BEŞ 19
Îsa bûyerên ku bandorê li tevahiya cîhanê dikin ji berê ve radigihîne
Îsa derbarê standina desthilatdariya xwe ya bo padîşahiyê û gelek nîşanên li ser bidawîbûna vê dewranê de, zanyariyan radigihîne.
EW li ser Çiyayê Zeytûnê bûn; li pêşberî wan bajarê Orşelîmê û Perestgeha Pîroz bi awayeke gewre dihat xuyakirin. Çar şandiyên wî derbarê hin tiştên ku Îsa gotibûn de, pirs jê dikirin. Îsa beriya demeke kurt gotibû ku Perestgeha li Orşelîmê, wê bê hilweşandin. Lê wî beriya vê yekê jî, ji wan re behsa “dawiya dinê” kiribû (Metta 13:40, 49). Li ser vê yekê şandiyan ev pirs jê kirin: “Ma ew tiştana dê kengî bibin? Nîşana [amadebûyîna] te û dawiya [dewrana] vê dinê dê çi be?” (Metta 24:3).
Îsa di bersîva xwe de ji wan re li ser tiştên ku wê beriya hilweşîna Orşelîmê biqewimin, axivî. Lê bêjeyên wî wateyeke berfirehtir di nava xwe de dihewandin. Bûyerên ku Îsa radigihandin wê di pêşerojê de, bi awayeke berfirehtir li seranserê cîhanê pêk bihatana. Îsa Mesîh di axavtina xwe de, hem ji gelek bûyerên cûda û hem jî, ji şert û mercên vê cîhanê, tabloyek çêkir; wan hemûyan bi hev re yek îşaret an elametek wê pêk bianîna. Vê elametê ji yên ku li ser rûyê erdê jiyana xwe didomandin re, wê destpêka dema ku Îsa li ezmanan wekî padîşah amade dibû, nîşan bidana. Bi gotineke din, vê elametê wê nîşan bidana ku Yahowa Xweda, Îsa Mesîh li ser padîşahiya ku ji berê ve hatibû sozdayîn, dike desthilatdar. Ev elamet di heman demê de dihatin wateya ku padîşahî di demeke kurt de, tevahiya xerabiyan wê ji holê rake û aştiyeke rasteqîn û mayînde bîne. Lewre, ev tiştên ku Îsa ji berê ve ragihandibûn wê bibûyana îşareta bidawîbûna tevahiya ol, siyaset û sîstema civaka vê dewrana kevnar û destpêka dewraneke nû.
Îsa wê çaxê gotibû di pêvejoya dema ku ez li ezmên wekî padîşah amade bim de, li ser rûyê erdê tiştên wekî: Şer, birçîtî, erdhejînên mezin û nexweşiyên zirav wê çêbin. Herweha bêyasatî wê zêde bibûya. Şagirtên Îsa yên rasteqîn jî, Mizgîniya Derbarê Padîşahiya Ezmanan de, wê li ser tevahiya rûyê erdê belav bikirana. Ev tişt hemû wê bi “tengasiya mezin” bigihîştana asta herî bilind (Metta 24:21).
Şopînerên Îsa Mesîh wê çawa bizanin, ku ev tengasî nêzîk e? Îsa weha gotibû: “Ji dara hêjîrê ve dersê bigirin” (Metta 24:32). Çawa pelên ku li guliyên dara hêjîrê dipişkivin, îşareta nêzîkbûyîna demsala havînê ne, wusa jî, bi hev re di pêvejoya yek demekî de, pêkhatina tiştên ku Îsa ragihandibûn, îşareta nêzîkbûyîna dawiya vê dewranê ne. Herweha Îsa Mesîh bi xwe gotibû ku ji bilî Bavo tu kes nizane ku ev tengahiya mezin tam di kîjan rojê, yan jî kîjan saetê de dest pê dike. Ji ber vê yekê wî ev tembîh li şagirtên xwe kir: “Hişyar bin! [Ji ber ku] hûn nizanin kengê ew wext wê bê” (Marqos 13:33, MIZ).
a Derbarê pêxamberitiyên ku ji aliyê Îsa Mesîh ve hatine ragihandin de, di berhevoka bi navê Birastî Xwedê pêwendî û eleqeya xwe bo me heye? ya ku ji aliyê Şahidên Yahowa ve hatiye weşandin de, di rûpelên 19-21-an de, bêtir agahî dikarin bêne dîtin.