KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • nwt Filîpî 1:1-4:23
  • Filîpî

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Filîpî
  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
Filîpî

NAMEYA JI FILÎPIYAN RE

1 Ez Pawlos û Tîmotêyos, xulamên Mesîh Îsa, vê nameyê ji hemû pîrozên li Filîpiyê, yên ku şagirtên Mesîh Îsa ne, û ji hemû çavdêr* û alîkarên civatê re dinivîsin:

2 Bila aştî û qenciya mezin ji Bavê me Xwedê û ji Efendiyê me Îsa Mesîh li ser we be!

3 Her tim gava ez we tînim bîra xwe, ez ji Xwedayê xwe re şikir dikim. 4 Û her tim gava ez ji bo we hemûyan hawara xwe digihînim Xwedê, ez vê yekê bi dilxweşî dikim. 5 Çimkî ji roja ku we mizgînî bihîst heta niha hûn destekê didin îşê belavkirina mizgîniyê. 6 Ez bawer im ku Xwedayê ku di nav we de dest bi vî îşê qenc kir wê vî îşî heta roja ku Mesîh Îsa bê bîne cih. 7 Sebebên min ên baş hene ku ez li ser we wisa bifikirim, çimkî hûn di dilê min de ne û bi min re hevparên qenciya mezin a Xwedê ne. Wekî din, we hem di halê minî girtî de hem jî di bidestxistin û parastina heqê qanûnî de ku mizgînî bê belavkirin, destek dida min.

8 Xwedê şahid e ku ez çi qas dixwazim we hemûyan bibînim*. Çawa ku Mesîh Îsa ji we hez dike, ez jî wisa ji we hez dikim. 9 Ez her tim dua dikim ku hezkirina we bi zanîna rast û fehmkirina kûr her ku diçe zêdetir bibe. 10 Ez dua dikim ku hûn bala xwe bidin tiştên hê muhîmtir û heta roja Mesîh bêkêmasî bimînin û nebin sebebê ketina kesên din. 11 Wekî din, ez dua dikim ku hûn bi temamî ji karê qenc*, ê ku Îsa Mesîh di nav me de bi pêş dixe, feydeyê bistînin û bi vê yekê pesn û rûmetê bidin Xwedê.

12 Birano, ez dixwazim ku hûn bizanin ku tiştên ku hatin serê min bi eslê xwe destek da ku mizgînî hê jî zêdetir bê belavkirin. 13 Çimkî nobedarên Împaratorê Romayê û hemû kesên din jî bihîstiye ku ez ji ber Mesîh hatime girtin. 14 Niha ji ber halê minî girtî, dilê gelek birayên ku ji Efendiyê me re xizmet dikin, xurttir bûye. Û ew hê jî zêdetir bi dilekî xurt û bêtirs li ser xebera Xwedê xeber didin.

15 Rast e, hin kes mizgîniya li ser Mesîh belav dikin ji ber ku ew şerok û çavnebar in. Lê kesên din mizgîniyê bi niyeteke baş belav dikin. 16 Ew ji hezkirinê behsa Mesîh dikin, çimkî ew dizanin ku ez ji bo parastina mizgîniyê hatime tayînkirin. 17 Lê kesên ku min pêşî behsa wan kir, ew mizgîniyê bi niyeteke xerab belav dikin. Di vî halê minî girtî de, ew dixwazin tengasiyên min zêde bikin. 18 Gelo netîce bû çi? Niyet baş be yan xerab be jî, xebera li ser Mesîh bi her awayî tê belavkirin. Ez bi vê yekê kêfxweş im û ezê bi dewamî kêfxweş bim jî. 19 Çimkî ez dizanim ku bi dua û hawarên we û bi alîkariya ruhê Îsa Mesîh, ezê xelas bibim. 20 Ez bawer im û hêviya min heye ku ez di tu tiştî de şerm nekim. Lê ji ber ku ez bê tirs xeber didim, ez wek her gav Mesîh birûmet dikim. Ez sax bim yan ez bimirim jî, ezê wî birûmet bikim.

21 Eger ez bijîm ez ji bo Mesîh dijîm, û eger ez bimirim ew ji bo xêra min e. 22 Eger jiyana min di vê bedenê de dewam bike, xizmeta min dikare zêdetir ber bide. Lê belê, ez eşkere nakim ku minê çi hilbijarta. 23 Ez di nav van her du tiştan de mame. Helbet ez dixwazim ji vê bedenê azad bibim ku bi Mesîh re bim, çimkî ev yek hê çêtir e. 24 Lê belê, ev ji bo xêra we ye ku ez di vê bedenê de sax bimînim. 25 Ez bi vê yekê bawer im û dizanim ku ezê bi we hemûyan re bimînim, da ku hûn di xizmeta Xwedê de bi pêş ve herin û di baweriya xwe de dilxweş bin. 26 Û gava ez dîsa bêm ba we, dilxweşiya we wê zêdetir bibe, çimkî hûn şagirtên Mesîh in.

27 Bila rabûn û rûniştina we hêjayî mizgîniya li ser Mesîh be. Hingê, ez bêm yan neyêm jî, ezê tiştên qenc li ser we bibihîzim û bizanim ku hûn qewî sekinî ne, armanca we yek e û hûn mil bi mil bi hev re îş dikin ku baweriya bi mizgîniyê bi pêş bixin. 28 Tu car ji dijminên xwe netirsin. Ev yek ku hûn natirsin îsbat e ku ewê helak bibin û hûnê xelas bibin. Ev îsbat ji Xwedê tê. 29 Çimkî we ev îmtiyaz standiye ku hûn ne bi tenê baweriya xwe bi Mesîh bînin, lê ji ber wî cefayê jî bikişînin. 30 Hûn eynî tengasiyên ku hatin serê min dikişînin. Û wek ku hûn niha dibihîzin, ez heta niha jî van tengasiyan dikişînim.

2 Çi ji destê we tê bikin ku hûn bi saya Mesîh dilê hevdû xurt bikin. Bi hezkirinê dilê hevdû rehet bikin, xema hevdû bixwin*, ji dil hez bikin û dilşewat bin. 2 Eger hûn wisa bikin, hûnê min gelek dilxweş bikin. Di yekîtiyê de bijîn, ji hevdû hez bikin û di fikir û kirinên xwe de bi temamî bibin yek. 3 Hevrikiya hev nekin* û nebin kesên xwehez, lê dilnizm bin û kesên din ji xwe mezintir bibînin*. 4 Ne bi tenê bala xwe bidin xêra xwe, lê li xêra kesên din jî bigerin.

5 Bila ev nêrîna Mesîh Îsa li ba we hebe: 6 Her çi qas ew di şeklê Xwedê de bû jî, ew qet nedifikirî ku xwe wek Xwedê hesab bike. 7 Lê wî dev ji her tiştî berda û hazir bû ku bibe xulam. Belê, ew bû mirov. 8 Bi ser de, gava ew bû mirov, wî xwe nizm kir û heta mirinê guhdar bû, belê heta mirina li ser darê îşkenceyê. 9 Ji ber vê yekê, Xwedê wezîfeya wî ji ya berê bilindtir kir û navekî ku di ser her navî re ye da wî. 10 Xwedê wisa kir, da ku her kes – kesên li ezmanan, kesên li ser rûyê erdê û kesên di bin erdê de – hurmetê bidin navê wî. 11 Gerek her kes* bi eşkereyî bibêje ku Îsa Mesîh ji bo rûmeta Bavê me Xwedê, Efendiyê me ye.

12 Delalên min, hûn her tim guhdar in, ne bi tenê gava ez li ba we me, lê hê jî zêdetir gava ez ne li ba we me. Loma ez ji we rica dikim ku hûn vê yekê bi tirs û lerizînê dewam bikin, da ku hûn xelas bibin. 13 Yê ku we xurt dike Xwedê ye, û ew hem daxwaz hem jî qewetê dide we ku hûn dilê wî xweş bikin. 14 Her tiştî bê gazin û bê minaqeşe bikin, 15 da ku hûn bibin zarokên Xwedê yên bêsûc û pak. Eger hûn bêleke bimînin, hûnê di nav vî neslê* xerab û jirêderketî de wek ronahiyeke qewî şewq bidin. 16 Xwe qayîm li peyva jiyanê bigirin. Hingê li roja Mesîh sebebekî min wê hebe ku ez kêfxweş bim, çimkî ezê bizanim ku ked û xîreta min ne badîhewa bû. 17 Û eger ez wek pêşkêşa rijandinê li ser qurbana ku hûn ji ber baweriya xwe tînin, bêm rijandin jî, ez dilşad im û bi we hemûyan re kêfxweş im. 18 Ez ji we rica dikim ku hûn jî bi min re kêfxweş bin.

19 Ez hêvî dikim ku Efendiyê me Îsa îznê bide ku ez di nêzîk de Tîmotêyos bişînim ba we. Bi vî awayî, gava ez li ser halê we bibihîzim, dilê min wê rehet bibe. 20 Çimkî tu kesê min wek wî tune ye, yê ku bi dil û can xema we bixwe. 21 Çimkî hemû kesên din ne li feydeya Îsa Mesîh, lê bi tenê li feydeya xwe digerin. 22 Lê hûn dizanin ku Tîmotêyos baş îsbat kir ku ew ne yekî wisa ye. Wî wek zarokekî bi bavê xwe re, bi min re bi dil û can xizmet kir ku mizgîniyê belav bike. 23 Loma gava ez bizanim ku halê min wê çi be, ez hêvî dikim ku ez wî bişînim ba we. 24 Lê belê, ez bawer im ku Efendiyê me wê îznê bide min ku ez bi xwe jî di demeke nêzîk de bêm.

25 Lê niha lazim e ku ez Êpafrodîtos bişînim ba we. Ew birayê min, hevalkarê min û wek min eskerê Mesîh e. Wî wek xeberbêj û xizmetkarê we xizmet kiriye ku alî we bike. 26 Ez wî dişînim, çimkî ew gelek dixwaze we hemûyan bibîne. Ew pir xemgîn e ji ber ku we bihîstibû ku ew nexweş ketibû. 27 Nexweşiya wî ew qas xerab bû ku hindik mabû ew bimire. Lê Xwedê ne bi tenê li wî, lê li min jî hat rehmê, da ku li ser derdên min derdekî din zêde nebe. 28 Loma ezê wî zû bişînim ba we, da ku hûn bi dîtina wî dîsa kêfxweş bin. Hingê xemên min wê kêmtir bin. 29 Çawa ku hûn şagirtên Efendiyê me qebûl dikin, wî jî bi dilekî xweş qebûl bikin û qîmetê bidin zilamên wek wî. 30 Hindik mabû ku ew ji ber îşê Mesîh bimire. Û ji ber ku hûn ne li ba min bûn û we nikaribû alî min bikin, wî jiyana xwe ji bo min xist talûkeyê.

3 Îcar birano, di xizmeta Xudanê me de bi dewamî kêfxweş bin. Ji bo min ne zehmet e ku ez dîsa eynî tiştan ji we re binivîsim, çimkî ev yek ji bo xêra we ye.

2 Xwe ji mirovên pîs* dûr bigirin. Xwe ji kesên ku zerarê didin dûr bigirin. Xwe ji kesên ku bedenê dibirin* dûr bigirin. 3 Çimkî sinetbûna me, yên ku bi rêberiya ruhê Xwedê ji wî re xizmet dikin, rast e. Em xwe naspêrin xisûsiyetên bedenî*, lê em xwe dispêrin Mesîh Îsa. 4 Ji hemû mirovên din zêdetir sebebên min hene ku ez xwe bispêrim xisûsiyetên xwe yên bedenî.

Ji hemû kesên din ez zêdetir dikarim bibêjim ku xisûsiyetên min hene, çimkî: 5 Ez li roja heştan hatim sinetkirin. Ez ji miletê Îsraîl û ji eşîra Benyamîn im. Ez Îbranî me û kurê Îbraniyan im. Ez Fêrisî bûm, û min xwe hûr û kûr li Qanûnê digirt. 6 Ji ber xîreta xwe, min zilm li civatê dikir. Û ez di pêkanîna Qanûnê de bêsûc bûm. 7 Lê belê ji ber Mesîh, ez tiştên ku ji bo min muhîm bûn niha bêqîmet dibînim. 8 Bi rastî, gava ez van hemû tiştan dişibînim zanîna biqîmet a li ser Efendiyê min Mesîh Îsa, ez hemû tiştên din pûç û vala dibînim. Ji bo xêra Mesîh, min dev ji her tiştî berdaye û ez wan wek zibil dibînim, da ku ez Mesîh qezenc bikim 9 û bibim aîdî wî. Ez ne ji ber vê yekê ku ez her tiştî li gor Qanûnê dikim wek kesekî rast têm derxistin, lê ji ber ku ez baweriya xwe bi Mesîh tînim. Ev rastdarî ji Xwedê tê û li ser esasê baweriyê ye. 10 Daxwaza min ev e ku ez Mesîh û qudreta yê ku ew ji mirinê rakir, nas bikim û bibim hevparê cefayên wî. Heta ez hazir im ku bi mirineke mîna ya wî bimirim jî, 11 da ku eger mumkin be ez di nav wan kesan de bim, ên ku wê pêşîn ji mirinê bên rakirin*.

12 Min ev xelat hê nestandiye, û ez hê ne kamil im. Lê çi ji destê min tê ez dikim, da ku ez xelata ku Mesîh Îsa ji bo min hilbijartiye, bistînim. 13 Birano, ez nafikirim ku min ev xelat jixwe bi dest xistiye. Lê di vê yekê de ez bawer im: Ez tiştên çûyî ji bîr dikim û bala xwe didim tiştên li pêşiya xwe. 14 Çi ji destê min tê ez dikim, da ku ez bigihîjim hedefa xwe, yanî ku ez xelata jiyana ezmanî, ya ku Xwedê dide kesên ku wî bi saya Mesîh Îsa gazî wan kiriye, bistînim. 15 Loma, em hemû yên ku ji aliyê ruhî ve gihîştî ne gerek xwediyê vê nêrînê bin. Eger hûn bi awayekî din bifikirin, Xwedê wê ji we re nêrîna rast eşkere bike. 16 Lê belê em bûne kesên gihîştî, û bila em bi eynî awayî dewam bikin.

17 Birano, wê baş be ku hûn hemû min ji xwe re bikin emsal û bala xwe bidin kesên ku li gor emsala ku me daye we dijîn. 18 Çimkî niha gelek kes hene, yên ku Mesîh û darê wî yê îşkenceyê kêm dibînin. Berê min gelek caran behsa wan dikir, lê niha ez wan bi hêstirên çavan tînim zimên. 19 Ew ber bi helakbûnê ve diçin, zikê wan* xwedayê wan e, ew bi kirinên xwe yên eyb serbilind in û ew bi tenê li ser tiştên vê dinyayê difikirin. 20 Lê warê* me li ezmanan e, û em bi çar çavan li benda xelaskarê xwe yê ji ezmanan in, yanî Efendiyê me Îsa Mesîh. 21 Ewê qudreta xwe ya mezin, a ku wî standiye ku hukimdariya her tiştî bike, bi kar bîne ku bedena me ya reben biguherîne û bike wek bedena xwe ya birûmet.

4 Birayên min ên hezkirî, hûn dilxweşî û taca serê min in, û ez pir bêriya we dikim. Delalên min, ez ji we rica dikim ku hûn ji Xudan* re dilsoz bimînin.

2 Ez ji Evodyayê û ji Sintîxayê rica dikim ku ew meseleyên di nav xwe de wek xizmetkarên Xudan safî bikin*. 3 Hevalkarê minî dilsoz, ez ji te jî rica dikim ku tu bi dewamî alî van xwişkan bikî. Van xwişkan bi Klêmens û bi hevalkarên min ên din re, mil bi mil mizgînî bi min re belav dikir. Navê wan hemûyan di kitêba jiyanê de ye.

4 Her tim di xizmeta Xudan de* kêfxweş bin. Ez dîsa dibêjim: Kêfxweş bin! 5 Bila maqûliya we ji her kesî re eşkere be. Ji bîr nekin ku Xudan nêzîk e. 6 Ji bo tu tiştî xeman nexwin, lê her tim ji Xwedê re dua bikin û jê lava bikin ku ew di her tiştî de rêberiya we bike. Û her tim ji wî re şikir bikin. 7 Eger hûn wisa bikin, aştiya Xwedê, ya ku di ser her fehmkirinê re ye, wê dil û hişê* we bi saya Mesîh Îsa biparêze.

8 Îcar birano, bi dewamî li ser tiştên ku rast in, muhîm in*, di çavê Xwedê de adil in, pak in, hêjayî hezkirinê ne, hêjayî hurmetê ne, biexlaq in û hêjayî pesndayînê ne, kûr bifikirin. 9 Li gor tiştên ku hûn ji min hîn bûne, yan we ji min standine, yan we ji min bihîstine yan jî we li ba min dîtine, hereket bikin, û Xwedayê aştiyê wê bi we re be.

10 Ez pir kêfxweş im û ji Xudan re şikir dikim ku we dîsa dest pê kir ku xema min bixwin. Rast e, we her tim xema min dixwar, lê fersenda we tune bû ku hûn vêya nîşan bidin. 11 Ez vê yekê nabêjim ji ber ku ez hewceyî tiştekî me. Ez hîn bûme ku di her hal û rewşê de bi tiştên ku di destê min de hene razî bim. 12 Ez hîn bûme ku ez çawa dikarim bi kêm tiştan bijîm û bi gelek tiştan kêfxweş bim. Ferq nake ku di jiyana min de çi diqewime, ez têr bim, ez birçî bim, di destê min de zêde hebe, di destê min de kêm hebe, min ev sira ku ez çawa bi her halê xwe razî bim, hîn bûme. 13 Ez dikarim her tiştî bi destê Xwedê, yê ku qewetê dide min, bikim.

14 Dîsa jî, we qenc kir ku we di tengasiyên min de alî min kir. 15 Ey Filîpîno, bi xwe hûn dizanin, piştî ku we mizgînî bihîst û ez ji Makedonyayê çûm, bi tenê civata we destek dida min. 16 Gava ez li Selanîkê bûm, we ne tenê carek, lê du caran tiştên ku hewcedariya min bi wan hebûn, ji min re şandin. 17 Ez ne li benda hediyeyan im. Ez bi tenê dixwazim ku hûn xelata ku ji dayînê tê, bistînin. 18 Jixwe, her tiştê ku ji min re lazim e bi zêdeyî li ba min heye. Min ji Êpafrodîtos tiştên ku we şandine, standin û êdî ez ne hewceyî tiştekî me. Hediyeya we mîna qurbaneke ji Xwedê re ye, ya ku bêhnxweş e û li dilê wî xweş tê. 19 Û Xwedayê min wê dewlemendiya xwe ya birûmet bi kar bîne ku her hewcedariya we bi destê Mesîh Îsa bi temamî têr bike. 20 Bila ji Bav û Xwedayê me re her û her rûmet bê dayîn. Amîn.

21 Silavên min li hemû pîrozên Xwedê, yên ku aîdî Mesîh Îsa ne, bikin. Birayên ku bi min re ne silavan li we dikin. 22 Hemû kesên pîroz, bi xisûsî yên ji maliyên Qeyser*, silavan li we dikin.

23 Birano, ji ber sifetên* baş, ên ku hûn nîşan didin, bila kerema Efendiyê me Îsa Mesîh li ser we be. Amîn.

Yan “rîspî”.

Yan “bêriya we hemûyan dikim”.

Yan “berê rastdariyê”.

Bi herfî “di ruh de hevpar bin”.

Yan “Bi hev re nekevin reqabetê”.

Yan “li şûna xwe, hurmetê bidin kesên din”.

Bi herfî “ziman”.

Yan “nifşê”.

Bi herfî “kûçikan”.

Yanî kesên ku dibêjin ku sinet lazim e.

Yan “tiştên ku mirov qîmetê didin wan”.

Li vir behsa rabûna pêşîn tê kirin.

Yan “daxwazên bedena wan”.

Yan “welatê”.

Yan belkî “Efendiyê me”. Eynî tişt di ayetên 2, 4, 5 û 10 de jî derbas dibe.

Bi herfî “hemfikir bin”.

Bi herfî “di Xudan de”.

Yan “fikrên”.

Yan “hêjayî vê yekê ne ku hûn bala xwe bidin wan”.

Yan “Sezar”.

Bi herfî “ruhê”.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne