QISIM 1
Em Çawa Dikarin Guh Bidin Xwedê?
Xwedê bi Kitêba Pîroz ve ji me re xeber dide. 2. Tîmotêyos 3:16
Xwedê fikrên xwe bi destê mirovan dan nivîsandin di kitêbeke miqedes de. Ev kitêb, Kitêba Pîroz e. Xwedê dixwaze ku em gotina muhîm ya Kitêba Pîroz bizanin.
Xwedê dizane çi bona me baş e, ji ber ku ew kaniya hemû hîkmetê ye. Eger tu guh bidî Xwedê, tuyê jî bihîkmet bibî (Methelokên Silêman 1:5).
Xwedê dixwaze ku herkes Kitêba Pîroz bixwîne. Îro ev kitêb bi gelek zimanan heye.
Eger tu dixwazî guh bidî Xwedê, gerek tu Kitêba Pîroz hem bixwînî hem jî fehm bikî.
Li her derê mirovên ku guh didin Xwedê hene. Meta 28:19
Şahidên Yehowa dikarin alîkariya te bikin ku tu Kitêba Pîroz fehm bikî.
Ew li hemû dinyayê heqîqeta Xwedê îzah dikin.
Ev telîm bê pere ye. Li îbadetên Şahidên Yehowa tu dikarî gotinên Xwedê bielimî.