KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • nwt Aqûb 1:1-5:20
  • Aqûb

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Aqûb
  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
Aqûb

NAMEYA AQÛB

1 Ez Aqûb, xulamê Xwedê û xulamê Efendiyê me Îsa Mesîh, silavan li 12 eşîrên ku li her derê belav bûne dikim!

2 Birayên min ên delal, gava hûn rastî gelek zehmetiyan tên, vê yekê wek kêfxweşiyeke mezin bibînin. 3 Çimkî hûn dizanin ku gava baweriya we bi vî awayî tê ceribandin, hûn hîn dibin ku tehemul bikin. 4 Û eger hûn bi dewamî tehemul bikin, hûnê xwe baş perwerde bikin, da ku hûn kamil bin, di her warî de gihîştî bin û tu kêmasiyên we tune bin.

5 Eger hîkmeta yekî ji we kêm be, bila bi dewamî ji Xwedê bixwaze, û ji wî re wê bê dayîn. Çimkî Xwedê ji her kesî re bi comerdî dide, û ewê ji kesên ku ji wî dixwazin aciz nebe. 6 Lê bila ev kes bi bawerî bixwaze û qet dudilî nebe. Çimkî kesê ku dudilî ye wek pêla behrê* ye, ya ku ba lê dixe û vir de wê de dibe. 7 Bila kesekî wisa nefikire ku ewê ji Yehowa tiştekî bistîne. 8 Ew mirovekî dudilî ye, û rêyên wî her tim tên guhertin.

9 Bila birayê belengaz kêfxweş be, çimkî Xwedê wî bilind dike. 10 Û bila birayê dewlemend kêfxweş be ku Xwedê ew hîn kir ku ew dilnizm be. Çimkî yê dewlemend wê wek kulîlkeke deştê hişk bibe û tune bibe. 11 Gava roj hiltê û bi germiya xwe nebatê hişk dike, kulîlk diçilmise û bedewiya nebatê namîne. Bi eynî awayî, yê dewlemend jî wê dema ku ew dikeve pey mal û milk tune bibe.

12 Çi qas dilxweş e mirovê ku li hemberî ceribandinê tehemul dike. Çimkî eger Xwedê ji wî razî be, ewê xelata jiyanê* bistîne. Yehowa soz daye ku ewê vê xelatê bide kesên ku her tim ji wî hez dikin. 13 Gava kesek tê ceribandin, bila ew nebêje: “Xwedê min diceribîne.” Çimkî Xwedê tu kesî bi tiştên xerab naceribîne, û tu kes nikare Xwedê bi tiştên xerab biceribîne. 14 Lê her kes bi vê yekê ku ew ji aliyê xwesteka xwe ve tê kişandin û xapandin, tê ceribandin. 15 Gava xwestek pir xurt dibe, mirov guneh dike, û guneh jî ber bi mirinê ve dibe.

16 Birayên min ên delal, neyên xapandin. 17 Her dayîna qenc û her hediyeya kamil ji ezmên tê. Ev tişt ji Bavê me tên, ê ku roj, heyv û stêr çêkirine, û ew ne wek siyê ye, ya ku diguhere. 18 Wî li gor daxwaza xwe bi destê peyva rastiyê jiyan daye me, da ku em ji nav kesên ku wî xuliqandine* bibin kesên pêşîn, ên ku wî hilbijartine.

19 Birayên min ên delal, vêya ji bîr nekin: Bila her kes hazir be ku guh bide. Berî ku ew xeber bide, bila ew baş bifikire û zû hêrs nekeve. 20 Çimkî mirovê ku hêrs dikeve li gor rastdariya Xwedê hereket nake. 21 Loma her tiştê pîs û her xerabiyê* ji dilê xwe derxînin. Bi dilnizmî îznê bidin Xwedê ku ew peyvên xwe, yên ku dikarin we xelas bikin, di dilê we de biçîne.

22 Ne tenê guh bidin peyva Xwedê, lê li gor wê hereket bikin jî. Xwe bi fikrên şaş nexapînin û nefikirin ku bes e ku hûn tenê guh bidin peyva Xwedê. 23 Eger kesek guh dide peyva Xwedê û li gor wê hereket nake, ew dişibe kesekî ku di neynikê de li rûyê xwe dinêre. 24 Belê, ew li xwe dinêre, lê paşê diçe û di cih de ji bîr dike ku şeklê wî çawa ye. 25 Kesê ku li qanûna Xwedê*, ya ku azadiyê tîne, baş dinêre û wê pêk tîne, ne kesekî wisa ye ku guh dide û ji bîr dike. Lê ew kesekî wisa ye ku li gor qanûna Xwedê hereket dike, û ji ber ku ew wisa dike ewê dilxweş be.

26 Eger kesek difikire ku ew bi awayekî rast ji Xwedê re îbadetê dike*, lê nikare zimanê xwe bigire, ew dilê xwe dixapîne, û îbadeta wî pûç e. 27 Di çavê Bavê me Xwedê de îbadeta pak* û bêleke wisa ye: Gerek mirov di tengasiyên sêwî û jinebiyan de li wan xwedî derkeve. Wekî din, gerek ew xwe ji rêyên pîs ên vê dinyayê dûr bigire.

2 Birano, ma ev rast e ku hûn bi Efendiyê meyî birûmet bawer bikin û di eynî demê de ferq û cudahiyê bixin nav mirovan? 2 Bînin ber çavê xwe ku du mirov tên civîna we: Yek bi gustîlkên zêrîn û bi kincên giranbiha ye, û yê din jî belengaz û bi kincên nepaqij e. 3 Ma hûnê qedrê yê bi kincên giranbiha bigirin û bibêjin: “Kerem ke, li vî cihê baş rûne!”, lê ji yê belengaz re bibêjin: “Tu li vir bisekine!” yan “Li ber lingên min rûne!”? 4 Eger hûn wisa bikin, ma hûn ferq û cudahiyê naxin nav mirovan? Ma hûn xwe nakin hakimên ku bi neheqî* hukmê wan didin?

5 Birayên min ên delal, guh bidin tiştê ku ez dibêjim: Ma Xwedê kesên ku di çavê dinyayê de belengaz in nehilbijartin ku ew di baweriyê de dewlemend bin? Erê, wî ew hilbijartin ku ew bibin mîrasgirên hukimdariya wî, ya ku wî ji kesên ku ji wî hez dikin re soz daye. 6 Lê hûn kesên belengaz kêm dibînin. Ma yên ku zorê li we dikin û we dibin ber mehkemeyan ne kesên dewlemend in? 7 Xwedê navekî birûmet daye we. Ma yên ku çêrî vî navî dikin ne ew in? 8 Di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Wek ku tu ji xwe hez dikî, gerek tu ji cîranê xwe hez bikî.” Eger hûn li gor vê qanûna bêemsal hereket bikin, hûn qenc dikin. 9 Lê eger hûn ferq û cudahiyê bixin nav mirovan, hingê hûn guneh dikin û hûn li gor qanûnê dibin kesên ku qanûnê binpê dikin.

10 Çimkî yê ku xwe li temamiya Qanûnê digire, lê tenê emrekî nayne cih, ew temamiya Qanûnê binpê dike. 11 Xwedê dibêje: “Zinayê neke”, ew wisa jî dibêje: “Nekuje”. Eger tu zinayê nekî, lê bikujî, tu qanûnê binpê dikî. 12 Her tim di xeberdan û di rabûn û rûniştina xwe de bibin wek kesên ku hukmê wan wê li gor qanûna ku azadiyê dide xelkê, bê dayîn. 13 Çimkî yê ku bê rehm hereket dike, hukmê wî wê bê rehm bê dayîn. Rehm li hember hukim bi ser dikeve.

14 Birano, eger kesek dibêje ku ew ji Xwedê bawer dike, lê vê yekê bi kirinên xwe nîşan nade, ma çi feyde heye? Ma baweriyeke wisa dikare wî xelas bike? 15 Eger xwişk yan birayek bê kinc be*, û xwarina wan têra rojê neke, 16 lê yek ji we ji wan re bibêje: “Bi xêr û selamet herin, xwe germ bikin û xwe têr bikin”, lê hûn tiştê ku ji wan* re lazim e nedin wan, ma çi feyde heye? 17 Bi eynî awayî, eger bawerî hebe, lê kirin tune bin, bawerî mirî ye.

18 Lê dîsa jî kesek wê bibêje: “Li ba te bawerî heye, lê li ba min kirin hene. Ka baweriya xwe bê kirinan nîşanî min bide, lê ezê baweriya xwe bi kirinan nîşanî te bidim.” 19 Tu bawer dikî ku Xwedê yek e, ne wisa ye? Gelek baş e. Lê belê, cin jî bi vê yekê bawer dikin û ji tirsan dilerizin. 20 Ey bêhişo! Ma tu nizanî ku baweriya bê kirinan bêfeyde ye? 21 Ma bavê me Birahîm, piştî ku wî kurê xwe Îshaq li ser qurbangehê pêşkêş kir, ne bi kirinên xwe wek kesekî rast hat derxistin? 22 Tu dibînî ku baweriya wî bi kirinên wî eşkere bû, û bi kirinên wî baweriya wî temam bû*. 23 Bi vî awayî, ev gotinên Nivîsarên Pîroz hatin cih: “Birahîm baweriya xwe bi Yehowa anî, û ew wek kesekî rast hat hesabkirin.” Û Yehowa got ku Birahîm dostê wî ye.

24 Hûn dibînin ku mirov bi kirinên xwe û ne bi tenê bi baweriya xwe wek kesekî rast tê derxistin. 25 Bi eynî awayî, Rehaba fahîşe jî, gava wê casûs li mala xwe qebûl kirin û paşê ew di rêyeke din de şandin, ma ew ne bi kirinên xwe wek keseke rast hat derxistin? 26 Erê, çawa ku beden bê ruh mirî ye, bi eynî awayî bawerî bê kirinan jî mirî ye.

3 Birano, bila ne her kes ji we bibe mamoste, çimkî hûn dizanin ku Xwedê kirinên we, yên ku hûn wek mamoste dikin, dibîne, û ewê li gor vê yekê hukmê we bide. 2 Em hemû gelek caran şaşiyan dikin. Eger kesek bi zimanê xwe şaşiyan neke, ew mirovekî bêqisûr e û dikare hemû bedena xwe jî kontrol bike. 3 Ji bo ku hesp guhdariya me bikin, em lixabê* dixin devê wan, û bi vî awayî temamiya bedena wan li gor me hereket dike. 4 Ka li ser gemiyan jî bifikirin: Her çi qas gemî mezin in û bi bayên xurt tên kişandin jî, rêberê gemiyê bi destê bêrikên biçûk gemiyê dibe cihê ku ew dixwaze.

5 Bi eynî awayî, ziman jî endamekî biçûk ê bedenê ye, lê ew bi gotinên mezin pesnê xwe dide. Erê, agirekî biçûk jî dikare temamiya daristanê bişewitîne! 6 Ziman jî wek êgir e. Di nav endamên bedena me de, ziman çavkaniya xerabiyê ye, çimkî ew temamiya bedenê mirdar dike û temamiya jiyana mirov dişewitîne, û agirê wê ji Gehenayê* ye. 7 Hemû cure heywanên çolê, teyr, heywanên wek mar û xwijok û heywanên behrê* dikarin bên kedîkirin, û ew ji aliyê mirovan ve hatine kedîkirin. 8 Lê ji nav mirovan tu kes nikare zimanê xwe bigire*. Ziman nayê sekinandin, ew zerarê dide û tijî jehra mirinê ye. 9 Em bi zimanê xwe pesnê Bavê xwe Yehowa didin, û bi eynî zimanî em lanetê li mirovên ku “di sûretê Xwedê de” hatine çêkirin, dikin. 10 Ji eynî devî hem bereket hem jî lanet derdikeve.

Birano, gerek tiştên wisa çênebin. 11 Ma ji kaniyekê hem ava şîrîn hem jî ava tehl derdikeve? 12 Birano, ma dara hêjîrê dikare zeytûnan bide, yan jî mêw hêjîran bide? Yan jî, ma ji kaniya ava şor ava şîrîn dikare derkeve?

13 Di nav we de kî bihîkmet û fehmdar e? Bila ew bi rabûn û rûniştina xwe ya qenc nîşan bide ku ew her tiştî bi nermî dike, ya ku ji hîkmetê tê. 14 Gerek hûn ji ber hîkmeta xwe pesnê xwe nedin, çimkî di dilê we de hesûdî û şerhezî heye. Eger hûn wisa bikin, hûn derewan dikin. 15 Hîkmeteke wisa ne ji Xwedê tê, lê ew ji dinyayê, ji kesên ku li gor nefsa xwe hereket dikin û ji cinan tê. 16 Li ku derê hesûdî û şerhezî hebe, li wê derê tevlihevî û hemû cure xerabî heye.

17 Lê hîkmeta ji Xwedê berî her tiştî paqij e, paşê aştîhez e, maqûl e, ji bo guhdarîkirinê hazir e, bi dilrehmî û kirinên qenc* ve tije ye, ferq û cudahiyê nake û ne durû ye. 18 Wekî din, toximê berê rastdariyê li cihê ku aştî lê heye ji aliyê kesên ku aştiyê bi pêş dixin ve tê çandin.

4 Gelo şer û minaqeşeyên di nav we de ji ku derê tên? Ma ew ne ji daxwazên nefsê tên, ên ku di dilê we de şer dikin? 2 Hûn dixwazin, lê nastînin. Hûn dikujin û çavnebariyê dikin, lê hûn nikarin bistînin. Hûn minaqeşe û şer dikin û tiştekî nastînin, çimkî hûn ji Xwedê naxwazin. 3 Lê gava hûn dixwazin, hûn tiştekî nastînin, çimkî hûn bi niyeteke xerab dixwazin, da ku hûn bikarin xwestekên xwe yên nefsê têr bikin.

4 Ey kesên nedilsoz*, ma hûn nizanin ku dostaniya bi dinyayê re tê maneya dijminahiya bi Xwedê re? Loma kesê ku dixwaze bibe dostê dinyayê, ew xwe dike dijminê Xwedê. 5 Ma hûn difikirin ku di Nivîsarên Pîroz de badîhewa wisa tê gotin: “Ji ber ku di hundirê me de hesûdî heye, em her tim tiştekî dixwazin.” 6 Lê belê, qenciya mezin a ku Xwedê li me dike ji vê hesûdiyê mezintir e. Loma di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Xwedê li hember kesên pozbilind disekine, lê ew qenciya xwe ya mezin li kesên dilnizm dike.”

7 Ji ber vê yekê, bi ya Xwedê bikin û li hember Îblîs bisekinin, û ewê ji we bireve. 8 Nêzîkî Xwedê bibin, û ewê jî nêzîkî we bibe. Gunehkarno, xwe ji kirinên xwe yên xerab paqij bikin. Dudilîno, dilên xwe pak bikin. 9 Bigirîn û şînê bigirin. Bila kenê we bibe şîn, û bila kêfxweşiya we bibe keder. 10 Xwe li ber Yehowa nizm bikin, û ewê we bilind bike.

11 Birano, dev jê berdin ku hûn li dijî hev xeber bidin. Kesê ku li dijî birayê xwe xeber dide yan jî wî mehkûm dike, ew li dijî qanûnê xeber dide û qanûnê mehkûm dike. Eger tu qanûnê mehkûm dikî, tu qanûnê pêk naynî, lê tu xwe dikî hakim. 12 Tenê Xwedê Qanûndar û Hakim e, û tenê ew dikare xelas bike yan jî helak bike. Lê tu, tu kî yî ku tu cîranê xwe mehkûm dikî?

13 Hin ji we wisa dibêjin: “Îro yan sibê emê herin filan yan bêvan bajarî û salekê li wê derê bimînin. Emê dest bi îşekî bikin û gelek pereyan qezenc bikin.” 14 Lê hûn nizanin ka sibê çi wê bê serê we. Çimkî jiyana we wek hilmekê ye, ya ku ji bo demekê xuya dibe û paşê winda dibe. 15 Baştir e ku hûn wisa bibêjin: “Eger Yehowa bixwaze, emê bijîn û emê wisa û wisa bikin.” 16 Lê hûn bi quretî gelek pesnê xwe didin. Ev pesndayîn pir xerab e. 17 Loma, yê ku dizane ku ya rast çi ye û dîsa jî wê nake, ew guneh dike.

5 Ey hûn, dewlemendno, ji ber felaketên ku wê bên serê we bigirîn û bikin qîrîn. 2 Mal û milkê we riziyane, û kêzikan* kincên we xwarine. 3 Zêr û zîvên we zeng girtine. Ev zeng wê bibe îsbata şaşiyên we û we bixwe*. Tiştên ku we ji xwe re top kirine wê di rojên dawîn de bibin wek êgir. 4 Paleyên ku li zeviyên we îşê dirûnê kirine dikin qîrîn, çimkî we meaşê wan neda wan. Hawara wan gihîştiye guhê Yehowa, Xwedayê ordiyan. 5 Hûn di dewlemendiyê de û li gor xwestekên dilê xwe dijiyan. We xwe* ji bo roja şerjêkirinê qelew kiriye. 6 We kesê ku ya rast dike mehkûm kir û kuşt. Loma ew* li hember we disekine.

7 Îcar birano, heta hazirbûna Efendiyê me sebir bikin. Ka bifikirin: Cotkar bi sebir li benda berê biqîmet ê zeviyê xwe disekine, û li hêviyê ye heta ku barana biharê û ya payîzê bibare. 8 Hûn jî sebir bikin. Dilê xwe xurt bikin, çimkî hazirbûna Efendiyê me nêzîk e.

9 Birano, gazinan ji hev nekin, da ku hukmê we neyê dayîn. Va ye, hakim li ber derî ye. 10 Birano, ka li ser pêxemberên ku bi navê Yehowa xeber dida bifikirin. Cefayên ku wan di gelek tiştan de kişandine û tehemula wan ji xwe re bikin emsal. 11 Em li ser kesên ku tehemul kirine dibêjin: “Ew kesên dilxweş in*.” We bihîstiye ku Eyûb çawa tehemul kir û Yehowa çawa di dawiyê de ew bibereket kir. Bi vê yekê we dît ku Yehowa dilrehm e û tijî hezkirin e*.

12 Birano, ya muhîm ev e ku hûn êdî sond nexwin. Ne bi ezmên, ne bi erdê, ne jî bi tiştekî din sond bixwin. Lê bila peyva we “Erê” bê maneya erê, û bila peyva we “Na” bê maneya na, da ku Xwedê hukmê we nede.

13 Eger kesek di nav we de ji ber tengasiyan êşê dikişîne, bila ew bi dewamî dua bike. Eger kesek dilxweş e, bila ew zebûran bistirê ku pesnê Xwedê bide. 14 Eger kesek di nav we de nexweş e*, bila ew gazî rîspiyên civatê bike, û bila rîspî ji bo wî dua bikin û bi navê Yehowa rûn li wî bidin*. 15 Duaya rîspiyan a ku bi bawerî tê kirin wê kesê nexweş* qenc bike, û Yehowa wê wî rake ser lingan. Û eger wî guneh kiribe, Xwedê wê wî efû bike.

16 Loma gunehên xwe ji hevdû re eşkere bikin û ji bo hev dua bikin, da ku hûn qenc bibin. Duaya kesê rast bitesîr e û bi rastî dikare alî mirovan bike. 17 Êlyas mirovekî wek me bû*. Lê gava wî jidil dua kir ku baran nebare, baran sê sal û şeş meh nebarî. 18 Paşê wî dîsa dua kir, baran barî û erd ber da.

19 Birano, eger kesek ji we ji rêya rast dûr ketiye û kesekî din wî vegerîne ser rêya rast, 20 vê yekê bizanin: Kesê ku alî gunehkarekî dike ku ew ji rêya xwe ya şaş vegere, ewê wî ji mirinê xelas bike û Xwedê wê gelek gunehên wî kesî efû bike.

Yan “deryayê”.

Bi herfî “taca jiyanê”.

Yan “çêkirine”.

Yan belkî “tijebûna xerabiyê”.

Bi herfî “qanûna kamil”. Li vir behsa peyva Xwedê tê kirin.

Yan “difikire ku ew dîndar e”.

Yan “dînê pak”.

Bi herfî “bi xerabî”.

Bi herfî “tazî be”.

Bi herfî “ji canê wan re”.

Bi herfî “kamil bû”.

Yan “gemê; bizmikê”.

Cihê şewitandina zibil yan çopê li derveyî Orşelîmê.

Yan “deryayê”.

Bi herfî “kedî bike”.

Bi herfî “berê qenc”.

Bi herfî “zinakarno”.

Bi herfî “bizûzkan”.

Yan “û we wek agir bixwe”.

Bi herfî “dilê xwe”.

Yan belkî “Xwedê”.

Yan “Wan bereket standine”.

Yan “gelek dilşewat e”.

Tê maneya ku ew ji aliyê ruhî ve nexweş e.

Tê maneya ku ewê Peyva Xwedê bi kar bînin.

Yan belkî “kesê westiyayî”.

Yan “hîsên wî wek hîsên me bûn”.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne