Eger we bikaribûyan herdem bijiyan, gelo weyê ev hilbijartibûyan?
Wek ev berhevok nîşan dide, birastî jî hûn dikarin herdem di bihiştê de li ser rûyê zemîn bijîn. Armanca Xwedê ku, avakirina bihiştê ye, mitleqe wê bê cîh. Lê belê ev biryara bo jiyana herheyî, gerek e hûn bidin.
Lazim e ku, ev biryar, wek Îsa Mesîh hîn kir, li ser zanyariya Xwedê ya bêkêmasî ava be. Loma ev berhevok hatiye weşandin, da ku ew ji we re bibe alîkarî. Şahidên Yahowa dixwazin ji we re zêdetir alîkariyê bikin. Ew hazirin we di cîh û demek minasib de dîsa bibînin. Eger hûn bixwazin vekolandina Pirtûka Pîrozê di mala xwe de bi wan re encam bidin, kerem kin ji navnîşanên jêrên minasib re binivisînin.