew kir serê civatê. 23 Ev civat bedena Mesîh e û bi wî ve tije ye, û ew her tiştî temam dike.
2 Wekî din, her çi qas hûn di şaşî û gunehên xwe de mirî bûn jî, Xwedê hûn sax kirine. 2 We berê ev tişt dikirin, çimkî hûn wek mirovên vê dinyayê dijiyan. We bi ya hukimdarê ku qudreta wî li ser hewayê heye, dikir. Ev hewa yanî ruh li ser mirovên neguhdar tesîr dike. 3 Berê em hemû wek wan kesan bûn, ên ku li gor xwestekên xwe yên gunehkar û fikrên xwe hereket dikin. Û wek kesên din, em jî ji bûyîna xwe ve hêjayî xezeba Xwedê bûn. 4 Lê Xwedayê ku dilrehmiya wî pir e, ji ber hezkirina xwe ya mezin, 5 her çi qas em ji ber gunehên xwe mirî bûn jî, wî em bi saya Mesîh sax kirin. (Hûn bi qenciya wî ya mezin hatine xelaskirin.) 6 Wekî din, wî ne bi tenê em, ên ku bi Mesîh Îsa re di yekîtiyê de ne, sax kirin, lê ji xeynî vê, wî em li ezmanan bi wî re dan rûniştandin. 7 Xwedê wisa kir, da ku ew di demên ku wê bên de qenciya xwe ya mezin têr û tije li me bike û tiştên qenc ji me re, yên ku bi Mesîh Îsa re di yekîtiyê de ne, nîşan bide.
8 Bi saya vê qenciya mezin hûn bi rêya baweriyê xelas bûne, lê we ev yek ne bi xwe kir, lê ev hediyeya Xwedê ye. 9 Belê, da ku tu kes pesnê xwe nede, xelasbûna we ne bi kirinan ve girêdayî ye. 10 Em karên destê Xwedê ne û wî em, ên ku bi Mesîh Îsa re di yekîtiyê de ne, xuliqandine*, da ku em karên qenc bikin, ên ku Xwedê ji berê ve qerar dabû ku em wan bikin.
11 Loma bînin bîra xwe ku hûn, ên ku ji bûyînê ve ji miletên din in, ji aliyê kesên ku bi destê mirovan hatin sinetkirin ve, wek kesên nesinetkirî dihatin dîtin. 12 Wê demê hûn bê Mesîh bûn, hûn ne aîdî miletê Îsraîl bûn, û hûn ne pareke peymana li ser esasê sozê bûn. Hûn di dinyayê de bê hêvî û bê Xwedê dijiyan. 13 Lê niha hûn bi Mesîh Îsa re di yekîtiyê de ne. Hûn, ên ku berê ji Xwedê dûr bûn, bi saya xwîna Mesîh nêzîkî wî bûn. 14 Çimkî Mesîh aştiya me ye. Wî du kom kirine yek û dîwarê ku ew ji hevdû vediqetandin, hilweşandiye. 15 Bi saya bedena xwe, wî dawiya dijminahiyê aniye, û qanûna ku ji emir û qaîdeyan pêk dihat, betal kiriye. Wî ev yek kiriye, da ku ji her du koman miletekî nû çêke, yê ku bi wî re di yekîtiyê de ye, û da ku ew aştiyê çêke. 16 Û bi saya darê îşkenceyê wî du kom kirine yek milet ku ew bi Xwedê re li hev bên, çimkî wî bi mirina xwe dawiya dijminahiyê aniye. 17 Û ew hat û wî ji we re, yên ku dûr in û yên ku nêzîk in, mizgîniya aştiyê da we. 18 Çimkî bi saya fîdyeya wî, em hemû, yanî her du kom, dikarin bi eynî ruhê ku em distînin ji Bav re dua bikin.
