KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • nwt 1. Selanîkî 1:1-5:28
  • 1. Selanîkî

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • 1. Selanîkî
  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
1. Selanîkî

NAMEYA PÊŞÎN A JI SELANÎKIYAN RE

1 Ez Pawlos, Sîlvanos* û Tîmotêyos vê nameyê ji civata Selanîkê re dinivîsin, a ku aîdî Bavê me Xwedê û Efendiyê me Îsa Mesîh e:

Bila qenciya mezin û aştî li ser we be!

2 Gava em we di duayên xwe de tînin zimên, em her tim ji Xwedê re şikir dikin. 3 Çimkî em li ber Bavê me Xwedê îşê ku we bi hezkirin û baweriyê kiriye tu caran ji bîr nakin. Wekî din, em tengasiyên ku we ji ber hêviya xwe ya bi Efendiyê me Îsa Mesîh li hemberî wan tehemul kiriye jî, ji bîr nakin. 4 Ey birayên ku Xwedê ji we hez dike, em dizanin ku wî hûn hilbijartine. 5 Çimkî gava me mizgînî da we, me ew ne tenê bi gotinan, lê bi qewet, bi ruhê pîroz û bê şik û guman gihand we. Hûn bi xwe dizanin ku me ji bo xêra we çawa hereket kir. 6 We di nav gelek tengasiyan de peyva Xwedê bi dilxweşiya ku ruhê pîroz dide qebûl kir. Bi vê yekê hûn me û Efendiyê me ji xwe re dikin emsal. 7 Bi vî awayî hûn ji bo hemû bawermendên li Makedonya û Axayayê bûne emsal.

8 Bi destê we peyva Yehowa ne bi tenê li Makedonya û Axayayê hat bihîstin, lê li her derê. Û bi vî awayî mirovan di heqê baweriya we ya bi Xwedê de bihîstiye, û êdî ne hewce ye ku em tiştekî bibêjin. 9 Çimkî ew bi xwe behsa vê yekê dikin ku me çawa cara pêşîn hevdû dît. Wekî din, ew behsa vê yekê dikin ku we çawa dev ji pûtên xwe berdaye ku ji Xwedayê rast û jîndar re îbadetê bikin 10 û li benda hatina Kurê wî yê ji ezmanan bin, yanî Îsayê ku wî ji mirinê rakir. Belê, Îsa wê me ji xezeba ku tê xelas bike.

2 Birano, hûn baş dizanin ku hatina me ya ba we netîceyên baş anîne. 2 Wek hûn dizanin, me li Filîpiyê cefa kişand û em hatin bêhurmetkirin, lê Xwedayê me em dilxurt kirin ku em li hember zilma mezin ji we re behsa mizgîniya wî bikin. 3 Gotinên me ji nêrîneke şaş yan niyeteke xerab nayên, û di nav gotinên me de tu hîle tune ye. 4 Lê Xwedê em qebûl kirine û ev mizgînî emanetî me kiriye, loma em ne li gor daxwaza mirovan, lê li gor daxwaza Xwedê, yê ku dilan dibîne, xeber didin.

5 Hûn bi xwe dizanin ku me hûn tu caran bi gotinên şîrîn nexapandin, û me durûtî nekir ku em tiştekî ji we bistînin. Xwedê şahid e! 6 Me dikarî ji aliyê madî ve ji we re bibin barekî giran, ji ber ku em şandiyên Mesîh in. Lê em naxwazin ku mirov, yanî ne hûn û ne jî kesekî din, bi awayekî xisûsî bala xwe bidin me. 7 Lê belê, wek dayikeke ku zarokên xwe dimijîne û bi dilşewatî li wan xwedî derdikeve, em jî bi we re nerm û nazik bûn. 8 Û ji ber ku em ji we gelek hez dikin, me ne bi tenê dixwest mizgîniya Xwedê bidin we, lê em hazir bûn ku jiyana xwe jî bixin destê we, da ku alî we bikin.

9 Birano, ma nayê bîra we ku me çi qas ked û zehmetî kişand? Gava me mizgîniya Xwedê dida we, me şev û roj îş dikir, da ku em ji aliyê madî ve ji tu kesî re nebin barekî giran. 10 Hûn û Xwedê jî şahidên vê yekê ne ku em bi we bawermendan re dilsoz bûn û rabûn û rûniştina me rast û bêsûc bû. 11 Hûn baş dizanin, bavek bi zarokên xwe re çawa ye, em jî bi we re wisa bûn. Me şîret dida her yekî ji we û me dilê we rehet dikir, 12 da ku hûn li gor daxwaza Xwedê bijîn, ê ku gazî we dike ku hûn bikevin Hukimdariya wî û rûmetê ji wî bistînin.

13 Ji ber vê yekê em her tim ji Xwedê re şikir dikin, çimkî gava we peyva Xwedê ji me bihîst, we ew ne wek peyva mirovan, lê wek peyva Xwedê qebûl kir. Çimkî ew bi rastî jî peyva Xwedê ye û li ser we bawermendan tesîr dike. 14 Birano, wek civatên Xwedê yên li Cihûstanê, yên ku bi Mesîh Îsa re di yekîtiyê de ne, hûn jî rastî eynî tengasiyan hatin. Çawa ku birayên li Cihûstanê ji destê Cihûyan cefa kişand, we jî ji destê xelkê xwe eynî cefa kişand. 15 Van Cihûyan Efendiyê me Îsa û pêxember kuştin û zilm li me kirin. Wekî din, ew dilê Xwedê razî nakin û hereketên wan zerarê didin hemû mirovan. 16 Çimkî ew ji me re dibin asteng, da ku em mizgîniya ku dikare mirovan xelas bike, di nav miletên din de belav nekin. Bi vî awayî ew gunehên xwe zêde dikin. Lê dawiya dawî, xezeba Xwedê li ser wan hatiye rijandin.

17 Birano, gava em ji bo wexteke kin ji we hatin veqetandin (her çi qas me hûn nedidîtin jî, hûn di dilê me de bûn), me gelek dixwest we bibînin û me ji bo vê yekê çi ji destê me dihat dikir. 18 Ji ber vî sebebî me dixwest ku em bên ba we. Belê, ez Pawlos, min ne bi tenê carek, lê du caran xîret dikir ku ez bêm ba we. Lê Şeytan rê li ber me digirt. 19 Ma di dema hazirbûna Efendiyê me Îsa de, li ber wî kî hêvî, dilxweşî yan taca me ya pesndayînê ye? Ma ne hûn in? 20 Helbet, rûmet û dilxweşiya me hûn in.

3 Me êdî pir dixwest bizanin ku halê we çi ye. Loma em fikirîn ku wê baştir be ku em li Atînayê bimînin, 2 û me birayê xwe, xizmetkarê* Xwedê Tîmotêyos, ê ku mizgîniya li ser Mesîh belav dike, şand ba we ku ew baweriya we xurt bike û dilê we rehet bike. 3 Bi vî awayî, tu kes ji we wê ji ber tengasiyan sist nebe. Çimkî hûn bi xwe dizanin ku em nikarin ji tengasiyên wisa birevin. 4 Gava em bi we re bûn, me ji berê ve ji we re digot ku emê rastî tengasiyan bên, û wek hûn dizanin wisa jî çêbû. 5 Loma, gava min êdî nikaribû sebir bikim, min Tîmotêyos şand ba we ku di heqê dilsoziya we de bibihîzim. Ez ditirsim ku yê ku diceribîne* hûn xistine guneh û keda me badîhewa bû.

6 Lê niha Tîmotêyos ji ba we vegeriya û gihîştiye ba me. Û wî di heqê dilsozî û hezkirina we de xeberên baş gihandin me. Wî got ku hûn me her tim tînin bîra xwe û çawa ku em bi hesreta dîtina we ne, hûn jî bi hesreta dîtina me ne. 7 Ji ber vê yekê birano, dilsoziya ku hûn nîşan didin dilê me di nav hemû zehmetî û tengasiyan de rehet kiriye. 8 Ji ber ku hûn di rêya Efendiyê me de qewî disekinin, dilê me rehet e*. 9 Belê, em ji ber vê yekê ku hûn me gelek dilxweş dikin, ji bo we ji Xwedê re şikir dikin. 10 Em şev û roj bi dil û can dua dikin ku em we bibînin û alîkariya lazim bidin we ku baweriya we xurt bikin.

11 Bila Bavê me Xwedê û Efendiyê me Îsa rê li ber me vekin ku em bên ba we. 12 Wekî din, çawa ku em jî ji we hez dikin, bila Efendiyê me hezkirina we di nav we de û di nav kesên din de zêde bike. 13 Bi vî awayî, dilê we wê xurt bibe û hûnê li ber Bavê me Xwedê û li dema hazirbûna Efendiyê me Îsa bi pîrozan re bêsûc û pîroz bisekinin.

4 Birano, we ji me rêberî stand ku gerek hûn çawa bijîn, da ku hûn dilê Xwedê razî bikin, û hûn eynî wisa jî dikin. Lê niha em bi navê Efendiyê me Îsa ji we rica dikin ku hûn di vê yekê de hê jî zêdetir bi pêş ve herin. 2 Çimkî hûn dizanin ku bi destê Efendiyê me Îsa me çi rêberî daye we.

3 Daxwaza Xwedê ev e ku hûn pîroz bin û xwe ji bêexlaqiya cinsî dûr bigirin. 4 Gerek her yek ji we bizane ku ew çawa bi namûs û bi awayekî pîroz bibe hakimê bedena xwe. 5 Nebin wek kesên ku Xwedê nas nakin û ji xwestekên cinsî yên eyb û şerm têr nabin. 6 Gerek tu kes ji sînorê exlaq dernekeve û zerarê nede birayê xwe. Wek ku me berê hûn tembîh kiribûn, Yehowa kesên ku van tiştan dikin, ceza dike. 7 Belê, Xwedê em ne ji bo mirdariyê, lê ji bo pîroziyê gazî kirine. 8 Îcar, kesê ku vê yekê red dike, ew ne mirovan, lê Xwedayê ku ruhê xweyî pîroz dide we, red dike.

9 Lê belê, ne lazim e ku em di heqê biraheziyê de ji we re tiştekî binivîsin, çimkî hûn ji aliyê Xwedê ve hatine hînkirin ku ji hevdû hez bikin. 10 Hûn jixwe ji birayên li temamiya Makedonyayê hez dikin. Lê birano, em ji we rica dikin ku hûn di vê yekê de hê jî zêdetir bi pêş ve herin. 11 Xîret bikin ku hûn jiyaneke bihizûr bajon û pozê xwe nexin îşên kesên din. Wekî din, çawa ku me li we emir kir bi destê xwe kar bikin. 12 Eger hûn wisa bikin, kesên din wê qedrê we bigirin û hewcedariya we wê bi tiştekî tune be.

13 Birano, em dixwazin ku hûn bizanin ku çi li benda wan kesan e, yên ku di xewa mirinê de ne, da ku hûn wek kesên ku hêviya wan tune ye xeman nexwin. 14 Çimkî eger em bawer dikin ku Îsa mir û ji mirinê hat rakirin, îcar em bawer dikin ku Xwedê wê şagirtên Îsa yên mirî* jî ji mirinê rake ku ew bi wî re bin. 15 Em vê yekê li ser esasê peyva Yehowa ji we re dibêjin: Em, ên ku heta dema hazirbûna Efendiyê me sax dimînin, emê nekevin pêşiya kesên ku di xewa mirinê de ne. 16 Çimkî Efendiyê me wê ji ezmanan dakeve jêr û boriya Xwedê wê di destê wî de be. Ewê li boriyê bixe, û fermana wî bi dengê wî yê serokê melekan wê bê bihîstin. Hingê şagirtên wî yên mirî wê pêşî rabin. 17 Piştre em, ên ku dijîn û sax mane, emê bi wan re di ewran de bên rahiştin ku herin ezmanan ba Efendiyê xwe. Û emê her û her bi Efendiyê xwe re bin. 18 Loma dilê hevdû her tim bi van gotinan rehet bikin.

5 Birano, ne hewce ye ku em di heqê dem û wextan de tiştekî ji we re binivîsin. 2 Çimkî hûn bi xwe baş dizanin ku çawa diz bi şev tê, roja Yehowa jî wê wisa bê. 3 Gava mirov bibêjin “Em di aştî û emniyetê de ne!”, hingê wek êşa jina bihemle ji nişka ve tê, helak jî wê ji nişka ve bê serê wan. Û ewê nikaribin bifilitin. 4 Lê birano, hûn ne di tariyê de ne, loma ew roj wê wek dizan neyê serê we. 5 Çimkî hûn hemû kurên ronahiyê û kurên rojê ne. Em ne aîdî şevê, ne jî aîdî tariyê ne.

6 Îcar bila em wek kesên din ranezin, lê bila em hişyar bimînin û li ser hişê xwe bin. 7 Çimkî kesên ku radizin bi şev radizin, û kesên ku serxweş dibin bi şev serxweş dibin. 8 Lê ji ber ku em kurên rojê ne, bila em li ser hişê xwe bimînin û zirxê bawerî û hezkirinê li xwe bikin û kumzirxê hêviya xelasiyê bidin serê xwe. 9 Çimkî Xwedê em ne ji bo xezebê hilbijartine, lê ji bo vê yekê ku em bi saya Efendiyê me Îsa Mesîh xelas bibin. 10 Ew ji bo me mir, da ku em, dixwazî em hişyar bin yan jî razayî* bin, bi wî re bijîn. 11 Ji ber vê yekê, çawa ku hûn niha dikin, bi dewamî dilê hevdû xurt bikin* û hevdû ava bikin.

12 Îcar birano, em ji we rica dikin ku hûn qedrê wan kesan bigirin, ên ku di nav we de dixebitin û di xizmeta Efendiyê me de rêberiya we dikin û şîretê didin we. 13 Ji ber îşê ku ew dikin gelek qîmetê bidin wan û ji wan hez bikin. Bi hev re di aştiyê de bin. 14 Wekî din birano, em ji we rica dikin ku hûn kesên neguhdar hişyar bikin, dilê kesên dilşkestî rehet bikin, destekê bidin kesên sist û bi hemû kesan re bisebir bin. 15 Bila tu kes, gava xerabî li wî tê kirin, xerabiyê li tu kesî neke. Lê her tim li xêra hevdû û li xêra hemû kesên din bigerin.

16 Her gav kêfxweş bin. 17 Her tim dua bikin. 18 Ji bo her tiştî şikir bikin. Çimkî Xwedê vê yekê ji şagirtên Îsa Mesîh dixwaze. 19 Agirê ruhê pîroz netemirînin. 20 Gotinên pêxemberan kêm nebînin. 21 Tê derxin ka her tişt rast e yan na. Xwe li tiştên qenc qayîm bigirin. 22 Xwe ji her cureyê xerabiyê dûr bixin.

23 Bila Xwedayê aştiyê we bi temamî pîroz bike. Û bila ruh, can* û bedena birayên we heta dema hazirbûna Efendiyê me Îsa Mesîh ji her aliyî ve saxlem û bêsûc bimîne. 24 Yê ku gazî we dike dilsoz e û ewê helbet vêya bike.

25 Birano, her tim ji bo me dua bikin.

26 Bi hezkirinê* silavan li hemû birayan bikin.

27 Ez bi navê Efendiyê me tembîh li we dikim ku hûn vê nameyê ji hemû birayan re bixwînin.

28 Bila qenciya mezin a Efendiyê me Îsa Mesîh li ser we be!

Jê re Sîlas jî tê gotin.

Yan belkî “hevalkarê”.

Yanî Îblîs.

Bi herfî “em dijîn”.

Bi herfî “yên ku di xewa mirinê de ne”.

Yan “di xewa mirinê de”.

Yan “rehet bikin”.

Yan “jiyan”.

Bi herfî “Bi maçeke pîroz”.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne