KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • bm beş 4 r. 7
  • Xweda bi Birahîm re peymanekî girê dide

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Xweda bi Birahîm re peymanekî girê dide
  • Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
  • Malzemeya Eleqedar
  • Birahîm û Sarayê Guh Da Xwedê
    Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Li Benda ‘Bajarê ku Bingeha Wî Saxlem e’ Bimîne
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
  • Îmana Birahîm Tê Ceribandin
    Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Jina Lût Bînin Bîra Xwe
    Dersên ji Kitêba Pîroz
Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
bm beş 4 r. 7
Birahîm li stêrkan dinêre

BEŞ 4

Xweda bi Birahîm re peymanekî girê dide

Birahîm bi baweriya zexim, bi ya Xweda dike, Yahowa jî, ji wî re soza ku wî berdar bike û dûndana wî zêde bike, dide.

BI qasî 350-î salan, dem bi ser Tofana Nûh re bihûrî bû. Birahîm (ku wekî Îbrahîm jî tê nasîn) pêxamber li bajarê Ûrê, yê ku li axên Iraqa îroyîn di aştiyê de bû, jiyana xwe didomand. Birahîm di warê baweriyê de, miroveke berbiçav bû. Lê dîsa jî, wê çaxê bo vê baweriyê, ceribandinek li benda wî bû.

Yahowa Xweda ji Birahîm re got, ji welatê xwe derkeve, koçî welateke biyan bike; paşê dihat fêmkirin ku ew welat wê welatê Kenan bibûya. Birahîm di heman gavê de ev yek qebûl kir. Ew tevî hevsera xwe Sara, biraziyê xwe yê bi navê Lût û tevahiya maliyên xwe birê ket. Wî piştî ku rêwîtiyeke dirêj domand, gihîşt welatê Kenanê û li wir dest bi jiyana di bin konan de kir. Yahowa Xweda bi Birahîm re peymanek girê da û ev soz da wî: Dûndana Birahîm wê bibûya neteweyeke mezin; tevahiya malbatên li ser rûyê erdê wê bi navgîniya wî bereket bistandana û welatê Kenanê jî, bi milkî ji dûndana wî re bihata dayîn.

Birahîm û Lût bûn xwediyê gelek keriyên mezin ên pez, bizin û hin ajalên din, bi vî awayî ew bûn mirovên dewlemend. Birahîm çikotî nekir û ji Lût re derfeta bijartina herêma ku dixwaze lê bijî, da. Lût dehla berdar a li herêma Urdunê ji xwe re hilbijart û li nêzîkî bajarê Sodomê cîhwar bû. Lê xelkê Sodomî di warê sincîtiyê de, pirr xerab bû û li dijî Yahowa Xweda gunehên mezin dikir.

Paşê Yahowa Xweda ji Birahîm re soza, ku dûndana wî wê mîna stêrên ezmanan zêde bibe, da. Birahîm bi vê sozê bawerî anî. Lê hevsera wî Saraya hezkirî, stewr bû. Gava temena Sarayê nêzîkî 90-î bû, Xweda ji Birahîmê, ku bi xwe jî wê çaxê 99 salî bû re, ragihand ku wê zarokek ji wan re bibûya. Wek ku Xweda gotibû Sarayê Îshaq anî cîhanê. Hin zarokên din jî ji Birahîm re bûn, lê Rizgarkarê ku li Adenê hatibû Sozdayîn, wê ji dûndana Îshaq bihata.

Wê demê Lût û malbata xwe li Sodomê dijiyan, lê Lûtê ku miroveke rast bû, bi xwe ne mîna xelkê ku li vî bajarî jiyaneke bêsincî didomand, bû. Lewre gava Yahowa Xweda biryara xerakirina bajarê Sodomê da, derbarê nêzîkbûyîna vê hilweşînê de, pêşî bi navgîniya milyaketên ku şandibûn, Lût hişyar kir. Milyaketan Lût û malbata wî hişyar kirin, da ku ew bêyî li paş xwe binêrin ji bajarê Sodomê birevin. Xweda paşê bi ser bajarê Sodomê û Gomoraya xerab a ku cîranê wan bû de, agir û kewkûrt barand û bi vî awayî yên ku li wir dijîn, tûne kirin. Lût û herdu keçên wî rizgar bûn. Lê hevsera Lût jî bi îhtimaleke mezin, bi hesreta tiştên ku li wir hiştibûn, li paş xwe mêze kir. Wê berdêla vê guhnedanê bi jiyana xwe da.

Ji 1. Mûsa 11:10 heta 19:38.

  • Birahîm ji bo çi koçî welatê Kenanê kir?

  • Yahowa Xweda bi Birahîm re kîjan peyman girê da?

  • Yahowa Xweda bajarê Sodom û Gomorayê bo çi ji holê rakir in?

XWEDAYÊ KU PEYMANAN GIRÊ DIDE

Di demên Pirtûka Pîroz de, wateya bêjeya peyman, sozdan an qebûlkirineke fermî bû. Yahowa Xweda derbarê pêkanîna armancên xwe yên ku li Adenê bo Rizgarkarê Sozdayî dabûn de, bi navgîniya gelek peymanên ku ji sozên ewle pêk tên, gav bi gav agahî ragihandin. Peymana ku wî bi Birahîm re girê dabû, nîşan da ku Yê Sozdayî wê ji dûndana wî bê. Peymanên piştî vê jî, derbarê nasnava wî de, wê zanyariyên zelal ragihandana.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne