NAMEYA JI KOLOSIYAN RE
1 Ez Pawlos, ê ku bi daxwaza Xwedê bûme şandiyê Mesîh Îsa, bi birayê me Tîmotêyos re 2 vê nameyê ji pîrozan re û ji birayên dilsoz ên li Koloseyê re, yên ku şagirtên Mesîh in, dinivîsim:
Bila aştî û qenciya mezin ji Bavê me Xwedê li ser we be!
3 Her tim gava em ji bo we dua dikin, em ji Xwedê, Bavê Efendiyê me Îsa Mesîh re şikir dikin. 4 Çimkî me li ser baweriya we ya bi Mesîh Îsa û hezkirina we ya ji bo hemû pîrozan bihîst. 5 Ji ber hêviya ku li ezmanan li benda we ye, ev bawerî û hezkirin li ba we heye. Gava we rastiya vê mizgîniyê bihîst, hûn li ser vê hêviyê hîn bûn. 6 Mizgîniya ku gihîştiye we li seranserê dinyayê belav dibe û netîceyên baş tîne. Ji roja ku we mizgînî bihîstiye û li ser rastiya qenciya mezin a Xwedê hîn bûne, ew di nav we de jî netîceyên baş tîne meydanê. 7 We li ser qenciya mezin a Xwedê ji birayê meyî dilsoz û delal Êpafras, ê ku ji bo xêra me wek xulamê Mesîh xizmet dike, bihîst. 8 Û wî ji me re behsa hezkirina ku hûn bi destê ruhê Xwedê nîşan didin, kir.
9 Ji ber vê yekê, ji roja ku me ev xeber bihîst me dev jê bernedaye ku ji bo we dua bikin. Em ji Xwedê rica dikin ku hûn zanîna rast a li ser daxwaza wî fehm bikin û hemû hîkmet û fehmkirina ku ji Xwedê* tê bi dest bixin. 10 Em dua dikin ku hûn bi awayekî ku layîqî Yehowa ye bijîn û dilê wî bi temamî xweş bikin, bi vê yekê ku hûn her cureyî karên qenc dikin û zanîna xwe ya li ser Xwedê zêde dikin. 11 Û em dua dikin ku Xwedê bi qudreta xwe ya mezin qeweta ku ji we re lazim e bide we, da ku hûn bikarin bi sebir û bi kêfxweşî tehemul bikin. 12 Bi dewamî ji Bav Xwedê re şikir bikin, çimkî wî hûn bi pîrozên ku di ronahiyê de ne, kirine hevparên mîrasê.
13 Wî em ji bin destê tariyê xelas kirin û em derbasî hukimdariya Kurê xweyî ezîz kirin. 14 Bi saya fîdyeya Kurê wî gunehên me hatine efûkirin. 15 Ew sûretê Xwedayê ku nayê dîtin e, û ji hemû tiştên ku hatine çêkirin, ew kesê pêşîn e*. 16 Bi saya wî hemû tiştên din li erd û ezmanan, tiştên ku tên dîtin û tiştên ku nayên dîtin, hatine çêkirin: Serok, serwerî, hukûmet û qudret. Hemû tişt bi saya wî û ji bo wî hatine çêkirin. 17 Wekî din, ew berî her tiştî hebû û hemû tiştên din bi saya wî hatine çêkirin. 18 Ew serê bedenê, yanî serê civatê ye. Ew destpêk e û ew ê pêşîn* bû ku ji mirinê hat rakirin, da ku ew di her tiştî de bibe yê pêşîn. 19 Li Xwedê xweş hat ku her tiştî di wî de temam bike. 20 Û bi saya wî Xwedê hemû tiştên li erd û ezmanan bi xwe re li hev anîne. Bi saya xwîna ku Îsa li ser darê îşkenceyê rijand, bi Xwedê re aştî mumkin e.
21 Berê hûn jî ji Xwedê dûr bûn. Hûn dijminên wî bûn, çimkî fikrên we bi tiştên xerab ve tije bûn. 22 Lê niha Xwedê bi saya mirina Îsa ya di bedenê de hûn kirine dostên xwe. Wî ev yek kir, da ku hûn di çavê wî de wek miletekî pîroz, bêleke û bêsûc bin. 23 Helbet gerek hûn bi dewamî di baweriyê de xurt û qewî bimînin. Tu caran îznê nedin ku hêviya vê mizgîniyê, ya ku we bihîstiye û di bin ezmanan de di nav hemû mirovan de hatiye belavkirin, ji we bê standin. Ez Pawlos, xizmetkarê vê mizgîniyê me.
24 Ez dilxweş im ku ez ji bo xêra we cefayê dikişînim. Ez dizanim ku gerek ez bi dewamî ji bo xatirê bedena Mesîh, yanî ji bo xatirê civatê, cefayê bikişînim. 25 Ez ji vê civatê re xizmetê dikim, çimkî Xwedê ji bo xêra we ev mesûliyet daye destê min. Ji ber vê yekê ez peyva Xwedê bi dil û can belav dikim. 26 Sira pîroz ji mirovên ku berê dijiyan û ji neslên* berê veşartî bû. Lê niha ew ji pîrozên Xwedê re hatiye eşkerekirin. 27 Xwedê xwest vê sira xwe ya pîroz di nav miletan de bide eşkerekirin. Sir ev e ku Mesîh bi we re di yekîtiyê de ye û hêviya we ev e ku hûn bi wî re bên birûmetkirin. 28 Em xebera li ser wî belav dikin, her kesî hîn dikin û perwerde dikin. Û em hemû hîkmeta ku me standiye parve dikin, da ku em alî hemû şagirtên Mesîh bikin ku ew bibin kesên gihîştî. 29 Ji ber vê yekê ez pir xîret dikim û xwe bi dewamî dispêrim qudreta wî, ya ku di hundirê min de dixebite.
2 Ez dixwazim ku hûn bizanin ku ez ji bo xêra we û birayên li Laodîkyayê û ji bo hemû kesên din ên ku min bi şexsî nas nakin, zehmetiyên çi qas mezin dikişînim. 2 Ez vêya dibêjim, da ku dilê wan bê rehetkirin û ew di hezkirinê de nêzîkî hevdû bibin. Baweriya wan bi saya fehmkirina rast ava dibe. Û baweriyeke wisa bereketan tîne, yanî zanîna rast a li ser sira pîroz a Xwedê dide. Û ev sir Mesîh e. 3 Bi saya wî em dikarin hemû hîkmet û zanîna Xwedê bibînin, ên ku wek xezîne veşartî ne. 4 Ez vêya dibêjim, da ku tu kes we bi gotinên ku mirovan îqna dikin, nexapîne. 5 Her çi qas ez ne li ba we me jî, dilê min li ba we ye. Ez kêfxweş im ku di nav we de her tişt bi rêk û pêk dimeşe û baweriya we ya bi Mesîh xurt e.
6 We Efendiyê me Mesîh Îsa qebûl kiriye, îcar bi dewamî li pey wî herin. 7 Çawa ku hûn hîn bûne, gerek baweriya we bi Mesîh xurt û saxlem be wek nebatên ku kokên wan kûr in. Û her tim ji bo her tiştî ji Xwedê re şikir bikin.
8 Hay ji xwe hebin! Bila tu kes bi hîkmeta vê dinyayê*, ya ku li ser esasê adetên şaş û pûç ên mirovan e, we nexapîne. Fikrên wan li gor nêrîna vê dinyayê ne û ne li gor hîndariyên Mesîh in. 9 Çimkî Mesîh bi temamî bi sifetên Xwedê ve tije ye. 10 Hûn bi saya wî temam dibin. Ew di ser her hukûmet û qudretê re ye. 11 Ji ber ku hûn ji Mesîh bawer dikin hûn hatin sinetkirin, lê belê ne bi destê mirovan. Bedena we ya gunehkar hatiye jêkirin, çimkî xizmetkarên Mesîh bi vî awayî tên sinetkirin. 12 Gava hûn wek wî hatin vaftîzkirin*, hûn bi wî re hatin defnkirin*. Ji ber ku hûn bi Mesîh re di yekîtiyê de ne û hûn baweriya xwe bi qudreta Xwedayê ku ew ji mirinê rakiriye tînin, hûn jî bi wî re ji mirinê hatine rakirin.
13 Her çi qas hûn ji ber gunehên xwe û ji ber vê yekê ku hûn nesinetbûyî bûn, mirî bûn jî, Xwedê hûn bi Mesîh re saxkirin. Xwedê bi dilovanî hemû gunehên me efû kirine. 14 Wî Qanûna ku nivîsî bû û gunehên me eşkere dikirin, ji holê rakir*. Xwedê ev Qanûn bi saya mirina Mesîh a li ser darê îşkenceyê tune kir. 15 Wî hukûmet û qudret bindest kirine û bi eşkereyî nîşan da ku wî ew bi destê darê îşkenceyê bindest kirine. Niha ew di meşa serkeftinê de li pêşiya wan diçe.
16 Loma bila tu kes ji we re nebêje ku gerek hûn çi bixwin yan çi vexwin, yan jî gerek hûn xwe li cejn, yan li meha nû yan jî li roja Sebtê* bigirin yan na. 17 Ev hemû tişt siya van tiştan in, ên ku wê bên, û ev tişt di Mesîh de wê bên cih. 18 Hay ji yê ku xwe wek kesekî dilnizm nîşan dide yan jî ji melekan re îbadetê dike*, hebin, çimkî ew dikare xelata we ji we bistîne. Kesekî wisa xwe bi tenê li tiştên ku wî dîtine digire, û ew bi fikrên xwe yên pûç pesnê xwe dide. 19 Ew li pey Mesîh, ê ku serê me ye, naçe. Mesîh ew kes e yê ku hewcedariyên temamiya bedenê, yanî civatê, têr dike ku ew baş bixebite. Wek ku beden bi saya movik û pêgirêkan girêdayî ye, bi eynî awayî bi saya Mesîh hemû endamên bedenê di yekîtiyê de ne û bi qudreta Xwedê mezin dibin.
20 Hûn bi Mesîh re mirin û ji nêrîna vê dinyayê azad bûne. Îcar hûn çima wisa dijîn qey hûn hê pareke dinyayê ne? Hûn çima li pey qaîdeyên dinyayê diçin? Qaîdeyên ku wisa dibêjin: 21 “Hilnede, tehm neke, dest nede!” 22 Qaîdeyên wisa bi tiştên ku ji aliyê mirovan ve tên bikaranîn û paşê winda dibin ve girêdayî ne. Ev bi tenê emir û hîndariyên mirovan in. 23 Ev qaîde belkî bihîkmet xuya dikin, û mirovên ku li gor wan hereket dikin qey dixwazin bi dilnizmî ji Xwedê re îbadetê bikin. Lê bi rastî ew dixwazin xwe bi xwe qerarê bidin ku çawa ji Xwedê re îbadetê bikin. Ew bedena xwe ceza dikin, lê ew dîsa jî nikarin li hemberî xwestekên xwe yên gunehkar bisekinin.
3 Madem ku hûn bi Mesîh re ji mirinê hatine rakirin, li tiştên ezmanî bigerin. Li wê derê Mesîh li milê Xwedê yê rastê rûniştî ye. 2 Bi dewamî ne li ser tiştên ku li ser rûyê erdê ne, lê li ser tiştên ezmanî bifikirin. 3 Çimkî hûn mirine, û jiyana we li gor daxwaza Xwedê li ba Mesîh veşartî ye. 4 Gava Mesîh, ê ku jiyana me ye, xuya bibe, hingê hûnê jî bi wî re di rûmetê de xuya bibin.
5 Loma hemû daxwazên xerab tune bikin: Bêexlaqiya cinsî, mirdarî, xwestekên cinsî yên eyb û şerm, daxwazên bizerar û çavbirçîtiyê, yanî pûtperestiyê. 6 Ji ber van tiştan xezeba Xwedê tê. 7 Berê, we jî ev tişt dikirin. 8 Lê niha gerek hûn dev ji van hemû tiştan berdin: Xezeb, hêrs, xerabî, çêr* û devpîsîtî. 9 Derewan li hev nekin. Şexsiyeta kevn û kirinên wê ji xwe bikin. 10 Şexsiyeta nû li xwe bikin, a ku bi zêdebûna zanîna we ya li ser Xwedê bi dewamî nû dibe. Çimkî ev şexsiyet di sûretê Xwedê de ye, yê ku ev şexsiyet çêkiriye. 11 Ferq nake ku kesek Yûnan yan Cihû be, sinetbuyî yan nesinetbûyî be, xerîb be, Îskît* be, xulam yan jî azad be. Lê belê, Mesîh her tişt e û bi her kesî re di yekîtiyê de ye.
12 Wek hilbijartiyên Xwedê yên pîroz û hezkirî, hûn dilşewatî, qencî, dilnizmî, nermî û sebrê li xwe bikin. 13 Her çi qas sebebekî we ji bo gazinan hebe jî, her tim li hevdû sebir bikin û hevdû ji dil efû bikin. Çawa ku Yehowa hûn ji dil efû kirine, gerek hûn jî hevdû efû bikin. 14 Ji xeynî van hemû tiştan, hezkirinê li xwe bikin, çimkî hezkirin mirovan dike yek.
15 Wekî din, bila aştiya Mesîh rêberiya dilê we bike, çimkî hûn wek endamên bedenekê ji bo vê aştiyê hatine gazîkirin. Û şikirdariya xwe nîşan bidin. 16 Bila hîndariya Mesîh dilê we bi temamî tije bike û hîkmetê bide we. Bi dewamî hîn bikin û bi zebûran, bi kilamên ji bo pesnê Xwedê, bi stranên îbadetê û bi stranên şikirdariyê hevdû dilxurt bikin. Bi temamiya dilê xwe* ji Yehowa re şikir bikin. 17 Her tiştê ku hûn dikin û dibêjin bi navê Efendiyê me Îsa bikin, û bi destê wî şikir ji Bavê me Xwedê re bikin.
18 Jinno, bi ya mêrên xwe bikin, çimkî Efendiyê me vêya dixwaze. 19 Mêrno, her tim ji jinên xwe hez bikin, û hêrsa xwe li ser wan ranekin*. 20 Zarokno, her tim guhdariya dê û bavê xwe bikin, çimkî ev yek dilê Efendiyê me xweş dike. 21 Bavno, jiyana zarokên xwe zehmet nekin, da ku dilê wan neyê şikestin. 22 Xulamno, her tim guhdariya axayên xwe bikin. Bila hûn ne ji ber vê yekê ku mirov we bibînin û hûn dilê wan xweş bikin, guhdar bin, lê ji ber ku hûn ji Yehowa ditirsin, bi temamiya dilê xwe guhdar bin. 23 Her tiştê ku hûn dikin, ne ji mirovan re, lê wek ji Yehowa re bi dil û can bikin. 24 Vê yekê bikin, çimkî hûn dizanin ku hûnê mîrasa xwe ji Yehowa wek xelat bistînin. Ji Axayê mezin re, yanî ji Mesîh re xulamtiyê bikin. 25 Ji bîr nekin, kesê ku neheqiyê dike wê ji bo kirinên xwe bê cezakirin, çimkî Xwedê ferq û cudahiyê naxe nav mirovan.
4 Axano, hûn dizanin ku li ezmên Axayekî we jî heye, loma ji xulamên xwe re baş û adil bin.
2 Her tim dua bikin, dev ji duakirinê bernedin* û ji Xwedê re şikir bikin. 3 Ji bo me jî dua bikin ku Xwedê ji bo peyva xwe derî veke, da ku em sira pîroz a li ser Mesîh (belê, ez ji ber wê sirê di hebsê de me) bidin zanîn. 4 Dua bikin ku ez xeberê çawa ku lazim e bi zelalî belav bikim.
5 Bi kesên nebawermend re bi hîkmet hereket bikin, û wexta xwe bi awayê herî baş bi kar bînin. 6 Bila gotinên we dilovan bin, wek xwarineke xwêkirî, da ku hûn bizanibin ku çawa cewaba her kesî bidin.
7 Birayê min ê delal Tixîkos, ê ku xizmetkarekî dilsoz e û wek me xulamê Efendiyê me ye, ewê hemû xeberên li ser min ji we re bibêje. 8 Ez wî dişînim ba we ku ew ji we re behsa halê me bike û dilê we rehet bike. 9 Ew bi birayê min ê delal û dilsoz Onîsîmûs, ê ku yek ji we ye tê. Ewê ji we re behsa hemû tiştên ku li vir çêdibin, bikin.
10 Arîstarxos, ê ku bi min re di hebsê de ye, silavan ji we re dişîne, û Marqos merivê* Barnabas (jixwe we rêberî stand ku eger ew bê ba we, hûn wî qebûl bikin), 11 û Îsayê ku jê re Yûstos dibêjin jî silavan ji we re dişînin. Ew ji kesên sinetbûyî ne. Di îşê Hukimdariya Xwedê de bi tenê ew hevalkarên min in, û wan dilê min gelek xurt* kiriye. 12 Êpafras, ê ku xulamê Mesîh e û yek ji we ye, silavên xwe ji we re dişîne. Ew her tim bi dil û can ji bo we dua dike, da ku hûn wek kesên gihîştî qayîm bimînin û baweriya xwe bi her tiştê ku bi daxwaza Xwedê ve girêdayî ye bînin. 13 Ez şahidê vê me ku ew hem ji bo xêra we hem jî ji bo xêra kesên li Laodîkya û Hêrapolîsê pir ked û xîret dike.
14 Hekîmê delal Lûqa û Dîmas silavên xwe ji we re dişînin. 15 Silavên min bigihînin birayên li Laodîkyayê û xwişka me Nîmfa û civata ku li mala wê top dibe. 16 Piştî ku ev name di nav we de bê xwendin, wê bişînin civata li Laodîkyayê, da ku ew li wê derê jî bê xwendin. Û hûn jî nameya ku min ji Laodîkyayê re şand, di nav xwe de bixwînin. 17 Ji Arxîpos re bibêjin: “Baş bala xwe bide vê yekê ku tu xizmeta ku te ji Efendiyê me standiye, pêk bînî.”
18 Ez Pawlos, silavên xwe bi destê xwe dinivîsim. Bînin bîra xwe ku ez bi zincîran girêdayî me. Bila qenciya mezin a Xwedê li ser we be!
Yan “ruhê Xwedê”.
Bi herfî “zarokê pêşîn e”.
Bi herfî “kurê pêşîn”.
Yan “nifşên”.
Bi herfî “felsefeya”.
Yan “imadkirin; binavkirin”.
Yan “veşartin; binaxkirin”.
Bi herfî “xîş kir”.
Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.
Yan “wek melekan îbadetê dike”.
Yan “peyvên pîs”.
Di demên borî de ev peyv ji bo mirovên ku ji ber rabûn û rûniştina xwe kêm dihatin dîtin jî bi kar dianîn.
Yan “Di dilê xwe de”.
Yan “bi wan re ne sert bin”.
Bi herfî “hişyar bimînin”.
Peyva ku li vir tê bikaranîn bi Yûnanî tê maneya kurxal yan jî kurap.
Yan “rehet”.