KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • rq ders 10 r. 20-21
  • Fêlên Ku Xwedê Ji Wan Nefret Dike

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Fêlên Ku Xwedê Ji Wan Nefret Dike
  • Xwedê Li Me Çi Dawa Dike?
Xwedê Li Me Çi Dawa Dike?
rq ders 10 r. 20-21

Ders 10

Fêlên Ku Xwedê Ji Wan Nefret Dike

Ew tiştên Xwedê xirab dibîne, divê hûn wan çawa bibînin? (1)

Kîjan fêlên cînsî şaşin? (2)

Divê mesîhiyek bi kîjan çavî li van binêre: Derew? (3) Qumar? (3) Dizî? (3) Zordarî? (4) Ruhdarî? (5) Serxwoşî? (6)?

Çawa kesek dikare ji fêlên xirab bifelite? (7)

1. Xulamên Xwedê ji tiştên baş hez dikin. Lê gerek ew hînbin ku ji xirabiyê jî nefret bikin. (Zebûr 97:10) Mane û wateyê vê ev e ku fêlên Xwedê ji wan nefret dike, ew hergav jê dûr bin. Hindik ji van fêlan kîjanin?

2. Zîna: Têkiliya cinsî ya berî zewacê, zîna, têkiliya cinsî ya bi heywanan yanî sodomî, zîna di nav xizmên pir nêzîk de yanî xwînşermî, qundetî û nêrbazî yanî homoseksûelî hemû gunehên li dijî Xwedê ne. (3. Mûsa 18:6; Romayî 1:26, 27; 1. Korîntî 6:9, 10) Eger cotek bi hev re ne zewicî be, lê belê bi hev re bijîn, divê ew ya ji hev veqetin yan jî bi qanûnî bihev re bizewicin.—Îbranî 13:4.

3. Derew, Qumar, Dizî: Yahowa Xwedê nikare derewan bike. (Tîtos 1:2) Kî bixwaze Xwedê razî bike, ew nikare derewan bike. (Methelokên Silêman 6:16-19; Kolosî 3:9, 10) Esasê her şiklê qumarê çavnebarî ye. Lewma têkiliya mesîhiyan bi her cûreyên, wekî loto-toto, behsa bezandina hespan, yan jî tombalayê tune ye. (Efesî 5:3-5) Mesîhî diziyê jî nakin. Wekî din ew ne bihemd malê diziyê dikirin ne jî bê destûr tiştekî digrin.—2. Mûsa 20:15; Efesî 4:28.

4. Hêrs, Zordarî: Hêrsa bêzeft dikare zordariyê pêk bîne. (1. Mûsa 4:5-8) Kesekî zordar nikare bibe hevalê Xwedê. (Zebûr 11:5; Methelokên Silêman 22:24, 25) Tol û heyfhelanin yan bersîvdayina kesekî ji me re xirabî kirîbûya şaş e.—Methelokên Silêman 24:29; Romayî 12:17-21.

5. Niviştên Efsûnî û Ruhdarî: Hindik kes ku nexweşiyan baş bikin, serî li hêzên mexlûqên ruhî dikin. Hindikên din jî ku dijminên xwe nexweş bikin yan hetako ew wan bikujin, serî li niviştên efsûniyê dikin. Hêza li paş van hemû karan Şeytan e. Jiber vê mesîhî têkilî van tiştan nabin. (5. Mûsa 18:9-13) Parastinek herî mezin ku ew me li dijî niviştên efsûniyê, dibe ku yekî ew bo me çêkiribe biparêze, hevalbendiya me ya bi Yahowa re ye.—Methelokên Silêman 18:10.

6. Serxwoşî: Vexwarina hindik mey yan şerab, bîre yan jî vexwarinek alkolî şaşitî nîne. (Zebûr 104:15; 1. Tîmotêyos 5:23) Lê belê pir vexwarin û serxwoşî di çavên Xwedê de şaş e. (1. Korîntî 5:11-13; 1. Tîmotêyos 3:8) Pir vexwarin dikare saxiya û tendurustiya we û jîyana malbata we xirab bike. Wekî din jî dibe ku, ceribok we di bin bandora alkolê de zû serkevtî bike.—Methelokên Silêman 23:20, 21, 29-35.

7. Kesên, tiştên ku Xwedê jê re dibêje xirabin bike, ewê “nebin wêrisê Padîşahiya Xwedê.” (Galatî 5:19-21) Eger hûn bi rastî ji Xwedê hez bikin û bixwazin wî dilxweş bikin, hûn dikarin ji van fêlan bifelitin. (1. Yûhenna 5:3) Divê hûn ji wan tiştên Xwedê xirab dibîne nefret bikin. (Romayî 12:9) Pêwîste hûn bi wan kesên xwediyê xûyê îlahî ne hevaltiyê bikin. (Methelokên Silêman 13:20) Belkî mesîhiyên gihîştî dikarin ji we re bibin alîkar. (Aqûb 5:14) Lê belê berî her tiştî gerek hûn ji Xwedê re lava û dua bikin û bawermendên alîkariya wî bin.—Filîpî 4:6, 7, 13.

[Wêneyên li rûpelên 20, 21]

Xwedê ji serxwoşiyê, diziyê, qumarê û zordariyê nefret dike

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne