QISIM 7
Îsa Pêxember Kî Bû?
Yehowa Îsa şand dinyayê. 1. Yûhena 4:9
Berî çêkirina Adem, Yehowa li ezmanan melekekî xurt çêkiribû. Eger em dixwazin ku Xwedê ji me razî be, gerek em guh bidin wî.
Paşê Yehowa ew şand dinyayê. Ew li gundê Beytlehmê ji keçeke bi navê Meryem çêbû. Navê zarok “Îsa” hat danîn (Yûhena 6:38).
Çaxa ku Îsa pêxember li dinyayê dijiya, wî tam li gor sifatên Xwedê hereket kir. Ew nazik û dilovan bû û pozbilind nebû. Wî heqîqeta Yehowa ji her kesî re bêtirs got.
Îsa pêxember tiştên baş dikir, lê dîsa jî nefret didît. 1. Petrûs 2:21-24
Bi destê Îsa, mirovên nexweş şifa dît û mirî sax bûn.
Xaxaman ji Îsa pêxember hez nedikir, ji bo ku wî derew û xerabiya wan aşîkar kir.
Xaxaman ji dewlêta Rom re derew gotin da ku ew Îsa bikutin û bikujin.