KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • nwt 1. Tîmotêyos 1:1-6:21
  • 1. Tîmotêyos

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • 1. Tîmotêyos
  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
1. Tîmotêyos

NAMEYA PÊŞÎN A JI TÎMOTÊYOS RE

1 Ez Pawlos, li gor emrê Xelaskarê me Xwedê û Mesîh Îsa, yê ku hêviya me ye, bûme şandiyê Mesîh Îsa. 2 Ez vê nameyê ji Tîmotêyos* re, yê ku di baweriyê de wek kurê min e, dinivîsim:

Bila qenciya mezin, dilovanî û aştiya Bavê me Xwedê û Efendiyê me Mesîh Îsa li ser te be!

3 Berî ku ez çûm Makedonyayê, min dilê te xurt kiribû ku tu li Efesê bimînî. Û niha ez dîsa eynî tiştî ji te rica dikim, da ku tu hin kesan tembîh bikî ku ew hîndariyên sexte hîn nekin. 4 Guh nede çîrokan û bala xwe nede navnameyên bav û kalan, ên ku ew li ser xeber didin. Tiştên wisa bêfeyde ne, çimkî ew dibin sebebê pirsên ku wext distînin, û girêdana wan bi tiştên ku Xwedê ji bo xurtkirina baweriyê dide, qet tune ye. 5 Bi eslê xwe, ev rêberî ji bo vê yekê ye ku her kes hezkirineke ji dilekî pak, bi wijdanekî paqij û ji baweriyeke ku tam ji dil tê*, nîşan bide. 6 Hin kesan dev ji van tiştan berdaye û ketine pey xeberdanên pûç. 7 Ew dixwazin bibin mamosteyên qanûnê, lê ew tiştên ku ew dibêjin û tiştên ku ew bi xîret dixin pêş bi xwe fehm nakin.

8 Em dizanin ku Qanûn qenc e, lê gerek mirov Qanûnê bi awayekî rast bîne cih. 9 Em dizanin ku qanûn ne ji bo kesên rast hatiye dayîn. Lê belê, qanûn ji bo kesên bêqanûn, serhildêr, kesên ku ji Xwedê natirsin, gunehkar, nedilsoz, kesên ku tiştên pîroz red dikin, kesên ku dê û bavê xwe û kesên din jî dikujin, hatiye dayîn. 10 Wekî din, ew ji bo mirovên ku bêexlaqiya cinsî dikin, zilamên ku bi zilaman re radikevin, kesên ku mirovan direvînin*, derewkar, kesên ku bi derew sond dixwin û kesên ku li dijî hîndariya rast* radibin, hatiye dayîn. 11 Ev hîndarî li ser esasê mizgîniya birûmet e, ya ku ji Xwedayê dilxweş tê û ya ku wî emanetî min kiriye.

12 Şikir ji Efendiyê me Mesîh Îsa re, yê ku qewet daye min, çimkî wî ez dilsoz dîtim û ev xizmet da destê min. 13 Berê min kufir dikir, zilm li xelkê Xwedê dikir û ez mirovekî bêşerm* bûm. Lê dîsa jî rehm li min hat kirin, ji ber ku min bi nezanî û bê baweriya rast hereket dikir. 14 Xudanê me têr û tije qenciya xwe ya mezin li min kiriye, û min ji Mesîh Îsa bawerî û hezkirin standiye. 15 Ev gotin rast in û hêja ne ku mirov bi wan bawer bikin: Mesîh Îsa hat dinyayê ku gunehkaran xelas bike. Û di nav gunehkaran de, yê herî gunehkar ez im. 16 Lê dîsa jî rehm li min hat kirin, da ku Mesîh Îsa sebra xwe bi temamî li min, ê herî gunehkar, nîşan bide. Bi vî awayî, wî ez ji bo kesên ku wê baweriya xwe bi wî bînin kirim emsal, da ku ew jiyana herheyî bi dest bixin.

17 Îcar bila ji Hukimdarê herheyî re, yê ku namire û nayê dîtin û Xwedayê yekane ye hurmet û rûmet her û her bê dayîn! Amîn.

18 Kurê min Tîmotêyos, ez vê rêberiyê li gor gotinên ku ji berê ve li ser te hatibûn gotin, didim destê te. Ev gotin wê dilê te xurt bikin ku tu bi dewamî ji bo armanceke baş micadele bikî 19 û bawerî û wijdanê xwe yê paqij biparêzî. Hin kesan guh neda wijdanê xwe û ji ber vê yekê baweriya wan wek gemiyekê noq bû. 20 Hîmenayos û Îskender di nav van kesan de ne, û min ew dan destê Şeytan, da ku ev ceza wan hîn bike ku gerek ew kufir nekin.

2 Berî her tiştî ez ji we rica dikim ku hûn ji dil ji Xwedê re ji bo her cure mirovan dua bikin, lava bikin û şikir bikin. 2 Wekî din, ji bo padîşahan û ji bo hemû serweran dua bikin, da ku em bikarin di her tiştî de ji Xwedê re dilsoz bimînin û bi awayekî sergiran jiyaneke rehet û bêxem bajon. 3 Ev yek di çavê Xelaskarê me Xwedê de qenc û rast e. 4 Ew dixwaze ku hemû cure mirov xelas bibin û bigihîjin rastiyê*. 5 Xwedê yek e, û di nav Xwedê û mirovan de tenê yek navberkar heye, ew Mesîh Îsa ye. 6 Wî canê xwe ji bo hemû cure mirovan wek berdêl kir fîdye. Di wexta minasib de şahidiya vê yekê wê bê kirin. 7 Ji ber vê yekê, Xwedê ez wek mizgînvan û şandî tayîn kirim. Bi vî awayî ez dikarim miletên din li ser bawerî û rastiyê hîn bikim. (Ez rastiyê dibêjim û derewan nakim.)

8 Loma ez dixwazim ku li her cihê ku hûn top dibin, bila bira bi dilsozî*, bê hêrs û bê minaqeşe dua bikin. 9 Wekî din, bila xwişk bi awayekî minasib, nefsbiçûk û maqûl xwe bixemilînin. Bila ew vê yekê ne bi honandina porên xwe*, ne bi zêr, ne bi morî û ne jî bi kincên gelek biha bikin. 10 Lê bila xwişk xwe bi kirinên qenc, ên ku layiqî xizmetkareke Xwedê ne, bixemilînin.

11 Bila xwişk bêdeng bimînin û bi dilnizmî hîn bibin. 12 Ez îznê nadim ku xwişk hîn bikin yan jî serweriya birayan bikin. Lê bila xwişk bêdeng guh bidin. 13 Çimkî Xwedê pêşî Adem çêkir û paşê Hewa. 14 Û Adem nehat xapandin, lê jin hat xapandin û guneh kir. 15 Lê belê, eger jin biedeb be û di bawerî, hezkirin û di çavê Xwedê de pîroz bimîne, ewê bi anîna zarokan bê parastin.

3 Ev gotin pêbawer e: Eger kesek xîret dike ku bibe çavdêr, ew karekî qenc dixwaze. 2 Çavdêr gerek jiyana xwe wisa bajo ku tu kes nikaribe wî sûcdar bike. Gerek ew tenê bi jinekê re zewicî be, di her tiştî de terazdar be, aqildar be*, bi rêk û pêk be, mêvanhez be û di hînkirinê de jêhatî be. 3 Gerek ew bi zêdeyî venexwe*, ne zordar be, lê maqûl be, ne şerhez be û ji pereyan hez neke. 4 Gerek çavdêr bi awayekî baş li malbata xwe xwedî derkeve, gerek zarokên wî guhdar û biedeb bin 5 (çimkî eger birayek nizane ku çawa li malbata xwe xwedî derkeve, îcar ewê çawa li civata Xwedê xwedî derkeve?). 6 Gerek ew ne kesekî wisa be, yê ku nû hatiye ser rêya rastiyê, da ku ew qure nebe û ew eynî hukmê ku wê ji Îblîs re bê dayîn, nestîne. 7 Wekî din, gerek navê wî li ba kesên derveyî civatê jî baş be, da ku lome li wî neyê kirin û ew nekeve dafika Îblîs.

8 Gerek alîkarên civatê jî mirovên sergiran bin, ne durû bin*, bi zêdeyî şerabê venexwin û ji aliyê madî ve ne çavbirçî bin. 9 Lê gerek ew bi wijdanekî paqij xwe li sira pîroz a baweriyê bigirin.

10 Berê pêşîn gerek rîspî tê derxin ka ew kes dikarin vê xizmetê bikin yan na. Û eger kesek nikare wan sûcdar derxîne, hingê bila ew bibin alîkarên civatê.

11 Gerek xwişk jî mirovên sergiran bin, ne buxtanker* bin, di her tiştî de terazdar û dilsoz bin.

12 Bila alîkarên civatê tenê bi jinekê re zewicî bin, û bila ew li zarok û malbata xwe baş xwedî derkevin. 13 Çimkî kesên ku xizmeta xwe baş pêk tînin, ew dibin xwediyê navekî baş û ew dikarin bi serbestî* li ser baweriya xwe ya bi Mesîh Îsa xeber bidin.

14 Her çi qas ez hêvî dikim ku di demeke nêzîk de bêm ba te jî, ez van tiştan ji te re dinivîsim. 15 Bi vî awayî, eger ez dereng bikevim jî, îcar tuyê bizanî ku gerek di mala Xwedê de rabûn û rûniştina te çawa be. Ev mal civata Xwedayê jîndar e* û stûn û bingeha rastiyê ye. 16 Belê, sira pîroz, a ku bi xizmeta me ya dilsoz ve girêdayî ye, mezin e: ‘Ew* bû mirov, û gava ew dîsa bû ruh, ew wek kesekî rast hat derxistin. Ew ji melekan re xuya bû, û di nav miletan de behsa wî dihat kirin. Mirovên dinyayê baweriya xwe bi wî anî, û ew di rûmetê de hat hilkişandin jor.’

4 Gotinên Xwedê yên îlhamkirî bi zelalî dibêjin ku ev wext wê bê ku hin kes wê dev ji baweriyê berdin. Ewê guh bidin xeberên nerast, ên ku qey ji Xwedê ne, û ewê guh bidin hîndariyên cinan. 2 Wekî din, ewê guh bidin derewên mirovên durû, yên ku wijdanê wan hatiye daxdan. 3 Ew qedexe dikin ku mirov bizewicin û emir dikin ku ew hin xwarinan nexwin. Lê belê, Xwedê ev xwarin çêkirine, da ku kesên ku bawerî û zanîna rast li ba wan heye vê xwarinê bixwin û ji Xwedê re şikir bikin. 4 Hemû tiştên ku Xwedê çêkirine qenc in, û li şûna ku ew bên redkirin, gerek ew bi şikirdarî bên qebûlkirin. 5 Çimkî ew bi peyva Xwedê û bi duayê hatine pîrozkirin.

6 Gava tu van şîretan bidî birayan, tuyê nîşan bidî ku tu xizmetkarekî qenc ê Mesîh Îsa yî, yanî kesekî ku xwe bi gotinên baweriyê têr dike û xwe hûr û kûr li hîndariyên Xwedê digire. 7 Guh nede kufir û çîrokên ku jinên extiyar dibêjin. Li şûna vê, bila armanca te ev be ku tu di xizmeta xwe ya dilsoz de bi pêş ve herî. 8 Çimkî feydeya spora ku mirov dike, da ku bedena xwe xurt bike, ne gelek e. Lê feydeya xizmeta dilsoz di her tiştî de heye, çimkî mirov hem niha hem jî di pêşerojê de bereketan jê distîne. 9 Ev gotin rast e û hêja ye ku mirov pê bawer bikin. 10 Loma em bi ked û xîreteke mezin îş dikin, çimkî me hêviya xwe bi Xwedayê jîndar* ve girêdaye, yê ku Xelaskarê hemû cure mirovan e, bi xisûsî kesên ku ji wî re dilsoz in.

11 Bi dewamî li gor van tiştan tembîh bike û hîn bike. 12 Bila tu kes ji ber vê yekê ku tu xort î te kêm nebîne. Di xeberdanê de, di rabûn û rûniştinê de, di hezkirinê de, di baweriyê de û di pakiyê de* ji kesên dilsoz re bibe emsal. 13 Heta ku ez bêm, bi dewamî bala xwe bide vê yekê ku tu li ber civatê bixwînî, tembîh bikî* û hîn bikî. 14 Gava koma rîspiyan li gor tiştên ku ji berê ve li ser te hatibûn gotin, destên xwe danîn ser serê te, te ji Xwedê dayînek stand. Dev ji vê dayînê bernede! 15 Li ser van tiştan kûr bifikire û bi temamî bala xwe bide wan, da ku ji hemûyan re eşkere bibe ku tu ji aliyê ruhî ve çi qas bi pêş ve çûyî. 16 Hay ji xwe û hîndariyên xwe hebe. Bi dewamî xwe li van tiştan bigire, çimkî eger tu wisa bikî, tuyê hem xwe hem jî kesên ku guh didin te xelas bikî.

5 Bi zilamekî extiyar re bi awayekî sert xeber nede, lê bi wî re wek bi bavê xwe re û bi xortan re wek bi birayên xwe re xeber bide. 2 Bi jinên extiyar re wek bi dayika xwe re û bi keçan re wek bi xwişkên xwe re bi dilekî pak xeber bide.

3 Li jinebiyên ku bi rastî hewceyî alîkariyê ne xwedî derkeve*. 4 Lê eger zarok yan neviyên jinebiyekê hebin, bila ew pêşî di nav maliyên xwe de nîşan bidin ku ew ji Xwedê re dilsoz in. Û bila ew mesûliyeta xwe li ber dê û bavê xwe û kal û pîrikên xwe bînin cih, çimkî ev yek li Xwedê xweş tê. 5 Jinebiyeke ku bi rastî hewceyî alîkariyê ye û bêkes maye hêviya xwe bi Xwedê tîne. Ew şev û roj dua dike û hawara xwe digihîne wî. 6 Lê jinebiyeke ku li pey kêf û şehweta xwe diçe, her çi qas sax be jî mirî ye. 7 Loma bi dewamî bi van şîretan wan tembîh bike, da ku tu kes nikaribe wan sûcdar derxîne. 8 Erê, eger kesek li merivên xwe, bi xisûsî li maliyên xwe, xwedî dernekeve, wî dev ji baweriya xwe berdaye û ji yekî nebawermend xerabtir e.

9 Jinebiyeke wisa bixin deftera alîkariyê: Eger ew herî kêm 60 salî be, eger tenê bi yek mêrî re zewicî bû, 10 eger ew ji ber kirinên xwe yên qenc tê naskirin, eger wê zarok mezin kirine, eger wê mêvanhezî nîşan dida, eger wê lingên pîrozan dişûştin, eger wê destek dida kesên ku di tengasiyê de bûn û eger wê her tim xîret dikir ku qenciyê bike.

11 Lê belê, jinebiyên ciwan nexin deftera alîkariyê. Çimkî gava xwestekên wan ên cinsî rê li ber wan digirin ku ew ji Mesîh re xizmet bikin, ew dixwazin bizewicin. 12 Û bi vî awayî ewê bên mehkûmkirin, çimkî wan xwe li soza xwe ya pêşîn negirt. 13 Wekî din, ew ji xwe re dikin adet ku wexta xwe boş û betal derbas bikin û mal bi mal bigerin. Ew wexta xwe ne bi tenê boş û betal derbas dikin, lê ew paşgotiniyê jî dikin û pozê xwe dixin meseleyên kesên din û li ser tiştên ku ne îşê wan e xeber didin. 14 Loma, ez dixwazim ku jinebiyên ciwan bizewicin, zarokan bînin, îşê malê bikin û fersendê nedin dijminên me ku ew lome li me bikin. 15 Hin kes jixwe ji rêya rast derketine û li pey Şeytan çûne. 16 Eger merivên jineke bawermend hebin, ên ku jinebî ne, bila ew destekê bide wan, da ku barê civatê giran nebe. Hingê civat dikare destekê bide jinebiyên ku bi rastî hewceyî alîkariyê ne.

17 Rîspiyên ku bi awayekî baş rêberiya civatê dikin, bi xisûsî yên ku di gotin û hînkirina xwe de bi ked û xîreteke mezin vê yekê dikin, du qat hêjayî pesnan in. 18 Çimkî Nivîsarên Pîroz dibêjin, “Devê gayê ku gêre dike girênede” û “Pale hêjayî meaşê xwe ye”. 19 Heta ku du yan sê şahid tune bin, guh nede kesekî ku rîspiyekî sûcdar dike. 20 Kesên ku guneh dikin li ber çavê hemûyan serrast bike, da ku ev yek ji bo kesên din bibe ders*. 21 Ez li ber Xwedê, li ber Mesîh Îsa û li ber melekên hilbijartî li te emir dikim ku tu vê rêberiyê bê ferq û cudahî û bêyî ku tu aliyê kesekî bigirî, bînî cih.

22 Kesekî tu caran zû tayîn neke*. Nebe hevparê gunehên kesên din. Ji aliyê exlaq ve paqij bimîne.

23 Ji vir û şûn de bi tenê avê venexwe. Lê belê, ji ber ku tu gelek caran nexweş dikevî û ji bo ku mîdeya te neêşe, hinek şerabê vexwe.

24 Gunehên hin kesan eşkere ne, û ew di cih de hukmê xwe distînin. Lê belê, gunehên kesên din paşê eşkere dibin. 25 Bi eynî awayî, kirinên qenc eşkere ne, û kirinên qenc ên ku ne eşkere ne, ewê veşartî nemînin.

6 Bila xulam bi dil û can qedrê axayên xwe bigirin, da ku tu kes bi xerabî li ser navê Xwedê û hîndariya wî xeber nede. 2 Wekî din, bila xulam axayên xwe yên bawermend kêm nebînin, çimkî ew birayên hev in. Loma bila xulam hê jî zêdetir bi dilxwazî ji axayên xwe re xizmet bikin, çimkî yên ku ji xizmeta wan feydeyê distînin kesên bawermend û birayên wan ên delal in.

Bi dewamî li gor van tiştan hîn bike û şîretan bide. 3 Eger kesek hîndariyên sexte hîn dike û hîndariya rast* a Efendiyê me Îsa Mesîh yan hîndariyên ku nîşan didin ku gerek em ji Xwedê re xizmet bikin, qebûl nake, 4 ew kes qure ye û tu tiştî fehm nake. Ew nexweşê vê yekê ye ku minaqeşe bike û li ser peyvan şer bike. Ev tişt dibin sebeb ku çavnebarî, şer*, buxtan*, şik û gumanên xerab 5 û minaqeşeyên li ser meseleyên biçûk derkevin meydanê. Meseleyên wisa ji mirovên ku hişê wan xera bûye û ji rastiyê dûr ketine û yên ku difikirin ku ew dikarin ji xizmeta ji Xwedê re tiştekî bi dest bixin, tên. 6 Helbet, eger em bi dilsozî ji Xwedê re xizmet bikin û bi tiştên ku di destê me de hene razî bin, emê gelek bereketan bistînin. 7 Me tiştek neaniye vê dinyayê û em nikarin tiştekî ji vê dinyayê bi xwe re bibin jî. 8 Loma, eger xwarin û kincên me hebin*, bila em bi wan razî bin.

9 Lê belê, kesên ku dixwazin dewlemend bibin tên ceribandin û dikevin dafikê. Ew dikevin bin tesîra xwestekên bêhiş û bizerar û dawiya vê yekê helakbûn û wêranbûn e. 10 Çimkî perehezî koka her cure xerabiyê ye. Ji ber ku hin kesan ji pere hez kir û ketin pey pereyan, ew ji rastiyê dûr ketine, û wan gelek bela anîne serê xwe.

11 Lê tu, ey xizmetkarê Xwedê*, ji van tiştan bireve. Bikeve pey rastdarî, xizmeta dilsoz, bawerî, hezkirin, tehemul û nermiyê. 12 Bi awayekî hêja ji bo baweriyê micadele bike û hêviya jiyana herheyî bi dest bixe. Çimkî tu ji bo vê hêviyê hatî gazîkirin, û te bi eşkereyî li ber gelek şahidan li ser vê hêviyê xeber daye.

13 Li ber Xwedayê ku jiyanê dide her tiştî, û Mesîh Îsa, yê ku li ber Pontiyos Pîlatos şahidiyeke qenc da, ez li te emir dikim: 14 Heta xuyabûna Efendiyê me Îsa Mesîh vê rêberiyê bi awayekî bêqisûr bîne cih, da ku tu kes nikaribe te sûcdar derxîne. 15 Di wexta ku Xwedê hilbijartiye de, Efendiyê Biqudret, ê ku dilxweş e wê xwe nîşan bide. Ew Hikumdarê hikumdaran û Efendiyê efendiyan e. 16 Ji nav wan bi tenê ew nemir e, yê ku di ronahiyeke wisa de rûdine ku tu kes nikare nêzîk bibe. Û tu mirovî ew nedîtiye û nikare wî bibîne. Bila hurmet û qudreta herheyî ji wî re be. Amîn.

17 Tembîhê li kesên ku di vê dinyayê de dewlemend in bike. Bila ew pozbilind nebin û hêviya xwe bi dewlemendiya ku îro heye û sibê tune ye, neynin. Lê bila ew hêviya xwe bi Xwedê bînin, ê ku bi comerdî tiştên ku me dilxweş dikin dide me. 18 Dilê wan xurt bike ku ew qenciyê bikin, bi kirinên qenc dewlemend bin, destvekirî bin û hazir bin ku bi kesên din re parve bikin. 19 Bi vî awayî ewê ji xwe re xezîneyan, yanî bingeheke baş ji bo pêşerojê, top bikin. Û wisa ewê bikarin jiyana ku Xwedê soz dide* bi dest bixin.

20 Ey Tîmotêyos, tiştên ku emanetî te hatine kirin, biparêze. Xwe ji xeberdanên pûç, ên ku Xwedê bêrûmet dikin û ji derewên ku li dijî rastiyê ne û ji wan re “zanîn” tê gotin, dûr bixe. 21 Hin kesên ku ketin pey zanîneke wisa dev ji baweriya xwe berdan.

Bila qenciya mezin bi we re be!

Maneya vî navî ev e: “Yê ku rûmetê dide Xwedê”.

Bi herfî “baweriyeke bêdurûtî”.

Yan “kesên ku mirovan didizin”.

Yan “saxlem û bifeyde”.

Yan “kustax”.

Yan “zanîna rast a li ser rastiyê”.

Yan “bi dilsozî destên xwe bilind bikin jor”.

Yan “bi zêdeyî xemilandina porên xwe”.

Yan “kesekî bi aqlê selîm be”. Yanî kesekî ku baş tiştan ji hev derdixe.

Yanî gerek ew serxweş nebe.

Yan “du tiştên cude nebêjin”.

Yan “îftiraker”.

Yan “bi dilekî xurt”.

Yan “zindî ye”.

Yanî Îsa.

Yan “zindî”.

Yanî ji aliyê exlaq û namûsê ve.

Yan “dilan xurt bikî”.

Bi herfî “qedrê wan bigire”.

Bi herfî “da ku kesên din bitirsin”.

Bi herfî “Destê xwe zû daneyne ser serê kesekî”.

Yan “saxlem û bifeyde”.

Yan “pevçûn”.

Yan “îftira”.

Yan belkî “cih û stara me hebe”.

Bi herfî “mirovê Xwedê”.

Bi herfî “jiyana rastîn”.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne