KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • nwt 2. Tîmotêyos 1:1-4:22
  • 2. Tîmotêyos

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • 2. Tîmotêyos
  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
2. Tîmotêyos

NAMEYA DIDUYAN A JI TÎMOTÊYOS RE

1 Ez Pawlos, ê ku li gor daxwaza Xwedê û li gor soza jiyana ku bi saya Mesîh Îsa mumkin e, bûme şandiyê Mesîh Îsa, 2 vê nameyê ji kurê xweyî delal Tîmotêyos re dinivîsim:

Bila qenciya mezin, dilovanî û aştiya Bavê me Xwedê û Efendiyê me Mesîh Îsa li ser te be!

3 Şikir ji Xwedê re, yê ku ez mîna bav û kalên xwe jê re xizmeta pîroz dikim. Û ez vê yekê bi wijdanekî paqij dikim. Bi şev û roj ez te di dua û lavayên xwe de tînim zimên. 4 Gava ez hêstirên çavên te tînim bîra xwe, ez bi hesreta wê rojê me ku ezê te bibînim, da ku dilê min bi kêfxweşiyê ve tije bibe. 5 Ez baweriya te ya jidil* tînim bîra xwe. Ev bawerî ji destpêkê ve li ba dapîra te Loîs û diya te Evnîkeyê hebû, û ez ji dil bawer im ku ev bawerî li ba te jî heye.

6 Ji ber vê yekê ez tînim bira te, gava min destê xwe danî ser serê te, te ji Xwedê dayînek stand. Vê dayîna xwe wek agir gur bike. 7 Çimkî ruhê pîroz, ê ku Xwedê dide me, me nake kesên tirsonek, lê ew qewet, hezkirin û maqûliyê dide me. 8 Loma şerm neke ku tu ji bo Efendiyê me şahidiyê bikî. Û ji ber min jî şerm neke ku ez ji bo xatirê Efendiyê me di hebsê de me. Lê hazir be ku tu ji bo xatirê mizgîniyê tengasiyê bikişînî, û di vê yekê de xwe bispêre qudreta Xwedê. 9 Xwedê em xelas kirin û gazî me kir ku em bibin kesên pîroz. Wî ne ji ber kirinên me, lê ji ber daxwaz û qenciya xwe ya mezin gazî me kir. Wî ev qenciya mezin bi saya Mesîh Îsa ji demên berê ve li me kir. 10 Lê ev qenciya mezin bi xuyabûna Xelaskarê me Mesîh Îsa niha eşkere bûye. Îsa mirin ji holê rakir, û wî bi destê mizgîniyê ji me re eşkere kir ku em çawa dikarin jiyan û bedeneke ku narize bistînin. 11 Ji bo vê mizgîniyê, ez wek mizgînvan, şandî û mamoste hatime tayînkirin.

12 Ji ber vê yekê ez tengasiyan dikişînim, lê ez şerm nakim. Çimkî ez kesê ku min pê bawer kiriye nas dikim. Û ez bawer im ku ewê tiştê ku min emanetî wî kiriye heta Roja Hukim biparêze. 13 Xwe li nimûneya peyvên saxlem û bifeyde, yên ku te ji min bihîstine, bigire. Û vê bawerî û hezkirina ku te bi saya yekîtiya bi Mesîh Îsa re bi dest xistiye, nîşan bide. 14 Van tiştên biqîmet, ên ku li te hatine emanetkirin, bi alîkariya ruhê pîroz, ê ku di hundirê me de heye, biparêze.

15 Wek tu dizanî, hemû kesên li herêma Asyayê dev ji min berda. Fîgelos û Hêrmogênês jî dev ji min berda. 16 Bila Xudan rehma xwe li maliyên Onîsîforûs bike, çimkî wî gelek caran dilê min xurt kir û wî ji ber halê min ê girtî şerm nekir. 17 Û gava ez li Romayê bûm, ew bê rawestin li min geriya heta ku wî ez dîtim. 18 Bila Xudanê me Yehowa di Roja Hukim de rehmê li Onîsîforûs bike. Tu jî baş dizanî ku wî li Efesê çi qas tişt ji bo min kirine.

2 Îcar kurê min, bi saya qenciya mezin a ku Îsa Mesîh nîşanî te dide, bi dewamî qewetê bi dest bixe. 2 Û tiştên ku te li ber gelek şahidan ji min bihîstine hînî zilamên ku ji Xwedê re dilsoz in bike. Bi vî awayî, ewê jî bikarin van tiştan hînî kesên din bikin. 3 Wek eskerekî qenc ê Mesîh Îsa ji bo tengasiyên ku wê bên serê te hazir be. 4 Eskerê ku dixwaze dilê yê ku ew kiriye esker razî bike, tu caran nakeve pey îşekî din ku pereyan qezenc bike*. 5 Eger sporvanek xwe li qaîdeyên pêşbaziyê* negire, ewê tacê* nestîne. 6 Cotkarê ku bi ked û xîret îş dike, gerek ew kesê pêşîn be ku ji erdê xwe ber bistîne. 7 Her tim li ser gotinên min bifikire, û Xudan wê di her tiştî de fehmdariyê bide te.

8 Ji bîr neke ku li gor mizgîniya ku ez belav dikim, Îsa Mesîh ji zuriyeta Dawid bû û ji mirinê hat rakirin. 9 Û ji ber vê mizgîniyê ez cefayê dikişînim û wek yekî sûcdar bi zincîran hatime girêdan. Lê belê peyva Xwedê nikare bi zincîran bê girêdan. 10 Loma ez ji bo xatirê yên hilbijartî her tiştî tehemul dikim, da ku ew jî bi saya vê yekê ku ew bi Mesîh Îsa re di yekîtiyê de ne xelas bibin û rûmeta herheyî bistînin. 11 Ev gotin pêbawer in: Madem ku em bi wî re mirin, emê bi wî re bijîn jî. 12 Eger em bi dewamî tehemul bikin, emê bi wî re wek hukimdar hukim bajon. Eger em wî înkar bikin, ewê jî me înkar bike. 13 Eger em dilsoz nemînin jî, Xwedê wê dilsoz bimîne, çimkî ew nikare li dijî şexsiyeta xwe hereket bike.

14 Her tim van tiştan bîne bîra wan û wan li ber Xwedê tembîh bike ku ew li ser gotinan şer* nekin. Çimkî feydeya vê yekê qet tune ye û ev yek zerarê dide kesên ku guh didin van gotinan. 15 Çi ji destê te tê bike ku Xwedê te qebûl bike. Xîret bike ku tu wek xebatkarekî ku sebebên wî tune ne ku ew şerm bike û wek kesekî ku peyva Xwedê* bi awayekî rast hîn dike, hereket bikî. 16 Xwe ji xeberdanên pûç, ên ku Xwedê bêrûmet dikin, dûr bixe. Çimkî ji ber tiştên wisa xerabî hê jî zêdetir dibe. 17 Xeberdanên wisa wê wek kangren* belav bibin, û Hîmenayos û Filîtûs jî di nav wan kesan de ne. 18 Ev zilam ji rastiyê dûr ketine û dibêjin ku rabûna miriyan jixwe çêbûye. Ew dibin sebeb ku hin kes baweriya xwe winda dikin. 19 Lê bingeha ku Xwedê daniye saxlem disekine û ev mor li ser e: “Yehowa kesên ku aîdî wî ne nas dike” û “Bila her kesê ku gazî navê Yehowa dike dev ji neheqiyê berde”.

20 Di maleke mezin de ne bi tenê firaqên ji zêr û zîv hene, lê firaqên ji dar û heriyê jî hene. Hin firaq ji bo karekî birûmet û hin jî ji bo karekî bêrûmet tên bikaranîn. 21 Îcar, eger kesek xwe ji firaqeke ku ji bo karekî bêrûmet tê bikaranîn, dûr bigire, ewê bibe wek firaqeke ku ji bo karekî birûmet tê bikaranîn. Ewê bê pîrozkirin, ji xwediyê xwe re bifeyde be û ji bo her karê qenc hazir be. 22 Loma ji xwestekên ciwaniyê bireve û bi kesên ku bi dilekî pak gazî Xudan dikin re bikeve pey rastdarî, bawerî, hezkirin û aştiyê.

23 Wekî din, xwe ji minaqeşeyên bêfeyde û bêaqil dûr bixe, çimkî tu bi xwe dizanî ku mirov ji ber van tiştan şer dikin*. 24 Gerek xulamê Xudan şer neke. Lê gerek ew li hember her kesî nazik be û di hînkirinê de jêhatî be. Wekî din, gava xerabî li wî tê kirin, gerek ew xwegirtinê nîşan bide 25 û bi nermî şîretan li serhildêran bike. Belkî Xwedê wê destûrê bide ku ew tobe bikin* û bigihîjin rastiyê*. 26 Belkî hingê ewê bên ser hişê xwe û ji dafika Îblîs, ê ku dixwaze wan bi saxî bigire ku ew daxwaza wî bînin cih, bifilitin.

3 Lê vêya bizane ku di rojên dawîn de demên zehmet wê bên. 2 Çimkî mirov wê bibin xwehez, perehez, pesnker*, pozbilind, ewê kufir bikin, guh nedin dê û bavê xwe, nankor bin û nedilsoz bin. 3 Hezkirina wan wê tune be*, ewê nexwazin bi kesên din re li hev werin, ewê buxtanker bin*, xwegirtina wan wê tune be, ewê zordar bin û ji qenciyê nefret bikin. 4 Ewê bibin kesên xayîn, serhişk, qure û li şûna Xwedê ewê hê zêdetir ji kêfê hez bikin. 5 Ewê xwe wek kesên ku ji Xwedê re dilsoz in nîşan bidin, lê kirinên wan wê îsbat bikin ku ew nedilsoz in. Xwe ji kesên wisa dûr bixe. 6 Hin kes ji wan bi hîlebazî dikevin malên jinên hişsivik û dilê wan qezenc dikin. Barê wan jinan ji ber gunehên wan giran e, û ew li pey cure cure xwestekên xwe diçin. 7 Ew jin her tim hîn dibin, lê dîsa jî ew tu caran nagihîjin rastiyê*.

8 Çawa ku Yanês û Yambrês li dijî Mûsa rabûn, ev kesên hanê jî li dijî rastiyê radibin. Hişê mirovên wisa xera bûye, û Xwedê wan qebûl nake, çimkî ew li gor rastiyê najîn. 9 Lê belê, ewê bi pêş ve neçin, çimkî bêaqiliya wan wê wek bêaqiliya van du zilaman ji hemû mirovan re xuya bibe. 10 Lê te xwe li hînkirina min, rabûn û rûniştina min û armanca min girtiye. Wekî din, te bawerî, sebir, hezkirin û tehemula min ji xwe re kiriye emsal. 11 Tu baş dizanî ku ez li Entakya, Konya û Lîstrayê rastî çi zilm û cefayan hatim. Min li hemberî van tengasiyan sebir kir, û Efendiyê me* ez ji wan hemû tiştan xelas kirim. 12 Belê, hemû şagirtên Mesîh Îsa, yên ku dixwazin ji Xwedê re bi dilsozî xizmet bikin, ewê jî rastî zilmê bên. 13 Lê mirovên xerab û xapînok wê hê jî zêdetir xerabiyê bikin. Ewê kesên din bixapînin û bi xwe jî bên xapandin.

14 Lê belê, tu xwe bi dewamî li tiştên ku tu hîn bûyî û tiştên ku tu îqna bûyî ku ew rast in, bigire. Çimkî tu dizanî ku tu ji kê hîn bûyî, 15 û tu ji zaroktiya xwe ve bi Nivîsarên Pîroz dizanî. Ew dikarin hîkmetê bidin te, da ku tu bi saya baweriya xwe ya bi Mesîh Îsa xelas bibî. 16 Temamiya Nivîsarên Pîroz bi îlhama Xwedê hatine nivîsîn. Ew ji bo hînkirin, tembîhkirin û serrastkirinê û ji bo terbiyekirina li gor rastdariya Xwedê bifeyde ne, 17 da ku xizmetkarê Xwedê* ji bo her karê qenc bi temamî jêhatî û hazir be.

4 Gava Mesîh Îsa xuya bibe û di Hukimdariya xwe de hukim bajo, ewê hukmê kesên sax û mirî bide. Ez li ber Xwedê û li ber Mesîh Îsa li te emir dikim: 2 Peyva Xwedê bide bihîstin. Vê yekê hem di rojên baş hem jî di rojên xerab de bi xîret bike. Bi sebir û wek mamosteyekî baş mirovan serrast bike, şîretên cidî bide û tembîh bike. 3 Çimkî wext wê bê ku mirov hîndariya rast* qebûl nekin. Lê ewê li gor daxwazên dilê xwe li mamosteyên wisa bigerin ku ew ji wan re tiştên ku li guhên wan xweş tên, bibêjin. 4 Ewê êdî guh nedin rastiyê û bikevin pey çîrokan. 5 Lê tu di her tiştî de li ser hişê xwe bimîne, di tengasiyan de tehemul bike, mizgîniyê belav bike* û bi awayekî baş xizmeta xwe bibe serî.

6 Çimkî ez wek pêşkêşa rijandinê li ser qurbangehê têm rijandin, û wexta çûyîna min pir nêzîk e. 7 Min bi awayekî qenc micadele kir. Min beza xwe bi dawî anî, û min baweriya xwe parast. 8 Efendiyê me, yê ku hakimê adil e, êdî hazir e ku tacekê bide min. Ev tac ji bo kesên rastdar e. Û Efendiyê me vê tacê wê di Roja Hukim de wek xelat bide min. Ewê vê xelatê ne bi tenê bide min, lê bide hemû kesên ku bi çar çavan li benda xuyabûna wî ne jî.

9 Çi ji destê te tê bike ku tu zû werî ba min. 10 Çimkî Dîmas ji vê dinyayê hez kiriye, û wî dev ji min berda û çû Selanîkê. Krêskês çû Galatyayê û Tîtos çû Dalmatyayê. 11 Tenê Lûqa li ba min e. Marqos bi xwe re bîne, çimkî ew ji bo xizmeta min a ji bo Xwedê alîkariyeke mezin e. 12 Min Tixîkos şand Efesê. 13 Gava tu bêyî, xeftanê min, ê ku min li Troasê li ba Karpos hiştibû, bi xwe re bîne. Wekî din, destnivîsan jî, bi xisûsî yên çermîn, bi xwe re bîne.

14 Îskenderê sifirker gelek xerabî li min kiriye. Yehowa wê li gor kirinên wî ceza bide wî. 15 Tu jî xwe ji wî biparêze, çimkî ew bi zordarî li dijî gotinên me rabû.

16 Di parastina min a pêşîn de tu kes nehat ku pişta min bigire, lê hemûyan dev ji min berda. Bila Xwedê wan efû bike. 17 Lê Efendiyê me li ba min bû û qewet da min, da ku ez bikarim bi awayekî baş xizmeta xwe bibim serî û hemû milet vê mizgîniyê bibihîzin. Û Efendiyê me ez ji devê şêr xelas kirim. 18 Ewê min ji her tiştê xerab azad bike û ewê min ji bo Hukimdariya xwe ya ezmanî xelas bike. Bila rûmet her û her ji wî re bê dayîn. Amîn.

19 Silavên min li Prîskîla, Akîlas û li maliyên Onîsîforûs bike.

20 Êrastos li Korîntê ma. Û min Trofîmos li Mîletosê hişt, çimkî ew nexweş bû. 21 Çi ji destê te tê bike ku tu berî zivistanê werî ba min.

Eybûlos silavan li te dike. Wekî din, Pûdens, Lînos, Klawdiya û hemû bira jî silavan li te dikin.

22 Bila Efendiyê me ji ber sifetên* baş, ên ku tu nîşan didî, bi te re be. Û bila qenciya wî ya mezin li ser we be.

Yan “nedurû”.

Yan “tîcaretê nake”.

Yan “musabaqeyê”.

Yan “xelatê”.

Yan “pevçûnê”.

Yan “peyva rastiyê”.

Yanî nexweşiyeke wisa ku goştê bedenê dixwe.

Yan “dikevin pevçûnê”.

Yan “fikra xwe biguherînin”.

Yan “zanîna rast a li ser rastiyê”.

Yan “kesên ku xwe mezin dikin”.

Yan “Ewê dilsar bin”.

Yan “îftiraker bin”.

Yan “zanîna rast a li ser rastiyê”.

Bi Yûnanî peyva “Kûrîos” tê maneya “Efendî” yan “Xudan”. Îhtimal heye ku ev ayet behsa Xwedê dike.

Bi herfî “mirovê Xwedê”.

Yan “saxlem û bifeyde”.

Yan “wek mizgînvan xizmet bike”.

Bi herfî “ruhê”.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne