NAMEYA DIDUYAN A JI SELANÎKIYAN RE
1 Ez Pawlos, Sîlvanos* û Tîmotêyos vê nameyê ji civata Selanîkê re dinivîsin, a ku aîdî Bavê me Xwedê û Efendiyê me Îsa Mesîh e:
2 Bila aştî û qenciya mezin ji Bavê me Xwedê û Efendiyê me Îsa Mesîh li ser we be!
3 Birano, em her tim ji bo we ji Xwedê re şikir dikin. Û ev yek minasib e, çimkî baweriya we roj bi roj xurttir dibe û hezkirina her yekî ji we ya ji bo hevdû zêde dibe. 4 Loma em bi we serbilind in û di nav civatên Xwedê de behsa we dikin. Em behsa vê yekê dikin ku hûn çawa li hember hemû zilm û zehmetiyên xwe tehemul dikin û baweriya xwe nîşan didin. 5 Ev yek îsbat dike ku hukmê Xwedê adil e. Bi vî awayî hûn wek kesên hêja tên dîtin ku bikevin Hikumdariya Xwedê, ya ku hûn ji bo xatirê wê cefayan dikişînin.
6 Ji ber ku Xwedê yekî adil e, ewê kesên ku tengasiyê didin we, ceza bike. 7 Lê hûn, ên ku tengasiyê dikişînin, hûnê bi me re di dema hatina* Efendiyê me Îsa de ji van tengasiyan xelas bibin. Ewê ji ezmanan bi melekên xwe yên biqudret re 8 û bi agirekî gur bê. Hingê ewê heyfa xwe ji wan, ên ku Xwedê nas nakin û kesên ku guhdariya mizgîniya li ser Efendiyê me Îsa nakin, bistîne. 9 Efendiyê me wê hukmê van kesan bide û ewê cezayê helaka herheyî bistînin. Ewê li ber çavê Efendiyê me winda bibin û qudreta wî ya mezin nebînin. 10 Gava Efendiyê me were ku bi birayên xwe yên pîroz re bê birûmetkirin, hemû kesên ku bi wî bawer dikin wê ji wî re heyran bimînin. Û ji ber ku we baweriya xwe bi tiştên ku me ji we re gotibûn aniye, hûnê jî di nav van kesan de bin.
11 Loma em her tim ji bo we dua dikin û rica dikin ku Xwedê we hêjayî jiyanê bibîne. Xwedê hûn ji bo vê jiyanê gazî kirine. Bila ew bi qudreta xwe hemû karên qenc li gor daxwaza xwe bîne cih û alî we bike ku hûn bi kirinên xwe, yên ku hûn bi baweriyê dikin, bi ser bikevin. 12 Hingê, li gor qenciya mezin a Xwedayê me û Efendiyê me Îsa Mesîh, navê Efendiyê me Îsa wê bi destê we bê birûmetkirin. Û hûn, ên ku bi wî re di yekîtiyê de ne, hûnê jî bên birûmetkirin.
2 Îcar birano, li ser hazirbûna Efendiyê me Îsa Mesîh û li ser vê yekê ku em bi wî re li hev top bibin, em ji we rica dikin: 2 Eger kesek ji we re bibêje ku roja Yehowa êdî hatiye, bila hişê we zû tev li hev nebe. Wekî din, eger ew bibêjin ku ev xeber ji Xwedê ye yan ji nameyekê ku qey me nivîsî ye, bila tirs nekeve dilê we.
3 Bila tu kes bi tu awayî we nexapîne*. Çimkî pêşî kesên serhildêr wê li dijî Xwedê rabin û mirovê bêqanûn, yanî kurê helakê wê eşkere bibe, û paşê ew roj wê bê. 4 Mirovê bêqanûn xwe ji her kesê ku jê re îlah tê gotin û ji her tiştê ku jê re îbadet tê kirin mezintir dibîne û dijminê wan e. Ew di îbadetgeha Xwedê de rûdine û xwe wisa nîşan dide qey ew Xwedê ye. 5 Ma nayê bîra we ku gava ez li ba we bûm, min ev tişt ji we re digotin?
6 Niha hûn dizanin ku kî rê li ber mirovê bêqanûn digire, da ku ew berî wexta xwe eşkere nebe. 7 Rast e, bêqanûniya wî bi awayekî veşartî hereket dike, û heta yê ku rê li ber wî digire hebe, ewê veşartî bimîne. 8 Hingê yê bêqanûn wê eşkere bibe. Efendiyê me Îsa wê di dema hazirbûna xwe* de bi qeweta gotinên xwe* wî bikuje û tune bike. 9 Yê bêqanûn bi desteka Şeytan karên mezin, nîşanên derewîn û mucîzeyan çêdike. 10 Wekî din, ew her cure neheqî û derewan bi kar tîne ku mirovan ji rê derxe, da ku ew cezayê bistînin û helak bibin, ji ber ku wan ji rastiya ku dikare wan xelas bike hez nekir. 11 Loma Xwedê îznê dide ku ew di bin tesîra vê derewê de bên xapandin û bi vê derewê bawer bikin. 12 Bi vî awayî, hemû kesên ku baweriya xwe bi rastiyê neaniye û ji neheqiyê hez kir, ewê hukmê xwe bistînin.
13 Lê birano, hûn ên ku Yehowa ji we hez dike, em her tim ji bo we ji Xwedê re şikir dikin. Çimkî Xwedê hûn ji destpêkê ve hilbijartine ji bo ku hûn xelas bibin. Û ji ber ku we bi rastiyê bawer kir, wî hûn bi ruhê xwe pîroz kirine. 14 Xwedê bi saya mizgîniya ku em belav dikin gazî we kiriye, da ku hûn bigihîjin rûmeta Efendiyê me Îsa Mesîh. 15 Îcar birano, qayîm bisekinin û xwe li tiştên ku hûn ji gotinên me yan jî ji nameyên me hîn bûne, bigirin. 16 Bila Efendiyê me Îsa Mesîh û Xwedê, Bavê me yê ku ji me hez kir û bi saya qenciya xwe ya mezin dilrehetiya bêdawî û hêviyeke xweş daye me, 17 dilê we rehet bikin û we di her kar û gotinê qenc de xurt bikin.
3 Îcar birano, her tim ji bo me dua bikin, da ku peyva Yehowa zû belav bibe. Û çawa ku peyva wî di nav we de birûmet dibe, bila di nav kesên din de jî birûmet bibe. 2 Wekî din, dua bikin ku em ji destê mirovên xerab û zordar xelas bibin, çimkî her kes bawer nake. 3 Lê Xudan dilsoz e, ewê dilê we xurt bike û we ji Îblîs* biparêze. 4 Wekî din, wek şagirtên Efendiyê me şik û gumanên me tune ne ku hûn li gor rêberiya me hereket dikin û hûnê vê yekê bi dewamî bikin. 5 Bila Efendiyê me bi dewamî rêberiya dilê we bike ku hûn ji Xwedê hez bikin û bikarin tehemul bikin ji bo ku hûn bi dewamî li pey Mesîh herin.
6 Îcar birano, em bi navê Efendiyê me Îsa Mesîh li we emir dikin ku hûn xwe ji her birayê ku ne bi rêk û pêk û ne li gor rêberiya ku we ji me standiye hereket dike, dûr bixin. 7 Hûn bi xwe dizanin ku hûn çawa dikarin me ji xwe re bikin emsal, çimkî rabûn û rûniştina me di nav we de bi rêk û pêk bû. 8 Me nanê tu kesî belaş nedixwar. Lê em bi ked û zehmet bi şev û roj dixebitîn, da ku em ji aliyê madî ve ji tu kesî re nebin barekî giran. 9 Heqê me hebû ku em alîkariyê ji we bixwazin. Lê me wisa nekir, ji ber ku me dixwest ku hûn me ji xwe re bikin emsal. 10 Gava em bi we re bûn, me dîsa û dîsa ev emir dida we: “Kesê ku naxwaze bixebite, bila xwarinê jî nexwe.” 11 Em dibihîzin ku di nav we de hin kes ne bi rêk û pêk dijîn, qet îş nakin û pozê xwe dixin meseleyên kesên din. 12 Em bi navê Efendiyê me Îsa Mesîh li kesên wisa emir dikin ku ew jiyaneke bêdeng bajon. Wekî din, em wan tembîh dikin ku ew bi destê xwe îş bikin ku debara mala xwe bikin.
13 Lê hûn birano, dev jê bernedin ku qenciyê bikin. 14 Lê eger kesek guh nede rêberiya di vê nameyê de, bila çavê we li ser wî be* û êdî bi wî re hevaltiyê nekin, da ku ew şerm bike. 15 Lê belê, wî kesî wek dijmin nebînin, lê wek li birayê xwe bi dewamî şîretan li wî bikin.
16 Bila Xudanê aştiyê her tim û ji her aliyî ve aştiyê bide we. Bila Xudan bi we hemûyan re be.
17 Ez Pawlos, silavên xwe bi destê xwe dinivîsim. Ez her tim nameyên xwe wisa dinivîsim, da ku hûn bizanin ku min ev name nivîsî.
18 Bila qenciya mezin a Efendiyê me Îsa Mesîh li ser we hemûyan be!
Jê re Sîlas jî tê gotin.
Bi herfî “eşkerebûna”.
Yan “ji rê dernexe”.
Bi herfî “li dema ku hazirbûna wî xuya dibe”.
Bi herfî “bi ruhê devê xwe”.
Bi herfî “yê xerab”.
Yan “wî ji xwe re îşaret bikin”.