Rêzedîrok
“Di destpêkê de ...”
4026 Berî Zayînê Afirîna Adem
3096 Berî Zayînê Mirina Adem
2370 Berî Zayînê Tofana Nûh
2018 Berî Zayînê Zayana Birahîm
1943 Berî Zayînê Peymana bi Birahîm re
1750 Berî Zayînê Ûsiv wekî kole tê firotin
berî 1613 Berî Zayînê Ceribînên Eyûb
1513 Berî Zayînê Derketina ji Misrê
1473 Berî Zayînê Lawên Îsraêl bi rêberiya Yêşû dikevin welatê Kenanê
1467 Berî Zayînê Pirraniya welatê Kenanê tê dagirkirin
1117 Berî Zayînê Şawûl bo padîşahtiyê tê meshkirin
1070 Berî Zayînê Bi Dawid re peymana padîşahiyê
1037 Berî Zayînê Silêman dibe padîşah
1027 Berî Zayînê Avakirina Perestgeha li Orşelîmê temam dibe
kêm-zêde 1020 Berî Zayînê Nivîsandina Helbesta Helbestan
997 Berî Zayînê Îsraêl bi du padîşahiyan ji hev vediqete
kêm-zêde 717 Berî Zayînê Nivîsandin û civandina Methelokên Silêman temam dibe
607 Berî Zayînê Hilweşîna Orşelîmê û sergomiya li Babîlê dest pê dike
539 Berî Zayînê Babîl ji aliyê Qoreş ve tê dagirkirin
537 Berî Zayînê Cihûyên dîl vedigerin Orşelîmê
455 Berî Zayînê Dîwarên Orşelîmê ji nû ve tên avakirin û 69 “hifteyên salîn” dest pê dikin
Berî Zayînê, piştî sala 443-yan Pêxamber Melaxî nivîsandina pirtûka xwe temam dike
kêm-zêde 2 Berî Zayînê Zayana Îsa
29 Piştî Zayînê Tafîla Îsa; Îsa dest bi dayîna Mizgîniya derbarê Padîşahiya Xweda de dike
31 Piştî Zayînê Îsa 12 Şandiyên xwe hildibijêre; wayîza xwe ya çiyê dide
32 Piştî Zayînê Îsa Lazar vedijîne
14. Nîsan 33 Piştî Zayînê Îsa li Stûna Cefayê dixin (Meha Nîsanê li gor salnameya Cihûyan dikeve navbera mehên Adar û Avrêl)
16. Nîsan 33 Piştî Zayînê Îsa tê vejandin
6. Sîvan 33 Piştî Zayînê Roja Pentîkostê; Ruhê Pîroz tê dayîn (Meha Sîvanê dikeve navbera mehên Gulan û Pûşperê)
36 Piştî Zayînê Kornêlyos dibe bawermendê Îsa Mesîh
kêm-zêde 47/48 Piştî Zayînê Gera Pawlos a yekemîn
kêm-zêde 49–52 Piştî Zayînê Gera Pawlos a duyemîn
kêm-zêde 52–56 Piştî Zayînê Gera Pawlos a sêyemîn
61 Piştî Zayînê Pawlos li Romayê di girtîgehê de nameyan dinivîse
Piştî zayînê, berî sala 62-yan, zîrbirayê Îsa yê bi navê Aqûb nameya xwe dinivîse
66 Piştî Zayînê Cihû li dijî Romayê serî hildidin
70 Piştî Zayînê Orşelîm û Perestgeha wê ji aliyê hêzên Romayê ve tê hilweşandin
kêm-zêde 96 Piştî Zayînê Yûhenna Nivîsara Peyxam dinivîse
kêm-zêde 100 Piştî Zayînê Şandiyê Îsa Mesîh ê dawîn, Yûhenna dimire