Nameya ji bo Dê û Bavan:
Dê û bavno, hûn bê guman dixwazin alî zarokên xwe bikin ku ew ji Yehowa hez bikin û jiyana xwe bidin destê wî. Gelo hûn çawa dikarin zarokên xwe ji bo binavbûnê hazir bikin? Zarokên we wê kengê ji bo vê gava muhîm hazir bin?
Îsa emir daye me ku em ‘mirovên ji hemû miletan bikin şagirt û wan bin av bikin’ (Met. 28:19, NWT). Li gor vê ayetê, berî ku mirov dikare bê bin av kirin, lazim e ku ew bibe şagirtê Îsa, yanî gerek ew hem gotinên Îsa fehm bike û baweriya xwe bi wan bîne, hem jî li gor van gotinan bijî. Zarok jî dikarin vêya bikin.
Ji zarokên xwe re bibin emsalên baş, û alî wan bikin ku ew gotinên Yehowa bixin dilê xwe (5. Mû. 6:6-9). Bi alîkariya kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be!, hûn dikarin rastiyên esasî yên Kitêba Pîroz hînî zarokên xwe bikin û wan perwerde bikin ku ew li ser prensîpên Kitêba Pîroz muhakeme bikin û li gor van prensîpan bijîn. Alî zarokên xwe bikin ku ew karibin bîr û baweriya xwe bi rihetî bînin zimên (1. Ptr. 3:15). Zanîn û teşwîqa ku zarok ji we, ji lêkolîna şexsî, ji îbadeta malbatê, ji civînan û ji hevalên baş distînin wê alî wan bike ku ew xwe ji bo binavbûnê hazir bikin û piştî binavbûnê jî ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin. Alî wan bikin ku ew ji xwe re armancên ruhî deynin.
Methelokên Silêman 20:11 wisa dibêje: “Zarok jî bi lêkerên xwe ve xwe dide xuya kirin, gelo kirinên wî pak in û rast in, an ne ûsa ne, dê bê fêhm kirin.” Gelo kîjan kirinên zarokê we nîşan didin ka ew bûye şagirtê Îsa Mesîh û ji bo binavbûnê hazir e yan na?
Zarokekî ku ber bi binavbûnê diçe, guhdariya dê û bavê xwe dike (Kar. 5:29; Kol. 3:20). Mesela, li gor Kitêba Pîroz, gava Îsa 12 salî bû, wî “bi ya [dê û bavê xwe] dikir” (Lûqa 2:51). Zarokê we helbet bêqisûr nîne. Lê eger zarokê we ji dil dixwaze bin av bibe, ewê xîret bike ku Îsa Mesîh ji xwe re bike emsal û guhdariya we bike.
Wekî din, zarokê we wê nîşan bide ku ew bi rastî dixwaze rastiyên Kitêba Pîroz bielime (Lûqa 2:46). Gelo zarokê we bi dilxwazî diçe civînan û cewaban dide? (Zeb. 122:1). Gelo ew ji xwendina Kitêba Pîroz û ji lêkolîna şexsî kêfê distîne? (Met. 4:4).
Ji xeynî vê, zarokekî ku ber bi binavbûnê diçe gerek îşê Padîşahiya Xwedê di jiyana xwe de bixe cihê pêşîn (Met. 6:33). Ew fehm dike ku gerek ew ji kesên din re behsa baweriya xwe bike. Ew mizgînê bi gelek awayan belav dike û şerm nake ku ji mamoste û hevaldersên xwe re bibêje ku ew Şahidê Yehowa ye. Ew wezîfeyên xwe yên li Civîna Jiyan û Xizmetê cidî digire.
Wekî din, ew xîret dike ku ji hevalên xerab dûr bisekine da ku ji aliyê exlaqê ve pak bimîne (Mtl. 13:20; 1. Kor. 15:33). Fikir û ramanên zarokê we ji vê eşkere dibin ku ew guh dide çi cure muzîkê, li çi cure fîlm û bernameyên televîzyonê temaşe dike, çi cure lîstikên kompîturê dilîze û li ser Înternetê bi çi mijûl e.
Bi alîkariya dê û bavê xwe, gelek zarokên ku rastiya Kitêba Pîroz xistiye dilê xwe û di ciwantiya xwe de hatin bin av kirin. Her ku hûn alî zarokên xwe bikin ku ew bibin dostên Yehowa, bila Yehowa xîreta we bibereket bike!
Nameya ji bo Mizgînvanê Nebinavbûyî:
Gava tu bûyî mizgînvanê nebinavbûyî, te îmtiyazeke mezin stend. Em pesnê te didin ji ber ku tu ji aliyê ruhî ve bi pêş ve çûyî. Bi saya lêkolîna Kitêba Pîroz, te Yehowa nas kiriye û baweriya xwe bi sozên wî aniye (Yûh. 17:3; Îbr. 11:6).
Berî ku te bi Şahidên Yehowa re dest bi lêkolînê kiribû, belkî dîn û baweriya te cuda bû yan qet tune bû. Yan jî, belkî te tiştên din dikirin, ên ku li dijî qanûn û prensîpên Kitêba Pîroz in. Lê belê, te tobe kiriye, yanî tu ji şaşiyên xwe yên berê ji dil poşman bûyî. Te riya xerab red kiriye û tu êdî dixwazî tiştên rast bikî (Kar. 3:19).
Yan jî, tu belkî “ji zaroktiya xwe ve bi Nivîsarên Pîroz dizanî” û bi saya vê ji jiyaneke bêexlaq û ji şaşiyên giran dûr mayî (2. Tîm. 3:15). Gava zarok û ciwanên din zorê li te didin ku tu tiştekî xerab bikî, tu dizanî ku tu çawa dikarî dilsoz bimînî. Tu piştgiriya rastiyê dikî û ji kesên din re behsa baweriya xwe dikî. Wekî din, tu ji bo îşê belavkirina mizgînê hatî perwerde kirin. Di netîceyê de, te qerareke şexsî daye ku ji Yehowa re wek mizgînvanê nebinavbûyî xizmet bikî.
Niha, te fehm kiriye ku ji bo ku tu ji aliyê ruhî ve zêdetir bi pêş ve herî, du gavên muhîm lazim in: sonda xwedayînê û binavbûn. Sonda xwedayînê ev e ku mirov bi navgîniya duayê jiyana xwe dide destê Yehowa û ji wî re soz dide ku ewê heta bi hetayê tenê ji wî re îbadetê bike (Met. 16:24). Gava mirov tê bin av kirin, ew nîşan dide ku wî jiyana xwe daye destê Xwedê (Met. 28:19, 20). Bi saya sonda xwedayînê û binavbûnê, mirov bi awayekî resmî dibe xizmetkarê Yehowa. Çi îmtiyazeke mezin!
Wek tu ji kursa Kitêba Pîroz hîn bûyî, tuyê belkî rastî hin tengasiyan bêyî. Bîne bîra xwe ku piştî ku Îsa hatibû bin av kirin, ew li çolê “ji aliyê Îblîs ve” hat ceribandin (Met. 4:1). Piştî ku tu wek şagirtê Îsa bin av bibî, dibe ku tuyê jî bêyî ceribandin (Yûh. 15:20). Mesela, malbata te wê belkî li hemberî te muxalefetê bike (Met. 10:36). Yan jî dibe ku hevaldersên te, hevalkarên te yan hevalên te yên berê qerfên xwe bi te bikin. Loma van gotinên Îsa tu caran ji bîr neke: “Bi rastî ez ji we re dibêjim, tu kes tune ku di ber min de û di ber Mizgîniyê de mal, an bira, an xwişk, an dê an bav, an zarok an zeviyên xwe hiştibe û li vê dinyayê sed qatî xanî, bira, xwişk, dê, zarok û zeviyan nestîne û pê re cefayê jî nekişîne û di dinya din de nekeve jiyana herheyî” (Mar. 10:29, 30). Her tim bi dil û can xîret bike ku tu nêzikî Yehowa bimînî û li gor standardên wî bijî.
Eger tu dixwazî bin av bibî, daxwaza xwe ji koordînatorê koma kalên civatê re bibêje. Ji bo ku kalên civatê fehm bikin ka tu ji bo binavbûnê hazir î yan na, ewê bi te re li ser pirsên ku piştî vê nameyê hene xeber bidin. Di wexta lêkolîna şexsî de, tu dikarî van pirsan xwe bi xwe lêkolîn bikî.
Gava tu ji bo vê gotûbêjê haziriyê dikî, hemû ayetan bixwîne û li ser wan kûr bifikire. Tu dikarî notên xwe di vê kitêbokê de yan li cihekî din binivîsî. Gava kalên civatê bi te re li ser pirsên binavbûnê xeber bidin, tu dikarî notên xwe û vê kitêbokê bi kar bînî. Eger tu hin pirsan rind fehm nekî, şerm neke ku ji mamosteyê xwe yan ji kalekî civatê alîkariyê bixwazî.
Li dema gotûbêja bi kalên civatê re, ne hewce ye ku tu cewabên dirêj yan tevlihev bidî. Wê baştir be ku tu bi gotinên xwe cewabên besît bidî. Ji bo gelek pirsan, wê baş be ku tu behsa 1-2 ayetan bikî û bi vî awayî nîşan bidî ku Kitêba Pîroz li ser vê mijarê çi dibêje.
Eger zanîna te di heqê hin rastiyên Kitêba Pîroz de hê kêm e, kalên civatê wê ji bo te alîkariyê tedarek bikin ku tu piştî wextekê karibî rastiyên Kitêba Pîroz bi rihetî bînî zimên. Bi vî awayî, tuyê bi zeman re ji bo binavbûnê hazir bibî.
[Nota ji bo kalên civatê: Rêberiya ji bo gotûbêja li ser pirsên binavbûnê li rûpelên 54 heta 59an tê nîşan dayîn.]