19 Îcar, hûn êdî ne xerîb û koçber in, lê hûn hemwelatiyên pîrozan û maliyên mala Xwedê ne. 20 Hûn li ser bingeha şandî û pêxemberan hatine avakirin, lê kevirê herî muhîm ê bingehê Mesîh Îsa ye. 21 Temamiya avahiyê, ya ku bi wî re di yekîtiyê de ye, û hemû parên wê ku baş hev digirin, mezin dibe ku ji bo Yehowa bibe îbadetgeh. 22 Ji ber ku hûn bi Mesîh re di yekîtiyê de ne, Xwedê we bi yên din re dike avahiyeke ku ew tê de dijî, çimkî ruhê wî li wê derê ye.
3 Ji ber vê yekê, ez Pawlos, ê ku ji ber baweriya xwe ya bi Mesîh Îsa di hebsê de me, ji bo xêra we, yên ku ji miletên din in ... 2 We bi îhtimaleke mezin bihîstiye ku ez hatim tayînkirin ku alî we bikim ku hûn qenciya mezin a Xwedê bistînin. 3 Belê, çawa ku min berê bi kurtasî ji we re nivîsîbû, Xwedê ji min re sira xwe ya pîroz eşkere kir. 4 Loma, gava hûn vê nameyê bixwînin, hûnê bibînin ku ez sira pîroz a li ser Mesîh fehm dikim. 5 Ev sir ji neslên* berê re nehat eşkerekirin, lê niha, ew bi destê ruh ji şandiyên wî yên pîroz û pêxemberan re hatiye eşkerekirin. 6 Sir ev e: Kesên ji miletên din, ên ku bi Mesîh Îsa re di yekîtiyê de ne, ewê bi destê mizgîniyê wek Mesîh bibin mîrasgir. Ewê wek me bibin hevparên bedenê, û ewê jî tiştên ku Xwedê ji me re soz dane, bistînin. 7 Ez ji ber qenciya mezin, a ku Xwedê wek hediye daye, bûme xizmetkarê vê sirê. Wî ev hediye li gor qudreta xwe daye min.
8 Ev qenciya mezin ji min re, mirovekî ku di nav pîrozan de yê herî kêm e*, hat dayîn. Ev yek ji min re hat dayîn, da ku ez mizgîniya li ser bereketên bêhesab ên ku ji Mesîh tên, belav bikim. 9 Bi vî awayî ez alî hemû mirovan dikim ku ew bibînin ku Xwedayê ku her tişt çêkiriye, çawa sira pîroz a ku wî bi sedsalan vedişart, eşkere dike. 10 Xwedê ev yek kir, da ku niha hukûmet û qudretên li ezmanan bi destê civatê bibînin ku hîkmeta Xwedê bi gelek awayan hatiye eşkerekirin. 11 Ev yek li gor armanca wî ya herheyî ye, ya ku bi Efendiyê me Mesîh Îsa ve girêdayî ye. 12 Bi saya Mesîh em dikarin bi eşkereyî xeber bidin*, û bi saya baweriya xwe ya bi wî, rê ji bo me hatiye vekirin ku em nêzîkî Xwedê bibin. 13 Loma ez ji we rica dikim ku hûn ji ber tengasiyên min, ên ku ez ji bo xêra we dikişînim, ji aliyê ruhî ve sist nebin, çimkî ew ji bo rûmeta we ne.
14 Ji ber vî sebebî, ez li ber Bavê ku 15 her malbata li erd û ezmanan navê xwe jê standiye, dikevim ser çokan. 16 Ez dua dikim ku bila Xwedê li gor rûmeta xwe ya mezin*, we* bi qudreta ruhê xweyî pîroz xurt bike. 17 Û ez dua dikim ku bi destê baweriya we, Mesîh bi hezkirina ku gerek di nav we de hebe di dilê we de bijî. Qayîm bin û xwe li bingeha baweriyê bigirin, 18 da ku hûn bi hemû pîrozan re bi temamî bikarin firehî, dirêjahî, bilindahî û kûrahiyê fehm bikin. 19 Wekî din, bila hûn hezkirina Mesîh, a ku di ser her zanînê re ye, bizanin, û hûnê bi hemû sifetên Xwedê ve tije bibin.
20 Xwedê li gor qudreta ku di me de hereket dike, dikare ji hemû tiştên ku em rica dikin yan jî xeyal dikin hê jî zêdetir bike. 21 Loma bila ji wî re bi saya civatê û bi saya Mesîh Îsa heta hemû nesilan* her û her rûmet bê dayîn. Amîn.
4 Loma ez, ê ku ji ber baweriya xwe ya bi Efendiyê me li hebsê me, ji we rica dikim ku hûn hêjayî gazîkirina xwe bijîn. 2 Her tim dilnizm bin, nerm bin, sebir bikin û bi hezkirinê bi hevdû re bêhnfireh bin. 3 Bi saya ruhê pîroz hûn bûne yek. Loma di aştiyê de bin û xîret bikin ku hûn di yekîtiyê de bimînin. 4 Beden yek e, ruh jî yek e, û hêviya ku we standiye gava hûn hatin gazîkirin jî yek e. 5 Efendî yek e, bawerî yek e, vaftîzbûn* yek e, 6 Xwedê û Bavê hemûyan yek e. Ew di ser hemûyan re ye, ew hemûyan bi kar tîne û di nav hemûyan de ye.
7 Li gor vê ku Mesîh çawa ev hediye belav kiriye, qenciya mezin ji her yekî ji me re hatiye dayîn. 8 Çimkî tê gotin: “Gava ew hilkişiya jorê, wî kesên girtî jî bi xwe re birin û wî mirov wek hediye dan.” 9 Lê gotina “ew hilkişiya” tê çi maneyê? Ma ev nayê maneya ku ew pêşî daket jêr ser rûyê erdê? 10 Yê ku daket jêr û yê ku hilkişiya jor û di ser hemûyên li ezmanan re ye, da ku her tişt bi saya wî temam bibe, eynî kes e.
11 Û wî hin kes wek şandî, hin kes wek pêxember, hin kes wek mizgînvan, hin kes wek şivan û mamoste dan. 12 Wî wisa kir ku pîrozan serrast bike ku ew ji kesên din re xizmetê bikin û bedena* Mesîh ava bikin. 13 Ewê wisa bikin heta ku em hemû di baweriyê de û di zanîna rast a li ser Kurê Xwedê de bibin yek û heta ku em bibin mirovên gihîştî û wek Mesîh bi temamî bibin kesên gihîştî. 14 Îcar, bila em êdî nebin wek zarokan. Bila em qey ji aliyê pêlan ve neyên kişandin, û bila her bayê hînkirinê yan hîleyên mirovên ku kesên din dixapînin, me vir de wê de nebe. 15 Gerek em rastiyê bibêjin û hezkirinê nîşan bidin. Bi vî awayî emê ji her aliyê ve bibin kesên gihîştî, yên ku bi Mesîh re, yê ku serê bedenê ye, di yekîtiyê de dimeşin. 16 Bi saya wî, hemû endamên bedenê bi hev re baş girêdayî ne û her movik li gor armanca xwe kar dike. Gava her endamê bedenê rast kar dike, beden di nav hezkirinê de baş mezin dibe.
17 Îcar ez li ber Efendiyê me şahidiya vê dikim: Êdî li gor fikrên pûç û betal ên miletên din nemeşin. 18 Hişê wan di tariyê de ye, û ew ji jiyana ku Xwedê dide, veqetandî ne, çimkî ew naxwazin Xwedê nas bikin, û dilê wan hişk bûye. 19 Wan dev ji exlaq berda û ji bo ku bi çavbirçîtî her cure mirdariyê bikin, wan xwe da hereketên bêedeb.
20 Lê hûn hîn bûn ku Mesîh ne yekî wisa ye, 21 eger we Îsa bihîst û wî hûn hîn kirin, çimkî rastî di Îsa de ye. 22 Îcar hûn hîn bûn ku gerek hûn şexsiyeta kevn ji xwe bikin. Ev şexsiyet li gor jiyana we ya berê ye û bi xwestekên xapînok tê xerakirin. 23 Gerek hûn her tim di ruh û hişê xwe de nû bibin, 24 û gerek hûn şexsiyeta nû li xwe bikin. Ev şexsiyet li gor daxwaza Xwedê li ser esasê rastdarî û dilsoziya rast hatiye çêkirin.
25 Madem ku we dev jê berda ku derewan bikin, ji hevdû re rastiyê bibêjin, çimkî em endamên bedenekê ne. 26 Eger hûn hêrs bikevin jî, guneh nekin. Berî ku roj here ava, bila hêrsa we derbas be. 27 Rê nedin Îblîs. 28 Bila yê ku diziyê dike, êdî diziyê neke. Lê belê, bila ew bi destê xwe îşekî qenc bike ku ew bikare bi yên hewcedar re parve bike. 29 Bila peyveke pîs ji devê we dernekeve, lê belê tenê tiştên baş, ên ku kesên din ava dikin, bibêjin. Bi vî awayî, kesên ku gotinên we dibihîzin wê feydeyê bistînin. 30 Wekî din, ruhê pîroz ê Xwedê xemgîn nekin. Çimkî hûn bi ruhê pîroz ji bo roja xelasbûnê bi saya fîdyeyê hatin morkirin.
31 Tiştên wek kîn, hêrs, xezeb, qîrîn, çêr* û her tiştê ku kesên din diêşîne ji xwe dûr bixin. 32 Lê ji hevdû re qenc û dilşewat bin. Wek ku Xwedê hûn bi saya Mesîh ji dil efû kirine, hûn jî hevdû ji dil efû bikin.
5 Îcar Xwedê ji xwe re bikin emsal, çimkî hûn zarokên wî yên delal in. 2 Wek Mesîh, hûn jî bi dewamî li ser rêya hezkirinê bimeşin. Wî ji me* hez kir û xwe ji bo me feda kir û xwe wek pêşkêş û qurbaneke bêhnxweş pêşkêşî Xwedê kir.
3 Bila bêexlaqiya cinsî, her cure mirdarî yan çavbirçîtî di nav we de qet neyê zimên, çimkî ev yek ne layiqî pîrozan e. 4 Wekî din, hereketên bêedeb, xeberdana bêaqil yan jî henekên pîs ne minasib in. Li şûna vê, ji Xwedê re şikir bikin. 5 Çimkî hûn baş dizanin, erê hûn rind fehm dikin ku kesê ku bêexlaqiya cinsî dike, kesê ku tiştên mirdar dike, kesê çavbirçî yanî pûtperest nikare di Hukimdariya Xwedê û Mesîh de mîrasê bistîne.
6 Bila tu kes we bi gotinên pûç nexapîne, çimkî ji ber van hemû tiştan xezeba Xwedê li ser mirovên neguhdar radibe. 7 Loma bila îşê we bi wan re tune be. 8 Çimkî berê hûn di tariyê de bûn, lê niha hûn bi Efendiyê me re di ronahiyê de ne. Îcar bi dewamî wek zarokên ronahiyê hereket bikin. 9 Çimkî netîceya* ronahiyê her cureyê qencî, edalet û rastiyê ye. 10 Her tim hay ji kirinên xwe hebin ka ew li dilê Xudanê me xweş tên yan na. 11 Êdî dev ji karên bêfeyde* yên tariyê berdin, û bi eşkereyî nîşan bidin ku ew xerab in. 12 Çimkî tiştên ku ew bi dizîka dikin, eyb e ku mirov wan bîne zimên jî. 13 Îcar hemû tiştên xerab bi saya ronahiyê tên eşkerekirin, û bi vî awayî ew di ronahiyê de ne. 14 Loma wisa tê gotin: “Ey kesê razayî, hişyar be û ji nav miriyan rabe! Û Mesîh wê li ser te şewq bide.”
15 Îcar, baş bala xwe bidinê ku hûn ne wek mirovên bêhîkmet, lê wek mirovên bihîkmet hereket bikin. 16 Wexta xwe bi awayê herî baş bi kar bînin*, çimkî em di rojên xerab de dijîn. 17 Ji ber vê yekê êdî wek kesên bêaqil hereket nekin, lê xîret bikin ku hûn fehm bikin ka daxwaza Yehowa çi ye. 18 Wekî din, bi şerabê serxweş nebin, çimkî serxweşbûn mirovan ber bi tiştên xerab ve dibe. Lê bi dewamî bi ruhê Xwedê ve tije bibin. 19 Dilê hevdû* bi zebûran, bi kilamên ji bo pesnê Xwedê û bi stranên îbadetê xurt bikin. Bi temamiya dilê xwe* ji Yehowa re bistrên û kilaman çêkin. 20 Her tim bi navê Efendiyê me Îsa Mesîh ji Bav û Xwedayê me re ji bo her tiştî şikir bikin.
21 Bila em bi ya hevdû bikin, ji ber ku em qedrê Mesîh digirin. 22 Bila jin wek ku ew bi ya Efendiyê me dike, bi ya mêrê xwe jî bike. 23 Çimkî çawa ku Mesîh serê civatê ye, mêr jî serê jina xwe ye. Mesîh xelaskarê vê bedenê* ye. 24 Belê, wek ku civat bi ya Mesîh dike, gerek jin jî di her tiştî de bi ya mêrê xwe bike. 25 Mêrno, bi dewamî ji jinên xwe hez bikin. Mesîh jî ji civatê hez kir û canê xwe ji bo wê qurban kir, 26 da ku ew civatê bi peyva Xwedê wek bi avê bişo û pîroz bike. 27 Wî wisa kir, da ku civat li ber wî xweşik, bêleke, bêqermîçek yan bê kêmasî, lê pîroz û bêqisûr bisekine.
28 Bi eynî awayî, gerek mêr wek ku ew ji bedena xwe hez dike, ji jina xwe jî hez bike. Mêrekî ku ji jina xwe hez dike ji xwe jî hez dike. 29 Çimkî tu mêr ji bedena xwe nefret nake, lê ew li bedena xwe xwedî derdikeve û baş lê dinêre. Mesîh jî li civatê xwedî derdikeve, 30 çimkî em endamên bedena wî ne. 31 “Ji ber vê yekê, mêr wê dev ji dê û bavê xwe berde û bi jina xwe re bijî*, û her du wê bibin yek*.” 32 Ev sira pîroz mezin e. Ez niha li ser Mesîh û civatê xeber didim. 33 Îcar, gerek her yek ji we wek ku ew ji xwe hez dike, ji jina xwe hez bike. Wekî din, bila jin ji dil qedrê mêrê xwe bigire.
6 Zarokno, guhdariya dê û bavê xwe bikin, çimkî ev yek li gor daxwaza Xudan e û di çavê wî de rast e. 2 “Qedrê dê û bavê xwe bigire”, ev emrê pêşîn e yê ku bi vê sozê ve tê: 3 “Da ku halê te baş be û li ser rûyê erdê emrê te dirêj be.” 4 Û hûn bavno, nebin sebeb ku zarokên we hêrs bikevin, lê wan li gor terbiye û rêberiya Yehowa perwerde bikin.
5 Xulamno, wek ku hûn bi qedir û bi temamiya dilê xwe guhdariya Mesîh dikin, guhdariya axayên xwe jî bikin. 6 Bila hûn ne ji ber vê yekê ku mirov we bibînin û hûn dilê wan xweş bikin, guhdar bin, lê bila hûn wek xulamên Mesîh guhdar bin û bi temamiya dilê xwe daxwaza Xwedê bînin cih. 7 Ne wek ji mirovan re, lê wek ji Yehowa re bi dil û can xizmetê bikin. 8 Çawa ku hûn dizanin, ferq nake ku kesek xulam be yan jî azad be, her qenciya ku wî kiribe, Yehowa wê li wî vegerîne. 9 Û hûn jî axano, bi xulamên xwe re eynî wisa bin û wan tehdîd nekin. Wek hûn dizanin, Efendiyê wan û Efendiyê we yek e û ew li ezmanan e, û ew ferq û cudahiyê naxe nav mirovan.
10 Bi kurtasî, bila Xudan we bi qudreta xwe ya mezin qewî bike. 11 Ji bo ku hûn nekevin dafikên Îblîs*, hemû çekên Xwedê li xwe bikin. 12 Çimkî em ne li dijî mirovan* şer dikin, lê em li dijî hukûmet, serwerî, hikumdarên dinyayê yên ku di tariyê de ne, yanî li dijî cinên ezmanî şer dikin. 13 Ji ber vê yekê, hemû çekên Xwedê li xwe bikin, da ku hûn bikarin li roja ku dijmin hicûmî we dike*, li hemberî wî bisekinin. Piştî ku we ev hemû tişt kirin, hûn dikarin baş micadele bikin.
14 Îcar, qewî bisekinin, pişta xwe bi qayîşa rastiyê girêdin û zirxê rastdariyê li xwe bikin. 15 Û solên mizgîniya aştiyê li xwe bikin û hazir bin ku hûn vê mizgîniyê belav bikin. 16 Wekî din, mertalê mezin ê baweriyê bixin destê xwe, da ku hûn bikarin hemû tîrên êgir ên Îblîs* bitemirînin. 17 Û kumzirxê xelasiyê bixin serê xwe û şûrê ruh, yanî peyva Xwedê, bixin destê xwe. 18 Bi dewamî dua bikin. Vê yekê bi her cureyê dua û hawaran, di her hal û rewşê de û di bin tesîra ruhê pîroz de bikin. Loma hişyar bimînin û ji bo hemû pîrozan hawara xwe bigihînin Xwedê. 19 Û ji bo min jî dua bikin, da ku gava ez devê xwe vekim ez bikarim gotinên rast bînim zimên. Bi vî awayî, ezê bikarim bi dilekî xurt xeber bidim û sira pîroz a mizgîniyê bidim bihîstin. 20 Xwedê ez şandim ku ez vê mizgîniyê belav bikim, û ji ber vî sebebî ez bi zincîran ve hatime girêdan. Dua bikin ku ez bi dilekî xurt û bi eşkereyî xeber bidim, çimkî ev mesûliyeta min e.
21 Ji bo ku hûn bizanin ku hal û rewşa min çi ye, Tixîkos, birayekî delal û xizmetkarekî dilsoz ê Efendiyê me, wê hemû tiştan ji we re bibêje. 22 Ez wî dişînim ba we ku hûn bizanin halê me çi ye, û da ku ew di ber dilê we de bê.
23 Bila aştî, hezkirin û baweriya ji Bavê me Xwedê û ji Efendiyê me Îsa Mesîh bi birayan re be! 24 Bila qenciya mezin bi hemû kesan re be, yên ku ji Efendiyê me Îsa Mesîh bi hezkirineke bêdawî hez dikin!
Bi herfî “çavên dilê we”.
Yan “afirandine”.
Yan “nifşên”.
Yan “ji herî kêm kêmtir e”.
Yan “bi mirovan re bi dilekî xurt xeber bidin”.
Bi herfî “dewlemendiya rûmeta xwe”.
Bi herfî “mirovê li hundirê we”.
Yan “nifşan”.
Yan “imadbûn; binavbûn”.
Yanî civat.
Yan “peyvên pîs”.
Yan belkî “ji we”.
Bi herfî “berê”.
Bi herfî “bêber”.
Bi herfî “Wextê bikirin”.
Yan belkî “Dilê xwe”.
Yan “Di dilê xwe de”.
Yanî civatê.
Bi herfî “bi jina xwe ve bizeliqe”.
Yan “bedenek”.
Yan “li hemberî hîleyên Îblîs bisekinin”.
Bi herfî “xwîn û goşt”.
Bi herfî “li roja xerab”.
Bi herfî “yê Xerab”.