NAMEYA PÊŞÎN A YÛHENA
1 Em ji we re li ser kesê ku ji destpêkê ve hebû, kesê ku me bihîst, me bi çavê xwe dît, me baş bala xwe da wî û me bi xwe destê xwe li wî da, yanî em li ser kesê ku peyva jiyanê tîne, dinivîsin. 2 (Erê, jiyana herheyî ji me re hat eşkerekirin, û me ew dît, em şahidiya wê dikin, û em ji we re behsa wê dikin. Ev jiyana herheyî ji Bavê me tê û ji me re hat eşkerekirin.) 3 Em ji we re behsa tiştên ku me dîtine û bihîstine dikin, da ku hûn jî wek me bi Bavê me û Kurê wî Îsa Mesîh re bibin hevpar. 4 Û em van tiştan ji we re dinivîsin, da ku em bi kêfxweşiyê ve tije bibin.
5 Mizgîniya ku me ji Îsa bihîstiye û em didin we ev e: Xwedê ronahî ye û li ba wî qet tarî tune ye. 6 Eger em bibêjin: “Em hevparên wî ne”, lê em di tariyê de bimeşin, îcar em derewan dikin û li gor rastiyê najîn. 7 Lê belê, eger em di ronahiyê de bimeşin, wek ku Xwedê di ronahiyê de ye, îcar em hevparên hev in. Û xwîna Kurê wî Îsa me ji her guneh paqij dike.
8 Eger em bibêjin: “Gunehê me tune ye”, em xwe dixapînin, û di dilê me de rastî tune ye. 9 Xwedê dilsoz û adil e, û eger em gunehên xwe îtiraf bikin, ewê gunehên me efû bike û me ji her cure neheqî paqij bike. 10 Lê eger em bibêjin: “Me qet guneh nekiriye”, îcar em dibêjin ku Xwedê derewkar e, û gotinên wî di dilê me de tune ne.
2 Zarokên min ên delal, ez van tiştan ji we re dinivîsim, da ku hûn guneh nekin. Lê eger kesek guneh bike jî, alîkarekî* meyî adil heye, yanî Îsa Mesîh, ê ku li ba Bavê me ye. 2 Û ew ne bi tenê ji bo gunehên me, lê ji bo gunehên temamiya dinyayê qurbana lihevhatinê ye. 3 Eger em bi dewamî emrên wî bînin cih, ev yek îsbat dike ku em wî nas dikin. 4 Yê ku dibêje: “Ez wî nas dikim”, lê emrên wî nayne cih, derewkar e û rastî di dilê wî de tune ye. 5 Lê yê ku xwe li peyva wî digire îsbat dike ku ew bi rastî ji Xwedê hez dike. Eger em jî wisa bikin, em nîşan didin ku em bi wî re di yekîtiyê de ne. 6 Yê ku dibêje: “Ez bi wî re di yekîtiyê de dimînim”, gerek tim wek Îsa bijî.
7 Birayên delal, ez ji we re ne behsa emrekî nû, lê behsa emrekî kevn, ê ku ji destpêkê ve li ba we heye, dikim. Ev emrê kevn ew peyv e, ya ku we bihîstiye. 8 Dîsa jî ez ji we re behsa emrekî nû dikim, ê ku Îsa bi xwe dianî cih û hûn jî tînin cih. Çimkî tarî derbas dibe û ronahiya rast jixwe şewq dide.
9 Yê ku dibêje: “Ez di ronahiyê de me”, lê ji birayê xwe nefret dike, ew hê di tariyê de ye. 10 Yê ku ji birayê xwe hez dike di ronahiyê de dimîne, û tiştek nikare wî ji rê derxe*. 11 Lê yê ku ji birayê xwe nefret dike, ew di tariyê de ye. Ew di rêya tariyê de dimeşe û nizane ku ew diçe ku derê, çimkî tariyê çavên wî kor kirine.
12 Zarokên min ên delal, ez ji we re dinivîsim, çimkî ji bo xatirê navê wî* gunehên we hatine efûkirin. 13 Bavno, ez ji we re dinivîsim, çimkî we yê ku ji destpêkê ve heye, nas kiriye. Xortno, ez ji we re dinivîsim, çimkî hûn li hember Îblîs* bi ser ketine. Zarokno, ez ji we re dinivîsim, çimkî we Bav nas kiriye. 14 Bavno, ez ji we re dinivîsim, çimkî we yê ku ji destpêkê ve heye, nas kiriye. Xortno, ez ji we re dinivîsim, çimkî hûn biqewet in, peyva Xwedê di dilê we de dimîne û hûn li hember Îblîs* bi ser ketine.
15 Ji dinyayê û ji tiştên ku di dinyayê de hene hez nekin. Eger kesek ji dinyayê hez dike, ew ji Bav hez nake. 16 Çimkî her tiştê ku di dinyayê de heye, mesela xwesteka nefsê*, xwesteka çavan, quretiya mal û milk, ne ji Bav, lê ji dinyayê tê. 17 Dinya û xwesteka wê jî wê derbas bibe, lê yê ku daxwaza Xwedê pêk tîne wê her û her bijî.
18 Zarokno, em di saeta dawîn de ne. We bihîstiye ku neyarê Mesîh wê bê, û bi rastî gelek neyarên Mesîh êdî derketine. Ji ber vê yekê em dizanin ku em di saeta dawîn de ne. 19 Ew ji nav me derketin, lê ew ne wek me bûn. Çimkî eger ew wek me bûna, ewê li ba me bimana. Lê ew çûn, da ku eşkere be ku ew ne wek me ne. 20 Hûn ji aliyê Xwedayê pîroz ve hatine hilbijartin, û hûn hemû rastiyê dizanin. 21 Ez ji we re dinivîsim, ne ji ber ku hûn rastiyê nizanin, lê ji ber ku hûn rastiyê dizanin û ji ber ku tu derew ji rastiyê nayê.
22 Gelo kî derewkar e? Ma ne ev kes derewkar e, yê ku Îsa Mesîh înkar dike? Ev kes neyarê Mesîh e, û ew Bav û Kur înkar dike. 23 Her kesê ku Kur înkar dike, Bav jî wî qebûl nake. Lê her kesê ku Kur qebûl dike, Bav jî wî qebûl dike. 24 Îcar hûn, bila tiştên ku we ji destpêkê ve bihîstine di dilê we de bimînin. Eger tiştên ku we ji destpêkê ve bihîstine di dilê we de bimînin, hûnê hem bi Kur hem jî bi Bav re di yekîtiyê de bin. 25 Û wî soz daye ku ewê jiyana herheyî bide me.
26 Ez van tiştan ji we re dinivîsim, çimkî hin kes dixwazin we bixapînin. 27 Lê hûn ji aliyê Xwedê ve bi destê ruhê pîroz hatine hilbijartin û ruhê wî bi we re ye, û ne lazim e ku kesek we hîn bike. Lê Xwedê bi destê vî ruhî her tiştî hînî we dike, û ew rast e û ne derew e. Çawa ku ruh hînî we kiriye, bi dewamî bi wî re di yekîtiyê de bimînin. 28 Îcar zarokên min ên delal, bi wî re di yekîtiyê de bin, da ku gava ew eşkere bibe, em bikarin bi dilekî xurt xeber bidin û di dema hazirbûna wî de ji şerman xwe veneşêrin. 29 Madem ku hûn dizanin ku ew* yekî rastdar e, îcar hûn vê yekê jî dizanin ku her kesê ku ya rast dike zarokê Xwedê ye.
3 Ka binêrin ku Bav çi qas ji me hez dike! Ji me re zarokên Xwedê tê gotin û em bi rastî jî zarokên wî ne. Ji ber vê yekê, dinya me nas nake, çimkî dinya Xwedê nas nekiriye. 2 Birayên delal, em niha zarokên Xwedê ne, lê hê ne eşkere ye ku emê bibin çi. Lê belê em vê yekê dizanin: Gava ew xuya bibe, emê bibin wek wî, çimkî ew çawa ye, emê wî wisa bibînin. 3 Û her kesê ku ev hêvî li ba wî heye, xwe paqij dike, çimkî ew pak e.
4 Her kesê ku guneh dike, qanûnê jî binpê dike, çimkî guneh binpêkirina qanûnê ye. 5 Hûn dizanin ku Îsa hat, da ku gunehên me ji holê rake, û li ba wî qet guneh tune ye. 6 Her kesê ku bi wî re di yekîtiyê de dimîne, guneh nake. Lê yê ku guneh dike ne ew dîtiye ne jî ew nas kiriye. 7 Zarokên min ên delal, bila tu kes we nexapîne. Yê ku ya rast dike, çawa ku Îsa rastdar e, ew jî rastdar e. 8 Yê ku guneh dike ji Îblîs e, çimkî Îblîs ji destpêkê ve* guneh dike. Ji ber vê yekê, Kurê Xwedê hat ku karên Îblîs xera bike.
9 Kesê ku bûye zarokê Xwedê guneh nake, çimkî ruhê Xwedê di dilê wî de ye*. Ev kes nikare guneh bike, çimkî ew zarokê Xwedê ye. 10 Zarokên Xwedê û zarokên Îblîs bi vê yekê tên naskirin: Yê ku ya rast nake ne ji Xwedê ye, û yê ku ji birayê xwe hez nake ew jî ne ji Xwedê ye. 11 Çimkî we ji destpêkê ve ev emir bihîstiye: Gerek em ji hevdû hez bikin. 12 Bila em ne wek Qayîn bin, ê ku ji Îblîs* bû û birayê xwe kuşt. Û çima wî birayê xwe kuşt? Çimkî karên wî xerab bûn, lê karên birayê wî rast bûn.
13 Birano, şaş nemînin ku dinya ji we nefret dike. 14 Em dizanin ku em ji mirinê derbasî jiyanê bûne, çimkî em ji birayan hez dikin. Yê ku hez nake di bin destê mirinê de dimîne. 15 Her kesê ku ji birayê xwe nefret dike mêrkuj e, û hûn dizanin ku tu mêrkuj wê jiyana herheyî nestîne. 16 Bi vî awayî me fehm kiriye ku hezkirin çi ye, çimkî Îsa Mesîh canê xwe* ji bo me qurban kir. Û gerek em jî hazir bin ku canê xwe ji bo birayên xwe qurban bikin. 17 Eger mal û milkê kesekî hebe û ew dibîne ku birayê wî hewceyî alîkariyê ye, lê dilê wî pê naşewite û alî wî nake, îcar ew çawa dikare bibêje ku ew ji Xwedê hez dike? 18 Zarokên delal, gerek em ne bi tenê bi gotinên xwe, lê bi kirinên xwe û ji dil hez bikin.
19 Bi vê yekê em dizanin ku rastî li ba me heye, û emê dilê xwe bidin bawerkirin ku Xwedê ji me hez dike. 20 Eger dilê me me ji bo tiştekî mehkûm bike jî, Xwedê ji dilê me mezintir e û her tiştî dizane. 21 Birayên delal, eger dilê me me mehkûm neke, em dikarin bi serbestî bi Xwedê re xeber bidin. 22 Û her tiştê ku em dixwazin, emê ji wî bistînin, çimkî em emrên wî tînin cih û tiştên ku li wî xweş tên dikin. 23 Erê, emrê wî ev e: Gerek em baweriya xwe bi navê Kurê wî Îsa Mesîh bînin û ji hevdû hez bikin, wek ku wî li me emir kiriye. 24 Wekî din, yê ku emrê Xwedê tîne cih bi wî re di yekîtiyê de dimîne, û Xwedê jî bi vî kesî re di yekîtiyê de ye. Û bi saya ruhê ku wî daye me, em dizanin ku ew bi me re di yekîtiyê de dimîne.
4 Birayên delal, baweriya xwe bi her xebera* ku qey ji Xwedê ye neynin. Lê tê derxin ka ev xeber bi rastî ji Xwedê ye yan na, çimkî gelek pêxemberên sexte derketine dinyayê.
2 Hûn bi vê yekê dikarin fehm bikin ka xeberek bi rastî ji Xwedê ye yan na: Her xebera ku qebûl dike ku Îsa Mesîh wek mirov hat ser rûyê erdê, ji Xwedê ye. 3 Lê her xebera ku Îsa qebûl nake, ne ji Xwedê ye. We bihîstiye ku xeberên wisa gerek bên, û ew ji neyarê Mesîh tên. Ev xeber niha êdî li dinyayê belav bûne.
4 Zarokên delal, hûn ji Xwedê ne. Hûn li hember pêxemberên sexte bi ser ketine, çimkî Xwedê, yê ku bi we re di yekîtiyê de ye, ji Îblîs, ê ku bi dinyayê re di yekîtiyê de ye, mezintir e. 5 Ev pêxemberên sexte ji vê dinyayê ne, loma gotinên wan li gor nêrîna dinyayê ne, û ji ber vê yekê dinya guh dide wan. 6 Em ji Xwedê ne. Her kesê ku Xwedê nas dike guh dide me, û her kesê ku ne ji Xwedê ye guh nade me. Bi vê yekê em dikarin fehm bikin ka xeberek rast e yan sexte ye.
7 Birayên delal, bila em bi dewamî ji hevdû hez bikin, çimkî hezkirin ji Xwedê ye, û her kesê ku hez dike zarokê Xwedê ye û wî nas dike. 8 Kesê ku hez nake, Xwedê nas nake, çimkî Xwedê hezkirin e. 9 Bi vî awayî Xwedê ji me re hezkirina xwe nîşan da: Wî Kurê xweyî yekta şand dinyayê, da ku em bi destê wî jiyanê bistînin. 10 Hezkirin ne ev e ku me ji Xwedê hez kir, lê hezkirin ev e ku wî ji me hez kir û Kurê xwe wek qurbana lihevhatinê ji bo gunehên me şand.
11 Birayên delal, madem ku Xwedê ew qas ji me hez kir, gerek em jî ji hevdû hez bikin. 12 Tu kesî tu caran Xwedê nedîtiye. Eger em bi dewamî ji hevdû hez bikin, Xwedê wê bi me re be, û hezkirina wî wê di nav me de kamil bibe. 13 Em dizanin ku em bi wî re di yekîtiyê de ne û ew jî bi me re di yekîtiyê de ye, çimkî wî ruhê xwe daye me. 14 Wekî din, me bi çavên xwe dît ku Xwedê Kurê xwe wek xelaskarê vê dinyayê şand, û em şahidiya vê yekê dikin. 15 Her kesê ku qebûl dike ku Îsa Kurê Xwedê ye, Xwedê wê bi vî kesî re di yekîtiyê de bimîne, û ev kes bi Xwedê re di yekîtiyê de ye. 16 Me fehm kir û bawer kir ku Xwedê ji me hez dike.
Xwedê hezkirin e. Kesê ku dev ji hezkirinê bernade bi Xwedê re di yekîtiyê de ye, û Xwedê bi wî re di yekîtiyê de ye. 17 Bi vî awayî hezkirin di nav me de kamil dibe, da ku em di roja hukim de bi serbestî xeber bidin, çimkî di vê dinyayê de em wek Mesîh in. 18 Kesê ku ji Xwedê hez dike natirse. Tirs me bindest dike, lê hezkirina kamil tirsê ji me dûr dixe. Belê, yê ku ditirse, hezkirina wî ne kamil e. 19 Em hez dikin, çimkî pêşî Xwedê ji me hez kir.
20 Eger kesek bibêje: “Ez ji Xwedê hez dikim”, lê ji birayê xwe nefret dike, ew derewkar e. Çimkî yê ku ji birayê xwe yê ku ew dibîne hez nake, nikare ji Xwedê yê ku ew nabîne hez bike. 21 Emrê ku me ji wî standiye ev e: Kesê ku ji Xwedê hez dike, gerek ji birayê xwe jî hez bike.
5 Her kesê ku bawer dike ku Îsa Mesîh e, ew zarokê Xwedê ye. Û her kesê ku ji Bav hez dike, ji zarokên wî jî hez dike. 2 Eger em ji Xwedê hez dikin û emrên wî tînin cih, em dizanin ku em ji zarokên Xwedê hez dikin. 3 Hezkirina Xwedê ev e ku em emrên wî bînin cih, û emrên wî ne zehmet in. 4 Çimkî her zarokê Xwedê li hember dinyayê bi ser dikeve. Em bi destê baweriya xwe li hember dinyayê bi ser ketine.
5 Kî dikare li hember dinyayê bi ser bikeve? Ma ne kesê ku bawer dike ku Îsa Kurê Xwedê ye? 6 Îsa Mesîh bi av û xwînê* hat. Ew ne tenê bi avê, lê bi av û xwînê hat. Ruh şahidê vê yekê ye, çimkî ruh rastiyê eşkere dike*. 7 Sê tişt hene, yên ku şahidiyê dikin ku Îsa kî ye: 8 Ruh, av û xwîn. Şahidiya van her sisêyan yek e.
9 Bêguman şahidiya Xwedê ji şahidiya mirovan, a ku em qebûl dikin, mezintir e, çimkî Xwedê bi xwe li ser Kurê xwe şahidiyê dike. 10 Kesê ku baweriya xwe bi Kurê Xwedê tîne, her tiştê ku Xwedê jê re gotiye di dilê wî de ye. Lê kesê ku bi Xwedê bawer nake, Xwedê dike derewkar, çimkî ew baweriya xwe bi şahidiya Xwedê ya li ser Kurê wî nayne. 11 Şahidî ev e: Xwedê jiyana herheyî daye me, û em vê jiyanê bi destê Kurê wî distînin. 12 Kesê ku Kur qebûl dike, hêviya jiyana herheyî li ba wî heye. Lê kesê ku Kur qebûl nake, hêviya jiyana herheyî li ba wî tune ye.
13 Ez van tiştan ji we re, yên ku baweriya xwe bi navê Kurê Xwedê tînin, dinivîsim, da ku hûn bizanin ku hêviya jiyana herheyî li ba we heye. 14 Em bawer dikin* ku gava em tiştekî li gor daxwaza Xwedê ji wî bixwazin, ew guh dide me. 15 Û madem ku em dizanin ku ew guh dide her tiştê ku em ji wî dixwazin, em dizanin ku emê van tiştan bistînin, çimkî me ew ji wî xwestine.
16 Eger kesek bibîne ku birayê wî guneh dike, û ev ne gunehekî wisa ye ku hêjayî mirinê ye, bila ew ji bo wî dua bike, û Xwedê wê jiyanê bide vî birayî. Erê, Xwedê wê jiyanê bide wan kesan, ên ku gunehên wan ne hêjayî mirine ne. Lê gunehek heye ku hêjayî mirinê ye. Ez nabêjim ku gerek ev kes ji bo kesên ku gunehekî wisa dikin, dua bike. 17 Her neheqî guneh e, lê gunehek heye ku ne hêjayî mirinê ye.
18 Em dizanin ku her kesê ku zarokê Xwedê ye guneh nake, lê Kurê Xwedê wî diparêze, û Îblîs* nikare zerarê bide wî. 19 Em dizanin ku em ji Xwedê ne, lê temamiya dinyayê di bin destê Îblîs* de ye. 20 Em dizanin ku Kurê Xwedê hatiye ser rûyê erdê, û wî fehmdarî daye me, da ku em bizanin ku Xwedayê rast kî ye. Û em bi destê Kurê wî Îsa Mesîh bi Xwedayê rast re di yekîtiyê de ne. Erê, ew Xwedayê rast e û çavkaniya jiyana herheyî ye. 21 Zarokên min ên delal, xwe ji pûtan dûr bigirin.
Yan “avûkat; muhamî”.
Yan belkî “ewê kesên din ji rê dernexe”.
Yanî Îsa.
Bi herfî “yê xerab”.
Bi herfî “yê xerab”.
Yan “xwesteka bedena gunehkar”.
Yanî Îsa.
Yanî dema ku wî cara pêşîn li hemberî Xwedê serî hilda.
Bi herfî “çimkî toximê wî di nav wî de ye”.
Bi herfî “yê xerab”.
Yan “jiyana xwe”.
Bi herfî “her ruh”. Yan “hîndariya”.
Li vir “av” behsa vaftîzbûna Îsa dike û “xwîn” behsa qurbanbûna wî dike.
Bi herfî “ruh rastî ye”.
Yan “Em dikarin bi serbestî bi Xwedê re xeber bidin”.
Bi herfî “yê xerab”.
Bi herfî “yê xerab”.