KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • bm beş 26 r. 30
  • Bihişt dîsa tê damezrandin!

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Bihişt dîsa tê damezrandin!
  • Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
  • Malzemeya Eleqedar
  • Kitêba Peyxamê di Heqê Pêşeroja Te de Çi Dibêje?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
bm beş 26 r. 30
Îsa li Padîşahiya xwe li ser textê rûniştiye

BEŞ 26

Bihişt dîsa tê damezrandin!

Yahowa Xweda bi navgîniya padîşahiya di bin rêveberiya Mesîh de, hem Pîroziya Navê xwe û hem jî mafdariya desthilatdariya xwe nîşan dide; ew tevahiya xerabiyan ji holê radike.

NIVÎSARA bi navê Peyxam a ku di dawiya Pirtûka Pîroz de ye, hêviyê dide tevahiya mirovahiyê. Şandî Yûhenna van peyxamên ku bi riya dîtinî ango xuyabûnan di vê Pirtûkê de jê re hatine ragihandin, giştan bi navgîniya Ruhê Pîroz dinivîse. Ev dîtinî hemû yên derbarê pêkhatina armanca Yahowa de ne û bi awayeke gewre bi dawî dibin.

Di dîtiniya pêşî de, Îsayê ku ji mirinê hatiye vejandin, pesnê civînan dide û tembîhan li wan dike. Dîtiniya piştî vê, sahneyekî ku afirîdên li ezmanan bi serbilindî pesnê Xweda didin, radigihîne û me dibe ber Textê Xweda.

Wexta ku armanca Xweda gav bi gav pêk tê, ji Îsayê ku wekî “Berx” tê binavkirin re, tomareke (Nivîsar) ku bi heft moran hatiye morkirin tê dayîn. Gava her çar morên pêşî tên vekirin, hin kesên siwarî derdikevin sahneya cîhanê, lê ev siwarî her yek sembolek in. Ji wan siwaran ê yekemîn Îsayê ku li ser pişta hespeke boz e û tacê padîşahiyê li ser serê wî ye. Piştî wî siwarên li ser pişta hespên ku ji rengên cûrbicûr tên jî, bûyerên ku di Rojên Dawîn ên dawiya vê dewranê de, wê pêk bên, temsîl dikin. Ev tişt jî, tên wateya şer, birçîtî û nexweşiyên zirav. Di vebûyîna tomara heftemîn de jî, heft boriyên sembolî tên lêxistin; ew jî tên mana ragihandina Ferman û Daraziyên Xweda. Piştî vê yekê heft bela tên dîtin, ku ew jî hêrsa Xweda îfade dikin.

Damezrîna Padîşahiya Xweda ango rêveberiya nû ya li ezmanan wekî derguşekî law ê ku nû hatiye zayîn, tê xuyakirin. Paşê şerek derdikeve; Şeytan û milyaketên wî yên xerab tên avêtinî ser rûyê erdê. Îcar jî li ezmên dengeke bilind ê ku weha dibêje tê bihîstin: “Wey li erdê û deryayê [ji ber ku] Îblîs dizane ku wextê wî hindik e, bi xezebeke mezin peya bû û hat we” (Peyxam 12:12, MIZ).

Şandî Yûhenna li ezmanan berxekî ku Îsa temsîl dike dibîne. Herweha ew 144.000 kesên ku ji nav mirovan hatine hilbijartin jî, bi yên ku li cem Îsa ne re dibîne. Ew hemû ew kesin ku wê bi Îsa re “hezar salî padîşahiyê bikin”. Nivîsara Peyxam bi vî awayî nîşan dide ku hijmara kesên ku beşa din a Nîjada Sozdayî pêk tînin, 144.000-in (Peyxam 14:1; 20:6, MIZ).

Rêveberên cîhanê “bo cenga Roja Mezin a Xwedayê karîndarê her tiştî” li hev dicivin; ev Şerê Harmegedonê ye. Ew li dijî siwarê hespê boz ango li dijî Îsayê ku ji artêşên ezmanan re rêberiyê dike, şer dikin. Tevahiya rêveberên vê cîhanê tên tunekirin. Şeytan tê girêdan, Îsa û 144.000 rêveberên bi wî re “hezar salan” li ser rûyê erdê desthilatdariya xwe didomînin. Şeytan di dawiya van hezar salan de, bi tevahî tê tunekirin (Peyxam 16:14; 20:4, MIZ).

Gelo rêveberiya Mesîh û 144.000 kesên bi wî re, wê çi ji bo mirovên guhdar pêk bîne? Yûhenna weha dinivîse: “Ewê ji çavên wan hemû hêstirên wan paqij bike û êdî mirin wê tûnebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin; [ji ber ku] tiştên berê bihûrîn” (Peyxam 21:4, MIZ). Bi vî awayî rûyê erdê wê bibe bihişt!

Nivîsara Peyxam bi vî awayî ragihandina peyama Pirtûka Pîroz bidawî dike. Bi navgîniya padîşahiya di bin rêveberiya Mesîh de, hem Pîroziya Navê Yahowa Xweda û hem jî mafdariya desthilatdariya wî, heta hetayê wê bi awayeke zelal bê selmandin!

Ji Nivîsara Peyxamê.

  • Yên siwarî her yek sembolên çi ne, ango çi temsîl dikin?

  • Gava armanca Xweda gav bi gav pêk tê, kîjan bûyerên balkêş derdikevin holê?

  • Harmegedon çi ye û piştî wê çi çêdibe?

“BABÎLA MEZIN”

Di Nivîsara Peyxamê de tevahiya olên şaş ên ku li dijî Xwedayê Rasteqîn in, wekî “Babîla Mezin” têne nasîn. Herweha ev Babîl wekî “Fahîşeya Mezin” jî, tê binavkirin. Ji ber ku ew bo kara xwe, bi hêzên siyasî yên vê cîhanê re dikeve têkiliyê û xwe difiroşe. Herweha di Nivîsara Peyxamê de tê gotin hêzên siyasî di dema ku Yahowa Xweda destnîşan kiriye de, wê êrîş bibin ser vê fahîşeyê û wê bi tevahî ji holê rakin (Peyxam 17:1-5, 16, 17).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne