BEŞ 6
Eyûb ji Yahowa Xweda re dilsoz dimîne
Şeytan rastdariya Eyûb li ber Xweda dixe bin pirs û gumanan, lê Eyûb ligel ceribandinan ji Yahowa Xweda re dilsoz dimîne.
GELO mirovek dikare di bin ceribandinên herî dijwar de, bi ya Xweda bike û dilsoziya xwe biparêze? Ev pirs di mijareke derbarê jiyana Eyûb de derket holê û di heman demê de hat bersîvandin.
Wexta ku lawên Îsraêl hê li welatê Misrê bûn, Eyûbê ku lêzimê Birahîm bû li axên Erebîstana îroyîn jiyana xwe didomand. Di demeke ku milyaket li ezmanan li ber Xweda civiyabûn de, Şeytanê serhildêr jî beşdarî nav wan bûbû. Wê çaxê Yahowa Xweda li ber wan hemûyan, ewledariya xwe ya li Eyûbê, ku bi awayeke dilsoz jê re xizmet dikir, anî ziman. Bi rastî Yahowa got tu miroveke ku mîna Eyûb rastdar be nîne. Lê Şeytên li wir angaşta, ji ber ku Xweda, Eyûb bibereket kiriye û diparêze, ew ji wî re xizmetê dike, avêt holê. Herweha wî got ku heger tevahiya dewlemendiya wî ji dest bê standin, Eyûb wê nehla xwe li Xweda bîne.
Xweda destûr da Şeytên ku ew pêşî mal û zarok û paşê jî, tendûristiya Eyûb ji dest bistîne. Haya Eyûb bi rola ku Şeytan di van tiştên ku hatibûn serê wî de, dilîst tune bû, loma wî fêm nekir ku Xweda çima destûrê dide evqas xerabiyên ku bi ser wî de hatibûn. Lê disa jî wî li dijî Xweda serî hil neda.
Paşê sê dostên Eyûb ên sexte hatin cem wî. Wan zilaman neheqî li Eyûb kirin û xwestin bi wî bidin qebûlkirin, ku ew ji aliyê Xweda ve, ji rûyê gunehên wî yên bi dizî hatiye cezakirin. Tiştên ku wan wê çaxê dor bi dor axivîbûn, di gelek rûpelên Nivîsara Eyûb a Pirtûka Pîroz de hatine qeydkirin. Herweha wan got ku Xweda ji kesên ku jê re xizmetê dike, ne raziye û li wan ewle nabe. Eyûb ev fikrê wan ê şaş nepejirand û bi awayeke ji xwe piştrast anî ziman ku ew heta mirina xwe jî, wê ji riya rastiyê dernekeve.
Lê dîsa jî Eyûb zêdetir xebitî ku xwe mafdar derxe û bi vî awayî şaşitî kir. Elîhûyê ku li wir temena xwe ji ya hemûyan ciwantir bû, piştî ku guftegoya wan ji serî heta binî guhdarî kir, dest bi gotinê kir. Elîhû şaşitiya Eyûb şanî wî da, ji ber ku Eyûb fêm nekiribû ku doza derbarê mafê Padîşahiya Xweda de, ji ya mafdarbûyîna mirovan girîngtir e. Elîhû ev dostên Eyûb ên sexte jî bi awayeke zehf hişk, rexne kirin.
Paşê Yahowa Xweda bi Eyûb re qise kir û nêrîna wî serrast kir. Wî bala Eyûb kişand ser gelek afirîdên mûcîzeyî û hînî wî kir ku mirov li dijî Mezinahiya Xweda, çiqas biçûk in. Eyûb ev hîndariya ji Xweda bi dilnizmî pejirand. Yahowa “gelek dilovan û tije rehm e”, wî Eyûb dîsa gihand tendûristiya wî û ew berdar kir. Eyûb bi vî awayî bû xwediyê serweteke du caran bi qasî ya berê û bavê deh zarokan (Aqûb 5:11, MIZ). Eyûb di bin ceribandina herî dijwar de jî, dilsoziya xwe ya ji Xweda re parast û bi vî awayî bersîv da angaşta Şeytên a ku dibêje mirov di bin ceribandinan de, ji Xweda re dilsoz namîne.
Ji Nivîsara Eyûb.